Ey raqîb her mawe qewmî Kurd ziman,

                                             Nay şikênê danerî topî zeman.

                                                               Kes nelê Kurd mirduwe; Kurd zînduwe,

  Dildar  (1917-1948)                                                                       Zînduwe qet nanewê ala keman......

      
Google

Lotikxane                   

                         Magazîn, henek, gilî û gazin      

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Xaltîka Fatê

Di demek kurt de dinivîse

Bêwar Brahîm

Ji bo madeya 140

Rojda Aydin

Di mala bavê de nemînin

Gabar Çiyan

Hikûmeta herê

mê û êşkence

Faris Beg

Ev 100 salin  Kurdan dixapînin

Adil Dûran

Bajo Xizir Paşa

Bavê Ronahî

Zimanê çûka

 

Lezgîn Şêxo

Xalê Hesen û mamoste

Lokman Polat

Çil romannivî

serên Kurd

Konê Reş

 Azadîya Welat

 

Î.X.Sirûcî

Xizanî û

Nezanî

Lotikxane dengê neteweparêzîya Kurd e, wê bi tenê nehêlin. Li ziman, kesayetî û her tiştên netewî xwedî derkevin!                                    07 / 09 / 2007

 

 

Pamela Anderson zora Diyarbekrîyan bir

 

Şemal Amedî-07/09/07-Hollywood- Dibêjin Diyarbekrî bi şebeşên (zebeş-şûtî) xwe meşhûrin û jibo xatirê şebeşên xwe jî hersal pêşbirkan lidardixin, şebeşên herî mezin dibijêrin û xelatan belav dikin.

   Dibêjin nepaqijîya hewayê, serûbinbûna demsalan û zêdebûna nexweşîyan lotikên xedar li şebeşên Diyarbekrê xistine û ji ber vê jî her ku diçe biçûk dibin û kîloyên xwe winda dikn.

   Ez serê we neêşînim, dibêjin di dema pêşbirka îsal de lotikvana memikmezin Pamela Anderson, li ber televizyonê li Diyarbekrîyan û şebeşên wan temaşe kiriye, herdu memikên xwe hejandine û gotiye:”Tirrrrrrrrr li bin dûvê şebeşên we! Şebeşên min ji ên we mezintir û girovertirin looooooo” û henekê xwe bi şebeşên Diyarbekrê kiriye. (Bixwînin-Foto galerî)

 

Batmanîyan serê Pavarottî xwar!

 

Gulistan Bişêrî-06/09/07-Batman- Berî bi çend rojan li bajarê Batmanê (Êlihê) 4.mîn Festîvala Çandî a Batman-Heskîfê çêbû. Festîval bi resepsîyona operayê destpêkir.

   Dibêjin Parlamenterê DTP ê Batmanê Bengi Yildiz, kevneparlamenter Selim Sadak, Şaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan, Waliyê Batmanê Recep kizilcik, alîkarên walî Sedat Sırrı Arisoy, Aziz Mercan, Erol Karaomeroğlu,berpirsên gelek sazî û dezgehên fermî û sivîl beşdarî li resepsiyonê kirine û bi operayê mest û serxweş bûne.

   Opera haaa, hem jî li Batmanê OPERA!!!!! (Bixwînin)

 

Freedom for the right of opinion

Freedom for a free word

 

Appeal

 

 

04/09/07-Syrîa-Adnan Hassanpur, the journalist, and Abdulwahed Botimar (Heewa), the activist of Human Right Watches, both have been arrested for about eight months by the Iranian repressive authority. Besides, the judge of the Islamic court issued a decission on July18, 2007 to sentence both of them to death.

   As a result, the authority has put them in a singl prison awaiting for the execution of death penalty <<<<<<<.

 

Warê Zerdeşt

 

Helbestek ji

Seydayê Dilmeqes

 

Kabe û ziyaretgeha kurda Şengal

Tu xwedanê Laleşa pîroz Şengal

 

Cîh û warê Zerdeştê kale Şengal

Meskenê piling û şêra ne Şengal

 

Warê Dewrêşê Evdî ye Şengal

Hêlîn û warê ker û kulik Şengal

 

Tu diyarê karxezala yî Şengal

Parastiye çand û ziman Şengal

 

Kelemê çavê dijmina ye Şengal

Warê dilberên kezîzere Şengal

(Berdewam)

 

Xêrekê pê bikin bavo!

 

Şemal Amedî-03/09/07-Hollywood- Carna meriv ji ber van insanan dikeve keramberan û dixwaze rojek berî rojekê terka vê dinya gewrik bike. Lê carna jî dilê meriv bi insanan dişewite û xwe bi xwe dibêje:“Yaw de qede bi wan keve lo, hayhoooo! Ma derdê wan bi serê min ketiye, çi gûyî dixwin bila bixwin“ û bi rêya xwe de dimeşe.

   De ji xwe re li xanima lotikvan Amber Peach binerin. Tu derdêwê nemaye ji mezinkirina memikên wê pêve. Xelk ji birçîna dimrin, gepik nanê xwarinê nabînin û muhtacî qirûşekî ne, lê xanimê radibe di internetê de parsê dike, destê xwe vedike û ji raya giştî alîkarîyê dixwaze. Alîkarîya çi hûn zanin? Ambera ku di sektora pornoyê de dixebite û herroj lotikan li xwe dixe,dibêje:“ Jibo ez memikên xwe mezintir bikim hewcedarîya min bi 5 hezar dolarî heye. Ev jibo karîyera min pir girîng e. Hêvîdarim wê xêrxwazek derkeve û alîkarîya min bike“ filan û fîstan.

   Weleddddddd! Yaw jibo Xwedê alîkarîya vê xanimê bikin bavo! Rebenê 5 hezar dolar peyde neke wê beravêtî bibe û karîyera wê bilindtir nebe. De bidinê deeeee..5 hezar dolar û ne tiştek! Hesêbkî we mehekê goştê mirîşkan nexwar, wîî!

 

Jinên Rûs namûsa ala Tirkan kirin pênc pere

 

Dilcan Îzol-02/09/07-Antalya- Dibêjin mi minasebeta pîrozkirina 30 ê Tebaxê (Qaşo Cejna Serketinê ye), xortên dîscotekên bajarên Antalya û Bodrûmê ala Tirk xistine destê jinên Rûs, ji wan re kirine tîşort û fanêre û hetta binderpî.

   Jinên Rûs jî bi wan tîşortên ku ala Tirk li ser e lotik avêtine, wek çêlekên nav garanê ga û conega bera ser xwe dane û hetta bi wê alê girêza nev şeqê xwe jî paqij kirine.

   Îcar dibêjin rayedar û sawcîyên dewletê rabûne ser xwe û xwê ketiye qûna wan.

    Werhasilî kelam, em wan Nataşayên Rûs pîroz dikin û dibêjin:” Carek din bi wê alê destava xwe jî bikin, piştî we xwe pê paqij kir bi serê darekî ve girê din û wê darê jî bikin ziyaret, bikin dara mirada".

  De pîroz û bimbarek be rebbî!

Berî dest bi şoreşê bikin hatin girtin

Tecawizcî Coşqûn-02/09/07-Beyoglû Stenbol- Tevgera Qûnekên Tirkiyê her çû diçe zêdetir û çalaktir dibe. Qûnektî û lezbîyenî di nava Tirkan de dibe “Şoreşek Nuh” û moda pêşerojê. Ez bawer nakim Tirkek hebe ku qûnektî û lezbîyenî ne ceribandibe û lotikek paşûpêşkî li xwe nexistibe. Ji xwe dibêjin bajarê Bûrsayê bûye navenda wan û baregeha serpk û generalên qûnekên Tirkiyê.

   Werhasil canim, dibêjin van rojan polîs û eskeran girtiye ser baregeha Bûrsayê û 40 travestî girtine. Li ser bextê xelkê be, dibêjin van 40 travestîyan hazirîya şerê çekdarî dikirin û dixwestin li Tirkiyê derba eskerî lidarxin û hikum têxin destê xwe.

   Lê xuyaye hazirîya vê derbeyê li xweşîya Serekerkanê Artêşa Tirk Yaşar Buyukanit neçûye ku rabûye ew dane girtin û nexwestîye serê hefsêr ji destê wî derkeve.

    Ez serê we neêşînim, şoreşek din jî berî wextê xwe têk çû û qûnekên Tirk vê carê jî biserneketin. De heta şoreşek din Xwedê kerîm û rehîm e....

 

Wek mehîna kihêl e ellahwekîl!

 

Şemal Amedî-01/09/07-Hollywood- Torî Braver, wek lotikvan û bedewa pêşerojê tê qebûlkirin û ji niha de bûye şêrîna ver dilê zilaman. Ciwanikê hem bedew e, hem spehî ye û hem kî ji bejn û bala xwe ve wek tayê rihanê û dara spîndarê ye.

   Dibêjin Torî (Çi navekî Kurdî ye ne wilo? Bêbavê tu dibê qey ji Torê, ji derûdora Midyadê hatiye) Braver jî wek gellek bedewên dinyayê bi lihevrasthatinekê hatiye keşifkirin û siûda wê vebûye. Xwedê bedewî û qismet nake nesîbê her kesî. Lê xuyaye parek ji wî qismetê go Xwedê belav kiriye, bûye nesîbê Torî xanimê ku di demek pir kurt de binavûdeng bû û ket ser zimanan. (Berdewam-Foto Galerî)

 

Li wan jî rabû

 

Brahîmê Reş-30/08/07-Kenya- Dibêjin meymûmên Kenyayê xirufîne û ha ha li dora jinên Kenyayî dirin û tên. Li gora çapemenî dibêje, dibêjin jinên Kenyayî hew wêrin herin daristanan û ji xwe re qirş û qalan bidin hev.

   Gava meymûn çav li jinan dikevin, bi daw û delingên wan digrin, derpî ji wan dikin û tiliyan davêjin nav şeqên wan. Ji ber vê sosreta kesanedî jî, jin cil û bergên zilaman li xwe dikin û piştre diçin daristanê. Lê piştî demekê gava meymûn tê derdixin ku ew jin in, dîsa zimanê xwe li dora devê xwe dixin, derpî ji wan dikin û wan dalêsin.

   Li gora tê gotin, 300 meymûnên xirufî daristan li jinên Kenyayî kirine cehneme. Keviran davêjin wan, derpî ji wan dikin û bi wan re govenda“Şêxanî” digrin. (Bixwînin)

 

Swêd bûye welatê kê

kir kê!

 

Cemîlê Çargurçik-28/08/07-Swêd- Swêd bûye yek ji wan welatên ku herî zêde destavêtin û tecawiz lê tên kirin. Li gor îstatîstîka Dezgeha Polîsên Swêdê, îsal tam 2333 (2 hezar 3 sed û 33) bûyerên tecawizê ciriyane.

   Li gora salên din, di bûyerên îsal de li herêma Kronoberg ji sedî 211 prosent zêdetir bûyerên tecawizê qewimîne. Li herêma Gotland 120 prosent û li herêma Jonkopîng jî 103 prosent zêdebûna tecawizê çêbûye.

   Li gora Profesorê Krîmînologî ê Zanîngeha Stockholmê Jerzy Sarneckî dibêje, destavêtin û zinêkarîya der û nava malê zêdetir dibin. Tenê bûn, parçebûna malbatê û jîyana monoton dihêle ku jin û zilam (li Swêdê ne tenê zilam lê jin jî tecawizî zilaman dikin û tirê ji wan berdidin) li hev bibin wek agir û pîşo û hevdu li ku zevt bikin, ji pisîk û mişkan xerabtir bînin serê hev.

   Werhasilî kelam, Swêd bûye berdî berdan. Jibo lotikekê dê weledê xwe davêje. Wey li wî/wê ye ku doxîn û devdelinga xwe bi 101 girêkî girê de da ku tecawizkar zû bi zû nikaribe wan girêkên namûsê veke..

   Dinya bûye berdîberdan, wille looo!  

 

Hernêêêêê, îro heye sibê tune..

 

Şemal Amedî-27/08/07-Hollywood- Lotikvana Latîn Amerîkî Jessîca Alba lotikek li dostikê xwe Caşh Warren xist û ew avêt ber devê derî.

   Piştî lotik û hevdugevizandina 2 salan, dilê Jessîca Alba ji tirşika malê xelîya û verşîya. Hûn zanin, heçê lotikvan û navdar in nikarin hertim tirşikê bixwin. Divê xwarinên şiklo şiklo, xwarinên guhertî bixwin û tamekê ji jîyana xwe bikin. Wek me rebenên Xwedê nkarin heta bi mirinê bi yekî re bijîn û bi lotikekê debar bikin.

   Werhasil, Jessîca Alba jî ji tirşika Caşk Warren aciz bû, ew avêt ser sergo û niha ji xwe re li xiyarekî taze û ciwan digere (Bixwînin- Foto galerî)

Selulît û jehr û ziqûm!

Leyla Barîn-27/08/07- Zanîngeha Harvard- Selulît (girêkên tewêş-rûn) bûye bela serê jinan. Yek ji wê sedema ku jin dikevin psîkolojîyek xerab jî pirsgirêka selulîtê te.

   Gava tewaş di laşê mirov de kom dibe, dibe girêk û laş bez digre. Ev jî dibe sedem ku nermaya laşê meriv nemîne û di şûna goştê nermik de goştekî bi bez biafire. Werhasil, zilam jî bi piranî ji vê rewşê ne razî ne. Ew her dixwazin ku jinên wan nermik û germik bin lê wek dermaleyên malê ne qelew û bi bez bin.

   Sedemek din a çêbûna selulîtê jî ev e ku di lêş de xwîn baş nagere. Gava xwîn baş negere jî, tewaş û bez xwe li hev digre û bi taybet di çîm (paq) û kelefan de (kulîmek) dicive. Selulît hema bêjin ji sedî 85-90 ê jinan re çêdibe.

   Selulît ne tenê bi jiyan re, herweha bi zilaman re jî kare çêbibe. Bi taybet zilamên ku cixarê dikşînin, alkolê vedixwin û xwarina bêserûber dixwin, karin raserî çêbûna selulîtê bên. (Bixwînin û binerin)

 

Jenîfer Lopez û Xaminî peymana Îmamê Çaroxî îmze kir:

Jenîfer Lopez Xaminî kirî!

 

 Narîn Remo-26/08/07-Hollanda-

Li gora îxtîxbaratên ketine destê me, peyman li ser van esasên jêrîn îmze bûye:

--------------------------

Xaminî: Jenîfer, ma tê min biki?

Jenîfer: Ma çawa te nakim deyoz!

Xaminî: Ax ax, şimamoka min te dilê min geş û şa kir.

Jenîfer: Lê sê şert û mercên min hene.

Xaminî: Hema çi bin li ser serê min û bavê min.

Jenîfer: 1-Tê riha xwe kur û nekem biki. 2-Tê Îranê li ser navê min tapo biki. 3-Tê li kolanên bajarên Amerîka xwe şilfî tazî biki, daku miletê Amerîkî te di bin tifan de bifetisîne û ezê jî şilfî tazî li kolanên hemû bajarên Îranê bigerim, bila miletê te çavên xwe ji dîtina vî laşê seksî têr bike û pişta xwe li ser min bîne.

Xaminî: Min her sê pejirandin, bi sê telaqan min qebûl e!

Jenîfer: Ma ku CNN vê nûçeya cîhanî belav bike?

Xaminî: Okêêêêêêêêêê, Jan-nefera min okêêêêêêêêê. Emê hevdu li ser textê razanê bibînin, oxxxxxxxx!

 

Piştî namûsa civakê kir pênc pere dev ji lotikan berda

 

Şemal Amedî-24/08/07-Holyywood-Jenna Jameson wek Banûya por û seksê tê naskirin. Xanimê ewqas lotik avêtine û flîmê seksê kişandine ku nayê gotin.

   Çawa ku zinêkarên Tirk piştî têr gon dixwin û tir di wan de namnîne diçin Hecê tobe dikin, Jameson jî piştî ku ji lotik û xiyaran virikî bû, tobe kir û biryara devjêberdana seksê kir. Jamesona 33 salî herweha sîlîkona di memikên xwe de jî avêt û memikên xweyên wek zebeşên Diyarbekrê biçûk kir û kir wek şimamokên Mêrdînê.

   Werhasil, Jameson ji Us Weeklîvs re dibêje:””Oxxxxxxx, mala Xwedê ava be, ez ji wan herdu zebeşan xelas bûm. Berê min nikarîbû ez ji ber wan bibezim. Lê niha siviktir bûme û karim bidim çirvîrkan. Min bi xêra wan herdu zebeşan têra xwe lotik avêtin û xurçika xwe tije dolar kir. Ji hina û pêde ezê  nivîskarîyê bikim, behsa lotikavêtina xwe bikim û serpêhatîyên xwe ji zarokên pêşerojê re binivîsim” filan û fîstan. (Bixwînin-Foto galerî)

 

Navê êşkencê kirin masaj kuro, wehhhhh!

 

Binevş Agirî-24/08/07-Swêd- Kuro ev insan çi mexlûqatek ecêbe ya starrrrrrr! Jibo ku çend qirûşan qezenc bikin tiştek namîne ku nakin ellahwekîl, wey wey weyyy!

   Dibêjin Massor Anna Ljungblad û çend kesên din merşekî bizmarkirî çêkirine û xelkê li ser wan bizmaran masaj dikin û tirê ji wan berdidin. Xelk jî bi navê masajê dirin xwe li ser wî merşê bizmarkirî vedizilînin, pişta xwe diin wek serad û moxilê û qaşo masajê dibînin.

   Ljungblad dibêje:”Erê çend deqîqeyên pêşî pişta mero dêşe, agir bi canê mero dikeve, lê piştre ew êş namîne û laş ditevize. Bi vê masajê bedena insên rehet dibe, stres pêre namîne û mero dibe wek zaroka ku nuh ji dêya xwe çêbûye” filan û fîstan.

   Xwedêgiravî ew bizmar bandora akupûnktûrê li bedenê dike, xwînê digerîne û bazên bedena insên dinermijîne.

   Ê lawo malxerabno, ne hewceyî wan bizmar û derzîyane bavo, wîî! Herin çend rojan di zindanên Tirkiyê de bimînin, bela polîs û zebanîyên Tirk êşkenceyek qirase li we bike û xelas! Ha êşkence û ha masaj, wey!

 

Yan mezin nekin yan xwe nekujin heyran, wîî!

Dr.Mihyedîn-22/08/07- Li gora kovara “Annals of Plastîc Sûrgery” dibêje, li eyaleta Tennesseeya Amerîkayê, lêkolînek  ji alî Navenda Tip a Zanîngeha Vanderbîrtê ve hatiye çêkirin û lêkolîn ji alî Loren Lîpworth û hevalên wê ve hatiye meşandin.

   Lêkolîn li ser mezinkirina memikên plastîk û kujtina jinan hatiye çêkirin û encamên ecêb derxistiye holê. Lêkolîn li ser 3527 jinên Swêdî (ji 1965 heta 1993an) hatiye çêkirin û di encamê de derketiye holê ku ji sedî 19 e van jinên ku memikên xwe bi emelîyatê mezin kirine, ketine buhranê û xwe kujtine.  (Bixwînin-Foto galerî)

 

 

 

Kî dibê zilam nagrîn?

Hesen Almas-07/09/07.Waşîngton- Berê digotin “Ma zilam digrîn kuroo? Zilamê bigrî serpîrek e, bi kêrî pênc qirûşên xerabe nayê” filan û bêvan. Lê xuyaye globalîzma dinyayê, şert û şirûtên vê heyamê dihêlin go zilam jî bigrîn. Ne tenê girî lê hetta tir û fisan jî bikin û dû û dûmanê bi ser xwe xin, bibin babîsok, bahoz û tofan.

   De ka bêjin: Ma ji serok Bûşh qirasetir zilam hene? Naaa! Li jor Xwedê ye û li erdê jî Bûşh e. Îcar gava go qiraseyekî wek Bûşk bike “kûre kûr” û hêsran bibarîne, em rebenê Xwedê emê çawa negrîn û nekin iske isk hêê! Wilo li qilafet û tirtirebûna serok Bûşh nenerin. Nebêjin zilamekî zalim û ejderhayê binê gola Wanê ye. Bi telaq dilekî wilo nazik û dilbirehm li ser e ku kare dilê wî bi yekî wek Saddam Hisên jî bişewite û hilolîkan bibarîne.

   Werhasil, dibêjin hinek zilam hene bi dilê xwe wek zarokan e. Lê zaroktîya xwe nadin der û dixwazin li derve wek Herkul û Ristemê Zal bên xuyakirin. Lê di mala xwe de lêxistinê ji jina xwe dixwin û darê şikestî ne.

   Bawerkin gellek siyasetmedarên me Kurdan jî wilo ne. Li himber hevalên xwe wek “Pol-Pot û Îdî Amîn” zalim in, avê li wan venaxwin, jibo berjewendîyên xwe hevalên xwe dişînin mirinê yan xefikan li ber wan vedidin, lê gava tên malê çarka jina xwe didin serê xwe û dibin melayîketên Xwedê.

   Werhasilî kelam, li qilafet û bejn û bala zilaman nenerin. Bi sê telaqan zilam jî digrînnnnnnnnn û bi xwe de berdidin jî looooooo.....

 

Rabe fitû, rûnê fitû

 

Abdullah El Kurdî-06/09/07-Qahîre- Betalî xerabmalî ye. Kesên betal ji vir û qir de ji xwe re karên pûç û vala derdixin, dikevinnav gotin û fesadîyên kesanedî. Mesela me û Zanîngeha El Ezher jî ev e.

   Xuyaye Prof.Dr.Yûsiv El Kardavî nema zane çi bike, îcar her serê çend rojan wê fitûyekê ji bin serê xwe derxe û lotikan li derûdora xwe xe. Fitûya vê heftê jî ev e:“Zewaca bi komunîstan re herame!“ El Kardavî di konferansekê de çend lotik û zîtirk avêtin, kir hîre hîr û ji beşdarvanan re got:“ Divê misilman ji komunîstan dûr bin. Zewaca bi komunîstan re heram e. Divê misilman keçên xwe nedin komunîstan û malê xwe bi wan nehêlin“ filan û fîstan.

   Kardavî gavekê bi pêş de çû û derewek din jî kir û got:“Rakirina cenazeyên komunîstan jî heram e“ û verşîya. Lê çi heyf e ku di civînê de misilmanekî bi namûs ranebû û jê nepirsî:“Ya seyda, gelo di kîjan ayeta Quranê de behsa komunîzmêû komunîstan tê kirin? Kîjan ayet rakirina cenazeyê ebdekî Xwedê heram dike? Ma komunîst jî ne ebdên Xwedê ne, ne Xwedê ew xuliqandine? Ma komunîzm jî wek îslamê ne îdeolojî, fikir û bawerîyek e?“ filan û jehr û ziqûm.

    Ê lawo seydayê Kardavî, heyla Xwedê mala te viritando, bi çi heq û hiqûqê îslamê tu ferqê dixi navbera ebdên Xwedê hêê? Heyla topa qiyametê li nav şeqên te keto! Yan keça te bi dû yekî komunîst ketiye ku tu van nifiran li wan diki?

 

Xeletîyek û lêborînek

Lotikxane-05/09/07- Me wek Lotikxane tim gotiye:"Emê rê nedin nivîsên ku kesayet û destketîyên netewî ên Kurd û Kurdistanî bêşînin". Prensîpa me a sereke Kurd û Kurdistanîbûn e. Her çiqasî em bi xwe jî gellek caran nivîskar, rayedar, dezgeh û sazîyên xwe bi zimanekî dostane rexne dikin jî, lê dijminatî tucarî nebûye armanca me û emê nekin jî.

   Berî niha me nivîsa Nûrî Çelîk a ku li ser Laleş Qaso hatibû nivîsandin, weşand. Piştî ku hinek dostên me bala me kişand ser prensîpên Lotikxanê û em bi xwe hay bûn, me nivîs ji malperê derxist.

  Her çiqasî nivîskar berpirsiyarên nivîsên xwe bin jî, lê dibe ku bi weşandin û derxistina nivîsa Nûrî Çelîk me dilê herdu dostên xwe jî hiştibe.

   Bi vê mebestê, em lêborîna xwe ji herdu dostên xwe dixwazin.

Rambo Mahmûd!

Diyar Baban-05/09/07-Mahabad-Dibêjin Mahmûd Ahmadînajad pir bala rejîsorê Amerîkî ê bi navûdeng Olîver Stone kişandiye. Stone ji xwe re gotiye:"Hella hellaaaaa, lawo evê qamkinik çawa kare berberîya Amerîkayê bike yaw? De ka ezê flîmekî li ser wî çêkim" û berê xwe daye Îranê cem Mahmûdo.

   Piştî ku Stone mebesta xwe ji Mahmûdo re gotiye, Mahmûdo fikiriye, fikiriye, simbêlê xwe ba daye û gotiye: "Fikrek maqûl e. Ji xwe qehremanekî wek min divê bibe serokê Hollywoodê jî. De ka niha flîmekî dokumenter li ser jîyana min çêke, heger min eciband piştre jî emê dest bi kişandina "Rambo Mahmûd" bikin. Ji xwe ew qûnekê Sylwester Stallanoyê Îtalî Rambo xweş nekişandiye. Go ez bibim Rambo Mahmûd, hûnê bibînin bê ezê çi tirê ji flîman berdim" filan û fîstan.

   Werhasil, piştî ku li ser flîmê dokumenter li hev kirine, dibêjin wê di çend salên pêş de jî dest bi kişandina flîmê "Rambo Mahmûd" bê kirin.

   De neyse, heger xalê me George W.Bûsh heta wî çaxî lotikekê li Mahmûdo nexe û tirê ji wî bernede, ji xwe emê ji îro û pêde di televizyon û sîneman de ji "Rambo Mahmûd" re li çepikan xin. De a bi xêr.....

Fesadên Fesadxanê

Zinar Qelemşûr-04/09/07-Stenbol-Cihê ku piraniya rojnamên tirkan lê derdikevin, Stenbolê, Caxeloxlû ye. Berê jê re digotin ”Babêalî”. Ewder îro jibo rojnamevanên tirk bûye fesadxane. Yanî çiqase fesad hene li fesadxanê kom bûne û fesadiyê dikir. Ji roja ku pirsa demoqrasiyê ketiye nav gelê dinyayê karê şanogeriyê, nivîsandina pirtûkan, filîmên rexnegir, şêrên rexnegir, pesindan û rojnamevaniyê jî dest pêkiriye.

   Rojnamevanên dinyayê başiyê bi başî didin nîşandan û xerabiyê bi xerabî didin nîşandan. Cihê ku ceng, nakokî, zilim, feqîrtî û nexweşî lê hebin, rojnamevan di bin şertên giran de diçin wir. Tim kefenê wan bi wan re ye. Gelek têne kujtin. Ew kes çima diçin cihê wisa tirsmezin? Çima ew rihê xwe davêjin tehlîkê û bi zanebûn berê xwe didin riya çûn û nehatinê? Ew dixwazin serpêhatiyê di cihê wê de û bi çavên xwe bibînin. Ew dixwazin serpêhatiyê bê alîgir ji efkarê gelê cîhanê re bêjin.

   Şanogerên ku rast dibêjin, gelek cara ji qîbelê tîranan ve bi rengekî hovane têne kujtin. Lê hevalên wan rola wan digrin û li hemberî nemirovana şerê demoqrasiyê didomînin. Hersal mirov dibihîze bê çend rojnamevan têne kujtin, girtin û eşkencekirin. Kar û xebat jibo heysiyet û kerameta însaniyetê ye. (Bixwînin)

Cubbelî kerxanecî efendî bû seksologê îslamê!

Sofî Xelef-03/09/07-Cubbelî Ahmet Xoce, dest bi „Rêbaza Seksa Îslamî“ kir û mêrik xwe kir seksolog jî. Ahmet Efendîyê ku berî demekê di nava behrê de dest bi lotikên avjenîyê kiribû, di vîdeoklîpekê de dest avêt pirsgirêka doxîna jin û mêr û dibêje:“Jinên cemeeta me, jinên endamên cemeeta me gilî û gazinan ji mêrên xwe dikin ku ew ji paş de doza lotikan li wan dikin, dixwazin bi riya tabûta (anûs) jinên xwe xwe nerm û germ bikin. Ev ne li gora dînê îslamê ye. Divê mêrê misilman ne ji paş de lê ji pêş de bide zîtirkan“ filan û bêvan. Yanî Cubbelî Ahmet efendî her pirsgirêkên îslamê safî kiriye, seks mabû mêrik dest avêt çareserîya pêş yan paş jî.

   Werhasil, heçê bi Tirkî zanibe, bela li vîdeoya Cubbelî Ahmet efendî temaşe bike. Temaşe bikin bê çawa zimanê Ahmet efendî li hev diherbile gava behsa paş û pêş dike, xwêdan pê dikeve û ji heyecanê xwêsîya wî di qirika wî de dimîne (Bixwînin û lê binerin)

Di çavê wan de çêlek ji Kurdan qîmettir in

Gavanê Kextayê-02/09/07-Semsûr-Dibêjin di encama projeyekê de, Yekîtîya ewrûpayê bi alîkarîya Balyozê Elmanya ê Tirkiyê, 28 hezar YTL alîkarî daye “Pêşketina Mafê Heywanan”. Li gora vê projeyê, wê çêlekên Semsûrê bibin xwedîyê “Berberxane”, “Manîkurxane” û hetta hawizên avê. Wê çêlekên Semsûrê ji îro û pêde heftê rojekê herin ser berber xwe bedew bikin, piştre wê herin manîkura nenûkên xwe bikin, wan biqusînin û şahîk bikin, û piştre jî herin têkevin hawizê avê û xwe helal bikin.

   Dibêjin li ser vê biryarê, ga û conegayên Semsûrê dest bi çalakîyan kirine, protesto li ser protestoyê dikin û dibêjin:” Çima mafê çêlekan tê dayîn lê mafê ga û conegayan nayê dayîn. Ma çêlek ji me çêtirin ku wê herin ser berber û manîkura nenûkên xwe bikin” filan û bêvan.

   Werhasil, dibêjin dewleta Tirk bi zanetî ev cudaxwazî xistiye nav çêlek, ga û ciwangeyên Kurd da ku yekîtîya wan perçe perçe bikin û wan bikin dijminên hev. Tiştê tê gotin, çêlekên bajarên din jî dest bi protestoyan kirine û ew jî wek çêlekên Semsûrê maf û heqê xwe dixwazin.

   Ez dibêjim heger rêxistin û partîyên Kurdan bi a min bikin, wê van çêlek, ga û conegayên Kurdistanê birêxistin bikin, wan wek esker û gerîllayên bajêr çekdar bikin û bişînin enqerê. Bi namûs wê ga û conegayên me tirê ji Tirkan berdin! Wê toz û dûmanê bi ser kolanên Enqerê xin û Tirkan jehrî bixin. Ma ji vê fersendê xweştir fersend dikeve destê me? Naaaaaa! De yallaaaaaa....

Ne bê jin dibe, ne bê mêr dibe

Keşe Gebro-02/09/07-Roma- Xwedê teala jin û mêr jibo hev çêkirine. Nêr û mê, tarî û ronahî, serma û germî, werhasil jibo her tiştekî sebebek heye. Nêr û mê di her warê jîyanê de muhtacî hev in û bêyî hev nikarin bi serê xwe bandorek mezin li berdewamîya jîyanê bikin. Ev jî mesela me û keşeyê Îtalî Don Sante Saûottînî ye.

   Keşe Don Sante bi jinika bi navê Laûra re dikeve nava lotik, cotik û pehînan, destûr û rêbaza keçatîyê diçirîne. Êdî hew bê jin debar dike û di encamê de dildikeve jinekê û hevdu digevizînin. Îcar dibêjin keçe û xelkê herêma Padovayê gilîyê keşe Don Sante li cem Pîskopos Antonîo Mattîazzo kirine.

   Lê xuyaye dilê serekkeşeyê Monterossoyê jî di lotikan de heye ku piştgirîya keşe Don Sante kiriye û gotiye:”Bajo kurê min bajooooooo, min tiştek ji bêjintîyê fêhm nekir, ez bûn qûnek qe nebe tu nebe qûnek û bibe lotikvanekî baş”

    Werhasilî kelam, Keşe Don Sante dibêje:”Ez naxwazim wek Adem û Hawa ji ber gunehê xwe xwe ji Xwedê veşêrim. Berî destpêkirine keşetîyê min bawer dikir ku keşe karin bê jin jî bextewar bibin. Lê niha ez fêhm dikim ku rastîya jîyanê ne wilo ye. Jin û mêr jibo hev xiluqîne. Ne jin karin bê xiyar bijîn, û ne jî mêr karin bê bacan bijîn” filan û fîstan.

   Ez serê we neêşînim, xuyaye du rê li ber keşeyên dinyayê hene. Yan divê xiyarê xwe di ber de jêkin û bibin qûnek. Û yan jî bizewicin, xwe ji dêrê jî nekin û ji mizgeftê jî...

 

Love Parade

 

Sosin Bermal- 01/09/07-Berlîn- Li bajarê Berlînê salê carekê festîvalek bi navê "Love Parade" çêdibe. Di vê festîvala evînê de ji her welatî lotikvan û mirovên evîndar tên cem hev û wek garana gund didin çîrvitkan. Ê go lotikan davêjin derûdorê, ê go zîtirkan didin, ê go pehînan li hev dixin, werhasil, dê weledê xwe davêje û wê rojê dibe qîr û qiyamet.

   De min jî ji xwe re got:"Keçê porkurê, de hema tu jî îro têkeve nav vê garana serberdayî ma dinya xeradibe, wîî!" û min xwe li nav wan xist.  Lotikek ji vir û pehînek ji wir, werhasil ez ketim nav wan û me govend girt.

   Ma îşê govendê bû! Yekî bi vir de serî dikşand û ê din bi wir de dikşand. Te digo ne govende lê roja mehşerê ye. Hema kê kê digirt ew davêt erdê û hevdu digevizandin.

   Werhasilî kelam, ez serê we neêşînim, min nerî îşê min zehmete û heger ez ji govendê dernekevim wê daw û delinga min li serê min bipêçin, rabû min go "xeraxirp" û revî revî ez ji nav koma garanê derketim. Berî go namûs bibe bexdûnis, min govenda "Kê kir kê" terikand û hûn sax!

    De ha ji we re çend wêneyên garanê (Foto Galerî)

 

Wê Swêdî li serê xwe xin, lê kîjan rojê Xwedê zane!

 

                 

 Aran Perînas-01/09/07-Swêd.

Dem, şert û şirût xerab dibem Swêdî bila teqlan bavêjin, ne xem e. Hayê wan ji tiştekî tuneye. Bi tonan karbondîoksît berdidin û boşşş, vala.

Hawîrdor ji berdana bermayîya karbondîoksîtê talan û perîşan kirine. Gelek misalên fizûlî dibin. Yên li Swêd dijîn bi çavên xwe gelek tiştan dibînin ku dewletê ji ber mesela berdana bermayîyê ji însanan re ti sînor dananîye.

   Winê bêjin çima? Ma kesek nabîne rewşa cîhanê çawa diçe? Herroj li welatekî, li mintîqekê barana anormal, zerzelên gelek bi şîddet têne meydanê. (Berdewam)

Emê Gozê (Medenî Ferho) û bîjîyên Tirk dest bi şerê man û nemanê kirin

Miradê Torî-30/08/07-Belçîka- Dibêjin ev demek dirêj e bîjîyên Tirk êrîşîser malpera Medenî Ferho www.bagok.info dikin û ekranê lê tarî dikin. Piştî ku Emê Gozê berxwedanek mêrane nîşanî hackerên Tirk daye, malper çend caran hatiye vekirin. Lê xuyaye bîjîyên Tirk rehet rûneniştine, ji wan re bûye kîn ku malpera Medenî Ferho bigrin û lotikekê li xebat û berhemên wî bixin.

   Werhasil, dibêjin Tîmên Taybet ên Tirk, bi tenq, top û balafirên şer êrîşî ser malperê kirine û di navbera herdu alîyan de şerekî giran destpêkiriye.

   Dibêjin Medenî jî wek Emê Gozê bi darê tifingê ketiye kozik û kemînê û berxwedanekê mezin dike. Lê bela mala tenêbûnê xera bibe. Ji berê de dibêjin “Destê bi tenê deng jê nayê”. Tîmên dijmin di dawîyê de bi bombeyên napalmê êrîşî ser malperê kirine û malperê xwe li ber vê bombeya malxerab negirtiye, hack bûye.

   Werhasilî kelam, Medenî ji Lotikxanê re dibêje:” Ev 54 salin ez li ber xwe didim. Bi sê telaqan ezê vê tirê ji Tirkan re nehêlim” û berxwedana xwe didomîne.

   Em jî wek lotikvanên Lotikxanê naletê li kiryara Tirkên xwînheram dibarînin û dibêjin:”Fermo Emê Gozê, Lotikxane li ber te vekirî ye. Hema go fîşekên te qedîyan xeberê bide me. Bi telaq emê sê bar keleşkof li qantira Lotikxanê bar kin û bişînin hewara te, wîî!”

Bi a Lotikxanê kir, 50 kîlo avêt

Sporcî Berzo-30/08/07-Tirkiye- Bulent Golgelî 132,5 kîlo bû û wek gayekî zexel bû. Ji ber kîloyên zêde tir tê de nemabûn û hew karîbû xwe li ser lingan bigre. Rebeno dikir û nedikir nikarîbû xwe zeîf bike û wan kîloyên zêde bavêje. Ji ber kîloyên wî û lotikneavêtina wî, hindik mabû jina wî wî berde û bi dû qirasekî din keve. Hevdu anîbûn ber berdanê. Jina wî doza lotikan dikir û rebenê Bulento jî ji qelewîya xwe fîşekên demança wî qelp dikirin û bibû wek demançoka bi heneka.

   Werhasil, Bulentê me rabû xwe avêt bext û namûsa Lotikxanê û got:”Bi telaq xêr hebe di Lotikxanê de heye. Jibo Xwedê û Pêxember, berî jina min min berde û bi dû yekî din keve min ji vê belê xelas kin. Wille û bille, van kîloyên zêde ez kirime wek dermalê xesandî kuro, wîî!” û daxwaza alîkarîyê ji me kir.

    Ê dilê me jî pê şewitî, me nexwest jina wî rahije buxçika xwe û jibo lotikekê bi dû xiyarekî din keve, me plan û projeyên zeîfbûnê ji Bulentkê xwe re got. Werhasilî kelam, Bulento bi a me kir û di nava 15 rojan de tam 50 kîloyên heram avêtin teneka zibil. Niha daketîye 80-83 kîloyan û bûye wek xortekî 14 salî ellahwekîl!

   Dibêjin bi xêra me navbera wî û jina wî av têre derbas nabe û Bulentkê me bûye wek ciwangeyê nav garanê, fişefiş pê dikeve.

 

Maocîyên me mîza hev vexwarin,

Wey tifûûûûûû!

 

Çang Çîng Çong-29/08/07-Pekîn- Carê me li flîmên Çînîyan temaşe dikir û ji xwe re digot:“Errrrreeekkkkkk, kuro ev bêbav difirin lawo! Bi namûs ezderha jî nikarin bi wan“ û me jî dixwest em wek wan bibin qeretecî û bifirin. Piştre me fêhm kir go flîm hemi bi hîlekarî û çavxapandinî tên kişandin.

   Werhasil, em bên ser mijara xwe. Îcar dibêjin li herêma Fangshana Çînê madena komirê hildiweşe û herdu bra (Meng Xîanchen û Meng Xîahyoû) 6 rojan bê xwarin û vexwarin di dinê madenê de hêsîr dimînin. Qey rebenan miriyên zikê xwe ne û nikarin bi xwe, radibin 6 rojan komira reş dixwin û mîza hevdu vedixwin. Werhasil, piştî 6 rojan ew tên xelaskirin û ji binê erdê azad dibin.

    Îcar yek ji wan dibê:“Bi serê serok Mao Zedûng, hindik mabû em gûyê hev jî bixwin kuro!“ û dibilîne.

   Yaaaaaa! Aha ciwanên serdema me ev gû ne haa! Ê me me bi 10, 20, 30 rojan nedixwar û venedixwar, em di zindanan de tî û birçî diman, lê me rojekê jî mîza hevdu bêhn nekir bavo. Kuro bi sê telaqan, heger niha Mao Zedûng sax bûya wê bigota:“Van qeşmeran nav û xîreta komunîzmê herimand, zû wan bidin ber fîşekan“ û lotikek li we bixista. Lê kaaaaaaaa……

   Îcar niha evên ku mîza hevdu vexwarine karin di flîman de bifirin û bibin qehreman jî haaa, wile kuro! 

 

Malmîratê ji keleşkofê xerabtire bavo!

 

Rozê-29/08/07-London- Ya starrrrrrrr, lawo me jin dîtine lê jinên wek Jenny Maşhe ku şeşo şeşo zarokan tînin nedîtiye bavo, Xanimê tu dibê qey keleşkofa Rûsî ye, hema go te fîşek da ber û dîkê wê kişand, êdî xezeb ji ber dibare, dibe otomatîk û yek li ser yekê dide dû hev.

   Jenny Maşhe û zilamê xwe bi salan hisreta zarokan dikşînin û zarokên wan çênabin. Werhasil, textorek namîne go serî lê nadin. Piştre textorek dermanê „zêdekirina hêkên pîrekê“ dide Jenny û li bendî encamê disekinin. Piştî 9 meh û 10 rojan, tam 6 zarok jê re çêdibin û dibêjin „Roj baş!“  

   Dibêjin rojekê dehşikek ji kerê re çêbûye. Radibe kerê me li xwe dixe, digrî û dibêje:“Wew bavoooo, barê min giran bû, êmê min kêm bû“. Îcar ev jî mesela Jenny û zarokên wê ye. Dibêjin rojê 18 carî cilên zarokan diguhere, 38 şûşe şîr dide wan û ji 50 carî zêdetir binê wan dişo û vedişo.

   Werhasil, Xwedê neyne serî kesî rebbî! Bi namûs, ha tu bû gardîyanê hepsa Diyarbekrê û ha tu bû çawîşê ser serê van zarokan, qet ferq tune!

 

Sûnda zewacê hat guhertin ma sûnda meclîsê

 

Tecawizcî Coşqûn- 27/08/07-Beyoglû Stenbol- 500 jin û mêrên ku bê mehr lotik li hev dixistin û hevdu diçirvirandin, bi alîkarîya Beledîya Kuçukçekmeceyê fermî zewicîn û devê xwe xistin devê hev. Dibêjin wê ji îro û pêde îcar bi eşkereyî, wek jin û mêr hevdu bidin ber lotik û pehînên Stenbolkî. Serokê Beledîyê Azîz Yenîay kêfxweşîya xwe anî zimên û got ku ewê di pêşerojê de jî bi her awayî alîkarîya xebatên sosyal û civakî bikin.

   Lê tiştê ecêb çi bû hûn zanin? Di vê zewaca komane de sûnda zewacê hat guhertin. Di merasîma zewacê de ev sûnd bi bûk û zavan dan xwarin. Bûkan got:”Ez soz didim, ezê bi kerta te peran ji bankê nekşînim û te aciz nekim! Bi soz, ezê her roj nerim malbavanan! Bi soz, ezê herti, diyarîyên buha ji te nexwazim, hertim pitpitê bi serê te de nekim! Soz be, ezê herroj xwarinên şiklo şiklo ji te re çêkim. Bi soz û peyman, heta bi mirnê ezê ji te hez bikim û lotikan li te xim!” filan û bêvan. Zavan jî sûnd xwar û gotin:” Bi soz, ezê jinekê neynim ser te, ezê heta bi mirnê heman tirşikê bixwim! Soz be, gava min zinê kir, ezê te ji bîr nekim û qiraseyekî ji te re jî bînim malê! Bi soz, heger xesû û xezûr bikin pitepit, ezê kêrekê li zikê wan xim û ûrê wan berdim erdê! Bi soz, heta bi mirinê ezê te bidim ber fîşekên demançe û keleşkofê!” filan û fîstan.

   Werhasilî kelam, sûnda zewacê hat guhertin me sûnda meclîsa Tirko. Te nerî rojekê ew jî guhertin û wekîlan ev sûnd xwar:”Vatanin ve mîlletîn bolunup parçalanmasina, Turkiye Cûmhûrîyetînîn ebedîyen yok olmasina çalişacagima, yuce Kurd mîlletî onunde and îçerîm” filan û fîstan.

   De Xwqezî bi wê rojê....

Mîmar Sînan xeyal derket, weledddd!

Mînar Silo-27/08/07-Stenbol- Ji Tirkan bêbavtir mexlûqat meketine ser ruyê dinyayê. Hema çi û kî ditine kirine malê xwe jibo ku hebûna xwe biparêzin û li ser lingan bimînin. Wek qereçîyên ku mal bi mal bigerin û firax û alavên xelkê bidizin. Tirkan jî hema ji neteweyên din dizî ne, dizî ne û çi dîtibin dizîne! Yanî, dizek kurê dizêkan e.

   Werhasil, Tirkan bi salan digotin Mîmar Sînan Tirk e û 400 avanîyên şaheserî lêkirine. Xwe bi Mîmar Sînan dinepixandin û qaşo hunermendîya Tirkan pêş dinyayê dikirin. Lê Prof.Ûgûr Tanyelî di pirtûka xwe de li Tirkan mikur hat û tir ji wan berda.

   Prof.Ûgûr Tanyelî, Serokê Beşa Dîrokîya Mîmarî a Zanîngeha Teknîk a Yildiz e. Yildiz di hevpeyvînekê de dibêje: (Bixwînin)

 

Agir bi doxîna AJDARO ketiye

 

 Aran Perînas-27/08/07-27/08/07-Swêd-Dîsa ket rojevê Ajdar beg, Ajdar wek popstar tê nasîn, werhasil. Dîsa li programên Tirkan jibo çêkirina albûmekê ketin qirka hevûdin. Wek conegayên ku li ser çêlekekê poşan li hev xin. Ajdar wek ku herkes dizane Kurd e. Zilam mihendizê mekînan e, bizmar û burxeyên mekînan yek bi yek nasdike.

Aqlê xwe winda kirîye, illeh û billeh divê albûmekê orîjînal çêke, tu dibê qey stranên wî wek ”mûzên çîkîta ” li dinyaye rekor şikandine bavo!

Birastî piştî bernama Tatlises û beşdarbûna Ajdar me şok derbas kiribû, wek mirîşka gêj li me hatibû. Zilamê nîv zelût stranek Kurdî teqand. Wey keko brawoo! Kuro lawo dengê te bi Kurdî hinekî dişibe tiştekî haa! Tê wek nizanim çi qûna xwe bihejînî, û Tirko jî ji zewkê bila bibin çar koşe, tewwww! Bi Xwedê yabo te kir tirrrrrrrr! Dibêjin Ajdarkê me gotiye:

      ”Ev imaja mine qardeşim, tiştekî gelek nû û taze ye! Min nerî nan di mihendizîyê de nemaye, min qerar daye ku hinekî xwe bihejînim û lotikan bavêjim”.

   Ê bavê je bavê mino, lotikan jî, zîtirkan jî û hetta pehînan jî bavêje, wîî!    (Bixwînin û binerin)

Wey aferîn xalê Ismaîl!

Gavanê Çêlekan-27/08/07-Bûrsa- De binerin bê hinek insan çi bi namûs in. Li Bajarê Bûrsayê, gundê Tepecikê Îsmaîl Erturkê 64 salî xwe bi darekê ve daliqand û berê xwe da axretê. Çima hûn zanin?

   Dibêjin berî bi demekê çend çêlekên wî bi nexweşîya şapê ketine û mirine. Xalê Îsmaîl jî gotiye:”Piştî ku çêlekên min mirin jîyan li min heram e. Ma ez ji çêlekên xwe çêtirim baba” û şerît xistiye stuyê xwe, çûye xwe bi darekê ve daliqandiye.

   Yaaaaa, hûn dibînin bê kurê bavan çawa pozşewat in ne wilo! Xwe jibo çêlekên xwe dikujin.

   Lê em Kurd? Welat dişewite ne xema hinek Kurda ye, namûs diçe ne xema wa ye, zarokên me tên kujtin, dibên “Ji xirê min ve”, tecawizî jinên me dikin, dibên “Oxxxxxxx, ma ne jina filankes yan keça bêvankeso bû” filan û bêvan. 

   Werhasilî kelam gellek Kurdên me wek xalê Îsmaîlê Tirk bi namûs nayên û pozê wan li ser hebûnên wan naşewite wesselam!  

'Tu Ne Gara Yî' tir ji temaşevanan berda!

Firildeq Elî-26/08/07-Stenbol-Şanoya Avesta piştî lîstika xwe ya bi navê 'Rojnivîska Dînekî' niha jî berhema Azîz Nesîn 'Tu Ne Gara Yî' li waroşên Stenbolê, li taxa Şahintepe ya semta Kuçukçekmece rastî eleqeyek zêde hat.
   Berhema Azîz Nesîn 'Tu Ne Gara Yî' ji bo Kurdî wergera wê ji aliyê Mehmet Dîcle ve hatiye kirin û derhêneriya wê lîstîkvanê sînema û Şanoyên Dewletê Turgay Tanulku dike.

   Şanoya Avesta promeriya lîstikê heta niha ku kesek neçûye, li waroşên Stenbolê li taxa Şahintepe ya semta Kuçukçekmeceyê kir. Promiyera lîstikê bi beşdariya gelek şanoperweran pêk hat. Lîstikvanên şanoyê Aydin Orak, Remzî Pamukçu û Omer Şahîn in.(Bixwînin)

Ev jî bênamûsekî Elman e..

Tacdîn Baran-26/08/07-Elmanya- Xuyaye di nav her milletî de bênamûs û bêxîretên qûnek hene. Hem jî çawa, pekkkkkkkkk! De ji xwe re li vî qûnekê Elman binerin:

   Manfred Schubê 26 salî, çi şeva ku dixwaze bi hevala xwe re seksê bike û bide lotikan, lempê vedimrîne. Rojek, du roj, sê roj, tam du mehan bi vî awayî karê xwe dimeşîne û rojekê tenê jî bi hevala xwe re di ronahîyê de seks nekiriye. Tu nabê rojekê hevala wî jê dikeve şikê û ji xwe dipirse:”Hella hellaaaaa, kuro ev çima di reşê de dide zîtirkan bavo? Heye neye hewalek wî heye” û dikeve kemînê. 

   Werhasil, şevekê dîsa qûneko lempê vedimrîne, diçe serşokê û vedigere nav nivînê. Keçik jî hema radibe û lempê pêdixe. Pêdixe ku çi bibîne hûn zanin? Brayê Manfred ê mezin Walter (28) di nav nivîna wê de ye. Tu nabê tam du mehan brayê wî di şûna wî de bazdide ser keçikê bêyî ku keçik tê derxe. Îcar keçika reben radibe hevalê xwe Manfred dide mehkemê û dozê lê vedike.

   Hûn zanin bê Manfred çi bersivê dide mehkemê? Dibêje: "Ji ber ku penîsê min biçûk bû min şerm dikir ez bi hevala xwe re razêm. Ji ber wê jî min di şûna xwe de brayê xwe berdida ser wê, xiyarê wî sê qatan ji ê min mezintir bû" filan û fîstan.

   Werhasil, niha herdu bra di mehkemê de ne.

   Ê lawo hey Xwedê topek li nav şeqê te xistê, hela te xiyar ji hev nasnekirin, ma te fişefişa pozê wan jî ji hev dernexist peppûkê! Tobe tobeeeeeee.....  

Wan jîyan dît, lê me nedît

Lotikxane- 25/08/07- Joop Houtkooper ji Zanîngeha Gîessen a Amerîkî diyar kir ku li Marsê nimûneyên jîyanê hatine dîtin û îhtîmal heye ku di pêşerojê de Mars ji mirovan re bibe dinya duyemîn. Xwedêgiravî satelîta NASA “Wîkîng”ê hinek wêneyên balkêş şandine û di wan wêneyan de nimûneyên hebûna maddeyên hîdrojen peroksîtê (oksîjena bi av) hatiye dîtin.

   Li ser vê xebera balkêş, me jî sîxur û zanyarên Lotikxanê xistin dewrê û me ji wan re got:”Hûn ha û ha bi me bikin, heger hûn vê meselê nekolin û rastîyê dernexin holê, emê guhekî we jêkin û çavekî we derxînin”.  Rabû ji tirsa zirtên me, endamê polîtburoya Lotikxanê mîster Mehmûdê Fezager rahişt dûrbîna xwe, derket ser serê sergoyê Lotikxanê û berê dûrbînê da Marsê.

   Piştî pênc deqîqan ew bêhnçikyayî vegerîya û got:”Jina min ji min berdayî be av li ser Marsê tuneye. Min bi dûrbînê lêkolînek qirase kir û tu gû nedît, wîî!” û rastî ji me re got.

    Werhasil, me jî ji NASA re emaîlek şand û got:”Law carek din bes derewan bikin bavê min! Em nikarin her serê çend rojan guh û pozên xebatkarên xwe jêkin û wan ziravqetandî bikin, wey!”  

   Werhasilî kelam, hêvîya xwe ji jîyana li ser Marsê bibirin û xelas!

Di mala bavê xwe de nemînin canim, werin Lotikxanê!

   Rojda Aydin-24/08/07-Stenbol- Nivîskarê dîndar Îsmaîl Fatîh Ceylan, piştî hevdîtin û guhdarîkirina pirsgirêkên keç û xortên dîndar (Keçên sergirtî û xortên ku qaşo bi navê dîndarîyê her tiştî dikin) rabûye pirtûkek bi navê “Keçên nikarin bizewicin û xortên ku nazewicin" nivîsandiye.

      Di pirtûkê de pirsgirêkên zewaca keçên sergirtî (tesettur) anîye zimên û tiştên balkêş derxistiye holê. Ceylan di pirtûka xwe de dibêje:”Wax wax wax, dostê her keçikê, dostika her xortî heye, lê zewac tune”.

   Di pirtûkê de grûpek keçên sergirtî ku li Beledîya Stenbolê dixebitin, dibêjin:”Ji ber ku em bi namûs in em di mala bavê de mane. Xortên vê heyamê ji keçên bênamûs hezdikin. Ma emê bekareta xwe (keçkanîya xwe) bi xwe re bibin gorê yabo, waweylê!” û gazindan ji xortan dikin. (Bixwînin)

Kuro ev Îranî hov in hovvvvvv!

Diyar Baban-24/08/07-Mahabad- Em di qirnê 21ê de dijîn. Qaşo dema me dema pêşketina insanetî û teknolojîyê ye. Lê xuyaye hinek welat û rayedarên wan welatan bi qanûn û zagonên berî hezarsalî dixwazin bijîn û bi navê şerîet û dînê îslamê hovîtî û barbarîya xwe berdewam dikin.

   Yek ji wan welatên ku herî zêde hovîtî lê tê kirin, Îran e. Qanûn û zagonên herî hovane li Îranê û çend welatên Erebên qûnbiqû tên meşandin. De ji xwe re binerin, nimûneyek ji vê hovîtîya Îranê:

   Xwedêgiravî Saeed Ghanbarîyê 25 salî li herêma Qazyînê bênamûsîyê dike (li gor gotinên rayedarên Îranê. Dibe ku derew be jî). Rabûne li gora zagonên exlakî ceze dane rebenê Ghanbarî û di nava hezar kesî de ew dane ber qamçîyên şivên hizran. Tam 80 qamçî lêxistine heta ku tir jê berdane û rebeno bêhiş ketiye.

   Ê lawo hey agirê Xwedê bi can û cesedê we ketino, ma hema namûs ketiye nav doxîna jinê? Ma hema namûs parîyek goşt e? Ma hûn herroj bi navê siyasetê bênamûsî û zinêkarîyên qirase nakin? Hûn çawa karin bi navê Xwedê êşkencê li insanan bikin hey min di kefenê sed bavê we gano!?

   Yahewlelwelaaaaaa, vê roja xêrê dîsa ez kufir bûm yaw! Kuro ev cahil û qeşmerên zikreş û rîhdirêj mero ji îmana meriv derdixin yaho, wîî!

Xezeba Xwedê berê xwe daye Ereban

Abdullah El Kurdî-24/08/07-Misir- Elametên qiyametê zêdetir dibin û bi taybet jî Xwedê teala berê xezeba xwe daye Erebên bêderpî. Niha jî wek îbretê zarokek ji wan re daye dinyayê ku dişibe beqan.

   Li bajarê Luxorê zarokek hat dinyayê ku xelkên herêmê ecêbmayî dihêle. Zarok wek beqê ye, lê piştî çêbûna xwe bi du seetan miriye.

   Dibêjin li ser vê bûyera kesanedî rojnameyên Misrî dest bi tobe û estaxfurillahê kirine û tirs ketiye qûna wan.

   De ma Xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî ku kevir û zinar bi ser van Ereban de bibarin rebbî!

   Bi telaq heta Ereb, Tirk û Faris ji ser rtuyê dinyayê neqelin, demokrasî û insanetî nakeve rêya xwe û xelas!

 

Xewek xweş, tendirustîyek baş

Leyla Barîn-07/09/07- Nîvê temenê meriv bi xewê derbas dibe. Xew şiklekî nîvmirinê ye lê herweha pêwistîya bedenê pê heye. Organîzma bedena insên westandin û betilandina xwe bi xewê ji ser xwe davêje.

   Di dema zindîbûn û hişyarîya bedenê de organîzma pir diweste û pêwistîyê bi betlanê, bi xewê dibîne. Ji ber vê jî bi emrê mejî giranî dikeve ser çav û temara xewê giranîya xwe dide bedenê.

   Werhasil, li gora lêkolîna ku li Amerîkayê hatiye çêkirin, derketiye holê ku xewek xweş ji gellek cûreyên sporê baştir û bi berhemtire. Xewek kûr û xweş dermanê bedewî, geşbûnî û zindîbûna bedena insên e. (Dewam heye haaa)

Av radizê Lotikxane ranazê

Cemîlê Çargurçik-06/09/07-Swêd- Wek hûn zanin, piştî derbeya 12 Îlona 1980, piranîya me kadir û girgirekên partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê revî revî xwe avêtin binxetê. Ne ji mêranîya me bû haa, ji tirsonekîya me bû wesselam.

   Werhasil, em li binxetê hînî tiştekî pir baş bûn ku kare di pêşeroja Kurdistanê de bibe stûnek ji stûnên pêşketina miletê Kurd. PINÎKER! Yanî lîztika qelemaçan. Îcar go kadir û serokên me bi pinîker dilîztin, te digot qey dikevin şerê giran û têde germ dibûn. Pinîker, teneze, 51 û sed lîztikên wek wan.

   Werhasil, piştî ku me rê dît û em ji binxetê jî revî revî revyan Ewrûpa û Îskandînavyayê, kurmê lîztina pinîker dev ji me berneda. Ma kurmê cixarê li ber kurmê pinîker tişteke? Na bavoooooo, naûzûbîlleh! (Bixwînin)

Kempeynî narezayî le dijî hêrişî Êran û Turkiya bo ser herêmî Kurdistan

 

-Wek dezanin êsta dewletî Êran hêrişêkî aşkiray kirdote ser nawçe sinûriyekanî herêmî Kurdistan û hezaran kes le Kurdî sîvîl û medenî ser û maliyan le dest dawe û aware bûne.

