Sep 30, 2012

Monat: September 2012

Nêçîrê me piştgirî da pêvajoya Osloyê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Ha Oslo, ha Enqere û ha Hewlêr, qet ferq nake. Heke samîmîyet û dilpakî di meselê de hebe, hûn karin di koxikek mirîşkan de jî pirsgirêkê çareser bikin. Na heke fen û fût, dek û dolab, xap û lîztok di meselê de hebin, ne Oslo lê hûn li ezmanê heftan jî mizakereyan bikin, wê tu […]

Kasimpaşalî hûr lêxist û kûr lêxist

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Belê, kongreya 4 an a partîya AKP çêbû û dê weledê xwe avêt. Di kongreyê de serokê AKP Kasimpaşalî Receb dest bi lotikan kir, behsa dinya û axretê kir, behsa welatên sererd û binerd kir û qirik li xwe qetand. Di kongreyê de gellek serokên welatên cuda beşdar bûn û yek ji wan jî bêguman […]

Xalê me Mislim soz da!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Serokê PYD xalê me Mislim Salih hevpeyvînek qerase da rojnameya Rûdaw û çend lotikên xweş, germ û nerm avêtin. Lotikvanê Rûdawê jê pirsîye: – Hûn soz didin ku şerê brakujî rûnede? Xalê me Mislim simbêlên qeytanî ba daye û pirs bersivandiye: – Erê, em soz didin û eger li ser xwîna me be jî, em […]

Bavê Baş-Ewladê Fahş!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
                                                                „Dîyarî ji bo rahmetîyê bavê min…“   Bav û law li ser tilmekî rûniştine. Law sê salî ye û zimanê wî nuh digere… Ji wan wê de li ser avahîyekê hêlînek heye; di wê hêlînê de leglegekê çêlikên xwe di bin basikên xwe de veşartine… Çavê law bi leglegê dikeve û meraq dike. – […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off

TU FILÊ KÎDERÊYÎ?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Hemo Kamek ji başûrê Kurdistanê ji gundê Kamekan e. Hemo pêşmergeyek qehreman, henekvan, hazircewab û bê tirs e. Rojekê Hemo Kamek ji bo karekî dixwaze derkeve hizûra General Barzanî, wek adetê li serê her pêşmergeyî dersok heye. Li başûrê Kurdistanê tenê filehan kumê bê dersok datanîn serê xwe. Hemo Kamek jî tenê kumek li serî […]

Di wêje û hunera Kurdî de erotîzm

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Memik li ba Kurdan yan hinar yan jî hirmî ne. Ew jî fantazîya Kurdan e. Her çiqas jinên berê (jinên Osmanîyan) bi nav û deng pêsîr mezin bûn jî, di fantazîya mêran de zebeş tune ye. Wekî din memik yan spî, yan zer in, yan jî gewr û kal (gelek spî û xweşik) in. *** […]

YPG lotikek li Selah Bedreddîn xist û ew kir ajanê Tirkan

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
YPG (Yekîneyên Paraztina Gel) ku girêdayî PYD û PKK ye, bi daxuyanîyek nivîskî êrîşî Selah Bedreddîn, Partîya Azadî û hinek grûpên ku li Efrînê ne alîgirê wan in, kir, ew kirin ajan û sîxurên dewleta Tirk. YPG, di daxuyanîya xwe de dibêje ku li herêma Efrînê çeteyek çekdar heye, navê wê çeteyê “Tîma Selaheddînê Eyyûbî” […]

Lotikvana germik aştîyê dixwaze

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Stranbêja germik û nermik a Tirk Bulent Ersoy xanim, hevpeyvînek daye rojnama Haberturk ê û çend lotikên wek xwe germik û nermik avêtine. Xanima çiryayî û diryayî Bulent xanim, di derbarê pirsgirêkên Tirkiyê û pirsa Kurd de li dijî şer û kujtinê derket, aştî û çareserî xwest. Xanima ku berî niha jî gotibû  “ger kurê […]

BIREVIN EHMEQ HATIN !

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
 Mirovên ehmeq bi kêrî tu kesî nayên, ji xeynî zerarê tu fêdeyek wan jî nagihê kesekî. Ehmeqî xûy xisyetekî pîs e, ha êzing ha ehmeq tu ferqa wan tune. Lê ehmeq xwe zana dihesibîne, derheqê her tiştî de nezan diaxive, rastî çiye nizane. Kerose kerose pesnê xwe dide. Rojekê Hz. Îsa berê xwe dide çiyê […]

Ma bila di qurmik de jêkin canekem?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Li ser bextê zinêkar, kerxanecî û xwefiroşên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin li girtîxaneyên Iraq, başûrê Kurdistanê, bi taybet li girtîxaneyên Silêmanî û Hewlêrê, homoseksuel û qûnektî zêde bûye û êdî doxîn bi kesekî ve nemaye. Li gora ku Cîhgirê Serokê Tora Dadperwerîya Girtîyên li Iraqê Şiwan Sabir Mistefa ji rojnama Rûdaw re gotiye, dibêjin qûnektî […]

Welatparêzan (!) êrîşî hunermend Yeqîn kir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Hinek ji me Kurdan nikarin bi kerê, lê dibezin kurtên. Em kurmê dara xwe ne, dijminê qewmê xwe ne, xulamê xelkê, qesasê serê hev in. We dîtiye ew Kurdên ku ji xwe re dibêjin “Welatparêz” êrîşî hunermendekî Tirk kiribin? We dîtiye ew Kurdên ku xwe wek berpirs û parêzerên welatparêzîyê dibînin êrîşî çeqel yan keftarekî […]

Têkçûna qodên zêhnî yên Kurdistanî

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Asîmîlasyona ku destpêka wê nizanim digihê kîjan tarîxê û paşxaneyê, bandoreke mezin û ecêb li ser me Kurdan çêkiriye.  Vê asîmîlasyonê bandoreke wisa li ser me çêkiriye ku qodên me yên zêhnî ji her hêlê ve di bin bandora atmosfera dagirkerên me de ne. Zimanê me, fikrên me, bîr û baweriyên me, mejiyê me, zêhnê […]

Kurê Ladin û Boxê Terorîstan

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Kurê Ladin ku ker li diya wî qelibîn û zîvar-zîvarî kirin, dibêjin xwedêgiravî, serokê terorîstan bû û ew Emerîka qerase jê ditirsiya, wî mejîyê vê alema munafiq û tirrjen tevlihev kiribû. Eger rast be, eger derew be, bi kiryarên alîgirên kurê kerê çend hezar kes hatin kuştin û roj namîne ku çend kesek bi lotikên […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off

Aha ji we re insanetî û mafê mirovan!?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 9
Gelo şirove ji vî wêneyî re hewceye? Ez gûyê van dolheraman di devê wan Kurdan kim ewên ku dibêjin „Tirk û Kurd bra ne“ û xelas…

Heta bi weşangerên wan jî heramzade ne

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Tirk nîjadperestîya xwe ya li himber Kurdan di her warî de nîşan didin. Ji herkesî re qaşo mirov û mirovperwer in, lê ji Kurdan re hirç û hov in, tu mafê jiyanê ji Kurdan re rewa nabînin. Patricia Highsmith nivîskarek Amerîkî ya bi nav û deng e. Pirtûkên wê li seranserê cîhanê tên xwendin, bi […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1

Xalê me Seyitxan qûça berpirsên KUK ê rakir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Piştî ku Bûbê Eser dest bi nivîsên „Ergenekoncîyên Kurd“ kir, navê xalê me Seyitxan Mercan jî di nava nivîsên wî re derbas bû.  Êêêêêêê, ma xalê me Seyitxan bê bersiv dimîne? Na, nabe.. Xalê me Seyitxan Mercan, di bersiva xwe de xwe paraztiye, Bûbê Eser daye ber lotikan û bang li „Berpirsiyarên KUK“ ê kiriye. […]

Bûbê da ser pişta Ergenekonê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Serokwezîrê Tirkiyê û başçawîşê hikûmeta AKP Kasimpaşalî Receb lotikek bêîman li Ergenekona Tirkiyê xist, qûş li wan qetand û berê wan da heps û zindanan. Her çiqasî „dendik û kevirên giran“ yên Ergenekon û dewleta kûr li ciyê xwe veşartî mabin jî, lê Kasimpaşalî Erdogan qûş li gellek generalên artêşê qetand û per û baskên […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
<iframe width=“370″ height=“270″ src=“http://www.youtube.com/embed/m8uIhk2jUR0“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>

Hovîtîya Cewrikên Asenayê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 5
Ji xwe re qenc li vî wêneyî binerin û kumê xwe deynin ber xwe. Gelo di dinyayê de wek van cewrikên dêlika Asenayê hov, hirç û dahbe hene? Gelo kesek wek wan bi kujtina mirovan kêfxweş dibe û wêneyê xwe li ber mirovên kujtî dikşîne? Bila ev wêne û wêneyên wek vî wêneyî ji Kurdên […]

Gelo deq ji bo çi tê çêkirin?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Deq çi ye? Çawa derketiye holê û sedema çêkirina deqê çi bûye û çi ye? Divê mirov ewil bersiva van pirsana bide. Taybetiya deqê li cem Kurdan jî girîng bûye. Bi rastî deq li gor civaknas û zanayan  xemilandina insanan e. Lê çavkaniya wê ji dîrokê vir de,  hîn jî nehatîye dîyar kirin. Lê belê […]

Çewalek pîvaz xelat!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Artêşa Azad a Sûrîyê ji bo girtin yan kujtina Beşar Esed 25 milyon dolar xelat dide. 25 milyon dolar ha! Hûn 25 milyon dolar bi serê xwe dakin xilasî lê nabe ellahwekîl. Axir, piştî xelata Artêşa Azad a Sûrîyê, Artêşa Azad a Lotikxanê jî biryar da ku xelatekê ji bo girtin yan kujtina Beşarko bide. […]

QAHWEXANA MISTO

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
 Li Bakurê Kurdistanê ji bêkarîyê hijmara qehwexaneyan pir in. Lê belê hinek qehwexane hene taybet in, wek qehwexaneya xalê Misto. Xalê Misto bi nimêja sibê re radibe, diçe ocaxê pê dixe, çaya xwe amade dike. Domdarên qehwexana xalê Misto yeko yeko tên, bi vexwarina çayê re dikevin suhbeteke kûr. Xalê Misto domdarên qehwexaneyê hemûyan nas […]

ÇIYAYÊ BI KEW

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Ew çiyayê kew li ser, teht û devî û kember Dujmin nikare here ser, bi pêşmergan re nake der   Çiyayê kew dixwîne, ew dermanê birînê Ew e şêrê hêlînê, dujmin bi çav nabîne   Kew her wext wê bixwîne, naberde wê hêlînê Heta azadî bîne, ewê çekê hilîne            5.3.1985

Ê de bûyrin qereqole efendim!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Li ser bextê esrarkêş, eroînfiroş û zinêkarên bajarê Amedê be, dibêjin Dadgeha Giran di derbarê rêvebirên PKK û Hizbûllah ê de biryara lêgerînê derxistiye. Dibêjin wêneyên wan rêvebirên qerase li ser kaxez û pankartan xistine, li kuçe û kolanên bajêr daleqandine, dane rojnameyan, tika û rice ji wan rêvebiran kirine ku “werin û li dadgehê […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0

ÇARSED BIZIN

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Pîyanis/Peyanis nehîyek Hekarîya ye. Pîyanisî bi henekên xwe yên nehs navdar in. Çi kesên ku ne Pîyanisî bin, nikarin tehemûlê henekên wan bikin. Xasma melle, çi melle ji ber henekên wan yên nehs nikarin sala xwe temam bikin. Rojekê melleyek bi xwe bawer dibê: Ezê biçim û li Pîyanis bibim melle û sala xwe jî […]

Li ser lotika Ertugrul Kurkçu

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
– Yaw Remo, ma te bihîst? – Çi kuro? – Kuro law dibêjin xalê me Ertuxrul Kurkçu dest bi lotikan krîye, gelo rast e? – Mala te xerab nebe! Rebeno 65 salî ye, lotikên çi halê çi heyran… – Kuro bi telaq çapemenîst Saliho ew û xatûnoşkek li deverekê zevt kirîne. Xatûn jî xatûn e […]

Kekê me xweş dibêje, lê ka yê ku bike?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 8
Li ser bextê Ajansa ANF be, dibêjin Serokê KCK û Kurdê gunikreş kekê me Mûrat Karayilan peyamek qerase ji Festîwala ku PKK li Almanya çêkiriye re şandiye û di peyama xwe de çend lotikên xweş avêtine.  Dibêjin Karayilanê me di peyama xwe de girîngîyek mezin daye paraztin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî û gotiye; “Cîgerno, kezebno, […]

Diyanetê lotikek bergîlkî avêt

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Melle Cemîlê Mûşî Yekî bigre li yê din xe. Ji misilmanên wan bigrin heta bi çep û kominîstên wan dijminatîya Kurdan dikin. Bi taybet ji bo tunekirina Kurmanc û Kurmancî (ji ber zanin heke Kurmanc û Kurmancî ji holê rabin êdî pirsa Kurd û Kurdistanê namîne) her gûyî dixwin, her dek û dolabê digerînin. De […]

