H.Belê

Nivîsên Remezanê-1

F.Devliken

Ji Euro 2008

B.Ronahî

Ergenekon

L.Sêxo

Hesenê

Deham

A.Dûran

Haş nabim

Z. Osman

Kerkük-3

B.Tosin

Dara Zeytûnê

S.Îloz

Aîds û Azadî

    
Xaltîka Fatê-10
Xwerist
Tenduristî
Karîkatur
Magazîn
Youtubê
Medya  ///   Arşîv

Heylooo ma dawete ne wisa ?!

 

Jîrko- 13/09/08-Kurdistan-

Kurdên me ku ji welatê xwe derdikevin, ji xwe adet û ew tiştê ku bav û kal li ser xwedî bûne û millet û dunya li ser dihat kuştin çi namûs çi şeref, her tiştî ji bîr dikin û ti dibê qey ne Kurd in û ne li rojhilata navîn mezin bûne.

   Ev gotina min jî li ser çend kesên Kurdên Sûrî ye ku li başûrê Kurdistanê li bajarê Sulêmanê dijîn. >>>>>

"Kurds must be an independent nation," responds Tataii to CNN question

Steve Tataii - 12/09/08-

U.S. candidate for representative and ethnic Kurd Steve Tataii speaks out

 

   Of all stateless nations, Kurdistan in each four parts, North Kurdistan, East Kurdistan, South Kurdistan, and West Kurdistan, or ideally all four parts combined as Kurdistan, have the strongest case to become four Kurdish nations or states for 1) 3 million ethnic Kurds in Kurdistan of Syria; 2) 6 million Kurds in Kurdistan of the defunct Iraq; 3) 16 million in Kurdistan of Iran; and 4) more than 30 million Kurds in Kurdistan of Turkey, or one Kurdistan (a single Kurdish State, consisting of more than 50 million ethnic Kurds with their 12,000 years of civilization in their homeland of "Kurdistan"). >>>>>

Behind al-Maliki's Tough Line

 RANIA ABOUZEID / BAGHDAD

Most recently, the wily Shi'ite politician has been pushing back against Washington on the terms of a security pact that will govern the presence of U.S. troops in Iraq after their current U.N. mandate expires at the end of the year.

    With the clock ticking on a Bush Administration that is keen to finalize a Status of Forces Agreement (SOFA) before the expiration of the U.N. mandate — and its own — al-Maliki is holding out for the U.S. to back down from its demands for legal immunity for U.S. troops in Iraq and for their right to arrest and detain Iraqis. >>>>>

Ji Apecê çend kitêbên zarokan

ZIMAN Û ZAROKÊN ME

HEBÛN Û PÎROZÎYÊN ME NE!

 

>>>>>

Fatê were civatê-10

Silav xaltîka Fatê

Ez geriyam negeriyam min dermanê derdê xwe nedît xaltîkê. Vêca min nerî go tu dermanê hemi derdan e, îşele tê ji min re jî çarekê peyda biki. Derdê min dikeve kîjan kategoriyê nizanim, tê wê jî çareser biki.

   Ez duxwazim binivîsînim lê sîteyên Kurda bêxwedîya hemi jî xeterin.

   Ez Kurdek serbixwe me û duxwazim wilo jî bimînim, tu dibe çi? Ji ber go ez ne lotikvanim lotikxane jî bi kêrî min nayê  xaltîka delal. Û yên din jî tevde dibêjin “ez mêrê diya we me û ez bavê we me”. >>>>>

GWÎZ - GÛZ

Bavê Jîndar- 06/09/08-

Gwîz dara wê gelek temendrêj e. Tê gotin hinek ji wan temenê wê digehe hezar salan. Heta 25 – 30 m an bilind dibe, stûrbûna xwe jî gelek stûr dibe. Hinek hene çar zilam testê xwe tê dialînin lê destê wan nagihin hev.

   Tê gotin ku gûz her 100 salan carekê wek makîna fotografan an jî kamera di binê wê de çi hebe resma wê dikêşe. Ku ew dar bû mobîlye ew resim têde xuya dike. Di meha gulanê de berî ku belgan bide kulîlkên wê vedibin.Darek  gelek bêrdar û bi bereket e. Heta hebe fêqîyan dide. Mirov ji hemi waran jê faydê dibîne. Wek mobîlya, sotemendî, haletên lawînîyê, herdeverên fêqîya wê û ji sîbera wê... >>>>>

 

Kevokê

 


 

Zoryar Tehlo- 05/09/08-
Kevokê bifir bifir
Li banê dirbêsiyê bifir
Li yara min temaşeke
Gelawêja şeveqe

Dêm û cehre erxweanî
Ji mendehoşên sibhanî
Xunava li ser rîhanî
Paytexta deşta kîkanî
>>>>>

 

 

Weyla xwedê ruhê te stendo Hişamo!

Mihemmed El Berazî- 03/09/08-Misir- Wek hûn zanin, di meha Tîrmehê de lotikvana germik û nermik a Ereb Sûzan Tamîm li Dugabî di oda xwe de kujtî hatibû dîtin.

   Niha derket holê ku karmendê Misrî Hişam Talaat Mustafa 2 milyon dolar daye ji bo ku Sûzan Tamîm bê kujtin û serê wê bê jêkirin.

   Ê law heyla min di bin dûvê te kiro, ma ne heyfa wê rebena xwedê bû te ew da kujtin kero! Te 2 milyon dolar li malbatên feqîran belav bikira, ji kujtina Sûzan xanimê ne bixêrtir bû kurê kerê!?

Siyasetmedar Hesenê Deham

 L.Şêxo- 02/09/08- Wek me gotibû, Hesen ne tenê heywanparêz e, ew bi xwe di alîyê siyasetê de jî têgihiştîye.

Lê mixabin bayê sîyaseta hinek Kurdên bakur sergêjayî bi wî re jî çêkiriye.

   Hesen dema bibîne ku çend kes li hev civîyane, hema te dît hat ba wan û ket nava axaftinê, çavê xwe digre û devê xwe vedike, ji sererd û binerd xeber dide.

   Îcar gava ku bayê siyasetê li serî dixe, te dît hilkişîya cîhekî bilind, berê xwe da qereqola gund û bi dengekî bilind dest bi propogandayê kir. >>>>>

Haş nabim!

Adil Duran- 02/09/08-

Carcaran diçim nav daristanans. Li wê derê bala xwe didim tebîatê. Rojek ji rojan bûyerek ecêb çêbû.

   Tenê bûm, li ser zinareki rûniştim û min pariyek nan ji tûrikê xwe derxist ku bixwim. Kevokek hat li pêş çavên min hêwiri.

   Nan di destê min de bû, min dixwest ew wi nani ji destê min bigire. Lê min gelek hevl da xwe û kir nekir ew ditirsiya û nêzîkî min nebû.  >>>>>

Agahi

Di 27ê 9an 2008 seet 17:00 de Miço Kendeş û Grûpa xwe li (Théâtre de la ville) li Parisê destanên Kurdan pêşkêş dikin.

Fermo serekî li van lînkan bidin.

http://www.theatredelaville-paris.com/monde/cadre_monde.htm

 

http://www.m-kendes.ch/paris/

Cîgerim lotikek avêt lê dawî nanî

Firildeq Elî- 01/09/08-Stenbol- Belê, li ser bextê ANF û rojnama Gundemê be, dibêjin serokê PKK, KCK, KONGRA GEL, PJA, PÇDK, PJAK û hema serokê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan di hevpeyvîna xwe a roja Înê de gotiye:

" Dibêjin Barzanî ji 1.Gulanê ve winda ye. Hatiye Tirkiyê, ew li Tirkiyê ye canim" filan û fîstan.

   Ê babam, madem kerametên te hene û tu zani serok Barzanî hatiye Tirkiyê, ka bêje bê çi xwariye, çi vexwariye, bi kê re hevdîtin çêkiriye, kîjan general çûye pêşwazîya wî, kîjan pîlotî bixêrhatina wî kiriye, wîî!

   Bêje ku em ji agahî û çavkanîyên te bêpar nemînin cîgerim!

   Ê de bajo siwaro bajooooo... Berîka Ruhayê berîkek dûz e......

Îro roja aştîyê ye, wey mala minê!

Tecawizcî Coşqûn- 01/09/08-Stenbol- Erêêê erêêê... Qaşo îro roja aştîya cîhanê ye. Lê xuyaye roja aştîyê jî ne jibo Kurdan hatiye êlankirin. Di vê roja aştîyê de xwedê zane bê wê dîsa li Kurdistanê çend Kurd bên kujtin, çend deverên welatê me bên şewitandin û çend zarokên Kurd sêwî, bê kes û bê xwedan bimînin.

   Îcar emê çi bikin ji vê roja aştîyê yabo? Aştîya go Kurd têde bên kujtin, aştîya go mafê Kurd û Kurdistanê tê de neyên qebûlkirin, aştîya go Kurd tê de wek insan neyên qebûl kirin, emê çi bikin ji wê roja aştîyê haaa?

   Wey ez di nava wilo roja aştîya cîhanê de bimîzim erê welle û hew! Piştî go Kurd di vê rojê de ne azad lê kole bin, xwedê bikim qiyamet rabe û beşerek li ser rûyê dinyê nemîne û xelas.

    Ji kîrê kerê min ve...Merheba roja aştîyê, heheyyyyyy!

Madem rast e, seferberîya zimanê Kurdî êlan bikin qerdeşim!

Gerîllayê Bênav- 31/08/08-Mexmûr- Li ser bext û namûsa rojnama Ozgur Polîtîkayê be, dibêjin xwedêgiravî Mûrat Karayilan gotiye:”Ziman hebûna neteweyekî îfade dike. Ji bo her neteweyekî zimanê zîkmakî girîng e. Lê ji bo Kurdan giringtir e“ filan û fîstan. 

    Ma em bawer bikin gelo? Madem ziman hebûna neteweyekî û nasnama wî milletî ye, çima hûn seferberîya axavtin û paraztina zimanê Kurdî nakin cîgerim? Çima serokên me, kadroyên me, televizyon û rojnameyên me, endam û neendamên me bi Tirkî lotikan davêjin babam, wîî! >>>>>

 

KULINDOK

 B.Jîndar- 29/08/08- Kulindok, reha adem, anjî giya mirov. Giyayek bi jehr e, belgên wê bi qurmî ve ne û keskêtarî ne. Dirêjiya belgan 20 -40cm, firehî 10-20cm û wek qevdan pêve zeliqîye.

   Kulilkên wê wek tacan, rengê wê binevşî ne û ber bi serî ve spî ne. Feqîyê wê wek sêvên biçûk in. Berê kesk, paşê jî zerê tarî (pirteqali) an jî sor dibin.  Lê bêhnek pîs jê tê. Reha wê 50 – 100 cm dirêj û 3-6 cm an jî fireh e. Ji reha wê 1- 3 çiq jê diçin.

  Reha wê wek mirovan e. Yên nêr wek mêran, yên mê jî wek jinan e. Lewre navekî wê yê din reha adem an jî giya mirov e. >>>>>

 

Natirse lê hefsarê xwe dixwe

 

Xiyarto- 27/08/08- Almanya- Birastî çima insan derewan dikin? Yani go rastîya xwe bêjin wê dinya serûbinê hev bibe? Na! Lê xirûr û pozbilindî nahêke insan li xwe deyne û rastîya xwe qebûl bike.

   Welhasil canim, serokkomarê Gurcistanê Saakaşvîlî hevpeyvînek daye rojnama Alman Bîld ê û gotiye:” Jina min ji min berdayî be ez di vî şerî de qet netirsiya me. Ma ez û tirs? Na na, jixwe ez nizanim bê tirs çi ye” filan û fîstan.  

   Tu netirsiya haa? Naxwe ew çi xwarina qirewat û hefsarê te bû oxlim? Wele bi namûs, bêhna tirr û fissên te toz û düman bi dinyayê xist looooo!

 

The Big Question: Will Iraq disintegrate if the United States withdraws its troops?

Tuesday, 26 August 2008

Why are we asking this now?

The United States and Iraq are close to agreeing a security accord under which the US would pull its combat troops out of Iraqi cities, towns and villages on 30 June 2009, and out of Iraq by 31 December 2011.

   This will only happen if a joint Iraqi-American ministerial committee agrees that security in Iraq has improved to the point where the half million strong Iraqi security forces can take over. Other aspects of the draft agreement show that the government of the Iraqi Prime Minister, Nouri al-Maliki, is increasingly confident of its own military and political strength. >>>>>

 

Cola Tiiirrrko lotikek li Cola Kurdo xist

 

Sertîp Koko- 25/08/08- Roma Reş-Li ser bextê dikandar û colafiroşan be, dibêjin xalê me Hecî Remezan Aslan serî li Dezgeha Patenta Tirkiyê xistiye û xwestiye „Cola Kurda“ derxe mazata firotinê.

   Dibêjin rayedarên dezgehê jê re gotine:“Na loo, Cola Kurda haaa!? Lan ewladim, ma Cola Tiiiirrrkooooo têra we Kurdan nake oxlim?“ filan û bêvan.

   Welhasil, dibêjin piştre Dezgeha Patenta Tiiiirrrkooooo biryar daye û gotiye:“Milletin ve dewletin birlik û beraberligina zerar verdigi için Cola Kurdo nin reddine“ qerar dane. Yanî, bêbavan heta bi tehamilî Cola Kurda jî nakin, îcar hûn dev ji ziman û nasnama Kurdî berdin cîgerlerim.

   Aha cewrikên Demokratîk Cimhûrîyeta Tirko ev celeb teba ne gelî xwendevanan….

Teraşê Kuye

 H.Belê-23/08/08-Amed-

Emser Dîyarbekir de modaya qesnayîşê porî ke xortî rexbet kenî, ci ra vanî “Teraşê Kuye”, yanî teraşê kundure. Sebebo ke porê xo bin ra qesnenî, esterenî, kenê sey kuye, coka no name panîyayo.

   Hêni ra berber Rido ke Dîyarbekir de dikanê ey esto, îddîa keno ke ey ra weşêr yew nêzano nê teraşî biko. Sebeb zî, vano, “Pî û bawkalanê mi zî no huner kerdêne. Leqebê ma zî ‘Keyê Kuyan’ o.” >>>>>

Li başûr lotik li ser lotikê li jinan dixin.

Min KAKA-22/08/08- bajarê helmetû qurbanîyan, SILÊMANÎ-

Van mal xeraban li vêderê qira jinan anîn, ez dirowzinê rojnameya Awêne (eyne) me. Li gorî xebera vê rojnameyê, li Başûrê Kûrdistanê di 5 mehan da 49 jin hatine kuştin û 135’ê wan jî hatine şewitandin.

    Li gorî îstatîstîkê, Birêvebirîya Nehiştina Tund û Tijî li beramber jinan li hersê bajarê başûr  Silêmanî, Hewlêr û Duhok’ê di van pênc mehên dawî da, 49 jin hatin birêvekirin bo ew alî û 135ên wan jî di neqebê de man bi şêweyê (awayekî) şewitandin. (her çendîn bûyerên dil êş bin jî evder lotikxane ye, xem û edeb li vir nemaye) >>>>>

Doktor u Zilam

Lezgîn şêxo- 21/08/08- Zilamekî gundiyê me nexweş dikeve, lawê wî wîna dibe Mêrdînê ser doktor.

   Doktor wî kontrol dike derzî û dermana jê re dinivîsîne û jê re dibê: Binere apo, nexweşîya te xerabe, tê dermanê xwe rojê sê caran bixwe û tê rojê derzikê jî li xwe xe. Lê ya helî pêvist divê tu dest ji cixarê berdi,cixare dijminê te ye û ji îro pêve cixare li te qedexeye. >>>>>

Tirrekê xwe şiband dêlegura Tansû Çîller

Firildeq Elî- 20/08/08- Stenbol- Wek hûn zanin, serokwezîra Tirkiyê Tansû Çîller yek ji wan neinsana ye ku destê wê di xwîna bi hezaran Kurdên bêguneh de heye.

   Tansû Çîller di dema serokwezîrtîya xwe de bi milyonan dolar dan JÎTEM, çete û keleşên ku kujtina Kurdan ji xwe re kiribûn erkek netewî. Yanî, qûndeya heram dîn dijmina milletê Kurd e wesselam. Werhasil, >>>>>

AKP meqerna dide, hûn jî kutilkan bidin ma zore!

Ehmed Beyan- 18/08/08-Enqere- Li ser bextê xelkê be, dibêjin serokê DTP Ehmed Tirk derketiye Roj TV û gotiye:Dema em diçin Ewropayê ji me dipirsin „binerin AKP ji we zêdetir deng ji Kurdan girt“. Ev ji bo me girîng e û em nikarin bersiva vê bidin. Em difikirin ku hilbijartinên herêmî ji bo gelê me bibe referandûmek û helwest û vîna xwe derxe holê“ filan û fîstan.  

   Yaw ma çilo hûn fêhm nakin qardeşim? AKP  meqerna dide xelkê, hûn jî kutilk û epraxan bidin wan. AKP komirê li xelkê belav dike, hûn jî sergîn, serkul, pişkul û tepikên rîxê li xelkê belav bikin. Wî çaxî bûnê bibînin, heger rayên we zêdetir nebûn ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim cîgerim, wîî!

   Xelkê ji sloganên virt û vala têr xwariye babam, zik têr bikin zikkkkkkkkk!

 

Dayika Hunermend Zubêr Salih çû ser dilovaniya xwedê

 

Bi dilekî xemgîn û şikestî me nûçeya koçkirina dawî a dayika hunermend Zubêr Salih bihîst. Dayika me di roja pêncşemba bûrî de, di 14.08.2008 an de li bajarê Dirbêsiyê çû ser dilovaniya xwedê.

    Em ji hunermend Zubêr Salih û malbata wî re sebir û aramiyê dixwazin.

 ji bo sersaxiyê hûn dikarin li vê telefonê bigerin

Tel:0049/1734427638  zubêr Salih

E-Mail:zubersalih@hotmail.com

 

Were dîwana Lotikxanê cîgerim!

Cemîl Cewher- 12/09/08-Hewlêr- Belê, li ser namûsa gundî û cîranan be, dibêjin Osmanê me yanî Osman Ocalan li başûr ketiye buhrana ruhî û wek mirîşka gêj lê hatiye.

   Hinek dibêjin:"Osmanê me di şerê çekdarî de biserneket, di siyasetê de li pataxê ket (top avêt), di bazirganîya nanfirotinê de ber avêt, sedî sed wê vegere Tirkiyê û li bajarê Ruhayê dest bi firotina îsotan bike".

  Hinek dibêjin:" Na qerdeşim, li Tirkiyê ava serê sayin Ocalan dikelînin, ew ji fitêzê 5an daxistine fitêzê 1ê, dewra wî xelas bûye. Ji ber vê hinek dixwazin Osmanê me bikin Serokê Konfederasyona Civakên Tirkiyê" filan û fîstan. >>>>>

Gelo wê pozê Kurdan bişewite?

Sofî Xelef- 12/09/08- Gelo birastî Kerkûk dilê Kurdistanê ye?  Gelo Kurd diwêrin di bajarekî Tirkiyê, Iraqê, Sûrîyê û Îranê de pankartên xwe li dîwarên malê xwe xin û bêjin: "Enqere Kurd e wê Kurd bimîne?". Yan Kurd diwêrin li Amedê, li Qamişlo û Mahabadê pankartên xwe li dîwarên mala xwe xin û bêjin:"Amed,Qamişlo, Mahabad Kurd e wê Kurd bimîne?". Gelo wê dewletên dagîrker çi bînin serê me Kurdan hûn zanin? Wê tirrê ji me berdin û serê me têxin qûna bavê me.

   Lê Tirkmen bi rêya Tirkan di dilê Kurdistanê (!) Kerkûkê de pankartên xwe bêtirs radikin û hesabê Kurdan bi pênc qirûşên xerabe nakin.

    Gelo wê pozê me Kurdan bişewite? Bawer nakim!

Kerî

Cembelîyê Botî- 11/09/08-Colemêrg-

Ev du rojin ez filimê KERÎ yê Yilmaz Gûney di Kurd 1 ê de bi wergera zmanê Kurdî temaşe dikim. Berê jî min, çend caran Tirkî û Almanîya wê temaşe kiribû. Kurdîyek gelek xweş , fesîh û bi filîm re lihevhatî. Dema mirov temaşe dike, dilê mirov geş, serê mirov pê bilind dibe.

   Wek karkerekî Lotikxanê, dera herî zêde kêyfa min jibo fîlim hat,  dema di vagonê de di nav pez de Siloyê Kurd bazdide ser jineke Tirk û tirrê jê berdide. Hema jibo rol û jibo qestanî û henekan jî be, jinik diz û qûnek jî be, ku Kurdek bikute Tirkekê dilê mirov rehet dibe.

   Bi vê wesîlê ez KURD 1 ê û xebatkarên wê yên hêja û zehmetkêş jibo wî zimanê wan û wergera wan ya şirîn û fesîh pîroz dikim û çavên wan radimîsim. Hêvîdarim ewê serkeftî bin û di xebata xwe de newestin û hûn sax.             

ERGENEKON

 

Bavê Ronahî- 11/09/08-

Ev bûn çend mehin li Tirkîyê qala dewleta dizî “Ergenekon”ê tê kirin. Her roj  rojname û  televîzyon qala wê dikin. Li her deverê şaxên wê yên nû peyda dibin. Gotin û galgal tim li ser wê ye.

   Li Başkalê Iskender Axa heye. Axayê herî xurt yê vê demê li Başkalê ew e. Îskender namzetîya xwe jibo gelwekîlîyê danîbû lê bi ser neket. Tê gotin ku eroyînê difroşe, mazota qaçax ya ji Îranê tê di bin qontirola wî de ye. Dibêjin nêzîkî 40 tankeran bi şev bi qaçaxî jêre petrolê dikêşin. >>>>>

Qaşo tirro partî ne

 

Jîrko-10/09/08-

Di vê dema dawî de li Sûrîyê di nav Kurdên me de çend navê partiyên taze û nuh ên ku du neferî ne derketin û dixwestin xelkê bixapinin. Ta asteke dirêj li ser malperan navê xwe ê mezin belavkirin û bi dorişmeyên bilind xebata xwe ya (nîv) netewî gazî li millet dikirin. Bi Propagandek fereh dixwestin Kurdê xwe bixapênin ji bo sedema çend dolarek ji deverên cuda cuda pêda kin.

   Lê wek tê gotin: “Av ziwa dibe qûna reş û sipî ji hev xuya dibe”.

   Dibêjin niha xelk li dûv ew parên ku bi deyn dane wan dikeve û ji wan dixwaze. Û xelkê vê partîyê jî wek kîroşkên ku ji ber tajî birevin direvin û xwe ji ber xelkê diveşêrin. Bila xwedê neynê serê tu kesî, rebena bi destan didin û bi lingan li pey parên xwe dikevin. Hêvîya min ewe ku rojek din miletê me yê Kurd ji van partîyên li ser malperan bawer neki û sipasssssss!!!

Ma hewceyî bi fikarê heye kaka!

Cemîl Cewher- 09/09/08-Hewlêr- Dibêjin hikûmeta Erebên Iraqê dixwaze balafirên şer F-16 ji Amerîkayê bikire. Îcar xwedêgiravî Kurdekanên me jî ketine nav fikar û mitalan û ji xwe dipirsin:”Hella hellaaaaaa, kaka ciyan,  hikûmeta Nûrî Malikîyê qûnde bo balafirekanî şer dikire canekem?” û pişta stuyê xwe duxrînin.

   Yaw babam, canekem, bi ellawekîl, bi serê Saddam Hisênê dêqehp hewceyî bi fikaran nîne kaka, wîî! Ma wê Bexda ji bo çi balafirên F-16 bikire gelo? Ji bo şerê Îranê bike? Naaaaa! Ji bo şerê Tirkiyê bike? Naaaaaaa! Ji bo şerê Sûrîyê bike? Tobeeeeee! Êêêêêêêê? Naxwe bo çi dikire? Ji bo şerê Kurdekan bike û tirrê ji me berdin kaka tirrêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêê! >>>>>

Evîna Rîhspîyên Heftê Salî

Qosarî-09/09/08-Amed- Xweza herçiqas qermîçokan li ser rûyen mirov, mîna neqşa bixemilîne jî hêsên mirov, tu car kal û pîr nabe. Mirov di her demê de, hêsên wî/wê zindî dimine. Tu car naxwaze ku mirin nêzi wan bibe. Tu car naxwaze ku destên wan û yê jîyane ji hev biqete.

  Pîrek min hebû emrê wê li dor heftê an jî heyştê salî hebû. Ji herdû çavan kor bû. Mêrê wê, yanî kalê bavê min ji “ Herba Ûrûs û” virda tu bersiv ji wî nehatibû sitendin. Ji bavê xwe jî hew bavê min mabû. Rojek bavê min hîna zarok e, ji pîrê aciz dibe û ji Pirê re dibêje:

-Mirin

Pîrê bersiv dide:

-Hema xweşe bila mirin ji te re be. >>>>>

Mêr ji we re û jin ji Lotikxanê re kaka!

Mihemed Soran- 07/09/08- Hewlêr- Tirr di qûna terorîstên zilamên Ereb de nemaye, îcar keç û jinên xwe dişînin Kurdistanê da ku xwe biteqînin û herin cehnema gewrik.

    Dibêjin Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê keçek 17 salî bi navê Dua Hemîd Îbrahîm girtiye û dawa wê li serê wê pêçaye. Dua Hemîd Îbrahîm berî xwe li Hewlêrê biteqîne û toz û dûmanê bi ser serê xwe xe, hatiye girtin û serê wê ketiye kuna bavê wê.

    Welhasil, em wek canfedayên Lotikxanê bang li Asayîşa Parastina Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin: Zilamên terorîst ji we re û keç û jinên wan ji Lotikxanê re kaka. Piştî tehlîl û lêkolînek bedenî, emê wan berdin nav koma garanê û bila kerên me yên Şamî tofan û zelzelê bi serê keç û jinên Ereb de rakin, ji kîjan alî de lotik û zîtirkan li wan dixin serbest in.

    De qurban, hema mehê yeke wek Dua Hemîd Îbrahîm têxin çewalekî û bi rêya emaîlê ji me re bişînin bes e. Okey!

 

Xwedê bide nabê tu kurê kê yi

 

Hesen Keleş- 06/09/08-London- Ji berê de dibêjin "go xwedê da nabê tu kurê kê yi". Îcar ev jî mesela me û dizê Londonî ye. Dizê me xwestiye têkeve muzeya East Londonê.

    Lê gava alarmê lê daye, bûye vitvita qûna wî, ji tirsa re bi xwe de berdaye û reviyaye. Lê şîşa derabeyên muzeyê hişk pê girtiye û gotiye:"Tê bi kude birevi min di te kiro, ma mêr direvin law?" û 30 cm. xwe têde çikandiye. Îcar li wêne binerin û hûn bêjin:

Gelo singê derabeyên muzeya East Londonê ketiye kuderê wî dizê me?

   Çi qismetek fireh li ser vî dizî ye pekkkkk... Singê qirase tam li hedefê xistiye ellawekîl, wey maşelleeeeeee!

 

Maliki drops the mask

With his tough stance on US withdrawal, Sunni militias and the Kurds Iraq's leader risks doom

Jonathan Steele in Baghdad-06/09/08-

What's up with Nouri al-Maliki? As security anxieties subside in this slowly calming city, political speculation has rarely been so intense. First, it was Maliki's demand that all US troops leave Iraq by the end of 2011. Then came signs that his government wants to undermine the Sunni tribal militias, known as the Awakening councils, on whom the Americans have relied to defeat al-Qaida in Iraq.

    Now there are moves to take on the powerful Kurdish peshmerga troops and push them out of disputed areas in the strategic central province of Diyala. >>>>>

Ato gotiye „pişk“ û ew ji pozê wî ketiye

  Tecawizcî Coşqûn-  05/09/08-Stenbol- Weke ku van hunermend û siyasetmedarên bîjî yên Kurd zirar dane Kurdan û Kurd asîmîle kirine tu kesî nekiriye.        

    Hunermend bi dizîya xwe, bi guhertina stranên Kurdî û Tirkkirina mejîyên xort û keçên Kurd xizmetek mezin ji dewleta virqo, ji Tirkan re kiriye. Çi stran û meqamek Kurdî hebe guhertine Tirkî û ji Tirkan re kirine mal. Xort û keçên Kurd teşwîqî asîmîlasyonê, jîyana sosyeta Tirko dikin û di nava weztê de kesayetîyê bi wan re nahêlin.

   Siyasetmedarên me jî bi navê qaşo bratîya Kurd û Tirk, lotikên bêîman li me dixin û me bi dewleta Kemalîsta Tirk ve dikin şîrêz û benîşt, pê dizeliqînin û tirrê ji me berdidin.

   Welhasil, lehmecûncî Îbo >>>>>

Cîgerim xweş keland lê hinekî şor kir

Aram Serhedî- 04/09/08- Swêd- Belê.... Kekê me Rêzan Tovjîn di malpera Amîda Kurd de nivîsek xweş bi navê “Xeyala Konfederalîzmê û Kurdên Xerab” nivîsandiye.

   Bila ramana konfederalîzmê ji kekê me re be û têra xwe pê xewn û xeyalan bibîne, lê bi giştî naveroka nivîsê wek zêrê zer e. Kekê me bê hemdî xwe (yan jî hingî di nivîsê de germ bûye ji ber çavê wî revyaye) şorbe baş kelandiye lê hinekî şor kiriye, kevçîyek zêde xwê avêtiyê.

   Tovjînê me ji alîyekî behsa bêguhenîya Kurdan dike û li hember kiryarên millet û dewletên din Kurdan dike melayîket. Heta vir ehlen we sehlen, xweş e.

   Lê ji alîyekî din ve jî Kurdan “bi kujtina bi hezaran Ermenîyan” gunehbar dike û lotikek bêîman li Kurdan dixe. >>>>>

A Tragedy Waiting to Happen 

 Barry Gewen

The hour of the Kurds has come round again. They are the great success story of the Iraq war, what the Bush administration always

The hour of the Kurds has come round again. They are the great success story of the Iraq war, what the Bush administration always hoped for across the entire country. They have a functioning, popularly supported regional government. Their economy is booming. Religion has little retrograde or divisive influence on their public institutions. Women are respected (there have been many important female leaders in Kurdish history) and Israel is viewed approvingly. >>>>>

Aha ji we re kerekî xwedê

Hesen Keleş- 03/09/08-London- Aha ji we re kerekî xwedê, Dr. Stuart Hill! Stuart Hill terapîst e. Rojekê xanim Amanda Rîppon ji ber êşa kaboka xwe serî lê dide û dixwaze doktor çareyekê ji êşa wê re bibîne. Lê rebenê nizanîbû ku wê Stuart efendî wê di muayenexana xwe de pê xweş bîne û vîbratorekî qirase têxe wê.

   Dr. Stuart şîret li xanim Rîppon kir û got:“Bi xwe xweş bîne û orgazm bibe, bi telaq tê yek û yek rehet bibi, êşa kabokan bi te re namîne“ û rabû di oda xwe de vîbrator xist bin dawa wê. Herçiqasî Rîppon xanim serî li polîsan xist û gilî lê kir jî, lê êdî hasil giha Mûsilê û namûs bû bexdûnis wesselam.

   Îcar hay ji kerên wek Stuart efendî hebin baba….Heger hûn çûn ser terapîstan 101 girêkî li doxîna xwe xin û piştre derdê xwe ji wan re bêjin. Yan na hûnê bibin çarox ellawekîl, eman eman!

Hûn jî bê haya Malikî fermanan derxin, ma hûn mirî ne?

Cemîl Cewher- 02/09/08-Hewlêr- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin Serekerkanê Artêşa Iraqê Babekir Zebarî ji rojnama Rûdawê re gotiye:“Kaka ciyan, bi sê telaqan Nûrî Malikî bê haya min fermanan derdixe. Ez vê wek tecawizekê li ser desthilatî û berpirsiyarîya xwe dizanim“ filan û fîstan.

    Ê babam, serekerkanên dewletên xelkê ji xwe re rêxistinên veşartî yên wek „Gladîo û Ergenekonê“ çêdikin, hesabê pêşeroja xwe û milletê xwe dikin, başe çima hûn hesabê pêşeroja milletê Kurd nakin û pişta xwe bi Erebên qûnreş ve girêdidin kaka? Ma hûn mirî ne?

   Madem Nûrî El Malikî hesabê te bi qirûşekî nake, tu jî di nava artêşê de rêxistinên veşartî çêke û serê Malikî têxe qûna bavê wî û xelas, wîî!

 Komkarê serê faşistên Tirk xist qu...ê dêya wan

Tacdin Baran- 02/09/08- Almanya- Yaw bi namûsa mêrê çê, ji teq û reqê, ji pevçûnê xweştir tiştek tune. Ne bi pevçûn û şer û berxwedanê be, Kurd nagihên armancên xwe û ruhê netewayetî di wan de xurt nabe. Çawa ku Tirkên xwînheram bi çep û rastên xwe, bi dîndar û zinêkarên xwe, bi jin û zarokên xwe dijminatîya Kurdan dikin, divê Kurd jî netewperweriya wan bêbavan ji xwe re bikin nimûne û lotik li ser lotikan li wan xin. Yan na bi qurban û heyran îş nameşe ellawekil. 

   Welhasil, dibêjin di 30/31ê mehê de faşîst û qûnekên Tirk êrîş birine ser çadira Komkarê û di festîvala “Hemahengiya 2008”an de xwestine lotikekê li Komkarê û ala Kurdistanê bixin. Lê Kurdên derûdorê xwedî li Komkarê û ala Kurdistanê derketine, dest û lingên cewrên Asenayê şikandine û tirr ji wan û dêya wan berdane, festîval li wan heram kirine.

   Welhasilî kelam, heta dest û lingên bîjîyên Tirkên faşîst neyên şikandin, heta serê wan paşûpê nekeve kuna dêya wan, biaqil nabin û nabin insan wesselam.

 

www.netewe.com

Iraqi Kurdistan still a tough sell to investors

 Missy Ryan-01/09/08- ARBIL, Iraq (Reuters) - Iraqi Kurdistan has been primed for a wave of foreign investment for years, but officials say the grand goals of a relatively peaceful northern enclave are frustrated by violence plaguing the rest of Iraq.

   In Arbil, the Kurdish capital some 310 km (190 miles) north of Baghdad, the streets buzz with activity. Several upmarket hotels and housing projects are going up on the outskirts of town. Direct flights arrive from Europe and westerners are a common sight in the city centre's booked hotels. >>>>>

Kurdistan çem û çem çû

Sofî Xelef- 01/09/08- Belê, Kurdistan çem û çem çû, ket bin axa sar. Ji siyasetmedar û serokên me bigrin heta bi rêxistin, partî û dezgehên me hew behsa Kurdistanîbûnê dikin û bi navê polîtîka û siyasetê xwe wek Iraqî, Îranî, Tirkiyeyî û Sûrîyeyî dibînin. Çima? Qaşo kirasekî nû li xwe dikin û dixwazin xwe bi vî awayî bi dewletên cîran bidin qebûlkirin.

    Lê nizanin ku ev helwest û siyaseta şaş bandorek neyînî li nifşên nû dike û wan wek mirîşka gêj li dora hev dizîzikîne, mejîyê wan aloz dike û wan ji ruhê netewayetîyê bi dûr dixe.

   Welhasil, li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin serok Barzanî berî çendakê di rojnama Şerqul Ewsed a Erebî de çend lotikên xweş û nexweş avêtine. Rojname li Londonê derdiçe û rojnameya Erebistana Siûdî ye. Serok Barzanî gotiye: >>>>>

Nijda Hirçan

Cembelîyê Botî-01/09/08-Colemêrg-

Me digot qey dewlet û gêrîla nijde û êrîşan dibe ser gundan. Me nezanîbû hirçên çîyayên Hekarya jî bûne nijdevan. Doh mexrib şeş hirçên tamzan, êrîş birine gundê Ceylanlî (ku ez xelet nebim navê wê yê Kurdî Kehê ye) ser quwarên hingiv yên Xezalî Ertaş . Ji 20 quwaran hingivê 10 an bi temamî xwarine û paşê  bi serkevtinî vegerîyane meqerên xwe.

   Neha tam dema gûzane, pîştî hingiv dê gûzan bixwûn. Ne prostat, ne dilêş, ne jî nexweşîya kezebê di wan de dimîne. Birastî hirç jî wek hinek hirçên dupê tama devê xwe dizanin haaa!

   Henek li alîyekî, lê jîyana wî gundî li ser çandinî û mêşên hingiv e. Pîştî mehekê wê hingiv ji şanan derxistibana û firotibana. Debara mala xwe pê kiribana. Lê  hirçan ew kul di dilê gundîyan de hişt û xusarek mezin da Xezalî.

   Êêêêêêê, herdu dewlet li Kurdan dixin, ma hirç ji wan kêm in canim, wîî! Kurd wek goka nav lingan e, hema kî digihê wan lotikekê li wan dixe û hûn sax!    

Ne qebhet e, kakacan rastîya xwe dibêjin babam!

Şêrzad Zebarî- 31/08/08- Hewlêr- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin televizyona Kurdsatê di bernameya (Haftada bir) de (hema di serî de qebhet û rûreşîya herî mezin ev e ku Kurd bi zimanê dijminên xwe bernameyan çêdikin û dibin sedemê asîmîlasyona Kurdan) Kurdistan wek “Kuzey Iraq - Bakurê Iraqê” binav kiriye, lotikek qantirkî avêtiye û kêfa Tirkên hov li me anîye.

    Ji xwe Tirk jî hebûna Kurdistanê qebûl nakin û başûrê Kurdistanê wek “Kuzey Irak” binav dikin. Îcar ferqa Tirkan û kakacanan ji hev çiye? Hêç! Heman bêhna gennî ji wan tê. Bêhna çi hûn zanin kaka? Bêhna tirr û fissên djminatîya netewparêzîya Kurd û Kurdistanê.  >>>>>

1013 kesî danezana serxwebûna Kurdistanê îmze kir

Fikra ku çareseriyê di “komara demokratîk” de dibîne û konsepta Ewropayê ya ji bo mafên takekesan û referansên kemalîzmê yên bi her awayî ji çareseriyê bi dûr in û bûyine sedemê têkilhevî û aloziyê, qet nabin rêya çareserî û dê qet nebin jî. Çareserî damezirandina dewleteka kurd li ser xaka Kurdistanê ye.

    Di sala 1880-yê de li ser zemînê cîhanê 25 dewlet hebûn. Ji 125 salan û virde 181 dewletên din hatin ava kirin. Niha li cîhane 206 dewlet hene. Hemî dewletên di van demê dawî de hatine ava kirin, ji statuya metîngerî (bindestî) rizgar bûne. An jî, ji statuya federasyonê rizgar bûne û bûne dewlet. Dewletên ne metînger yên bi îradên xwe bi hev re weke federatîf û  xudanên desthilatî yên wek hev jî, ji hev veqetîyane, an jî di prosesa veqetandinê de ne. Ji Yekitiya Sovyetê zêdetirî 20 dewletan û ji komara Yûgoslavyayê ya federe jî 7 dewlet derketin. >>>>>

Xweş xebere lêêêêêê?

Bengîn Elegez- 28/08/08-Moskova- Navbera Rûsyê û Amerîkayê bûye wek kafirkerafî û li ber hevdu û mahneyekê ne. Herçiqasî herdu alî jî dixwazin ji hevdu tawîzan wergirin û çavê hevdu bitirsînin jî, lê xuyaye Rûsya dixwaze dîsa vegere ser kemla xwe a berê û di dinyayê de bibe xwedî rol û gotin. Piştî şerê bi Gurcistanê re Rûsya nav bi dû xwe xist, pûanek erênî girt û tirr ji serokê Gurcistanê Saakaşvîlî berda.

   Welhasil, Tirk wek darkê hewdelê ne. Tiliya xwe dixin bin her kevirî û bi xeyala Tûranistana mezin radibin û siyasetê dikin. Heger Tirkiyê çek nedabûna Gurcistanê û ew sor nekirina, wê Gurcistan li himber Rûsyê xwe wek şêran (!) nedîta û nedihat provokasyonê. >>>>>

Elametên qiyametê berê xwe dan Bangladejê

Raca Xan- 27/08/08- Bangladej- Her ku diçe elametên qiyametê zêdetir dibin. Li gora hinekan elametên qiyametê ne, li gora hinekan kerametên xwedê ne, li gora hinekan jî lotikên hormon û maddeyên kîmyewî ne. Ji ber çi sedemê dibe bila bibe, dixuye ku di jîyana insan û heywanan de guhertinên mezin çêdibin.

   Welhasil, vê carê jî li Bangladejê zarokek duserî hat dinyayê. Zaroka bi navê Kîron, duserî ye û ji niha de bala xelkê herêmê kişandiye ser xwe.  Xwedê neyne serê kesî rebbî!

   Berê di çîrok û çîvanokan de behsa “Dêwê heft serî” dihat kirin. Me digot “law de derew in qerdeşim, ma dêwên hefs serî çêdibin” filan û fîstan. Lê xuyaye wê di pêşerojê de insan û heywanên heftserî û hetta dehserî jî çêbibin.

   De a bi xêr çi be bila xwedê wê bike rebbî!

Kurd û Ereb bra ne, xwelî li serê Kurdan e

Mistefa Kerkûkî- 26/08/08- Kerkûk- Wextekî slogana “Kurd û Ereb bra ne” mode bû. Îro hîna jî hinek alî bawerin ku Kurd û Ereb bra ne. Lê di rastîya xwe de Kurd û Ereb dijmin in û heta roja qiyametê jî nikarin bibin brayên hev. Herwesa Tirk û Faris jî. Lê çi tê serê me Kurdan ji xwelîliserîya me tê serê me. Em tim bûne kurtanê kerên dijminên xwe û me dost û dijminên xwe têkilhev kiriye.

   Welhasil canekem, dibêjin piştî Diyalayê îcar artêşa Iraqa Saddam ketiye bajarê Xaneqînê û tirr ji Kurdekan berdaye.  Herçiqasî Kurdekan rabûne ser pîyan û artêşa dêqehpên Erebên Iraqê şermezar kirine jî, lê êdî hasil gihaye Mûsilê û tirr di Kurdekan de bûne fiss.

   Êêêêêêêêê, çonî başî kaka ciyan? Hûn bi ya Lotikxanê nakin haaa! Ê de bixon kaka bixooonnnnnn....Bi telaq û namûs ta ku hûn bi ya Lotikxanê nekeyn û Erebên qûnreş wek dijmin neynasîn, wê halê we her ev hal be û hûnê ji lotikên Erebên bêderpî xilas nebin babaaaaaaa!  

   Do Diyala, îro Xaneqîn, sibê Silêmanî, dusibê Hewlêr û sêsibê jî Ereb dest davêjin namûsa seranserê Kurdistanê û xelas!

EZ BÛM QOMANDO

Bargiran Baran- 26/08/08-  Kela kela nîvro li dikana ku qet lê tiştek nayê firotan, di destê min de telefona min a kevnik û pîsik tim pê lê çar tûşan dikim: Du, çar, şeş û heşt. Jor, çep, rast û jêr. Xalên reş her carê li alîyekî derdikevin, marê kin diqulibînim ser wan, dadiqurtînim û marê her ku diçe dirêjtir dikim. Tew bêguman ezê îcar rekora pûana herî bilind bişkînim.

   Min bala xwe ewqas daye ser cihê xalan ku, ku kes were tiştekî ji dikanê rake bibe pê nahisim. Ji xwe ti deng jî nayê min heta ku zarokek biçûk ê nefes lê çikîyayî bang dike: ''Kaxeza te yê eskerîyê hatîye kekê, bavê min got bila zû were kaxeza xwe ji min bistîne''. >>>>>

Erebên bêbav dest bi lotikên heywankî kirin

Mihemed Soran- 25/08/08-Silêmanî-  Berî niha artêşa Iraqê girtibû ser nehiya Qeretepeyê û alên PDK û YNK ji asîmanan daxistibûn û ala Iraqa Saddam hildabûn. Piştî dîtin ku Kurdên xwelîliser dengê xwe nakin û lotika wan ji wan re dimîne, îcar Erebên qûnreş lotikên xwe dijwartir kirin û îcar dixwazin Kurdan ji gund û nehîyên wan derêxin.

   Li ser bextê malpera Sibeyê be, dibêjin artêşa Iraqê girtiye ser nehiya Celewlaya Diyalayê û ji 100 malbatên Kurd re gotine:”Ê de biron werek himmar! Yan heta 72 seetan hûnê vanderan terk bikin û yan jî emê serê we têxin qûna bavê we” filan û fîstan.  

   Welhasil, wille, bille û tille min tiştek fêhm nekir kaka. Ka qaşo Serekerkanê Artêşa Iraqê û gellek general Kurd bûn? Bo hûn dengê xwe nakin û xwelîyê li serê xwe dikin kaka?  

   Heger ev bûyer rast bin û bi ser vîqasî de Kurdekan û rayedarên hikûmeta Kurdistanê dengê xwe nekin, ji xwe gotin li me nakeve kaka!

   Çawa be namûs bûye bexdûnis û herkes li bêrîka xwe difikire wesselam...

Wey ne ser xêrê bi rebbîîîîî!!!!! 

Metîn Mêrdînî-24/08/08-Mêrdîn-

  Dîsa sezona fûtbola Tirkî destpêkir....
Ka em binerin wê vê salê çend mirov piştî maçên topê bi sîlehên berdûşan bên kuştin.
   De îca kuştin jî ne besi, wê enflasyon-menflasyon, guherandina rojevê, dek û dolap zîvirandina hakema,
warwara temaşevanan, xeber û gotinên ne xweş, tîre tîra tirimpelan...hima çi bê bîra we, destpêbiki.
>>>>>
 

Ev lêlê ye, lolo li ku ye xwedê zane

 

Mihemed Soran- 24/08/08-Silêmanî- Ev serê du salane ku Lotikxane dibêje bawerîyê bi Tirk, Ereb û Eceman neynin. Ji xwe ji berê de bav û kalên me gotine „dijminê bav nabe dostê kur“.  Lê kengî emê wek Kurd vê rastîyê fêhm bikin û dost û neyarên xwe ji hev binasin ne kifş e.  Bila tu Kurdek xwe nexapîne ku wê rojekê Tirk, Ereb û Ecem ji Kurdan hez bikin û bibin dostên wan.

    Dibêjin li başûrê Kurdistanê nehîya Qeretepeyê, bîjîyên Saddam Hisên û eskerên hikûmeta Malikî girtine ser baregehên PDK, YNK, Partîya Kominîst û ew tirrek kirine. Alên wan partîyan daxistine û ala Iraqê xistine qûna Nûrî El Malikî. Êêêêêêê >>>>>

Heheyyyttt!!! Osmanê me çû nav muxtara

 Metînê Mêrdînî- 23/08/08-Mêrdîn- Milletvekîlê DTP e nuh fêhm kirin go siyaset û polîtîka ne li Enqere  û li meclîsa Tirko-Virqo tenê tê meşandin. Hinka dar li serê wan xist an jî serê wan li kevir ket çawa bû, berê xwe dan nav millet. Ez pê nizanim. Her wekîlekî me berê xwa da ciyekî û dest bi xebatê kirin.
   Îca heyran, ez qurbana we axir go lotikxane heye...
Ez serê we û serê xwe neêşînim, Osmanê (Ozçelik) me jî çû Sêrte, binerin Osmanê me li Sêrtê çi diki û çi naki..!
>>>>>
  

Tiraşa kundir

Hesê Belê- 22/08/08-Amed- Hat ragihandin ku îsal di nav xortên Amedê de moda kundir bi pêşde çûye.  Berber Ridwan; piranîya xortên ku serê xwe zelût dikin bi taybet min diecibînin dibêje û bi berdewamî dibê; em ji Hênê ne û bapîrên me jî berberî dikirin. Ji ber ku em berberîya bi vî şêweyî dikin û karê xwe baş pêk tînin, ji me re (Key Kuyan-Mala Kundiran) tê gotin.

    Berber Ridoyê ku ji bo hunera xwe pêş me bike serê şagirtê xwe kur kir û wek kundirekî biriqand, bang li xortan kir û got: >>>>>

 

Pêş nedin, paş bidin kaka paaaşşşşşşş!

 

Cemîl Cewher- 21/08/08-Hewlêr- Dibêjin balyozê Dewletên Yekbûyî ê Iraqê mîster Ryan Crocker di Kurdistan TV de axivî ye û qaşo rê li ber şik û gomanên derbarê têkilîyên Amerîka û herêma Kurdistanê de girtiye. Crocker bi her sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku navbera Kurd û Amerîkîyan xira nebe û Amerîka pişta xwe (paşya xwe) nede Kurdan.

    We fêhm kir newlo gelî xwendevanan? Amerîka paşya xwe nade Kurdan û pêşya xwe dide Kurdan. Gelo li gora we çima Amerîka ditirse paşya xwe bide Kurdan kes  ji we zane?

>>>>>

Dewleta Sûrî û Bertîl

Serbestê Bindest-21/08/08- Komar (Republic) an Cimhûrîyet sîstemek demokratîk ya ku dewleta bi rêk u pêk dike.Di komarên demokratik de gel xwedî deng, maf û biryar e.Welat bi zagonên demokratik tê meşandin, li welat edlayî, wekhevî û azadî heye. Di qada navnetewi de navê dewleta Sûrî jî "Arabische Republic Syrien" yanî Komara Erebi a Sûrî.

    De îcar bela rayedarên dewleta Sûrî destên xwe deynin ser ûjdanê xwe û bêjin bê ka kîjan normên komarîyê li Sûrî heye! Li vî welatî zagon lastîk e, mafê mirov, azadî û edlayî hemi pere ye. Ger perên te hebin, tu kari bi peran hemi deryan veki, ger tu xizan bi xwedê ji te stend û trên li te qelibî û hew. >>>>>

 

Nivîsên Remezanê- 1

Hesê Belê-12/09/08-Amed-

Rehmetîyê kalikê (bapîrê) min Mele Ehmed, ji bo kêfa me zarokan bîne, bala me bikşîne ser meha Remezanê û rojîyê, ji me re di derbarê rojîyê de henek dikirin.

    Gava em radibûn sihorê mijara pêşîn li ser niyetê bû. Di nav meraqa niyetanînê de, ji me re; gerek zarok niyetên cuda bînin digot. Çunkî wî zanîbû ku emê nikaribin rojîyê bigrin û bi vî awayî em diparaztin. >>>>>

 

Gelo wê Kurdên ku bi "şildim bildima Tirkî" dipeyivin ji van zarokan fedî bikin?

 

Bê şirove

AIDS û Azadî

Senger Îloz- 11/09/08- Eşkere bû ku li Kurdistana azad ango Başûr her tişt ne azad e! Sînorên azadiyê heta cihekî kakacan! Ji xwe ku li we nexweşiya AIDS’ê peyda bûbe dev ji hewandina nava welêt berdin girtîgeh jî ji we re heram e!

   Rayedarên herêma Kurdistan ji mêvanên welatê xwe re bi zimanekî zelal û delal dibêjin; Ma we ji me pirsî û hûn bi AIDS’ê ketin. Hela hela! Qey dijmin we bi ser me de şandiye, da ku vê nexweşiya xedar li welatiyên me jî belav bikin. Kiş kiş vegerin çavê me we nebîne!’ >>>>>

Hawar yû!

Bargiran Baran-10/09/08-

Bi çavên min ên şeş salî û dilê min ê germik û nermik di nav gund de keçka herî xweşik û gewrik, dotmama min a ji min sêzdeh sala mezintir bû.

   Porê wê yê zeravî, çavên wê yên reş û belek û dest û neynûkên wê yên hinekirî. Du pêçîyên wê yên tim li jor, dengê wê yê zelal û kesk û sor û zereka li ser enîya wê girêdayî. Rûyê wê yê bi ken, destmala wê ya zer û serpeşîya wê ya şên, du gav rast, gavek çep û carek din gavek rast. Şûnê de şûnê de... Mîlîtan, mîlîtan, simbêlqeytan... mîlîtano.. mîlîtano.. Tew tew, ha Ferê ha. Û qêrînek bêwext, ya pîrekê:  ''Ma dengê min nayê we ha, bes bireqisin bes, 'esker tên 'esker''.>>>>>

Kerkukê û Seddamiyên nuhok-3

Z.Osman-09/09/08-

Di vê qonaxê de H.K.B  derbasî zîvirandinek xerab bûye û gelek astengî têde wê li himber netewa Kurd peyda bibin. Neyarên Kurda li Îraqê û dewletên deverê wê  keysa xwe ji van mercên nuh bînin bo ziyaniya bighînin netewa Kurd.

    Bê guman mebesta van neyaran ne xistina madeya 140 î ji desturê Îraqê bi tenha ye. Belê armanca wanî stratîjîk xistina fîderaliya H.K.B e. Ev jî di guhê Kurda de zengilê agahdariyê ye bo şiyar bibin û xwe ji qonaxek herî dijwar re  amade bikin. >>>>>

DARA  ZEYTÛNÊ

 Bavê Tosin-09/09/08-Amûdê-

Evîna me

Lêhatinek bû

Min dilê xwe kola

Jêre kir gor

Lê çavên min

Ahîna bê deng

Bi dizî

Belakirin .

De bela bêje

Dara zeytûnê

Bela bêje >>>>>

Cîgerim dîsa lotikek bêîman li Kurdan xist

Firildeq Elî- 07/09/08-Stenbol-  Belê, serokê Konfederasyona Civakên Kurdistanê (di Kurdistanê de ji xeynî milletê Kurd çend civak hene hê jî min fêhm nekiriye) cîgerim Ocalan dîsa lotikek li netewparêzîya Kurd xist û mafê dewletbûnê li wan heram kir.

    Cîgerim di hevdîtina vê dawîyê de dîsa wek dem û dewranên berê mesele bir û anî û hat li ser netew-dewletbûnê sekinî. Tu dibê qey tu îş û karê wî, tu pirsgirêkên wî nemaye ji xeynî dewletbûna Kurdên başûr pêve û ev jî wek pîjekî di çavê wî de radibe.

 Yaw babam, xwedê bikim Iraq bibe 101 parçe, ji te re çi wîîî! Ma dewletbûn ji xelkê re adet lê ji Kurdên xwelîliser re qebhet e qerdeşim? >>>>>

 

RÊWÎTÎYA STENBOLÊ 

Bargiran Baran- 06/09/08-
Şîretên wan ên ez zinaqî dikirim nediqedîyan: Binêre xwe tî mehelê, birçî mehelê. Gunehê te li stûyê te, dilê te tiştek xwest bikire bixwe. Li ber bayê hevala mekeve, çavê xwe veke, perê xwe winda meke. Rê de kesî tiştek date mexwaze, mexwe. Tuyê bixerbilî û wê perê te ji te bidizin.Li wir bi kesî re meke şer, kesî jî xwe re meke dijmin. Pir bi dû şopa ''kurmancî'' jî mekeve, tuyê ji dersê xwe bimînî, tali ne rind e, xerab e. Ger doza te ew e jî ji bîr meke ew welat ti car ava nabe, çimkî kurmanc ji kurmênc re xayîn e.>>>>>

Mirîşkên rût

B.Ronahî- 05/09/08-Wek tê zanîn, di kitêbên olî de tê gotin: Silêman Pêxember jibo jina xwe Belqizê teyr rût kiribûn da ku jêre doşek û balgîyan çêke. Lê serpêhatîya me ne li ser Silêman Pêxember û Belqîzê  ye. Lê li ser dayîkek Kurdên bajarê Qonyayê ye. 

   Xortê malê piştî ku dîya wî û bavê wî radizên, ereqa xwe vedixwe û pê serxweş dibe. Qedeha ereqê ya nîvî, li cih dihêle û diçe radizê. . >>>>>

Kerkûkê û Seddamiyên nuhok -2

 Z.Osman-04/09/08- Jibo van sozên moral, Kurda qebûl kirin ku pirsa di rêka siyasî – yasayî re çareser bikin û li ser vê bingehê Kurda alîkarî bi Îraqiya re kirin bo avakirina  dewletek nûjen ku mafê Kurda misoger dike. Her weha destûrek Îraqî modern peyda bû.

   Di naveroka xwe de madeyên serete hene wek fîderalîzim bo H.K.B û madeya 140 î bo Kerkûkê. 

    Kurda hêviyên xwe xistin destûr bo çareserkirina  pirsa deverên ku ji H.K.B hatine birîn, nemaze Kerkûkê. >>>>>

Tirkiye bûye Teksas

Şewqî Pozmezin- 03/09/08- Meletê- Tirkan bi şûr û tîr û riman hatin welatê xelkê talan û dagîr kirin. Yanî, kujtin di xwîna wan de heye û bê kujtin, bê xwînrijandin nikarin îdare bikin. Di ber her qûnekekî wan de demançeyek hazir e. Hema di nîqaşa herîpiçûk de jî hew we dît bû teq û req û xwîn rijiya. Îcar kesên bê sûc û bê guneh jî bên kujtin ne xema kîrê wan e.

   Li bajarê Meletê dîsa sosretek bi vî awayî çêbû. Qûnekên bi navê A.K û H.M.K li ser dan û stendinê nîqaşê dikin. Hema qûnek A.K demança xwe dikşîne û cercûrê li ser H.M.K vala dike. Ê tabî fîşek li derûdorê belav dibin û li jinikek û kurê wê jî dikevin, tirr ji wan jî tên berdan.

   Îcar li Tirkiyê hay ji xwe hebin qerdeşim. Hew we dît berik û fîşekek bi tofelaqî go “selamunaleykum” cîgerimmmmm!

Lotikxanê daxwaza hemwelatîya Lîbya kir

Abdullah El Kurdî- 02/09/08- Lîbya- Mizgînîya min li we gelî xwendevanan. Serokê Lîbya refîq Mûammer Qeddafî biryar da ku di sala 2009an de hinek wezaretan lexû bike û got:“Wê di 2009an de hemwelatîyên Lîbî bi destê xwe para xwe ji qezenca petrolê wergirin“ filan û fîstan.

   Li ser vê daxuyanîya serok Qeddafî, me jî wek malbata Lotikxanê serî li hemwelatîya Lîbya xist û me daxwaza hemwelatîyê ji refîq Qeddafî kir. >>>>>

 

A Talk with Kurdish President, Massoud Barzani

 

Ma'ad Fayad in Arbil

[Asharq Al-Awsat] Do you believe that the federal government in Baghdad considers you as its partners in government?

[Barzani] This is the main problem. During my recent visit to Baghdad, I emphasized this point. We asked them: Are we partners or not? If you consider us as your partners then this is one issue; if you do not then this is another issue. They stressed that we are partners. However, in real practice, I doubt this. >>>>>

Hz. Elî di qûna Alî Balkiz de zuhur bûye

Huseyîn Alî Dersimî- 01/09/08-Dersim- Hinek alîyên Elewî ji Kemalîstan zêdetir Kemalîst in û ji Mistoyê Kor zêdetir kerxanecî ne. Bi taybet Federasyona Bektaşî-Elewîyên Tirkiyê xizmet û piştgirîyek herî mezin dide dewletê û Kemalîzmê li ser lingan dihêle. Helbet ev helwesta wan ne belaş e.

   Dewleta virqo bi milyon dolaran pere dirjîne û qûnekên wek Alî Balkiz dikire da ku propaganda dewletê û Kemalîzmê bike. Heger hûn bala xwe bidinê, ê ku partîya CHP a nîjadperest li ser lingan dihêle piranî Elewî ne. Welhasil, >>>>>

 

TO THE WORLD PUBLIC

To Kurdistan and World Public

The Declaration for the Settlement of Kurdistan National Problem

 Believing in Democratic Republicanism, taking the European individual rights concept through aligning it with the Kemalist references and its deadlock manner is not a solution for our nation. Solution lies in the process of Kurdish people establishing its own country.  

   While there were 25 independent countries in 1880, 181 states were also established in the last 128 years adding total states number to 206.  >>>>>

Hanî û Kanî

H.Belê- 30/08/08-Amed- Ev herdu nav di zik hev de ne. Yek nebe ê din bê mane ye. Em behsa bîra Aynkebir a ku jîyan daye bajarê me Hanî (Hênê) û bûye sedema hilbijartina wargeha vê deverê, dikin. 

    Hênê li guzergeha ser rêya ku Qral Îskenderê mezin têre derbasbûye de ye, û heman wextê Tîmûrleng /Tîmûrêlenger di vegera şerê Enqerê de li vê deverê kon danîye. >>>>>

 

Biden Wanted to Break Up Iraq

By DAN SENOR
August 29, 2008 -
At the Democratic convention, Joe Biden had the opportunity to showcase his foreign policy experience. Yet his principal and most recent foreign policy initiative -- his plan for the soft partition of Iraq -- was glaringly absent from his acceptance speech.

   When Barack Obama named his running mate, he ticked off Mr. Biden's work on a range of other foreign policy issues -- from chemical weapons to Bosnia. But there was no mention of Mr. Biden's plan for Iraq. >>>>>

Hêkên kelandî day li wan ga

B.Ronahî- 28/08/08-

Sê xanimên ji bajarên evraz (metropol) wek wezîfedar jibo Cûlemêrgê tên tayînkirin. Ev hersê xanim li bajarê Wanê li ser têştxanekê (xwurînîxane) hêkên kelandî dixwin. Yekî Cûlemêrgî jî wan dibîne.

   Bi rasthatin hersê xanim, yêCûlemêrgî û çend hevalên xwe li eynî tirinbêlê siwar dibin û diçin Cûlemêrgê. Xanim xwe gelek qure, nazik û kubar dikin. Yên di dolmîşê de biçûk dibînin.Wan wek mirovên paşdemayî, cahîl dihesibînin û henekên xwe bi wan dikin. >>>>>

ma. Min di dilê xwede digot: >>>>>

Di ser te re serokê belediyê tunne!!

Metîn Mêrdînî- 26/08/08-Mêrdîn- Kes nikari milê xwe li milê te xe.
      Serokê belediya navçeya Batmanê Qubînê (Beşîrî) Burhan QURHAN
xizmetek pir pir hêja ji Qubînê û gelê Qubînê re kiriye.
Binerin ma çi kiriye û hîn jî wê çi bike.
   Belediye ji deynan xelas kiriye, meaşê karkiran her meh dide, parq û cadde
çêkiriye û bi kevrên şahîk raxistiye. Av çareser kiriye, kanalîzasyon temam kiriye
û xizmetên tenduristiye dide millet.
>>>>>

Nalet li 101 bavê xwe anîn

Şoreşê Dêrikî- 25/08/08-Dêrika Çiyayê Mazî- Dibêjin hinek kûçikbav şev nîvê şevê hatine peykerên rewşenbîrên Kurd Reşîdê Kurd, Qedrî Can û Edîp Karahan şikenandine û nalet li 101 bavê xwe anîne.

   Wê kî bişkîne? Yan polîs û esker in û yan jî xulam û nokerên wan Kurdên qûnek in. Ma cin û pîrebokan neşikenandine, wîî! Îcar bibînin bê em Kurd ketine çi halî, çi malkambaxîyê.

   Berî 1980î yekî Tirk bi çûkanîna xwe nikarîbû di ser gund û bajarên Kurdistanê re bi rehetî bifiriya. Yekî MHP î nikarîbû bihata Kurdistanê. Lê îro >>>>>

 

Iraqi Arabs seek vacation escape in Kurdistan

 

SULAIMANIYAH, Iraq (AP) — Iraqi Arabs looking for a break from five years of war and sectarian strife — or just the heartland's heat and dust — are finding one in the green, tranquil mountains of Kurdistan.  

   More than 23,000 Iraqis headed north to the autonomous Kurdistan region this summer, up from just 3,700 last year, tourism officials say. A week in a modest hotel, with bus fare, costs about $160 per person, or one-third an average monthly salary. >>>>>

Ji wan re adet e, lê ji xelkê re qebhet e

Abdullah El Kurdî- 24/08/08- Erebistan- Yaw ev insan çima ewqasî berjewendperest in û bi navê olê ferqê dixin navbera insanan ka hûn nabêjin? De binerin bê miftîyê Siûdî Erebistanê Abdulazîzî Bîn Baz çi fitû belav kiriye.

    Miftî efendî di fitûya xwe de dibê ku, „Erebên ku ji bona xwendinê diçin li derveyî welêt dixwînin, karin vir û derewan bikin, bi jinên xeyrîmislim re seksê bikin û hevdu biçirînin. Lê bi şertê ku divê ew berî vegera xwe ji jinikê re bêjin „min derew li te kir peppûkê“ filan û fîstan.  >>>>>

Tirba sosyetîk, Bardakçı Baba!

Senger Îloz-23/08/08-Li vî welatî hin tişt diqewimin ku, mirov li wan ecêbmayî dimîne. Tirba Bardakçı Baba ku bi henekekê hatiye avakirin, li ber plazayeke ku li Stenbola Tirkiyeyê nû tê avakirin bûye cihê bawermendên sosyetîk!

   Piştî ku ev rezdance û  plazaya ku dewlemendên Tirkiyeyê lê rûnin bi qede, di şibakeyên xwe de wê  li Bardakçı Baba binêrin û diayan bikin!

   De werin li vê ecêbê binêrin û ji îmanê dernekevin! Çawa bû Bardakçı Baba >>>>>s

Mêhdîyê me dîsa da bin dûvê dewletê

 

Jİ SERDOZGERİYA STEMBOLÊ RE

 

KESÊ RAGİHANDİNA SÛC DİKE: Mehdî TANRIKÛLÛ

Îskender Paşa Mah. Ahmediye Cad. Bahar Apt. No: 6 D.5  Fatîh / Stembol

BERSÛCÊN TÊN TAWANBARKIRIN    :

1- Üsteymen Tuncay BADUR û fermandarên wî yên bilind,

2- Kesê ku milîtanê bi navê Doxan ji Helîkopterê avêtiye û rayedarên leşkerî yên ku fermana avêtinê dane, >>>>>

Li talanê Nîlufera me xistin

Zinar Qelemşûr- 20/08/08-Stenbol- Serê Nîlufer Akbal ji teşqelan xelas nabe. Tu dibê qey hinekan li ser xwendiye û nifir lê kirine.

    Li ser bextê fitne û fesadên kolanên Stenbolê be, dibêjin hunermenda Kurd a nermik û germik Nîlufer Akbal, derîyê mala xwe ya li Stenbolê mifte kiriye û berê xwe daye bajarê Kûşadasi ji bo konserê bide.

   Lê rebenê nizanîbû ku wê xêrnexwaz, diz û keleş têkevin mala wê û li talanê wê xin.

    Nîlufera me li Kûşadasi bihîstiye ku diz ketine mala wê û mal rêş kirine, tiştek di malê de nehiştine. >>>>>

Kurdish Control of Kirkuk Creates a Powder Keg

By RICHARD A. OPPEL Jr.

KIRKUK, Iraq — The phone rang, and it was answered by a Kurdish security commander, Hallo Najat, sitting in his office in this deeply divided city.

    On the line, he said, was a United Nations official wanting to know whether it was true that the Kurdish militia, the pesh merga, had left its bases in northern Iraq and was occupying Kirkuk. >>>>>

Berxwedana Îrfanê me

 

Cembelîyê Botî- 19/08/08- Gever- Dibêjin berxwedan jîyan e. Kesê li ber xwe nede nagihê armanca xwe.

   Dibêjin li gundekî Gevera Colemêrgê şivanê bi navê Îrfan Torecî di 5 salîya xwe de çengekî xwe (milekî xwe) ji ber tunebûna textor winda kiriye. Xuyaye ev bûyer di serê Îrfan de cîh girtiye û sûnd xwariye ku bixwîne û bibe textor da ku zarokên din nekevin halê wî. Di encama helwesta xwe de pir xwendiye, ketiye qursê û Fakulteya Tip a Hacetepeyê qezenc kiriye. 

   De li ser xêrê be û xwedê qiwetê bide Îrfan Torecî rebbî! Hema Kurdek ji Colemêrgê bibe textor her ji Kurdan re xêr e û hûn sax!

Heçê bi mal in bi xaltîk û xal in

 Cembelîyê Botî-18/08/08-Colemêrg- Gava ez zewicîm û min daweta xwe li dar xist, bi zor û heft bela mesrefa dawetê, xwarin û vexwarinê derket. Çima? Ji ber go bê mal bûm, bê xaltîk û xal bûm. Lê axa û girgirekên me?

   Wey maşelle, bûkên wan nikarin di bin zêr û zîv û peran de rabin ser xwe.  Meselen dawetên axa û serokeşîrên wek mala Zeydanan dibin qîr û qiyamet û di dawetê de dê weledên xwe davêjin. Çima? Axa ye, serokeşîr e, wekîlê parlamentoya Tirko ye, destê wî dirêj e, dewlet û mîr û paşa ye. >>>>>

lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006