Aha doktor ev doktor e haaaa…

MIradê Torî

Ez bawerim tu doktorê diranan wek Dr. Jacobus van Nierop jêhatî û hoste tunene. Mêro doktorekî ewqas hoste û diserxwere ye ku nayê gotin. Tu doktor nikarin lingên xwe li lingên wî xin, ewqasî ku doktorekî baş û hoste ye.

Axir..

Dr. Jacobus van Nierop, bi xwe Hollandî ye, doktorê diranan e, lê li Fransayê doktorî kiriye. Di karê doktorîya diranan de ewqasî jêhatî û hoste ye ku, heşt sal cezayê hepsê û 10.500 euro jî cezayê peran jê re hatiye.

Çima hûn zanin?

Dr.Jacobus van Nierop, li şûna diranên kurmî û xerabe, diranên xelkê yên saxlem rakiriye, çena wan şikandiye û goştê diranên wan jihevde xistiye.

Dr. Jacobus van Nierop, ku li Fransayê wek „Dirankêşê cinawir“ tê naskirin, li şûna diranên kurmî û xerabe, zêdeyî sed diranên mişterîyên xwe yên saxlem û hestep rakiriye, di dema kişandina diranên saxlem de çena wan şikandiye û goştê diranên wan brîndar kiriye. Piştî gilî û gazindên mişterîyan, doktorê jêhatî reviyaye Kanadayê û li wir hatiye girtin û paşde şandine Fransayê. Dadgeha Fransayê jî 8 sal cezê hepsê û 10.500 euro cezayê peran lê birîye.

Îcar qurban, her doktor ne doktor e û her mişterî jî ne ker û bergîl e. Doktor hene li şûna diranên saxlem diranên kurmî radikin, doktor jî hene (wek Jacobus van Nierop ) li şûna diranên kurmî diranên saxlem radikin.

Îcar hûn û qismetê xwe qurban..

Heke hûn li doktorekî hoste û baş rast hatin, xwedê da we.

Na ku hûn li yekî wek Dr. Jacobus van Nierop rast hatin, kera nîha kefenê 101 bavê diranên we û hûn sax…

Parîs

About The Author