P. Kemal
KUK çî yên xwelîliser tenê man
Devliken Kelogirî
Nêçîra Masîyan!
B. Ronahî
EZ HESPÊ XWE LI KÎDERÊ GIRÊDIM
L. Şêxo
Betato û şeytan
A. Dûran
DEMA ÇANDINÎYÊ
B. Qendilê
Newroz çiye ? Newroz kî ye ?
R. Kal
PÎÎÎ EV APO NE JI ME YE !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Bi „fîftî fîftî“ ne bûn şêx û ne bûn miftî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Çepîtî kir tirr, tew îcar dev jê berdide


Miradê Torî

Jina serokkomarê Fransa Carla Brûnî, ragihand ku wê dev ji çepîtîyê berdaye û êdî xizmetê ji çepîtîyê re nake. Çima ku xwedêgiravî kesên çepgir helwestek neyînî li himber derhêner Roman Polanskî girtine, Carla Brûnî xanim aciz bûye û çepîtî li ber çavê wê re? bûye.

Derhêner Roman Polanskî li Taylandê tecawizî zarokan kiribû û ji be vê zinêkarîya xwe jî li Amerîkayê hatibû mehkûmkirin. Îcar xanima germik û nermik Carla Brûnî, çima ku çepgiran pi?tgirî nedaye tecawizên Roman Polanskî, jinik xeyidî ye, çepîtî li ber çavê wê bûye wek tenîya binê bero?ê û dev ji çepîtîyê berdaye.

De werin vê ecêba kesanedî lo!

Ma law çepgir mecbûrin pi?tgirîyê bidin zinêkarîyê xanimê?

Bela Roman Polanskî bazneda ser zarokên Taylandê, ma çepgir û sosyalîstan jê re gotibû here bazde ser zarokan keçko!
Axir, xanima germik û nermik dev ji çepîtî û sosyalîstîyê berda gelî xwendevanan.

Ji xwe Gorbatçov nîhabû kefenê 101 bavê sosyalîzm û çepîtîyê, Carla Brûnî mabû wa wê jî dev ji çepîtî û sosyalîzmê berda.

Wey weleeeeddd li halê çep û sosyalîstan!

Fransa

Yek şirove heye - “Çepîtî kir tirr, tew îcar dev jê berdide”

  1. yên li Tirkiyê jî miztin nav sosyalizm û çeptîyê Kemalist û rêxistina ba?qanê meyê bin erd û ser erd bû bi qebra seyda, vê nermikê jî dev jê berda waweylêê

Şirove bike

*