Li dijî filmê „Bêrîvan“ê qedexeya polîsan

Navenda Çand û Hûnerê ya Sarya ya Bursayê xwest, belgefîlma “Destaneke Serhildanê: Bêrîvan”, bidin tema?ekirin, lê Midûryeta Polîsan a Bursayê bi hincetên “ji vir û wir” destûr neda û belgefîlm hat qedexekirin.

Navenda Çand û Hûnerê ya Sarya ya Bursayê xwest, belgefîlma “Destaneke Serhildanê: Bêrîvan”, bidin tema?ekirin, lê Midûryeta Polîsan a Bursayê bi hincetên “ji vir û wir” destûr neda û belgefîlm hat qedexekirin.
Belgefîlma ‘Destaneke Serhildanê: Bêrîvan’ ku çîroka Bêrîvan Cizîrî ya ku pê?engiya serhildana Newroza sala 1991’an a Cizîrê ku di dîroka kurdan de xwedî cihek taybet e, dike vedibêje û Aydin Orak derhêneriya wê dike, li Bursayê ji aliyê polîsan ve hat qedexekirin û nehi?tin bê pê?andan.


Navenda Çand û Hûnerê ya Sarya ya Bursayê xwest, belgefîlma “Destaneke Serhildanê: Bêrîvan”, bidin tema?ekirin, lê Midûryeta Polîsan a Bursayê bi hincetên “ji vir û wir” got; “Karê destûrî ya vê belgefîlmê neqediyaye û li tu derê nehatiye pê?andan”.
NÇHS’a Bursayê der barê qedexekirina belgefîlmê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û bal ki?and ser vê belgefîlma ji beriya niha li ?irnex, Mêrsîn, Stenbol, li welatên wekî Belçîka, Almanya, Swîsre, Awusturya, Fransa û li gelek cihên din hatiye pê?andan û helwesta Midûryeta Polîsan a Bursayê wekî helwestek ‘keyfî’ nirxand.
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Belgefîlm ji ber helwestek keyfî li Bursayê hat qedexekirin. Dema mijar dibe kurd û ti?tên têkildarê kurdan, bêtehemuliyek cidî heye. Em vê hewlesetê wekî polîtîkayek a zext û helandinê ya li dijî Navenda Çand û Hûnerê ya Saryayê ya li Bursayê dibînin.”

LI WELATEKÎ BÊEDALETÎ
Derhêner Aydin Orak jî got; “Ji bo pê?andana fîlmekî pêwîstî bi karên destûrî tune ye. Ger em ji bo pê?kê?kirina  berhemek hunerî destûr  bigirin an jî bidin, wê demê  ev yek nî?ana vê yekê ye ku em li welatek hov û bêtehemul dijîn.”

 BURSA

About The Author