Yek û yek

Sosin Bermal

Serokkomarê Tirkîyê Erdogan li hemberî dewleta Alman penaberên Sûrîyê wek qoz bi kar dianî. Li ser pişta penaberên Sûrîyê bi milyaran Euro ji dewleta Alman stend. Her ku lê teng dibû, derî vedikir û penaber dişandin Almanya da ku çavê dewleta Alman bitirsîne û bide bin dûvê wan. Lê xuyaye dewleta Alman jî li dû heyfê bû, li dijî Erdogan û Tirkîyê wan jî qozê Ermenîyan bi kar anî û bi mîrkutan rabûn ser serê wî

Belê, parlamentoya Almanya qirkirina Ermenîyan wek jenosîd qebûl kir û mîrkutek li nav serê dewleta Tirk û Erdogan xist. Bi vî awayî Almanan heyfa xwe ji Erdogan û Tirkan hilanîn û ew tir ji wan re nehiştin. Bi qebûlkirina jenosîda Ermenîyan Almanya dupat kir ku Tirk qewmekî hov, zalim û nanê wan li ser kaba wan e wesselam..

Ê de ya bi xêr û aqûbet li serê Kurdan be rebbî…

Xwezî bi wê roja ku Almanya jenosîda Kurdan jî qebûl bike û çewalekî din jî têxe serê Tirkan û hûn sax…

Berlîn

erdo merkel Kopie

About The Author