Belê, me gotibû seyyar gerîllayên Hewldana Partîyek Kurdistanî rehet nasekinin, geh bi trimbêlan, geh bi ker û qantiran li gund û bajaran digerin û tevnê dihûnin.
Seyyar gerîllayên HPK vê carê berê xwe dan başûrê Kurdistanê û silavek dan Serokê Netewî M.Mistefa Barzanî. Seyyar gerîllayên me bi minasebeta jidayîkbûna M.Mistefa Barzanî serdana Barzan kirin û li gor gora Barzanî fatîha û gotarek xwendin.
Li gor saloxdanên ajan û sîxurên Lotikxanê, dibêjin wê seyyar gerîllayên HPK di demek nêzîk de serdana Rojhilatê Kurdistanê jî bikin û fatîhayekê li ser can û cesedê Qazî Mihemed û hevalên wî jî bixwînin. Û her weha serdana Rojavayê Kurdistanê jî di plan û projeyên wan de heye.
Ê de xwedê kerîm û rehîm e…
Duhok
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin