Google
 Lotikxane
Magazîn, henek, gilî û gazin.....Bê lotik nemînin.....info@lotikxane.com....lotikxane@hotmail.com.....Medya   ///   Arşîv

Xaltîka Fatê

 

Hevpey vîn-I

Rojda Aydin

 

Nîşana bratîyê

Bavê Ronahî

 

 Xudbe

Lezgîn  Şêxo

 

Yek ji me, yek ji wan

Adil Dûran

Gur û rovî

Bavê Rewşê

 

Kevok name

Arşevîn

 

Erebên şûfînî

                                                                                                             

Cewrikê sosyalîzmê bûye kapîtalîstê herî mezin

 

Proleterê Parsek-15/01/08-Febrîqa Zibil- Erê dinyayê…… Niha Vladîmîr Îlyîç Lenîn ji gorê raba û rewşa kapîtalîstên ku bi fikra sosyalîzma wî mezin bûne bidîta, gelo wê çi bigota? 

   Halî hazir kapîtalîst û emperyalîstên wilo mezin di Rûsyê de çêbûne ku ne hed heye ne hesab. Mêrikan bi salan çîrokên proleterya, kolhoz û molhozan ji zarokên xelkê re gotin, ew razandin û bazdan ser wan, lê wan jî di binî re serwetek bê hesab komkirin û kêfa xiyarê xwe dikin.

   Yek ji wan cewrikên sosyalîzma Rûsyê jî Roman Abramovîçê 41 salî ye. >>>>>

 

Wile heyran te kir tirrr Nîmet xanim!

Mihemed Bekir El Tûnisî- 15/01/08-Tûnis- Bi elawekîl em bi Wezîra Jin û Malbatê a Tirk Nîmet Çûbûkçû xenê bûn. Yanî qaşo Çûbûkçû xanim hatibû Tûnisê ku ji me re behsa mafê jin û malbatê bike, rabû em hînî çêkirina qehwa Tirkî kirin û  malik li me viritand. Îcar qehwa Tirkî kuro!?

   Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ev qehwa Tirkî li kuderê Tirkiyê çêdibe? Yan ma qehwe li Tirkiyê şîn tê, çêdibe? Kuro lao ev bêbavana çi tiştê ku bidizin dikin malê xwe û xwedî lê derdikevin hayhoooo!

   Niha we bigota qehwa Latîn Emerîkî, temam! We bigota qehwa Erebî, temam! Ê lao ma Tirk û qehwe? Tiştê ez zanim li Derya Reş, li nav wan Lazên şeytanqûnî, tenê çayê şîn tê û ew jî wek quzilqurtê ye û hew! 

   Ya siphanellaaaaaaa bê ev Tirk çi dizek û virekin yaboooooo!

 

Elokek xelat

 

14/01/08-Li gora we lotikvanê navdar Ben Affleck çima qûna xwe duxrîne? Heçê tê derxe, emê elokek 750 gramî bidin wan.

   Helbet divê berê em destûrê ji Mam Celal bixwazin û piştre eloka we ji we re bişînin. Yan na, emê têkevin ber gunehê wî û gunehkar bibin.

   Haaaaaa, em heq û mesrefa postê nadin haaa...Ew ji kîsî we ye.

  De yalla serketin yaboooo!

Kî dibêjin Europî têr memik in?

Sebra Dila-14/01/08-Elmanya

Ev zilam dema ku çav li memikên vê jinikê dike aqilê xwe winda dike, ronahî di çavê wî de namîne û dibe wek misilmanên birçî. Nema xwe digre û wilo bi dilşewatî li wêne dinere.

   Di dilê xwe de keserekê dikşîne û dibêje: Axxxxxx....! Hey malxerabê, ma pêwîste tu dilê xelkê wilo bide ber agir û xenceran …?  Ax liminnnnnn, ji xêra xwedê re hema min devê xwe xistiba wê şaxa nav du giran û bila xwedê rihê min bistenda û hew!

   Qey dawiya dinyê hatiye bavo… Her tişt bûye bazirganî. Lê bi her sê telaqên jinberdanê, bazirganiya herî mezin bûye memik, doxîn û navran yabo!  

 

Bîjîyên Asenayê li Newrozê xwedî derketin

 

Ehmed Beyan-13/01/08-Enqere- Partîya Seg û Keftarên Tirkiyê MHP pêşniyaza fermîbûna cejna Newrozê da meclîsa Tirkiyê û xwest ku ev cejna qedîm a Tirk (segbavan nizanin ku seg û keftar nikarin cejnek wek cejna Newrozê pîroz bikin) wek cejnek fermî bê pîroz kirin da ku Kurd li cejna Newrozê xwedî dernekevin.

   MHP cejna Newroza Kurdan wek “cejna qedîm a gelê Tirk” binav dike û naletê li bavê xwe tîne. Tirkên ku hema bêjin her tişt û hebûnên xwe ji çand û kultura xelkê dizîne û binyata xwe li ser qirkirina gelên cîran ava kirine, dixwazin bi fermîkirina cejna Newrozê qaşo Kurdan ji vê cejna pîroz bidûr bixin û naveroka vê cejnê jî aloz bikin, bikin “Cejna Seg, Keftar û Gurên Tirkiyê”.

   Werhasilî kelam, bawer kin heta em Kurdên bakur ev Kurd bin, heta em dîwarekî wek dîwarê Berlînê nexin navbera xwe û van segbavên dirinde, wê Tirk li cejnên me jî, dîroka me jî, welatê me, zimanê me û hetta li xîret û namûsa me jî xwedî derkevin û xelas! Gava em kurtanê kerê xelkê bin, wê Tirk her û her li me siwarên û hûn sax!

 

 

Dîndaran ew kir milyoner

 

Tecawizcî Coşqûn-11/01/08-Beyoglû Stenbol- Lotikvana navdar a Tirk Asena ( Asena navê dêlegura ku Tirk ji eslê wê ne) anî zimên ku wê ji şahî û dawetên esker û  misilmanên Tirk 5 milyon dolar qecenc kiriye û mişterîyên wê ê herî baş Tirkên dîndar in. Tirkên dîndar di her wesîlê de serûçavê xwe dinuxumînin û qaşo bi navê îslamê siyaset û polîtîkayek qirêj dimeşînin. Ev misilmanên ku di bin çarçef û perda misilmantîytê de her quzilqurtî dixwin û her zinêkarîyê dikin, di gotinê de xwe wek horî û melayîketên xwedê derdixin pêş. Lê di rastîyê de ew di bin wê çarçef û perda dîn de her gûyî dixwin û û xelkê dixapînin.>>>>>

 

Îrîna Şeyk

 

Firikdeq Elî-10/01/08-Lotikvana Rûsî Îrîna Şeyk xwe jibo kovarekê şût û rût kir û dîsa nav bi dû xwe xist.

   Îrîna xanim hêvî û rice ji me kir ku em wêneyên wê di Lotikxanê de jî biweşînin. Yan na, wê bi serê Vladîmîr Pûtîn sûnd xwar ku ewê xwe întîxar bike û xwe bi darekê ve daleqîne.

   Li ser vê sosretê, me jî wek polîtburoya beşê magazînê biryar da ku em nebin sebebê mirina Îrîna xanimê û wêneyên wê biweşînin.

  Wêne bê sansûr in, ê lê binere jî poşman e û ê lê nenere jî poşman e ellawekîl! Îcar hûn zanin....

   Xêr û guneh di stuyê Mehmûd Ehmedînejad de be rebbî...>>>>>

 

Bonda mê kifş bû

Rozê-10/01/08-London- Wek hûn zanin, 007 James Bond ji Ingilîzan re bûye nîşana namûs û serketinê û ha ha pê pesnê xwe didin. Flîmên ku hema bêjin piranîya wan ji senaryoyên xeyalî tên kişandin, wek ku rastî bin derdikevin pêş insanan. Ji van flîman bi milyonan dolar tê qezenc kirin û lotikek li temaşevanan dikeve.

   De neyse, dibêjin jina ku di 007 James Bondê 2008an de rolek sereke bistîne kifş bûye. Ew jî lotikvan û modela Rûs Olga Kurylenko ye. Kurylenko modelek naskirî  û lotikvanek başe jî. Li gor gotinên gotinbêjan, dibêjin Kurylenko xanimek pir merd û xêrxwaze jî. Hema çi mêrê go lotikekê jê dixwaze destvala venagere û dilê xwe hênik dike.

   Werhasilî kelam, tiştê ecêb ev e ku heta niha nebûye qismet ku Kurdek di flîmên wek 007 James Bond de bilîze û serê Kurdan bilind bike. Her çiqasî Behman Gobadî kûsî firandibin ezmanan jî, lê heta niha lîztikvanek Kurd nefiryaye Hollywoodê.

   De xwedê kerîm û rehîm e.....

 

Sarkozy derket seyranê

 

Wêne bitikînin

 

Werin wahşeta vî heywanî

 

Gesen Almas-09/01/08- Teksas- Ya starrrrrrrr û hey ya starrrr! Law we wahşeta bi vî rengî dîtiye ey hawar! Heywanê bi navê Chrîstopher Lee McCuîn (25), ji ber ku hevala wî Jana Shearer (21) dev ji wî berdide, radibe wê direvîne, dibe malê, wê bi kêrê parçe parçe dike, parçê goştê nerm û xweş dixe beroşê, dikelîne û dixwe.

   Piştre tekefonî polîs dike û mesela xwe ji wan re mikur tê. Gava polîs tên malê, herdu çavên keîikê di beroşê de dibînin û tevzînok bi laşê wan dikeve. Werhasi, >>>>>

 

Heçê li van bedewan nerere kafir e

 

Sven Bjornson- 08/01/08-Uppsala- Dibêjin Magnûs Nordîn û Martîn Pîhl bi navê „Sunblock“ grûpek muzîkê çêkirine û ev grûp her ku diçe zêdetir tê hezkirin. Lê gava min li grûpa wan temaşe kir û çav li wan keçên germik û nermik ketim, xwêdanekê ez girtim û yekser jina min li ber çavê min reş bû ellawekîl!

   Ez wek îmana xwe zanim ku Swêdî ne jibo xatirê muzîka wan, lê ji ber van keçên seksî ji vê grûpê hez dikin. Kuro ma jin in, ûfffffffffff!>>>>>

 

Swêd bûye hodrî meydan!

 

 Aran Perînas-08/01/08-Swêd-

Berî çend rojan bûyerek ecêb li Swêdê bibû. Dê û bavek zaroka xweyî çend mehî gelekî êşandin, yanî gelekî. Hema hema mejîyê zarokê leqîya. Bebekê zerarek mezin dît.

  Werhasil, em werin ser mesela eslî, hinek camêran bi xêra xwe, giliyê wan li ba polîsan kir û çîrok destpêkir. Piştî çend heftan kaxizek kete qûtîya postê. Wextek ji alîyê  dadgeha destpêkî hatibû.

Dadgeh destpêkir û hakim gihişte vê qerara nefêhmbar.

   Di vê navberê de herdu kesên gumanjêkirî di dadgehêde sûçê xwe qebûl nedikirin, û sûc ji ser xwe davêtin dixistin sukra hevûdin. >>>>>

Ev kî ye?

Tecawizcî Coşqûn-06/01/08-Beyoglû-Stenbol-

   Xwendevanekî Lotikxanê ev wêneyê xweşik, nermik û germik ji me re şandiye û dibêje: "Heçê tê derxe bê ev keça seksî kî ye ezê Kerekî Şamî ji wan re bikirim. Çawa be di dema îro de trimbêl, benzîn û mazot buha ye. A baş ker in. Hema ka û ceh bidin kerê û lê siwar bin, bê mesref û bê serêşandin e" filan û bêvan. >>>>>

 

  .حوار مع الفنان آرشفين
حاوره لقمان تعلو


قبل ايام نزلت ضيفأ عنده،حيث دعاني إلى بيته بمناسبة رأس السنة
بيت حيطانه من قوس قزح، ألوان تحكي لك قصتها في هذه الحياة،اينما
تلتفت ترى أمام عينيك لوحة،فوجدت نفسي أمام مجموعة من الأسئلة
وهذا ما زادني فضولا بأن أطلب منه أن يسرد لنا قصته مع لوحاته وكيف بدأ هذا المشوار<<<<<  

Serketin yabo, de bajo kek Nêçîr!

Şêrzad Zebarî-05/01/08-Hewlêr- Piştî civînek hevbeş hat ragihandin ku wê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serokwezîrtîya xwe bidomîne û lotikên Kurdperwerî bavêje.

   Li gora daxuyanîya Serok Barzanî û Mam Celal Talabanî, jibo berjewendîya gelê Kurd û bicîhanîna program û projeyên pêşerojê ,maqûl hatiye dîtin ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser erka xwe bimîne. Mesûd Barzanî ragihand ku serokwezîrtî mafê YNK ye û ew kengî bixwazin wê karibin guhertinê di serokwezîrtîyê de çêkin. Ev jî nîşana demokrasîya navxweyî ye û dixuye ku Kurd êdî hînî demokrasîya navxweyî dibin û tehamulî hev dikin.

   Werhasil, em jî bi navê xebatkarên Lotikxanê kek Nêçîr pîroz dikin û jê re lotikên serkeftinê dixwazin..De bajo kek Nêçîr bajoooooo ! Lotikxane li pişta te ye, qet netirse qurban……….

Teqandina bomba Amedê

Pêxwasê Amedê-05/01/08-Amed-

Pêr êvarî seet di 17,30 an de, li yenî mehelê, dema servîsa eskeriyê derbaz bû bonbeyek peqî û di encamê de, 5 kes mirin û 68 kes jî birîndar bûn. Li gor gotinan ji mirîyan 2 jê zaro ne û ji birîndaran jî brîna 6 an xedar e. 

    Ev ne cara yekem e ku li Amedê ev bûyer dibin. Di 15 ê Hezîranê de li ofîsê bonbek hat teqandin 7 kes brîndar bûn. Di Êlûna 2006 an de, li  qûşî yolu li cem parqekê bombek hat teqandin û di encamê de 10 kes hatin kuştin, 16 kes jî brîndar bûn.

   Başe gelo van bonban kî diteqîne? Li gor dewletê û medya Tirkan, terorîstên Pkk ê ne. Li gor hinek ronakbîrên Tirkan û Kurdan,  Emperyalîzma Emerîkî û Ewropî ye. Li gor piranîya sazîyên Kurdan, dewleta kûr e.  Li gor min jî berjewendîyên kê tê de be, ew dike. >>>>

Qerdawî dîsa da navê

Abdullah El Kurdî- 04/01/08- Qahîre- Rayedarên Zanîngeha Îlahîyata Misrê lotikek din avêtin û toz û dûman bi ser serê xwe xistin.

    Şeyxulîslamê Sazîyên Perwerdeya El Ezherê Mihemed Seyyid Qerdawî fitûyek qirase derxist û bi belavokekê belav kir. Tentewî fitûya xwe di derbarê kurtajkirina jinan de derxistiye û dibêje: “Îslam jibo keç an jina ku rûmeta wê hatiye qirêjkirin, mafê kurtajkirinê nasdike. Ji ber vê yekê ew gunehkar nabe” filan û fîstan.

   Ê law birêz Seyyid Mihemed el Qerdawî, bi dîn û îman te bi vê fitûyê şoreşek di dînê îslamê de çêkir hebîbî! Wê ji îro û pêde keç û jinên me xwe biçirînin, têra xwe lotikan li xwe xin û piştre jî bêjin:”Rûmeta min qirêj bûye” û xwe kurtaj bikin.

   Kuro law bi vê fitûyê keçek tenê jî di nav welatên misilman de namîne baba, wîî! Bi sê telaqên cenabê te, te namûs kir bexdûnis û xelas! De ka bêje bê di kîjan ayeta Quranê de behsa kurtajê hatiye kirin qurban...?

 

 

Mêr têra wê nakin

 

Hesel Almas-02/01/08-Emerîka- Lotikvan û agirpêketya Emerîkî Lîndsay Lohan bû “Jina skaldal a 2007an” û navekî din bi dû xwe xist. Lohan xanima ku têr lotik nabe, di Festîvala Caprî a Flîman de skandalek din pêşkêşî cîhanê kir û  bi temamî eşkere bû ku mêr xwe li ber xanimê nagrin û têr gon naxwe.

   Lohan xanim di festîvalê de, di nava 24 seetan de tam ji sê qiraseyên zilaman gon xwar û toz û tirabêlk bi ser serê xwe xist. Di du rojan de bi Alessandor Dî Nunzîo, Eduardo Costa û Darîo Faîella re bi fûtbolê lîzt û di nava nivînê de gol avêtin hevdu.Werhasi, >>>>>

 

Hevalên hêja

 


Weşanxaneya me bi pirtûkxaneya Okusan Neşriyat Gmbh'ya Ewropî re li hev kiriye ku berhemên me li seranserî Ewropayê  belav bike. Ango êdî ferhenga Umîd Demîrhan a kurdî bi kurdî li Ewropayê jî tê firotin. Bimînin di xêr û xweşiyê de...
 
Navnîşana pirtûkxaneyê
Mehmet Aslan
Okusan Neşriyat Gmbh 
0049 170 186 50 91
okusangmbh@yahoo.de
Li ser navê weşanxaneya SEWADê
Omit Celalî

 

-------------------

Bê xeyd, quricî beşek ji dîroka Kurdî ne

 

Kerem Yûsiv-01/01/08/ Qamişlo

 

Weku 2007 neynikek ji dîroka Kurdî, xiniziyên di nav Kurdan de, hevaltiya neyarên rê be,  wisa dîroka Kurdî xwe vedgerîne bê ku ti tişt têde hatibe guhertin. Bê ku kesên bi nav Kurd û xewnên Kurdî sêdar dikirin  tewaw bibin,  bê ku ev Kurdên bêhna buharên Kurdî ji demsalên wan qutbûye kêm bibin û zêde nebin.

  Bi quriçîyan dîroka xiniziyê dîsan li bakurê Kurdistanê di nav miletê Kurd de xwe vedgerîne.

Li vir belkî ti bipirse quriçî kîne? >>>>

 

www.pdksy.net

--------------------

 

Silavek ji Beyrûdê

 

Sîrwan Qiçço-30/12/07-Beyrûd

 

Pirs

 

Pelên te mîna vê payîzê

Hildiweşin…

Diyare ji koçberiyê

Têr nebûne.

Nema dixwazin di bin

Baskên te de bi cî

Bibin..

Te ew li kîjan dibistanê

Perwerde kirine..?? >>>>>

 

Eynî tas eynî himam

 

Profesorê Lotikxanê- 29/12/07- Xwendin ne karê her insanî ye. Insanê ku ilmê zanyarîyê bixwîne divê xwedî wîjdan be û rêzê ji ilm û zanyarîyê re bigre.

   Lê xuyaye ji Tirkan re gotinek bi navê “rêzgirtinê” tuneye. Zanyarên wan ên herî navdar jî bi navê ilm û zanyarîyê zinêkarîyê bi ilm re dikin û her tiştî jibo berjewendîya millet û dewleta xwe bikartînin.>>>>>

 

Raya Lotikxanê ji te re

 

Tecawizcî Coşqûn- 27/12/07-Beyoglû/Stenbol-

Birastî ji ber hinek sedemên taybet wextê min çênebû ez lotikan ji we re binivîsim. Neyse, ezê serê we neêşînim û behsa pirsgirêkên xwe yên şexsî nekim û dilê we jî nexelînim.

   Dibêjin rojnamevanekî ji Hulya Avşar xanimê pirsîye: Gelo hûnê siyasetê bikin? Hulya xanimê jî bersiv daye: Siyaset!? Heger ez nebim serokwezîr siyasetê nakim. Divê li Tirkiyê sîstemek wilo çêbibe ku gava min go “S” divê yekser ez bibim serokwezîr. >>>>>

 

Ji %46ê Swêdîyan bîjî ne

 

Binevş Agirî- 26/12/07-Swêd- Li ser bextê xelkê be, dibêjin di encama lêkolînekê de derketiye holê ku herî zêde zarokên bîjî li Swêd çêdibin.

   Li gora lêkolîna ku li seranserê Ewrûpayê hatiye çêkirin, herî zêde jinên Swêdî zarokên bêbav tînin dinyayê û hejmara wan ji sedî 46 e. >>>>

 

Pîroz be Evîn xanim! 

-------------

Ji felsefa Erebên şufînî

Arşevîn-25/12/07-

Çi bêjim ez ne dengbêjim li ser Cezîra delal

Ji kerba ez lal û gêjim te jibîr nakim Efrîn yar

Mizgîn bide Kobanê ji wer hemu silavan

Destê qirêja li ser we çi dixwazin bêbavan.

Qamişlo kanîya çavan ev li serbo giravan, >>>>>

 

Helbestek ji

Seydayê Dilmeqes

 

Cejna Qurbanê

 

Waye dîsa hat cejna qurbane

Wê ser jê bikin kavir û berane

 

Lê em Kurd di esra bîst û yekê da

Qurban didin ciwan û mindalan

 

Li pêşberî demokrasiya cîhanê

Dagirkerên xwînmij kovel girtine >>>

         -------------------

 

Sayin Lotikxane

Ez alîkarî ji te dixwazim!

 

 

Kezebperityo-24/12/07- Sayin Lotikxane, ez bi soya xwe ji Kurdlera me, lê ez bûme zavayê Turkleran.

   Jina min gava qîzik bû, pir xweşik bû. Berî em bizewicin, camêriya xwe jî bi min re dikir. Tunabêjî, pîrika jina min gotiye jina min: "Kurtler enayîdir. Kendîne bîr Kurt bûl ve oninle evlen." û wê jî ez dîtim.

   De xwezî min wê nedîta, ez sed car poşman bûme, lê ez bi guzelîka wê xapiyam. Niha ez êdî nikarim xwe ji destên wê xilas jî bikim. Gava ez hema xebereke ne li hesabê wê dibêjim, diçe giliyê min dike û cendirme tên, min dibin dikutin, dikutiin û dikutin...>>>>>

 

Li Kurdistanê pîrozkirina cejna qurbanê

 

Bavê Jîndar-23/12/07-Colemerg-

Em Kurdên li Ewropa jî , li gor destketîyên xwe Cejna Qurbanê pîroz dikin. Hinek ji me neku pê bawerin, lê ji ber ku bûye kelepûr û kevneşopek ji bav û papîran mayî û wesîleya zêdekirina danûstandinê, vê cejnê bi dilûcan hinbêz dikin.

   Bê goman ew kelecana li welêt, li vandeveran nîne. Li welêt kelecana Cejna Qurbanê berî hefteyekê destpêdike. Herkes li gor imkanên xwe amadekarîya  kirîna şekirokan, liqûman, çêkirina kadan, tûtkan, beqlawe û borekan dike. Jibo zarowan cil û libasan dikirin. Jibo dilên kebanîyan xweş bikin, zêr û kiras û fîstanan dikirin.>>>>>

 

Jinên wan jî dest bi serjêkirinê kirin

 

Polat Erdem-23/12/07-Izmîr- Piştî ku eskerên Tirko li serê çiyayên Kurdistanê poz, guh û serê gerîllayên Kurd jêkirin, îcar jinên wan jî li metropolên Tirkiyê hînî serjêkirinê bûn û dest bi çîrvîtkan kirin.

   Li bajarê Izmîrê bûyerek wilo qewimî ku ji flîmên Drakûla jî xerabtir e. Jinika bi navê E.G (22) piştî demekê bi du zilaman re di xanîyekî de dijî. Bi hevre dixwin û vedixwin. Piştî vexwarina çend şûşeyên şerabê, zilamê 43 salî (M.A) ji jinikê re dibêje:>>>>

 

 

 

Mişkê Lotikxanê 4 hezar esker bi jehrî xistin

Onbaşî Mihê-15/01/08- Berî bi mehekê me 5 mişkên canfedayln Lotikxanê berdabûn nav bajarên Tirkiyê da ku çalakîyên mişkanî bikin. Di encama operasyonên îstîxbarata Tirk de 4 mişkên me hatibûn girtin û “Mişkê Serzelût” jî nebedî bibû. Werhasil, Mişkê Serzelût berî bi çendakê bi emaîlekê saxbûna xwe eşkere kir û kêfa me anî.

   Mişkê me Mişkê Serzelût di emaîla xwe de gotibû:”Min berê xwe daye bajarê Ispartayê. Min ahd ji xwedê re daye ku herim komek esker bi jehrî bixim û tirrê ji wan berdim” filan û bêvan.

   Piştî emalîka Mişkê Serzelût bi çend rojan, li bajarê Ispartayê, li Alaya Perwerdeya Eskerî 4 hezar eskerên Tirk ji xwarinê jehrî ketin û bû vîjvîja qûna wan, virikî bûn. Mişkê me yê canfeda Mişkê Serzelût ev çalakîya Kurdperwerî girt ser xwe û dîsa di emaîla xwe de got:”Min di nava xwarina wan de gû kir û 4 hezar eskerên qûnbicilik bi jehrî xistin” û revî revî ji bajarê Ispartayê reviyaye. Niha mişkê me Mişkê Serzelût hewl dide ku bi rêyek qaçax dîsa vegere Lotikxanê û dest bi lotikên Kurdewarî bike.

   Ez serê we neêşînim, di Alaya Perwerdeya Eskerî a bajarê Ispartayê de 4 hezar eskerên virqo bi jehrî hetin û lotikek xwarin. De heta dor bê ser Alaya Enqerê jî xwedê kerîm û rehîm e.

Ê bigere xêra xwe jî û bela xwe jî dibîne brakoooo!

Serdar Mirad-15/01/08-Amed- Li ser bextê rojname û çapemenîya Tirkiyê be, dibêjin faîlê teqandina li Amedê Erdal Polat di îfada xwe de gazin ji hevalên xwe kiriye û dilê xwe bi xwe şewitandiye.

   Xwedêgiravî Polat gotiye: “Piştî teqandinê ez çûm civanê xwe, ciyê ku meyê lê hevdu bidîta lê kes nehat. Adinî rojê dîsa ez çûm lê Rizgar û Hecî dîsa nehatin. Piştî sê rojan ez hatim girtin” filan û fîstan.

   Di vê îfadê de eşkere dibe ku hevalên Erdal Polat ew wek “êm” bikaranîne, bi tenê hiştine û lotikek bêîman lêxistine. Erêêêêê erêêêêê! Erê dinyayêêêê!

   Law Erdalo, peppûko, malnexerabo... Law ne hevalên te te dabin dest û felek li serê te gerandibin oxlim? Yan na çima Rizgar û Hecî nehatin civanê xwe û serî li te gerandin hêê?

   De neyse qurban, ji berê de dibêjin: “Hinek dikin û hinek dixwin”. Te kir lê wê ê wek Rizgar û Hecîko jî bixwin û li ser pişta ê wek te biçêrin û tu sax!

 

 

 

Min qerar vermîş kir ku ez carek din Lotikxanê nexwînim

 

Satilmîş Erebolmîş-14/01/08- Hatay- Esselamunaleykum we rehmetullahû we berekatû! Law Lotikxanecîno, elawekîl ez yek ji wan xwendevanên Lotikxanê yê esîl û bi asas im. Lê belê ha min îro qerar vêrmîş kir ku ez carek din Lotikxanê nexwînim. Ji ber vê xeletiya LOTIKXANÊ:

    Min bawer kir ev nivîsa ku we bi zimanê Erebî weşandiye, we ji Qurana mala xezûrê min  çend ayetên pîroz xistine Lotikxanê. Îşev sibehê dema melê bang da, ez rabûm ku herim nimêjê, lê min ewil Lotikxane vekir. Gava min ev ayetên Qurana pîroz dîtin, hema min xwend û xwend, min êdî hewce nedît ku herim mizgeftê û li pey melê pismamê jina xwe nimêj bikim. >>>>>

 

Hevdu dan ber lotik û pehînan

Şemsedînê Kurê Pîrê-13/01/08-Bîlecik- Law hinek zilam hene bê çiqasî qûnekin ya starrrrr! De binerin bê yekî ji bajarê Bîlecikê çi anîye serê jina xwe.

   Zilamê bi navê A.L û jina wî K.L ji hev cuda rûdinên. Zilam radibe bi şev û roj bi navekî veşartî peyamên seksî û erotîk bi rêya telefonê ji jina xwe re dişîne. Jina wî jî bi van peyamên seksî û erotîkê lê radibe û dibe wek çêleka nav garanê, rojek berî rojekê dixwaze vî zilamê ku li wê radike binase û hevdu bidin ber lotikên kerîkî.

   Piştre jinik serî li polîs dixe û tê derdixe ku ew kesê peyamên seksê jê re dişîne mêrê wê ye. Îcar jinik mêrê xwe dide mehkemê û niha heta bi du salan cezê hepsê jê re tê xwestin.

   Jinikê ji polîs re gotiye:”Bêbavê mêrê min ez anîme galeyanê û bi peyamên seksê doxîna min şil û pil kiriye, ez kirime wek çêleka bi ga” filan û bêvan.

   Werhasil, qûnekê mêrê wê jî gotiye:”Min dixwest bizanibim ka jina min min dixapîne yan na. Min bi van peyaman jina xwe ceribandiye” û zîtirkek avêtiye. 

   Ez serê we neêşînim, hay ji xwe û peyamên telefonê hebin qurban. Bi sê telaqan peyamek telefonê kare tirrê ji we berde û doxînê li we daxe kabokê qardeşim!  

 

Zarokên kuçe û kolanan

 

Cembelîyê Botî-12/01/08-Colemêrg-

Piştî destpêkirina şerê qirêj li Kurdistanê, dewleta Tirko dest bi valakirina gundan kir. Ev xelkê me yên gundan, li bajaran vecemiyan (vehewîyan). Piraniya wan bê kar, zarowên wan jî bê dibistan in. Ji ber ku day û bav kar nabînin, zarowên xwe jibo firotina destmalan, pêlav boyaxkirinê, benîşt û çerez firotinê dişînin kolanan. Lewre li bajarê Colemêrgê giregirên dewletê komîteyek saz kirine .

   Endamên komîtê xwe berdane nava kolan û kuçan, li ber derîyê mizgeftan li van zaroyan digerin . Qaşo dixwazin li van zaroyan xwedî derkevin û bigirin binê kotrolê. Lê ya rastî dixwazin van zarowan wek dilê wan dixwaze perwerde bikin. Wek dema Osmanî,  hêzên yênîçerîyên hemdem (ku îro bi navê Jîtemê ) tên binavkirin, dîsa wê milletê wan bi wan bidin kuştin. 

   Li gor gotina rayedarên komîtê, li Colemêrgê heta niha 18 zarowên kolanan şol dikin hatine girtin. Lê hêşta çu zarowên kolan û kuçan radizên nehatine dîtin. >>>>>

Lotikxane beşdarî Galaya Kurdî dibe

Lotikxane-11/01/08-Stokholm- Galaya Kurdî ku her sal ji alî Himûmeta Kurdistanê ve li Swêdê tê lidarxistin, îsal jî di 24/01/2008an de li Stockholmê tê lidarxistin û wê gellek Kurdên naskirî beşdarî galayê bibin, lotik û pehînan bavêjin.

   Helbet çalakîyên bi vî awayî moralek mezin dide Kurdên li derveyî welêt û têkilîya kurdan û dostên wan ên Ewrûpî xurttir dike. Dil dixwaze ku galayên bi vî rengî li her welatên Ewrûpayê bên lidarxistin da ku di nav Ewrûpî û Kurdan de lobîyek baş bê hûnandin.

   Werhasil, bi minasebeta galayê, malpera me Lotikxane jî hatiye vexwendin û emê jî bi nûnerekî xwe beşdarî Galaya Kurdî bibin. Em ji niha de serketina Galaya Kurdî dixwazin û spasîyên xwe pêşkêşî nûner û desthilatdarên Galaya Kurdî dikin.>>>>>

 

Xurcik û buxçika wî anîn Tirkiyê

 

Ozan Vitvito-11/01/08-Stenbol- Dibêjin xurcik û buxçika helbestvanê Tirk û kominîst Nazim Hîkmet ji Rûsyayê anîne Tirkiyê. Di buxçika wî de wêne û bermayîyên ecêb derketine. Nazim Hîkmetê ku ji Tirkiyê qewirî bû, jiyana xwe li Rûsyayê buhurand û li wir jî çû rehma xwedê.

  Her çiqasî Nazim Hîkmetê ku piranîya sosyalîstên me Kurdan jê hezdikirin ji Kurdan re tiştekî berbiçav nekiribe jî, lê dibêjin xwedêgiravî mirovekî pêşketî û demokrat bû.

   Neyse, bila rehma xwedê lê be û Nazimê me di navbera bihuşt û cehnemê de here û bê rebbî! >>>>>

 

Recebo ferman da:

Her 4 bajarên Kurdistanê bistînin!

 

Hecî Berber-10/01/08- Teqandina li Amedê bi destê kê hatibe kirin, bi fermana kê hatibe kirin ferq nake, lê ew ji sedî sed ji serokwezîrê Tirkiyê Recebo re bû rûnê ser nên û jê re bû wesîla antîpropaganda Kurdî.

   Mêrik ji zûde çavê xwe berdabû her çar bajarên Kurdistanê (Amed, Batman, Şernex û Dêrsim) û niha piştî teqandina Amedê ferman da çawîş û generalên partîya xwe ku van bajaran ji partîyên Kurd bistînin. Recebo dibêje:”Ez çûm Amedê. Amed ji zibil û gemarê derbas nabe. Şaredarîyek medenî lê nayê meşandin. Çi dibe bela bibe divê em van şaredarîyan têxin destê xwe û şaredarîyek medenî bidin meşandin” filan û bêvan. 

   Teqandina li Amedê ji DTP re bû wek lotik û pehînek bêderman. Kesî dîtiye ku partîyek çekdar rabe îş û karê partîya xwe ya sivîl têk bibe gelo? Kesî dîtiye ku partîyek dara bin xwe bibirre? Naaa! Lê yên me dikin. Îcar bi fermana kê, li gor stratejîya kê dikin ew veşartî ye.

   Werhasilî kelam, xuyaye wê di hilbijartinên şaredarîyan de cîh li DTP teng bibe û ewê hêkên qazê bikin. Hema bi namûs heta DTP a me siyasetek bi şexsîyet û serbixwe nemeşîne, wê serê wê her di nava qûmê de be û qûna wê jî belbelotî be û xelas!

 

 

Serdana Evdo û Qesra Spî

Foto analîz

Bitikînin

Ma hûnê ji wilo zêdetir çi alîkarîya Kurdistanê bikin efendî!

Cemîl Cewher-09/01/08-Hewlêr- Dibêjin Serokkomarê Tirkiyê Evdilla Gul hazretlerî ji rojnamevanan re gotiye:“Heger PKK ji bakurê Iraqê bavêjin, emê deh qat zêdetir alîkarîya Iraq û hikûmeta herêma Kurdistanê bikin“ filan û bêvan. Law Evdo! Cîgerim, ma hûnê ji wilo û pêde çi alîkarîya Kurdistanê biin hêê? We aborîya Kurdistanê xistiye bin destê şîrketên Tirk, we OYAK kiriye mîr û wezîr, hûn Turkmenan li serê me dikin dîk, hûn gund û çiyayên me bombebaran dikin, hûn ceryanê (elektrîk) ji ser bajarên me dibirin, hûn bi rêya dibistanên Fethûllah Gulen qûneklerî Kurdên başûr asîmîle dikin, êêêêêêê!? Ma çi? Ma ku hûn Kurdistanê bi temamî dagîr bikin û bi qewlê Aysel Tûglûk xanimê sînorên Mîsakî Mîllî daxin heta bi Kerkûkê û xelas! Ma hûnê ji wilo zêdetir çi qencî û alîkarîyê bi Kurdekan bikin canim cîgerim! Yabo ne li we be û ne li wê qencîya we be..... 

Aha ji we re kiryarên cewrikên Demokratîk Cimhûrîyetê!

Nîjadperestê Kurd- 09/01/08-Kurdistan- Kuro em Kurd çi saf û xwedêjêstendî ne wey liminnnnnnn! Em çi peppûk û rebenin law! De binerin bê qûnekên Demokratîk Cimhûrîyeta Tirko çi tînin serê zarokên me. Hema li van herdu xortan binerin, kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin. Bifikirin bê em bratîya kîjan mexlûqatan dixwazin. Bifikirin bê em xwe di ber çi û di ber kîjan bêbavan de didin kujtin.

   Dibêjin bîjîyên dêlegura Asenayê li bajarê Afyonê du xortên Kurd revandine û tam pênc rojan êşkence bi wan kirine, ew bi lêdanê nermijandine. Îcar kîjan Kurdê bi namûs kare bratîya bi van kûçikbavan re qebûl bike brê min? Kîjan Kurdê xwelîliser dixwaze Kurd bibin brayên Tirkên hov?

   Ma ji hirçê post û ji Tirkan dost çêdibin sayin Demokratîk Cimhûrîyetçî qardeşlerim? >>>>>

 

Dexaleta Namî-Deger î Siyasî

Mahmud HEWLÊRÎ-08/01/08-Hewlêr-

Piştî nivîsa min ya dawî ku weke hawarekê bû, dilê hevalên min sot. Roja ku nivîs hate weşandin, her sê rojnamevanên hevalên min, bi ser malê de girtin û gotin: Bes e kaka, te hetka me bir, qîma me nema tê ku tu navê me di nivîsên xwe de bi cih bikî. Em rojnamevan in, karê me bi lîstik û dek û dolabên Xêro û Dêro re tuneye. Eger tu wisa bikî, em nema diçine qehwexana rewşenbîran û emê li hemberî te, di  mehkemeya kûbra de dozê vekin. Tu dizanî ku li salona Şeraton,  ew rewşenbîrên wêranzar, nema pêça xwe didine me. Ji me inirîîîîîî ne!...

   Çar ne çar min got: Baş e kaka, hûn jî birevin, hun jî ji rastiyê birevin, biron Kaka biron… Bila kesên bê xîret û bêsilûk hespên xwe di holka siyasî û entelektueliya Kurd de bibezinin, hûn jî birevin. Ev jî çarenûsa xerab a gelê Kurd e. Xirabo, xirabooooo ye! >>>>>

 

Binerin bê Serokwezîrê Tirkiyê Recebo siwarekî çawa ye

 

Rêya Amedê ji wan re vebû

Zinar Qelemşûr-08/01/08- Stenbol- Teqîna ku li Amedê çêbû kêfa gellek ji rayedarên dewleta virqo anî. Bi taybet ji partîya AKP (Partîya Bêedalet û Çewsandinê) û partîya CHP (Partîya Xelkê Serker) re fersendek mezin derket ku herin li Amedê dest bi propaganda partîya xwe bikin û mifta şaredarîya Amedê jî têxin bêrîka xwe.

   Wer xuyaye wê DTPa ku bê îrada xwe polîtîkayê dike û nikare serbixwe xwe bilivîne, talîya talî Amedê radestî van partîyên bêbav bike û li ser dûvê xwe rûnê. Ji xwe piştî ku HPG xwedî li bûyerê derket, tasek ava cemidî bi serê DTP de rijiya û em nizanin îcar wê ji xelkê re çi bêjin.

   Werhasil, dibêjin serkerê mezin Denîz Baykal jî berê xwe daye Amedê û li wir çend lotik bêbavî avêtine. Denîz baykalê ku dijminê qewmê Kurd e, di derbarê Kurdan de gotiye:>>>

 

Werzîşa pêkolan

Bavê Jîndar-06/01/08-Colemêrg-

Bila kes nebêjît ”Colemêrgî  ji hemdemên xwe  şûnde mane”.  Ku hûn bawer nakin,  li wêneyê jorîn binêrin. Di van rojên buhurî de li Colemêrg ,navçeya Geverê berîyekdana  yarîyên (berberîya - pêşbirka ) pêkolan (lîyan -palîn-xizang-xîdor ) hat lidarxistin. Di vê yarîyê de 33 zilam û 13 keçan, bi tevahî 46 kes amade bûn. Di nav wan de 3xort û keçek di taximê millî de nin.

   Mixabin ji ber tunebûna kar, aborîyek nebaş, pîştguhxistina dewletê, werzîşvanên Hekarîya nikarin zêde pêşde biçin û bibin werzişvanên navnetewî. Gelî ketxuda û xwedîpareyên Colemêrgî! Alîkarîya werzişvanên xwe bikin.

   Gelî jajîfiroşên Geverî! Hema herkesek ji we heqê kiloyek jajî alîkarîyê bidin werzîşvanên xwe, wê werzişvanên we gelek pêşde biçin û nav û dengê Colemêrg û Geverê belavî cihanê bikin. >>>>>

Festîvala Roja Qiyametê

Fernando Peres-05/01/08-Kosta Rîka- Li paytextê Kosta Rîka „San Josê“ hersal „Roja Qiyametê“, yanî „Festîvala Boxe û Ciwangeyan“ çêdibe. Di vê festîvalê de dê weledê xwe davêje, hinek dimrin, hinek seqet dibin û hinek jî ji mêranî dikevin û qûnek dibin.

   Werhasil, ezê zêde serê we neêşînim. Me fotoanalîzek li ser vê festîvala roja qiyametê çêkir. Bi kurt û Kurmancî bixwînin û xweda hafiz kaka!>>>>>

Kurdzîlla!

-------------------------------

57 YTL bidin û bazdin ser xelkê

Tecawizcî Coşqûn-05/01/08-Taksîm-Stenbol- Serê salê li Taksîma Stenbolê keçek Emerîkî çend lotik ji çend qûnekên Tirk xwarin û derpî daket heta bi kabokê. Qîreqîr û hawara rebena keçika Emerîkî di felekê re derket û hema bêjin filtî filtî ji nav qirase û xiyarên Tirkên qûnek xelas bû. Yan na, wê bibûya wek çêleka bi ga û temamê xortên li Taksîmê wek dozerê di ser re derbas bibûna ellawekîl!

   Baş bû ku hevalê keçikê xwedî lê derket û nehişt hevala wî bibe wek peza guraxwarî û têkeve nav diranên Tirkên hov. Lê tiştê kesanedî ev e, qûnekê ku keçik taciz kiribû ji alî dadgehê ve bi 57 YTL serbest hat berdan. Yanî, dadgeha Tirko qebûl kir ku heçê 57 YTL bide kare  bazde ser herkesî û tirran ji wan berde. >>>>>

  

Malperê Kurdan û Mamo

Hejarê Amedî-04/01/08-Amed-

Dema ku malperên Tirkan di nûçeyên xwe de dijminatiya Kurdan dikin û rastiyan serobino dikin, ez fam dikim ku mesele çiye. Lê dema ku ez li hin malperên Kurdan dinerim ku wek malperên Tirkan tevdigerin, dilê min dixele û ez nikarim ti behaneyan ji wan re bibînim. Mirov dikare li vir malpera netkurd wek mînak nîşan bide. Ma hûn jî napirsin gelo sedema ku ev malper reklama Erdogan dike çiye? Di vê malperê de bi hêsanî hûn dikarin bi dehê nûçeyên ku propogandaya hikûmeta Erdogan dikin bibînin.

   Niviskarê kurtêlxwer M.Metiner wek berdevkê bi dizî yê Erdogan diçe başûr û li wir hevdîtinan bi serokê herêma Kurdistanê Mesud Berzanî û serokkomarê Iraqê Celal Telebanî re pêk tîne. Li vir tiştê ku mirov sosretmayî dihêle daxuyaniya Telebanî ye.Telebanî bang li Kurdên bakur dike ku dengê xwe bidin partiya Erdogan.

   Temam, me helwesta malpera netkurd naskir, ew pereyên xwe raste rast ji Hîroxan distînin. Lê tiştê ku nayê fam kirin, Celal Telebanî çima ewqasî xwe bi Erdogan şelaf dike? Çima berê Kurdan dide Erdogan û partîya wî? Ew hewceyî lêkolînan e. 

   Note: Mam Celal, dema Erdogan behsa Turkey dike tu şaş nebe heyran! Turkey ne eloke haaaa, ew dewleta Tirkiyê ye mamo!

Paşnavên maqûl û seksî

Siphan Şekirlêv- 02/01/08-Karmendê Arşîvxana Dewletê-

Nebêjin li Tirkiyê her tişt nabin. Bi namûs dibin û hem jî tirrê ji insên berdidin. Meselen paşnavê Tirkan. Li gora nîzamnameya sala 1934an, qanûna no: 21/06/1934/-2525an, paşnavên lu ne li gor edebê ne li insên nayên kirin. Lê xuyaye karmendên sazîyên dewleta Tirk ne edebê nasdikin û ne jî şerm û fedîyê.

   Di van çend nimûneyên jêrîn de edeb û namûsa karmendên dewleta Tirko xweş xuya dibe. De binerin bê wan karmendan çi paşnav layiqî hemwelatîyên xwe dîtine:

"Coşkun Aptal  - Yunus Gay   - Emel Yalak  -  Kemal Göt -Yusuf Verici   -  Subay Sokar -  Vahit Dönek - Gulfidan Gösterir- Ramazan Şapşal -Nadir Verir  -  Sultan Kaltak -Duran Tekerlek-Ismail Dümbelek - Döndü Yuvarlak - Nasir Firildak  Özdemir Damizlik- Şöhret Siçan - Abdurrahman Yalar-Gürban Yalayici -Ismail Donsuz -Ahmet Ali Emici - Atilla Otuzbiroglu- Ayşe Cinsel -Aziz Ayi -Mehmet Taşak-Rafet Davar - Sultan Kiç - Abdulaziz Ördek -Mahmut Pipi -Bunyamin Dana -  Yusuf Kiz - Şaban Yirtik - Munire Meme - Asiye Çatlak- Sadik Öküz -  Havva Yirtilmiş - Ibrahim Satilmiş - Aşkin Azmiş-  Gülşen Motor -  Reyhane Delinmiş - Döndü Cort - Mümin Zirt - Cevriye Tampon - Ahmet Arkadelik -Neriman Döşek - Nurhayat Yastik -  Sinem Şillik

Tosun Osuruk" û bi sedan navên wek van navan

Eslin nedir neslin de o dir

Cembelîyê Botî-02/01/08-Antalya-Li bajarê Antalya beytarek Tirk,  bav û bapîrên xwe anîn bîra xwe, jibo kûçikên mişterîyên xwe dîyarîyên sala nû kirîn û ew dilxweş kirin. Ji kuçikan re sol, gore, kiras û derpî, fîstan û fanîlyên rengareng kirîn.

   Tirk dibêjin: “Eslin nedir neslin de o dir” (Ango; eslê mirov çibe neslê mirov jî ew e ).  Divê mirov  wek gelek ji me Kurdan eslê xwe ji bîr neke . Binêrin em mirov in, medenîyet û insanetî ji welatê me belav bû ye. Lê em xwe inkar dikin, nabêjîn em Kurd in û welatê me Kurdistan e.  Lê hûn li wî beytarê Tirk, yê eslê wî ji dêlegura Asenayê tê binêrin. Çiqas qedir û qîmetê dide eslê xwe û ji wan re dîyarîyan dikire.

   Gelo çend kesan ji me jibo sersalê dilê malbat, dost û hevalên xwe xweş bike dîyarî kirîne? Çendan ji me pîrozbahîyên sala nû jibo kes û kesayetên xwe şandine? Wer xuya dike em îsal jî di sinifê de mane.

   Werhasil, ez sala nû li hemi Kurdistaniyan pîroz dikim, hêvîdarim wê sala nû jibo me bibe wesîla xwedîlêderketina nijadê Kurd, lotikên geş û xweşîyê. Ji bîr nekin, kesên ku esl û peslê xwe inkar dikin tim û tim kurtanê kerên xelkê ne branoooooo!

Ji Tirkî re erê, lê ji Kurmancî re na!

Şîndar Berwarî-31/12/07-Duhok- Qey birastî bextê me Kurmancan reş e bavo, em dikin û nakin nikarin xwe li ber dilê hikûmeta xwe şîrîn bikin. Hikûmeta ku di zanîngehên xwe de rê dide hemi zimanên biyanî, niha jî dixwaze beşê "Tirkî” veke û di Zanîngeha Selaheddînê de zimanê Tirkî bidin xwendi.

    Li ser bextê malpera Pukmedîa be, dibêjin wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zaniztî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr.Idrîs Hadî Salih, pêşwazî li wezîrê pêşesazîya hikûmeta herêma Kurdistanê Wîdad Xurşîd kiriye û projeya vekirina beşê Tirkî pêşkêşî Wîdad Xurşîd kiriye. Wîdad Xurşîd jî gotiye “ehlen we sehlen” û kêfxweşîya xwe anîye zimên.>>>>>

Colemêrg û gemarbûna hewayê

Bavê Jîndar-31/12/07-Colemêrg-

Bajarê çiya û hilma paqij Colemêrg , jiber  tûnebûna gaza xweristî, nemana daran li gelîyê Colemêrgê  û tunebûna kar, rûniştvanên Colemêrgê rewjîya erzan a Şirnexê disojin. Lewre di zivistanê de bajarê herî hewa wê bi qirêj û gemarî dibe bajarê Colemêrgê. Li bajêr ji ber dûkêla ji karolûferan derdikeve, mirov nikarin bêhnê bidin û bistînin. Gava zaro serê siban   diçin dibistanan, ji ber gemarîya hewa, devên xwe bi destmalan digirin. Bixwe toz û gemarîya bajêr a havînê derdeke din e. >>>>>

-------------------------------

Bajo mamê Yaşar bajoooo!

Cemîl Cewher-30/12/07-Hewlêr- Dibêjin rojnamevana Tirk Yasemîn Goncar li Hewlêrê bi mamê me Yaşar kaya re hevpeyvînek kiriye û mam Yaşar tiştên balkêş jê re gotiye. Di derbarê PKK, Ocalan û DTP de tiştên berbiçav anîye zimên û gotiye: “Apo, gundîtîya verzîyona Stalîn e. Bi serhişkîya xwe dişibe Stalîn, lê wek wî ne xwedîyê serpêhatî û zanînê ne” filan û bêvan.>>>>>

Osmanê me lotikek li PKK xist

Gerîllayê Bênav- 28/12/07-Mexmûr- Em Kurd wek çêlekê ne. Gava çêlek tê dotin û satil tije şîr dibe, çêleka me jî lingê xwe li binguhê satilê dixe û şîr tev dirjîne erdê. Îcar em jî gava em ji rêxistin yan partîya xwe vediqetin, em lotikekê lê dixin û dest bi antîpropagandaya wê û kadirên wê dikin.

Werhasil, emê nekevin nav siyaset û felsefa siyaseta kûr û dûr.

   Dibêjin kekê me Osman Ocalan di malpera xwe de nivîsek qirase li ser PKK û çend kadirên wê nivîsandiye û dest bi lotikan kiriye. Bi taybet Dûran Kalkan, A.Haydar Kaytan, Riza Altûn, Kanî Yilmaz, Mahîr Welat û çend kesên din wek ajanên dewleta Alman destnîşan dike û dibêje:”Bi sê telaqan PKK ketiye bin kontrola dewleta Alman” filan û bêvan. >>>>>

 

Tabloyek ji Mîkaîl Arşevîn

-------------------------------

Tevgera cîhanê û dahatûya Kurdan

 

 

Cembelîyê Botî-28/12/07-Colemerg

Li gor pispor û lêkolînerên li ser tevgera dinyayê dixebitin, tevahîya cîhanê di destê pênc trostan de ye .

 

Trostên teknolojîya bilind a esmanî

Trostên sermaya belavkirina petrolên cîhanê

Trostên finans kapîtalên Bankan

Trostên medya cîhanê

Trostên çekên imhakirina girseyan

   Ev troste di destê heft malbatan de nin. Nifûsa van malbatan 212 kes in. Ji sedî bîstê tevahîya sermaya cîhanê ya van 212 kesan e. Û ji sedî heştê jî jibo heft milyar nifûsa dinyayê dimînit. Li gor van pisporan, ji ber ku ji sedî 16,2 rezervên petrola cîhanê li Iraqê ye, ( li gor lêkolînên sala 2000 ) ê Iraqê jî di axa Kurdan de ye, lewra avakirina dewleta Kurdan di nav projên wan de ye.

   Tu şik nînin wê li bakurê Iraqê dewleta Kurdan ava bibe. Ji ber hindê jî, dewleta Tirkan ji alîyekî dixwaze pêşîya dewletbûna Kurdan bigire, yan jî bi kêmanî direngî bêxe. Ji alîyê din ku avabû bi şiklekî bi xwe ve girê bide. Lewra di van demên dawî de hinek ji aqilmend û siyasetvanên Tirkan dibêjin: Ji xwe berê jî bakurê Irakê heta Kerûk û Mûsilê ya me bû. Îngilizan bi hîle ji me standine.Em tu ferqê naêxin nava Tirkan û Kurdên Iraqê filan û bêvan.

    Dê hadê wilan qibraxan! We gelek Kurdên di nav xwe de wek bran qebûl kirine heta dor bê yên Iraqê haa! Heke gotinên pisporan rast derkevin, welleh û bileh me kire we! Lê ku rast dernekevin, di me Kurdên bakûr de ma û hûn sax!

Kewê perwerdekirî

 

 Bavê Jîndar-27/12/07-Colemerg-                       

 Di nav Kurdan de kesên kew nedîtine û ji kewan hez nake nînin. Jibo çi jê hez dikin ez bixwe jî nizanim. Dibe ku qerekterê wan wek hev be. ( Herdu jî nijadê xwe diqelînin). Lê li wêneyê jor baş binêrin, dibe ew kewa di wêneyê de hûn cara yekeme dibînin, belku jî dibihîzin.

   Ji ber ku ew kewa spî ya wek befrê, li çiyayên Hekarya, ji Gelîyê Tîyarê pêve li tu deveran nehatine dîtin û peyda nabin.  Di nav  hezar kewan de pênc an şeş  kewên spî peyda dibin. Ew kewên li Gelîyê Tîtarê hinekî ji kewên adetî mezintirin. Ji ber hindê tê Gotin: “Mêr mêrê Tîyarê, kew kewê Tîyarê.”  >>>>>

Dewletê go “zirtttt!

Av.A.Dîlan-26/12/07-Enqere- Dibêjin:”Heft kurê pîrê hebûn qencê wan qûnek bû”. Îcar ev jî mesela me û Kasimpaşali Recebo û hikûmeta wî ye. Me digot qey qencê wan Recebo ye, lê me dît go ew jî wek temamê siyasetmedarên Tirk qûnek derket.

   Divê em Kurd tiştekî ji bîr nekin; Pêxemberê Tirkan jî bibe hikimdar, ewê jî her di emrê artêş û dewleta xwe de be û dijminatîya Kurdan bike! Bila kesek dilê xwe bi demokratbûn û çepîtîya wan, yan bi insanetî û misilmantîya wan xweş neke. Di encamê de Tirk Tirk e û ewê her bêjin: Kurdê baş Kurdê mirî ye! >>>>>

Kerengên Qerecdaxê


Navê kereng bi latînî: Gundelia tournefortii ye. Otorê kereng  botaniste fransi Joseph Pitton de Tournefort e.


Çend gotin li ser kerengê,


Kerengo
,
Renga rengo
Ardvanê sala tengo,
Kerengo,
Zu were li me derengo.

-------------------------

 

Pezkûvî

Bavê Jînê-15/01/08-Colemêrg-

Li Kurdistanê  çiyayên herî asê li Hekarya nin. Lewre pezkuvî dikarin li wan deveran xwe çêtir biparêzin û zexim bibin. Li çiyayên Hekarya hem pezê reş (bizin û nêrî ) hem jî  pezê spî (mih û beran ) peyda dibin. Lê pezê spî tenê li çiyayê reş ku dikeve pişta zozanên mêrga xenanû hene.

   Emê îro babeta xwe bikin bizin û nêrîyên kûvî. Pezkûvî di nav heywanan de ya herî kûvî û veceniqok (bitirs ) e. Herwaha kûvîya herî pêjinker û hisker e. Ji xwe pêve bawerîyê bi çu ruhberan nayîne. Jiyana wê tim di nava guman û kelecaniyê de ye. >>>>>

 

Ma manşet û hew sayin Çandar!

 

Av.A.Dîlan-15/01/08-Enqere- Nivîskarê naskirî ê Tirk sayin Cengîz Çandar di hevpeyvînekê de behsa nivîskarîya xwe û hevkarîya hinek nivîskaran a bi generalên Tirk re dike.

   Çandar dide zanîn ku dema ew di rohnameyekê de dixebitî, generalan manşetên rojnamê dinivîsandin û hefsarê hinek nivîskaran di destê generalan debû.

   Werhasil, xwezî tenê manşet ba sayin Çandar! Ez bi serê xwe û te kim, heta bi qayîş û kembera doxîna gellek ji nivîskar û rojnamevanên Tirk jî di destê generalan de ye cîgerim!

   Wilo li rojnamevanên Tirk hatiye ku bêyî destûra generalan nikarin herin ser doşeka jinên xwe jî. Ji doşek û doxîna jinê wêdetir, hatine xesandin kuro, wille û bille generalan tirr di wan de kiriye fis loooo!

Xwînheramên Îranî bi navê xwedê û pêxember êşkencê li Kurdan dikin

Diyar Baban- 14/01/08-Tehran- Dewleta xwînmija Îranê, sofî û melayên qûnde bi navê xwedê û pêxember êşkencê li Kurdan dikin û piştî êşkencê jî wan dadiliqînin.

   Hema li wêneyê Hasan Hîkmer Demîrê ku endamê PJAKê bû binerin, hûnê fêhm bikin bê ew sofî û mela çi ewladên zinê ne.

   Ya rebbî tu serok Bûşk li sofî û melayên Îranê bîne xezebê!

   Ya rebbî tu ahê Kurdan ji van qûnekan re nehêli!

   Ya rebbî tu kevir û teht û zinaran bi ser Îranê de bibarîni!

   Amînnnnnnnn!

 

Ji Lotikxanê re!

 

Orhûn Qatircîoxlî-14/01/08-Tirkîstan-

      Sayin LOTIKXANE..

Ez Kurdeki donme me. Berê min inkara eslê xwe kiribû. Min digot ku dinya tev TIRK e. Lê dema ku min dêlegur dîtin, ez vegriyam nava Kurdan. Lê piştî ku min Lotikxane nasî, ez bûm Lotikxanecî, lê ez nebûme Kurtçî.

   Niha ez di Lotikxanê de  tenê li qîzikên paqrût temaşe dikim. Elawekîl tewqeyê min bi Cûdî, Qendîl, Metîn û Gabaran neketiye. Elawekîl ez ne li Amed, Mihabad, Dêrezor, Çiyayê Agirî û Çiyayê Hemrîn disêwirim.

   Niha ez bûme aşiqê ASENA, vê keçika bedew ku we çend roj berê rismê wê weşandiye. Elawekîl dibêjin lotikên wê pir xweş in. >>>>>

 

Li gora we Beckman çi dike?

 

Li gora we Davîd Beckman çi dike? Heçê tê derxe nepoxek û cotek gore xelat

--------------------------

 

نتيجة السياسات الممنهجة بحق الشعب السوري وعلى وجه الخصوص التي تمارس بحق أبناء الشعب الكوردي ,  والتي تقوم بها السلطات السورية وأجهزتها الأمنية التي تصادر الحريات وتنتهك حقوق الإنسان في وضح النهار , وتسعى إلى تهجير المعارضين والناشطين واجبارهم بمختلف الأساليب اللاانسانية للنزوح والهجرة إلى المنافي وذلك في سبيل هدف إفراغ المنطقة الكوردية من سكانها الأصّلاء,  ونحن أمام حالة مأساوية تتعلق بالناشط في مجال حقوق الإنسان والحريات الديمقراطية ( جوان أمين محمد) من مواليد 1980 الدرباسية التابعة لمحافظة الحسكة في سوريا. >>>>>

Yek ji me, yek ji wan

Lezgîn Şêxo-12/01/08-

Xuyaye banga me yî berya çendakî bandora xwe li PKK ê kiriye.Binêrin hevalan stratejiya serê xwe guhertiye. Îcar ne bitenê li çiya lê niha şer daxistine nava bajaran jî! Şerê li nav bajaran li amedê, li paytexta Kurdan destpêkir û înşelleh di demeke nêzik de wê  bigihê heta Enqera paytexta Tirkan.

   Îcar bi vê bûyerê ve girêdayî, pêkenokek li ser Mihelmîyan heye.Li herêma Mêrdinê kêm netewak heye ji wan re dibên MIHELMÎ. Bi xwe ew bi Erebî diaxivin lê çima ji wan re Mihelmî tê gotin ez jî nizanim (Hinek dîroknas dibêjin ku ew Kurd in û di dema êrîşên Omer Ibin Xetab de asîmîle bûne. Hinek jî wan wek Suryanîyên asîmîlebûyî binav dikin). Li ser bextê yê ku gotiye be.

   Dibên qey havînekê li gundekî Mihelmiyan mêş li wan derbûne, dikin û nakin xwe ji mêşa xelas nakin. >>>>>

Aborîya Tirkiyê di doxîna wan de ye

Dilcan Îzol-11/01/08-Antalya- Jinên Rûs, Ûkrayna û welatên Balkanan Tirkiye ji xwe re kirine mesken û bi hezaran dolar dixin xezîna dewleta Tirk. Jinên ku di welatên xwe de jî wek "çêlekên nav garanê" serberdayî û doxînsist in, li Tirkiyê jî bêdoxîn digerin û rojê yekî Tirk bera ser xwe didin.

   Piranîya jinên ku li welatê xwe xwedî pîşe, meslek û xwedî karîyer in, ji ber ku li welatê xwe têr naxwin û çavbirçî ne, tên li Tirkiyê xwe difroşin da ku çend qirûşên zêdetir qezenc bikin. >>>>>

Kevok û name

Bavê Rewşê

Kî dibê Kurd ji modê fêhm nakin!?

Modezanê Lotikxanê- 10/01/08- Hinek segbav û bêbext dibêjin "Kurd ji mode û tiştên xweş fêhm nakin" û bextê xwe reş dikin. Kuro lao ma çilo Kurd ji modê fêhm nakin?Ez bi hersê telaqaên Nûrî El Malikî kim, Kurd tirrê ji modê û magazînê berdidin, ihiii!

   De ji xwe re li van model û mankenên me binerin.

 Yabo heger Heîdî Clum û Angelîna Jolîe jî karibin wek van modelên me nazik nazik bimeşin, ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim, ihii!>>>>>

Lokman Polat dest avêt dewleta kûr

Cemîlê Çargurçik-10/01/08-Swêd-Nivîskarê Kurd, xortê Licî Lokman Polat dest bi nivîsandina romanên xefî kir û romanek li ser girtina Saddam Hisênê qûnek kir. Di girtina Saddam Hisên de rola endamên parastinê tê zimên û roman bi heyecanek wilo mezin hatiye nivîsandin ku heçê bixwîne yan wê qrîza dil derbas bike û yan jî wê ji heyecanê di nav rûpelên romanê de winda bibe.

   Roman ji alî weşanxana Helwest ve hatiye derxistin û heçê nexwendibe ji dîn û îmana xwe dibe ellawekîl! 

   Werhasil, li ser bextê Kurdên Stockholmê be, dibêjin wê Lokmanê me di salên pêş de dest bi nivîsandina "Komser Kolûmbo" jî bike û romanên polîsîye li xezîna çanda Kurdî zêde bike. Piştre jî wê romana "007 James Bond" ê Kurdî binivîse û xwedêzane wê derhênerên Hollywoodê li dû xwe bigerîne.

   De romana te li ser xêrê be yabo, seeta te xweş û xwedê temenekî dirêj bide te rebbî!

Xwedê da zilaman

Mêrê Sê jina-09/01/08-Wan- Dibêjin seroka şaredarîya Bostancîya Wanê Gulcîhan Şîmşek, biryar daye ku kesên zewaca duyem bikin ji kar bavêje û lotikekê li wan xe.

   Di peymana navbera sendîkaya Genel-Îş ê û şaredarîyê de hatiye lihevkirin ku divê zilam du caran nezewicin û hewîyê neynin ser jinên xwe.

   Ez li ser navê hemi Kurdên “mêrê sê jin û çar jinan” spasdarîya xwe pêşkêşî Şîmşek xanimê dikim ku behsa me mêrên sê jin û çar jinan nekiriye û derfeta zewaca pêncem û şeşem jî daye me. Li gor dixuye peyman tenê jibo zewaca duyem derbas dibe. Ev jî tê maneya ku wê zilam zewaca duyem nekin, lê karibin zewaca sêyem, çarem, pêncem û şeşem bikin. Oxxxxxxxx, >>>>>

Galayek çû û galayek hat

Cemîlê Çargurçik-08/01/08-Swêd- Yabo Kurd pêş dikevin û êdî nema sebra Kurdên Swêdê bê gala û festîvalan tê. Çawa ku piştî xwarinê dilê meriv dibije kişandina cixare û nîkotînê, em Kurdên Swêdê jî illeh û billeh divê salê carekê galayê lidarxin û dest bi lotikan bikin.

   Dibêjin wê galaya sêyemîn di 24.01.2008an de li Stockholmê, li Sodra Teatern bê çêkirin. Li ser bextê xelkê Stockholmê û şênîyên Rînkeby, Tensta, Jakobsberg û Hûsby be, dibêjin hema çi kesê ku çîrokek nivîsandibe û navek bi dû xwe xistibe, wê beşdarî galayê bibe û xwe binepixîne.

   Werhasil, Kurd modern bûne canim..Me li gundên xwe şevbuhêrka dengbêjan çêdikir, lê em li vir îcar gala û festîvalan çêdikin. Yanî bi kurt û Kurmancî, em berê çawîş bûn û  niha jî bûne general haaaaaaaa!

   De galaya me li ser xêrê be yabo….Bi telaq êdî Kurd tirrê ji galayên Ewrûpî berdidin kuro, waweylê! Heger hûn bi qûna xwe bawer bin û bixwazin beşdarî galayê bibin, serî li vê navnîşanê xin, okey!

jury@kurdgala.net

-----------

Talî hefsar xistin stuyê me

 

Serdar Mirad-08/01/08-Amed- Teqîna li Amedê ji alî piranîya awira gelemperî ve hat şermezar û rûreşkirin. Her kesê bîrbir dizane ku ev teqîn provokasyonek bû û xizmetek ji dewleta Tirk re bû. Helbet kujtina çend eskeran kare dilê gellek Kurdên dilşewat hênik bike. Lê gava meriv lê hûr û kûr dibe, dibîne ku ji fêdê zêdetir ziyanê dide doza netewa Kurd.

   Amed bûye şûjin û kelemê çavê dewleta Tirko. Hikûmeta Recebo bi her awayî dixwaze şaredarîyê ji destê DTP derêxe û keleha DTP bixurifîne. Ji ber vê jî hefsarê xwe xistiye stuyê Serokerkanîya Artêşa Tirk û provokasyon li ser provokasyonê dikin.

   Çawa ku kujtina 12 eskeran provokasyona derbasbûn û êrîşa li ser başûr bû, teqandina li Amedê jî ne bilasebeb bû. >>>>>

 

De werin û serê xwe li dîwaran nexin

HPG xwedî li bûyerê derdikeve, û DTP jî daye dû şopê

 

Ehmed Beyan-08/01/08-Enqere- Em gellek caran DTP rexne dikin. Ji hinekan weye ku em dijminê wan e û xêra wan naxwazin. Lê ne wilo ye cîgerlerim, rexneyên me wek mewîjên Hibabê, wek Zebeşên Amedê, wek Sêvên Meletê û wek Xiyarên Mêrdînê şîrîn û xweş in.

   Neyse canim, em vegerin ser lotikên xwe. Xuyaye rayedarên partîya me DTP morîka xewê xistine guhên xwe, dikin û nakin ji xewa giran venaciniqin.  Dil dixwest ku teqîna li Amedê ji sedî sed têkeve stuyê dewleta terorîsta Tirk û Kurd pê gunehbar nebin.

   Lê li gor gotina ANF, xwedêgiravî HPG (Hêzên Paraztina Gel) xwedî li teqîna li Amedê derketiye û barê dewleta Tirko sivik kiriye. >>>>>

 

Einladung zu einer eintägigen Konferenz:

 

Perspektiven für eine friedliche Lösung des türkisch-kurdischen Konflikts

18. Januar 2008

Abgeordnetenhaus Berlin, Raum 376

Niederkirchnerstr. 5, 10111 Berlin

>>>>>>>>>>>>

Rovîyê Enqerê daket Amedê

Serdar Mirad-07/01/08-Amed- Wek hûn zanin, berî bi çend rojan hêzên tarî bombeyek li Amedê teqandin û ziyanek mezin dan doza Kurdî. Herdu beşên tarî yên di nava dewletê û PKK de, dixwazin bi her awayî li gund û bajarên Kurdistanê provokasyonan çêkin da ku Kurd bêzar bibin û ji doza xwe ya netewî bi dûr kevin.

   Ev herdu hêz qet naxwazin di metropolên Tirkiyê de çalakîyan bikin û rehetîya Tirkan xerab bikin. Lê mêrikan şer ji Kurdistanê dernaxin û lotik li ser lotikan li Kurdan dixin. Werhasil, >>>>

Ji bo zarokên pêşdibistanê pirtûkek perwerdê

 

Pirtûka B. Welatevîn a bi navê Dixebitim, Dilîzim, Fêr dibim (ji bo zarokên pêşdibistanê 6 salî)-1 derket. Pirtûk bi ebada A4, 48 rûpel e û ji aliyê weşanxana Navenda Pedagojiya Kurdî ve hatiye çap kirin û weşandin.

   Ev pirtûka perwerdê ya pêşdibistanî wek proje li Herêma Stockholmê li Botkyrka mamosteyên zimanê zikmakî wek proje du sal li ser xebitîne. Mamosteyên zimanê cuda cuda xebat û tecrûbeyên xwe pêşkêşî hev kirine. >>>>>

Serpîlê tirr ji Tatlises berda

   Aran Perînas-05/01/08-Swêd- 

Di bernameyek zindî de Serpîl Benay beşdarî misabeqa muzîkê bibû. Tatlises piştî strana Serpîlê wisa got: Deh hatin deh çûn qizim, dev ji me û van gotinan berdin. Divê mirov ji dil stranan bêjê, hema wilo serserîkî û tentenekirin pir rehet e!

   Serpîlê piştî van gotinan daw û delingên xwe hildan û de yallah çûyê: Ti bi nanê alemê dilîzi xiyar! Li vir gelek beşdarvan hene. Bese êdî! Hema kî tê, gotinên te hazir in. Netirse kesek te derbas nake. Ne hewceye ku bitirsî! Wicdanê te tuneye filan û bêvan.>>>>>

Dîsa şivantî

Cembelîyê Botî-05/01/08/Colemerg-

Berî teqereqên li bakûrê Kurdistanê destpêbikin, li Hekarya hinek malbat hebûn ku xwediyê 3000 pezî bûn. Bi xwe li gundan kesên ku ji 60-70 kêmtir xwedan pez bûn tunebûn. Rûn, nîvişk, penîr û goştê pez  diçû Iraq, Îran, Sûrîyê û heta beşek jê diçû Heleb û Erebistana Siûdî jî. Lewre jî xelkê Hekarya di wan deman de dernediketin derveyî bajêr, herweha çandinî jî nedikirin.

