H.Belê

Selawat

F.Devliken

Ergenegû

B.Ronahî

Ehmedê Hezroyî

L.Sêxo

Xalê Mûsa

A.Dûran

Haş nabim

Z. Osman

Kerkük-4

B.Tosin

Tenê

S.Îloz

Aîds û Azadî

    
Xaltîka Fatê-11
Xwerist
Tenduristî
Karîkatur
Magazîn
Youtubê
Medya   ///   Arşîv

Peyama Cejna Remezanê

Cejn rojên yekîtîyê, rojên digelhevîyê, rojên dilşayîyê ne.

   Bi vê ramanê cejna gelê Kurd û cejna bawermendên cîhanê pîroz dikim.

Serokê  KÜRT-KAV ê

M. CELAL BAYKARA-

30.09.2008

Ji sedî 94.1 ê ciwanên wan tirrek in

E. Beyan- 29/09/08-Enqere- Di encama anketekê de derket holê ku ji %94.1 zarokên Tirkan xwedî fobî ne (fobîk).

   Li gora anketa ku ji alî Sendîqeya Serbixwe a Perwerdekaran ve bi navê „Ciwan û tirs“ hatiye çêkirin, ji sedî 12.3 ji mirinê, sedî 11.4 ji windabûna bawermendîya olî, sedî 11.1 ji zelzelê (erdhej) û ji sedî 10.9 jî ji çûna cehnemê ditirsin. Anket bi 2 hezar û 999 kesan re hatiye çêkirin û derketiye holê ku ciwanên Tirko fobîk û tirrek in.

    Ji alîyê din di derbarê tirsa heywanan de jî derketiye holê ku ji sedî 71.9 ê wan ji heywanan ditirsin û ji tirsa heywanan bi xwe de dirîn û derpî dadigrin. >>>>>

Min dilê xwe da te

Saher Mîro Al_Baedrî
28.09.2008

Min ev dilê xwe da te
Lê te yê xwe da yekî din
Ez digel te bûme dost
Lê tu digel min bû dijmin
Kêf û xweşî min dan te
Lê te xem û jan dane min
>>>>>

Wey li ser xêrê be rebbî!

Bavê Cengo- 27/09/08- Qamişlo- Xuyaye wê ahê Kurdên reben ji dewleta Sûrî û serokê wê Beşar Esad el- Elok re nemîne. Dewleta xwînmija ku gurê Kurda ye û tenê bi Kurdan kare, di nava çend mehan de raserî çend teqandinan hat û qûn lê qetya. 

   Li gora ku televizyona El Cezîre dibêje, li ser rêya Şamê û balafirxaneya navnetewî tirimbêlek bombekirî teqyaye û tirr ji xelkê berdaye. 17 kes çûne cehnemê û 14 kes jî li ser pira selatê, di navbera cennet û cehnemê de brîndar in. 

    Wey mala xwedê ava û çavê Kurdan ruhnî be rebbî! Bela ev tirr ji Erebên bêbav re nemabe û xew li Beşarko herimî be û bes….

Ji dilê xwe hez bike û sor li xwe ke

Bavê Jînê- 26/09/08-

Ji alîyê federesyona nexweşîyên dil û rehan jiboy ku bala rayagiştî bikêşin li 100 welatên cûrbecûr di bin dirûşma “ji dilê xwe hez bike û sor li xwe ke” kanpanya hat destpêkirin.

   Ligor lêkolîn û ragihandinên federasyonê û sazîya tendurûstîya cîhanê, di salê de 17, 5 milyon kes ji nexweşîyên xetimandina rehan (damaran) û dil dimirin. Bi tenê ji 53 welatên Ewropa di salê de, 4 milyon 350 kes  ji van nexwşîyan canê xwe ji dest didin.  >>>>>

Mêhdîyê me lotikek li dadgeha virqo xist

Mijar: Di derheqê redkırına dadger de ye. Daxwaza min a reda dadger e.

Weke ku tê zanîn; ji ber weşangeriya min dozên ku mafên azadiya ramanê binpê dike li min hatine vekirin û cezayê der hiqûqî li min hatiye birîn. Ev doza duyemîn e ku di heman dadgehê de ez têm darizandin.

   Dema li naveroka vê dozê bê nihêrtin, ewê bê dîtin ku bi seranserî ev doz li dij pîvanên demokrasiyê, hiqûqê û mirovahiyê hatiye vekirin û berdewam dike. >>>>>

Rêzanê me lotikek li parêzerên Ocalan xist

Nevîyê Xidirkê Omerî- 25/09/08-Mêrdîn-

Parêzerekî nû yê Ocalan belî bû: Rêzan Tovjîn. Tovjîn di çarşema borî de serdana xwe ya yekem a girava Îmralî kir. Nayê zanîn ku çima hefteya derbasbû çima navê lîsteya parêzerên çûn Îmralî nehate belavkirin.
   Welhasilî kelam, tê gotin go di hevdîtina parêzer û Ocalan de Tovjîn derbarê rewşa derve de agahî daye Ocalan û wiha gotiye:
>>>>>

Xalê Mûsa

 L.Şêxo-25/09/08- Mala xalê Mûsa li gund ji gundî û xerîba hertim tije bû. Ji civatê, ji henek û qerfa pir hez dikir. Wî û gundîya hertim qerf davêtin hevdû, ne ew ji qerfê gundîya aciz dibû û ne jî gundî ji ên wî.Him li Stilîlê, him jî li Zivingê erd û zevîyê wî hebun. Ji ber ku hatina wî hebû û rewşa wî a aborî başbû, gelek kes li mala wî bi nan û av dibûn.

    Rojekê dema çinîna zad hatîye, xalê Mûsa xwe amade dike ku here ser bênderê. Li ser rê li benda tirimpêlê ye. Yekî gundî wî dibîne û jê re dibê:

- Xêre xalo tê heri ku? >>>>>

Abdullah Demirbaşê me xelata aştîyê distîne

Di 2 Cotmeh 2008 de li Bruksel Konferanseke li ser mijara "Proseya Endametiya Turkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa: rewşa dawîn!” amade dibe. Ew bi hevkariya Enstituya Kurdî ya Brukselê û komela aştiyê Vrede vzw dibe. Program di pêvekê de ye.

   Mijar û axaftvanên vê konferansê teybetî ne û girîng in. Konferans bi şertê xwe nivîsînê,  ji her kesî re vekirî ye. >>>>>

‘Hevrûbûn’

Hevrûbûn, kurteçîrokek Zeynel Abîdîn Kizilyaprakê endamê rêvebirîyê weqfa me ye ku wê fîlma wê di salona Weqfa me de bê pêşandan. Fîlm ji alî derhênêrê Danîmarkî Pîa Ronîckeyê ve hatîye çêkirin; lîstikvanên wê jî hunermendên Şanoya Seyrî Mesel e.

   Hevrûbûn li Stenbolê hatîye kişandin. Zimanê wê Tirkî ye. Ewil car, 7ê Hezîrana 2008an de li Utrechtê hate pêşandan. 13 Îlon 2008an de jî li Parîsê, galerîyekî hûnerî de derket pêşberî temaşevanan. >>>>>

Neciwamêr dîsa tirrek kir

Şîndar Berwarî- 23/09/08-Duhok-

Li ser  bextê fitne û fesadên kolanên Siêmanîyê be, dibêjin belqityê Muhsîn Neciwamêr dîsa tirrek kiriye û bêhn bi xwe xistiye, toz û dûman bi ser serê wî ketiye.

   Neciwamêrê ku “Neosoranîst û neofaşîstê soran” û  dijminê riknê Kurdmanca ye, nameyek vekirî ji Dr.Berhem Salih û hikûmeta Bexdayê re şandiye û gotiye:” Kaka ciyan, canekem, pirç û porekem, emin qebûl nakem ke li Kurdistanî ê me Kurdmancîya jorîn bihêt bikarhênan. Kurd Soran e we Kurdî jî Soranî ye. Emin tênagêm ke bo zimanî Kurdmancekanî qûnreş têt bikarhênan. Jinî min ji min berdayî be, zimanekî bi nawî zimanî Kurdmancî nîye baba,>>>>>

Destê wan ji xiyarê Bello efendî nabe

Hecî Fişfiş- 21/09/08-Nîjerya- Dibêjin „xwedê nokan dide kesê bê diran“. Îcar ev jî mesela me û Muhammed Bello ye.

   Muhammed Belloyê Nîjerî mêrê 86 jina ye. Mêro 84 salî ye û 86 jinan îdare dike, pekkkk!

    Dibêjin berî çendalê mehkemê biryar dabû û gotibû:“86 jin zêdeyî serê Bello û bavê wî ye. Divê zû 82 jinên xwe berde û wan bike malê xezînê“ filan û fîstan.  >>>>>

Fatê were civatê-11

Çiya Azad- 21/09/08-


Xaltîka Fatêêêêêêêêêêê!


Li ser dîwana xaltîka xweyî porsor, çavbelek û anî bi deq te silav dikim.
Ez qurbana xaltîka xwe. Ez li wan kolanên Ewropa ji başûr heta bakurê wê gerîyam, lê min ti derfet nedit go ez konê xwe lê deynim. Bê çare mam û min li Swîsre li ber çiyayên alpa konê xwe danî. >>>>>

Sîng û qefesa herî mezin

X.Pistanhez-19/09/08- Ku Ahura-Mazda bide nabêje pistanên te wek serê Buyukanit in an jî wek sêv û pirteqalan in. Tu reşikî, yan jî spîyî, çermsorî yan jî çermzer. Me ji pisporê bedenê yê Lotikxanê pirsî: Gelo di nav Kurdan de pistanên çawa bi qîme tin?

   Wî got: Hema kefa destê mirov tije bike ya durust e.

 Lê pare nakin. Pistanên herî mezin li cîhanê ket nav pirtûka Guinnesê. >>>>>

To the President of the UN Security Council Mr. Kafando

Honorable Mr. Kafando,

As we have learnt, Turkey is planning to apply for a non permanent elected membership in the UN Security Council. For this reason Turkey is leading an intensive lobbying, especially in the United States and in the EU member countries.

The UN Security Councils central duty is to maintain international peace and security.

   We, the signing organizations, are convinced that the Turkish Republic is not capable of fulfilling this central duty of the UN Security Council. >>>>>

Tirsa çewalan ji dilê Tirkan derneketiye

Başçawîşê Lotikxanê- 17/09/08- Heger bê bîra we, generalê Amerîkî mîster Raymond Odiernoyê serşûnik, berî çend salan li derûdora Siêmanîyê çewal xistibûn serê eskerên Tirko û qûn li wan qetandibû.

   Odierno ji wê rojê û vir ve di çavê Tirkan de reş bûbû û hîna jî wî wek dijminê xwe dibînin. Îcar piştî ku Odierno niha dîsa serdarîya eskerên Amerîkayê li Iraqê girt ser xwe û vegeriya Iraqê, tirsa çewalan dîsa ket dilê Tirkan û bûye vitvita qûna wan. Bi taybet çapemenîya Tirko ha ha li ser Odierno û çewalên wî dinivîsin û kîna xwe vedirşin. >>>>>

Iraq's Nouri Maliki breaking free of U.S.

As the prime minister asserts his independence, Iran gains influence and America loses some.

 

Ned Parker- BAGHDAD -- Once dependent on American support to keep his job, Prime Minister Nouri Maliki has consolidated power and is asserting his independence, sharply reducing Washington's influence over the future of Iraq. >>>>>

BÎRANÎN!

16 mîn salvegera şehadeta Apê Mûsa

Bername:

 

1-  Sînevîzyon li ser kurtejîyana Apê Mûsa.

2-  Panel: Kuştina Rewşenbîren Kurdan û Ergenekon

 Anter Anter, Ergin Erkiner, Mîrhem Yigit, Hesen Taşkale,  

Moderator: Günay Aslan

3-  Muzîk: Sakîne Varto

 

Cîh: Baran Kultur Haus

        Vogelsanger str. 10 – Köln

Dem : 19 îlon 2008, katjimêr 18.00

Organîze: Meclîsa Aşîtîyê, Înstîtuta Kurdî, TUDAY 

Me li hev kir

Şemal Amedî- 16/09/08- Hollywood- Wek hûn zanin xanima Amerîkî Natalîe Dylana 21 salî keçkanîya xwe derxistibû mazatê û gotibû:“Heçê min ji hev biçirvirîne û perda keçkanîya min biqetîne, divê 250 hezar dolarî bide min. Heger hûn bawer nakin ku ez keçik im, werin lêkolîna xwe li ser can û cesedê min bikin“ filan û bêvan.

