Mrz 25, 2014

Monat: März 2014

Ma Ev jî Hebû Gidî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Felît pif agirê çirê kir û bi dizî hat ket nav nivînê Peyrûza. Hayê Peyrûza ji bayê felekê tune, xurexura wê ye serî avêtiye xewê. Felît jî sincirandiye, agir bi doxîna wî ketiye. Ji paş ve xwe bi qûna Peyrûza ve zeliqand û xwe pê da; xwe lê boqand. Peyrûza tewşî xewê, çavên xwe vekirin […]

REWŞA ABORÎ YA WAN Ê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Aborîya bajarê Wan ê gelek xurab e, aborîya Wanê û qezayên wê bi giranî li ser tozê, mazota qaçax, cigarên qaçax û çêkirina avahîyan bû. Toz û mazot hema hema nema. Ji alîyekî dewleta Îranê ji alîyê din dewleta Tirkan pêşîya vî tiştî girtin. Tê gotin bi tenê di van çend salên dawî de li […]

NADIM KESÎ

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Mijgul tîr e bihir kevan, ziman şekir lêvê te şan Sîngê te yar bax û bistan, şaxê ra di dilde berdan Pora herîr biskên bi gul, çavên te reş ne hewcey kil Misk û ember her timî şil, awirê tûj derb li min dan   Bejna dirêj mîna şivê, xurên ketyê ku dilivê Heft xwezîka […]

Hulyakê dikeve siyasetê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Belê, lotikvana germik û nermik, delala ber dilê Ciwan Haco, bedewa „nîv Kurd“ Hulya Avşar xanimlerî, piştî 5 salên din dikeve nava siyasetê û dibe siyasetmedar. Hulyaka me ji çapemenîyê re çend lotik avêtin û behsa ramancên xwe kir. Armanca wê ye yekem ew e ku keça wê Zehra vbibe 19 salî. Çima hûn zanin? […]

Aqûbet li Kurdekan be

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, Komara Qirim a Xweser çû referandûmê û referandûm bi dawî bû. Ji encama referandûmê yekîtîya bi Rûsya re derket. Wek tê zanîn, piştî serûbinbûna Ûkraynayê, Parlamentoya Komara Qirimê ku bi Ûkraynayê ve girêdayî ye, biryara serxwebûnê girt. Biryara serxwebûnê wê di encama referandûmekê de bihata teqezkirin. Referandûm li ser du xalan hat çêkirin. 1- […]

Sariyildiz jî xwelî li serê Kurdan kir

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Parlamenterên Kurd yên ku ji girtîgehê hatibûn azad kirin, 14’ê meha 3 li Stenbolê bi merasîmekê beşdarî nav Partîya Dewşîrmekirina Gelan (HDP) bûn. Parlamenterên Kurd Gulser Yildirim, Selma Irmak, Îbrahîm Ayhan û Faysal Sariyildiz bi fermî bûn endamê HDP’ê. Bi vî awayî 9 parlamenterên HDP çêbûn. Û helbet serokê wan jî Ertûgrûl Kurkçu yê Tirk […]

HPK lotikek din avêt

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, me gotibû seyyar gerîllayên Hewldana Partîyek Kurdistanî rehet nasekinin, geh bi trimbêlan, geh bi ker û qantiran li gund û bajaran digerin û tevnê dihûnin. Seyyar gerîllayên HPK vê carê berê xwe dan başûrê Kurdistanê û silavek dan Serokê Netewî M.Mistefa Barzanî. Seyyar gerîllayên me bi minasebeta jidayîkbûna M.Mistefa Barzanî serdana Barzan kirin û […]

„78 LER“ÊN BAJARÊ WAN Ê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Em dizanin hinek xwendevanên me niha dibêjin: Ew çî ye Lotikxane hinde giringîyê dide hilbijartinên bajarê Wan ê. Bajarê Wanê hem di dîrokê de hem jî niha bajarek herî berbiçav yê Kurdistanê,  xasma yê Serhedê ye. Her tim bajarê Wan ê qedera Serhed ê kifş kiriye û îro jî wusa ye. Bajarê Wan ê  metropola […]

Dev ji keran berda, da dû elokan

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, Serokê Partîya Kerên Kurdistanê birêz Umer Kilol, partîya xwe sefixand û kerên Kurdistanê bê partî û bê serok hiştin. Umer Kilol, piştî ku dev ji kerên Kurdistanê berda û pişta xwe da wan, berê xwe da nav refê elokan. Ango ket nav refê YNK û partîya Mam Celal. Di vê derbarê de kerên Kurdistanê […]

Newroz

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Ro li min şabû, pencê xwe veda Ger dest neda min, min bahwerî pê da Bihar pê şabû, bi gulên rengîn Kewa çêlik çêkir, neman bê dengîn Devî tirh didan, şalûl li ser xwend Bi hezar salaye, çek li dest bi bend Ger ar qedexe kir, li her çar nikar Lê nevamire qet, bist û […]

Marîka, ez te nadim bi nok û nîska

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, yek ji jinên herî seksî, doxînsist, tenûrgerm û germik û nermik Marîka Frûscolî ya Îtalyanî ye. Îtalyanî pê xenê bûne. Malxerabê hem bedew û seksî ye, hem memiknepoxî ye, hem evîndara fûtbolê ye û hem jî spîker (pêşkêşvan) a televizyonê ye. Marîka Frûscolî jî wek piranîya Îtalyanîyan doxînsist û comerd e. Li gor tê […]

Min nedît welatek wek welatê xwe

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Gerîyam li cîhan ez welat welat Min nedît welatek wek welatê xwe Amed, Cizra Botan tev birc û kelat Min nedît welatek wek welatê xwe Dersim, Riha, Mêrdîn, Mahabad, Hewlêr Warê mêr-mêrxwasan, lana piling, şêr Li her derê sifir, nift û zîv û zêr Min nedît welatek wek welatê xwe Çem kanîyên av-sar, deşt, çîya, […]

KU XELATA XEBATÊ ÇO BE !

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Mirovek hebû derzîyek diçikand, çil gavî jê dûr diket û çil derzî diavêt di qula derzîya daçikandi re derbas dikir. Gundî şaş û metel diman ev çi huner e, ev çito hunermend e. Behsa vî zilamî hat kirin, navê wî û lîstoka wî li her deverê belav bû. Paşayê herêmê bihîst bawer nekir lê gazî […]

LI BAJARÊ WAN Ê CIVÎNA PARTÎYAN

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Me di nivîsa xwe ya berê de gotibû ji ber êrîşên BDP ê  partîyên Kurdan ji bo çareserîyê li bajarê Wan ê li hev dicivin. Doh wan civîna xwe li bajarê Wan ê kirin. AKP, HAK-PAR û HUDA- PAR ji BDP îyan regotin “Bêjin hevalên xwe bela dev ji dev ji van êrîş û lotik […]

Aydinlik û vîdyoyên Ocalan

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Aydinlik çi ye? Aydinlik (bi kurdî Ronahî) kovarek e, lê navê tevgereke siyasî ye jî, ku serokê wê Dogu Perinçek e, yê ku ji doza Ergenekonê girtî ye. Tevger bi navê “Partiya Karkeran” (IP) xwedî partiyekê ye û bi navê “Ulusal Kanal” televîzyonek ava kiriye. Aydinlik xwe çepgir nîşan dide, lê çepên tirk ji serî […]

Şekirlêv

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, berê lêvên tenik û kaxezî maqûl bûn. Digotin „Çi keç e, çi jin e, peeekkkk, lêvên wê tenik û kaxezî ne yabooooo“ filan û bêvan. Keç yan jinên lêvtenik û kaxezî maqûl bûn, bedew dihatin hesibandin û hezkirin.Lê îro dinya serûbino bûye, çirto virto bûye û lêvên tenik û kaxezî êdî pare nakin. Dema […]

Adar salvegera serkeftin û êş û janên gelê me ye

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Bi navê xwedayê mezin û dilovan Hemwelatiyên ezîzên Kurdistanê Bi helkefta hatina salvegera Adarê pîrozbahiyeke germ li we dikim. Gelek helkeftên şadbexşên neteweyî û hinekî pir azar jî ketine meha Adarê. Adar salvegera serkeftin û êş û janên gelê meye û waneya berxwedan û bawerî bi xwebûna gelê Kurdistane. Adar serkeftina raperîna mezina gelê meye, […]

Seyyar Gerîllayên HPK dest bi lotikan kirin

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, seyyar gerîllayên Hewldana Partîyek Kurdistanî (HPK) dest bi lotikan kirin. Lotika pêşîn bi nasandin û hewldana xwe dest pê kirin. Û lotika duyem jî bi pîrozkirina Newrozê dest pê dikin. Wer xuyaye seyyar gerîllayên HPK daw û delingên xwe hildane û zorî dane xebata xwe. Ciwamêran trimbêla wan di bin wan de ye, bajar […]

Ev tir ji şêran re jî namîne

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, heçê nizanibe wê bêjin qey şêr natirsin û narevin. Lê şêr jî ziravqetandî ne. Her mexlûqat ji yên ji me mezintir ditirsin. Erê dibêjin şêr şah û paşayê lawiran e, lê roj tê ew şah û paşayê qerase jî ji ber hinekan direve û bi xwe de dirî.

