Aug 3, 2014

    Kategorie: Devliken Kelogirî

    Dem Diherike, Bi Demê Re Divê Însan Jî Biherikin…

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 2
    Di xortaniya xwe de ku hîna av di gunikê min de danewerivîbû, têra xwe serhişk, têra xwe Apoîst bûm. Çi nivîs, çi pirtûkên Apo diketin destê min, wek ayetên mizhefa reş min dixwend û lê diçûm. Roja ku bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonê dibû, wê şevê min nedihişt Şeytan jî bi min bikene. Tenê li […]

    Seadetê

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 0
    Seadetê bi rojî bû, lê wek wan bawermendên beradayî bêhna wê ne teng bû. Mijara me rojev bû, li ser rojevê em ketibûn qirka hev. Min digo heft, wê digo heyşt. Ji xweseriyê me dest pê kir, di xwelîseriyê re derketin em; ji federalîzmê me dest pê kir, di konfederalîzmê re derketin em. Em hatin […]

    Kurd û Ereb

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 1
    Birê min ê biçûk li Întercontinentalê dixebite. Du erebên qûnreş jî li hotelê dimînin. Her du camêr jî ka bîseksuel in, ne bîseksuel in nizanim,  di odeyekê de radikevin. Pir vexwarine û serxweş in. Piştî nîvê şevê birçî dibin û telefonî xizmeta odeyan (room service) dikin. Birê min xwarina wan li ser erebokê dike û […]

    Xwedê Teala Gotiye…

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 0
    Li gundekî Kurdistanê ku Xwedê ji bîr kiriye mala xwe lêbike, çend gundiyên îmana wan têr û tije û kamil, milê xwe didin hev û mizgeftekê lêdikin. Piştî ku mizgeft diqede bêgûman meleyek divê. Gundî dikevin mitalan û bi ser hev de diponijin. Jîrikê gund dibêje, bi telaqên bêfitû, ji Emerê Eyşikê çêtir tune. Du […]

    Ma Ev jî Hebû Gidî!

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Felît pif agirê çirê kir û bi dizî hat ket nav nivînê Peyrûza. Hayê Peyrûza ji bayê felekê tune, xurexura wê ye serî avêtiye xewê. Felît jî sincirandiye, agir bi doxîna wî ketiye. Ji paş ve xwe bi qûna Peyrûza ve zeliqand û xwe pê da; xwe lê boqand. Peyrûza tewşî xewê, çavên xwe vekirin […]

    Fêriz û Evdo

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 0
    Fêriz wergêr e, lê ji mirinê re nabe. Derewîn û ji Keslanê Bexdê Keslantir e. Bîst û çar saetan karê wî araq û doxînsistî ye. Lê nizanim çawa rojekê karekî pir tê ber destê wî û Fêriz di ber vî karî re nagihêje. Bi tena serê xwe nikare biqedîne. Xwediyê kar jî dilezîne ku zûka […]

    Daweta Dînan!

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 2
    Kurmancî zimanê dayika min e. Ez bi kurmancî ji dawa wê ketim. Di dawa wê de bi kurmancî mezin bûm; bi firê ketim. Stargeha kurmanciyê bû dawa wê,  lê bi firê ketim û ji dawa wê dûr ketim… Dayika min û zimanê xwe bi hev re pîr dibin. Û min ji xwe re zimanekî nûh […]

    E-Nameyek Ji Dergevanê Dinyaya Din Re

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 0
    Roja te bi xêr berxê mino; Ez Rihanê. Erê, navê min Rihanê ye. Vê sibê bêbavê doktor bilêta min birî û Xwedê bê erê, hefteya bê wek îro ez mêvana we me. Qurbana serê te bim, ricayeke xaltîka te ji te heye xwarzê. Emrê min nod û du sal in. Tenê bi tîpeke erebî jî […]

    Rastî Tahl e Lê Rast e!

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 5
    Heyranino! Destê xwe deynin ser ûjdanê xwe û bipeyivin. Lê ji kerema xwe re dema hûn peyivîn, bila dêvê jêr û devê jor cîh neguhere… Dema ez li nivîs û şîroveyên hin canik û camêran ku xwedêgiravî welatperwer in, dinêrim, dixwînim, bi xwe re dikevim şikê. Xwebixwe dibêjim gelo, Beşikçî Xoce dijberiya kurdan kiriye, ez […]

    Kurdîtî-Dînîtî!

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 1
    Emrê min nuh ketibû hîjdehan dema ji Mêrdînê hatim li Stenbolê cîwar bûm. Nuh ji huvdehan derbasî hîjedehan bûbûm… Xortekî çeleng, lihevhatî, piçekî li ber tava Kurdistanê qemirokî û piçekî jî fediyok bûm wê çaxê…(Lê nuha jî her çiqasî cîh cîh tayên spî desthilatdar bin, hîna jî hukmê tayên reş derbas dibe û dil her […]

    Tîrkî Vîrusa Kurdî Ye!

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 1
    Bi ya min, xebatên bi tirkî yên xwedêgiravî ji bo xurtkirin û geşkirina ruhê kurdayetî û kurdistanî, ji sûd û fêdê bêtir, zirarê dide ruhê kurdayetî û kurdistanî… Gelek canik û camêrên xwedêgiravî ji bo kurdayetiyê dixebitin, hewl didin, bi xebat û çalakiyên xwe yên bi tirkî, zirareke mezin didin binhişiya kurdayetî… Dibe ku di […]

    Ji Dîrokê Çend Mirinên Tirajîkomîk

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Tê gotin ku helbeskarê çînî Li Po Ay ê ku di sedsala heyştan de jîyaye, rojekê dihere ber çemekî û ziq li şewqa xwe dinêre. Piştî kêlîyekê ka bê çi tê bîra wî û çi hîs dike em nizanin, xwe nagre û dixwaze şewqa xwe himbêz bike. Mixabin himbêzkirina şewqê dibe dawiya emrê wî û […]

    Rastiya Çîroka Gêrîk û Çirçirkê!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 1
    Ji kerema xwe re çîroka gêrîkê û çirçirkê bes ji zarokên xwe re vebêjin û bila bes qûna gêrîkê rabe! Bi ya min gêrîk ji bo civakê zirar û xetereyeke mezin e. Hûn ê bibêjin çima? Ê çawa çima Xwedê ji we razî? Gêrîk ji sibê heta êvarî ne kêfekê dike, ne jî dibe sûd […]

    Kurd Kurdistanê naxwazin!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Kurd Kurdistanê naxwazin… Kurd derewa dikin… Kurd xwe dixapînin… Kurd bi xwe re dikevin nav nakokiyan… Dilê wan û zimanê wan ne yek in; dil bi hêlekê ve, ziman bi hêlekê ve dibeze… Ziman jî mîna kesayeta xwe ya durû, qûnde kirine. Ji hest û hîs û raman û mejî û dilê wan re berdevkiyeke […]

    Formula çareseriya birçîbûnê!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 1
    Min formula çareseriya birçîbûnê dît! Xizanî, nezaniyê; nezanî jî xizaniyê di xwe de dihewîne. Yanî bi gotineke din, her du têgeh bi hev girêdayî ne û hev xwedî dikin. Ji xizaniyê nezanî, ji nezaniyê jî niyhandineke heywanî difûre… Çi ye niyhandineke heywanî? Niyhandina ku ne huner, ne romantîzm, ne jî estetîzmê di xwe de dihewîne; […]

    Masaj – Firkandin

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Wek hûn zanin, Swêd bûye wek Kurdistaneke biçûk. Kurdê ku serê wî/ê ji ber pergalê diêşiya, lê dixist, berê xwe dida wir. Û Swêdê jî heta dawî derî û şibakeyên xwe ji kurdên siyasî re vekiribûn. Lê ji ber ku hayê rebenan ji dek û dolab û fen û fûtên kurdan tune bû, kurdên me […]

    Ziman û Ez

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Ji min re dibêjin, çima zimanê te ewqasî tûj û çepel û dirêj e? Dema min dest bi dibistana seretayî kir, temenê min pênç bû. Heya wê rojê jî, ji zimanê ku dêya min di malzaroka xwe de hînî min kiribû pê ve bi tu zimanê din nepeyivîbûm, min nizanîbû. Min di wê dinyaya xwe […]

    Ez di trafîqa Stenbolê nim!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    HELBEST Ji Taksîmê ketim basê û bas ber bi Mecîdiyekoyê ve meşiya. Ber êvarê bû, lewma jî tirimbêlek di qûna tirimbêlekê de trafîq bi meşa kîso diherikî. Sihûda min hebû ne şipiya bûm gidî. Yan na di wê trafîqê de bi şeref min ê pê bigirta… Li kêleka xanimeke bedew rûniştibûm, lewma jî ne xema […]

    Ji bo Seadeta Emîna Eshed…

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
        Yadê Çardeh salî bû dema dilopa eşqê dawerivî dilê wê. Bi ber bayê hestan ket di çardeh saliya xwe de. Dema bû bûk temenê wê ji tiliyên her du destan piçekê zêdetir bû. Nuh balix bûbû, ne zarok bû, ne mezin; ne keçik bû, ne jî jin… Di şeveke wek temenê xwe kin de […]

    ZİMAN

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Em kurd çi sosret û eceb in! Ya Rebî! Dema te aqil belav kir, kurd di xew de bûn, di guhê gê de garis diçandin an bi çavê dijminayî li aqil dinêrîn û li dijî aqil çalakî li dar dixistin? Bi çi diştexilîn? Bi çi mijûl bûn gelo? Dev ji kurdên kurdînezan berdin, kurdên kurdîzan […]

    Hêza Eşqê!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 2
    Min gava xwe avêt hundir, çi bibînim? Toprihana min a ku min bi kulmên hezkirinê mezin kiribû, stûyê xwe xwar kiriye û hêsiran digindirîne ser axê… Sar sekinîm, bêdeng û xemgîn! Negiriyam! Lê ez dibêm qey çend niqut hêsir dawerivî ser dilê min! Pir li ber toprihana xwe ketim, pirrr û pir û pirr. Bi […]

    Xewna Cîranê

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Tasa ava zemzemê di dest de, hêdî hêdî bir ber devê xwe Îdê. Devê xwe vekir ku vexwe, tas ji dest ket erdê… Bi qîrîn Îdê pengiz bû, li qûn rûnişt. Di nav xwêdanê de fetisîbû. Çend dua li pey hev rêz kirin û rabû çû mitbexê taseke av bi ser xwe de dakir. Sibê […]

    Ha ji te re yê min bi kar bîne!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Hecî Brahîm pezê xwe bi deyn dide Xalidê Bozikê heta salekê… Sal dizîvire û dema dana pereyan tê. Hefteyek derbas dibe… Du hefte derbas dibe… Mehek derbas dibe, lê deng û pêjna Xalido nayê. Hecî Brahîm hêrs dibe, nahletekê li çavê şeytên tîne (Jixwe kîrê kê li kê radibe berê xwe dide rebenê şeytên) û […]

    Eşqa Zimên!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 1
    Ziman, man û neman e! Kêsê xatir nedin zimên, ew ê bi ber bayê zemên kevin û bibin leylan… Heta şoreşa çekê veneguhere şoreşa zimên, em ê kurd tim parsek bin li ber derîyê zemên! Dem, dema aqil û zanînê ye, êdî bi teqteqokan dibe ku tu bedenan dîl bigrî, lê tu hew karî bibî […]

    Nûçeya Flaşşşşş!!!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Midûrê heywanxaneya Daricayê Muhitîn Balta, jixwe ji paşnavê wî jî dîyar e, bera jî balta ye û heta ji malbata baltayan e, ji nîyhandina heywên a li pêş çavan aciz bûye û serî li wezareta serokatîyê daye. Ji rêvebirên wezaretê xwestîye ku ji vê bêhawetî û bêedebîyê re hal-çareyekê bibînin û tirêneke gilî û gazin […]

    Xêrnedîyo!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Yekî mesîhî di ber sikratê de nalenala wî ye. Berî ku ruh jê here, ji tirsa qûnê dibe misilman û piştî dibe misilman kêlîyek derbas dibe nabe dibê tirt û dimre. Dîya wî li ber serê wî rûniştîye û lavlava wê ye him li xwe dixe, him digrî, him jî dûrikan dibêje: -Xêrnedîyo! Xêrnedîyo! Ne […]

    Evdo û Çend Bêhnikên Şadîyê

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Ez Evdo, Kurdê ne wek tu Kurdan, penaberê ne sîyasî. Ji ber zalimî û bêûjdanîya Xwedayê yekxwedayîtîyê hatime di Parîsa xopan re derketime. Di 16 ê Adara 1988 an de jîyan li min bû dojeh. Di 16 ê Adara 1988 an de dil û hestên min bi ber bayê jehra xerdalê ket û li ser […]

    Ji Çalakîya Taksîmê çend lotik

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Sirri Sureyya Onder bi dizîka çû Taksîmê, qûna xwe danî ser gîhayê parka Gezîyê û fisek pê de berda. Bêhna mîratmaya wê fisê mîna xerdala kîmyevî ya Sedam Hisên di hundirê bîst û çar saetan de li seranserê Stenbolê belav bû… Ji ber ku fis fisa Sirri abê bû û hal hazir Sirri abê jî […]

    Nêçîra Masîyan!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Zîbo sibê zû radibe ser xwe, taştîya xwe dixwe, dora xwe dide hev û tê li ser kulêf xwe dirêj dike. Radihêje qumanda televîzyonê û ji qenalekê derbasî qenalekê dibe. Dike û nake qenaleke li gorî kêfa xwe nabîne. Dike ufeuf û televizyonê digre, xwe bi ser hêlekê ve dirêj dike û serî davêje xewê. […]

    Li malê Kurd e, li sûkê Tirk e, li nav livînê jî Îtalyanî ye, heheeeyyyyyy!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 2
    Muhsîn Kizilkaya yê sertirimbêl ku di heyeta aqilmend û rîhspîyan de dide lotik û zîtirkan, lotikek kesanedîtî avêt û hişt ku heta ker jî ji ber kesayeta wî fedî bike. Min got ker jî, lewre ker tu carî kertîya xwe navêje û her wek xwe, wek ku jê tê hêvîkirin tevdigere û dide zîtirkan. Lê […]

    -MUZAKERE-

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Altan: Yaw ma ne sayin serok gotibû bila kes pê nehise, em ê çi xwelîyê li serê xwe kin? Hi ihi…! Sirri: Kekê Altan, ez û tu û Perwînê û sayin serok bûn. Ji bilî me kes tune bû. Ma qey dîwar nepeyivî… Gelo hinekan ew kêzika deng bi dizî nexistibin bêrîk-mêrîkên sayin serok? Perwîn: […]

    Zarokên Ji Zimanê Xwe Xeyidîne!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 3
    Temenê min pênç bû dema min dest bi dibistana ne bi zimanê xwe kir. Heta pênç salîya xwe di bin dawa dîya xwe de mezin bûbûm, lewma jî min tenê ji wê û yên wek wê dipeyivîn, fahm dikir. Dema birçî dibûm, min nan jê dixwest, bi rûkenî diçû ji min re nan dianî. Ez […]

    Xew çû hew tê lo!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 3
    Nizanim çi bi min hatîye? Ev serê du mehan e ku xew bi çavên min nabe. Çav li min bûne wek zotika mirîşkê. Dişewitin û hey dişewitin; tu yê sûnd bixwî ku hinekan kulmeke xwê bera hundirê van çavan dane, sorperitî ne, jan didin. Serî datînim ser bahlîfê bi derewa ye… Xwe bi vir de […]

    Gelo hûnê kengî bibin Kurd!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Ez darikê pelûlê me û ez ê tevlihevîyê derxim. Ez ê mijarekê vekim ku hûn ê bibêjin a îcar ev ji me kêm bû. Ev çibû û ev ji ku derket? Halê me, derdê me ne bes, hew ev mabû? Welle bi sere min û we ji şeytanî ez ê vê mijarê vekim û kurm […]

    Xwîna Kurdo

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Rojekê li Dîyarbekirê zilamekî Tirk nexweş dikeve û bi lez û bez wî dibin nexweşxaneyê… Ew ê bê emelîyatkirin û bi lez û bez xwîn jê re lazim e. Bi saya dost û heval û nasan xwe dighînin zilamekî Kurd. Kurdo jî Kurdo ye… Şoreşgerekî tûj e; agir û dixan ji firnikên wî dihere… Kurdo […]

    Pêxemberê Şehwetê

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Mêr devê xwe xist guhê jinê, got, “Ez kî me?” Jin ji ser hişê xwe ve çûbû. Bi cizbê ketibû. Mîna çivîkeke brîndar di bin bedena mêr de dilerizî, diperpitî. Bi zorê bêhn dida û distend. Wechê wê guherîbû, rengekî bihuştî li ser wechê wê kon vegirtibû. Çavên wê wek du lonkizan şewq jê diçûn, […]

    Rewşenbîrên Nerewşen!

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    (Mijara vê nivîsarê ji bo rewşenbîrên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn e) Rewşenbîrên Kurd, nizanim ji rewşa xwe ditirsin an hayê wan ji rewşenbîrîyê tune; newêrin rasterast dîtin, nêrîn û ramanên xwe eşkere û vekirî bînin zimên. An jî gelo dibe ku ev tiştik miştikên vala ku tînin zimên, bera jî dîtin, nêrîn û ramanên […]

    Flaşş! Flaşşş! Û dîsa flaşşşş…!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • 4
    Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a bi navê „Kî Dike Kê“ xelkê wezîrê karê fahşîtî û cahşîtîyan İblîs Naîm Şahîn di ser kerekê de zeft kirine… Nûçegîhanê ajansa Kî Dike Kê bi bi xalê Dewrêş re li ser vê bûyerê hevpeyvînek çêkir… Nûçegîhan: Xalo rojbaş! Xalê Dewrêş: Ehlen ser çava xwarzê… Nûçegîhan: Xalo tê gotin […]

    Tansîyon!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • 0
    Rojekê li gundekî girêdayî Farqînê axeyek nexweş dikeve. Ew herêm bi ser axê de diqûrin; tu kes namîne ku naçe serdana wî… Piştî hefteyekê gavanê gund Hemê jî nahletekê li çavê şeytên tîne û ber bi mala axê ve xwe davê ser teqleyan. Her çiqas Hemê zêde ji axê hez nedikir jî, rebeno mecbûr bû. […]

    JÎRO!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Jîro, zarokekî wek navê xwe pirr jîr bû. Di zaroktîya xwe de li dibistanê, di nav mamoste û hevalên xwe yên xwendekar de mîna wênesazekî navdar deng dabû. Te yê sûnd bixwara ku ji pişta Leonardo Da Vîncî ketîye. Jîro jîr bû, lê qasî jîrbûna xwe jî bêhawe bû. Ne dê û bav û taxa […]

    Bavê Baş-Ewladê Fahş!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • 3
                                                                    „Dîyarî ji bo rahmetîyê bavê min…“   Bav û law li ser tilmekî rûniştine. Law sê salî ye û zimanê wî nuh digere… Ji wan wê de li ser avahîyekê hêlînek heye; di wê hêlînê de leglegekê çêlikên xwe di bin basikên xwe de veşartine… Çavê law bi leglegê dikeve û meraq dike. – […]

    Li ser lotika Ertugrul Kurkçu

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • 1
    – Yaw Remo, ma te bihîst? – Çi kuro? – Kuro law dibêjin xalê me Ertuxrul Kurkçu dest bi lotikan krîye, gelo rast e? – Mala te xerab nebe! Rebeno 65 salî ye, lotikên çi halê çi heyran… – Kuro bi telaq çapemenîst Saliho ew û xatûnoşkek li deverekê zevt kirîne. Xatûn jî xatûn e […]

    Mala Pişo!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Pisîkek li serê Osê dibe bela.  Osê dikeve nav mitalan û dê hew zane bê ew ê çawa xwe jê xelas bike.  Pisîkeke cirnexweş, bêhawe û qirêjokî… Osê wê di derî re davê, di şibakeyê re dikeve hundir. Di şibakeyê re davê, di qula sobê re dikeve hundir. Dike û nake xelasî tune.  Dê karê […]

    Ez di derewa nim!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • 5
    Ev der ku ye hevalno? Ev der cîyê ku baz û mar lê şer dikin e… Wek hûn jî zanin şervanan berî demekê ev der xistibûn bin desthilatdarîya xwe û Ji bavê kê zêde bû bi rehetî û hêsanî derbas bibûna. Lê xuyaye Enîk Berberogluyê ku kes nizane bê ji pişta kîjan toltahjîyî ye, pirr […]

    Kejê Bêmal Rengeke Kurdistanî Ye!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Kejê Bêmal… Nivîskara zimantûj û zimançepel! Jina peyvxencerîn, helwestdilsoz û hestdilovan… Zana, bingehxurt, hestdar, hestyar, mirovhez, dilnizm-nefsbiçûk û welatperwer… Xwedan pênûseke têra xwe xurt û tûj! Di warê hevoksazî û lîstina peyvan de meriv lê matmayî dimîne. Qerf û henekên xwe bi peyvan dike; mîna sêlek bi pêlîstokan bilîzin bi peyvan dilîze; peyv bi xweber […]

    Mafê Kesî Tune Ye Ku Kêfa Min Li Min Biqewitîne!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Lêvên min di lêvên wê de, destên min bi aheng li ser memikan digerîyan. Herdu çîpên xwe li nava min pêçabûn, axûwaxa min û nalenala wê bêdengîya şevê ji kerrî û lalîyê rizgar dikir. Geh ez li ser bûm, geh jî ew, şehwetê hemû hastên me dîl girtibû… Bi gurmegurma defê re veciniqîm û çengbûm […]

    Heyf! Ez pir xemgîn im!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Di çalakîya Amedê de ku min bi xwe jî tişt jê fêhm nekir bê armanc çi bû, dêqehpikên tirko lingekî parlamentera me Pervîn Bûldanê brîn kirin û mîna leglega qop ew bi lingekî hiştin. Ji bo kewandina birîna xanimê sê-çar xiştikçîyên Amedê bi xêra dê û bavê xwe, bi lez û bez ew birin nexweşxaneyê. […]

    Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Em kurd in, serbilind in, ji her tiştî baş fêhm dikin û her wiha weke bayê bezê, ji bilî kurdbûna xwe jî entegreyî her tiştî dibin… Heke na, fermo werin em bi hev re şore bikin!… Ji xwe kurd berî Adem û Hawayê hebûne, lewma jî Adem û Hewayê jî kurd in. Dema ku mirov […]

    Tutinkêş

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Li Farqîna Amedê camêrek dijî. Ev camêr bi kişandina tûtinê pir navdar e. Li heremê çûk-mezin her kes wî baş nas dike. Camêr pisporê tûtinê ye. Ji xeynî kişandina tûtinê, her wiha bi ruh û kezeba wê jî zane. Ji tûtina xursê bigre heta ya Mûşê, ji ya Semsûrê bigre heta ya Meletê ji her […]

    Cegera Min!

    • by Lotikxane
    • 7 Years ago
    • Comments Off
    Wey cegera we biperite!… Wey cegera we di hundurê we de biwerime û hey biwerime û bê girm û biteqe û di dereke we re derkeve!… Wey cegera we bibe kezeb! Na û sed carî, hezar carî na. Em kurd weke hişmendî hîn ji bo rêzefîlman negîhiştine, nestewîya ne. Ji bo vê, pêvajoyeke bi rêkûpêk […]
    Page 3 of 4«1234 »