Bavê Ronahî

Ez jî têm

 

Lezgîn Þêxo

Kerê Melê

 

Î.Xelîl Sirûcî

Pirsgirêka zimên li Kurdistan

Hemo Rûto

Nasnama jor û jêr

Lokman Polat

Çîrokên Kedkarê Pirtûkên Kurdî

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Ey Millet!

Aso Elîka

Arû

 

 

M.Elî Kut

Þivan ozanê gelê Kurd e

 

                                             

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Qado Þêrîn

 Bi lêv û serê memikan jî helbest têne nivîsandin.

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Ronakbîrekanên soran,  konferansa kurmancî têk dibin!

 

Sara Omerî -08/09/06 Hewlêr- Wek tê zanîn, li Hewlêrê çend rojeke ku li ser kurdologiyê konferanseke navdewletî li dar ketiye. Digel ku gelek lingivîst û kurdologên wek Coisê di nav dinyayê de naskirî beþdarî vê konferansê bûne jî, ronakbîr, mamosta û alimên zanîngehên baþûrê Kurdistanê ên sorana hema hema qed nehatine konferansê.

   Di vir de pir heþkereye ku heger serkêþaya konferansê  Enstîtuya Kurdî a Parîsê nekiribaya û mohra kordologiya bi kurmancî li konferansê neketibaya, ji sedî sed wê ronakbîr û alimên soranekanan bihatana konferansê. Panelîstên konferansê ji guhdaran pirtir in!

Ev kêm mabû

Ho Reng-08/09/06-Fîlîpîn-Ev kêm mabû wa ev jî pêk hat. Dibêjin wê ji îro û pêde hersal þert û pêþbirka travestîyên (ji doxînê û bi jêr de zilam û wekî din jin in) bedew bê lidarxistin û wê travestîyê herî bedew bê hilbijartin. Travestîyên Fîlîpînî ji niha de dest bi haziriya xwe dikin û travestîyê ku wê Fîlîpînê temsîl bike hildibijêrin.

   Ya rebbî tu me ji travestî, qûnde û mûndeyên serê xwe xwarî bistirîne..Em hîna nizanim bê ka di nava Kurdan de travestî hene yan na, lê hebin jî em bawerin rebenan ji tirsan re wê newêribin bêjin “kippp” û derkevin bazara berdîberdanê.

   Gerçî ku travestîyên me jî derkevin wê wek bayê xezebê derkevin haaaa... Allahwekîl wê travestîyên Kurd tirê ji travestîyên Tirk, Ereb û Eceman berdin, weh!

"Pirsa seksa îro!"

 Xana Dêrikî -07/09/06 Stockholm- Rojnameya swêdî Aftonbiladetê ji xwendevanên xwe pirsa seksa îro, yanî a vê roja pêncþemê ha, kiriye û dibêje: ”Mirov îro sekseke çawa bike xweþ e?

   Yek, bêyî ku mirov xwe tazî bike û xwe di hev werke, hi? Dudu, mirov bi hev re seksî bipeyive, ha? Sisê, mirov ê hevdu bifirkîne çawa ye gelo? Çar, mirov mîna kewan bide ber hev û hevdu lê sor bike, wê nexweþtir be gelo? Pênc, heyran a pêncan bi kêrî me misilmanan nayê û hewcenake ji xwe ez ji we re bibêjim, pirseke wek zilindêr e. Neyse.

   De xortino, keçino, xuþkino, birano, ji kerema xwe re van pirsên rojnameya Aftonbiladetê bibersivînin da em jî di lingê lingdan de bersivên we ragihînin.

Tanga û manga

Rojda Aydin-07/09/06-Stenbol- Sîbel Cana spehî, bedew û hinekî qamkinik dixwaze 500 cil û bergên xwe derxîne mezatê, bifroþe û pereyên ku bên wek alîkarî bide Sazîya Perwerdekarîya Tirkiyê. Can xanim bi vî awayî dixwaze ku zarokên Tirk bixwînin û wek qewmê xwe zircahil nemînin.

   Lê tiþtê ecêb eve ku Sîbelê naxwaze tangayê xwe bifroþe. Wek tê zanîn berî demekê ew bi tangayê li ser behrê hatibû girtin û kelefên wê derketibûn meydanê. Ê tabî canim, ma wê rebena Sîbel Can çawa karibe bê tanga derkeve nava xelkê?

   Ma go tanga li xwe neke wê çawa kelefên wê derkevin meydanê û xelk lê binere, wey! Xelk ne aþiqê bejn û bala wê ye bavo. Xelk aþiqê sing û ber, kelef û çîmên wê ên dagirtî ye..De neyse canim, tanga-manga lê pîroz be, çawa be emê jî bi xêra tangayê li kelefên wê binerin û ax û oxekê bikþînin....

Hulyakê jî da lotikan

Bêrîvan Al-07/09/06-Tirkiye-Hulya Avþara ku kes nizane bê hetanî niha çend zilam bera ser xwe dane, radibe bi nameyekê piþtgirîya dayikên þehîdên Tirk (terorîstên Tirk) dike û porê xwe bi ser xwe de kur dike. Hulya Avþarka ku bi xwe jî melez e (doþirme ye, bavê wê Kurd û diya wê Tirk e), her çiqasî car caran xwe wek Kurd dihesibîne û di hinek bernameyên xwe de bang li Ciwan Haco dike jî, lê di rastiyê de ji Tirkên doþirme xirabtir bûye, çirandiye û çirvirandiye.

   Avþarkê di nameya xwe de bi her awayî xwedî li eskerên terorîst derdikeve, lê yek gotinek tenê jî behsa þehîdên Kurd nake.

   De welhasil canim, em ne bi xêra dua û nameyên kesên wek Hulya Avþarkê ne, wey! Ê heqê wê porkurê jî heye haaa. Ma ku rebenê van tiþtan nebêje wê çawa karibe her serê mehekê qiraseyekî têxe nav livîna xwe û lotikan bavêje!

Bûþ direpîne farisên bêbav!

 

Roda Rodî -06/09/06 -Wahshînton- Piþtî çûna Kofî Annayê devþûnik a Îranê, ji gotinên Bush heþkere bû ku melayên zinêkar tiþtek bi dest Kofî tiro ve bernedane û bi ser de jî erza wî þikenandine. (Kofî neyarê kurd e) Bushê dijminê riknê zirqawî û virqawiyan got ku rejîma Îranê û terorîstên wê ji zirqawî û virqawiyan jî talûketir e! Û Ahmedînejad qulo jî tîran e! 

   Îcar li gora siyasetgerên Lotikxanê gotinên Bush ên bi wî haweyî, tên wateya þer; û di wextekî nêzîk de wê li melayên zinêkar biqelibîne. Bush berî ku bide bin Seddam, ji wî re jî wilo gotibû! De gidî, de de de…

Jinên Danîmarkî

Gulnaz Çîmen-06/09/06-Kopenhagen- Li gora lêkolînekê ji sedî 52ên jinên Danîmarkî zinêkar derketine û îxanet li mêrên xwe kirine. Lêkolîn bi jinên di navbera 15-35 salî re hatiye kirin û 5 hezar jin beþdarî lêkolînê bûne.

  Li gora lêkolînê; ji sedî 12ên jinan gotiye, „em bi alavên seksê îdara xwe dikin“, ji sedî 53ên jinan gotiye, „penîsê mêrê me biçûk bû jiber wê me zinêkarî kiriye, em pê têr nedibûn“, ji sedî 47ên jinan gotiye, „gava em çav li jinan dikevin þehweta me a seksê bilindtir dibe“, û gellek bersivên din..Encamên lêkolînê di kovara Woman hejmara 82an de hatiye weþandin..

   Îcar heyran, heçê ku bixwaze zinêkarîyê bike, ji jin yan mêrê xwe ne razî be, bila berê xwe bide Danîmarkayê..Danîmarka bûye wek dara mirada û kesekî destvala venagerîne allahwekîl..De hûn zanin..

Jina xwe kujt û kir sarincê

Qemer Çelebî-06/09/06-Izmîr- Þakir Er ê Tirk jiber sûcekî tê girtin. Tu nabê ewî jina xwe kujtiye, xistiye sarincê û veþartiye lê haya kesî jê nebûye. Þakiro bawer dike ku polîsan jiber kujtina jina wî ew girtine, hema di qereqolê de diqîre û dibêje, „min kujtttttt, min kujttt, bi telaq min jina xwe kujt!“ û polîsan bi xwe dihesîne. Piþtre pê dihese ku haya polîsan ji kujtina jina wî tuneye lê êdî hasil digihê Mûsilê û mala xwe bi destê xwe xira dike.

  De îcar li Tirkan û emelê wan binerin..

Rebena jina xwe Alev Er a 36 salî bi kabloya ceryanê dixeniqîne, wê dixe sarincê û têde vediþêre..Xwedêgiravî ew ji zinêkarîya jina xwe ketiye þikê û ew jinika xweþik kujtiye.

  Ê ewladim te çima kujt? Te telaqên wê xistiba destên wê û te ew berdaba, ma ne çêtir bû yawrûm! Belkî hema peppûkê biba qismetê Kurdekî li xwe heyirî cîgerim….

Tirreko bi Tirkbûna xwe serbilind e

Bêrîvan Al-05/09/06-Tirkiye-Fûtbolcîyê Brezîlî Marco Aurelîoyê ku berî demakê bûbû hemwelatiyê Tirkiyê û navê xwe kiriye Mehmet Aurelîo ji çapemenîyê re dibêje, “ez bi Tirkbûna xwe serbilind û bextewar im” û pesnê qewmê qantir û asenayê dide.

   Ê oxlim! Heger tu ji wan ne xwînheramtir bûya te xwe dikir Tirk? Her çiqasî tu jî yek ji wan melezên Brezîlî be jî, lê divê hinekî þexsiyet bi insan re hebe kurê min! Tu bibûya hemwelatiyê eþîrên Zûlû û Lûlûyên Afrîkî ji hemwelatîya Tirkan ne çêtirbû kundiro!

Bû qurbana maçekê

Þemal Amedî-05/09/06-Holyywood-Aktrîsta xweþik û xwînþekirî Jessîca Alba di dema kiþandina flîmê bi navê “Good Luck Chuk” de diranekî xwe li ser maçekê kir û ma 31diranên wê. Li gora senaryoya flîm, gerek Jessîca Alba sereklîztikvan Dane Cook bi awayekî pir xurt û seksî maçî bikira. Lê tam di wê kela kela germa maçîkirinê de lingê rebenê Dane diþemite û çena wî li diranên Jessîca xanimê dikeve. Diranekî wê dibê “çiringggg” û sê metroyan ji devê wê dipengize dera han. Îcar niha tenê 31 diran di devê Jessîca Alba de mane û dibêjin libek nok xistiye þûna diranê xwe û wilo xwarinê dixwe.

   Weled, weledddd...Ev maç û ramûsan çi tînin serê insanan..Ya rebbî tu me ji van maçên germ bistirînî rebbî..Em Kurd agirê Xwedê ne, allahwekîl ê xelkê diranekî li ser maçekê dikin ê me emê tam 32 diranên xwe jî bikin bi qurbana maçek Jessîca Albayê looooo...

Gustîlk têr nakin Canan xanim, xwe jî li ser ke!

Ahmed Beyan-05/09/06-Ankara-Wekîla partîya CHP a bajarê Izmîrê Canan Aritman xwe avêt bext û namûsa Serekerkanê Artêþa Tirko Yaþar Kuçukanit, jê lava kir û got, “paþam, ez di bext û namûsa te de me (heger namûs hebe), koka PKK û terorîstên Kurd biqelîne. Ne tu bî ev serokên partiyan nikarin tu gûyekî bixwin, bi kêrî pênc qirûþan nayên, hemi ên xwarin û bertîlê ne. Heger lazim be aha, emê gustîlkên destê xwe jî wek alîkarî bidin artêþê” û porê xwe hilkir.

   Ê hey gewendeya heram! Ka berê koka xwe biqelîne û piþtre dest bi qelandina koka Kurdan bike doþirme xanim! Gustîlk û gerdenîyên te, bazin û kemberên te têra qelandina koka Kurdan nakin kizim! Xwe jî li ser ke, xwe jî! Hetta derpî û binkirasê xwe jî bide Yaþar Buyukanit, ma Yaþarko bi gustîlkekê qîma xwe tîne muhterem dewþîrîlmîþ Tirk kadinî!?

Tirkên xwînheram dîsa êrîþ kirin

Rojda Aydin-08/09/06-Stenbol- Êrîþên li ser karkerên Kurd berdewam dikin. Karkerên ku jibo debara jîyana xwe tên bajarên Tirk û Virqan raserî êrîþên Tirkên xwînheram tên û lêdanê dixwin, tên kujtin û þerpeze dibin. Piþtî bûyera bajarê Konyayê, niha jî li bajarê Akyazîya Sakaryayê 1500 bêjîyên Atatirkê Selanîkî êrîþî karkerên Kurd kirin û xwestin bi xavî goþtê wan bixwin. Ê ji xwe kûçik goþtê kûçik naxwin, polîsên wan jî alîkarîya cewrên xwe kirin û çar Kurdên Amedî girtin û birin qereqolê. 

   Welhasil, ev bûyerên bi vî awayî bûyerên xêrê ne.. Hetanî ku Kurd ji alî Tirkan ve neyên lînçkirin, kujtin û þerpezekirin, wê aqilê wan neyê serê wan, Tirkên bêbav nasnekin, ewê ji dû wan veneqetin û bi çîrokên bratîya sexte her di xewa giran de bimînin. Kuro ma kesî dîtiye ku gur û mîh bûne brayên hev? Ma kesî dîtiye ku yekî bi namûs û yekî bênamûs bûne brayên hev? Ma Tirkên bêjî û Kurdên Arî karin bibin brayên hev canim cîgerim? Naaaaaaaaaaa!

 Xirtûmekê bidin van Erebên sunnî jî heyran!

Þêrzad Zebarî-08/09/06-Hewlêr-Di parlamentoya Iraqê de nîþaqên li ser federalîzma Iraqê xurt bûn. Erebên þîa dixwazin wek Kurdan bibin xwedî federasyon û li baþûrê Iraqê federasyona xwe lidarxin. Lê Erebên sunnî li dij federasyona Kurd û þîayan derdikevin û dibêjin, “erê lo, ê me li herêma me ne petrol heye, ne av heye û ne jî jehr û ziqûmek heye. Ê we hûn xwedî petrol in, ma em vê qebûl dikin xeyo” û li dij federasyonê derdikevin.Tewwww...

   Heyran bi telaq çi fitne û fesadî derkevin ji bin serê van Erebên sunnî derdikevin haaa..Ez ji dêvla Kurd û Erebên þîa bim, ezê xirtûmekê ji Kerkûk û Basrayê bikþînim herêma Erebên sunnî û bila carê ew devê xwe têxin xirtûmê û petrojê ji wê xirtûmê bikþînin. De haydê de, xirtûmekê bidin Erebên sunnî jibo li dij federasyonê dernekevin kaka...Ji xwe Ereb bêyî xirtûmê debar nakin, yan dixin devê xwe û yan dixin ciyekî din..

Pêþniyarek ji midîrê Lotikxanê

 

Gulnaza Torî -07/09/06 Fransa-Midîrê Lotikxanê birêz Lotikxan, xwest ku em vê pêþniyara cenabê wî a di derbarê rengdêra li ber navê Þivan Perwer ragihînin raya giþtî.

   Li gora kekê me Lotikxan, Þivan hozanê kurd ê herî mezin e û gelek kesên bi navê Hozan Esker Dengîn, Hozan Çawîþ Xemxwîn, Hozan Xanim Xelat, Hozan Milîtan Hesê, Hozan Belengaz Hemê û gelekên din derketine mazatê û têgeha ”hozan” lewitandine. Êdî nabe ku yekî wek pîrê þoreþa kurdî Þivan, bi rengdêra ”Hozan” bê qanê.

