Category: Bavê Cengo

Rêdûr Xelîl li ku ye?

  • by Lotikxane
  • 3 Days ago
  • 0
Bavê Cengo Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo, Hesekê û Kobanê be, dibêjin PKK tîmek qerase şandiye ser Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl û ew revandine, birine cîhekî nebedî û nenas. Ne tenê fitne û fesadên “Federasyona Quzê Sûrîyê”, lê herweha rêvebirek ji rêvebirên ENKS Xalid Elî jî bi telaqên xwe sûnd xwariye ku […]

Xalê me Mislim xwe ji PKK daweşand

  • by Lotikxane
  • 14 Days ago
  • 0
Bavê Cengo Hûn dev ji mirovan berdin, bi allahwekîl heta bi çîçik û mirîşkan jî zanin go PYD bask û şaxê PKK ye. Heta bi dîk û elokan jî zanin go PKK dê û bavê PYD ye. Kuro ma hewceye meriv hevdu bixapîne û vir û derewan li hev bike qurban, na canim.. Meriv çi […]

Jînwar, gundê bê mêr û beyar

  • by Lotikxane
  • 24 Days ago
  • 0
 Bavê Cengo Dibêjin gava Yezdanê pak aqil belav kiriye, Kurd di xew de mane. Ji ber wê jî hinek Kurdên me kêm aqil û sewsî ne, serxweş û mest in. Piştî ku serokê PKK heval Mustafa Karasû berê Kurdan da jiyana ekolojîk a berî deh hezar sal û got: “Êdî dema wê ye ku em […]

Sê partî bûn yek, kilîlîlîlîlî!

  • by Lotikxane
  • 4 Months ago
  • 0
Bavê Cengo Sê partîyên Kurdistana Rojava bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwarin û bi def û zirne, bi hella hella û govend û dîlan bûn yek û yekîtîya xwe pêk anîn Li gor fitne û fesadên bajarê Qamişlo dibêjin, sê partîyên Rojava, Partîya Azadî, Partîya Azadîya Kurd – Sûriye û Şepêla Hevgirtinê bi fermî bûne […]

Li ser bextê Brîmo be

  • by Lotikxane
  • 7 Months ago
  • 0
Bavê Cengo Li ser bextê xelkê be, dibêjin Endamê Serkirdayetîya PDK-S xalê me Nûrî Brîmo ji çapemenîyê re axivî ye û daye lotikan, rexne li siyaseta PYD girtiye û kirasê xwe çirandiye. Dîsa li ser bextê fitne û gelacên bajarê Hewlêr û Qamişlokê be, dibêjin xalê me Brîmo bi sê telaqên bê fitû sûnd xwariye […]

Te go Kurd serxwebûnê naxwazin?

  • by Lotikxane
  • 8 Months ago
  • 0
Bavê Cengo Serokê rejîma Sûrîyê û kilê çavê Îran û Rûsyayê Beşar Esed, hevpeyvînek qerase bi rojnameya Rûsî Komsomolskaya Pravda re kir û çend lotik û zîtirk avêtin derûdorê. Qirikdirêjê Beşaro di lotikên xwe de got ku “Ez bi serê Mûsa, Îsa û Mihemed bikim, piranîya Kurdên rojava serxwebûnê naxwazin. Ji xwe em û PYD […]

Her werin vê govendê!

  • by Lotikxane
  • 8 Months ago
  • 0
Bavê Cengo Di dîroka Kurdan de belkî cara yekem tê dîtin ku Kurd li hemberî Kurdan dikevin grêva birçîbûnê. Cara yekem e ku Kurd ji ber zilma Kurdan dikevin grêva birçîbûnê. Cara yekem e ku Kurd ji ber zilma brayên xwe dikevin rojîya birçîbûnê. Niha meriv ji ber zilm û zordestîya dijminên xwe têkeve çalakîyê […]

Ez çavê tirsê bixwim û hew..

  • by Lotikxane
  • 10 Months ago
  • 0
Bavê Cengo Dolheramên DAÎŞê dijminê jinan e. Li vê dinyayê qîmetê pîvazekê nadin jinan û wan wek kole û cêrî bi kar tînin. Lê heman dolheram, ji bo ku xwe bigihînin horîyên bihuştê, her gûyî dixwin û li ser navê xwedê her zalimkarîyê dikin. Û gava zor li qûna wan tê çi dikin? Ji bo […]

Bahozê me geh dimire, geh radibe

  • by Lotikxane
  • 11 Months ago
  • 0
Bavê Cengo Belê, yek rêvebir û lotikvanê PKK û KCK xalê me Bahoz Erdal (Fehman Hisên) dîsa hat kujtin. Li gor fitne û fesadên dewleta Tirko dibêjin, xwedêgiravî Bahozê me li rojavayê Kurdistanê, ango li Sûrîyê hatiye kujtin û berê xwe daye axreta gewrik. Ev cara çenda ye ku Bahoz Erdal tê kujtin û dîsa […]

Ev tir ji wî re jî nema, ew jî çûûûûûûû!

  • by Lotikxane
  • 12 Months ago
  • 0
Bavê Cengo Xêr û guneh di stuyê zinêkarên DAÎŞê de be. Dibêjin zinêkarên DAÎŞê di malpera xwe ya înternetê de (Amag) daxuyandine û gotine: ” Ez bi serê bavê we kim, balafirên kafir ên Amerîka û koalîsyênê tir ji xelîfeyê me Ebûbekir el Bexdadî berdan û ew kujtin. Bexdadî di roja pêncem a meha Remezanê […]

Ereb can in, Kurd bacan in

  • by Lotikxane
  • 12 Months ago
  • 0
Bavê Cengo Belê, dibêjin li rojavayê Kurdistanê, ango li Kurdistana kantonkirî, efûya giştî derketiye û temamê endamên dolheramên DAÇÎê serbest hatine berdan. Li gor fitne û fesad dibêjin, Desthilatdarîya Xweserîya Rojava, bi biryara “Dadgeha Del”, li bajarê Qamişlokê efûya giştî derxistiye û 84 Erebên ku bi gumana endametîya DAÎŞê hatibûn girtin, serbest hatine berdan. Lê […]

Wê bigota “Çeto” lê got ” Çete”.

  • by Lotikxane
  • 1 year ago
  • 0
Bavê Cengo Belê, girgirekê PYD-Tev Dem û PKK li rojavayê Kurdistanê Aldar Xelîl, ji bo pêşmergeyên rojavayê Kurdistanê got: “Ew çeteyên rojava ne, qebûl nabe ew derbasî rojava bibin, eger ew derbas bibin wê bibe sebeba şer…” filan û fîstan. Di derbarê vê lotik û zîtirkê de herkes tiştekî dibêje. Hinek dibêjin: ” Bi allahwekîl […]