H.Belê

Di Qamî Nimaj

F.Devliken

Tirko û

rêvî

B.Ronahî

Îrada sîparîş

L.Şêxo

Şer û Gudî

A.Dûran

Tirrkîî

Z.Osman

Miletên eerzan

S.Acar

Pirsên ji meraqa

Qosarî

Qaçax

Çay

B-Tosin

Padî

şahê

S.Îloz 

Tirşika şaredar

        

Lotikxane

Xaltîka Fatê-27

Xwerist

Tenduristî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

Çi kesê ku ruhê netewayetî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike...M.Mistefa Barzanî...            Medya ///   Arşîv
           
 

Di Qamî Nimaj

 

Hesê Belê-09/04/09-Amed-

Derûdorê camîya Pîle yê Dîyarbekirî de zaf însanê tamaşey estî. Yew cinêr zî ê merdiman ra beno ke sereyê ey de şaşike esta û erdîşa ey derge bena. Ê ke temaşa kenî, vanî qey alimêko pîl o.

   Cinirê ma, rojêk nêreseno nimajê taştereyî (nêmrojî) ser. Bê ey sewbîna însanî zî nimaj ra erey manenî û semedo ke alimêke maneno ti ra vanî:

- Ma rê nimajê taşterî bike, yanî ma tabiê to bî. >>>>>

 

Ezzeydî dest pê kir, Hindî didomînin

 

Raca Xan- 08/04/09-Hindistan- Piştî ku rojnamevanê Iraqî Muntazir Ezzeydî pêlava xwe avêt serokê Amerîka Georg Bûşh û tirr têde kirin fis, solavêtin bû mode û li dinyayê belav bû.

   Niha jî Hindîyên me dan dû moda pêlavavêtinê û dan zîtirkan. >>>>>

 

 

Hernêêêêê, vê fersendê bernedin!

 

Pornocî Kemal- 07/04/09- Lotikvana berdîberdayî, bedewa doxînsist Mîscha Barton, ev demek e dev ji hevalê xwe berdaye û bê xiyar û tirozî maye.

    Îcar xanimê ji kovara FHM re gotiye:”Ez bi doxîn, devdeling û binkirasê xwe sûnd dixwim ku ev demek pir dirêj e min sex nekiriye. Hema bêjin min lotik ji bîr kirine ha. Bi xêr û selamet kengî ku min xiyarekî li gora cacîqa xwe dît, ezê têkevim ser dilê wî û tirra jê berdim, heyfa çend salan jê hilînim” filan û fîstan.

  Îcar xortino, xwelîliserno, va Mîscha Barton li xiyarekî taze û qeşartî digere qerdeşim. Bilezînin berî ku hinek din têkevin dora tenûra wê.

  Ji min gotin, piştre nebêjin em di xew de mabûn ha...

Mirina Zimanekî’ 21’ê nîsanê li Stenbolê ye!

Lîstika nivîskarê binavûdeng û xwediyê Xelata Nobelê Harold Pînter ya bi navê “Zimanê Çiya” ku ji aliyê Mehmed Uzun ve boKurdî hatibû wergerandin û helbesta Mehmet Uzun ya drêj a bi navê “Mirina Egîdekî” bi navê “Mirina Zimanekî” biKurdî li Stenbolê derdikeve pêşberî şanohezê Kurd. >>>>>

 

 

ÎRADA SÎPARÎŞ NAXWAZIM

 

B.Ronahî-31/03/09- Di 29 03 2009an de  hilbijartinên herêmî çêbûn. Êêêê, ma hilbijartin  bê pêkenok dibin?  ji Kurdan DTP û HAK-PAR ketin hilbijartinan.

    Hak-parê çi şaredarî bi dest nexistin. Lê DTP  piranîya şaredarîyên Kurdistanê bi dest we ve anîn. Lê li navçeya Xelfetî ya serokê wan Ocalan, DTP şaredarî winda kir.

    Welhasil, piştî hilbijartinan du heval hev dibînin. Yek ji wan raya xwe daye CHP, yê din jî daye DTP. >>>>>

 

 

Kurdsat e, yan Turksat e?

 

 Bazê Qendîlê-30/03/09-Kurdistan-

Katjimêr dehê vê êvarê, dema nûçeyên Kurdsat-ê, nûçeya pêşî li ser hilbijartinên Tirkyê bû. Nûcebêj bi telefonê, li ser rewşa hilbijartinê, ji Bahroz Gelalî pirsî (nûnerê Y.N.K, li Enqerê).

   Di wê hevpeyvîna telefonî de, pêre wêneyên hilbijartinan derdixistin. Ya balkêş û seyr ew bû ku tenê wêneyên Erdoxan û Gul derdixistin, ellawekîl tê bigota em li ber Turksat rûniştîne, yek wêneyê Kurdan jî dernexistin kuro…..>>>>>

Hay ji xwe û goştê sor hebin

Vegetaryan Xibşê- 29/03/09- Hûn zanin, evan textoran aqilê xwe xwariye ellawekîl. Bav û kalên me heta bi 90-100 salîya xwe goştê pez, ew goştê bi bez dixwarin û tew nizanîbûn bê textor û nexweşî jî çine. Lê îro? 

    Îro jî textork mextorkên go çend prtik mitik xwendine dibêjin:“Eman eman goştê sor nexwin. Bi telaq kesê goştê sor bixwe wê bi qanserê bikeve û dilê wî/wê bê „gurmmmmm“ û ji hev belawela bibe“ filan û fîstan. Yanî, textor dibêjin goştê pez û dewêr, goştê sor nexwin. Zikê xwe bidin ber goştê mirîşk û masîyan. >>>>>

 

-------------------

Serê şêxê me jêkirin

Sofî Brahîmê Garisî- 27/03/09- Şevê din min xewna Şêxê xwe Şêx Evdirehmanê Garisî dît.

   Şêx Evdirehmanê Garisî, diçû şoreşa Çiyayê Agirîyê û li nêzîkî bajarê Wanê hinekan serê wî jêkirin û wek diyarî dan qeymeqamê dewletê.

    Şêxê min di xewnê de hawara xwe digihand min û digot:“Sofî Brahîm, bêje canfedayên Lotikxanê bila heyfa min hilînin, qatilê min qûnekekî Erebê Sêrtî ye. Bidin dû wî û vê tirrê ji wî qûnekî re nehêlin hawarrrrrr“ û hawara xwe gihihand pêşmergeyên Lotikxanê. >>>>>

Mala xwedê ava, Omerî jî bûn xwedî kitêb

Şêxbat- 26/03/09- Nisêbîn- Li ser bextê gundî û corkarîyên Omerya be, dibêjin nivîskarê Omerî Şerefxan Cizîrî pitûkek 5 weqî li ser eşîreta Omerya nivîsandiye û tirr ji meselê berdaye. Navê wê jî kiriye „Omeriya Mirsom“.

   Erê me Omeriya fêhm kir, lê qerdeşim ev Mirsom çiye law? Mirsom, Mirsom, Mirsom, hella hellaaaaaaa, hema bi telaq nehat bîra min! Law gelî Omerîno, li ser hersê telaqên we be, we ji vê gotina Mirsom çi fêhm kir ka hûn nabêjin?  >>>>>

Bakoyanî lotikek li Clînton xist

Konstantîn Kurdokolos-25/03/09- Atîna- Wezîra derve a Yewnanistanê xanim Dora bakoyanî, lotikek li wezîra derve a Amerîkayê xanim Hîllary Clînton a germik û nermik xist û dawa wê li serê wê pêça.

   Bakoyanî di derbarê mesela Kibrisê û du dewletbûnê de guhê Clînton xanimê kişand û got:“Binere haaaaa, lingê xwe li gora lihêfa xwe rade û behsa du dewletbûna Kibrisê meke, piştgirîyê mede Tirkên Kibrisê. Yan na, bi her sê telaqên Îskenderê mezin, emê nehêlin Tirk lingên xwe bavêjin Yekîtîya Ewrûpayê û emê rê li ber endametîya wan bigrin“ filan û fîstan.

    Li ser bextê sîxurên Qesra Spî be, dibêjin piştî vê lotika Bakoyanî, Clînton xanim kerr û lal bûye û tobe kiriye ku behsa Kibrisê û du dewletbûna Kibrisê bike. Rast û derew li ser bext û namûsa gundî û cîranan be rebbî….

Mizgîn li te karwan giha

 Mahir Berwarî-25/03/09-

 Dê bila li dinê soz pirr heban, di nava dila xem tuneban

 Tev girnijîn, bişkuj veban, çek û zêr û bomb çi neban

 Wê dilberê dil li min sot û kiwînên xema bû min vedan

 Li vê dinê perîşan bûm, çi rê bo min êdî neman >>>>>

Min pê derxist, zû mirîşka min bişînin...

Newêrekê Mêrxas-24/03/09- Bakurê Kurdistan. Dinime îmanime, min pê derxist ku apê me Kemal Burqey çima dikene.

   Sedema kenê wî ev e: "Xwe bi xwe dibê, hey gidî dinya! Em ji kur hatine kur! Demekê me bi dizî û nihênî agirê Newrozê dikir û dema em dihatin girtin, iskence li me dikirin û 14 sal ceza li me dibirrîn, niha jî bi melyonan Kurd derdikevin der û halko eşkera agirê Newrozê dikin. Ji vê jî ya sosrettir, ev cewrikên dêlegura Asenayê radibin bi çakûçan li hesin dixin, agir dikin û herwekî yên ku em li ser Newrozê dixistin hevsê, ne ew bûn..."

   Ez xelata xwe zû dixwazim, ewil nîv mirîşka min bişînin û yên din piştre... Silav.

 

Tê derxin:

Kemal Burkay bi çi dikene?

 

23/03/09- Gelo siyasetmedarê Kurd kek Kemal Burkay bi çi û ji bo çi dikene? Heta niha me nedîye Kemal Burkay keniyaye. Gelo li gora we sedema kenê wî çiye?

   Heçê tê derxe, emê kîlok pirteqal, nîv kîlo savara bi şeîre, mirîşkek nîvperitandî û nîv telaş pîvaza no bidin wan.

   De xwedê bi we re be rebbî....

Qûnekên me jî Newroz pîroz kirin. Bijî Qûnekîzm!

Gay Miho- 22/03/09- Mardînqapî/Amed- Belê, bi zimanê gawirkî dibêjin "Gay, Homoseksuel" û bi Kurmancîya gewrik jî dibêjin "Qûnek". Qûnektî ne şerm e û ne qebhet e. Ma piranîya padîşahên Osmanî ne "oxlancî" yanî qûnek bûn? Belê. Îro jî ew adet li dinyayê heye û her insan kefîlê xwe û qûna xwe ye.

   Welhasil, hingî dijminên me bi sedê salane bazdane ser me, qûn li me kirine çarox û ji xwe eyb e em behsa namûsê jî bikin. Ji ber vê, Kurd di vî warî de pir demokrat in.

   Binerin, di cejna Newroza Amedê de qûnekên me jî bi ala xwe derketin meydana şer û Newroz pîroz kirin. Ka ji vê demokrasîyê xweştir qerdeşim?

   Welhasil, bijî Newroz û bijî Qûnekîzm û hûn sax!

Surmelî Paşa jî ket nav karwanê lotikvanan

Polat Erdem- 22/03/09- Izmîr- ztikvan û lotikvanê Kurd, xortê porsipî Alî Surmelî, li bajarê izmîra xopan lotikek qirase avêt û tirr ji hinek Tirkan berda.

    Surmelî Paşayê me, di beşdarîya şahîya projeyekê de got:”Lan oxlim, dev ji wan çîrokên yek dewlet, yek dil û yek alê berdin. Ez alîgirê pirdengîyê me qerdeşim. Hûn bi a min dikin, werin em Dewletên Yekgirtîyên Anadolê damezrînin û xelas” filan û bêvan.

    Van gotinên Alî Surmelî tirr ji beşdaran berda û bû virqe virqe qûna wan, li xwe zor anîn. >>>>>

Dînime îmanime sayin başqan rast dibêje

Cilêtçî Mihê- 21/03/09-Amed- Mala xwedê ava, sayin başqan vê carê jî bi parêzerên xwe re axivî, heta carek din xwedê kerîm û rehîm e.   

   Serokê Kurdên sererd û binerd sayin başqan Ocalan, di derbarê lotika Mam Celal û çekberdana PKK de lotikek xweş avêt û got: Na!

   Başqan Ocalan lotikek li Mam Celal xist û got:”Yaw qerdeşim, hûn çawa dixwazin PKK çekên xwe teslîm bike ha? Ka ma hûn çekên xwe teslîm dikin oxlim? Hema bi sê telaqan, roja ku we çekên xwe teslîm kir, emê jî çekên xwe teslîm bikin, ihii! Ma çekteslîmkirin karê zarokan e cîgerlerim, çek ji bo we çi be ji bo me jî heman tişt e, xelas!” filan û bêvan. >>>>>

 

SPING

B.Jîndar-20/03/09- Sping ji malbata beybûnan e. Di tibê de wek gîya û derman di rêza duyem û sêyem de cih digire. Herwiha di latînî de pir cûreyên wê hene. Lewre me li ser nivîsê herdû cûreyên lê tên nivîsîn.

    Kêm lêkolîn li ser spingê hatine kirin. Lewre jî li gor destkeftîyên xwe ezê bidim nasîn.

    Sping gîyayek biharî ye. Piştî berf dihele û baran dibare, di nav zevîyan de, li nav mêrgan û bedenan xwe bixwe ji erdê dipijiqe (şîn tê) . Belgên wê zirav bi qasî  5-6 cm dirêj dibin.>>>>>

Xeyalên me têk nebe Mamo!

Av.E.Dîlan- 18/03/09-Enqere- Mam Celal bi serdanekê hat Tirkiyê û silavek li bajarê Stenbolê jî kir. 

   Hûn zanin, mamê me siyasetmedarekî qirase ye. Di rojhilata navîn de kes nikare lingê xwe li lingê wî xe. Bi şarezatî û dek û dolabên xwe tofan û firtonê bi serê xelkê de radike. Yanî, polîtîkmedarekî temam e.  

   Ji bo hûn mamê me baş binasin, ezê serpêhatîya Kurdekî Sûrîyê ji we re bêjim.   

  Dibêjin rojekê mêvanek tê mala Kurdekî Sûrîyê. Dîkek wî tenê heye û dixwaze wî dîkê xwe ji bo mêvanê xwe serjêke. >>>>>

Lastîkên Newrozê 25 lîre!

Senger Îloz-17/03/09-Stenbol- Êdî cejna Newrozê jî weke cejnên Remezan û Qurbanê bû barek li ser pişta malbatên ku debara xwe bi gelek zor û zehmetî dikin.

   Ev bêkarî û qeyrana aborî ne bes bû cejna Newrozê jî rastî van rojên xedar hat. Xebero li Batmanê bûhayê lastîkeke kevnare bûye 25 lîre. Her ku Newroz nêzîk dibe jî ev bûha mîna dolar zêde dibe! >>>>>

Malperek ji bo Bêrîvana me vebû

>>>>>

Heta neket qulikê pêxember nehat bîra wê

Tecawizcî Coşqûn- 16/03/09-Stenbol- Lotikvan û doxînsista berdîberdayî Denîz Sekî, ji ber kişandin û firotina kokaînê ket hepsê û derpî jê şemitî.

  Denîz Sekî bi xwe jî nizane bê heta îro çend dozer û qirase di ser wê re derbas bûne. Lê lêkolîna ku min li ser kir, derxist holê ku heta niha 331 qirasê zilaman bera ser xwe daye û xanimê bûye çarox.

   Hûn zanin bê felsefe û slogana Denîz Sekî çibû? "Seks olmadan hiçbirşey olmaz".

Ango, "bêyî seksê tu tişt nabe" >>>>>

Xebatkarên kovara Mizgîn tirr ji dadgehê berdan

Ayşe Mizgîn- 15/03/09-Amed- Kovara Mizgîn, kovarek olî, Kurdî û Tirkî ye. Di hejmara dawîn ya 55. de, ji ber ku nexşeya Kurdistanê li ser qapaxa kovarê bû û babetên girîng tê de hatibûn nivîsandin, Dadgeha 4.ya Cezayê Giran biryara komkirina kovarê dabû û kovar hatibû berhevkirin.

   Li ser vê helwesta dadgeha dewletê, rayedar û xebatkarên kovara Mizgîn, derketin kolanan, daxuyanîyek dan û biryara dadgehê rûreş kirin, qûna dadwerên dadgehê dax dan. >>>>>

 

Aha pîlot ev pîlot e ellawekîl!

 

Antonîo Vega- 08/04/09-Roma- Berî 4 salan li girava Sîcîlya a Îtalyayê balafirek Tûnûsî ketibû û 16 kes têde miribûn.

   Piştî lêkolînek dûr û dirêj, derket holê ku pîlotê balafirê Şefîq Garbî, balafira xwe danexistiye balafirgeha nêzîk a Palermoyê û di şûna ku balafirê daxe û nebe sebeba mirina insanan, dest bi dua û selewatan kiriye û xwestiye bi dua û selewatan balafirê ji ketinê xelas ke.

   Pîlot Şefîq Garbî, xwe avêtiye bextê Xwedê û Mihemed û ji wan xwestiye ku balafir nekeve. Lê ne Xwedê alîkarîya wî kiriye ne jî Mihemed. >>>>>

 

Xwedê xêra wê qebûl bike rebbî

 

Firildeq Elî- 07/04/09- Stenbol- Van rojan Kurd zimanê Kurdî li ber dilê lotikvanê Tirkan pir şîrîn bûye.

   Berî bi çendakê lotikvana agirpêketî Ajda Pekkan devê xwe biribû anîbû û bi Aynûra me re stranek Kurdî gotibû. Piştre Îbrahîm Acises ê lehmecûncî jî telaqên xwe avêtibûn û gotibû ezê kasêtekê bi Kurdî derxim. Û niha jî lotikvana nêr û mê, Bulent Ersoy ket dora tenûrê. >>>>>

 

Piştî lempe vemirî û pêde

 

Tecawizcî Coşqûn- 07/04/09- Stenbol- Apê min Osê carê behsa xwe, zewaca xwe û bavê xwe dikir û digot:Dilê min di yekê de hebû. Lê rojekê min dît bavê min çûye bê haya min keçikek kor û bi çavekî ji min re xwestiye. Min ew keçik qebûl nekir û min got ez pêre nazewicim, bi çavekî ye.

   Bavê min rabû ji min re got:Wey kurê kerê, piştî te lempe vemirand û pêve, te çi ji çavê keçikê ye law“ û erza min şikenand“. >>>>>

TİRŞİKA ŞAREDAR!

Senger Îloz-03/04709-

Serokê Şaredariya navçeya Batmanê Kercosê Esat Öner, dîsa bi ser ket û bû şaredar. Öner, serfiraziya xwe jî bi Tirşikê pîroz kir! Wey hezar carî pîroz û bimbarek be! Lê ew herçiqas dibêje feodalî hilweşiyaye jî, bawer nekin û hûn tirşika xwe bixwin!

   5 hezar Kercosiyên ku miriyê tirşikê ne tevî goştê kelandî, savar û şêraniyê zikê xwe nepixandin. Herwiha dibêjin şaredarê me bi minasebeta dayîna tirşikê û mewlûdê axaftinek kiriye û tirr ji axa û feodaliyê berdaye. Şaredar gotiye;  “Êdî zihniyeta feodaliyê li navçeya me hilweşiya ye” filan û fîstan. >>>>>

 

Çavê qûnekên Swêd ruhnî be

 

Bjorn Bjornson- 03/04/09-Swêd- Çavê qûnekên Swêd ruhnî be û xwedê her roj xiyarekî taze bike qismetê wan rebbî.

   Dibêjin hikûmeta Swêdê biryara zewaca qûnekan daye û wê ji îro û pêde qûnek karibin bi hevre bizewicin û bi şev û roj ji hev derxin û têxin hev.

   Dibêjin piştî biryara hikûmetê, qûnekên Swêdî ev roja pîroz wek "Roja kê kir kê" êlan kirine û hema di heman rojê de qûn li hev qetandine.

   Welhasil, xwedê da qûnekan wesselam. Îcar hevdu diçirînin, diqetînin, dikin çarox ew û qiweta xiyarê xwe....

 

Eurominority.eu tirr ji dijminê Kurdan berda

 

03/04/09- Li Nexşeya cîhanê binerin û bibînin bê kurê ciwamêran çawa tirrê ji dijminê Kurdan berdidin.

   Eurominority.eu di nexşeya nû a cîhanê de Kurdistan di dilê dijminan de çikand û tirr ji wan berda. Hem ala Kurdî, hem jî nexşeya Kurdistanê ketin nav al û nexşeyên cîhanê.

   De xwedê xêra Eurominority.eu qebûl bike rebî...>>>>>

 

Necdetê me tirr ji Zîwerê Hebizbinî berda

 

Mîr Ronas- 02/04/09-Êlih- Bila kekê Nûroj Hebizbinî dilê xwe negre, lê bi sê telaqan me tirr ji Zîwerê me berda, ihii!

   Bila cîgerim Nûroj Hebizbinî nebêje Zîwer ji eşîra me ye, ji xwe gelek Hzbizbinîyan jî dengê xwe nedan Zîwerê Hebizbinî. Îcar yabo Necdetê me bû mîrê Batmanê û tirr ji derûdora xwe berda.

   Necdetê me qiraseyekî Timoqî ye û Timoqî li Êlihê meşhûr in wey.

   Welhasil, dawet ferikî û berbûk hetikî qerdeşim. A bi xêr…

   Hema ew kesê ku dengê xwe neda partîya me bila çarka jina wî li serê wî be û hûn sax. Amînnnnn!

 

The US is failing Iraq's Kurds

 

Ranj Alaadin-01/04/09-Guardian

Tensions between Baghdad and Kurdistan are on the rise.

   An attack on a Kurdish funeral that killed 30 in the disputed territory of Khanaqin provided a stark reminder to President Obama that all will not be well until the US plays peacemaker between age-old enemies, Arab Baghdad and the Kurdish north. >>>>>

 

DTP bêhn li herkesî çikand

 

Cemîl Cewher- 31/03/09-

Partîya Civaka Demokratîk DTP, di hilbijartinên herêmî de carek din bi ser ket û serokatîya 99 şaredarîyan bi dest xist. DTP 14 namzetên jin kirin serokê şaredarîyên xwe û ev di Tirkiyê û Kurdistanê de belkî jî rekorek e.

    DTP berî hilbijartinan ji hilbijêrên xwe dixwest ku ev hilbijartin bibe referandûm. Birastî jî bû referandûm, tirs ket dilê hinek alîyên dewletê û ji niha ve nivîskar û rojnamevanên Tirk tirsa dilê xwe anîn zimên. >>>>>

 

Malxezûran lê heram kirin

 

Mihemedê Sêrtî- 30/03/09-Sêrt- Malxezûranên Serokwezîr Erdogan, yanî bajarê Sêrtê, ket ber lotik û pehînên DTP û mamê me Selîm Sadak bû serokê şaredarîyê.

    Erdoganê ku digot “yan Amed, Batman û Dêrsim yan neman” malxezûranên xwe jî li ser kir û li ser dûvê xwe rûnişt. Birastî ez niha meraq dikim wê sayin Erdogan çawa û bi çi rûyî bê serdana malxezûranan?

   Li ser bextê fitne û fesadên Sêrtê be, dibêjin xwedêgiravî Selîm Sadakê me gotiye:”Min ev tirr ji Erdogan re nehişt. Malxezûran mabû wa min ew jî lê heram kir” û simbêlê xwe ba daye.

   Îcar sayin Erdogan bi helîkopterê diçe malxezûranan, bi kerê diçe, diçe naçe ez jî nizanim ellawekîl....

Dixwazin qûşê li dizan biqetînin

Hesen Keleş- 29/03/09- London- Diz û dizîtî bûye bela serê dinyayê. Her ku feqîrtî û belengazî zêdetir dibe, diz û keleş jî wek libên baranê hûrik hûrik dest bi kar dikin û malikê li gelek insanan xira dikin.

   Di vê dizî û lotikên neinsanî de ter û hişt pevre dişewitin. Dewlemend kêm lê dîsa çi dibe li malbatên feqîr û hejar dibe.   

   Dewlemend bi alarm û kamerayan mal û serweta xwe diparêzin, lê feqîrên me jî zêr û perîn xwe dixin qul û kewêran û dibin goka nav lingên diz û keleşan. >>>>>

Barbaros beg tirr ji Tirkan berda

Tecawizcî Coşqûn- 28/03/09-Stenbol- Modesazê tirrek Barbaros Şansal, ji rojnama Akşam ê re lotikên kesanedî avêtin û malik li Tirkan bir mîratê.

 Barbaros efendî çi bêje başe?

 Dibêje: “Li Tirkiyê ji %10 hevzayend (qûnek û lezbîyen) in û ji %80 jî meçhûl (kes nizane bê çi mexlûqat) in". Yanî li gora Barbaros beg, zilamekî saxlem di Tirkiyê de tuneye. Yan qûnek in û yan jî kes nizane kî ne, ji ku ne û ji dola kê ne.

    Ma îcar derew e qerdeşim? Ka lê bikolin, heger piranîya rayedar û erkanên dewletê ne doşirme, çeqilmast û şorbe bin ez bi tiştekî nizanim, ihii!

   Lê min meraq kir lo sayin Barbaroso. Tu ji dola kêyî oxlim?

 

Di gora wî de gûkim

 

B.Ronahî-26/03/09- Xortek gundî barê kerê xwe bi fêqî û dikakan dadigire ü berê xwe dide bajarê Sêrtê. Barê xwe li nêzîk dikanek Sêrtî datîne.  Di navbera seetekê de piranîya tiştên wî tên firotin. Dema dikandarê Sêrtî dibîne tiştên yên gundî hatin firotin, dixwaze fêhlekê li wî bike û parên wî jê bistîne.

   Yê Sêrtî ji xort re dibê: Ka were brazî, ka were. Tu kurê dostê min î. Ahh emê ew navê wî çibû loo, li ser zimanê min e yaw!

  Xort dibê : Ebdila.

  Yê Sêrtî. Erê erê Evdila , ew çi mirovê baş bû. Ew bava te çi dike emê?

Xort: Bavê min çû rehmetê. >>>>>

Dengê te gula aştîyê ye

Bazê Qendîlê-26/03/09-Kurdistan

Ev deng e, deng e, deng e

Ne şer e, ne jî ceng e

                Dengê hilbijartinê

                Rengek ji serkeftinê

Kurdê bi rûmet û şan

Gavê bavê bi pîvan…!

                Bîst û nehê Adarê

                Bêhna gulên buharê >>>>>

Leglegên me tirr ji Muhsîno berdan

Legleg Beg- 26/03/09- Serokê Partîya Yekîtîya Mezin (BBP) û qesasê qetlîama Kurdên Meraşê Muhsîn Yazicioglû, piştî ji bajarê Yozgatê bi helîkoptera xwe bi firê ket, tîmên taybet yên Lotikxanê „Leglegên Canfeda“ êrîşek întîxarwarî birin ser helîkoptera wî û di encama êrîşê de helîkoptera wî xistin û qûn lê kirin çarox.