   Le layekî dîkewe be heman şêwe Turkiyaş top baranî gunde sinûriyekan dekat, ew topaneş maddeyey kîmyayiyan têdaye û le ser astî cîhan bekarhênaniyan qedexeye, boye lêre da dûbarebûneweyekî dîkey Helebçe le sedey bîst û yekem be çawî xoman debînîn. (Berdewam)

 

Kamera bikirin lawo kamera, gundînooo!

 

Tacdîn Baran-05/09/07-Berlîn-Dibêjin hinek ji cin û pîrebokên Berlînê xwestine komela KOMKARê bişewitînin û lotikekê bêîman lêxin.

    Li gora di belavoka Komkarê de tê gotin, berî niha jî hin kesan çend carî xwestine KOMKARê bişewitînin lê di nîvê rê de teqinîne û biserneketine.

   Werhasil, li gora xuyaye rêvebirên KOMKARê bîra kirîna kamerayekê nabin. Yan jî sexî nakin 100 eurûyî serf bikin, pê kamerayekê bikirin û bi dîwarê KOMKARê vekin.

    Di vê dem û dewrana teknolojîyê de xuyaye KOMKARcî yên me hîna jî wek ku di ode û dîwanxaneyên gundekî Kurdistanê de bijîn, dilivin. Bîr nabin ku dijminên Kurd û xebatkarên doza Kurdistanê pir in û ewê rojekê lotikekê li wan xin.

   Carekê şewitandin, du carî şewitandin, sê carî şewitandin, ê lawo ma yekî bîrbir di nava we de tuneye ku destê xwe li masê xe û bêje:"Bese qardeşim! Yan emê kamerayekê bikirin û van bêbavên provokator nasbikin, û yan jî emê miftê li devê derîyê komelê xin, wîî!" û rima xwe bihejîne.

    Kamera bikirin lawo kamera, sayin KOMKARcî no!

 

Laleş sêwî ma

Şengal bê xwedî!

 

Memo Şahin

 04/09/07-

Laleş hawar dike

Gazî dike Şengal

Ji mêj de

„Çira û qendîla hezar salan

Ber bi mirin û vemirinî ye“

Lê kes nabîhîze

Herkes kerr û lal

Bê bersiv man gazî û hawar

Sêwî ma Laleş

Bêxwedî û stûxar (Bixwînin)

 

Bazê Şingalê

 

Rezoyê Osê-03/09/07-Padîşahê Êzdiyan û êzdayetiya îroyîn Tehsîn Beg e.Begê me li paytexta Şingalê rûniştiye  û  mîrnişîna xwe , bi dilovanî , bawerî û zîrekî diparêze. Bergîriya lana êzdayetiyê , li wir , dike û erzêla Bazên perşikestî , li ser çiyayên Şingalê,qirşik bi qirşik , ji nû ve , ava dike û rêveberiya Êzdiyan , bi berdevk  û  alîkarê  xwe  Mîr Kamîran re,bi serbilindî,dimeşîne.

   Tehsîn Beg xwe bi cil û bergên Erebî radipêçe,lê dêm û reûdanên wî , awir û xwîna wî Şingalî ne,saf Kurdî ne. Mîr Kamîran jî bi cil û bergên Kurdî raçengî wî dibe.Bi hev re,weke du Bazan,li asîmanê Êzdî û êzdayetiyê dirêsin,Bazên Şingala bi dar û ber in.Lê,li ser rûkê zemînê tim mikûsdayî ne,xemgîn in,bi kul û jan in.Belê,tu dipelînî ku ji rojên reş,rojên sergirtî,bi hesab in û bi tem û givala dîroka bêbext pêçayî ne.

   Erê,reşbîniyê konê xwe li ser rewşa wan vegirtiye û bêhêvitiyê raçavî wan dike,lê werêra çakbîniyê jî ji dûr ve diçîsîne û wan bi omîd dike. (Bixwînin)

 

YA STARRR!

 

 

 Farûqê Devliken-02/09/07-Mêrdîn-Em Kurd tu carî ber ve narin!

Em Kurd tu carî biaqil nabin!

Em Kurd tu carî xwe nas nakin!

Heta em hebin hiş û aqilê me nayê serên me!

   Tim û tim emê reben û rebenok bin!

Tim û tim destên me vegirtî xanî bi xanî, derî bi derî gerê para me be!

Tim û tim ehmeqî û kêrnehatîyê para me be!

   Tim û tim serên me yê li tahtan û tahtên jî li wî serê me yî kêmaqil bikeve!

Heta hetayê aqilê me yê ji kîsê xelkê, zimanê me jî bi peyv û şitexalîyên xelkê dê bixemile!

Heta hetayê bi fikir û ramanên xelkê emê bitemirin û bi xewn û kabûsên xelkê jî şîyar bibin! (Bixwînin)

 

De bixwe ha, qûnekoooo!

 

Hesen Almas-02/09/07-Waşîngton- Dibêjin Senatorê bajarê Îdaho ê Partîya Cimhûrîyetê Larry Craîg (62), di balafirxanê de lê rabûye, çûye avdestxanê û bela xwe di yekî polîs daye û gotiye.”De were min bifirkîne qûnde, de were haaaa” û derpî ji xwe kiriye.

    Lê ê polîs nasnama xwe derxistiye û gotiye:”Dua ji Xwedê re bike go ez di wezîfê de me. Yan na bi telaq minê qûn li te bikira çaroxxx” û ev bûyer di çapemenîyê de belav kiriye. Piştî ku çapemenîyê lotikek li Senator Craîg xist, qûnekê me mecbûr ma ku dev ji senatorîya xwe berde û li ser terîya xwe rûnê.

   Dibêjin Senator Larry Craîg ji jina xwe re gotiye:”Hooowehhhh kurooooo. Xwezî hema min lotikek bixwara jî. Lê hîna derpî daneketibû kabokê van bêbavan hasil di Mûsilê re derxist kuro” û çend hilolîk barandine.

   Werhasilî kelam, senatorê me mîster Larry Craîg di 62 salîya xwe de bi miradê xwe şa nebû û bêyî ku li balafirxanê xiyarekî têxe xwe, terka Qesra Spî kir û bêmirad çû.

   Yaaaaaa....Te senatorî li ser qûnê kir brakoooooooooo! Aferîn looooooo!

 

Yûsûf Hacaloglû!

 

Engîn Asyali / Hurrîyet (Bitikînin)

---------------

Weşanên Enstituya Kurdî ya Brukselê - Publications of Kurdish Institute at Brussels

-------------------------

Eloko ket bin kêr û meqesan

 

Firildeq Elî-30/08/07-Stenbol- Erdal Înonu kurê Ismet Înonu ye. Bi eslê xwe ji Kurdên bajarê Meletê ne lê xiyaran bûne Tirk û lotikek li eslê xwe xistine. Erdal beg yextîyar bûye û tir têde nemane. Îcar ji ber yextîyarîya xwe jî her roj bi nexweşîyekê dikeve û dive virte virta qûna wî.

   Werhasil, vê dawîyê dîsa nexweş ketiye û berê xwe daye Amerîkayê, bajarê Hoûstonê, Nexweşxana MD Andersonê. Erdal beg berê jî çend caran li vê nexweşxanê emelîyat bûye û jê re bûye wek hêlîna kewê. Her ku nexweş bikeve û çêlîkekê derxe, te nerî berê xwe da wir û kurk ket.

   Werhasil, dibêjin wê Erdal Înonu tedawîya “Kemoterapî”yê bibîne. Ev jî ne nîşana xêrê ye. Lê li gora îstîxbarata ku bi alîkarîya FBI ketiye destê me, dibêjin pizikek di devê qûna wî de hatiye û ew pizik nahêle ku Erdalo birî. Çi cara go dixwaze birî, pizik wek kevirekî kuna wî digre û dibêje”STOPPP”, derketin qedexe ye!

   Werhasilî kelam, heger ew pizik bi selametî hat jêkirin ji xwe Xwedê da erdalo. Na heger pizika me serhişkiyan bike û nehêle bê jêkirin, ji xwe wê Erdalkê me bibeice û berê xwe bide cem bavê xwe ismet Inonu û xelas!

Ma îcar ev ne ehmeqî ye!

Hecî Berdûş-30/08/07-Ruha- Xuyaye hinek insan yan wek “ehmeq” ji dêya xwe çêbûne û yan jî mejîyê keran xwarine. Kuro ma di vê heyamê de kes bi meşê diçe Hecê? Naa! Balafir hene, gemî hene, trimbêl hene, ker û qantir hene, û nebû nebû deve hene. Meriv li tiştekî siwar dibe, diçe heca xwe dike û vedigere mala xwe.

   Lê xuyaye hay û bayê Receb Yildiz ji van tiştan tuneye û ew di dema esheban de dijî. Mêrik rabûye buxçik û xurcika xwe avêtiye ser pişta xwe û bi meşê berê xwe daye hecê. Dibêjin derbasî Sûriyê, ji wir derbasî Urdunê û ji Urdunê jî tam di 52 rojan de xwe bi tir û fisan gihandiye Siûdî Erebistanê. Di 52 rojan de 1815 kîlometro rê meşyaye. Lê rebeno xwêsîya wî di qirika wî de maye, di sînorê Siûdî Erebistanê de vîze jê xwestine û ew bernedane hindur. Rabûye bi otobozê polî poşman vegerîyaye mala xwe û li ser terîya xwe rûniştiye.

   Erê kuro, mêrik bê vîze berê xwe dide hecê û dibê qey bexçê bavê wî ye wê xelk wî berdin hindur!

   De bixwe haaaaa efendî! Erebên qûnmezin bi xêra tewafa hecê salê bi milyaran dolar qezenc dikin, ma xulamê bavê te ne te belaş bera hindur bidin qardeşim! Pere bide pereeeeeeeeeee, tewafa belaş nemaye brakooooo!

 

Dev ji şerê latînî berde, ji xwe re

li kereke bê qoş bigere kaka!

 

 Hejarê Amedî-29/08/07-Kurdistan-Êrîşên li ser kurmancî û nivisandina bi tîpên latînî ji hemû hêlan ve berdewame, carna hinek bi zanistî dixwazin şer bikin û hinek jî xwe li bin qoşê didin. Wek mînak Muhsin Ciwamêr!

