Xaltîka Fatê -5

      Xwerist

 Tendirustî

  Karîkatur

  Magazîn

 

lotikxane

 Bûn 805 îmze   

Google

                                                                                                                                                                                                                   Medya   ///   Arþîv

H.Belê

Mîr û Mela

F.Devliken

Ji Euro 2008

B.Ronahî

Kurê Mellê

L.Sêxo

Sê şebeş

A.Dûran

Qijnikên Saddam

Z. Osman

Qerfên Cegerxwîn

D.Xanê

Rewþa Kurdan

 
 
Çavê li derîya xwelî li serîya

Destê þêx maçî nekin

 

Heysem Bavê Salih-11/07/08-Qamiþlo-

 

Ê destê þêx maçî neke, li dinyê û axretê kafire

Þêxê min qûna xwe neþo, zimanê sofî hazire

Ji xeynî derewan nake, qet ji þêx nekin bawere

Dîn û îmana wî tune, ew malpir û hem malxure >>>>>

Xwezî Tirk hemi wek te bûna û hew!

Tecawizcî Coþqûn- 11/07/08-Stenbol- De ji xwe re li vê ecêbê binerin. Li bajarê Zongûldax, taxa Devrîm Bûlwari Huseyîn Lîkoglû (çi paþnavekî xweþ newlo, Lîkoglû-Kurê Lîko!” tê ku dikana xwe veke û serfettehê bike.

   Brazîyê wî Mûhammet Lîkoglû jî demança xwe di serê apê xwe de vala dike, wî diþîne cehnemê û radestî polîsan dibe.

   Îcar brazî Mûhammet Lîkoglû çi bêje baþe? Dibêje:”Min xwest tenê ez apê xwe bitirsînim”.

   Erê lo, qûneko demançê di serê apê xwe de vala dike, lê mêro xwestiye apê xwe bitirsîne kuro, waweylêêê!   

   Neyse, xwezî bi wê roja go temamê Tirkan apên xwe, bavên xwe, xalên xwe, bra û xuþkên xwe bitirsînin. Lê kaaaa!

 

Agahdarîyek ji Lotikxanê

1-Di ger û seyrana înternetê de me dît ku hinek malperên Kurdî - Tirkî (li dervewî welêt û li Tirkiyê bi xwe jî) nivîs û karîkaturên Lotikxanê diweþînin.

   Helbet ev ciyê dilxweþîyê ye. Çi mixabin ew malperana wek çavkanî Lotikxanê nîþan nadin û keda me ji xwe re dikin mal.

   Em hêvî ji xwedîyê wan malperan dikin ku hinekî rêzê ji ked û xwêdana me re nîþan bidin û wek çavkanî Lotikxanê nîþan bidin.

   Yan na, wê rojek ji rojan navê wan wek diz û keleþan têkeve dîrokê û ev jî eyb û þermek mezin e

 

2-Gellek nivîskarên dost nivîsên xwe ji me re diþînin ku em biweþînin. Lê em dibînin ku heman nivîsên wan di filan yan bêvan malperê de derketine. Ev jî ciyê daxê ye û ji ber wê jî em naweþînin. Ji kerema xwe nivîs yan helbestên ku di malperek din de hatine weþandin ji me re neþînin. Hem qedrê xwe zanibin û hem jî hinekî qedr û rêzê ji malperan re bigrin.

 

Xuþk û brayê xwe kir bi qurbana pisîkên xwe

Selhedîn Þêxbizinî- 10/07/08-Konya We di heyata darê dinyayê de dîtiye ku kesek xuþk û birayê xwe bike bi qurbana pisîkê? Bawer nakim. Lê Tirk dikin qardaþim. Hem jî bi govend û dîlan dikin.

   Li bajarê Konyayê nehîya Meramê, Fatma Y (29) xuþk û birayê xwe yên ji jinbavê Xelîl Îbrahîm (8 salî) û Esra Yeþîl (7 salî) bi dirindeyî kujt. Çima? Ji bo ku xuþk û birê wê li pisîkên wê xistibûn û pisîkên wê kiribûn miyew miyew.

   Îcar hûnê çi navî li vê helwesta dêlegura Tirk bikin gelo? Ma Lotikxane neheqe bibêje:

„Weyla kerê min di nav þeqê te gayê, ma du insan ji bo pisîkê tên kujtin!“

 

Serdemek Ji Dîroka Kurdan Ronahî Dibe!


ORTAÇAÐ CÝZRE TARÝHÝ (M.S.815-1515)
Pirtûka "Kuruluþundan Osmanlý Fethine Kadar Ceziret'ubnu Omer (Cizre) Tarihi" (Ji Avakirinê heta Vegirtina Osmaniyan Dîroka Cezîre't ubnu Omer – Cizîra Botan-) ku ji aliyê mamostayek yê Zankoya Beyrût'ê, Dr. Muhamed Yusuf Gandûr ve, weke teza doktoreyê bi Erebî hatî nivîsandin û sala 1993'yê li Beyrûtê hatî weþandin, li Tirkî hate wergrandin.
   Pirtûk, bi wergera Dr. Fadil Bedirhanoglu, di edîtoriya Beþîr Ant de
>>>>>

Þekir ji lêvan dibare

Lêvzan- 09/07/08- Dibêjin Þîrketa Înternetê TV One ankêtek çêkiriye û 10 jinên esmer û çîkolatayî hilbijartine. Tabî serê hefsêr lotikvana xwînþîrîn û lêvþekirî Halle Berry kiþandiye. Berry xanim yekemîn derketiye û xwendevanan ew wek "þîrîna ber dilan" hilbijartiye.

  Li ser vê xeberê, me xwe gihand Berry xanimê û me sedema hilbijartina wê jê pirsî.

  Ciwanikê dilê me nehiþt, derîyê xwe ji me re vekir û rêzek mezin da Lotikxanê. Werhasil >>>>>

Tev ket û tev rabû

Elîdîno- 08/07/08-Swêd- Belê, tîma fûtbolê a Kurdistanê û tîma Samîlanda Swêdê bi pehîn û lotikan ketin nava hev û þerekî mezin dest pê kir.

   Di vî þerê fûtbolê de herdu alîyan hevdu dan ber poþ û qiloçan û tirr ji hevdu berdan. Di encama vî þerê lotik û pehînan de Kurdistan 2 û Samîland 2. Yanî, her yekê 2 gol xistin hev û hevdu zêde neçirandin.

   Þikir ji xwedê re rebbî, heger Samîlandê 3.o têxista me meyê bigota çi? Hêççç, pir pir emê bibûna çarox û bibûna xwedî tecrûbe û hûn sax!

General û fasûlî!

Pisporê Fasûlîyan- 08/07/08- Dibêjin herdu qûnekên generalên Ergenekonê Hurþît Tolon û Þener Eruygur girtine û berê wan dane hepsê.

   Îcar çi xwarin dane wan hûn zanin? FASÛLÎ!

   Îcar hûn fêde û bikêrhatinên fasûlîyan zanin newlo? Tirr û fiss! Îcar hûn dibêjin piþtî xwarina fasûlîyan çi bê serê Hurþît Tolon û Þener Eruygur baþe? Ya starrrrrr bê wê wê þevê çi tirr û fissan bi hevde bikin, pekkk!

   Bi sê telaqan wê temamê hepsê û girtîyên hepsê bi jehrî bixin û xelas!

   Îcar tirr û fissên generalan bê çawa ne hûn zanin, bombe ne bombeeeee! Xwedê neyne serê kesî rebbî……

 

Kurdistan diary

Mountains and waterfalls

 

An unconventional holiday in “The Other Iraq”

Standing in a crowded amusement park near Rawanduz, in northern Iraq, waiting to get on a small, mountainside toboggan-run while sucking an ice-lolly that claimed to imitate a watermelon (but more closely resembled chilled, sweetened, pulverised cotton wool), I cannot help but feel that my expectations of Kurdistan have been confounded. >>>>>

 

Bêbavo 9 canî ye

 

Hesen Almas- 07/07/08-Waþîngton- Dibêjin Kent Lîlyerd ê Emerîkî 4 carî ji mirinê filitîye û tiþtek pê nehatiye.

   Carekê brûskê lêxistiye, tirr jê berdaye lê nemiriye. Carekê ketiye gola avê, di binê avê de xewr bûye (winda bûye, ketiye herî binî) lê hinekan ew xelas kiriye. Carekê di mala xwe de ceryanê (elektrîkê) ew girtiye, hejandiye û tirr jê berdaye dîsa nemiriye.

    Berî du salan jî bi fîþekên tifinga hevalekî xwe brîndar bûye lê mêro dîsa nemiriye. Îcar xelk lê maye ecêbmayî û dibêjin: “Hella hellaaaa, law ev bêbav 9 canî ye bavo, namre law“ û mêro ketiye devê çapemenîya Emerîkayê. >>>>>

Gelo ji Tirkan pêve kî zarokên xwe davêjin?

Dilcan îzol- 07/07/08-Antalya- Gelo kesek kezeba xwe, zaroka xwe davêje teneka zibil? Belê, Tirk davêjin. Hem jî bêyî ku çizînî ji dilê wan bê.

   Li bajarê Antalyê jinika Tirk Zeynep Yazar a 42 salî kurê xwe Huseyîn Can ê 1.5 salî avêt teneka zibil û dev jê berda. Zeynep Yazar debara xwe bi parskirinê dike, parsek e. Piþtî ku zarok di teneka zibil de hat dîtin, mêrê wê Mustafa yazar xest li kurê xwe xwedî derkeve lê rayedarên bajêr zarok nedanê û ew birin hêlîna zarokan.

   Îcar Zeynep xanim di qereqolê de dibêje ku „ Ji xwe ev zarok ne ji mêrê min e, bîjî ye“ û sosretek din derket holê. >>>>>

Pere dikutin mere

Abdullah El Kurdî-06/07/08-Urdun- Erêêêêê erêêê dinyayê…..Ji berê de bav û kalên me gotine „Heçê bi mal in bi xaltîk û xal in“.Yanî, heçê malê wî, serweta wî hebe, nas û dostên wî, xaltîk û xalên wî pir in. Bi gotinek din, derîyê ku pere veneke tuneye. Îcar mesela me li ser xanima femînîsta Kurdekan Kejal Ehmed bû.

   Li ser bext û namûsa rojnama Rûdawê be, dibêjin Kejal xanim bi Kurdekî Urdunî re zewicîye û çûye ser hewîyê. Ango; Ebdulwedûd efendî bi jin e û wê Kejal Ehmed xanim jî biçe qismetê jina yekem bixwe û wê kezebreþî bike.

   Îcar bifikirin ku jina meriv zilamekî din bîne malê û bike „mêrê duyem“ û ew bêbav jî bê li ser keda meriv rûnê! Çiqasî zehmete ne wilo? >>>>>

 

Ka Soza Te

 

 Saher Mîro Al_Baedrî

6.07.2008 Elmanya

Ka soza te, Ka soza te?

hey zalimê û dil kevirê

çend zûke çû ji bîra te

û ji dilê te hate derê

piþtî dilê min hatî ba te

û nema dîsa li min vedgerê

ji nûke te dev ji min berda

û te ji bîr kirin rojên berê >>>>>

Bi xwe de mîztin

Polat Erdem- 06/07/08-Izmîr- Xwedê tirsê nexe dilê kesî rebbî, ev tirs çi tiþtekî pîs e yaho! Kuro ma kesê tirsonek felaket tên serê wî, pekkkk! Bi namûs derpî dadigre û bêhn pê dikeve.

   Dibêjin li bajarê Izmîrê, beledîya Bûcayê nêzîkî 400 eskerî girtiye ser beledîyê û qiyamet rabûye. Ji xelkê weye ku darbeya eskerî çêbûye û bûye qarewar û qîjewîja xelkê bajêr. Di vê galeyan û tirsê de hinek ji dil çûne, hinekan derpî dagirtine û piranîya wan jî bûye virqe virqa qûna wan û bi xwe de mîztine. Lê piþtî ku mesele hatiye fêhmkirin ku di belediyê de bêrêtî û gendelî hatiye kirin, eskeran 38 qûnek, diz û keleþ girtine û çûne.

   Îcar xelk bi ser hiþê xwe ve hatiye, derpî û þerwalên xwe dane hev, ew bi heft qalib sabûna Mêrdînê þûþtine heta go bêhna tirr û fissên wan jê çûye.

  Ez serê we neêþînim, tirs pîs e, xwedê neyne serê kesî û hûn sax!

 

Çavên te

 

Zoryar Tehlo-05/07/08-

Cavên te derya kûre

 Bê dumahî û sînore

Gava gemiya min

 Têde bi rê ket

û avjenî kir

 Wê hingê min naskir

 Ez dîl im

 Dîlê awirên cadûbaz >>>>>

 

Lêborîn

Me bi xeletî di þûna navê birêz Dr.Hisên Hebeþ de navê Roger Lescot nivîsandibû. Em lêborîna xwe ji cenabê Dr. Hisên Hebeþ û ji xwendevanan dixwazin. Xwedîyê van gotinên jêrîn birêz Dr. Hisên Hebeþ e.

Gotinek dîrokî ji Dr.Hisên Hebeþ

Kurdin hene mîna C. Bedirxan bêganeyan dikin dost û lêkolînên kurdî dikin; ziman, wêje û mijadên din yên çanda netewî ji hindabûnê rizgar dikin û wê geþ dikin.

   Kurdin jî hebûn û hene bi pileyine bilind zimanê tirkî, farsî û erebî pêþda birine û dibin; rêxistinên kurdan jî di wê babetê de zever in, ew bi behaneya ku kurd zimanê xwe nizanin bixwînin, edebiyatên xwe bi zimanên biyanî belav dikin û bi wê yekê arîkariyê dikin ku kurd ji ziman û ji çanda xwe birevin. „

Dr.Hisên Hebeþ

Rojîna Lotikvan bi derxistina albûma ’’DEQ’’ re bi xwede rî

Hesen Hêro Yüksel-03/06/07-

Gelî xoþewîst û ezîzan, ez ji awirên wê fêmdikim ku hûn niha dibêjin: ’’Çawa?’’

    Eger hûn lotikvanin wê demê rawestin ku ez ji we re rave bikim.

Ya rastî me weke xortên kurd yên azep van salên dawiyê gelekî ji Rojîna dengbêj hezkir. Bi taybet bi strana ’’Hêjayê, hêjaye delalîkê min ez birim nav rezaye û sêv dane ber gezayê’’ Rojîn ket rojeva me û ya Roj TV.

   Çi dema em li ser ekranê hejandina Rojîna bejin ziraf, dêm esmer û lêv tenik dibînin çizîn bi dilê me dikeve. >>>>>

Iraqi Ambassador to the US visits San Diego

03/07/08-The Iraqi Ambassador to the United States will be in San Diego later today to meet with members of San Diego's large Iraqi community. KPBS reporter Alison St John has more.
Samir al Sumaidaie was named as Iraq's Ambassador to the United States two years ago, but this is his first visit to San Diego.
 
    Many of the more than 20 thousand Iraqis living in San Diego are Kurds from Northern Iraq.  Raving Barwari, with the
Kurdish Human Rights Watch in San Diego, says the Iraqi Ambassador's visit is an historic event for the community, which has not had access to a sympathetic Iraqi government agency for decades. >>>>> 

Hunermend  diþewite

Zubêr Salih- 01/07/08-

Carekê ji gundekî diçûm gundekî din. Di riya xwe de min dî go sê beroþê avê li kêleka hev li ser yek agirî dikelin. Lê herdu beroþê li kêlekê  tije av in û ya di nêvî de vala ye. Bê av e û  diqiçqiçe, ji tîna binê wê diþewitî.   

   Herdu beroþên tije av davêtin ji hevre lê ya di nêvî de dîsa bê av dima û peþkek av ne davêtin jêre da ku ew jî ne bê av be û binê wê neþewite.

   Min dirêj dirêj li wan temaþe kir û min ji  xwe pirsî „gelo ev çima wisa dikin û peþkek av navêjin vê beroþa reben go di navbera wan de diþewite?“

   Min nuh nas kir go ne tenê hunermendên rojava di nabera bakur û baþûr de bê mafin û diþewitin! Û gelek tiþtên din jî….

Mezelê xwe dikolin yan ê Emerîkîyan?

Diyar Baban- 01/07/08-Mahabad- Devjenî û zimandirêjîya navbera Îran, Emerîka û Israîlê xurt bûye û her alîyek xwe wek Ristemê Zal dibîne. Piþtî ku di qada navnetewî de cîh li Îranê û serokê wê Ehmedînejad teng bû, xwê ketiye qûna wî û tebata wî nayê. Wek pisîka ku di kadînê de cîh lê teng bibe hatiye serê wî.

   Werhasil, tirþ pîs e û xwedê neyne serê kesî. Îcar ji bo ku mêro tirsa xwe veþêre, radibe dest bi zirt û fortên xwe dike û dixwaze bêje „binerin ez natirsim haaaa“ û xelkê xwe dixapîne. Neyse >>>>>

Bextewarî ne di pere û malê dinyayê de ye

Kevîn Kurdson-30/06/08-New York- Gellek kes bawer dikin ku bextewarî di dewlemendî, mal û serweta dinyayê de ye. Helbet di vê dinya sermayedarîyê de mal û serwet, pere alav û hacetên giranbuha ne.

   Bê pere meriv nikare devara xwe bike û di armanca xwe de bi ser keve. Lê tê xuyakirin ku gellek caran pere û dewlemendî meriv bextewar nake. Hetta ew mal û serwet gellek caran dibe bela serê meriv jî.

   Neyse, manken û modela Qazakistanî Rûslana Korçûnova a 20 salî xwe ji qata 9an avêt û dawî li jiyana xwe anî. >>>>>

 

Divê Kurd Rûman ji xwe re bikin mînak

 

Konstantîn Polpolîs- 29/06/08- Qibris- Aha helwest û mêranî ev e. Dibêjin dewleta Tirk ji Rûmên Qibrisê re pêþniyaz kiriye û gotiye „emê 25 milyon metrekup avê bidin we“. Lê Rûm rabûne ser tapanan û gotine:“De herin ûlan! Em ji têhna bimrin jî em ava Tirkiyê venaxwin“ û pêþniyaza wan red kirine.

    Îcar ma ji vê helwestê mêranetir û rasttir helwest heye gelo? Ma kes ava dijminê xwe, xwarina dijminê xwe dixwe, vedixwe û bi perên xwe wan dewlemend dike? Na! Tenê kî vê bêaqilîyê dikin? Kurd! >>>>>

 

 

 

Ji tirsa Lotikxanê bi dizî çû Bexdayê

Firildeq Elî- 11/07/08-Stenbol Çûna Kasimpaþali Recebo ne diyar bû. Geh digotin wê biçe Bexdayê û geh jî digotin:”Na canim, ji van teþqelên navxweyî fersendê nabîne û naçe”.

   Lê agahîyên ku ji Îstîxbarata Ergenekona Lotikxanê ketine destên me ev in, ku Recebo ji tirsa ku wê Lotikxane pê bihese û lotikan li wî xe, çûna xwe eþkere nekiriye.

   Hinek jî dibêjin:”Na qardaþim, allahime kîtabime ew ji çewalan tirsiyaye. Nexwestiye kes pê bihese da ku hinek çewalan nexin serê wî jî” filan û fîstan. Lê di her halûkarê de Lotikxane bi çûna wî hesiya û dîsa Recebê me ji xezeba lotikên me xelas nebû. >>>>>

2000 bilêt firotin lê 30 kes beþdar bûn

Reþo Mêrdînî-11/07/08-Nisêbîn- Niha hûnê bêjin: “Kî dibê Nisêbînî ji þanogerî û tiyatro hez nakin qardaþim?” û me bidin ber lotik û pehînan. Erê wey, em Nisêbînî pir ji þanogerîyê hez dikin ellawekîl.

   Binerin, Serokê Komela Hemwelatîyên Azad (Hemwelatîyên Azad kuro? Qûn li me qetyaye û em hîn behsa Hemwelatîyên Azad dikin) Mehmet Keyik 2000 (du hezar) bilêtên tîyatroya bi navê “Sînor” belav kiriye û ji wan 2 hezaran çend kes beþdar bûbin baþ e? 30 kes!

   Îcar ma ev ne rekor e bavê min? Ma ev rekor ne layiqî pirtûka Guînnessê ye cîberlerim?

   Îcar hinek ajansên Kurdan diçirînin û dibêjin:"Ûûûûûûû,

qiyamet rabûye qiyamet, xelkê Nisêbînê hatiye galeyanê û pir ji “Sînor” hezkiriye” filan û fîstan.

   Wey agir bi mala derewînan keve heger xelkê Nisêbînê hatiye galeyanê, wîî! Kuro law ji 30 kesî zêdetir beþdar nebûne oxlim, ev çi derew in, çi lîztikên dewleta Elî Osman in, hella hellaaaaaa!

   De neyse, bi sê telaqan em Nisêbînî zêde ji tîyatro û þano hez dikin canim. Îsal 30, lê bi xêr û selamet sala bê emê 29 kes beþdarî þanoyê bibin û hûn sax!

Tîma Kurdistan spor, nerastî û hesûdîya hinek malperên Kurdî

Dilêr Hewlêrî- 10/07/08-Swêd-

Ez hêvîdarin di pêþbirka îro ya navbera tîma Kurdistan spor - Padanîa (Îtalî) û tîma jinan de ( tîma Kurd û Samîyan) Kurd biserkevin û ezê bi meselokek bav û kalan dest bi nivîsa xwe bikin.

    Bav û kalên me dibêjin: Heger bira li xêra birê ba jina birê mehr nedikir.

    Îcar ev jî mesela me Kurda ye. Heger Kurd li xêra Kurdan bûna, hesûdî, dijminatî û zimandirêjîya hevdu nedikirin. Lê mixabin ew hestên netewî li cem me Kurdan ewqasî xurt nebûye ku em xêra hev bixwazin û bi awirek netewî li bûyeran binerin.

    Di dîrokê de cara yekem e ku tîma fûtbolê li ser navê Kurdistanê bi fermî dikeve pêþbirkên fûtbola Ewrûpî û tê naskirin. Ev ji bo Kurdan serbilindî û þanazî ye. Herweha ev ast û bergeha nû derfetek mezin dide Kurdistan sporê ku di qada navnetewî de zêdetir bê naskirin û bi vê naskirinê re Kurdistan jî wek welat û dewlet di guhên Ewrûpîyan de deng bide. Ev jî destketin û biserketinek mezin e û fêda milletê Kurd têde heye. >>>>>

Em 3 û Fransî 000000000000000!!

Elîdîno- 10/07/08-Swêd- Dibêjin tîma fûtbola Kurdistanê bûye wek bizotê êgir û kes hew wêre xwe li ber lotikên wê bigre. Xuyaye piþtî ku tîma Kurdistanê û Samîland fîftî-fîftî man û kesî zora kesî nebir, Kurdekanên me dîn û har bûne û kerbê xwe di serê rebenên Fransîyan re derxistine.

   Di maça bi Fransîyan re Kurdekan 3 gol xistine Fransîyan û qûn li wan qetandine. Piþtî 3 golan, qidûmê Fransîyan ji Kurdan þikestiye û ji hevre gotine: "Kaka, ev mîsyo Kurdekan nikarin bi kerê dibezin kurtên" û li ber xwe ketine.

   Lê dibêjin Kurdekanên me jî piþtî maçê gotine:"Kaka can, ê me qûn le Fransîyekan qetandiwe, êste ême baþtir fêrî teknîkî lotikekan bûne. Be serî Mam Celal kim di duwerojekan de ême ditwanin tirrekan ji Ronaldîno berdinewe" filan û fîstan.

   Werhasil, ê me wek Lotikxane lotikekanî tîmî Kurdistan pîroz dekeyn we dilên: Her bijîn, Lotikxane gunikên we bixwe!

Heger mesele pere bin were Lotikxanê exûyî!

Bavê Cengo- 10/07/08-Þam- Wek hûn zanin,van deman navbera Israîl û Sûriyê hinekî nerm bûye û li welatên wek Tirkiyê bi dizî hevdu dibînin. Îcar hevdudîtin li ser çi bingehê tên lidarxistin tenê xwedê zane. Tiþtin hene tên eþkerekirin û tiþtên veþartî jî hetanî bi mirinê sergirtî dimînin.

   Werhasil, dibêjin kevnebalyozê Israîl ê Enqerê Alon Lîel ji rojnama Ingilîz The Sûnday Telegraph re gotiye: “Beþar Esed soz daye ku heger Emerîka pere û çekan bide Sûriyê, ewê têkilîya xwe ji Îranê bibirre û hew silavê bide Mehmûd Ehmedînejad. Sûriye ji lihevhatinekê re amadeye ku hêza Îranê a li herêmê kêm bike ” filan û bêvan. 

   Neyse, ji berê de dibêjin pere dikutin mere exûyî. Heger ev zirt û virta Beþar Esed hemi ji bo peran be, bila kerem bike Lotikxanê. Emê derî û þibakên xezînê jê re vekin. Lê bi þertekî:  Pere ji me û azadîya erd û axa rojavayê Kurdistanê ji Beþarko. Ma ne baþe yabo?

 

Karîkatur: Berxika Amedê

---------------------------

Gencekî Kurdê Swêdî lotikek dîrokî li Þêx Elo xist!

Binav Sindî- 09/07/08-Duhok- Yekemîn car di dîrokê de lotikek fermî li berpirsekî Kurd tê xistin û daxwaza dadgehkirina wî li derveyî welêt dihête kirin.

    Beriya çend rojan lotikvanekî Swêdî ku bi regez Kurd e û ji baþûrê Kurdistanê ye, skalanameyek pêþkêþî dadgeha bilind ya bajarê Stokholmê paytextê welatê Swêdê kir û têda daxwaza dadgehkirina lotikvan û fermandarê fermandeya leþkirî li Duhokê kir. Dadgehê jî gotiye ku ew di dema çend heftiyan da bersiva wî bidin.

   Di vê skalayê da wî lotikvanê Swêdî-Kurd lotikek li tirsê xist û Þêx Elo bi kuþtina dayika xwe tawanbar kiriye û dibêjit ku Elo bi bêbextî û bi behaneya parastina namûsê ew jin kuþtiye. Di encama vê kuþtinê da wek lotikvanê me dibêje; malbata wan a reben ji hev vebûye û her yek bi alîyekî de çûye û pêþeroja wan wenda bûye. Bûyera kuþtinê jî wek gencê Kurd yê bi navê (B.B.S) ji dadgehê re diyar kiriye li sala 1993 çêbûye. >>>>>

 

BIJÎ AZADÎYA QIJNIKAN!

 

 

 Serokê Genekên Kurdistanê- 09/07/08- Kurdistan-

Min di LOTOIKXANÊ de gava xwend ku Qijnikên welatparêz stratejîya xwe guhertine û ji berxwedanê derbasî serhildanê bûne, pir kêfa min hat. Ez hêvîdar im ji Ahûra Mazdayê bê þerîk û heval ku Qijnîkên welatparêz di serhildanê de zû bigîjin azadiya xwe û warê xwe ava bikin.

    Belkî ev serhildana Qijnîkan, rê ji bo serhildana me gelê GENEKan jî veke.  Çawa Lotikxanê daxuyanî da ku Qijnîkên welatparêz êrîþ kirine ser qumandoyên dijmin û 66 bîjîyên Selanîklî Misto birîndar kirine, hema me Genekan jî civînek awarte pêk anî û biryara serhildanê da.

   A niha em di amadehiyê de ne ku em ji xwe re desteka siyasî peyda bikin. >>>>>

 

Karîkaturek ji Berxika Amedê

Qûnekan bajarê Kolnê hejand

Tacdîn Baran- 08/07/08-Elmanya Bawer kin ji azadîyê xweþtir tiþtek nîne. Yanî niha her insanek bêtirs, bi serbestî bijî û li gora dilê xwe lotikan bavêje qebhet e? Na! Lê di civakên paþdemayî de azadî ne tenê qebhet, lê sûcekî girane jî. Dîroka qûnektîyê dûr û dirêj e. Hê di dema paþe û padîþahên Osmanî û berî wan jî hebû.

   Werhasil, di cîhana îroyîn de qûnektî û lezbîyenî bûye beþek ji civatê. Mêr lotikan li mêran dixin, jin jinê dalêsin û ji xwe hinek bi navê transeksuel hene ku nayê gotin. Nêr û mê ne, hema ji kîjan alî de lotikan bixwin ji wan re hêç e.

   Neyse, berî çend rojan li Elmanya bajarê Kolnê 20 hezar homo, lezbîyen, trans û hezar quzilqurtên din gihan hev û ev roja ku ji wan re wek roja azadîyê tê hesibandin pîroz kirin.

   Tiþtê ecêba me çû çibû hûn zanin? Me di nava wan qûnekan de du-sê qûnekên Kurd jî dîtin.

   Wille, bille û tille lo, wîî! >>>>>

Heso beg bersiva Cemîlê Çargurçik da

08/07/08-Swêd-

 

Wey Cemîlê Çargurcik, ger tu bikevî nav kulafkên min, ez dizanim çi bi serê te tînim!

Wey bêbext, dînsiz, îmansiz, kîtapþewitiyo!

Kuro keçelo, patikpehno, tu çima ewqas bêbextiya li min dikî haa?

Min çavên xwe ti caran bernedaye mirîþk û pisîkên cîranên xudanê xwe Dr.Cuwan.

Bi heft telaqan min çifteya xwe dagirtiye û li ber derî xwe li ber te veþartiye.

Hema tu bê ezê bêjim ”Gurrm!” wê çifteyê di qûna te de biteqînim!

Vêca ”Xwedê bi te re be” bêxeto! >>>>>

 

Flaþ û Lempe....

Heso lotikek li xwedanê malpera Serwext.com ê Dr.Cuwan Heqî xist

 

Cemîlê Çargurçik- 07/07/08-Swêd-

Serê xwedanê Malpera Serwext.com ê Dr.Cuwan Heqî bi Heso re ketiye belayeke pir mezin. Hûne vêga bêjin hop yabo hop! Ka bêje hele ev Heso kîye bi çi reng û qewetê dikare bela xwe di birêz Dr.Cuwan bide?

   Welle cîgerlerim, roja þemîya bihurî Dr.Cuwan, ez yanî Cemîle Çargurçik û hevalekî ezîz ezimandin xwarin û vexarinê.

    Ha cîgerlerim, min li jorê go hevalê minî EZÎZ! Divê hûn vê bi gotina biraderên meyî  baþûrî tevlihev nekin. Hûn zanin go gava biraderên me yên baþurî ji yekî re dibên “Ti EZÎZΔ yanî bibên ti qûnekî. Ji ber wê li xwe miqayit bin û ti wextî nebin EZÎZê ber dilê biraderekan. Lê bi hezar telaqan min bi terbîya bakurîyan ji hevalê xweyî EZÎZ re go EZÎZ! >>>>>

 

Mertalê kurê Gurzo di pirsa me derxist

 

07/07/08-Batman- Yabo qurban, bi telaqê bê fitû min di pirsa we derxist. Lotikxanê gotiye: "Fîdel Castro li çi dinere?" Kî pê derxe, bilêtek Kenyayê diyarî dike. Min pê derxistiye, ew li firêze û þopa xwe dinihêre û xwe bi xwe dibêje: "Hewqas sal in ka min çi kiriye û çi nekiriye."
Eger ev bersiva min rast be, ez bilêta Kenyayê naxwazim, lewre ez dizanim
ku çima Sayîn Evdile Ocalan dane destên Tirkan û wî bi balafira Cawîd Çaxlarê diz ê mensûr jî anîne Tirkiyê.

    Lê ez tenê tayek mû ji porê Xaltîka Fatê dixwazim. Lewre ez dilketime wê û hedana min nayê. >>>>>
 Mertal kurê Gurzo - BATMAN

 

Kesekî bi namûs lotikek li vê gewendê nexist kuro!

 

Kurdperest-07/07/08- Ruha- Berî her tiþtî ez we silav dikim û qûna xwendevanên Lotikxanê dax didim. Birastî Lotikxane kela dilê min hênik dike û damarên Kurdayetîya min qewîntir dike. Ji ber vê jî ez bûme Kurdperest û bi vê jî bextewar im.

   Neyse canlarim û cîgerlerim, wek hûn zanin di dema serokwezîra kevn, dêlegur û qehpika Tansû Çîller de bi hezaran Kurd bê sûc û bê guneh hatibûn kujtin. Heta îro tu beþerê xwedê hesab ji vê dêlegurê nepirsî û xanimê wek banûyan bi serbestî kêfa nav þeqê xwe dike.

  Îro bi xêra operasyona Ergenekonê eþkere dibe ku qûnekê Osman Gurbuzê kûçik kurê kûçikan, di dema Çîllerê de zêdeyî 200 Kurdî kujtiye û hetanî îro xwe di bin per û baskên general û kesên wek Çîllerê de paraztiye.  Ev 200 kujtî yên ser bêjingê ne, lê yên bin bêjingê û nediyar ji xwe nayên zanîn. Lê rojekê bi tenê jî Kurdekî binamûs derneket û lotikek li van kûçikbavan nexist û heyfa þehîdên Kurd hilnanîn. >>>>>

 

MÎR Û MELA

 

 Hesê Belê- 06/07/08-Amed-

Kurdîstan de, melayî-seydayî xizmetê millete kenî. Meîþetê melayan pey zekatê þarî temîn beno. 

   Hamnan ya zî serê Payîzî de melayî, dewan geyrenî û barayê xo zikat ancenî pêser.

Melayê dewe, esparê herdê xo beno, þono heta dewayê yew axay ra. Mela ke dewe keno nuzdî, axa serê banî de ey veyneno. Sebebo ke melayî ra hes nêkeno, vano “ez ey bi þeqezno.” Vano:

- Mele, kerê kîye?

   (Mela, herê kamîyo?) >>>>>

 

Tê derxin:

Fîdel Castro li çi dinere?

 

Lotikxane-06/07/08-Belê, tê derxin û dewlemend bibin. Hewceyî bi lotto û lîztikên þens û nesîb nîne. Dewlemendî û petrola Kerkûkê di vê pirsê de ye. Gelo serok Fîdel Castro li çi dinere?

  Heçê tê derxe emê bilêta çûn û hatina "Kenya"yê bidin wan. Hûnê bi vê bilêta balafirê hem seyrana xwe bikin, û hem jî lêkolînekê li ser pêvajoya girtina sayin Ocalan bikin bê ka wan segbavên Kenyayîyên reþik çima sayin Ocalan bi girtin dan. Hem zîyaret û hem tîcaret qardaþim.

   Nesekinin û bersivê bidin deeee.....

   Haaaaaa, heqê otêlê, xwarin û vexwarinê ji kîsî we ye. Perên me tenê têra bilêtekê dikin ellawekîl!

Lotikên xweþ avêtin lê kaaaa…!

Zinar Qelemþûr- 06/07/08- Stenbol-Dibêjin Platforma Abantê civîna 17. bi navê „Pirsa Kurd: Lêgerîna Jîyana Aþtî û Pêþeroja Bihevre“ civînek li dar xistiye û lotikên xweþ avêtiye.

   Di civînê de bi dehan siyasetmedar û rewþenbîrên Kurd û Tirkên ku li çareserîya pirsa Kurd digerin beþdar bûne û dane lotikan.