   Helîkoptera Yazicioglû di çiyayên navbera bajarên Meraş û Yozgatê de ket û li gora sîxurên me dibêjin, Yazicioglû giran brîndar e û derpî dagirtiye. >>>>>

Hunermend Şeyda xwe li Almanya danî

>>>>>

Kerxaneyên Almanya jî ketin ber lotikên bohrana aborî

Kerxanecî Sulo- 25/03/09- Berlîn- Kerxaneyên Almanya ketin ber bohrana aborî û dest bi xizmeta “fîftî fîftî” kirin. Ji ber ku bohrana aborî tirr ji zilaman berdaye û bêkarî zêde bûye, kerxane jî bê mişterî mane û haşa min hizûr qehpikên kerxanan jî bê pere û bê xiyar mane.  

   Welhasil, niha van kerxaneyan xizmeta xwe daxistine nîvê heq. Meselen di navbera seet 10.00- 16.00 de her tişt di nav de 70 euro. Alastin, mijtin, masaj, tilîavêtin, nerm û germkirin, xistin û derxistin, qamçîkirin, di dev de mîztin, welhasil hema bêjin her tişt lo.

   Îcar qerdeşim, heçê ji tirşika jina xwe aciz bûbe û pê virikî bûbe, ev fersendek baş e. 70 euro û ne tiştek... Simsarîya min ji bîr nekin haaa....

Li Kurdistanê şerê Homo Erektus, Habîlus û Qendîlus !

 Xencer Miço-24/03/09- Gelî lotikvanino, di van rojên dawiyê da min li ser bingeha xwe û ya Kurdan lêkolînên qirase çêkirin ellawekîl.

   Niha hûn ê bêjin, cîgerim ew bobelat ji kîrê kê ket yaw? Lê nezanî û xizanî pismamên hevdu ne sayin gurçiklerim. Ê helbet hun ê bi vê nezanî û xizaniyê hew qîmeta vî tiştî fahm bikin.

   Lê cîgerlerim mesele ji meseleya Eyşika Lotikxanê û şorbeya nîskê germik û nermiktir e ellahime kîtabime. >>>>>

Newroz tu hatî

Seydayê Arî- 20/03/09-

 

Newroz tu hatî bike civat
Newroz tu hatî bi kêf û
xelat
Newroz tu hatî bi kar û
xebat
Newroz tu hatî berî
rohilat
Newroz tu hatî
dîroka welat               

             Agirê te kêşa tim li lat û zinar
             Bi hatina te xweş dibe bihar
             Bi roniya te namîne êvar
             Bi te dixemilin nêrgiz û tev dar
            Newroz tu hatî tim ji bo me pisar
>>>>>

HAK-PARê li Agirîyê lotikek qirase avêt

Kezebşewityo- 22/03/09- Agirî- Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Agirîyê be, dibêjin Partîya HAK-PARê li Agirîyê lotikek bêîman avêtiye û daye bin dûvê hemi kesî.

   Di pankarta HAK-PARê de wêneyê Şêx Seîd, Xalitê Cibrî, Seîdê Kurdî, Ihsan Nûrî Paşa, Seys Riza, Ehmedê Xanê, Elîşêr û Zarîfe xanim wî hebûn.  

   Ne tenê pankart, lê sloganên HAK-PARê jî Kurd û Kurdistanî bûn û sloganên wek "Bijî Azadîya Kurdistan" û wekî din.  >>>>>

Newroz

Serhad Bapîr-21/03/09-

Ez dızanım ku

Baskên me şıkestî

Çar aliyên me xêrnewaz

Û dek û dolab ın.

                  Ez dızanım ku

                  Çawa ku me kır

                  Wusa jî em nıkarın

                  bıbın serî. >>>>>

Artêşê jî dest bi lotikên nermik kir

Firildeq Elî- 20/03/09-Stenbol- Dewleta Tirk piştî dît ku ewê nikaribin Kurdan bi asîmîlasyon û înkarkirinê binerd bikin, îcar mecbûr man hebûna wan, ziman û çanda wan qebûl bike û hêdî hêdî, nermik û germik gavên xweş davêje.

   Serokwezîr sayin Erdogan bi vekirina TRT6 û qebûlkirina zimanê Kurdî lotikek qirase avêt. Niha jî vekirina radyoya Kurdî di dora tenûrê de ye. Îcar nizanim ne wê nanê tenûrê jê derkeve yan nanê şikeva.

    Welhasil, Serekerkanîya Artêşa Tirkiyê jî rabû lotikek “Nevruz” kî avêt û bi afîşên xweşik û rindik nejna Newrozê pîroz kir. >>>>>

MADDÎ TEMEL

B.Ronahî-20/03/09- Du welatparêzên Kurd li derveyî welêt cîranê hev in. Yek ji Ruhayê, yê din jî Cûlemêrgî ye. Herdu jî bi malbatî di heman tebeqa avanîyê de rûdiniştin û avdestxana wan jî bi şîrîkatî bû.

    Yê Ruhayî her roj îsotên tûj di firnê de sor dikirin û xurînîya xwe pê dikir. Dema çûba avdestxanê jî bi seetan tê de dima. Yê Cûlemêrgî diçû li derî dixist, lê yê Ruhayî ji avdestxanê dernediket. Ji ber hindê jî, yê Cûlemêrgî zêde ji yê Ruhayî aciz bibû. >>>>>

 

Mêhdîyê me ket xweparaztinê

 

20/03/09- Siyasetmedar, weşangêr û nivîskarê Kurd Mêhdî Tanrikûlû, li himber Dadgehên Tirkiyê ket xwepataztinê û şûrê xwe ji kalên kişand.

   Kekê me Mêhdî Tanrikûlû niha di kozik û kemînê de ye û destê wî li ser qebda şûrê wî

ye. Xweparaztina xwe di kozika şer de nivîsandiye û ji me re şandiye.

   Ê de bixwînin. Heçê nexwîne jina wî jê berdayî be û xelas, wîî! >>>>>

Îsotên Ruhayê qûn li Çînîyan qetand

Çang Çîng Çong- 18/03/09-Pekîn- Heta niha min digot qet îsotên Ruhayê tenê ji bo ava îsotan û çîxkofteyê tê bikaranîn. Lê min nizanîbû ku nav û dengê îsotên Ruhayê heta bi Çîn û Maçînê jî belav bûye û tew bûye tirsa dilê şofêrên Çînê.

    De li kerametên îsotên Ruhayê binerin û bibînin bê îsotên Ruhayê çi tînin serê şofêrên Çînê, çi tirr û fisan ji wan berdidin.

    Li Çînê herêma Çongçîng ê, polîsên herêmê ji bo ku şofêrên trimbêlan di xew re nerin û li ser dîreksiyonê ranekevin, îsotên tûj ji ewên Ruhayê didin şofêran û qûnê li wan diqetînin. >>>>>

Êdî bes e

 Selah Mihemed- 16/03/09-

Em westiyane,

Kabokên me sistbûn

 û fisiyan

Em nema karin,

Rahijin xwe

Barê me girane

Hestiyê me riziyan

 

Êdî bes e em westiyan >>>>>

Helebçe yar û evîn e

Bazê Qendîlê-16/03/09-Kurdistan-

Şanzdê Adarê, serê buharê

Ji nîro pêve, ta ber êvarê

     Firokên dijmin li ser te geryan

    Tawan mezin bû, tawanek giran

Ji ezman dihat, bombe bêjimar

Li jêr xwe bajar, dikir tarûmar

    Ewqas bi kîn bû, dijminê xwînxwar

    Dibû ejdeha, dibû şêt û har >>>>>

Çîrokek ji welatê taristanê

Silêman Azer-16/03/09- Li welatê tarîstanê rojane çîrokin gelek balkêş û awarte ji çîrokên cîhanê û mirovan diqewimin.

   Ev jî çîrokek e ji wan çîrokan û di demên bê de heger me derfetin dîtinin, em dikarin gelek çîrokan ji we re bêjin.

   Dem:7.3.2009 bi şev.Cih:taxek ji taxên bajarekî ji welatê taristanê. >>>>>

Pisîka xêr û bereketê

Pişo Miheme- 08/04/09- Serokê Amerîka xalê me mîster Barack Obama, piştî têra xwe lotik li parlamenter û serokên partîyan xistin, berê xwe da Muzeya Ayasofyayê.

   Dı muzexanê de Reşoyê me û Serokwezîr Erdogan rastî pisîkekê tên. Radibin yeko yeko bi pisîkê şa dibin û destê xwe di ser serê pisîkê re dibin û tînin. Ev firkandin ewqasî bi pisîkê xweş tê ku nav lingên wê şilopilo dibe û doxîn moxîn pêre namîne, sist dibe û dişemite.

    Welhasil, li ser bextê sofî û melayên muzexana Ayasofyayê be, dibêjin Reşoyê me ji Erdogan re gotiye:”Law Kasimpaşalî, ev pisîk li vê muzexanê çi dike oxlim, ev pisîka kê ye cîgerim?” >>>>>

 

Kutilk û meyira Kurdan tir ji xwarinên Ereban berdan

Seydayê Gerok- 08/04/09-Şama şerîf

Li gorî agahiyên ku bi dest me ketin, xwedêgiravî li Zanîngeha Şamê pêşbirka xwarinê li dar ket.

   Her komek ji xwendekaran xwarinek amade kirin.Komek ji xwendekarên Kurd tev li pêşbirkê bûn û dest bi lotikan kirin.

Kurdan biryar dabû ku divê hinek xwarin amade bikin ku kalikê Ereban jî ne xwaribin.

J   i ber wilo wan jî kutilk û meyira Kurdî amade kirin û derbasî pêşbirkê bûn. >>>>>

Okazyon...Werin miletên erzan û bê xwedî

Z.Osman-07/04/09- Mêrik û jina xwe herdû kawik bûn, şevekê jinikê şîret li mêrik dikir û wisa bi hevre dipeyivîn.

   jinik: Kuro tu çima perê xwe bi derewa li ser tiştên vala davêje, ma dendik û fisteq wê ji mere çi bikin rebeno, ev zikê te tu çi berdê têr nabe. Bes e maleve, dev ji çilekiya berde û were em hinek pere ji xwe re veşêrin jibo rojên tengasiyê bi kêrî me bên ha, wîî! >>>>>

 

Tê derxin:

Reşo li çi dinere?

 

07/04/09- Gelo li gora we Serokê Amerîka Barack Obama, yanî Reşo, li  çi dinere û çi difikire? Çima çavê xwe ji sing û berê jnikê dernaxe?

   Heçê tê derxe emê qutîkek boyaxa reş bidin wan. Hûn karin bi wê boyaxê xwe wek Reşo bineqişînin, xwe reşo-meşo bikin û hetta xwe bikin wek golkê beş.

  De yella, Îsa û Mûsa li pişta we be rebbî.....

Reşo hat Tirkiyê    

  

>>>>>  

 SÎYABO

 B.Jîndar-04/04/09-

Sîyabo li çîyayên bilind, bi helîna befrê li bedenên wan çîyan, ji nav axê xwe bixwe dibişkive. Heta dawîya gulanê jî li gor rewşa çîya û helîna befrê tê berhevkirin.

   Bejna wê 70- 120 cm bilind dibe. Belgên wê pir parçe ye û bê pûrt e. Kulîlkên wê  zer in. Ew jî ji malbata helizê ye, lê ne heliz e. Tiştekî cudatir e û wek helizê  li her deverê çîyan hêşîn nabe.

   Dema buhar tê, ew jî wek gelek nebatan digehe hewara belengaz, feqîr û jaran. Ew jî wek gelek pincaran hem wek derman hem jî wek xwarin û pêxwarin tê xebitandin û dikeve nava penîr. >>>>>

Mam Celal got: Na kaka!

Cemîl Cewher- 03/04/09-Hewlêr- Mamê Kurdên sererd û binerd Mam Celal Talabanî, di serdana Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul de lotikek li PKK xistibû û zikê xwe firkandibû.

   Xwedêgiravî di serdana Bexdayê de Abdullah Gul gotibû „Kurdistan“ û Mamo jî dabû bin dûvê PKK û gotibû:“Na kaka, nabe! Yan çekên xwe radest bikin û yan terka Iraqê bikin. Destûra Iraqê rê nade hêzên biyanî ruhekem“ û dabû lotikan.

    Welhasil, di vegera xwe de Abdullah Gul înkar kir û got:“Jina min ji min berdayî me min behsa Kurdistanê nekiriye qerdeşim“ û xwedî li gotina xwe derneket. >>>>>

 

Ergenekonê daye bin dûvê Mislimo jî

 

Mislim Nûrcî- 02/04/09- Bedlîs-  Muslum Gunduz tê bîra we newilo gelî xwendevanan? Serokê terîqeta Acizmendî lo, ewê ku di ser fadîme şahîn de hatibû girtin ha, hat bîra we newilo? Ok. Tê bîra we tê bîra we canim, ma kesê ku Fadîme Şahîn a germik û nermik dîtibe ji bîr dike canim, na.

    Welhasil, dibêjin yek ji Serokên Qûnekên Ergenekonê Tûxgeneral Levent Ersozê qatikê riknê milletê Kurd, zilamekî xwe xistiye nav terîqeta Acizmendîyê û kiriye zilamê destê rastê ê Muslum Gunduz ê rîhdirêj.

   Xwedêgiravî Levent ersozê kurê dêlê ji zilamê xwe re gotiye:“Lan oxlim >>>>>

 

 

HAK-PARê şoreş kir

 

Cilêtçî Mihê- 31/03/09-Amed- Partîya HAK-PAR cara yekem ket hilbijartinan û şoreş kir. Li ser bextê esrarkêşên Xançepekê be, dibêjin HAK-PARê di hilbijartinan de 23-24 hezar deng stendiye û per û bask pêve çêbûne.

   Bi ellawekîl ev ji bo HAK-PARê şoreşek qirase ye. Ma di vê bohrana aborî û siyasî de 23 hezar ray hindikin qerdeşim? Na na, heta çar salên din bi xêr û selamet wê HAK-PAR rayên xwe duqat zêdetir bike û bike 50 hezar.

   Yaw ma hema yekser bi serokatîya şaredarîyan çêdibe babam, wîî! Divê berê HAK-PAR ji muxtaran dest pê bike û hêdî hêdî xwe bighîne serokatîya gund û bajaran cîgerlerim.

   Bi xêr û selamet, ezê çar salên din xwe ji partîya HAK-PARê wek namzetê muxtarîyeta taxa Xançepekê deynim. Heçê ji niha de raya xwe nede min jina wî jê berdayî be û xelas!

 

Çûn heyfa bavê tiştekî din li ser kirin

 

Av.E.Dîlan- 30/03/09-Enqere- Hema bêjin hilbijartin qediyan û encamên hilbijartinê eşkere bûn. Hem AKP û Erdogan û hem jî DTP û Turk nîvmirî ji hilbijartinê derketin.

   Sayin sermezin Erdogan bi sê telaqan sûnd xwaribû ku ewê Amed, Dêrsim û Batmanê ji lotikvanên DTP bistînin û ji ber vê jî bomba xwe ya atomê “Quto” yanî Kutbettîn Arzû kir namzetê  şaredarîya Amedê. Lê Qutoyê me di bin de ma û nikarîbû bi wê bejna xwe ya qutik zora Osman Baydemîrê me bibe, xwe li ber lotikên Osmanê me negirt û zirtînî jê hat.

     Welhasil, Erdoganê me Amed, Dêrsim û Batman nesitend, lê bi ser de Wan, Igdir û Sêrt jî li ser kir û di ser re hat. >>>>>

 

Xweş xebere lê me ne bawere

 

Pornocî Kemal- 29/03/09- Lı ser bextê zinêkarên Hollywoodê be, dibêjin lîztikvana agirpêketî, nermik û germik, xwedîya xelata Oscarê Kate Wînslet, sûnd xwariye ku êdî li pêşberî kamerayê xwe tazî neke û hew seksê bike.

    Kate Wînslet, di hemi fîlmên xwe de bê sansûr xwe berdide çolê û bi heyecanek mezin sahneyên seksê dikşîne. Di fîlmên xwe de ewqas seksek xweş dike ku doxîn li meriv diqete, girêza devê meriv metrokê diherike û derpî şil û pil dibe, dibe av. >>>>>

 

Vê xelatê nerevînin

 

Ponço el Kurdos- 29/03/09-Lîma- Xanima Perûyî Claûdîa Pacheco, di 27ê mehê de li navenda paytext Lîmayê bêyî ku destekê ji tiştekî bistîne, 10 deqîqan li hewayê ma. Pacheco ya ku wek „prensesa Înka“ tê binavkirin, yekem jina Latîn Amerîkî ye ku bûye îlûzyonîst û li hewayê disekin.

   Îcar, Kurdê ku karibe wek xanima germik Claûdîa Pacheco 10 deqîqan bifire û li hewayê bisekine, emê şerwalek qedîfe, qutikek hevirmêş, nîv kîlo dendikên kundira û çewalek ard bidin wan. Hevîrtirş jî belaşşşşşş…..

    De Îsa û Mûsa li pişta we bin rebbî.

 

 

Aha ji we re siyasetmedarên herî seksî

 

Fernando Perez- 28/03/09-Madrîd- Li Ispanya bi rêya înternetê siyasetmedarên herî bedew û seksî hatin hilbijartin. Bi hezaran kes beşdarî ankêta siyasetmedarên herî seksî û bedew bûn û 55 siyasetmedarên jin yên herî seksî û agirpêketî hatin hilbijartin.

   Lê xwedê heye ha, gava ez çav li wan siyasetmedarên jin ketim, jina min li ber çavê min bû wek teniya binê beroşê û hew dilê min lê vebû. Jinên xelkê dibin siyasetmedar û dewletan bi rê ve dibin, jina min jî ji çêkirina eprax, kutilk, savar û şorba nîskê pêve nizane tu quzilqurtekê bixwe.

   Îcar ez çi xwelîyê li serê xwe û 101 bavê xwe kim gelî xwendevanan? >>>>>

Çi qirasê mêra ye kuro, pekkk!

Nûroj Hebizbinî- 28/03/09-Batman- Namzetê şaredarîya Batmanê ê partîya AKP Zîwer Ozdemîr, di televizyona Denge TV de lotikên qirase avêtin derûdorê.

    Zîwer Ozdemîr bi sê telaqên bê fitû sûnd xwar ku ew hem Hebizbinî ye û hem jî Kurdekî temam e. Zîwerê me got:”Bi sê telaqên jinberdanê, bi serê Îsa û Mûsa ez bi Kurdbûna xwe serbilind im. Hem Hebizbinî me, hem jî Kurd im qerdeşim.Ez û partîya xwe di mesela Kurd de samîmî ne û wek hinek alîyan xwe virde wêde nabin” filan û bêvan.
  
Welhasil, Zîwerê me xalis muxlis Kurd e. Ma ji xwe kesê ku Hebizbinî be û ne Kurd be nabe ha, ev ne li gora qanûna Hebizbinîyan e. Ji ber vê, du rayên min hene qerdeşim. Ezê yekê bidim Zîwerê me û ya din jî bidin DTP. Fîftî fîftî cîgerim, fîftî fîftîîîîî.....!

KURD Û HİLBİJARTİN…

Remzî Çakin-27/03/09- Ev du salin ku parlamenterên Kurd di meclîsa mezin a Tirkîyê de bi 20 kesan nimînandinek (temsilek) Kurdan dikin. Lê ango ew meclîsa demokrasîya gelan…û partîya ku îro îktîdar e, bi mêjîyekî nijadperest dijminatîyek mezin li himber wan parlementerên Kurd didomîne… Ev ji himber wan e, an jî, li himber Kurda ne…?

    Lê, ji hêla din, serokê vê rêxistinê  derdikeve himber gel û qala İslam û demokrasîyê dike… Ew gelê ku bi hezar salane din bin zumla nijadperestîyê de maye jî, ji wî re li çepikan dixin. Ez nizanim, ev totikê vî gelî çawa ewqas dilopî ye.>>>>>

KERENG

B.Jîndar- 26/03/09- Kereng jî wek gelek hêşînhatan (nebatan) hem jibo têrkirin, hemjî jibo derman di biharan de digehije hewara mirovên feqîr û ruhberên din.

   Kereng hêşînhatek bi kelem (strî) e. Di destpêka biharê de li çolan û bedenan xwebixwe li cihên axsist hêşîn têt. Belgên wê kesk û hinekî bi pûrt in. Bejna wê bi tîrane bi qasî 40 – 60 cm bilind dibe. Navtenga wê singane û zer e. Çiq û şaxên wê ji navtengê berjortir vedibin û bi stirîyan dorpêçkirî ye.

    Di mehên nîsan û gulanê de kulîlkan vedide. Kulîlkên wê spîzer in, bi stirî û pûrt in. >>>>>

 

Raya me ji xwedîyê kerê re ye

 

Remezan Bîngol- 26/03/09- Cewlik- Alternatîf û berberê Erdogan û Denîz Baykal derket. Zekî Borukoçîn.

   Zekîyê me dikandar e, li Cewlikê CD û kasêtan difroşe. Ê helbet ew jî dixwaze bibe namzetê şaredarîyê canim, ma heta bi mirinê kare zikê xwe bi firotina CD û kasêtan têr bike, na. Ma xelk can in ew bacan e? Na qerdeşim..

   Welhasil, Zekî Borukoçîn li kera xwe siwar hat, wêneyê xwe bi stuyê kerê ve daliqand û hat meydana şer, meydana propagandayê.>>>>>

Quto ha Quto…

Serdar Mirad- 25/03/09-Amed- Namzetê partîya AKP ê Amedê Kutbettîn Arzû, hevpeyvînek bi rojnama Akşamê re kir û bi hersê telaqên jinberdanê sûnd xwar ku ew ji Osman Baydemîr Kurdtir e û Kurdayetîya DTP qet naecibîne.

   Kutbettînê me bi sê telaqan sûnd dixwe û dibêje:“Ev çawa Kurdayetîye qerdeşim? Ev çawa nasnamexwestin e? Hem hûn Kurdên ji derveyî xwe Kurd nahesibînin û hem jî hûn dibêjin em Kurd in, ma Kurdayetî ev e cîgerlerim?“ filan û fîstan.

   Kutbettîn Arzû Amedî ye û ji ber ku rebeno bejna wî qut e di nava xelkê de wek „Quto“ tê naskirin. Helbet kesên ku jê hez dikin jî pir in ha, xwedê heye. Gava Serokwezîr erdogan hatibû Amedê ji xelkê re gotibû:“Li bejna wî ya qutik nenerin, bi sê telaqan wek bomba atomê ye“ û pesnê Quto dabû. >>>>>

Helîmeyî samanlixte bastilar

E.Kurdî. 25/03/09-Edene- Lotikvanê Kurd û wekîlê DTP Osman Ozçelîk, di pîrozkirina Cejna Newrozê de lotikên xwe avêtin derûdorê û li bajarê Edenê tirr ji dewletê berda.

   Osmanê me di derbarê Newrozê de got:”Bi sê telaqên jinberdanê Newroz a Kurda ye. Bi qasî misqalekê eleqa Tirkan û Newrozê bi hevre tuneye. Tirk tenê zanin “Oyneme şiqidim şiqidim” bilîzin û li ber strana “Lambaya puf de” zîtirkan bidin xwe. Ma Tirk û Newroz qerdeşim? Ew tenê zanin bêjin “'Halimeyi samanlıkta bastılar' filan û bêvan.

   Welhasil, lotika Osmanê me wek ayeta quranê xweş bû ellawekîl. Bi kinayî û kurtayî, Osman Ozçelîk “Tirklerî samanlikta basmîş kir” û hûn sax.

    Îcar di wê kadînê de çi anîn serê hev xwedê zane wesselam...

Tirşika Kurd1 ê

Kanîwarê Kezebreş-24/03/09- Silav xaltîka lotikvan

Bi sê telaqên jinberdanê ez ji te xeyidî bûm, lê bila xatirê xiyarên Mêrdînê û vê Newroza pîroz be.

   Ezê zêde dirêj nekim û serê te yê delal û tije mejî neêşînim. Mesela min, derd û mereza min li ser televizyonên Kurdî ye. Bi taybet ev televizyona Kurd1 heye ya, eva Kendalê me lo,  aha evê televizyonê tirr ji min berdaye û ez bi kanserê xistime.

    Ev tam 20 roj in ez temaşeyî vê quzilqurta Kurd1 ê dikim. Ez wek kesê go bi êşa mirîşkan bikeve, gêjomêjo bûme û hema her roj eynî tirşik e. Taştê eynî tirşik, firavîn eynî tirşik, şîv eynî tirşik û paşîv jî eynî tirşik. Yaw dilê min xeliya xaltîka Fatê! Ma tu şîretekê li lotikvanên Kurd1 ê naki xwedê jê razî? >>>>>

Weyla min çavê te xwaro Osman!

Pêxwasê Xançepekê- 23/03/09-Amed- Xwedê serokê me Osman Baydemîr ji me re bihêle rebbî. Bi ellawekîl Kurdekî temam, Kurdperwerekî qirase ye. Heval û alîgirê kîjan partîyê dibe bila bibe, lê ez zanim ku qunikreşekî temam e û Kurdayetî jê difûre.

   Welhasil, piştî pîrozkirina cejna Newrozê Serok Osman Baydemîr, bi cilên Kurdî pêşwazîya heyeta parlamenterên Awistirya kir û serê me bilind kir.

   Heyeta parlamenterên Awistirî, di serdana Baydemîr de kêfxweşîya xwe anîn zimên û gotin:”Jina me ji me berdayî be >>>>>

 

Şivan Herûwer got: Silav li qehremanê Îmralîyê

Bê şirove

  

Leyloka me jî lotikek li Mam Celal xist

Esrarkêş Ehmê- 22/03/09-Amed- Xaltîka me Leyla Zana, di cejna Newrozê de lotikên xweş avêtin dewletê û di ber re jî pehînek li serokkomarê Iraqê Mam Celal xist.

   Ji ber ku Mamo gotibû“Kaka ciyan, bi ellawekîl, bi serê Îsa û Mûsa kim, wê PKK çekên xwe teslîmî Amerîkîyan bike“, xaltîka me Leylokê jî lê hat xezebê û got:“Yahewlelwelaaaa, allah û ekber! Yaw Mamo, weyla xwedê Qubado ji te re hişto, tu çima gotina dawî pêşî dibêjî qerdeşim ha? Ma em Kurd aşiqî çekan e kaka? Kurd aşiqî azadîyê ne ruhekem, carek din gotina dawî pêşî nebêje“ filan û fîstan.

   Xaltîka me Leylokê piştre got::“Ez bi serê Mêhdîkê xwe kim >>>>>

Çend lotik ji Newrozê

Zinar Qelemşûr- 21/03/09- Stenbol- Talîya talî sayin Tirko qerdeşlerimiz Newrozka me kirin a xwe û tirr ji me û Newrozka me berdan.

   Newroza ku bi hezarê salane ji alî Kurdan ve dihat pîrozkirin, îro namûsa wê bûye pênc pere û Tirkan ew kirine “Nevruz”. Tew TRT1 ê di 20.03.09an de bi bernama Newrozê de digot:”Newroz cara pêşîn di 1920an de ji alî Mistefa Kemal Atatirk ve hatiye pîrozkirin”. Erê kuro! Kemal Atatirk û Newroz law? Weyla kerê min di qûna derewînan kute erê wele û hew, pek li van derewên bêsînor û 101 carî pek....Tew nemaye ku mêrikan bêjin “Atatirk Kawayê hemdem e” ellawekîl. Rojekê vê jî bêjin ecêbmayî nemînin qerdeşim.

   Malê bêxwedî çi tê serê wî? Dibe malê xezînê. >>>>>

 

 

 

Lotikxane 2006        lotikxane@hotmail.com