Bavê Ronahî

Tirçepoz

 

Lezgîn Þêxo

Sofiyê mala Þêx

 

Î.Xelîl Sirûcî

Pirsgirêka zimên li Kurdistan

Hemo Rûto

Nasnama jor û jêr

Lokman Polat

Çîrokên Kedkarê Pirtûkên Kurdî

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Ey Millet!

Aso Elîka

Arû

 

 

M.Elî Kut

Þivan ozanê gelê Kurd e

 

                                             

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Qado Þêrîn

 Bi lêv û serê memikan jî helbest têne nivîsandin.

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Hinekî biþibin Kurdan jî  heyran!

Cemþîd Heranî-12/09/06-Ruha-De werin li ecêba Xwedê û karê insanan binerin lo! Li gora ku alîkarê perwerdekarê beþê Cerrahî û Plastîkê ê Zanîngeha Entabê Doç:Dr.Mehmet Bekerecîoglû dibêje, piranîya mêrên Entabî ên ku xwe estetîk dikin dixwazin biþibin Brad Pîtt û piranîya jinên Entabî jî dixwazin lêvên xwe bikin wek ê Angelîna Jolîe. Zilamên Entabî dixwazin pozê wan wek ê Brad Pîtt be û guhê wan jî wek ê kerê bin.

   Ji aliyê din gellek ji jinan jî sîng û memikên xwe mezin dikin û dixwazin wek artîstên televizyonê seksî û sîngmezin xuya bibin.    

   Yahewlelwela qiwetullahilezîm! Ê lawo hûn dixwazin biþibin mêr û jinên xelkê, hûn çima tiþtekî jî ji Kurdan nastînin hey malneketno! Meselen hûn çima pozê xwe nakin wek ê Þivan Perwer? Yan hûn çima lêvên xwe nakin wek ê Aynûr Dogan? Yan geyayê hewþê bi we tehl tê? Meselen hûn karin xiyarê xwe jî estetîk bikin û bikin wek “xiyarên Kurdan!” Ma nabe?

Reyisê Duþurulmîþ diyaneta tirk….

 

 Bûblanî- 11/09/06 Amed- Reyisê Duþurulmîþ Diyaneta tirkan, Satilmîþ Bardakçî di daxuyaniya xwe a þevê din de dîsa li ser mezinahî û misilmaniya Atavirqoyê xwe sekiniye.

   Daxuyaniya wî a ku rojnameya Akþam îrov belav kiriye pir dirêj e. Satilmîþ Bardakçî bi kel û girî dibêje:”Mizgeftan nekin cihê terîqat û mirîdiyê; bikin dergahê miletperweriya Atatirk û qanûnên wî. Ên ku dixwazin xwedî terîqat bijîn, ji terîqeta Atatirk misilmantir terqîqat tuneye, bila bibin mirîdê wê terîqatê!.. ”

   Ulen îbneogli ibne Satilmîþ Diyanet, ku derê Atavirqo misilman bû! Haho vî em peqandin, teqandin û çirandin, qey kes tune ku bide ser þaþka vî jî, yaho!! 

Jinik li mêrekî digere!

Nazenîn Dilþa-11/09/06-Tirkiye-Model û mankêna qamdirêj û hinekî xweþik Tugba Ozay di bernama stranbêjê Bîngolî Îzzet Yildizhan de got, „kuro Izzeto, hingî bejna min dirêj e (1.82 santîm) ez nikarim ji xwe re mêrekî bibînim haa! Herkes ji bejna min û lotikên min ditirse, wilo here ezê di mala bavê xwe de biperixim kuro“ û doza mêrekî lê kir.

   1.82 santîm!? Halla halla! Keçê peppûkê kezîkurê, hele ka tu were cem me, bi soza mêrên berê emê te bera nav xebatkarên Lotikxanê bidin û ji xwe re têkeve nav laþ û kelaqê wan, hema te kî ji wan eciband bavêje nav nivîna xwe û bide ber lotikan lêê..

   Keçê ma insanetî miriye keçko? Kurd mirovhez in, modelhez in, mankênhez in, keçê bi namûs wê welatekî bikin bi qurbana te haaa..De were de, bilezîne berî ku em wan bixesînin…

  

Wey li te bêmiradê!

