Kevnestêrka porno û seksê Jordan Carver, form û bedewîya xwe bi yoga diparêze. Piştî ku xanimê dev ji lotikên seksê berda (heke rast be ha) niha jî bi mezinbûna memikên xwe bûye stêrk û wek „Stêrka memikan“ meşhûr bûye.
Jordan Carver xanim bi taybet ji Lotikxanê re got ku „Piştî min dev ji seksa garankî berda, bedena min sisto misto bûbû. Ji bo ez bedewîya xwe û bedena xwe bînim ser sêhra berê, min dest bi lotikên yoga kir. Niha di şûna seksê û kê kir kê de ez her roj çend seetan yoga dikim û xwe ji gunehên xwe dadiweşînim. Bi yoga hem bedena min li hev tê, hem xwîna min wek çemê Dîcle û Feratê zûtir digere û hem jî mejîyê min wek motorê tûrbo baştir dixebite“ filan û xeftan.
Jordan xanim a germik û nermik, yoga û sporê pêşniyazî xwendevanên Demokratîk Lotikxane Partîsî dike û dibêje: „Bê seks bimînin, lê bê yoga û spor nemînin.“
Aha ji we re çend teknîkên yoga yê
Florîda
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin