Mai 31, 2012

Monat: Mai 2012

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off

Tiliyên bi taya jibîrkirinê ketine

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ka ji min re bêje…  tu bi qedrê xwedê kî… xwedayê di dilê te de dijî… çawa xwe fêrî hatinên poşmaniyê bikim ? çawe ev kewên li ser dilê min difrin fêrî melevaniyê bikim ? çawe lehiyê fêrî sebir û hedanê bikim ? ka bêje min ?  ez xatir xwestina te bi kîjan pînosê binvîsînim? […]

Du proje, heman şorbe

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Erê welle, pirsa Kurd nemaye, bi vekirina TRT6ê pirsa Kurd qediyaye û tenê pirsgirêkên hemwelatîyên Kasimpaşalî  Receb hene. Serokwezîrê Tirkên sererd û binerd sayin bejindirêj Kasimpaşalî Receb, vê carê  pirsa PKK û Kurdan ji hev cuda kir û nexist xurcikekê. Li gora Erdogan, pirsa Kurdî nemaye, pirsa Kurdî bi vekirina TRT6ê û çend lotikên germik […]

Dewar û siyaset?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Kasimpaşalî Receb ev dewarê xwedê ji ku anîye, ji ku dîtiye û kiriye wezîr nizanim, lê dewar îdrîs Naîm Şahîn efendî niyeta dilê xwe pir vekirî eşkere dike. Niyeta wî çiye? Dijminatîya Kurdan e! Birastî ez wî û lotikên wî pîroz dikim. Kurê kerê xwe venaşêre, bi gotin û daxuyanîyên xwe rasterast li çavên awira […]

Gelo Fethûllah beg ji bo çi digrî?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 11
1-) Ji mêranî ketîye, li ber xwe dikeve… 2-) Pere di misilmantîyê de nemaye, dixwaze derbasî xiristîyanîyê bibe, lê xiristîyan wî qebûl nakin, lewma… 3-) Xwe li ber dilê Kurdên kêmaqil şêrîn dike, da ku bi wan vede… 4-) Dilê wî ketîye karxezalekê, lê dilê wê karxezalê jî di yekî din de ye, lewma jî […]

Anarşîzm jî temam, ma faşîzm

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Di nav me Kurdan de du xet, du rê kêm mabûn. Anarşîzm û faşîzm. Va anarşîzm jî ava bû, ma çi? Ma faşîzm. Kurdên sosyalîst û kominîst hene, wek ax û xwelîyê ne. Kurdên dîndar û ummetçî ji xwe bê hed û hesab in. Sosyalîzm û ummetçîtîyê malik li Kurdan bir mîratê, Kurd kirin dûvik […]

Tîma Kurdistan û mesela xalê Emîn

  • by
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Cara yekem bû, emê li lîztika tîma netewî ya Kurdistanê li ser ekrana TV  bi zindî temase bikin. Berzanê min (7 salî) ala Kurdistan amade kiriye û bê sebir em malê hemû li hêvîya destpêka lîztikê ne. Welhasil, lîztikê dest pê kir. Dema tîma Kurdistan gol avêt em hemû ji kêfa re ji cîh rabûn […]

KURD KEDHERAM IN !

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Di kavilê gundan de şevên zivistanê suhbet  gelek caran li ser  defîneyê (gencîne) ye, behsa  kûpikên tije zêr dikin. Behsa peykerên zêr dikin. Xiyalên wan mezinin, çavê wan li dewlemendîyê ye. Îcar di derheqa defîneyan de gelek qewlik û çîrok jî tên vegotin. Dibên “ Di her defîneyê de sêhr (efsûn) heye, ku hat dîtin […]

Bavê petrol û gazê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Hevpeyvîn li gel Prof. Nadir Nadirov   Nadirê Kerem ango Akademisyen û Profesor Nadir Nadirov. Ew li seranserê dinyayê, yek ji navdartirîn zanyarê petro-kîmyayê ye. Nadirov Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazakistanê ye. Ji sala 1993’yan ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazakistanê ye. Nadirov xwediyê van […]

Xalê me Fehmî jî di nav xeyalên me de mîzt

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Heta niha me digot qey tenê PKK naxwaze ji dewleta virqo veqete. Me digot qey tenê PKK û MKK Kurdistanek serbixwe naxwaze. Lê em dibînin ku hahoooooooo, ne ew tenê ne bavo, tew çawîş û başçawîşên HAK-PAR ê jî dibêjin „Kurdistanek serbixwe xeyal e, em naxwazin ji Tirkiyê veqetin“ filan û jehr û ziqûm. Me […]

Erebên qûnreş lotikek li me xist

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Kêfa me hat, me go tîma Kurdistanê ket nav tîmên navnetewî û ji alî FÎFA ve hat pejirandin. Piştî ku tîma Kurdistanê 3 gol xistin Morîtanya û doxîn ji wan şemitand, li beramber Filistînê jî 1 û 1 pata man, kesî doxîn li kesî sist nekir û kêfa me hat, me go de xem nake. […]

Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Em kurd in, serbilind in, ji her tiştî baş fêhm dikin û her wiha weke bayê bezê, ji bilî kurdbûna xwe jî entegreyî her tiştî dibin… Heke na, fermo werin em bi hev re şore bikin!… Ji xwe kurd berî Adem û Hawayê hebûne, lewma jî Adem û Hewayê jî kurd in. Dema ku mirov […]

Kî bi zarokê xwe re bi Kurdî diaxive?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ew kesên ku dibêjin em siyasetmedar û rewşenbîrên vî gelî ne û bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin, ew durû, ne durust û ne paqij in. Agirê dojehê jî wan napejirîne. Ew ne Kurd, lê kujerên Kurdî ne, kujerên zarokên xwe û pêşeroja vî gelî ne Roja Cejna Zimanê Kurdî, li bi taybet dayikên […]

Fîlmê Meş li Almanya di sînemayan de ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Fîlmê Meş ku li Festîvala Portakala Zêrîn li bajarê Antalya ê Tirkiyê 4 xelatên sereke wergirtin û li gelek festîvalên navetewî di warên cuda de hate xelatkirin, êdî li Almanya dikeve sînemayan. Fîlmê derhênerê Kurd Shiar Abdî MEŞ, bi serlîstikvaniya Selamo û Abdullah Ado ji 24 Gulanê û pê ve li Almanya dikeve sînemayan. MEŞ, serpêhatî […]

Evîndarî

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Yek caran peyvek dikare wateyên gelekî mezin di xwe de bi cih bike. Yek caran pirtûkek nikare wateyekê bide famkirin bi meriv. Yek caran wêneyek dikare şibakeyekê li ber meriv vebike û perspektîfekê bide meriv. Bi rastî jî vî wêneyê li jorê dema min nû dît min bi qasî nîv saetekê tenê li vî wêneyê […]

Heta ez li jiyanê bim, ezê pêşmergeyê Kurdistanê bim

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
50 sal pêşmergeyatî Di jiyana min de 20ê Gulanê bîranînek  şewqedar e. Berî 50 salan û di rojek wekî îro de, ez bûm pêşmerge. Ev bîranîn timî ji bo min çavkaniya şanaziya herî mezin e. Min 20ê Gulana 1962an li geliyê Bêxme peywendî li gel baregeha Barzaniyê nemir danî û bi fermî çûm nava rêzên […]

Xalidê me lotikek pîroz avêt

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Nivîskarê me Xalidê Hekarî piştî xebatek dûdirêj û bêhempa pirtûka xwe ya bi navê „Ji dermanxaneya siruştê zerzewatên şîfadar“ derxist û serê me bilind kir. Belkî li bakurê Kurdistanê cara yekem be pirtûkek bi Kurmancî, bi zimanekî sivik û zelal, bi zimanekî rêk û pêk û li ser gîha, pincar, nebat, zerzewat û fêkîyan tê […]

Qûş li xwarzêya xwe qetandin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
De werin û li hunera cewrikên dêlika Asenayê binerin.. Li bajarê Samsûn ê, du brayên bi navê (V.A-27 salî û O.A ê 28 salî) bazdidin ser xwarzêya xwe S.D a 17 salî (keça xwîşka wan), wê diçirvirînin û namûsa wê dikin pîvazek xirabe. Piştî ku xalên S.D keleşkofên xwe di xwarzêya xwe de vala dikin, […]

Destdirêjî di xwîna wan de heye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Xuyaye destdirêjî û tecawizkirin di xwîna wan de heye. Hûn dev ji xelkê normal berdin, heta bi dîplomatên wan jî destdirêjîya namûsa xelkê dikin û bazdidin ser wan. Li Namîbyayê karmendek ji yên balyozxaneya Tirkiyê (E.M) di Otêla Hîltonê de destdirêjîya jinek Afrîkî kir û qûş lê qetand. Jinika ku li otêlê pakijî dikir, raserî […]

Nasnameya Tirko li xalê me Anter nehat

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Kurê nivîskar û ronakbîrê Kurd Mûsa Anter, Anter Anter (67) piştî 43 salan nasnameya Tirkiyê wergirt û ji kêfan re da lotikan. Lê xuyaye nasnameya dewleta Tirko li xalê me Anter nehat û ji wî hez nekir. Êêêêêê, dibêjin ê go here masîyan delinga wî şil dibe qurban. Ji alîyekî de jî xalê me Anter […]

Têmûrê Xelîl, kurê Xelîlê Çaçan Mûradov û Eznîva Reşîd

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Têmûrê Xelîlê Çaçan, yek ji rojnameger-nivîskar-wergêrên şareza yê gelê Kurd e. Jiyana ku sala 1949-an li Yerevana Ermenîstanê di nav malbateke rewşenbîr de destpê kir, vê gavê li Swêdê berdewam dike. Têmûrê Xelîl ji sala 1997-an ve li bajarê Stockholmê dijî. Xwendina xwe ya bilind li ser fizîk-matematîkê kiriye û di navbera salên 1974-1977-an de […]

Dinya ji kesî re namîne

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, bela kesek dilê xwe bi dinyayê xweş neke û nebêje ezê her û her mîr û wezîr bim. Mîr jî dibin kizîr û kizîr jî dibin mîr û wezîr. Wextekî zarokên xalê me Qeddafî di nav zîv û zêran de, di qesr û bircan de dijîyan. Şîrê şêr di eyarê şêr de dihat ber […]

Çûçik û Teyrên Kurdistanê -5

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
(Diyarbekir- Deşta Gewra- Gundê Kêylikê) ————————————————– Çûçika zer (zelole) / Kara başlı çinte / Black-headed bunting / Emberiza melanocephala   Tatilbarik / Karabatak / Great cormorant / Phalacrocorax carbo   Qarît-barît-sûsik / Bıldırcın / Common quail / Coturnix coturnix   Şeşxapînok (şivanxapinok) / Çobanaldatan / Nightjar / Caprimulgus europaeus   Werdeka serkesk / Yeşilbaş / […]

Haşimî lotikek li Mamo xist

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Wek hûn zanin, Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî, ji ber zilm û gefên Nûrî Malikî reviya û hat li Tirkiyê bi cîh bû, bû koçer û penaber. Dema ku li Kurdistanê bû, serok Barzanî xwedî lê derket, ew parazt û ew radestî qûndeyê Malikî nekir. Ji ber vê, Haşimî rêzek mezin ji serok Barzanî û helwesta […]

Dizê malê ji malê ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Serokwezîrê Iraqê û potînalêsê Îranê Nûrî El Malikî diz derket. Hem jî dizekî qerase, dizekî ji Saddam Hisên mezintir. Nûrî Malikî van demên dawîyê bi dijwarî êrîşî hikûmeta Kurdistanê û serok Barzanî dikir, ew wek diz û gendel bi nav dikir û digot ku „sextekarîya herî mezin li Kurdistanê tê kirin“. Lê piştî ku serok […]

Ziman, giyan û kurdperwerî…

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Kurd heta kîjan radeyê giyanparastî ne? Di siyasetê de ziman nasname, di perwerdeya zanistî de giyan e. Qedexekirina serdestan ji zimanê kurdî re ji ku derê tê? Dema yek bibêje ez kurdperwer im, lê ziman girîng nebîne!? Partiya ku zimanê zarokên min neparêze, nûneriya zarokên min nake. Tirkbûn û erebbûna kurdên li Ewropayê ne gunehên […]

Kurdistan 3 Morîtanya 1

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Li ser bextê fitne û fesadên En qûnreş be, dibêjin pêşbirkên ku ji alîyê FÎFA ve tên amadekirin, li Filistînê tên organîzekirin. Li gora tê gotin, di nav van tîmên welatan de tîma Kurdistanê cara yekem cîhê xwe di nav tîmên navnetewî de digire û dest bi lotikan dike. Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin tîma […]

Yasînê me bû muzelix

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, ez bawerim belkî ev cara yekê ye ku Kurdek dikeve mûzeya bajarekî Almanya û jiyana wî, xebata wî dibe mijara rojeva Almanan. Lê tiştê ecêb û kesanedî ev e; xelk piştî mirina xwe dibin muzelix, Yasînê me jî bi saxî dibe muzelix.. Kurdê germik û nermik, kilê çavê Kurd, biyanî û Almanên bajarê Ludenscheîd […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
<iframe width=“370″ height=“270″ src=“http://www.youtube.com/embed/QKbWdZqy85g“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>

Cûreyên Vîtaminan – 1

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Vîtamîna A Vîtamîn  A ya ku di kezeba me de tê depokirin, bedena me ji madeyên xuisardar û nexweşîyan diparêze.Di sîstema xweragirîn û çêbûna proteînan de bi bandor e. Di tevahîya organan de pêşketin, tamîr û mezinbûnê hildigire ser xwe. Ji bo çerm, hestî û por gelek pêdivî ye. Her weha toşbîyê/ bezên tîmûs  ku […]

Bela Kurdên Kemalîst fedî bikin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
De ji xwe re li vî wêneyî, li vê hovîtî û segbavtîya dewleta dolheramên dêlika Asenayê binerin û bifikirin. – Lê binerin û Kemalîstên Kurd, ew kesên ku pesnê Mistoyê Selanîkî didan û digotin „tilîya wî di qetlîama Dêrsimê de tuneye, Mistoyê kor dostê Kurdan bû, Mistoyê kor mêrê dêya me bû, Mistoyê kor demokrat […]

Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li Binxetê (Rojavayê Kurdistanê), Hisko bi nav û deng bû, li gor ku xelk dibêjin, ma kî hebû ku ji wî neditirsiya! Dema navê wî dihat ser zimên, yê dibihîst ji sawa wî dilerizî û dibû terp-terpa dilê wî! Dibêjin xwedêgiravî lotikên wî gelekî dijwar bûn! Îca rojekê, li wan çol û riyên dora Topiz, […]

Evdilezîz efendî vê carê rast got

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Serekmiftîyê Siûdî Erebistanê Şêx Evdilezîz eî Şêx, vê carê destê xwe danî ser wîjdanê xwe û lotikek rasteqîn avêt der û dorê. Miftîyê ku her serê demekê fitûyek kesanedî derdixe û serê xelkê dike şorbe, vê carê şorba xwe baş keland, xwê û rûnê nivîsk pê dakir û got „Bi şeş telaqên bê fitû, sedema […]

Kasimpaşalî vê carê dîn jî xist nav xetên sor

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Serokwezîrê Tirkiyê cîgerim Erdogan, vê carê dîn (ol) jî xist nav xetên sor. Erdogan ê ku di mijara Kurdî de çend lotikên germik û nermik avêtin û rê ji televizyonên wek TRT6 re vekir, îro agir ji devê wî dibare û ketûber xelkê dide ber lotik û zîtirkên xwe. Kasimpaşalî yê ku heta niha digot […]

Tê derxin

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Tê derxin û çewalek nîsk qezenc bikin. Hûn zanin, şorba nîskê di jiyana Kurdan re rolek girîng digre, di nav xwarinên Kurdî de xwedîyê cîyekî taybet e. Ji ber vê, me çewalek nîsk kir xelat. Îcar tê derxin: Gelo Mûrat Karayilan cercûrê demançê li ser çi vala kiriye? 1-Li ser kîvroşkê 2- Li ser rovî […]

Parêzerên Kurdistana azad

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Kesên ku hikim li asîmanan dikin, karin hikim li erdê jî bikin. Welatên bê balafir û firoke wek teyrên baskşikestî ne. Lê şikir ji yezdanê pak re, va Kurd jî bûn xwedîyê balafiran û ala rengîn li asîmanan dineqişînin. Ev wêne nîşana welatek azad e, nîşana nêzîkbûna serxwebûna Kurdistanê ye.

Serok Barzanî û rola wî

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Di Rojhilata Navîn de du pirsgirêkên mezin, du pirsgirêkên ku serê dewletên herêmê û dinyayê dêşînin hene. Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Filistîn. Her çiqasî mesela Filistînê heta berî çend salan gavekê li pêşîya mesela Kurd bû û di qada navnetewî de di rêza pêşîn de bû jî, lê îro mesela Kurd zêdetir di rojevê de […]

EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
 Memedê Goyî  li bajarê Culemêrgê  tacirek berbiçav e. Demên şoreşgerî mode bû guhkên wî jî di nav şoreşgeran de xuya bû. Li rex xanîyê wî bi qasî 80 mitroyan çargoşe depoya qunberan/ dînamîtan ya dewletê  hebû. Pîştî rakirina depoyê cihê wê vala ma. Memed wê depoyê ji bo taxa xwe dike mizgeft/camî. Dema artêşa Emerîka […]

BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ku mirov kengî kal û pîr bû ew çax hewcedarî hevûdu dibe. Mêr an pîrek  kîjan bimire, jîyan  ji yê din re dibe dojeh. Bi tenê mayîn weke darek bê pel e, weke teyrek bê ref e.      Apê Zahir hevjîna xwe winda kir, bi tenê ma. Demek dirêj li ba kurên xwe rûnişt, dît […]

Hezkirina keça êzîdî

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Ji zaroktiya xwe di dema şahî û dawetan de ji mezinan ev gotin bihîstiye: ‘‘Şikir roja îroyîn re. Qîza êzdî kurê êzdî distîne, kurê êzdî qîza êzdî distîne. Şikir roja îroyîn re…’’. Min fam nedikir. Meraq jî nedikir: ev çi gotin in û ji bo çi tên gotin. Ka ev çi şabûn e. Ji bo […]

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
<iframe width=“370″ height=“270″ src=“http://www.youtube.com/embed/pBYAj5aVK10“ frameborder=“0″ allowfullscreen></iframe>

Haydê PÎK, rabe ser xwe weke DÎK!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Bismîllahirrahmanirrehîm… Dibêjin Partîya Îslamî ya Kurdistanî PÎK li ber avabûnê ye, rêber û serwerên wê di nav xebatek bêhempa de ne, bi şev û roj dixebitin û dest bi lotikên Kurdistanî kirine. Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Amedê be, dibêjin li ser navê PÎK ê kekê me Parêzer Sitqi Zîlan peyivîye û kêm […]

Dewlemendîya Klamên Kurdî

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Dîlok; yanî stranên dîlanê an jî ji stranên dawet, merasîm û reqsê re tê gotin. Stranên reqsê, di şahîyan de tên gotin. Stran bi gelemperî dema ku lîstik tê kirin bi awazekî tê gotin. Dîlok, bi awaz û bi tevgerîyên fîgur û lîstîkan e. Di şahîyan de  ewilî mirovekî dilîze dibêje, paşê  mirovên din  dubare […]

Herdu lotikvan di Dunya TV de ne

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, lotikvanên me hunermend Brîndar û siyasetmedarê Kurd Yasîn Kut, di 04.05.12, êvara Înê seet di 21.20 ê Ewrûpa û 22.20 ê Tirkiyê de derdikevin Dunya TV. Li gora saloxdanên sîxurên me, wê herdu qeraseyên zilama di Dunya TV de behsa rewşa Kurdên sererd û binerd bikin, bi stran û galegal Dunya TV bihejînin. Ê de haydê, […]

Sofîyê me lotikek xweş avêt

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Li ser bextê ajansa ANF û lotikvanên wê be, dibêjin Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPGê kekê me Nûredîn Sofî, lotikek bêîman li Fethûllah Gulen û misilmantîya wî xistiye û berê Kurdan daye îslam û misilmantîya Qadî Mihemed û Mistefa Barzanî. Sofîyê me, ango Nûredîn Sofî, bi dîn û îman sûnd xwar ku misilmantîya Fethûllah Gulen […]

Îbretî alem!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Comments Off
Belê, keç û xortên Kurd ji bo berjewendîyên hinek alîyan, ji bo armancên pûç wek Demokratîk Cimhûrîyet û Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn, ji bo têkbirina xewn û xeyalên Kurdistanek serbixwe û azad tên şehîdkirin, tên kujtin û qetilkirin. Aha ji we re nimûneya herî baş a bratîya Kurd û Tirkan, bratîya virt û vala, bratîya […]