Kevîn Kurdson
Keça Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad, li cîhanê serê Kurdan bilind kir û ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek Balyoza Niyazpakîyê hat diyarkirin.
Nadiya yek ji keçên Kurd ên Êzdî ye ku karîbû ligel gelek malbatên din ji destê çekdarên DAIŞê xwe rizgar bikin û azad bibin.
Nadiya, yekem kesayatîya Kurd e ku wek Balyoza Niyazpakîyê ya NY tê destnîşankirin. Û ev jî lotikek pîroz û bimbarek e, serbilindîya Kurdan e. Û herweha ev lotika pîroz, darbeyek jehrîn e ku di dil û cegerên dolheramên DAÎŞê de hat çikandin û tolhildanek taybet e jî.
Beriya niha jî Herêma Kurdistanê pûlek postê ya taybet bi wêneyên Nadiya çap kiribû.
Ê de li ser xêrê be rebbî!
De ma xwedê û qiweta Kurd û dostên wan, hêvîdarim rojek bê wê temamê Kurdên Êzîdî ji destê wan dolheram û zinêkarên DAÎŞê rizgar bibin û ahê Kurdên Êzîdî ji wan re nemîne.
Amerîka
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin