Wê rojê destebrakê min Nûrî Çelîk, serpêhatîya apê xwe Sofî Ehmik û xwarziyê wî Seyfedîn ji min re got. Dibêjin rojekê Seyfedîn nexweş dikeve û diçe nexweşxanê. Piştî vegera nexweşxanê, Sofî Ehmik ji Seyfedîn dipirse: -Çi nexweşîya te bû xwarzê? Seyfedîn dibê: -Tansiyona min bê ser û ber e, geh bilind dibe, geh dadikeve. […]