Daxuyanîyek ji Komîta Şerê Taybet

Ev çar sal in me serokê xwe wek ronîya çavên xwe, di bin lihêf û doşekan de vedişart. Hinekan digot “serokê Demokratîk Lotikxane Partîsî cin e”, hinekan digot “na pîrebok e, nayê dîtin” û hinekan jî digot “na wele sererd û binerd e, wek mirêka erd û ezmên e”.  Lê generalê eşîreta Avestakurd Dilbixwîn Dara, wek Qomser Qolûmbo dabû dû serokê me û şopa wî digerand.

Piştî ku belqîtîyê Dilbixwîn serokê me di kuçe û kolanek teng de zeft kir û bi dek û dolabên Osmankî ew xist xefikê, bi tehdît û şantajan hevpeyvînek qerase pê da kirin û serî li malper û partîya me gerand. Xwedêhişto serokê ku me di bin lihêf û doşekan de vedişart û ji bo me ji xwarina goştê mirîşkan jî bi qîmettir bû, eşkere kir û tew wêneyê wî jî belav kir, ew kir armanc û hedefa sîxur û ajanên sererd û binerd.

Piştî weşandina hevpeyvînê bi çend seetan, serokê me yê sererd û binerd ji alî kesên çarçefkirî ve hat revandin û me şopa wî winda kir. Li gora ku hinek ji sîxurên me ji derdorê bihîstine, dibêjin xwedênehiştan serokê me revandine Somalî yan jî Kenyayê. Hinek jî dibêjin wê wî ji Kenyayê bibin girava “Granada” û wî li wir bikşînin îfadê. Li gora ku ajansa me ya îstîxbaratê “Lotikleaks” bi dest xistiye, dibêjin li girava Granadayê girtîxaneyek baybet ji bo serokê partîya me çêkirine û girtîxane ji alî pênc  hezar tîmên baybet ve tê paraztin.

Ji ber van sedemên jorîn û ji ber hêsîrketina serokê me, ji îro û pêve gotin û daxuyanîyên serokê me malper û partîya me girê nadin. Wê Demokratîk Lotikxane Partîsî ji îro û pêve ji alî “Komîta Şerê Taybet ” ve,  ji alî çawîş, başçawîş û generalên wek Pîrkemal, Sofî Xelef û Xaltîka Fatê ve bê birêvebirin.

Em revandina serokê xwe şermezar dikin û qûna dijminên Lotikxanê bi şîşek sor dax didin.

Heta daxuyanîyek din bimînin di nav lotik û zîtirkên germ û nerm de.

Bi navê Komîta Şerê Taybet

Sofî Xelef

About The Author