Aug 31, 2012

Monat: August 2012

Gelo ev ne xizmeta dijmin e?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 6
Hin nivîskar û qaşo rewşenbîrên Soranîaxêv ên ku navê “Grûpa insîyatîvê ji bo paraztina zimanê Kurdî” li xwe kiriye – ku di eslê xwe de gerek navê xwe kiribûna „Grûpa insîyatîfê ji bo qetilkirin û tunekirina Kurmanc û Kurmancî“–  daxuyaniyek li dijî Kurmancî û alfabeya Kurdî latînî amade kiriye. Kesên wek Ferhad Şakelî û Şêrko […]

“Wê Beşar Esed bicehime û emê jî vegerin ser axa bav û kalên xwe”

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Xema Efrîniyên li Atînayê Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye Li ‘Meydana Ekserxiayê’ ya Atînayê; çi nava rojê, çi jî derengiya şevê mirov rastî Kurdan tê. Nexasim jî Kurdên Efrînê. Piraniya niştecih û mudavîmên meydanê ‘anarşîst’ in. Li meydanê Kafeyeke bi navê ‘Alî Baba and Fourty Tastes’ ango ‘Alî Baba û Çil Dizên Wî’ hene ku hem […]

HISÊ ŞEŞAN

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Mirovek hevgunêlbaz/ homo dilê xwe dibe xortekî, bi awayekî pêre dostanîyê datîne, lê sererast nikare jêre bibêje, lewma rojekê wî vedixwîne firavînê. Lê berî firavînê çend kesan bi paran digire û wan tenbîh dike ku dema nêzîkî cihê fravînê dibin wê çibikin. Li ser firavînê yê hevgunêlbaz dibê : -Biner ew xortê ha wê ji […]

Li Tirkiyê 22 milyon û 691 hezar Kurdistanî dijîn

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
TÜİK, hejmara welatiyan û cihê jidayikbûna wan yek bi yek rêz kirin û weşand.    Gelo li Tirkiyeyê çend kes li bajarên Kurdan hatine dinyayê? Ji van çend kes Kurd in? Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK) hejmara welatiyan û cihê jidayikbûna wan yek bi yek rêz kirin û weşand. Li gorî van daneyan, li tevaya […]

Dewleta Kurdî kabûsa gundî Kemal e

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Gelo kevneserokê CHP û kevneserokwezîr Bulent Ecewît tê bîra we? Aha ew xwedênehişt jî bi eslê xwe Kurd bû. Lê ew jî wek Gundî Kemal, ango Kemal Kiliçdaroglû dijminê qewmê xwe bû, dijminê Kurdan bû. Li ser kevirê gora bavê Ecewît çi dinivîse hûn zanin? “Kurdzade Mistefa Efendî!” Bavê Eco xalis muxlis Kurd bû. Lê […]

EV XIRKER ÇI DİKIN ?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 8
Ez gelek fikirîm min pê dernexist, ev koma xirkeran çi dikin. Kî pê derxe emê çewalek pîvazên Sêrtê û pênc serî kelemên Erdîşê jê re bi rê kin. a-    Ev pêşmergeyên Artêşa Azad a Sûrîyê ne, silavê didin ala Turkîyê. b-    Ev şervanên Kurda ne, dest dane ser tankên Beşar Esed dibên “ ha ji […]

Hewceyî kêran nake, were Lotikxanê Lûmînîta xanim

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Li Romanya, jinika bi navê Lûmînîta Perîjoc, dikeve taksîyekê û berê xwe didin malê. Xanima tenûrgerm ji şifêrê taksîyê re dibê „Ji kerema xwe alîkarîya min bike û firaxên min hilkişîne jorê“. Şifêr jî alîkarîya wê dike, firaxan dikşîne mala jinikê. Lê jinik jî jinik e haaaaaa, xuyaye ev çend roj in gon nexwariye, kurmik […]

Kurê dêlê bazda ser xaltîka xwe

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Li bajarê Newşehîrê, kurê kerê S.G ê 29 salî, ji ber tecawizkirina zarokan ketibû hepsa servekirî. Berî demekê ji bo 4 rojan ji hepsê derket. Lê derketin çi derketin haaaaaa, hema yekser diçe bazdide ser xaltîka xwe ya ker û lal a 60 salî, piştre tecawizî 2 lawikên 9-10 salî dike û ji holê wenda […]

Sê çîrokên pîrê hebûn, her sê jî li ser hirçê bûn

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Dibêjin „Filankeso çû seferê, vegerîya kerê berê“. Îcar xuyaye ev jî mesela me û rayedarên dewletê ye. Serokê Meclîsa Tirkiyê cîgerim Cemîl Çîçek, dîsa lotikek wek lotikên berê avêt û bê qeyd û şert „çekdanîna PKK“ xwest. Cemîlo ji bo tunekirina terorê û qaşo çareserkirina pirsa Kurd pêşniyaznameyek ji 11 xalan pêkhatî pêşkêşî awira gelemperî […]

Xaltîka me xweş got, lê!?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Li ser bextê fitne û gelacan be, dibêjin xaltîka me Aysel Tûglûk hevpeyvînek daye rojnama Rûdaw û çend lotikên balkêş avêtine derûdorê. Dibêjin xaltîka me vê carê pesnê Serok Barzanî daye, gotiye “Mesûd Barzanî ji bo Kurdan rêberekî girîng e. Ji bo çareseriya kêşeya Kurd piştevaniya wî gelek girîng e. Em dixwazin ku vê rola […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off

Bavê xelkê bûne xulamên xelkê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 6
Wek di Tewrat, Incîl û Quranê de jî tê gotin, Adem û Hawa li herêma navbera çemê Dîcle û Feratê, ango li Kurdistanê afirî ne û bihuşta ku behsa wê tê kirin, Kurdistan bi xwe ye. Kurdistan bi xwe ye ji ber Adem û Hawa li bexçê bihuştê hatine dinyayê. Û li gora ku mirovatî […]

Osmanê me lotikek li PKK xist

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 5
Brayê serokê Kurdên dinya û axretê cîgerim Osman Ocalan, ji rojnama BUGUN re lotikên kesanedî avêtine û daye lotikan. Osmanê me bi namûsa xwe sûnd xwariye ku “Parêzerên PKK û Ergenekonê” nexwestine şer raweste, wan rê li ber demokratîkbûna PKK û aştîyê girtine, dema ew ji PKK veqetiyane PKK hatibû ser sînorê tunebûnê, lê parêzerên […]

Tirkên Iraqê, Kurdên Sûrî

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Ji bo Tirkên Iraqê gaveke nû dest pê kir, lê ji bo Kurdên Sûrî?… Vane Tirkên Iraqê û Kurdên Sûrî… Pêşî ez bibêjim, peyva „Tirkên Iraqê“ û „Kurdên Sûrî“ min taybetî hilbijartiye û ezê vê nivîsê ji ser van peyvan re bidomînim. – Hejmara Tirkên Iraqê bi nîqaş e. Yên ku dibêjin 600 hezar kes […]

GEL

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Ji xwîna xwe gola xwînê, rengê alê çêkir te Li kevya golê mêrgek kesk, seqa rojê dabû te Berî niha belengazî, sikur xwar perîsan te Niha tu azad û serbest, nîne neyar  li axa te   Her şeref û şana te ye, serbilindî ji bo te Berzan Qadî û Seîd, îro bûne nîşanên te Biparêze […]

Forma xwe wek forma COCO biparêzin

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Lotikvana navdar û agirpêketî, sembola seks, erotîk, lotik û zîtirkan, bedewa sîngmezin û qûnbergîlî, horîya xewn û xeyalên xort û kalan COCO xanim, form û ciwanîya bedena xwe bi spor û avjenîyê (melevanî-sobanî) diparêze. Ji bo em agahdarîyekê li ser forma wê jê bistînin, ez sê şev û sê rojan li ber devê derîyê wê […]

DÎSA BÊHNA GENÎ TÊ !

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Xalê Zahir va pîreka wî Cemîle xwestin biçin serdana lawê xwe yê li Tekirdaxê leşker. Xaltîka Cemîle mirîşkek ser jê kir, di rûn de sor kir, qatme û borek çêkir. Ku lawê wî pir jê hez dikir mast jî parzîn kir, xiste qabekê. Demsal havîn e, li otobusê siwar bûn ji Mûşê bi rê ketin. […]

Kurd yan jinekê tînin, yan mêrekî dikujin

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Parlementerê BDPê kekê me Bengî Yildiz, bi jina ku sala çûyî li Bodrumê pê re hatibû dîtin û sûretên wan di çapemeniyê de cîh girtibûn, bi Denîz Ûyan re zewicî û gîha miradê xwe. Kilîlîlîlîlîlîîîîî, her bijî! Ê belasebeb negotine „Heke zikê mêrê Kurd têr bû, yan wê jinekê bîne, yan wê mêrekî bikuje“ keko. […]

Şêxê zinêkar jî li dijî Kurdan derket

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Ev Erebên qûnreş û zinêkar hemû wek hev in. Segbavan di bin perda îslam û misilmantîyê de her tiştên ne li rê dikin. Di gotinê de qaşo wekhevî û bratîya mirovan dixwazin, edalet û aştîyê dixwazin. Lê gava dor tê ser Kurdên reben, dibin mar û dûpişk, dibin hirç û hov, dibin gur û keftar […]

Colemêrgîyan qûş li Naîmo qetand

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Îdrîs Naîm Şahîn begefendî, di bin dorpêç û parastina polîs, hêzên çevîk û tîmên taybet de hat Colemêrgê. Lê oxlim li hatina xwe polîpoşman bû, Colemêrgîyan qûş lê qetand, ziravê wî qetand û hiştin ku Naîmko bi xwe de bimîze. Dema Şahîn xwest li nava esnafan bigere, bi sedan welatî li […]

Cejna Remezanê pîroz be!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Cejna Remezanê li Kurdên bawermend pîroz û bimbarek be. Hêvîdarin Kurdên bawermend cejnên xwe di Kurdistanek azad û serbixwe de, bi kêş û dilşadî pîroz bikin.

Gerîlla qûş li rayedaran teng kir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Li Şemzînanê şerê di navbera artêşa dewletê û gerîllayên PKK de zêdeyî 2 hefteyan ajot. Herdu alîyan digot “Me tirr ji yê din berda” û pesnê xwe didan. Tew ji xwe dewletê diçirand û diçirvirand, digot “Me 115-120 terorîst kujtine” û “Me herêm ji terorîstan safî kiriye” filan û fîstan. Lê xuyabû ku ne rast […]

Yekem şerê Îmamê Mehdî ligel Kurdên İraqê dibe

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Sêwertalekî Civata Bilind a Îslamî di gotarekê de pirsgirêkên niha yên navbera Hewlêr û Bexdayê bi hatina Îmamê Mehdî ve girêdide û wiha vedirişe: ‘’Kurd yekem hêz dibin û her li İraqê li beramberî Mehdiyê çaverêkirî radiwestin.’’ Li gor rojnameya Basê, Celaledîn Sexîr ku serkirdeyekî Civata Bilnd a Îslamî ye û kesekî gelekî nêzîkê Serokê […]

Erebên qûnreş zîtirkek li Kurdekan xist

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Belê, li ser bextê qûnek û qûndeyên bajarê Bexdayê be, dibêjin hikûmeta Erebên bêderpî û serokê wê Nûrî El Kerîkî biryar dane ku „Ofîsa Hikûmeta Kurdistanê“ a li Bexdayê bigrin û dane girtin jî. Ofîsa ku ev 7 sal in li Bexdayê nûnertîya hikûmeta Kurdistanê dikir, bi biryara Malikî û sofîk û melayên Îranê hat […]

Qûnreşo herêma Kurdan înkar dike

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Belê, me digot qey tenê malbata Esed hebûna Kurd û Kurdistanê înkar dike. Lê xuyaye Erebên qûnreş hemû wek hev in, hemû wek hev bêbav û înkarcî ne. Fermandarê Artêşa Azad ya Sûrîyê birêz qûnreş Riyad Esed, hevpeyvînek qerase daye rojnama Rûdaw û serê xwe paşûpê xistiye qûna bavê xwe, li Sûrîyê hebûna herêma Kurdî […]