   Îcar em wek Lotikxane nema ji te re dibêjin ”Hozan” û xwe ji me nexeyidîne. Lê wileh tu zû didî lotikan. Ji bîra neke, tev li midîrê me, em hemû ji te hez dikin, cephê me û te yek e. Îcar birawo, hînî ku hin jî divê te rexne bikin bibe. Çawa ku tu karî bibêjî ”kurd ji ber PKKa îro fedî dikin”, bihêle ku ”bîr PKKlî heval jî ji te re bizîqîne û bifîkîne, waweylê!

 

“ROJ TV” tu buyî saziyeke asîmlasyonê!

 

Girdoyê Stilîlî- 07/09/06 Stilîlê- Ne heqê tu kesî û tu sazî û rêxistinê ye ku navê gund û bajarokên kurdan bi tirkî bîne zimên. Ne heqê televizyona ROJê ye ku navê gundên me bi tirk dibêje. Omeriyek nizane bê “Doganlikoyu” çi quzelqurt e, lê dizane bê gundê Talatê li ku ye! Qoserî ji gundê Himrankê re nabêjin “Tarlabaþi” û ji Heramiyê re jî “Tepecîk”.

   Lêbelê ROJTV dibêje. Erê tu bi kîjan heq û hiqûqî û cesaretê gundên ku bi sed salan bav û kalan bi kurdî bi bîr anîbûn serguherî tirkiyê dikî? Di deng û behsên xwe ên tirkî de tu navê wan bi tirkî dibêje, bêje, lê tu di ên bi kurdî de çima bi tirkî dibêjî? Ma ne kêfa we ji demokrasiyê re dihat wey(!) Îcar fîftî fiftî bikin, weh! Hinek ûjdan, ev welat û ev ziman ê me hemiyan e!

Ismetê me bû lotikvanê dinyayê

Tacdîn Baran-06/09/06-Almanya-Ismet Bozanê me, xortê Êzîdî, Kurdê pozberan di spora Thaî Boksa navnetewî de cara duyemîn bû mîr û þampiyonê dinyayê.

  Ismet Bozan vê carê di bin ala Kurdistanê de beþdarî galaya Thaî Boksê bû û serê me Kurdan li dinyayê bilind kir. Ismet Bozan û Kemal Tutkun xelatên herî mezin bidestxistin û bi pêhn, lotik, cotik, serî û kulman zora dijberên xwe birin û tir ji wan berdan.   

   Wey hûn her bijîn xortên Êzîdî.....Heger xêr hebe wê di Kurdên Êzîdî de hebe allahwekîl..Em li bendî Kurdên misilman bimînin wê mala me here mîratê û hew, yan wê bi navê bratîya îslamê bidin dû Tirkan, yan dû Ereban û yan jî Farisan...De hema kî xizmeta millet û welatê xwe bike bila Yezdanê pak miradê wan bike û hûn sax.....

(Di lînka jêrîn de zêdetir li wêneyên vî mêrxasê Kurd binerin.)

http://www.kurd4all.nl/d-307.kjsu

Koordînasyona DETê jî çêbûye, waxx!

Ahmed Beyan-06 /09/06-Ankara-Li ser bext û namûsa ANF be, dibêjin wê “Koordînasyona Demokratîk Ekolojîk Toplum”ê (Koordînasyona Civaka Demokratîka Ekolojîk û nizanim çi quzilqurt) di heftê (7) ê Îlonê de li Ankarayê bicive û di çarçova kampanya perwerdeya zimanê Kurmancî de pirsgirêk û pêþniyazên xwe raxin ser masê.  Halla hallaaaa! Babam, dev ji kampanya û mampanyayên virt û vala berdin! Hûn xwe dixapînin barî xelkê nexapînin yahoo! Hûn zanin bê çareserî û kampanya rasteqîn a zimanê Kurmancî çiye sayin ekolojîk-mekolojîk toplumcu hevaller? Çareserî û kampanya herî mezin û bi xêr ev e:

   1-) Mejîyê xwe ji serê xwe derxin, di beroþekê de qenc bikelînin, bila ew damar û malzarên (hucreyên) Tirk û Tirkitîyê bimrin, mejîyê xwe helal bikin da ku hûn karibin bi mejîyekî Kurdewarî bifikirin. 2) Xirtûmekê têxin damarên xwîna xwe, xwîna di gewdeyê xwe de birjînin derve û werin em bi xêra xwe çend kîlo xwîna Karkerên Lotikxanê bidin we, hem jî belaþ!..Aha wî çaxî pirsgirêkên kampanya û zimanê Kurmancî namînin bavê min....Pirsgirêk ne di kampanya de ye, pirsgirêka herî mezin di dil û mejîyê we de ye cîgerlerîm......

Serlêdan destpêdikin lê Kurdî dîsa Soranî ye

Leyla Bamernî-06/09/06-Hewlêr-Belê, Wezareta Perwerdeya Bilind biryar girtiye ku xwendekarên Kurd ên li derveyî Kurdistana azad bigre Zanîngehên Kurdistanê. Qeydkirin wê di navbera 5-30ê vê mehê de (Îlonê) de destpêbikin. Dibêjin wê ji Tirkiye, Sûriye û Îranê xwendevan bên stendin, lê li gora tê gotin kontenjana Kurdên bakur ji 200î daketiye 40 î û xuyaye ev jî zêdeyî serê Kurdên bakur e!   

   Dibêjin belgeyên pêwist ên jibo serlêdanê ev in: Eslê dîplomaya lîseyê, þeþ (6) sûret, kopîya pasaport yan jî nasnamê. Dibêjin wê xwendevan salekê pêþhazirîya perwerdeya Kurdî (Soranî) û Ingilîzî bixwînin, heger tam fêrî Soranî bûn û Kurmancî jibîr kirin jixwe wê bên qebûlkirin, yan na wê di cîyê xwe de bihejmêrin. Navnîþana serlêdanê ev e: Midurîyeta giþtî a herêma Kurdistana federe
Li hember nexweþxaneya Rizgarî. Hewlêr Tel: 00-964-750-470-60-1400-964-750-462-74-02 - 00-964-750-478-88-38

Kurd ker bin Tirk mêker in!

Polat Erdem-05/09/06-Îzmîr- De binerin bê Midurê beþê xeberan ê televizyona TGRT û nivîskarê xwînheram Mehmet Soysal di derbarê Kurdan de çi gûyî dixwe. Biborin, lê ji zimanê me aciz nebin!

   Ji berê de dibêjin “her dînsizek îmansizek jê re lazim e”. Emê jî wek neteweperestên Kurd bi zimanê Tirkên heram bersiva xwe bidin.Welhasil, Mehmet Soysalê ku esl û pesnê wî ne kifþ e, yan Arnawût e, yan koçberê Bûlgar e, yan qereçîyê Roman e û yan jî ji sedî sed ji dola qantirê ye, di nivisa xwe a 03.09.06 de behsa hevpeyvîna xwe û Serokê Cepha Turkmenî Tacettîn Ergeçê xulamok dike.

   Di dawîya nivîsa xwe de behsa Kerkûkê dike û zimandirêjîya Kurdan dike. Soysalê kurê qantirê dibêje, “xuyaye bajarê Turkmenan Kerkûk dibe “Ker-Kurd” û qaþo Kurdan dike ker. Lê Mehmet Soysalê ji dola kerên Kurd jibîr dike ku heger “Kurd ker bin Tirk jî mêker in”. Soysal efendî! Ewladim! Yawrûm! Onun bunun çocixî! Kurdekî ker berberî  hemi Tirkên mêker in ewladim..Here ji diya xwe bipirse ka bê tu ji dola kê yî bêjîyoooooo....

Parlamentoya Ewrûpayê da bin dûvê Tirkan

Sosin Bermal-05/09/06-Strasbûrg- Rapora ku di derbarê Tirkiyê û pêþketina wê de hatibû amadekirin ji alî piranîya parlamenteran ve hat qebûl kirin û lotikek baþ li Tirkan ket. 52 parlamenterên Ewrûpî dan bin dûvê Tirkan û gotin, „di pêkanîna reforman de derengî çêdibe, di warê azadîya fikr û ramanê, kêmnetewe, mafê mirovan, mafê heywanan, mafê homoseksuel û lezbîyenan û di xwarina goþtê berêz de gav nayên avêtin. Ji xwe hetanî niha ew esker û generalên qûnbicilik ji siyasetê nehatine dûrxistin, divê rojek berî rojekê hûn wan generalan bidin ber lotik û cotikên Ewrûpî“ û wekî din.

   Di vir de tenê parlamenterê Hollandî Joost Lagendîjk got ku „zimanê raporê hinekî hiþk e, jiber ku ez zavayê Tirka me li zora min diçe haaa“ û wî jî lotika xwe avêt. Welhasil, Parlamentoya Ewrûpayê qiraseyek baþ xist dewleta Tirk û Xwedê bikim ciyê wan buhuþta rengîn be….

Flamenkoyan Kurdistan ji xwe re kir mesken

Brahîmê Nêçîrvan-05/09/06-Wan- Erê erê..Kurd, teyrik û tilûrên Kurdistanê dev ji axa bav û kalên xwe berdidin û direvin metropolên Tirkiyê, lê teyrikên biyanî jî Kurdistanê ji xwe re dikin mesken û ciyê seyrangehê. Dibêjin Felamenkoyên Ewrûpî û Latîn Amerîkî her salê di meha Tebaxê (8) de tên li derûdora Gola Wanê seyranê dikin û dibin „tûrîstên Kurdistanê“.

   Dibêjin serokê Flamenkoyan „Flamenkoyê Sersor“ ji civata xwe re gotiye, „heyfa vî welatê xweþ, meskenê Adem û Hawa ku Kurd dev jê berdidin û lê xwedî dernakevin..Qe nebe em wek eþîra Flamenkoyan emê li vê axa pîroz xwedî derkevin da ku Kurd fedî bikin û vegerin ser axa bav û kalên xwe“ û filan.

   De neyse canim, bila Gola Wanê ji Flamenkoyên welatparêz re be û ne ji teyrik û tilûrên Tirk, Ereb û Eceman re be..Allahwekîl Tirk, Ereb û Ecem çawa bin wê teyrikên wan jî wek wan bin û ava Gola Wanê biçikînin….

Recebo lo Recebo..

Bêrîvan Al-04/09/06-Tirkiye-Serokwezîrê Laz Receb Tayib Kerdogan li Stenbolê beþdarî semînera bi navê “Rêveberîya Koçberîya Stenbolê” bû û di semînerê de çend tir û fis ji ber xwe berdan. Erdogan di derbarê koçberîyê de çend gotinên balkêþ gotin û di binê masê re dîsa êrîþî Kurdan kir.