   Ciwamêr nivisandina bi tîpên latînî rexne dike û dibêje ku ew nikare bersiva nivisandina rast bide ji ber hin tîpên kurdî di latînî de tunene û mînakên pir xerîb dide. Mînaka herî balkêş li cihekî dibêje ku kurdên bakur xoş wekî hoş bikar tînin û li cihekî din dibêje ku tîpa x li şûna tîpa GH →    ya erebî tê bikaranîn.

   Mîna xezal û xewar . yanî bi cihekî dibêje x tuneye û li cihekî din mînaka x dide . (Bixwînin)

 

Hay ji destê xwe hebin!

 

Minminîk Selîm-29/08/07-Çîn- Nexweşîya înternetê ji kişandina cixarê xerabtir bûye û ji insanan re bûye wek êşa mirîşka. Go meriv let ser înternetê, mero wek şîrêzê pê ve dizeliqe û ji ber ranabe.

   Werhasil, li Çînê, bajarê Çengdû, zilamê bi navê Jîan Mîng dibe nexweşê înternetkafê û wextê nabîne ku bi jina xwe He Lîng û zaroka xwe ve dakeve. Wan ji bîr dike û înternet ha înternet.

   Rojek, du roj, sê roj, mehek, du meh, êdî jina wî He Lîng hew debar dike. Şevekê radihije bivirekî û dibê „ya allah“ û destê mêrê xwe di ber de jêdike. Jêdike da ku mêrê wê hew here înternetkafê.

   Îcar heyran bi Xwedê û Pêxember, ez ditirsim rojekê jinên me Kurdan jî rahijin bivir û birrekan û destê me nivîskar û lotikvanên înternetê jêkin ellahwekîl!

   Kuro lawo em nema karin razên yaw! Serê sibê rabe înternetê veke heta go melê sibê bê ellah û ekber!

   Hûn bi qedrê Xwedê kin, niha jinên me destê me jêkin ne heqê me ye lo, wîî!?

 

Textorên Tirk paşûpê tehlîlan dikin

 

Şahînê Serhedî-28/08/07-Ezerom- Me dîtiye û bihîstiye ku di tehlîlên nexweşîyê de xeletî hatine kirin, lê ne bi vê ecêbê. Kesî dîtiye ku textorek rabe bi xeletî lingê saxlem şêke? Naaa! Îcar ling haa, ne tilî û pêçî!

   Werhasil, xalê me Erol Yeşîlbax ji ber êşa lingê xwe ê çepê diçe Nexweşxana Zanîngeha Tip a Atatirk a Ezeromê û serî li textoran dixe. Piştî tehlîl û kişandina flîmên çîmên wî (paq-hêt), textor biryara jêkirina çîma wî a çepê didin. Werhasil, wextekî didin xalê Erol û jê re dibêjin:”Filan rojê were emê çîma çepê jêkin û te ji vê êşê xelas kin”.

   Roja emelîyatê tê û xalê me Erol dikeve bin kêr û birrekên textorê nexweşxanê. (Bixwînin)

 

Xwe çirvirandiye, pekkkk!

 

Rozê-27/08/07-London- Keça dîplomatê derkenarê Tirk Denîz Goren, (navê wê ê sexte ye, newêre navê xwe ê rastî bêje) daye dû karwanê xweçirandinê, bê hed û bê hesab lotik li xwe xistine.

   Hem jî lotikên kê hûn zanin ? Lotikên zilamên ji xwe mezintir! Xanimê bi xiyarên xortên naşî qayîl nebûye û hema çi zilamekî qirase û temenmezin dîtiye kişkişandiye nava nivînê. Hem jî zilamên sosyete û payedar haaaa, offffffff !

   Ji xwe incex zinêkarîya bi vî awayî layiqî keç û jinên Tirkan bin ellahwekîl !

   Werhasil, Denîz Goren ji 17 salîya xwe ve li Londonê jîyaye û keça dîplomatekî Tirk e ku niha 77 salî ye, derkenar (teqawît) bûye û tir di qûnê de nemaye. (Bixwînin û derbên keçên Tirk bibînin)

Xwe li namûsa hespên CHP ceriband, ma dora Denîz Baykal

Polat Erdem-27/08/07-Izmîr- Dibêjin rojekê Endamê Meclîsa Beledîya Kûşadasi Gurol Tûrhanê ji partîya CHP, dîtiye ku du hespên wî windayî ne. Radibe bi nas û dostên xwe re li hespên xwe digere lê nabîne, û hema xeberê dide cendirman.

   Ber êvarî Gurol efendî dibîne ku hespek wî vegerîyaye axur û maye yek. Piştî sê rojan radibe dîsa li hespê xwe digere û dibîne ku dengê hespekî ji pişta mala wî tê. Gava nêzîkayê lê dike, dibîne ku hespê wî ye, herçar lingên wî hatine girêdan û li erdê vezilandîye.

   Radibe xwe vedişêre û dixwaze zanibe bê kê hespê wî dizî ye. (Bernedin)

 

Nifirên dêya wê porê wê dirêjtir kir

 

Aro-26/08/07-Swîsre-

Dibêjin hingî dêya wê nifir lê dikir û digot „Weyla porê te gur bûyê“ û her nifir lê dikir porê wê jî dirêj dibû.

   Vê jinikê gotiye: « Mêr û jinên Kurdan yên ku porê wan diweşe, bila bên ezê bi deynê xwe hinek por bidim wan » filan û bêvan...

   Yaho ku porê wê wilo dirêj be, gelo wê porê derek din çend metro dirêj be? Xwedê alîkarê mêrê wê be û hew….

   Bi telaq, we dît rojekê rebenê mêrê wê di nav por û rûvê wê de nebedî bû û hew bi ser rêya malê vebû, wîî !

 

Şengalê

 

 Azad Hecer-25/08/07-

Erê Şengalê, erê birînê

çi hate serê lê

kîjan bêbavî ev nifir

li tekiribû

   Şengalê....

Qey bar nedibû çavên

ezman ku te bi aştî bibîne,

ma ka ew sê hezar hêlînên te,

ka çûk û dê û bavên wan,

kanî ew 700, 800 gulên te

tu nizani?

   Tenê zani: Bîhna mirinê tê,

xanî hilweşiyane û kew firiyane

birîndar bi hezarane...

Û tu, hey xwedê here xwe bikuje

bennê gunehê xelkê Şengalê

bavêje hustiyê xwe û xwe bikuje

mebêje ez heme...(Bixwînin)

 

 

Dijî ”Mutabaqata Malikî û Erdogan”,

Mutabeqeta netewî ya Kurd û Kurdistanê

 

Ji nav dijminên sûndxwarî yên Kurdistanê, organîzator dijmin dewleta Turkîyeyê dîsa ve dest bi entrîka û desîseyên xwe kir. Serokwezîrê Iraqa Federal Nûrî El Malikî vexwende Ankarayê û “Mutabeqeta antî Kurd” pê da îmza kirin!.

   Turkîye heta gewrîya xwe di nav planekî xwûnî û qirêj da ye beramberî xelkê Kurd û Kurdistanê. Ji milekî Îran û Sûrîyeyê dijî xelkê Kurd organîze dike, li milekî agirê terora li nav Iraqê gur dike, terorîstan organîze dike, bi çek dike û bi sedan xelkê sivîl pê dide kuştin, li milekî operasyonên herî xeddar pêktîne li bakura Kurdistanê, li milekî jî hemû kartên xwe yên polîtîk, dîplomatîk û leşkerî li ser prosesa referandûma Kerkûkê bi kar tîne ku referandûmê bide betal kirin. (Bixwînin)

Xwe ji hevalên qelew dûr bixin

Leyla Barîn-24/08/07-Zanîngeha Harvard- Di vê heyamê de qelewî bûye nexweşîyek bi serê xwe. Zarokên vê heyamê bi xwarin û vexwarinên hazir û bi bandora hormonên di nava xwarinê de qelew dibin û wek meşka koçeran dinepixin. Ev xeterîyek ji ê pêşeroja insên e.

   Werhasil, li gora lêkolîna ku li Zanêngeha Harvardê çêbûye, dibêjin hevalên qelew bandorek mezin li meriv dikin û gava meriv bi hevalên qelew re bigere, di nava wextê de meriv jî dibe wek wan. Profesorê Harvardê Nîcholas Chrîstakîs dibêje:” Qelewî wek vîrûsê belav dibe. Gava meriv bi heval, nas yan dostekî xweyî qelew re bigere, ew vîrûs derbasî meriv jî dibe. Meriv bi temaşekirina xwarina wan tamijkî dibe û dixwaze wek wan zêde xwarinê bixwe. Îcar divê hûn hay ji heval, dost û nasên xwe ê qelew hebin. Bi hevalên zirav û zeîf re bigerin” filan û xeftan.

    Îcar hûn zanin gelî xwendevanên Lotikxanê....Heger hûn dixwazin qelew bibin û zikê we bê ber devê we, ji xwe re heval û nasên qelew bibijêrin. Na heger hûn dixwazin wek tayê rihanê zirav û bejintenik bin, kesên çerm û hestî bikin dost û hevalên xwe.

   Ji me gotin û li we kirin. De yellaaaaaaaaa!

Were Lotikxanê keçko!

Abdullah El Kurdî-23/08/07- Filistîn- Piştî derket holê ku di xwîna Yaser Arafat de vîrûsa HÎV a AÎDSê derketiye, cîh ji jina wî Suha xanim re nemaye û felek lê geriyaye. Dibêjin xwedêgiravî Suha xanimê xwestiye bi yekî ji malbata serokê Tûnisê re bizewice û hetta navbera wê û bûrayê serokê Tûnisê pir xweş bûye û çend carî lotik jî avêtine hev. Ji ber vê jî ji Tûnisê hatiye qewirandin û lotikek paşûpê xwariye. Lê li gor îstîxbarata ku ketiye destê sîxurên Lotikxanê, tê gotin ku sedema qewirandina wê ne tenê zewaca bi malbata serokê Tûnisê re, lê herweha qûnektîya Yaser Arafat e jî. (Bixwînin)

 

s© lotikxane 20-02-2006