Tevgera Guran ji xwe re li kodikê dide

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Ev demeke bi taybetî piştî ku meha borî Serokê Tevgera Guran Noşîrwan Mistefa serdana Tehranê kir, medya wê tevgerê dest bi kampanyayek reşkirinê ya hikûmeta herêmê kiriye. Dirabe û dirûne qala siyaseta petrolê ya Kurdistanê dike û qaşo xema wê milet e û hikûmet mafê hevwelatiyan dixwe û didize. Lê doh şêrê petrola Kurdistanê Aştî […]

wesîyetname

  • by
  • 6 Years ago
  • 3
Kurd xwe bi ava zemzemê bişon jî dîsa li ber çavên Tirk-Ereb û Eceman wek sinc û kelem in. Ew dem û dewran hat guhertin, gav bi gav ber bi azadî û felatîyê ve diçin . Lê felek xaîn e.. Welhasilîkelam, ji rojan rojek  zilamek di ber halê mirinê de daxwazên xwe ji kurê xwe […]

Aha îcar Cana me di malê de ma!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 5
Berî salên 1980î. Şoreşgerî mode bû. Em germ û wek pizotê êgir bûn. Em bi evîna Kurd û Kurdistanê dişewitîn. Hinek ji hevalên me soz didan û digotin „Heta Kurdistan azad û serbixwe nebe, em nazewicin“ filan.  Sal derbas bûn. Hinek ji wan hevalan li sozên xwe poşman bûn, zewicîn û bûn xwedî zarok. Hinek […]

Sefîl Bîlo bû rezîl Bîlo

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 7
Hûn wî nas dikin, lîztikvanê sînemayê, xulamê xulaman, yanî sefîl û xenzîr Bîlo. Îlyas Salman ê ku di piranîya flîmên xwe de rola sefîl, xulam û bênamûsan dilîzt, vê carê di jiyana rastîn de terfî kir, ji „sefîl“bûnê derbasî „rezîl“bûnê bû. Kurê nizanim çi heta îro jî wek mirovan bi Tirkî nizane û tu dibê […]

DI DOJEHÊ DE CEJIN !

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
 Karmendekî Kurd ji xwe re li bajarê Mersînê vîlayek (keşane) havîngeh çêkir. Di demsala havînê de zar û zêç diçûn li wir dema xwe derbas dikirin. Karmendê me havînek bi trimpêla xwe ya Mercedes çû  dayîka xwe ji Mûşê siwar kir û anî ku ew jî di dawîya temenê xwe de çend rojên bextewar bijî. […]

Kejê Bêmal Rengeke Kurdistanî Ye!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Kejê Bêmal… Nivîskara zimantûj û zimançepel! Jina peyvxencerîn, helwestdilsoz û hestdilovan… Zana, bingehxurt, hestdar, hestyar, mirovhez, dilnizm-nefsbiçûk û welatperwer… Xwedan pênûseke têra xwe xurt û tûj! Di warê hevoksazî û lîstina peyvan de meriv lê matmayî dimîne. Qerf û henekên xwe bi peyvan dike; mîna sêlek bi pêlîstokan bilîzin bi peyvan dilîze; peyv bi xweber […]

Xalê me Turk Kurdistan kir yek

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Xalê me Ehmed Turk, di şahîya Qoserê de çend lotikên Kurdewarî  avêtin derûdorê, dilê dostan xweş û dilê dijminan jî reş kir. Xalê me Turk, di axavtina xwe de piştgirîyek mezin da berxwedana Kurdên binxetê û got: „Binerin kezebno, bila herkes zanibe ku wê 4 parçeyên Kurdistanê bibin yek. Wê ev tir ji dagîrkeran re […]

Surprîza kekê me Ehmed Denîz

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê lotikvanên rojnama Rûdaw ê be, dibêjin Berdevkê Peywendîyên Derve yê PKK kekê me Ehmed Denîz, ji  Rûdawê re gotiye; „Binerin cîgerim, pêngava nû ya ku şerê li Zagrosê dest pê kiriye, li ser bingeha enî girtin û mana li wan cîhan e. Di çend rojên pêş de surprîzek me heye. Wê serhildanên […]

Heta nehat revandin nebû BDP î

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Xuyaye carna tirs başe. Hinek mirov heta netirsin û mirinê li ber çavê xwe nebînin, nayên ser rêya îmanê. Endamê AKP û muxtarê gundekî Colemêrgê Mehmet Çakir, piştî ku ji alî gerîllayên PKK ve hat revandin û serbest hat berdan, ji partîya xw AKp îstîfa kir, lotikek li partîya xwe xist û bi halla halla […]

Navê wan piçûk e, lê ew bi xwe mezin in

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Ez behsa binxetê dikim. ‚Binxet’ jî di nav de, heta niha me kurdên ji perçeyên mayin ew bi navên cûrbicûr bi lêv kirin. Carna ‚Kurdistana rojava’. Carna ‘Başûrê biçûk’ Carna ‚Kurdistana biçûk“. Ew, her car ji bo me hemû kurdan ‘birayên biçûk’ bûn. Bi gotinan weha bû. Lê bi kirinên xwe ew her mezin bûn, […]

Kesên ku nikaribin Kurdayetîyê bikin, bila xelkê nexapînin

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Kurdayetî ne karê her „babaegît“î ye. Kurdayetî ne karê her kurê bava ye. Helbet ziman bê hestî ye, herkes bi zimanê xwe kare Kurdayetîyê bike. Lê Kurdayetîya rasteqîn ne hêsan û rehet e. Di vê derbarê de Şêwirmendê Civata Ewlekarîya Netewî ya Kurdistanê kek Mesrûr Barzanî lotikek xweş avêt û da bin dûvê kesên ku […]

Tirk „şûrê xwedê“ ye, lê Kurd?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Çawîşê Tirk Kamîl Çelîkkaya li Colemêrgê ji alî PKK ve hat kujtin û tir jê hat berdan. Cendekê wî bi ser malbavanên wî de şandin bajarê Kirşehîrê. Li malbavanan alên Tirko hatin daliqandin, bû hella hella, qêr û qiyamet. Çawîş Kamîl Çelîkkaya berî mirina xwe di înternetê de çi nivîsandibe başe hûn zanin? Nivîsandiye: Şaxên […]

Kekê me Ehmed dest bi lotikek pîroz kir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Nivîskarê Kurd kekê me Ehmed Çinarbaş dest bi lotikek pîroz kir û pirtûka “Muzîsyenên Mêrdînê” amade dike. Ehmedê me di vê derbarê de kedek mezin daye, serê xwe pir êşandiye û heta niha zêdeyî bi 100 hunermendên Mêrdînî re rû bi rû hevdîtin kiriye, yên ku ew nedîtine jî bi rêya înternetê xwe gihandiye wan. […]

Mala xwedê ava, ew jî gihan heqê xw

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Bi şoreşa serkeftî ya li Misrê re meydan fireh bûye, wek herkesî sofîk jî gihane heqê xwe û vêga ew didine lotikan. Îcar ji bo ku bi rehetî lotikên xwe bavêjin û mirîdan zêde bikin, jinên Misrî kanalek televîzyonê ya bi navê ”Maria” vekirine. Min bihîst ku di vê kanala nû de tenê jin kar […]

Ewnî Alî gulek pêşkêşî Lotikxanê kir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Kekê me Ewnî Alî gulek sor û mor pêşkêşî xebatkarên eşîreta Lotikxanê kir. Her çiqas me  got „bihêle bila ew gul di nav gulîstana te de bimîne, bila şalûl û bilbil li ser gula te bixwînin“ jî, lê ciwamêr got na û ew gula sor çinî û bi rêya Fisbook ê ji me re şand. […]

Ji bo Kurdistana Ciwanik Herne Pêş!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Gelo van keçikên Ciwanik ji bo çi Ala Kurdistanê li xwe pêçane? 1 – Ji bo Kurdistaneke Canik û Ciwanik damezirînin derketine qadan. 2 – Ji bo Biratîya Gelan Ala Kurdistanê li xwe pêçane. 3 – Ji bo Azadîya Jinên Kurdistanê derketine qadan dengê xwe bilind dikin. 4 – Ji bo bêjin Em Keç in […]

NEHÊLIN KES HESPA XWE Dİ MÊRGA WE DE BIDE ÇÊRANDIN !

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Li hêla Serhedê şerê êşîrî qe kêm nedibû, ji bo tiştên vala ji hevdu bi dehan mêr dikuştin. Ji hev kîn digirtin, her tişt dikirin mahne ku mêran bikujin. Hinekan jî raste rast tiştên kesanedîtî dikirin ku belayê peyda bikin. Yek ji van tiştan jî ev bû. Bi hefsarê hespa xwe digirt dibir di mêrga […]