BIJÎŞKÊ QUZÊ BÊPIRÇ E!

Dewleta dagirker ji bo gelheya/nifûsa Kurdan zêde nebe, ji bo pêşgirîya avistîyê jinên gund muayene (saxtî) dikir. Jinik yeko yeko diketin odê muayene dibûn.

rewi

Navê Zelxo hat xwendin.

Zelxo zivirî ser Xano jê re got: “ Keçê ez Tirkî nizanim, tu jî bi min re were hela bijîşk çi dibêje.”

Zelxo û Xano bi hev re ketin hundir werhasil.

Bijîşk sedyeyê nîşan dide û dibê: “ Derkeve ser û derpê xwe daxe jêr.”

Zelxo bi wergêrîya Xano, şermoke derpê xwe dadixe jêr. Bijîşk wexta zivirî ku muayene bike, çi bibîne? Tişteke ecêb, quzeke di nav pirçê de windayî û dirêjîya mûyê (rûvên) wê nêzî bîst santêm e.

Bijîşk hêrs dibe: “ Ev çi rezalet e, ma jiletek tunebû, tu çima xwe paqij nakî? “

Zelxo fêm nake bijîşk çima hêrs dibe, şaş û metel maye.

Xano hima li pîya derpê xwe dadixe jêr, destê xwe li quzê xwe dixe û dibê: “ Doktor mêze ê min çiqas paqij û bedew e.”

Bijîşk bi hêrs wan ji odê derdixe der.

Zelxo dibê: “Keçê ev bijîşk qey bijîşkê quzên bêpirç e? Çima li min mêze nekir? ”

Xano got: “Keçê te jî bi jiletekê pirça quzê xwe paqij bikira ku bijîşk hêrs neba.”

Zelxo: “ Hew çi ji wî re, mêrê min ji quzê min ê bi pirç hez dike lêlê…”

Wisa xuyaye hezkirina me pere nake, wê her tişt bi destûra dagirker be wesselam…

About The Author