   Birastî beþdaran tiþtên ewqas xweþ û maqûl anîne zimên ku, gava meriv dixwîne meriv dibe wek hespên Behman Gobadî û bê eraq serxweþ dibe. Tabî ziman bê hestî ye, kes a di nava xwe de rasterast newêre bêje.

   Herçiqasî bi devkî hinek tiþtên girover dibêjin jî, lê xwedê zane bê di dilê xwe de çi lotikan li Kurdan dixin û dibên „yaw ev Kurd çi bûn bela serê me qardaþim“ û keseran dikþînin. >>>>>

Em þeytanqûnî kirin!

Xebatkarekî Rojnameya Tarafê- 06/07/08-Stenbol- Sayin Lotikxanenin qehreman zaroklerî, ji ber ku ez naxwazim rojnama me Taraf di bin tohmetê de bimîne û bê girtin, ez nivîsa xwe ji Lotikxanê re diþînim û hêvîdarim hûnê biweþînin. Kurdîya min nebaþe û „þildim-bildimî“ ye lê qisûre baqmîþ nekin. Rast bikin û biweþînin cigerlerim. Lê navê min nedin haa, eman eman! Allahime kîtabime hûn navê min bidin malik li min û zarokên min viritî! Yox qardaþim yox, nav nedin hûn çi didin bidin.

   Neyse, wê rojê sawcîyê artêþa Tirko bi bayê xezebê re birûskek þand rojnamê û got:“Ûlan yawþaklar, xwe bigrin va em hatin!“ û ziravê me qetand. Werhasil, em xebatkar tevî serokê xwe Ahmet Altan efendî ketin helakê, ji tirsa bû reqreqa diranên me, laþê me wek pelê çilo ricifî û em li bendî hatina eskeran man. Em man, û man, û man, xew neket çavê me law, ha bên û ha bên. Lê qûnekê sawcîyê eskerî nehat û lotikek li me xist. Yanî, þeytan bi me kenya û em þeytanqûnî bûn allahime kîtabime.

   Îcar sayin Lotikxanenîn fedekar ewlatlerî, cîgerlerim, taþaqlerim…

Ji niha de ez teþekkur etmîþ dikim ku we nivîsa min çewirmîþ kir û Lotikxanenîn seksî rûpelinde yayinlamîþ kir.

   Silavên serok Ahmet Tan jî li we hene û bye byeeee!

NAME JI XALTÎKA FATÊ RE

Mertal kurê Gurzo 05 07 2008 - BATMAN

 

Xaltîka Fatêêêêê..... 

Çirtoyê kurê Virto di roja 04/07/08an de ji Mêrdînê nameyek ji te re hinartiye û teklîfa zewaca bi te re kiriye. Te jî bersiveke rind daye wî bîjîyê mêrê çar jinan.

 

Ez bi neh telaqên jinberdanê sond û selewat dixwim ku Çirtoyê kurê Virto derewan dike, ew nikare bersiva tofana te bide. Lewre her çar jinan tirr tê de kirine fiss. Elawekîl dema jinik Çirto davêjin erdê,  nikare rabe û nikare mêþan ji serçavî xwe bide rakirin. Lê ezzz, tu zanî ez kî me? >>>>>

Aha ji we re ehmeqa xwedê!

Hesen Almas- 04/07/08-Waþîngton- Ev mexlûqatê bi navê insan çi zalim û bêwîjdane ya starrrrr! Hinek insan hene insan e. Her cûreyên taybetmendîyên insanetîyê di xwe de dicivîne. Lê hinek jî hene bi þikl û þemalê xwe diþibe insanan, lê di taybetmendî û kirinên xwe de heywan in, hov û dirinde ne.

   Werhasil, dibêjin milyardera Emerîkî serweta xwe a bi 5 milyar dolar ji kûçikên xwe re hiþt û berê xwe da cehnemê, mir. Leona Helmsleya 87 salî xwedîya 5 milyar dolarê Emerîkî bû. Bi van 5 milyar dolaran bi milyonan jin, zarok, reben û belengaz karîbûn pê debara jiyana xwe bikin û ji tengezarîyê xelas bibin. Lê qehpiha heram rabû 5 milyar dolar li ser navê kûçikên xwe tapo kir û di þûna insanan de heywan dewlemend kirin.

    Îcar insanên wek Leona Helmsley hebin çiye û tunebin çiye hûn bi qedrê xwedê kin! Wey xwedê te bi agirê cehnemê þa bike rebbî!

DERMANÊ PENCEÞÊRÊ HAT DÎTIN

Lotikxane beþa lêkolînan ji bo dîtina dermanê Penceþêrê, Xalê Guhbel kiribû berpirsyar û ev e 777 roj in ku lêkolîn her berdewam e. Duhî êvarê di derengiya þevê de, agahdariyek ji Xalê Guhbel hat ku dermanê penceþêrê dîtine.

    Piþtî ku daxuyaniya Xalê Guhbel bi riya satelîta Lotikxanê hate belavkirin, NASAya xalê me Hecî Buþ jî ew nûçe kopî kir û belav kir. Piþtre êdî bila kevir û kuç li dijminên Lotikxanê bibarin û bila xêr û xweþî jî li sentirala Lotikxanê bibarin, pirs li ser pirsê hate kirin...

    Xwendevanên Lotikxanê jixwe dizanin ku ev e çend roj in Xalê Guhbel derketiye tehtîla havînê û digel her pênc jinên xwe, çûye zozanê çiyayê Sîpanê Xelatê. Niha ew li ser zinarê ku Siyabendê Silîvî tê de werbûye pênc çadir vegirtine û her jineke wî di yekê de ketiye mehfelê. Ragihandina derheq dermanê Penceþêrê de, weha xeber gihande Navenda Lotikxanê. >>>>>

 

 

Hevalên Þêx Elo lotikek li wî xistin!

 

Binav Sindî- 03/07/08-Duhok

Berî mehekê lotikvan û serleþkirê pêþmergeyê li parêzgeha Duhokê general Þêx Elo di yariya qumarê da digel çend hevalên xwe yên berpirs, çil û pênc defterên dolarî xesirî. Anku 450 hizar dolarên Emrîkî.

    Xelkê devera Duhokê dizanin ku gelek berpirsiyarên wan yên lotikvan bi qumarê ve mijûlin. Lê gelek ji wan deng naken. Tinê lotikvanek heye ew jî Mela Mistefa ye ku car car behsa her tiþtî dike, li ser minbera mizgefta xwe lotikan li berpirsiyaran dixe.

   Beriya çend heftiyan wî melayê lotikvan li ser minberê ji xelkê nivêjker re got ku berpirsekî wan sed defterên dolarî xesiriye. Helbet xelkê jî dizanî ku ew behsa Þêx Elo dike. Lê di rastî de wî melayî lotikek zêde gotiye çunkî ew tenê 450 hizar dolaran xesirî bû. Anku nîvê wê jimareya mela gotî. >>>>>

 

Zavayê wan masîyê mezin dixwaze

 

Gulnaza Torî- 03/07/08- Bruksel- Tirkiye serûbinê hev dibe. Hinek dibêjin „ev elametên xêrê ne“ û hinek jî dibêjin „na wele elametên qiyametê ne“.

    Bi operasyonên vê dawîyê lotikek mezin li rêxistina terorîst Ergenekonê ket. Ergenekona ku piranîya wan ji general, profesor, nivîskar û karmendên qirase pêk tê, bi operasyona vê dawîyê lotikek xwar û kes nizane bê wê dawîya wê bighê kuderê. Birastî jî ev operasyon elametek ji elametên roja qiyametê ye çimkî di dîroka Tirkiyê de hetanî îro kesî newêrîbû lingê xwe li lingê generalekî xe. Generalên Tirk xwedîyê dewleta Tirk in, xwedê ne, pêxember in û ne heddê bavê kesî bû ku bigota sîya we xwar e. 

   Werhasil, çi dibe bila bibe ev operasyon lotikek baþ bû û xuyaye hinekan pêl biþkokê kiriye û gotiye „wan bigrin û serê wan têxin qûna bavê wan“. Qiyamete ne qiyamete nizanim, lê piranîya Ewrûpîyan bi vê lotika qirase kêþxweþîya xwe tînin zimên.

   Bi taybet hevserokê parlamentoya Ewrûpayê û zavayê Tirkan Joost Lagendîjk pir vekirî kêfxweþîya xwe anî zimên û got: >>>>>

 

Bajo Mam Celal, Lotikxane li piþta te ye!

 

Pîrkemal- 01/07/08-Lotikxane- Belê, mamê me û serokê Iraqê Mam Celal Talabanî bû Cîgirê Serokê Sosyalîst Enternasyonalê û tirr ji Tirkan, û bi taybet jî ji CHP û serokê wê Denîz Baykal berda. CHP a ku bi qasî derhemekê sosyalîstî yan jî sosyaldemokratî pêre tuneye, di vê civînê de beþdar nebû û di çavê beþdarên civînê de bû wek tenîya binê beroþê.

  Xweþî û serfirazîya vê civînê ew bû ku Kurdan giranîya xwe danî û di qada navnetewî de gavek giring avêtin. Bi taybet hilbijartina Mam Celal wek Cîgirê Serokê SE ê, ji Kurdan re þeref û payebilindîyek mezine. Ji vê mezintir, a herî xweþ ev bû ku lotikek bêîman li Tirkan ket û Kurdan serê Denîz Baykal û partîya wî paþûpê xistin ciyê ku jê derketiye.

   Wekî din, DTP jî li ser navê Tirkiyê ket þûna CHP û ev jî lotikek ne xerab bû. Hêvî ew e ku DTP di SE de tirrê ji dewleta Tirko berde û pirsgirêka Kurd bi SE bide qebûlkirin.

   Em wek Lotikxane vê serketina Kurdan pîroz dikin û ji mamê xwe Celal Talabanî re dibêjin:Doh tu bû serokê Iraqê, îro tu bû Cîgirê Serokê Sosyalîst Enternasyonalê, em hêvîdarin wê di pêþerojê de cenabê te bibe serokê Yekîtîya Ewrûpayê û ji wê mezintir, sekreterîya Yekîtîya Milletan jî li bendî te ye kaka! Bi qiweta xwedê emê wan rojan jî bibînin.

   Bajo mamo, Lotikxane li piþta te ye bajoooooo!

 

Hewcebû Lûîs Aragones bibûya serokê Kurdên bakur!

 

Antonîo Vêga- 01/07/08- Madrîd- Belê, Ispanya di kûpa Ewrûpa de bû þampiyon û piþtî 44 salan giha miradê xwe. Birastî jî taximê fûtbola Ispanî xweþ lîzt û kûpa heq kirin.

    Kurd dibêjin „Jin mero wezîr jî dike, rezîl jî dike“. Ev gotin jibo mêran, ji bo zilaman jî derbas dibe. Zilamê baþ jina xwe dike wezîr û ê xerab jî jina xwe dike rezîl. Îcar mesela me li ser teknîk dîrektorê taximê Ispanî Lûîs Aragones bû.

    Aragones bi wê yextîyarîya xwe serkêþîyek baþ kir, þagirtên xwe wilo perwerde kir ku di stendina kûpayê de bi ser ketin û bûn þampiyonê Ewrûpayê. Îcar meriv kare bêje „Serok milletekî wezîr jî dike, rezîl jî dike“.

   Gelo di nava þerê 30 salî de yekî wek Aragones bibûya serokê Kurdên bakur, niha Kurdistan xelas nebibû? Bi namûs belê!

   Ez di þûna Kurdên bakur de bûma,  minê Aragones bikirya, ew bikira „teknîk dîrektorê þerê çekdarî“ ellawekîl!

   Law mêrik di nava çend salan de kir ku Ispanya bibe þampiyonê Ewrûpayê, lê serokên Kurdên bakur ev 30 salin nebûne þampiyonê gundekî kuro, waweylêêêêêêê!

 

Gelo ji Tirkan pêve kes kare vî paþnavê dirêj binivîse?

 

Îcar þirove li we yabo qurban....

 

TEVKURDê da bin dûvê dewletê

 

Bêrîvan Al- 30/06/08-Amed- Kurd êdî li xwe û dîroka xwe, li paþeroj û pêþeroja xwe xwedî derdikevin û bi mêranî diparêzin. Berî bi çend rojan li Amedê serokên þoreþa 1925an Þêx Seîdê þehîd û hevalên wî hatin bibîranîn û lotikek li dewletê ket. Beþdarên civînê ewqasî xweþ peyivîn, gotinên rast û xweþ gotin ku bawer bikin hêsir ji çavê me gindirîn.

   Bi taybet parêzer  Sitqi Zîlan pir eþkere hebûna Kurd û Kurdistanê parazt û da xuyakirin ku divê Kurd êdî rastîyên xwe eþkere bêjin û li hebûnên xwe xwedî derkevin.

   Di serî de Sitqi Zîlan, Îbrahîm Guçlu, Mihyedînê Batmanî û gellek ji beþdaran dîtinên xwe anîn zimên û brînên me kewandin. >>>>>

Helbet canim, ma kî dixwaze bela Tirkên hov bîne ser xwe

Av.A.Dîlan- 30/06/08-Enqere- Dibêjin Alîkarê Serokwezîrê Iraqê kak Berhem Salih, civînek bi wezîrê dewleta virqo Kurþat Tuzmen re çêkiriye û piþtî civînê herdu derketine pêþberî çapemenîyê.

   Berhem Salihê me gotiye:“Canlarim û cîgerlerim, wê dezgeha wezîrên Iraqê ji bo avakirina Iraqê îhaleyên nû veke. Emê erk û desthilatdarîyê bidin Serokwezîr Nûrî El Malikî da ku di serî de van îhaleyên qirase bide dewletên cîran û di serî de jî bide Tirkiyê“ filan û fîstan.

    Ê tabî canim, ma kî wêre û kî dixwaze bela dewletek mîna Tirkiyê hov bîne ser xwe bavê min, wey! Hema çend îhale, çend bîdon petrol û çend qirûþan têxin bêrîka wan û bela wan ji xwe vekin û hew, newilo!

    Werhasil, >>>>>

Va þar û va miþar

Serdar Mirad- 29/06/08-Amed-Gelo ma hewceyî bi þirove û ta û derzîyê heye? Gava meriv li Diyarbekrê, li pêþ çavê dost û dijminan serokên þoreþa 1925an, Þêx Seîd û hevalên wî bi mêranî bi bîr bîne, jê re çi tê gotin? Qehremanî!

   TEVKURDê dîsa lotikek mêrane û Kurdewarî avêt û li ser pankartê "Em serok û têkoþerên Kurdistanê ji bîr nakin" nivîsandin.

   Kuro babam, Lotikxane gunikên we bixwe û hew! Law ma ji mêranî û rastgotinê xweþtir heye? Wille, bille û tille NAAAAA!

Îtalîyan tirr ji me berda

 

Elîdîno- 11/07/08-Swêd- Yaw me çima mala xwe bir mîratê û pesnê tîma Kurdistan sporê da kaka! Me go „ha Kurdistan spor, de Kurdistan spor, bajo Kurdistan spor“ lê Kurdistan spora me top lê ket û çavînî bû.

   Tîma Kurdistan sporê doh 3 tirr ji Fransîyan berdabûn û me digot qey wê ev lotik berdewam bikin. Lê lotikvanên Îtalî ji me jêhatîtir derketin û golek zêde xistin me. Kurdistan spor 1 û Îtalî 2.

   Îcar ma xwedê û Þêx Evdilqadirê Geylanî. Heger Kurdekan di maça dawî de zora taximê Suryoyo bibin ji xwe me kêf kir. Na heger zora Suryoyo nebin, me pê girt û em di ser re hatin û xelas! 

   

Çend rojên herêma Serhedê

 

Qosarî-10/07/08-Amed-

Di van rojên germ de, mirov li Amedê dikeli cigerlerim. Em fikirîn û me da ber hev. Me got emê herin zozana turneyê. Belê me barê xwe bar kir û em ketin rê. De îjar di koma me de kî tuneye… Kekê Þahabetîn, artîstê me Vuralo, Heci Demoqrat Mesut, Apê Vizo Meheme, Xaltika Fatma Xan, Leyla Batxî, Elvanê û yê din.

    Vesayetên me berê xwe dan Bazîdê. Em dûrî neh saetan gihaþtin Bazîdê. Xalê me Mistefa hat pêþiya me û me rast bir cihê rakêtine. Hay lo em duazdeh kes in. Lê  cihe ku dane cihê deh kesa ye. Ji bîhna pîvazê mirov serxweþ dibe cigerim. Me li hev nerî de ka em çawa bikin? Hema Artistê me Vural got:>>>>>

The Wall Street Journal

Peak Oil: It Doesn’t Translate Into Kurdish

Keith Johnson

As oil prices again flirt with records, and the U.S. Energy Information Administration hustles to revise upward its forecasts for the price of oil and gas, the “peak oil” camp seems to win more converts every day.

   Even veteran oilmen like T. Boone Pickens say the era of “easy oil” is over. Just don’t tell the Kurds. >>>>>

Tirr di qûnê de neman

Sîmon Kurdo- 09/07/08- San Fransîsko- Lotikvanê reþik, xwîntehl û bêvilþelimî Eddy murphy dixwaze dev ji sînemayê berde û dîsa wek berê dest bi qeþmerîya stand up ê bike.

   Murphy ji çapemenîyê re got ku "êdî tirr di qûna min de nemane. Ez bûme 52 salî û hew karim xwe li ber lotik û zîtirkên sînemê bigrim. Ezê dîsa vegerim ser dikê û wek Mûrat Baykî dest bi stand up ê bikim" filan û fîstan. >>>>>

 

Bîranîn

Serdar Ûgraþ (Brûsk)         Sîbel Ûgraþ (Berîtan)

          4 .7. 1995                     6.11. 1997 Nisêbîn

Kurê min, parçê dilê min

Bi gulên gevez xemilîye þehîdê min

Bûye evîndarê çiyayên welêt lehengê min

Min çawa tu bi destê xwe mezin kiribû

Û te digot ax welat ax welat kurê min

Ez nagrîm kurê min, ez nagrîm

Bawerke þînê nagrim

Çavê min li pêþerojê ye

Ji hezaran kurên xweyên ku

Li bendî roja azadîyê ne

Stranên azadîyê dilorînim

  

Li ser navê malbatê

Bav   Sebrî Ûgraþ

Dê     Sûltan Ügraþ

Xuþk Nûrþen Ûgraþ

The Politics Behind Iraq's Kurdish Oil

Kenneth Stier-  A Congressional oversight committee wants to know why the heck the Bush Administration is apparently promoting US oil investment in the Kurdish region of Iraq?

That’s a fair question especially since it contradicts US policy and risks sabotaging the project of leaving behind a unified Iraq - for which the US has spilt so much blood and treasure. There's an added political wrinkle. The firm behind the Kurdish investment, Hunt Oil, is a Texas company with ties to President Bush. >>>>>

Qijnikên welatparêz stratejîya xwe guhert

Eskerê Qûnbicilik- 08/07/08-Isparta- Belê, qijnikên ku di nava çend mehan de tam 61 Tirk bi cehnemê þa kirin, îcar berê xwe dan komandoyên Tirk.

   Xuyaye dilê qijnikên welatparêz bi Kurdan þewitîye ku îcar berê jehr û vîrûsa xwe dane esker û komandoyên Tirko û tirr ji 66 komandayên Tirko berdane.

   Qijnikên me li ser daxwaza Lotikxanê biryarek navendî girtibûn û ev biryara êrîþa ser komandoyên Tirk di Polîtburoya Qijnikxanê de hatibû qebûlkirin.

   Piþtî fermîyeta biryara polîtburoyê, îcar tîmek taybetî bi canfedayî êrîþî 66 komandoyên Tirk kirin û çalakîyek întîxarwarî li dar xistin. >>>>>

Book Drive for Iraq

How you can do your bit to build democracy.

By Christopher Hitchens

It's quite common to read, usually from liberal opponents of the engagement in Iraq, that George W. Bush's administration hasn't asked the American people to make any sacrifices.

   I must confess that I never quite understand this criticism. As a society, we collectively contribute a great deal from our common treasury to give Iraq a fighting chance to recover from three decades of war and fascism and to prevent it from falling into the hands of the enemies of civilization. And as fellow citizens, we experience the agony of loss when our soldiers, aid workers, civil servants, and others are murdered. (That each of these is a volunteer is a great cause for national pride.) >>>>>

Hinek ji qerfên cegerxwîn

Zagros Osman- 07/07/08-

 

Mêvanê ereboþka:

 Rojekê Cegerxwîn mêvanê malmezinekî ereboþk bû. Ew li teniþta ê ereboþk rûniþtî bû, balgehek di neqeba herdûwa de bû. Ê ereboþk dixwest Kurda pîs bike.

      Radibe ji Cegerxwîn pirsî: Gelo çi cudayî di neqeba Kurda û kera de heye? Cegerxwîn xwe ne êþand û got: Ji min werê tu ji wilo zanetire û tê ji ber xwe ve nasbike ku cudahîya di neqeba me û kera de ev balgeha hanê ye.

    Ê ereboþk serê xwe bera ber xwe da û li himber mêranî û jîrîtiya Cegerxwîn matmayî bû. Civata ê ereboþk ji hevre gotin ( haza naç imna ) yanî vî kuta diya me. >>>>>

Weyla kerê min di qûna te qao erê welle!

Antonîo Vêga- 07/07/08-Roma- Hinek dibêjin „yabo Lotikxane xeberan ji xelkê re dide“ filan û fîstan. Ê qurbana serê we bim, bila xelk xeberan ji xwe re nedin wey, wîî! Bila gû nexwin ku Lotikxane jî xeberan ji wan re nede. Ê de binerin, emê çilo xeberan ji vî qûnekê Kosovayî re nedin?

  Li Romaya paytexta Îtalyê , yekî ji Kosovayê telefonî welatê xwe Kosovayê dike û ji dê û bavê xwe keçekê ji xwe re dixwaze, dixwaze bizewice. Qûneko 21 salî ye û lê rabûye. Malbata wî jî radibin jê re keçek 11 salî diþînin Romayê.

   Mêro radibe berî zewacê dest davêje zaroka 11 salî, zik lê dinepixîne û rebena keçikê teradînî dibe. >>>>>

Di rojhelata navîn de rewþa hebûna Kurdan

Dilyarê Xanê-06/07/08- Miletê kurd di rojhelata navîn de, bi hejmara xwe ve ê didwa ye yan ê sisya ye. Kîjan be bela bibe, lê em dizanin ku heta vê rojê wekî miletekî herî mezin di dinyayê de bê dewletek serbixwe maye.

    Ji ber hebûna betrola di bin axa rojhelata navîn de, weha jî ji ber cîgehê wê yê istiratîcî ku sê qaratan dinyayê pev girêdide û  ji bo bidestxistina karînên vê deverê, hizên xwedî imkanat di cîhanê de nakokîyê pev re dikþînin, di navbera mesalihên dewletên mezin de dijayetî zortir dibe. >>>>>

Konferansek bi heyecan û tijî hêvî

Haydar Diljen- 06/07/08-

Yekemîn konferansa hîndekarî û perwerdeya kurdî, bi dirûþma “ Êdî bes e, em bi zimanê xwe perwerdehiyê dixwazin” dest pê kir. Konferens di salona Þaredariya Rezan (Baglar) ya Amedê de pêk tê. Hema hema ji hemû bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê Îzmîr, Enqere, Stenbol û Konyayê 150 delege û gelek mêvan beþdarî konferansê dibin.

   Di vekirina konferansê de Osman Baydemîr, Aysel Tugluk, Serokê DTP’a Ameda Necdet Atalay û Þaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Þaredarê Yenîþehîrê Firat Anli, Þaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn û gelek kesên din jî amade bûn. >>>>>

Wey ez çavê tirsê bixwim

Firildeq Elî- 06/07/08- Stenbol- Raste ku tirs û saw pîs e, zehmet e, lê gellek caran tirs nebe jî xelk biaqil nabe qardaþim, wîî! Ma bilasebeb dibêjin „lêxistin ji bihuþtê derketiye“, hella hella! Yanî, bi vê gotinê dixwazin bêjin ku „lêxistin nebe kes natirse û li xwe mikur nayê“.

   Werhasil, serê me bi bihuþt û cehnemê naêþe, lê mesela me li ser generalên girtî bû. Ev generalên ku endamên rêxistina terorîsta Ergenekonê ne lo, we fêhm kir newlo!

   Yaw min tiþtek fêhm nekir, ev generalên ku planên darbê çêdikin û bi sedan insanên bêguneh dikujin, çima nexweþ in? Di operasyonên Ergenekonê de derket holê ku piranîya van generalên qûnek nexweþ in. Yan tansiyona wan dikeve, yan þekir biwan re derdikeve, yan êþa dil bi wan re çêdibe û yan jî prostat zorî dide wan. Ez dibêjim hemi ji ber tirsê ye. Ma çima berê tiþtekî wilo nedihat serê wan babam?

  Neyse, ez çavê tirsê bixwim û hew. Bi namûs heger tirs û saw nebe wê insanên vî zemanî di qûna hev nin û hevdu bixwin law, wey!

Keça wê jî wek wê qûnde nebe baþ e

Þatiro 04/07/08- Emerîka- Ev Kurdên me çi reben û belengazin waweylêêêê! Yanî ji wan weye ku birastî jî qûndeya Thomas Beatie zilam e û zarok anîye. Thomas Beiatie ya ji Hawaîî yê berê trans seksuelî dikir. Yanî, hem ji paþde û hem jî ji pêþ de xwe gan dida.

    Îcar piþtî ku xanimê ji lotikan kerixî û dilê wê xeliya, xwe bi derman û mermanan þiband zilaman. Tedawîya steroîdê dît (ev derman hormonên insên diguhere) û di nava demê xwe xwe þiband zilaman. Lê xanimê malzaroka xwe, lebatên ku di çêbûna zarokê de pêwist in paraztin.

   Werhasil, piþtî ziknepixandinek dirêj >>>>>

 

BOTAV 

HYPERÎCUM  PERFORATUM

 

Bavê Jîndar-04/07/08-Colemêrg-

Botav gîyayek bi kulîlk e, jibo heywanan jahr lê jibo mirovan þifayê dibarîne. Gelek navên wê yên din jî hene. Bi Kurdî wek Batovk, bahtov, sûrinc, nûjdar û hwd. Bi Tirkî Kantaron, kizilcirik, bînbîr delîk, koyun kiran. Bi navnetewî Hyperîcum triquertîfolîum, St Johanis wort û hwd. Li dinê nêzîkî 70 cûreyên wê hene.

   Rengên kulîlkên wê zer, sor, û binevþî (mor) ketûmat jî spî ne. Lê ya herî navdar û kêrdar ya kulîlk ser e.  Di mehên  tîrmeh heta êlûnê kulîlkan dide. Li ser lêvên rêyan, li zevîyan, ber devîyên daristanan, xwe bi xwe þîn tê . Bejna wê 25- 60 cm bilind dibe. Gîyayek kulîlk zer û pirçiqil e. Kulîlkên wê pênc belg in. >>>>>

 

De ji xwe re li qûnekê profesorê

Ergenekonê binerin

 

Tecawizcî Coþqûn- 03/07/08-Stenbol- Ergenekon, Mergenekon çi quzêkerê ye nizanim, lê xuyaye derwleta Tirk hevdu dane ber lotik û pehînên qantirkî. Lê tiþtê ecêb û neinsanî ew e ku heta bi profesorên wan jî qûnek û dirinde ne. De ji xwe re li insanetîya vî bêbavê Profesorê Ergenekonê Prof.Dr.Ercument Ovali binerin.

   Qûnekê heram rabûye li ser 20 nexweþên bi pençeþêrê derzîyên ku li ser insanan nayên ceribandin ceribandiye û 19 nexweþ bi derzîyên jehrî kujtiye. Bikaranîna insanan wek „kobay“ tenê di dema Hîtler de hatibû ceribandin. Textor û profesorên Hîtler jî Cihû wek „kobay“ bikardianîn û dermanên xwe li ser wan diceribandin.

   Dibêjin Ercument Ovali efendî xwestiye bi xwe dermanekî li dijî kanserê çêke û qaþo meþhûr bibe. Ji ber vê jî, rabûye dermanê xwe li ser nexweþên reben ceribandiye û 19 insan jehrî kiriye, kujtiye. Îcar hûn biryarê bidin bê ev Tirk çi wehþ û hirç û hov in qardaþim!

   Law te serî li Lotikxanê bixista meyê dermanê kanserê bida te oxlim, ma hewceyî kujtina insanan bû!

Ev lêlê ye, lolo çawa ye xwedê zane

Þîndar Berwarî- 03/07/08- Hewlêr- Dibêjin: “Kurek ji yekî re çêbûye, mêrik hew zane çi bike rabûye kîrê kurê xwe di berde jêkiriye”. Îcar ev jî mesela me Kurda ye. Hê em wek insanan nebûne dewlet û li ser lingên xwe nesekinîne, çete, diz û keleþên me dest ni bertîlxwarin, gendelî, revandin û kujtinê kirin jî.

   Dibêjin birêveberê giþtî yê kanala Newroz TV Azad Ertoþî ji alî grûpek xwînheram ve hatiye revandin, piþtî êþkence û lotikên bêîman, ew li çolekê berdane û dêqehpan reviyane.  Xuyaye armanca wan ne kujtin bûye. Xwestine bi vê lotikê wî bitirsînin. Yan na çima revandin û çima berdan? Yan Azad Ertoþî di televizyona xwe de lotik li hinekan xistiye û ev li xweþîya hinek alîyan neçûye, yan bi nanê hinekan lîztiye, û yan jî rastî gotiye ku rastî bi xwe jî tehl e.

   Îcar ev lêlê ye qurban, hîna lolo çawa ye xwedê zane!

   Îcar hesab bikin ku dewleta me çêbû û desthilatdarî ket destê çete û keleþên wek vê grûpê. Bi telaqê bê fitû wê jinên me ji nav livînê birevînin ellawekîl, wîî!

Jina Mehmetçîk firotin

Satilmiþ Yangîden- 01/07/08-Afyonkarahîsar- Belê sayin Lotikxanenîn qehreman ewlatlerî, namûsa Mehmetçîk kirin pênc pere û tirr jê berdan cîgerlerim.

   Li Afyonkarahîsar, gundê Uyanikê qûnekê bi navê M.G jinbra xwe revand û got:“ Ezê te bibim eskerîyê cem mêrê te“. Rebena G.G jî bawer kir. Lê piþtî revandinê, eþekoxlîeþekê M.G bazda ser jinbra xwe û qûþ lê qetand. Piþtre jinika reben bi dizî revya malbavana û ji lotikên tîyê xwe (brayê zilamê xwe) xelas bû.

   Lê xuyaye li xweþîya M.G hatibû ku bazde ser jinbra xwe, rabû da du jinikê, hat malbavana û bi bavê jinikê re ket nîqaþê. Bavê jinikê jî çifte xist nav þeqê wî û gunik û xiyarê wî ji hev belawela kir, ew bi cehnemê þa kir.

   Îcar qardaþim, em Tirk ne keça xwe nasdikin, ne dêya xwe, ne xaltîk û metika xwe, û jixwe jinbra li cem me hayella ye. Yanî, li cem me ha namûs û ha serîyek pîvaz hêç ferq nake dînime îmanime!

Filmê Tirko ye, bi zimanê Virqo ye û temaþevan ehmeqê Kurdo ye!

Oskê Gurrî.01/07/08-

 

Têbînî: Min ev nivîs ji zimanê çepel û nexweþ yê jina xwe wergerandîye zimanê xwey hepkî xweþ!

Ev heye demek Þamî mamyên firing û kulûja, destpêkirini filmê Tirka yên erzan werdigerînin zimanê xwe û di van tilfizyonên bê hejmar de diweþînin.

   Xwezya van filma çîrokin ji rewþa wan jî pêþkêþ kiribana, menê bigota de yella hey tirrekê ne kirye mal, bela xortên me yên ku mezin bûnin û perê wan tunenin ku bizewicin, ji xwe re li lemîs û nûrika agirpêketî temaþe bikin, bi nîv laþê wanî rût agir bi dilê xwe xin û di serþokan de camêrê mêrik bi xwe bikenînin“. Wilo jî menê bigota >>>>>

 

OIL CONGRESS: Kurd Oil Deal Better For Iraq Than Baghdad Plan

 

By: iStockAnalyst   Monday, June 30, 2008 5:15 AM

 

MADRID -(Dow Jones)- The contract model Iraq's autonomous Kurdish government has used in a host of deals that allows foreign oil companies to book a relatively small amount of Iraqi oil reserves as their assets will financially benefit Iraqis far more than the current deal plans being pursued by Baghdad, a new study released Monday says.

   The study, commissioned by the Kurdish Regional Government, comes as recent talks between the Kurds and Baghdad have yet again failed to yield any meaningful progress toward finalizing Iraq's long-delayed federal oil law that will set the legal framework for attracting foreign investment into Iraq's dilapidated oil sector. >>>>>

Ji bavê xwe jî fedî nakin!

Midûrê Zanîngeha Lotikxanê- 30/06/98- We di heyata darê dinyayê de alfabayek bi navê "alfaba Tirkî" bihîstiye gelo? Bawer nakim! Herin ji xwe re lê bikolin, heger we tiþtekî wilo dît emê pîvazekê bi guhê xwe vekin. Alfaba ku îro Tirk bikartînin ne alfaba Tirkî, lê alfaba "LATÎNÎ" ye. Werhasil,

   Rayedarên dewleta Virqo, torinên Mistefa Kemalê Selanîkî, doþirmeyên Boþnaq, Arnawût, Kurd, Laz, Çerkez û Qereçîyên Roman, îro li dijî tîpa "W" derdikevin û bi mahneya tîpên wek W, Q, X rê li ber pêþdeçûna zimanê Kurdî digrin. Her çiqasî em zanin ku mebesta wan ne ev tîp in lê dijminatîya li dijî Kurd û zimanê Kurdî ye jî, lê emê dîsa meselê bînin ser rebena tîpa W. >>>>>

Qijnikên Saddam û dêlegura Canan xanim

A.Dûran-30/06/08-

 Bila xwedê  têra xwe bide wan! Ewên ku ji ber qijnikan tiro û viro bûne…

   Tê gotin ku parlamena CHP a Izmirê  Dr.Canan Aritman li gor lêkolîn û lêgerinên xwe yên taybetî, iddîa dike ku ew vîrûsên ku bi navê  „nexweþiya kongo kirim“ tê binavkirin, ew qijnikên ajan in û wek çekên bîyolojîk di dema Saddam de li mijulgehê hatine afirandin.

    Piþtî ku ABD  Irak dagîr kir. ew qijnik li Tirkiyê peyda bûn û bi kê vedan tirr jê berdan…>>>>>

Xwepêþandanek li ber deryê me û lîre lîra jina min!!

Oskê Gurrî-29/06/08-Nîvê þevê ez ji xew rabûm, ji tirsa diranê min li hev diketin, dengê dilê min zarok ji xew rakirin, ez li yek hawî diricifîm, tirre tirra qûna min nema disekinî, min dikir hewar û min digot „serê min derman bikin, serê min xwîn jê tê, zû werin min ji vê wertê xelas bikin!“

   Zarok tev diya xwe ji xew radibûn, hiþk bi min digirtin û digotin „Osko, çi bela te ye kuro, ma qey tu dawî emir dîn bûyi law, bêhna xwe fire bike, qedehek av vexwe, qey hiþê te ne li serê te ye bavo!“ >>>>>

        lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006