   Lê ku bi destê PKK şer hat destpêkirin, bi hinceta alîkarî ji PKKê re kirinê, dewleta Tirko ya zalim  û bêwijdan ew kerîyên pez bombebaran kirin. Gund bi zorê vala kirin. Pezên nehatî kuştî jî, an bi bihayek pir erzan hatin firotin, an jî  ji birçîna telef bûn >>>>>

 

Gula Lotikxanê

 

Ma hewceyî bi şirove û pesindanê heye gelo? Naaaaa!

 

Bonjour

 


Binevşa Bêrîvan-04/01/08

Sersala we pîroz û bimbarek be.

Filma min a dokumenter (Melekê Tawus) li ser Êzîdiyên Kafkasê îro di televizyona ARTE de saet 12.30 tê weşandin. Dixwazin lê binerin dixwazin nenerin. Ji min gotin yabooo!  

http://www.arte.tv/fr/semaine/244,

broadcasting Num=

777064,day=7,week=1,year=2008.html

Giyayê nûjdarî û kûsî

Beytarê Lotikxanê- 03/01/08-

Tê zanîn ku heywanê herî temendirêj kûsî ye. Li gor  fesadî û gelacîyên heywankolox û kûsîkoloxan, kusî heta bi 200 salan umir dikin . Lê gelo boçi kusî hinde temendirêjin hêşta baş nehatiye kifşkirin.

   Lê li gor lêkolîn û vekolînên beytarê Lotikxanê, li Kurdistanê ev pirsgirek di pirtûkên dermananên herî kevin de ku bi zimanê Medî û bi elfabeya Sormasî hatîye nivîsîn, hatiye çareserkirin. Herçend ev pirtûk êdî nemabin jî, lê ji wê demê heta  dema me, ji devê alimên xwecihî hatiye û gihiştiye me >>>>>

Sala nû li we pîroz be yabooooo!

Sofî Xelef-02/01/08-Serokê Dîyaneta Lotikxanê-

Vaye me Kurdistanîyan salek bi êş û elem, bi derd û kul, bi feqîrî û xîzanî, bi kemîn û lîztik, bi ajanîya objektîf û subjektîf, bi xwîn û girîn, li paş xwe hêla.  Me dîsa neşîyabû yêkîtîya Kurdan damezirînin û sazîyên xwe yên netewî rêkûpêk bikin.

   Wek Lotikxane me tim hewil da ku ruhê netewî bilind bikin. Bi qasî ji destê me hat, me moralê Kurdan bilind kir. Me rê neda dijminahîya nava sazîyên Kurdan. Me her û her dijmin biçûk kir û henekên xwe bi kirinên wan yên zalimane kir.

   Heta ji me hat me lotikên Kurdewarî li wan xistin >>>>>

 

Li ser bextê xwedîyê mîhê be

 

Şivanê Bazîdê-01/01/08-Bazîd- Dibêjin li Bazîda Agirîyê berxikek ji malbatekê re çêbûye û li alîyê zikê çepê “xwedê” û li alîyê rastê jî “Mihemed” nivîsandiye. 

   Piştî ku berxik mezin dibe û dibe mîh, malbat dibêje:”Ji ber ku me bi Erebî nizanîbû, me tê dernexist. Lê piştre me bir cem yekî ku bi Erebî zanbû û me rastî fêhm kir” filan û bêvan.

   Werhasil, li ser bext û namûsa xwedîyê mîhê be, heger wî ew nivîsandin nivîsandibe yan hinekên din lotikek lêxistibin, ew û xwedê li hev! Ma çima rojekê navê Îsa, Mûsa, Ibrahîm, Zerdeşt, Elî û Welî nayê nivîsandin babam!? Ya starrrrrrrrr!

Heta şeş mehên din xwedê kerîm û rehîm e

Mihemed Soran-31/12/07- Îro roja dawî a bikaranîna maddeya 140 bû. Qaşo gerek heta vê demê referandûma Kerkûkê bihata bicîhanîn û Kerkûk derbasî nav sînorên Kurdistanê bibûya.

   Lê mixabin Tirk biserketin û hikûmeta me lotikek li xwe jî û li temamê Kurdan xist. >>>>>

Elewîyên Kolnê dest bi lotikan kirin

 Hesenê Elewî-31/12/07-Koln-

30. 12. 2007. li baljarê Koln a Almanya, li ber derîyê dêra domm ê, Elewî li hev civîyan û ji ber rêze fîlmê di kanala ARD ê de belav bibû û têde hekeret li Elewîyan hatibû kirin, protesto kirin. Elewîyan doz li ARD ê dikir ku, lêborîna xwe ji Elewîyan bixwaze. 

   Bê goman heqê Elewîyan heye û herkes jî hewceye di vê bûyerê de piştgirîya wan bike.  Ji sedî heştê ji wan Elewîyan Kurd bûn. Brayên me yên Elewî  jibo heqereta li Elewîyan dibe, xwe parçe parçe dikin.  Lê ji heqeretên dijmîn û bombebarankirinên li Kurdistanê dibin re dengê xwe nakin û   piranîya wan bê deng dimînin. >>>>>

Bê nasname bûn

Bavê Jîndar-30/12/07-Colemerg-

Li Hekarya navçeya Goyîyan zilmek bi navê Salih Babat  dizewice. Di encama zewacê de pênc keç û kurekî wî çêdibin. Salih bi tenê kurê xwe li nifûsê qeyd dike. Ji ber ku keçan li nifûsê qeyd nake, keçên wî bê nasname dimînin.  Keça xwe xatûnê bi zilamek bê nasname re dizewicîne. >>>

Salihê me da dû dînan

Dînê Lotikxanê- 28/12/07- Belê, li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin nivîskar Salihê Kevirbirî (nizanim bi destan keviran dibire yan bi kêrê) dev ji biaqilan berdaye û daye dû dînên Kurdistanê.

   Dibêjin Salihê me bi dûrebîn, teleskop û mîkroskopê daye dû dînên Xerzan, Mêrdîn, Diyarbekir, Serhed û temamê dînên bakur û şopa wan digerîne. >>>>>

Dil pîr nabe keçko

Tacdîn Baran- 28/12/07-Elmanya- Ji berê de dibêjin: Dil pîr nabe! Erê meriv yextîyar dibe û tirr di meriv de namîne, lê bawerkin dil wek xwe dimîne û her li dû tiştên xweşik û ciwan dibeze.

   Şîrwan Çakici keçek Kurda Elezîzê ye, li bajarê Kolnê mezin bûye lê çûye bajarê Bremenê û li wir ji Partîya Çep (Die Linken) ketiye meclîsa bajêr. Tu nabê rêhevalê partîyê Manfred Steglîch (50) dil dikeve keça me a xweşik û ji evîna wê dişewite. Manfredê Alman çiqasî dixwaze xwe bi Şîrwan xanimê şîrîn bike jî, lê keça me rû nade wî û dibêje:Naaaaaaa! >>>>

Bide dû koka heywanan ewladim!

 

Baytarê Lotikxanê-27/12/07- Dibêjin: “Heçê ji qûna xwe şil in, tim ji xwe bi şik û goman in”. Îcar xuyaye ev jî mesela me û Tirkan e. Tirkên ku ji sedî 90ê wan doşirme, melez û heramzade ne, ji ber ku ji qûna xwe şil in, ji koka xwe bi şik û goman in, îcar hema çi dibînin dikin Tirk û dixwazin ji xwe re binyatekê ava bikin.

   Ji lêkolînerên wan bigrin heta bi nexwendayên wan bi heman zimanî dizirin û dikin zûrezûr. Meselen sayin qûnek lêkolîner Cezmî Yurtsever!>>>>

Kurê dêlê Erdal Sarizeybek jî tirrek kir

 

Zinar Qelemşûr-26/12/07-Stenbol- Hûn bi qedrê xwedê kin, ma gelo ker dev ji kerîtîya xwe berdidin? Naa! Gava meriv ker be heta bi mirinê jî ker dimîne û dike zire zir. Aha ji we re kerekî dulingî: Albay Erdal Sarizeybek.

   Sayin qûnek Erdal Sarizeybet, di hevpeyvîna bi dêlegura Tirk Arzû Sari re çend lotikên kerîkî avêtine derûdorê û Kurd dane ber zîtirkan. Sarizeybekê ku ji şikl û şemalê wî jî xuyaye ku ji sedî 100 heramzadeyê welatê Balkana ye, di hevpeyvîna xwe de meselê tîne, tîne, tîne û li ser Serok Barzanî disekinîne. >>>>

Sarkozî bûye wek gayê nav garanê

Miradê Torî-26/12/07-Parîs- Serokkomarê Fransayê Nîcolas Sarkozy bûye wek gayê nav garanê û ha ha poş û sturehan (qiloçan) li jinikên Fransî dixe. Mêrik piştî zewacek dûr û dirêj dev ji jina xwe berda û da dû model û mankenên nermik û germik.

   Piştî ku Sarkozy bû serokkomar û bêrîka wî germ bû, îcar efendî dest bi lotik û zîtirkan kir û hema bêjin her hefte jinekê digre û yekê berdide.

   Berê ji Kurdan re digotin:”Mêrkê Kurd gava perê wî çêbûn, yan wê yekî bikuje yan wê jinekê bîne”. Lê xuyaye mîster Sarkozy ev nav ji ser mêrên Kurd rakir û kir malê xwe. >>>>

 

Birastî êdî bes e!

 

Nûrî Çelîk-25/12/07-

---------------------------

 

 

s© lotikxane 20-02-2006      

 

 

 

 

 

"font-family: Georgia; font-size: 11pt">   Berê ji Kurdan re digotin:”Mêrkê Kurd gava perê wî çêbûn, yan wê yekî bikuje yan wê jinekê bîne”. Lê xuyaye mîster Sarkozy ev nav ji ser mêrên Kurd rakir û kir malê xwe. >>>>

 

Birastî êdî bes e!

 

Nûrî Çelîk-25/12/07-

---------------------------

 

 

s© lotikxane 20-02-2006      

 

 

 

 

 

om: 0" align="center"> 

tml>