   Erdogan got, “berî niha gava min digot bila jibo ketina Stenbolê vîze bê derxistin çapemenîyê êrîþî min kir. Lê xuyaye niha aqilê we hatiye serê we û êdî hûn kerîtîya berê nakin. Stenbol bûye cîh û mekanê insanên bêkar, serserî, diz, teþqelcî, xiyar û bacanfiroþan (xiyaro Kurdan qest dike) û divê em rê li ber van bigrin. Ger rê li ber wan neyê girtin ewê Stenbolê têxin destê xwe û wê zarokên me jî dest bi firotina xiyar û bacanan bikin” û dilê xwe li Kurdan rehet kir.

   Ûlan Receb! Yek çareya pirsgirêka Kurd û bajarên Tirkiyê heye babam, yek! Aqilê xwe bidin serê xwe û bi a me bikin..Kurdên Tirkiyê li hev kom bikin, wan li Kurdistanê vegerînin, sînorekî têxin navbera Tirkiyê û Kurdistanê û wek mêran bêjin, “aha kardaþlar, Kurdistan sîze û Tirkiye bîze, de yalla bye byeeeeeeee!”   

Mêrik dîsa dest bi zirtan kir

Ahmed Beyan-04/09/06-Ankara-Hûn zanin, ev Kurdên ku eslê xwe înkar dikin û wek qantirê bêesil dibin, ji Tirkan bêhtir dibin Tirk û berê qubleya xwe ber bi Selanîkê ve vedikin. Abdulkadîr Aksûyê Diyarbekrî jî yek ji wan xulamokên dewleta Virqo ye û ha ha zirtan li Kurdan dike.

   Vê carê jî Aksûyê ku Tirkîya wî jî ne tu Tirkî ye,  li herêma bajarê Mêrsînê devê xwe vekir û kefê di devê wî re avêt. Aksû dîsa êrîþî zarokên qewmê xwe kir û bi Tirkîya Kurdîkî got, “kuro ez ne ji piþta bavê xwe heger em PKK di xwîna wê de nexeniqînin looo, tu bise hele..Ma perçekirina Tirkiyê hêsane? Hema bi telaq heta ez saxbim ezê nehêlim kevirek ji stûna Tirkiyê bileqe, ihiiiii” û zikê xwe ê mezin firkand.     

   Heyran me tiþtek fêmnekir allahwekîl! Ji alîyekî dewlet naxwaze Tirkiye perçe bibe û ji alîyê din jî PKK yekîtîya erda Tirkiyê diparêze û gerîllayên Kurd jibo “dewletin birlik ve butunlugu” dide þehîd kirin...Niza ne em xeþîm in û ne jî xelk plan û projeyên aqilane dimeþînin..Neyse canim, di kure zirav bû bila di wir re biqete û hew, tevdîrrrrrr......

Xelk îþê xwe zanin babaaaa!

Polat Erdem-03/09/06-Tirkiye-Dibêjin karmendê Ingilîz Davîd Robert Clark bi xêra xwendina çend pirtûkên qetiyayî bûye misilman û dev ji dînê Îsa berdaye. Clark xwedîyê þîrketekê ye û dibêjin bazirganekî baþ e.

   Piþtî ku Clark dibe misilman, navê xwe jî diguhere û pêþnavê xwe dike Mehmet Robert Clark û ew û malbata xwe li Tirkiyê bicîh dibin. Clark dibêje, “kuro bi serê Îsa û Mûsa min tu xêr ji dînê Îsa fêm nekir. Malbata min hîna di çar salîya min de jibo tenduristîyê ez sunnet kirim û evê sunnetkirinê bandora misilmantîyê li ser min hiþt û min niha fêmkir ku ji îslamê xweþtir dîn tuneye” û çîrokan dibêje. Dibêjin miftîyê bajarê Balikesîrê jî gotiye, “wey eferim ji te re lo” û quranek dîyarî wî kiriye. Ê lawo xiyaro! Carekê sunnetkirin berî dînê îslamê û hetta berî Mûsa Pêxember jî hebû.Piþtre derbasî dînê Mûsa Pêxember dibe û ji wir jî îltîcayî dînê îslamê dike. Tu çima rastîyê vediþêrî û nabêjî, “heyran bi telaq ez dixwazim þîrketa xwe bînim Tirkiyê û li vir bazirganîya xwe bikim, jiber vê ez dibim misilman” mîster Mehmet Robert Clark! Ya starrrr ku insan hevqasî durû û timakar bûne yahoooo...

 

Biryarek pîroz e, her bijîn!

Ahmed Beyan-08/09/06-Ankara-Di civîna 7ê hemê de gellek sazîyên Kurd biryarek pîroz girtin û dan zanîn ku ewê jibo perwerde û bikaranîna zimanê Kurd têbikoþin û xebatê bikin.Berdewam wêne bitikînin

Yek ji wê û yek ji wî

Sîpan Nas-08/09/06-Tirkiye-Li bajarê Kayserîyê cara ewile ku jin û mêrek bi kêran radibin hev. Jiber têkçûna civaka Tirkiyê xuyaye wê hîna gellek jin û mêrên Tirk bi kêr, xincer û demançan rabin hev.

   Dibêjin Burhanettîn A.(27) û jina wî Ozgur A.(19) jiber hinek sedeman nîqaþê dikin. Hema Ozgur xanim kêrê ji ber xwe derdixe û dibê “gurmmm” li kelefê (li der qûna)  mêrik dixe. Mêrik jî bi brîndarî radibe kêra xwe ji ber xwe derdixe û dibê”peleqqqqq” û li xavika jina xwe dixe û rebena jinikê diþîne axretê.

   Welhasilî kelam, civaka Tirk her ku diçe beravêtî dibe û aqilê xwe dixwe. Çend sosyete û generalên heram di xweþî û buhuþta rengîn de dijîn, lê rebenên wek Burhanettin û Ozgurê jî ji birçîna bi kêr û xinceran radibin hev. De Xwedê bikim li Tirkiyê kevir li ser kevir nemîne rebbî.....

Misilmantî û tirkayetiya Ata Virqo!

 

Bûblanî- 07/09/06 Amed-  Rojnameyên duþurulmîþ tirk, ji doh û vir ve hevpeyvîna ku balyozê emerîkî Charles H.Sherrill, di sala 1932an de bi Ata Virqo re kiribû ha ha diweþînin.

   Di hevpeyvînê de xuya dike ku Ata Virqo, dijminahiya xwe a bi Islamê re ji bavê xwe ê romî û tirkayetiya xwe jî, ji wê diya xwe a ku bavê wî ew ji kerxaneya Selanîkê derxistibû girtiye. Erê lo, wilehil ezîm xilafî di gotina min de tuneye, rojnameyên satilmiþ tirkan  wilo nivîsandine, ha!

Xwedê daye mêrik

Rangî Zûlû-07/09/06-Afrîka-Swazîland li Afrîkayê welatekî pir biçûk e. Nifûsa wê milyonek û 200 hezar e. Di vî welatê feqîr û biçûk de ê ku herî xweþ dijî û li kêfa xwe dinere Þah Mswatîyê sêyemîn e.

   Mêrik 12 jinên wî hene û îsal jî wê hejmara wan bike 13. Dibêjin hersalê jibo þerefa wî þahîyek tê lidarxistin û ew jî ji xwe re keçikek 15-16 salî hildibijêre û dixe paxila xwe..Yanî hetanî ku mêrik bibe 70 salî wê tam 70 jinên wî çêbibin. Dibêjin welatê ku herî zêde nexweþîya AIDSê lê heye jî Swazîland e. Lê mêrik îþê xwe zane û tenê keçên qîz ji xwe re dike jin. Erê erê...

   Ku Xwedê bide nabêje tu kurê kê yî heyran..Ê me rebenên Kurdên me hetanî ku qelenê jinekê didin ser hev çavê wan di serê wan re derdikeve, lê ê Mswatîyê reþik 30 hezar keçên qîz jê re dikevin dorê û hem jî belaþ, bê qelen..Ma ev bû edalet ya Xweda!?

OYAK ne bes bû, POYAK jî diçe hewara PDKê û YNKê!

 

 Rona Nisêbînî -07/09/06 Enqere- Birêvebirên þirketa polîsan POYAKê di civîna xwe a îro de bala endamên xwe kiþand ser baþûrê Kurdistanê ku ew jî bi haweyekî nav xwe û hin bertîlxwurên PDKê û YNKê xweþ bikin da mîna OYAKê bikêþin wan deran. POYAK di sala 2000î de bi sermayeke mezin wek þebekeyeke tîcarî ji bal polîsên tirkên herî bêbav saz bûye.

   Howeh li vê ecêbê, xelkê bi xwîna xwe wan deran ji kûçikbavên basiyan safî kirbû û kemalîst jî wilo bi hêsanî diçin ji xwe re li ser rûdinin!

 Erdo û Ehmo mehra xwe birîn

Þîndar Berwarî-06/09/06-Hewlêr-Hinek malperên Kurdî dibêjin ku „berpirsekî navnedayî ê hêzên taybet ên pêþmergeyên Kurdistanê ragihandiye ku Îran û Tirkiye di encama civînên Wanê û Urmiyê de lihev kirine“ û filan.Tewww..Me jî got qey ka bê çi qewimiye bavo..

   Kuro lawo ma ji niha de van bêbavên Tirk, Ereb û Eceman lihev kirine babam? Ji roja ku Kurdistan parçe bûye û hetanî niha bi hevre lotikan li Kurdan dixin û wan didin ber þeg û pegan ha, wîî! Me ji berê de gotiye destê OYAKa Tirkan di teqandinên Kerkûkê û Mûsilê de heye kaka..

   Ev lêlê ye hîna lolo maye. Çi fêde Kurd bikêr nayên wey, minê tîmek taybet ji qesabên Kurd çêbikira û bila li Kerkûkê têketana ser dilê Turkmen û hevalên Sadr, bi kêrên qesaban ew biþandina cehnema rengîn..Ax, axxx..Kurd hînî demokrasîyê bûne û ev demokrasî jî bûye bela serê me. Em nema wêrin Erebekî bikujin kuroooooo….

Þivanê me bûye agir

06/09/06-Fonda hunermendê me ê netewî, dengê kûranîya dilê Kurdistanê Þivan Perwer di 15.Îlonê de li bajarê Frankfûrta Almanyayê konserek tirtire li gel radyo û televizyona Hessîscher Rundfunkê lidardixe. Konser bi piþtgirîya rojnama Frankfûrter Rûndschaû, Kurdistan TV, Wezareta Çand û Hunerê a Hessen û Beledîya Frankfûrtê hatiye amadekirin.

   Xuyaye piþtî Þivanê me ji Kurdistana azad vegeriyaye bûye agirê sor û dîsa wek dem û dewranên berê li xortanîya xwe vegeriyaye. Kesên ku bêriya dengê Þivan kiribin ji niha de bilêtên xwe bibirin, de qurban….Hûn jî bi bilêtekê piþtgirîya konserê bikin....

Albûmek kir qurbana stranekê!

Sosin Bermal-06/09/06-Almanya-Dibêjin stranbêj Diyar albûma xwe a nû derxistiye û albûma wî ji alî Mîr û Kom muzîkê ve tê belavkirin. Di albûmê de Diyar stranek Tirkî jî gotiye û navê wê kiriye “Hak Alinir Dostum” û xwestiye qaþo dilê “Demokrat Tirko Kardeþleran (!) ” jî xweþ bike.

  Lê hinek jî li ser tennûran dibêjin, “kuro hebe nebe ew jî haziriya xwe û vegera Tirkiyê dike haa..Ma ku bi Tirkî nestirê wê çawa karibe li Stenbolê kebaban bixwe babam, ma bila rebeno ji birçîna bimre” û filan û bêvan. De neyse canim cîgerîm, albûma te ser xêrê be..Wextekî Þivan Perwer jî bi Tirkî strana “Burasi Mûþ tûr hewasi xoþtûr” digot..Qey ev nexweþî û hezkirina Tirkî di xwîna hinekan de heye bavo..Lê xwezî te bi wê strana Tirkî albûma xwe û muzîka Kurdî neherimanda Diyar qardaþ...

Beyaz Xoce dîsa zirtînî ji xwe anî

Bawer Çîya-05/09/06-Stenbol- Profesorê hewl (þaþ) Zekerîya Beyaz di derbarê kujtina endamê cemeeta Îsmaîl Aga Bayram Alî Ozturk de lotikek avêt û got, “ ji sedî sed wan hevdu jibo jinekê kujtiye” û filan.

   Belê, îlahîyatçî Prof.Zekerîya Beyazê ku berî çendakê gotibû “ez li flîmên pornoyê-seksê jî dinerim û li ber wan flîman ji xwe berdidim” dixwaze bêje ku, “ hema bi telaqê jinberdanê wan herdu mela û sofiyan li ser mesela jinê hevdu dane ber kêran loo..Kuro li rîh û þaþikên wan ên spî nenerin haa, hemi tarikselat û zinêkar in” û filan.

   Tabî canim! Heger îlahîyatçî û Profesorekî mîna te rabe li ber flîmên pornoyê ji xwe berde, ma wê çima rebenên mela û sofîyan hevdu jibo jinek xweþik nedin ber kêr û xinceran babam!

Yan cixare û yan diran

Leyla Barîn-05/09/06-Cixare û tûtina ku dibe sedema kanser, qrîza dil û gellek nexweþîyên din, herweha diranan jî kurmî dike û bi nîkotîna xwe mala diranan xira dike. Li gora ku pispor radigihînin, kesên ku cixarê dikþînin diranên wan zûtir kurmî dibin û zûtir ji derb dikevin.

   Dibêjin cixare ji xeynî kurmîkirina diranan herweha rengê diranan jî zer dike û dike ku jin û mêr li ber çavên hev reþ bibin. Li ser vê me bi navê Lotikxanê ji apê Hesenê Torî pirsî: Apê Hesen ma tu dibê çi gelo? Va dibêjin cixare diranan kurmî dike, zer dike û zilaman ji derb dixe?

   Ewî cixareyek qaçax ji tûtina Xursê pêça, kiþand ser kezebê û got, “brazî, teknîk bi pêþ ketiye. Diran kurmî bibin ezê wan dagrim, neyên dagirtin ezê taximekî ji sedefê çêkim û têxim devê xwe ma zor e? Heyran bi telaq ev tam 55 salin ez cixarê dikþînim, lê ez ji derba xwe neketine haaa! Kî dibê zilam bi cixarê ji derb dikevim? Ka wan bîne cem min bê birastî ji derb dikevin yan na!” û xatirê xwe ji me xwest. Ji me gotin, hûn wê quzilqurtê dikþînin yan nakþînin serê me pê naêþe ez benî....

Xwedê kir ku jinên me ne dirêj in!

Çang Çîng Ço-05/09/06-Pekîn- De werin li ecêba Xwedê binerin loo...Di eslê xwe de  Çînî pir kin in, lê em nizanim ev Yao Defena 2 metro û 36 santîm ji ku derketiye yaho! Heyran niha go zilam dirêj bin cardin tê xwarin û gazind jê nabin, lê jinên dirêj! Willehî jin û 2 metro û 36 santîm li hev nayê lo, wîîî!

   Dibêjin Yao Defena Çînî a 2 metro û 36 santîn nikare pêlavekê (þekal-sol) li gora lingê xwe peyde bike (57 nimro ye) û ji Almanyayê George Wessels bi xêra xwe jê re pêlavan çêdike û dibe bi destê xwe jî dixe lingên wê. Yao Defena 34 salî tam 200 kîloye û kes pê nizane bê ev qiriknema çi dixwe û çi naxwe...

   Welhasil, bila Kurd rabin û rûnên dua ji Xwedayê xwe re bikin ku jnên wan ne 2 metro û 36 santîm in, hem jî 200 kîlo! Ya starrrr, bê wê wan jinan çi baniya serê peppûkên mêrên Kurd.. 

s© lotikxane 2006