Jan 18, 2011

Hizbûllah, PKK û potansîyela Kurd

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 7

Serbestberdana serok û rêveberên Hizbûllahê nîqa?ek mezin da destpêkirin. Tirsa salên 92-93 bi pa?de vegeriya, tirsa destpêkirina kujtîyên faîlî mechûl dîsa ket rojevê û bêhna ?erê Hizbûllah û PKK ji van ?ik û gumanan fûriya, difûre.

Di salên 92-93an de jî heman kiryar hatin kirin. Potansîyela welatparêzî, potansîyela Kurdperwerîyê berfireh û xurt bû. Kesên ku ne Hizbûllah û PKKî bûn, kesên ku Kurdperwer bûn û dixwestin siyasetek ji derveyî van herdu hêzan bime?înin, di nava liv û tevgerekê de bûn. Û tam di vê demê de, ji nedîtî ?erê Hizbûllah û PKK dest pê kir. 17 hezar welatparêz û Kurdperwer hatin qetilkirin. Ji rew?enbîran bigrin heta bi bazirgan û siyasetmedarên ku karîbûn bibin kadir û rêveberîya doza  Kurd a pê?erojê bikin, ji holê hatin rakirin. Mi mahneya “alîkarîya PKK” bi hezaran kadir û kedkarên ku bi xwe ne PKKî bûn û ne jî Hizbûllahî bûn, hatin qetilkirin. Piranîya wan welatparêzan yan ji bingeha PDK-KUK ê bûn, yan ji bingeha hinek siyasetên din bûn, yan kesên ku ji PKK veqetiyabûn, yan kesên ku dilxwazên PKK bûn lê siyasetek netewî dime?andin, yan jî welatparêzên serbixwe û bê teref  bûn. Tenê li bajarekî piçûk mîna Nisêbînê 1500 welatparêz û kedkarên doza Kurd hatin qetilkirin. Lê balkê? e, di vî ?erê qirêj de tu kadir û rêveberên Hizbûllah yan PKK nehatin kujtin. Pi?tî qetilkirina 17 hezar welatparêzên faîlî meçhûl, ew potansîyela ku wê di pê?erojê de ji dewletê û hinek alîyan re bibûya serê? û asteng, ji holê hat rakirin, meydan dîsa ji PKK û dewletê re ma. Ji ber ku meydan vala bû û êdî hewceyî bi Hizbûllahê nema, operasyonên li dijî Hizbûllahê dest pê kirin û serokê wê Huseyîn Velîoglû li Stenbolê hat kujtin, kadirên wê hatin girtin. Pi?tî e?kerekirina JÎTEM û Ergenekonê, belge bi belge derket holê ku Hizbûllah ji alî dewleta kûr û Ergenekonê ve hatiye damezirandin û hinek rêveberên Ergenekonê ev ti?t qebûl kirin. Ango, ?erê Hizbûllah û PKK ji alî dewletê ve ?erekî bi ?êwr û mi?êwr bû, di vî warî de jî dewleta kûr bi ser ket û potansîyela Kurdperwer ji holê hat rakirin.

 Îro dîsa heman pirs û tirs di serê Kurdan de diçin û tên. Gelo dîsa heman lîztik tên lîztin?

Di serbestberdana rêveberên Hizbûllahê de 3 texmîn tên rojevê. Yek jê me li jor behsa wê kir, tunekirin û rakirina potansîyela Kurd û rêlibergirtina pê?ketina hestên Kurdewarî, tunekirina alternatîfên din.

Texmîna duyem: ?erê Hizbûllah û cemeeta Fethûllah Gulen. Prof. Yalçin Kuçuk – ku wek ?êwirmendek ji yê dewleta kûr û Ergenekonê tê qebûlkirin- berî bi çend rojan di civîna „Yekîtîya Ciwanên Tirkiyê“ de bal ki?and ser xurtbûna tevgera Fethûllah Gulen û got ku „tevgera Fethûllah Gulen li Mûsil û Amedê binê PKK dikole, wê lawaz û bêtaqat dike,  ev yek jî min pir aciz dike“.

Li gora îstatîstîkan, 2 hezar dibistan û di navbera 7-10 milyon jî endam û alîgirên tevgera Fethûllah Gulen hene. Hejmarek pir mezin û balkê? e. Tê zanîn ku be?ek mezin ji vê hejmarê li bakur û ba?ûrê Kurdistanê bi cîh bûne û çalak dixebitin. Heger ev îstatîstîk rast bin, ?ik û gumana ku Prof. Yalçin Kuçuk dike ne dûrî aqilan e û îhtîmalek piçûk be jî, belkî dewleta kûr bixwaze Hizbûllah û Fethûllahcîyan bera hev de da ku Fethûllahcî nebin alternatîfek xurt.

Texmîna sêyem jî ev e ku belkî hikûmeta AKP bixwaze Hizbûllahê di qada siyasî û sivîl de li himber KCK û BDP bi kar bîne da ku hêz û qiweta BDP bi?kîne, wê ji çap bixe û di hilbijartinên pê?erojê de ji vê îstîfade bike, deng û rayên BDP parçe bike.

Di her halûkarê de serbestberdana rêveberên Hizbûllahê ne normal e, dûrî aqilan e û di serê herkesî de ?ik û gumanan çêdike. Çima bi lez û bez, pi?tî 10 salan çima îro?   