 

Bêrîvan Al-10/09/06-Stenbol-Hûn zanin, Tirk berê kerxanecî bûn îcar van model sosyeteyên beredayî yekcar dawa wan li serê wan gerand û êdî zinêkarî li wan kirin adet. Meselen Pinar Altug.

   Pinar Altuga ku wek serekzinêkara Tirkiyê tê naskirin û hema bêjin herroj xortekî digre û yekî berdide, di televizyonê de dilê xwe bi xwe þewitand û got, “pepûk, pepûk, pepûk! Hema bi Xwedê derewan li min dikin haaaa! Bi tirba Atavirqo kim hetanî niha min ji çar (4) xortan pêve bera ser xwe nedaye, wîîî!” û hêsrên xwe barandin.   

   Weleddd, weleddddd! Tenê çar? Ne tiþteke bavo! Heyran heger çar tenê bin, bi Mazilevdînê nava Nisêbînê tu horiya bihuþtêyî lêêê! De ka ê di ser û berre jî bêje heger negiha sedî ji xwe em bi tiþtekî nizanin xanimê...

Tiro wê ji ber kordînatorê Barzanî ranebe(!)

  

Bûblanî -09/09/06 Amed- Kordînatorê dewleta tirkên kûçikbav ê bi navê “li dijî PKKê” General Edîb Baþer Satilmîþ, di dawiyê de a ku xelkê tirkên tecawizçî dixwest got. Virqo dibêje ku “heger kordînatorê iraqî ji çeteyên Barzanî be, ez ê ji ber ranebim û heta wir terk bikim jî…”

   Lawê yadê Satilmîþ Edîb, em jî dizanin ku tu ê ranebî, lê wê li te rast bikin û te rakin. Êdî ew zemanê berê çû qulo; general Weysî Ezîzên me jî hene û emerîkiyan ew baþ hîn kirine bê wê çawa bidin bin tirkên wek te duþurulmîþ! De ka bi xêr hetanî tu herî bi wan deran de…

Vê jî daye dû ku çima vajîna wê ji form de xistine!

 Girdoyê Stilîlî -09/09/06 -Nisêbîn- Rojnameya tirkên satilmîþ Hurriyeta îro, li ser vajîna H.M.Aya 36 salî ku çendeyek berê doktoran li nexweþxaneya Antalyayê emelyat kiribûn sekiniye.

   Li gora rojnameyê, doktoran piþtî ku vajîna wê a çaroxî bi emelyatê bi ser hev de anîne, jinikê jî mereq kiriye û bi mirêkê li mentîqa vajîna bi ser patîkê ve neriye û hema bi doktoran de pijiqiye! Dû re jî bi sebeba ku doktoran vajîna wê, yanî ew tiþtkê wê ha, ji ”form” de xistine, li doktoran gilî kiriye.     

   Lêbelê li gora malûmatên ku me ji hêla xançepikiyan ve bi dest xistine, form û mormê li dera han bihêlin, doktoran malê wê ji kokê de jê kirine. Mêrikan qelþa wê kirine qul. Îcar heger bi wê qulê doza xwe biriba mehkemeya Ewrupayê, ji sedî sed wê dinyayek pere stendibaya. Lê çi fêde, li nav misilmanan qîmetê vajînayê pênc pere nake û jinikê jî rebenka vajînka xwe biriye ber destê mehkemeya mehmetçîkên misilmên !

Ronakbîrekanên soran,  konferansa kurmancî têk dibin!

 

Sara Omerî -08/09/06 Hewlêr- Wek tê zanîn, li Hewlêrê çend rojeke ku li ser kurdologiyê konferanseke navdewletî li dar ketiye. Digel ku gelek lingivîst û kurdologên wek Coisê di nav dinyayê de naskirî beþdarî vê konferansê bûne jî, ronakbîr, mamosta û alimên zanîngehên baþûrê Kurdistanê ên sorana hema hema qed nehatine konferansê.

   Di vir de pir heþkereye ku heger serkêþaya konferansê  Enstîtuya Kurdî a Parîsê nekiribaya û mohra kordologiya bi kurmancî li konferansê neketibaya, ji sedî sed wê ronakbîr û alimên soranekanan bihatana konferansê. Panelîstên konferansê ji guhdaran pirtir in!

Bilind li Qamiþlo wek gû-zan nizim bû

 Narîn Remo-12/09/06-Qamiþlo-Di 31/08 meha borî de qaþo hunermend Bilind Ibrahîm çûbû Qamiþlo da ku konsêrtekê bi 13 hezar dolar ji 3000 kesî re bide, konsêrtê katjimêr 11.00 ê þevê bi hunermenda xweþik Zoya destpêkir. Bilindê ku katjimêr 01.30 ê þevê hat û 7 stran gotin û rawestiya, ango stran hat ser 2000 dolar, (wele karê te ji karê Corc W. Bûþ buhatire), cemaweran bawer nekirin. Di bazarê debû ku 21 stranê û 15 ê folklorî ji bo dîlanê bibêje.Mexabin tenê heft stran gotin û rawestiya, û di navbera stran û stranê de 16 xulekan dirawestiya. Madona û Maykil Cakson jî wisa nekirine bavo!

   Dema ku kosêrt bi dawî hat xort û qîzên Qamiþlo yên xweþik û nazik û rindik û tenik û findik xwestin wêneyan pêre bikþînin û pêþ zarokên xwe yên pêþerojê bikin, (ev jî di bazarê debû). Mexabin Bilind verþiya û got: Ez wêneya bi we re nakþînim, hûn ê cilên min bilewitînin û biqetînin!

   Kuro te serê min xwaro ma tu ji serok M. Barzanî çêtire dema ku hat Qamiþlo berî du-sê salan û di nav derya hezkirên xwe de winda bû? Wî negot hûnê cilên min biqetînin. Wele bi serê te ku tu wisa berdewam bikî, ji niha û du sê salan jin û diya te nema li te guhdarî dikin. De here ji xwe re bi xar û kaban bilîze baþtire hebîbî! Diyare tu bi kêrî hunerê nayê, jixwe tu ji bo dolaran bûyî qaþo hunermend! Belê, Bilindê ku berî demekê li Duhokê navê wî di nav belavkirina flîmên seksê ên keçên Kurd de derbas bûbû, li Qamiþlo wek gûzan nizim bû..

Huseyîn Kalkan xurifî!

 

Hunera Ax-11/09/06-Batman-Li gorî gotinan, þaredarê bajarê Batmanê Huseyîn Kalkan serê sibê ji niþka ve diçe þaredariyê û ê ku nehatibin ser karê xwe, di derheqê wan de lêpirsînê vedike û wan ji îþ davêje.

   Di kemineke Huseyîn Kalkan de, berpirsiyarê sinemaya þaredaré Batmanê Dîcle Anter  hatiye girtin ku ne li ser îþê xwe bû. Ji ber vê jî Dîcle Anter ji îþ avêtine û niha Dîcle li Batmanê wek conegayê ji hevsarê xwe azad bûye tew tew digere. Ji xwe Batmanî ji Dîcle aciz bûn. Dîcle bi tena þortê xwe bi qûna tazî li Batmanê  digeriya. Ev jî Batmanî gelek aciz dikir.

   Tê gotin, birêz Hüseyin Kalkan, li beþê þaredariya Batmanê lîstina atarî û ketina MSN û Chat ê jî qedexe kiriye. Ji ber gotina Kalkan, e-maila karkerên þaredariya Batmanê li ber nivisandiye û wan tevli MSN ya xwe kiriye. Û kî dikeve MSN ê wî zevt dike û lêpirsînê vedike.Ev yek niha mijara Batmanê ya serekeye. De Xwedê xêr bike...

MHP û AKP tir ji hev berdan

 

Çetoyê Kurikî-11/09/06-Mêrdîn-Dibêjin partîya MHP a faþîstên Tirk û AKP a îslamofaþîstên Tirk bi hev ketine û tir ji hev berdane. Li gora ku çend jinan li ser tennûrê digotin, dibêjin MHP bûye kêr û AKP jî bûye penêr û çetel û kevçî ji wan kêm maye.

   De binerin bê çawa MHP a faþîstên Tirk ji me Kurdan bi xîrettir in û pozê wan bêhtir diþewite! Hevalên MHP otobûsa AKP didin ber kevir û pêhnan, lê ên me li Amedê bi gul û çîçekan dirin pêþiya Kerdogan û wî tewaf dikin. Kerdoganê ku di her wesîlê de dijminatîya Kurdan dike, zarokên wan dikuje, li Amedê li ser destan tê girtin lê li bajarên Tirkiyê Tirkên faþîst wî didin ber kevir û pêhnan û lotikan! De kî ji wan xwedî xîret e?

   Ya rebbî tu aqilekî bidî van Kurdên ku pêþî û paþîya xwe ji hev nasnakin...Welhasil, wa xwe bi xwe bi hev ketine, belkî hema ji hevalleran re bibe nimûne û pozê wan jî hinekî biþewite. De ya Pîrkemalê newala Zorava, hema tu zani û hew....

Emê çilo bibin millet?

Cembelîyê Botî-11/09/06-Colemêrg-De werin mala xwe xiranekin û dîn û þêt nebin! Li Gevera Çolemêrgê Arif Çobanê ji eþîra Doskî ku zewicî û bavê þeþ zarokan e, keça bi navê H.A (19) a ji eþîra Ertûþîyan direvîne û dibe sedemê þerekî mezin.

   Di þerê navbera herdu eþîran de sê kes giran brîndar bûne û nexweþî berdewam in. Di þer de cerdevanên herêmê jî beþdar bûne û herêm ji alî cendirmeyên dewleta Tirko ve hatiye dorpêçkirin. Yanî; mêrê jinekê, bavê þeþ zarokan Arif Çobanê tam çoban bû sedema rijandina xwîna Kurdan û kêfa dewleta Virqo li me anî.

   De îcar yabo em Kurd emê çawa bibin millet û doza welatekî bikin, i ihiii? Li vê herêmê Doskî û Ertûþî, li Mêrdînê Mahmûdkî û Etmankî, li Midyadê Hevêrkî û Dekþûrî, li filan herêmê nizanim quzilqurt û muzilqurt, de ka bêjin bê emê çi xweliyê li serê xwe bikin û doza dewlet û mewletê bikin?

   Em Kurdên ku hîna karin jibo mirîþkekê hevdu bikujin û eþîra xwe di ser doza welatekî re bigrin, wê çawa dijmin me bikarneyne û serê me nexe nizanim çiyî me!? Ax ji derdê van Kurdan re axxxxx…..

Siûdîyan pisîk jî heram kirin

Ehmedê M.Ehmed-10/09/06-Riyad-Li Siûdî Erebistanê polîsên ku ji rêbaz û destûra dîn berpirsiyarin, firotin û kirîna kûçik û pisîkan qedexe kir. Li gora van polîsên mêjîgennî, xwedêgiravî „kûçik û pisîk nîþana bandora welatên Rojava (Ewrûpî)“ ye û heram e.

   Me ji Erebê bi navê Muhammed el Qerwane pirsî: Qurban, hûn vê biryara polîsan çawa dinirxînin? Ewî got, „heyran me herambûna kûçikan fêm kir, lê rebenên pisîkan çi kirine me fêm nekir hebîbî“ û dilê xwe bi pisîkan þewitand.

   Erê erê…Erebên ku ji xwarin, vexwarin û zinêkariyê pêve tiþtekî dî nakin û ha ha telêra zikê xwe mezin dikin, radibin rebenên pisîkên Xwedê heram dikin. Werek zikmezinno! Hema pisîk miþkan digrin û mirovan ji ziyana miþkan diparêzin, fêdeyekê didin insanan, baþe hûn bi kêrî çi tên werek? Hûn Erebên zikmezin çi fêdeyê dighînin insanetîyê ibnî?

Te çima berê nekir ewladim?

Polat Erdem-10/09/06-Izmîr-Serokê Partîya Keran Dogû Perinçekê ultraxwînheram di daxuyanîya xwe de da zanîn ku êdî hêdî hêdî lotikvanên partîya MHPê, generalên kevn û buroqratên dewletê ên bijare tevlî partîya wî dibin û wek wî gû dixwin.