Bi mîza xwe şoreş kirin

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Belê, jinên Ûkraînayê bi mîza xwe di devê serokê xwe de mîztin, ew ji text xistin û şoreş pêk anîn. Jinên xelkê tehamilî neheqî û zordarîyê nakin. Ji wan re çek û sîleh ne pêwist e. Mîza wan têra şoreşa wan dike. Bi mîzekê şoreş pêk anîn. Û tew heke gû kin, bawer bikin wê […]

Li bajarê Wanê êrîşên BDP

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Gelo çima BDP yî êrîş û gefan li partîyên din dikin ? Her ku hilbijartin nêzîk dibin, alîgirên BDP û PKK êrîşî partîyên din dikin, bi molotofan ofîsên wan dişewitînin û li endamên partîyên din dixin. Bi taybet şênîyên bajarê Wan ê ji ber van êrîşan ne rehet in. Li gor gotinên hinek BDPyîyan, BDP […]

8ê Adarê pîroz be

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
8ê Adarê li temamê jinên cîhanê pîroz û bimbarek be rebbî… Çi miraz û daxwaza wan hebe, xwedê pêk bîne.. Xwedê li axreta gewrik 101 Nûrîyan bike qismetê wan rebbî.. Amîn!

„Bêyî jinê Kurdistan azad nabe“

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Li vê cîhana ku hinek welat bi 100 hezar nifûsa xwe bûne dewlet, milletê Kurd li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê, hê bi 25 milyon nifûsa xwe ji mafê perwerdeya zimanê zikmakî bêpar e. Em jinên Kurd, ku ji wan 25 milyonan nêvî jê em in, carek din 8 ê Adarê pîroz dikin. Em jinên […]

Sirûda Neteweyî û Ebdilmecîd Settar

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
 Sirûd ango Merşa Neteweyî; nîşaneya helwesta niştimanperweriyê ye. herçî niştimanperwerî ye, sembola azadî û hêza welatekî ye. Sirûda Neteweyî ne sirûdeke asayî ye û li dikanên kilam, stran û goraniyên kûçe û kolanan nayên firotin! Çendek berê li Hewlêra paytexta Kurdistana Federe civîn û merasîmek pêk hat. Li gorî çapemeniya kurd, civîn û merasim bi […]

Girîngîya siyasetek netewî, bi şexsîyet û Kurdistanî

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Kurd di qonaxek girîng re derbas dibin. Heke em parçeyê rojhilatê Kurdistanê ji nav derxin, di her sê parçeyên din de Kurdan destketinên mezin û girîng bi dest xistine. Paraztin û xwedîlêderketina van destketinan erkek netewî ye, erka her Kurdê welatperwer e. Bi taybet li başûr û rojava rewş gellek zîz û hesas e. Li […]

ZIMAN

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
*Ev nivîs bi zimanê Badikanî hatiye nivîsîn( eşîrek pir mezin a ku ziman û çandik wê ya serbixwe hey e) Herê bavo herê. Win jî ravûne ji me ra behsa zimanê çêkiriyê ku em nikarin di  nav mal û merivê xu da xeberdin dikin. Bi serê beranê biquloç kim, gava em di şîn û şahiya […]

Partîya Demokrata Netewî ya Kurdistan (PDNK) ava bû, kilîlîlîlîlîlî!

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, partîyên me zêde dibin û her roj partîyek nû ava dibe. Wey xwedê ji Kasimpaşalî Receb razî be rebbî. Bi xêra wî Kurd bêtirs partîyên xwe ava dikin û tew navê „Kurdistan“ jî lê zêde dikin. Axir, piştî damezrandina Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê (PDK-T) û Platforma Demokratên Kurd Bakur (PDK-B), niha jî Partîya […]

Evîna me bû seroka Sosyaldemokratên cîhanê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Belê, li ser bextê fitne û fesadên nava Sosyaldemokratên Swêd û Danîmarkayê be. Dibêjin endama rêvebirîya ciwanên Sosyaldemokratên Swêdê Evîn Încîr (hejîr) terfî kiriye û bûye seroka ciwanên Sosyaldemokratên Cîhanê (ÎUSY). Evîn Încîr ji Diyarbekirê ye û di şeş salîya xwe de hatiye Swêdê. Xwendevana hiqûq e û keçek jîr û çalak e. Axir, em […]

Dengê te

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 0
Dengê te sitrana min e, porê te jenîna evîna min e Kenê te hêvîya şahîya min e, tu wek stêra êvînê geş î Dengê te Dengê te sitrana min e, dîma te roka welat e Hêstir û axîna min e, bejna te destpêka jîyanê ye Di dîlanan de semaya digerîne Dengê te Dengê te sitrana […]

Jiyana Serokê Netewî M. Mistefa Barzanî (14.03.1903 – 01.03.1979)

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 1
Di dîroka siyasî ya doza Kurdistanê de Mistefa Barzanî navekî naskiriye. Di bizava siyasiya başûrê Kurdistanê de piştî têkoûna serhildana Şêx Mehmudê Berzincî, nemir Mistefa Barzanî serkêşiya xebata Kurdên başûrê welatê me yê dagirkirî, girt destê xwe. Jiyana Barzanî bi piranî li rex şervanên wî û ji bo azadiya Kurdistanê derbas bû. Mistefa Barzanî mîna […]