Helbet di qada siyasî û demokratîk de mafê herkesî, mafê her dezgeh û partîyê heye ku siyasetek sivîl û demokratîk bime?îne. Ev maf mafê Hizbûllahê ye jî. Heger Hizbûllah wek berê dest navêje çek û dest bi kujtina Kurdan neke, ew jî wek herkesî xwedî maf e ku siyaseta sivîl bike û hetta têkeve meclîsê jî. Siyaseta sivîl û demokratîk mafekî rewa ye û bi ?ertê ku ?erê Kurdan neke, Hizbûllah jî xwedî maf e ku ji vê siyaseta sivîl îstîfade bike, dîtin û daxwazên xwe bîne zimên û mafê kesekî jî tune ku bi tehdît û zirt û gefan rê li ber wê bigre, bibe sedemê ?erê brakujî û kujtina Kurdan.

Dil dixwaze ku Kurd dîsa venegerin salên 92-93 û xwîna Kurdan dîsa bi destê Kurdan neyê rêtin. Dil dixwaze ku çi Hizbûllah dibe çi jî KCK dibe, neyên lîztikên dijminên milletê Kurd û nebin sedemê têkbirina destketinên ku îro Kurdan di qada siyasî û demokratîk de bi dest xistine.

Ez hêvîdarim wê ewrên re? û tarî yên salên 92-93 li ser Kurd û Kurdistanê negerin, xezeba dijminan li ser me nebarînin û kêfa xelkê li me neynin.

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

7 Comments Already

  1. Wele babam min ti gotinên rast di vê tehlîlê de nedîn.
    Nûrî dibêje: “?erê Hizbûllah û PKK ?erekî bi ?êwr û mi?êwr bû”… “Lê balkê? e, di vî ?erê qirêj de tu kadir û rêveberên Hizbûllah yan PKK nehatin kujtin”…. û gelek lotikên belevajî davêje.

    Nûrî beg: Piraniya kesên ku hatin kujtin milîs yan alîgirên PKK bûn. Lê Hizbilkontra lê nedinerî PKK ye yan na. Eger Kurdistanî ba ser didanî. Ji xwe ti hêza Hizbilkontra tinebû gerîlayên PKK bikuje, chi dikir sivîl dikujtin.

    Mirov destê xwe dideynê ser wijdana xwe û dinivîse Nûrî Beg. Tu PKK û Hizbilkontra dike yek mêzînê.

    Ya Rebî ya star ji derdê va bêbextiya.

    Ev yek ji wan kêm nivîsan e ku min layiqê Lotikxanê nedît abê.

  2. “Piranîya wan welatparêzan yan ji bingeha PDK-KUK ê bûn”.

    Birastî sherm e, cawa dibe bila bibe derew divê nebe. Serê Nurî Celik temam e an na ez nizanim, lê ez wê yekë bash dizanim kû welatparêzên kû li Kurdistana Bakur sheid ketin kî bûn, Ne PDK û ne jî KUK bûn ew hema bêje herdem PKKyî bûn. Nuri dibêje qey ew dikarê kesî bixapîne, lê ez nayim xapandin. Apê min kû ji alîyê Hizbullah hate revandin hema bêje heta bêvla xwe PKKyî bû û welatparêz bû.

  3. Hella hella kekê Nûrî ev çi mantiq û analîze?
    Bi telaq wek Mam Gunresh gotî me gotina rast tê de nedî, çi gotine: egîd bikuje lê heqê wî nexwe.

  4. Hella hella

  5. Wîîîî li min babo!!!!

    Bi sê telaqên jinberdanê min tistek ji vî fehm nekir!

  6. Kesên ku di wê demê de hatin qetilkirin Kurdên welatperwer bûn, ji hemi tevgeran hatin kujtin. Ji xwe kekê Nûrî jî înkar nake û dibêje “Piranîya wan welatparêzan yan ji bingeha PDK-KUK ê bûn, yan ji bingeha hinek siyasetên din bûn, yan kesên ku ji PKK veqetiyabûn, yan kesên ku dilxwazên PKK bûn lê siyasetek netewî dime?andin, yan jî welatparêzên serbixwe û bê teref bûn”. Nûrî Çelîk xwestiye bêje ku ji kîjan rêxistin yan dilxwazê kîjan partîyê dibin bela bibin, ji ber ku Kurdperwer bûn û ruhê Kurdayetîyê bi wan re xurt bû, hatin qetilkirin. Nûrî Çelîk nabêje ku dilxwaz û alîgirên PKK nehatine kujtin. Helbet dilxwazên PKK jî hatin qetilkirin. Nivîsek gelemperî ye. Texmînên xwe anîye zimên. Ne ?erm e û ne jî qebhet e. Belkî li hinek herêman dilxwazên PKK zêdetir hatibin qetilkirin. Belkî li hinek herêman kesên ji bingeha PDK-Kukê yan dilxwazên partîyên din zêdetir hatibin qetilkirin. Lê di encamê de her Kurdên welatperwer û Kurdperwer hatin qetilkirin. Wî ?erî darbeyek mezin li doza Kurd xist, bi destê kê dibe bela bibe, bi ?êwr û mi?êwr dibe yan nabe, tenê Kurdan jê zirar dît. Hêvîdarim carek din Kurd raserî ?erekî wilo neyên.

  7. Spas jibo ?iroveyên we hêjayan……Birêzan, wek Lotikxanê jî aniye ser zimên, min dîtin û ramanê xwe aniye ser zimên. Lê wa xuyaye xwendevana merama min ?a? fahm kirine, ji ber min pir vekirî gotiye ku;” ji bingeha PDK-KUK yan jî, ji rêxistinê din yên welatparêz tên” Yanî kevne PDK-KUK yan jî kevne Kawa, DDKD, Rizgarî, Alarizgarî û yen din in. Min xwest bejim ku Hizbûllahê ti ferq nexist nav welatparêzên Kurd. Tev dan ber Tapanê…..Bi hêviya rojên Azad û A?îtiyane…..

Comments are Closed.

%d bloggers like this: