Aug 4, 2017

Category: Kevîn Kurdson

Xaltîka me Nancy got: “Kurd ne jibîrkirî ne”

  • by Lotikxane
  • 4 Months ago
  • Comments Off
Kevîn Kurdson Balyoza Amerîkayê xaltîka me Nancy Soderberg, nivîsek di trojnameya The Washington Post de belav kir, çend lotikên pîroz avêtin der û dorê, bi şeş telaqên mêrberdanê sûnd xwar û got: “Ez bi serê serok Trump bikim, êdî Kurd ne milletekî jibîrkirî û ne bi tenê ne” filan û bêvan. Xaltîka me Nancy Soderberg, […]

Tirsa terorê ew di malê de hişt

  • by Lotikxane
  • 5 Months ago
  • 0
Kevîn Kurdson Evan terorîst û zîtirkvanên îslamîstên radîkal û teradîn çi anîn serê xelkê û çi nanîn law. Tirsek wilo xistin dilê xelkê ku xelk hew wêrin ji mala xwe derkevin der. Meselen lotikvana Amerîkî, delala doxînsist û bê navran Keisha Grey. Lotikvan û stêrka pornoyê Keisha Grey, ji çapemenîyê re da lotikan û got: […]

Rojê 4 caran xwe dişo, dîsa bêhna masîyan jê tê

  • by Lotikxane
  • 5 Months ago
  • 0
Kevîn Kurdson Rebena Kelly Fidoe-White a 36 salî, raserî nexweşîyek wilo hatiye ku xwedê neyne serî kesî. Ya starrrr û ya star! Nexweşîya bêhna masîyan. Kelly Fidoe-White, rojê çar caran xwe bi heft qalib sabûna Helebê dîşo, rebenê dîsa bêhna masîyan jê tê. Dike û nake bêhna masîyan jê nare û ji ber vê bêhnê […]

Ew jî daket xişxişê

  • by Lotikxane
  • 6 Months ago
  • 0
Kevîn Kurdson Profesor Stephen Hawkîng ku piştî Albert Einsteîn wek fîzîkzanê herî mezin tê dîtin, peyamek da mirovatîyê û bal kişand ser kurtbûna temenê dinya û mirovatîyê. Hawkîns, hevpeyvînek bi BBC re kir, da lotik û zîtirkan û bal kişand ser nexweşî û pirsgirêkên dinyayê. Stephen Hawkîng, berî niha bi serê Albert Einstein sûnd xwaribû […]

Qelenê keçkanîya wê bû 400 hezar $

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • 0
Kevîn Kurdson Li Eyaleta Nevada ya Amerîkayê, mal û xanîyê malbatekê dişewite û dibe qirik. endamên malbatê per perîşan dibin. Ne pare heye, ne jî kar û emel ku karibin ji xwe re pê xanîyekî ava bikin. Tenê tiştek dimîne, ew jî ku keçika malê keçkanîya xwe bide ber firotinê. Axir.. Katherîne Stone 20 salî […]

Xanimê îcar jî dibe mamoste

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • 0
Kevîn Kurdson Ev lotikvan û doxînsistên Amerîkî ecêb in. Rebbê alemê bi zembîlê peran bi ser wan de dibarîne û kêlîyekê jî betal û zugurd namînin. Piştî ku lotikvan û bedewa Hollywoodê Angelîna Jolîe wê li Dibistana Aborî ya Londonê bibe profesor û dersên aborîyê bide xeşîmên wek min, niha jî lotikvan û qemera çavbeloq […]

Amerîkî jî bûne mêrê du jinan

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • 0
Kevîn Kurdson Ma tenê misilman dibin mêrê du, sê û çar jinan? Na canim, êdî Amerîkî jî dane du şopa misilmanan û wek Bavê Teyar dibin mêrê du sê jinana. Jinika bi navê Rose Sullîvan berî ku bi mêrê xwe Buddy Sullîvan re bizewice, ji jinika bi navê Lauren hez dikir. Yanî, xanimek lezbîyen û […]

Serbilindîya Kurdan, Nadiya Mûrad!

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • 0
Kevîn Kurdson Keça Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad, li cîhanê serê Kurdan bilind kir û ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek Balyoza Niyazpakîyê hat diyarkirin. Nadiya yek ji keçên Kurd ên Êzdî ye ku karîbû ligel gelek malbatên din ji destê çekdarên DAIŞê xwe rizgar bikin û azad bibin. Nadiya, yekem kesayatîya Kurd e […]

Nivîskarî jê kêm mabû

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • 0
Kevîn Kurdson Mirov mexlûqatek çavbirçî ye, têr naxwe û tim û tim zêdetir dixwaze. Çav têr be, zik birçî ye. Zik têr be, çav birçî ye. Çav û zik têr bin, nav şeqê wan birçî ye. Werhasilî kelam, pare, karîyer û paye çavê tu insanî têr nekiriye û kesî pê têr nexwariye. Piştî Jessîca Alba, […]

Heyran û qurban

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • 0
Kevîn Kurdson Hûn zanin, lotikvanê mezin û qeraseyê zilaman Georg Bûşh ji Partîya Komarxwazan bû serokê Amerîkayê. Û Komarxwaz ji demokratên Amerîkayê zêdetir Kurdan nêzîkî xwe dibînin. Demokratên Amerîkayê, ango partîya Reşo Beşo Obama, siyasetek germik û nermik dimeşînin. Lê komarxwaz siyasetek rasterast, hişk û mêrane dimeşînin. Heke qeraseyekî wek Georg Bûşh ne serokê Amerîkayê […]

Welatê jinebîyan

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • 0
Kevîn Kurdson Yek ji welatên herî mezin, berfireh û xweş Awistralya ye. Lê sosreta mezin ew e ku li Awistralyayê hejmara jinan ji hejmara zilaman zêdetir e û jinên Awistralyayî piranîya wan bî ne, bê mêr in û têr xiyar naxwin. Li gor lêkolîna şîrketa McCrînde, li 6 eyaletên Awistralyayê hejmara jinan ji hejmara zilaman […]

Ateîst difirin

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Kevîn Kurdson Dibêjin li gor lêpirsîn û lêkolînekê, hejmara kesên ateîst (xwedanenas) her ku diçe zêdetir dibe. Li gor rojnameya Ingilîz Daîly Maîl ragihandiye, halîhazir li seranserê cîhanê hejmara ateîstan gihaye 1,5 milyarî. Ango, li dinyayê milyar û nîvek ateîst hene û ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe. Li cîhanê endam û bawermendên ol […]

Xanima germik bû qasid

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Kevîn Kurdson Komîserîya Bilind a Penaberên Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), biryara xwe da û stêrka Hollywoodê Cate Blanchett wekî qasida nû ya karên qencîyê hilbijart. Xanima germik û nermik, stêrka sînemayên erd û ezmanan, delala ber dilê xort û kalên 14-80 salî Cate Blanchett, ji îro û pêde qasida qencîyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û wê […]