Mala Pişo!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Pisîkek li serê Osê dibe bela.  Osê dikeve nav mitalan û dê hew zane bê ew ê çawa xwe jê xelas bike.  Pisîkeke cirnexweş, bêhawe û qirêjokî… Osê wê di derî re davê, di şibakeyê re dikeve hundir. Di şibakeyê re davê, di qula sobê re dikeve hundir. Dike û nake xelasî tune.  Dê karê […]

EZ BI QURBANA AQILÊ MÊRÊ XWE BIM

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Şûkir ji xwedê re, êdî Kurdên me jî gelek dewlemend in û xwedî sermîyan in. Belêndar in, karsaz in, kardar in. Yek ji wan jî Kurdekî me yê ji Bêdlîsê Nûredîn e. Nûredîn li bajarê Stenbolê dijî. Nûredîn ji xwe re otmobîleke (trimpêl)  pir biha kirî. Ew û çend hevalê xwe siwarbûn û di papûrên […]

Şêr derketin, lê ka piling?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Kurd ji şêran pir hez dikin. Çima? Çima ku şêr bihêz in, şahê heywanan e û nîşana xurtbûn û serketinê ne. Şêr laşgiran, gewdemezin û pirê caran jî tiral û zexel e. Lê di rastîyê de piling ji şêr xurttir, kone û fenektir, biaqiltir û nîşana xurtî û lezgînîyê ye. Çima Kurd xwe nakin “pilig” […]

‘Me xwest xwedî li çanda devera Xorasanê derkevin’

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Xorasan (Rûdaw) – Bo cara yekem di Mijdara 2005ê de bi awayekî fermî û profesyonel karê hunerî destpêkirin û bi beşdariya çend keçên hunermend yên Kurdên Xorasanê ev kom li bajarê Qoçanê ava kirin û navê wê danîn Koma Haray, ev nav di kumancî de tê wateya “bang” û “hewar”. Komê heta niha 19 xelatên […]

Li ser bextê Silo be

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 5

Vîagra!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Serê sibê zû, hîna çivîk, mirîşk û elokan zelq nekiribûn û pîrekên malê derneketibûn ber derîyên xwe nemaltibûn, Etmanê me yê çilfisok û xapînok berê xwe dide sûkê, da kû ji hinekan tiştina biçilfisîne, bidize… Bi şev berî razanê li reklamên vîagrayê rast hatibû. Di dilê xwe de dibêje, “hela ez berê xwe bidim dermanfiroşekê, […]

Ez di derewa nim!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 5
Ev der ku ye hevalno? Ev der cîyê ku baz û mar lê şer dikin e… Wek hûn jî zanin şervanan berî demekê ev der xistibûn bin desthilatdarîya xwe û Ji bavê kê zêde bû bi rehetî û hêsanî derbas bibûna. Lê xuyaye Enîk Berberogluyê ku kes nizane bê ji pişta kîjan toltahjîyî ye, pirr […]

Erdogan pirsa Kurd safî kir!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Me digot qey bi rastî wê Kasimpaşalî Erdogan hinek tiştan ji Kurdan re bike û gunehê 80 salî ji stuyê dewleta Tirkiyê derxe der. Lê xuyaye „Kurmê şîrî heta pîrî“ ye, ne Tirk mejîyê nîjadperestîyê ji serê xwe davêjin û ne jî heta bi mirinê hebûna Kurdan qebûl dikin. Gotin û lotikên wan tenê siyasî […]

Tevgera Qûnekên Kurdistanê şehîdê xwe yê yekem da

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 5
Belê, tevgera me, ango Tevgera Qûnekên Kurdistanê (yanî homoseksuel, GAY û MAY) şehîdê xwe yê yekem da. Endamê me yê çalak û hêja, welatparêzê germik û nermik rêheval R.A, ji ber ku Homo, GAY û germik û nermik bû, ji alî malbata xwe ve bi 14 guleyên bêîman hat kujtin û şehîd ket. R.A yê […]

Serxweşiya hinek nivîskarên Binxetê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Gelo hûn dizanin gelî xwendevanan bê çiqas qure û kund li Binxetê hene? Yan jî bê çiqas nivîskarên qayîşger li wir hene? Yan jî bê çiqas nivîskarên ku bi avê serxweşketine hene? Yan jî bê çend nivîskarên ku behwerkirine ew mezinin hene, yan jî yên mîna nepoxan bilind dibin  û bi striyekî diteqin li ba […]