Xwedayê mezin wî bi dilovanîya xwe şad bike

Welatparêz û parêzwanê mazlûm û feqîrên Kurdistanê, bavê hevalên me Receb, Erdal, Ahmet, Reşo, Hemzo, Osman û Hiseyn, Apê me Hecî Mihemed Kanar ( Mihemedê Gulîstanê) di koça xwe ya 3 salî de, wê di 24 ê Nîsanê  ango di roja qirkirina mazlumên Ermenîyan de, li bajarê Batmanê bi dana mevlûda  bi  Kurdî bê bi bîr anîn.

Em wek Lotikxane apê xwe yê  weletparêz bi rûmet bi bîr tînin û hêvîdarin xwedanê dilovan wî bi dilovanîya xwe şad bike.

Em ji malbata wî re sebrê, ji hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re rehmê dixwazin.

About The Author