Category: Melle Cemîlê Mûşî

Baranê tir ji wan berda

  • by Lotikxane
  • 7 Days ago
  • 0
M.Cemîlê Mûşî Bajarê Konya bajarê herî olperest û dîndar tê zanîn. Lê çi hikmet be, zinêkarî, dizî tecawîz û tarikselatîya herî mezin jî dîsa li Konyayê çêdibe. Ew kesên ku li ser navê ol, xweda û pêxember didin lotik û zîtirkan, her gûyî dixwin, her heramîyê dikin. Hem jî li ser navê xwedê û pêxember. […]

Bav çi gû be, kur ew rîx e

  • by Lotikxane
  • 6 Months ago
  • 0
M.Cemîlê Mûşî Bav û kalên me dibêjin: “Gîha li ser koka xwe şîn tê”. Xuyaye ev jî mesela me û hinek zinêkarên dewleta Tirko ye. Vê dawîyê wekîlên hikûmeta AKP xwestin zagonekê derxin û zarokên ku hatine tevawizkirin, bi tecawizkarên wan re bizewicînin. Heke yekî 70 salî destdirêjî û tecawizî keçikek 13 salî kiribe, li […]

Çi profesor e, hehey!

  • by Lotikxane
  • 9 Months ago
  • 0
M. Cemîlê Mûşî Law qey profesortî lîztika zarokan e bavo. Yanî ewqas xwendin bilasebeb û badilhewa diçe? We dîtiye ku profesorek ewqas sal bixwîne, lêbikole û piştre jî di profesortîya xwe de birî û bibe mirîdê şêxekî nexwende û nezan? Aha Prof. Dr. Rifat Okudan yek ji wan xwelîser û kundiran e. Dekanê Fakulteya Îlahîyatê […]

Heçê navê wî Feto be, çû jê de

  • by Lotikxane
  • 10 Months ago
  • 0
M.Cemîlê Mûşî Piştî ku Erdogan girêka xwe li pişt werîs xist û desthilatdarîya Tirkîyê xist destê xwe, navbera wî û rêberê wî Fethullah Gulen û xirab bû û têk çû. Berê wek şîr û şekir li ber dilê hev şîrîn bûn. Lê îro bûne wek mişk û pisîkê û neperûşkan ji hev didin. Axir… Piştî […]

Ê wî jî xiyar ji qûna wî derket

  • by Lotikxane
  • 11 Months ago
  • 0
M. Cemîlê Mûşî Piştî ku hikûmeta AKP rê ji lotik û zîtirkên dûrî aqilan vekir, Dezgeha Diyaneta Tirkîyê jî fitû li ser fitûyan derxist û êdî hema bêjin Tirkîye bûye wek kerxanê. Bav tecawizî keça xwe dike, bapîr tecawizî nevîya xwe dike, xwarzê xalê xwe bera ser xwe dide, ap bazdide ser brazîya xwe, dapîr […]

Kî dibê mela qûnektîyê nakin

  • by Lotikxane
  • 11 Months ago
  • 0
M. Cemîlê Mûşî Diyaneta Tirkîyê û misilmanên Tirk ewqas behsa îslam û misilmantîyê dikin ku nayê gotin. Tu dibê qey wan îslam û misilmantî afirandiye û ji wan pê ve kesek misilman tuneye. Roj namîne ku li ser navê îslam û misilmantîyê fitûyên dûrî edeba û adetê dernexînin û zinê nekin. Wek dibêjin, “di bin […]

Melayê pisîkan

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • 0
Melle Cemîlê Mûşî Li gund û bajarên bakurê Kurdistanê her roj jin û zarok, xort û çekên Kurd tên kujtin. Di vê serma zivistanê de ne dewlet li wan xwedî derdikeve, ne mela û ne jî tu beşerê xwedê. Ji Tirkan re Kurdê herî baş Kurdê mirî û kujtî ye. Meyt û cendekên wan li […]

Li Mekkeyê “Seks şop” a helal, wey maşelle!

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • 0
Melle Cemîlê Mûşî Belê, êdî fitûya helalbûnê ji her tiştî re derketiye. Tenê rebenê berazan ji vê fitûyê mehrûm bûne. Lê dixuye roj bê wê goştê beraz jî bê helalkirin û wê berazên me ji vê toqa naletê azad bibin. Ê de binerin bê Erebên qûnreş li navenda Mekkeyê çi vekirine û çi helal kirine. […]

Êdî di xewnê de jî dizewicin

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
M.Cemîlê Mûşî Evan bêbav û dolheramên sofîk û melayên sextekar êdî ol û dîn û bawerî li ber çavê xelkê reş kirine, kirine wek tenîya binê beroşê. Kûçikbavan hema keçikek xweşik û bedew li ku hebe, hew we dît çav berdanê û bi navê ol û dînê îslamê dixwazin destdirêjîya wê bikin. Ji wan re […]

Diyanetê lotikek bergîlkî avêt

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • 2
Melle Cemîlê Mûşî Yekî bigre li yê din xe. Ji misilmanên wan bigrin heta bi çep û kominîstên wan dijminatîya Kurdan dikin. Bi taybet ji bo tunekirina Kurmanc û Kurmancî (ji ber zanin heke Kurmanc û Kurmancî ji holê rabin êdî pirsa Kurd û Kurdistanê namîne) her gûyî dixwin, her dek û dolabê digerînin. De […]

Qûş lê qetandin û berê wî dan qulikê

  • by Lotikxane
  • 5 Years ago
  • Comments Off
Melle Cemîlê Mûşî Vêya baş bizanin, çi kesê ku rîha xwe nîv metroyê dirêj kiribe, bizanin ku di bin her tayek rîha wî de şeytanek veşartîye. Yek ji wan şeytanan jî Cubbelî Ahmet efendî ye. Piştî ku kasêta wî ya seksê eşkere dibe, Cubbelî şeytan efendî xwe davêje tor û bextê Nejat Ergîn (serokê mafyayê) […]