   Perînçek di daxuyanîya xwe de ragihand ku “dewlet nikare Abdûllah Ocalan bikarbîne” û telaqên xwe avêtin ku “eger ew bibe serokwezîr, ewê hevaleki xwe ji bo hevditinê biþîne ba Ocalan, ewê hevalê wî qesîde û ayetekê ji Ocalan re bixwîne û ewê Ocalan di nava 3-4 deqîqeyan de vegere ser riya heqîyê û ji gunehên xwe bê þûþtin”.

   Yahewlelwela qiwetullahilezîm! Ê oxlim! Xiyar oxlî xiyar! Ma tu berî çend salan neçû Bekaa serdana wî? Tu çend rojan nebû mêvanê wî? Te çima wî çaxî di nava 3-4 deqîyeyan de ew neanî ser riya heqîyê ewladim? Ma heval Ocalan ê 3-4 deqîqeyane lîko?

Çînî dibe zimanê pêþerojê

Mêhdî Keleþ-09/09/06-London-Di koleja Mandarîn da Brînghtonê de dersên zimanê Çînî dibe mecbûrî û divê her þagirt Çînî bixwîne. Li gora daxuyanîya rayedarên kolejê, ev cara yekemîne ku zimanê Çînî li Brîtanyayê mecbûrî dibe. Sedema wê jî ev e ku Çîn her ku diçe dibe xwedîyê aborîyek mezin û bi nifûsa xwe ve jî welatê herî mezin e.

  Di koleja Mandarîn da Brînghtonê de hezar û dused xwendevan dixwînin û xuyaye ewê ji ingilîzan re bibin pisporên zimanê Çînî ên pêþerojê.

   Îcar heyran mesela me Kurmancan û kakacanan hat bîra me haa! Heyran maden hûn naxwazin zimanê Kurmancî li baþûr bê xwendin, barî Çînî bidin xwendin da ku hûn ji pêþketina aborîya Çînê bêpar nemînin kaka..Hinek ji îhaleyên OYAKê bidin Çînîyan bixêrtir û fêdetire allahwekîl...

Gelo Hekîm Sefkan li çi dinere?

Sosin Bermal-09/09/06-Almanya-CD a helbestvan Hekîm Sefkanê Omerî bi navê “Stranên Qedexe” derket bazarê û Sefkan di CD a xwe de 8 helbestên tirtire xwendine. Dibêjin di xwendina van helbestan de Sefkan geh kenyaye, geh giryaye, geh çûye wî alîyê studyoyê û geh jî hatiye vî alîyê studyoyê.

   Welhasilî kelam, CD a wî pîroz û bimbarek be, Xwedê bikim bi vê Cd a xwe bibe milyoner û ji minneta xelkê xelas bibe. Lê me fêmnekir bê Hekîm Sefkan çima di wêneyê xwe de li ezmanan dinere?

   Gelo dua baranê dike? Gelo stêrkan dihejmêre? Yan jî dibêje, “ya rebbî! Ez ketim bextê te û Þêx Ebdilqadirê Geylanî, bila ev CD a min baþ bê firotin?” Welhasil, em zanin ew bilasebeb li ezmanan nanere, lêêêê.......

Îro Gulpî, sibê jî Xwedê zane bê dora kê ye?

Þîndar Berwarî-08/09/06-Silêmanî- Dibêjin Serokê PÇDK Fayiq Gulpî ji alî kesên sivîl ve hatiye girtin yan jî revandin. Hinek çavkanî dibêjin ku ew jiber kujtina Kemalê Sor hatiye girtin, lê hinek çavkanî jî dibêjin, “na looo, bi telaq na ha! Ji sedî sed ew li ser daxwaza dewleta Tirk û OYAKê hatiye girtin babam” û gazindên xwe dikin.

   Welhasil, em hîna rastîya bûyerê baþ nizanin, helbet wê bêhn pêkeve û rastî derkeve meydanê. Helbet em bi hebûna nakokî û pirsgirêkên di navbera rêxistinên Kurd de dêþin, hêvî ew e ku êdî Kurd jî demokrasîya ku ji xelkê re dixwazin bikaribin di nava xwe de jî têxin jîyanê lê bêyî ku têkilî kar û barê hev û hundurîn bibin. Erê erê, kanîn ew roj! De kî li ser heqîyê be Xwedê alîkarê wî/wê be rebbî...

Nexweþîya bê derman, “narsîzm!”

Sofî Xelef-12/09/06-Ewrûpa-Li gora lêkolîna ku zanyarên Zanîngeha Kalîfornîya Drew Pînsky û Mark Young li ser 200 navdarên cîhanê çêkirine, kesên binavûdeng û naskirî kesên herî narsîst in.Ev kesên ku pengizîne derveyî civaka xwe û hinekî navdar bûne, xwe di ser civaka xwe re dibînin û civakê bi qirûþekî hesab nakin.

   Li gora kovara “Journal of Research in Personality” narsîstbûna van kesan ji karîyerîzm, ezezî, pozbilindî û xweecibandina wan tê. Gellek kesên ku di jîyana civakî de bi kêrî tiþtekî nayên û tu meharetek wan tuneye, gava hinekî binavûdeng dibin û dikevin çav xwe, êdî dibin dîktator û heval û derûdora xwe ji xwe re wek kole û xulam dibînin.

   Welhasil canim, serê me bi narsîzma xelkê naêþe. Lê pispor dibêjin ku narsîzma herî dijwar û xeter “narsîzma serok û ronakbîrên welatên bindest” e.

   Weyyyy! Bi namûsa Atatirko heger ev rast be Xwedê ji me Kurdan stend loo! Kuro hetanî bi þivan û gavanên me jî dibêjin “ ez û ne tukesî din”haaa! Îcar hûn dev ji serok û ronakbîrên me berdin babaaa...

“Ne federasyon û ne jî serxwebûn”, naxwe çi babam?

 

 Gurikî -11/09/06 Nisêbîn- Tekoþer û qehremanê binê zindana girava Imraliyê heval Ocalan, ji bo selameta miletê me ê tirk û welatê me Tirkiyê, bi rêya ebûkatên xwe ji serkêþên dewleta me re dîsa ew tiþtên xwe, bi haweyê ku hetanî kesên herî beredayî jî fêhm bikin gotin: “Sîstema federel a bakurê Iraqê, roj bi roj ber bi dewleteke netewî ve diçe. Heger wilo biçe, di rojên pêþ de wê li wan deran dewleteke pir bi hêz bê meydanê. Wê demê jî wê çi bibe? Wê ev bibe: Li miletê Tirkiyê miletekî din û li dewleta Tirkiyê jî dewleteke din zêde dibe. Û ew milet û dewlet wê ji bo berjewendîyên xwe li dijî tirkan û Tirkiyê þer bike. Ji bona vê ez dibêjim ku çareserîya herî baþ di avakirina sîstema demokratîk de ye…”

   Allahumesellî ela ahlî Nûrilhuda, hûn dibînin bê serok çiqasî ji Quranê dipeyive, ne! Bê çiqasî pêþiya miletê me ê tirk dibîne û li selameta me difikire. De destekê bidênêêêêê!…

De serî hilde keçko!

Gulnaza Torî-11/09/06-Fransa- Þahbanûya kevn a Îranê Farah Diba Pehlewîya ku li Waþîngton û Fransayê dijî, wê rojê ji çapemenîyê re hinek çîrok gotin û xwe li ba kir.

   Pehlewî xanim got, “ev Ahmedînejad bi kêrî pîvazekê nayê, hema li þikl û þemalê wî binerin hûnê zanibin bê çi zilame” û çend lotikên baþ li Ahmedînejad xist. Pehlewî xanima ku di rojnama Almanî “B.Z” de axivî got, “ma di dema me de Îran ev Îran bû? Bihuþt bû bihuþt!” û pesnê xwe û mêrê xwe da. Erê dinyayê...

   Dibêjin gava bazirgan li pataxê dikeve defterên xwe ên kevin vedike û hesabê xwe dike. Îcar ev jî Pehlewî xanim e..Ê de madem Ahmedînejad bi kêrî serîk pîvaz nayê, hema tu û kurê xwe rabin serî hildin xanimê! Hûn jî bibin du serî pîvaz haaaa...

Navê Talabanî jî li tiþtekî dikin!

 

 Roda Rodî -10/09/06 Teksaz- Emerîkiyan piþtî ku li eyaleta Tennessê navê Barzanî li kolanekê kirin, hin burokratên teksazî jî ji bo ku navê Celal Telebanî li cihekî xwe bikin dest bi tevgerê kirin.

   Îcar tiþtê ku min ji serokê þaredariya hin bajerokên Teksazê fêhm kir, wê hey navê Mam Celal li derekê bikin, lê hîn ne diyar e bê ka wê li çi û li ku bikin! Kurdên van deran bi kelecan û bi mereq li bendî wî cihî ne!

   Em wek xebatkarên Lotikxanê hêvî dikin ku ew cih, cihekî maqûl û bilind be. Û yan jî cih li kultura me biçe. De a bi xêr ji Xwedê!

Ji kîsî xwe çûn

Þemal Amedî-10/09/06-Waþîngton- Kevneserokkomarê Îranê Muhammed Xatemî bi zor û heft belan jibo du hefteyan vîza Amerîkayê stend, li ser piþta Teyrê Sîmir siwar bû û xwe li Waþîngtonê danî. Xatemî got û got û got hetanî hûn bêjin, bes! Carna xweþ kir, carna zirt kirin û carna jî rastî anîn zimên.

   Meselen got, “kuro jina min ji min berdayî be, ew kesên ku xwe diteqînin û dikujin derîyê bihuþtê venekirin lo, wan bi çavên serê xwe bihuþt nedît” û da zanîn ku bila kes bi xeyala çûna bihuþtê xwe nekuje. 

   Weleddddd, weleddddd! Naxwe ewqas Erebên ku xwe teqandin ji kîsî xwe çûn ne! Xwedê zane niha ew li ku ne..Li gora ku ewê nerin bihuþtê ji sedî sed wana berê xwe daye cehnemê..De rehma Xwedê ne li wan be rebbî.....

KNKê dest bi dabinkirina zimanê kurdî kir!

 

Rozê -09/09/06 Londra- KNKa ku li dijî asîmlasyonê bi hin civîn mivînan hin biryarên zimanxelasiyê stendibûn, ji Londrayê ji restoranga Kurdish Fod dest bi lotikên biryara xwe kir.

   Çend nîv geregerekên wan þevê din li restorangê bi kurdî xwarin xwestin, bi tirkî xwarin û bi tirkî jî ji kebabçî Hemê re gotin: ”Ji îro pê ve hûn ê bi kurdî tevbigerin.” Lê Kebabçî Hemê jî piþtî ku got “Keko ka pêþî hûn bi xwe û zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin”, gergerekan bi xwe nexweþ anîn û bi wehc gotin: “Xuya ye xelk di wan her þeþ xalên biryara me de çewt gihane”.

   De baþ e em xalan þirûve dikin. Þirûva xala yekê: Ji bilî ROJTVê, bila temamê televizyonan bi kurdî bilorînin. Xala duduyan: Jibilî sazî û maziyên me bila li her derê bi kurdî bê jiyandin, vejandin û viyandin! Xala sisêyan: Em û temamê hevalan ne tê de, her kes bila bi kurdî bitewirîne. Bi kurtî, xalên din jî wilo ne û hew”

El minafiqê mezin Binladî dîsa ziriya!

 Mihemmed Ehmed Evdella -09/09/06 Bêrûd- Þevê din televizyona El Cizîre cih da filîmekî ku Binladî û virqawî û zirqawiyên wî hemû pê re bûn. Serkêþê islama ereb, tirk û farisan Binladî, zorî dabû zirt û pirtan û digot: ”Þerê Mêhdî û Tecal nuh dest pê kiriye. Kujtina her emerîkî û ingilîzekî xêra herî mezin e; kî wan bikuje cihê wan Bihuþta Baqî ye…”

   Kuro El zinêkar, ma cihê wan bi tenê hew ”Bihuþta Baqî”ye? Ev hindik e. Bêje ku li wê bihuþtê mirov 24 seetan di ser de ye û herwiha ji mirov diçe, wey! Wilo bêje da mirîd gelek emerîkî û ingilîzan bikujin, ha! De belkî jî qullo gotiye, ez dereng bi televizyonê ve giham.

s© lotikxane 2006