   Piştî vê daxuyanîyê, pisporên seksê ê Lotikxanê ketin ser dilê wê û lêkolîna xwe kirin. Di lêkolînê de dîtin ku birastî jî perda keçkanîya wê nehatiye dirûtin û wek zêrê zer e, nermik û germik e. Îcar em pêre ketin bazarê û me bi 200 hezar dolarî li hev kir. >>>>>

Em wek vê pîra perçiqî jî nayên

Ehmed Beyan- 16/09/08-Enqere- Em evên go qaşo ji ber xebat û tekoşîna Kurdayetîyê revyane metropolên Tirkiyê yan jî Ewrûpayê, ne bi kêrî defê tên û ne jî bi kêrî zirnê. Me di siyasetê de ber avêt, me bazirganî kir çirik û virik û me tu gû nexwar. Çi di destê me tiralan de ma? Nivîskarî. Çima? Ji ber go tiştekî din ji qûna me nehat, nivîsandin jî rehet e û ziman jî bê hestî ye.

    Piranîya me siyasetmedarên Kurdên bakur ji ber go me her tişt tevlihev kir, ji ber go me çend pirtikên Marksîzm û Lenînîzmê xwendibûn û me xwe wek Şêrê Elî û Ristenê Zal didît, wek mirîşka gêj li me hat û me hew karîbû em ji nav  meselan derkevin. Lê halbûkî >>>>>

Kerkukê û Seddamiyên nuhok- 4

Zagros Osman-15/09/08- Ji Kurda tê xwestin ku ji nûv re têkiliyên xwe bi hêzên Îraqî û dewletên cîhanê re binirxînin, qonaxa bûrî û ya nuhok şirove bikin ta ku şaşitiyên xwe bidin xuyanê û lêvegerek giştî ji siyaseta xwe re pêk bînin jibo karibin bi şêweyekî durist stratîjîk nuh tomar bikin.

    Li gorî pêşketina bûyerên di vê qonaxê de dibin, piştî xuberdanek siyasî – îdyolojî ji layê hêzên neyar ve, giringe ku Kurd rêxistinên Îraqî parzûnk bikin jibo dijmin û hevala ji hev derînin. Çimkî rewşa siyasî li Îraqê bi rewrewkê hatiye pêçan.>>>>>

DAXUYANÎ

 14/09/08-

Em wek Komîteya Hevkarî di pêncemîn salvegera kuştina xanima hêja Anna Lindh de,  bi rêz û rûmet wê bibîr tînin.

 

Anna Lindh siyasetvanek durust, xwedîrûmet, binavûdeng, demokrat û mirovhez bû ku cîhê wê zûbizû nayê dagirtin. Herweha Ana Lindh alîkara gelên bindest bû, xasma jî dosta Gelê Kurd bû û hertim piştgirî dida doza Neteweyê Kurd. Wefadarî û Kurdheziya Anna Lindh û navê wê dê di têkoşîna gelê me ya ji bo azadî û demokrasiyê de her û her bijî. >>>>>

 

Osko mabû wî jî da ber me! Hey hewarrrrr 110 carî hewar!

 

Cûdî Mirad- 13/09/08-Kurdistan-

 Dibêjin Oskoyê Keçel da bin dûvê welatperwerîyê û welatparêzîyê û berxwedanîyê. Kuro ma me Îsa kujtîye an Mûsa bavê min? Xwedê topa xwe li me gelê Kurd xistiye.

   Ev çîye em ji destê wan herduya dikşînin babo? Bes e…  welle û bille û tille bese loo! Bi sê telaqên bê fito bes e..! >>>>>

 

Biden's Iraq Plan May Have Helped

 

In his Sept. 9 op-ed "Iraqi Leaders Opposed Biden's Partition Plan" criticizing Sen. Joe Biden's plan for a decentralized Iraq, Dan Senor asserts that Sen. Biden's "proposal ended up unifying all the disparate Iraqi factions in opposition." This is untrue. Iraqi Kurdistan, which already has the strong regional administration proposed by Mr. Biden, strongly supports his plan. For the Kurds, the preferred alternative to decentralization is not greater unity but separation. In a January 2005 nonbinding referendum 98% of the Kurds voted for independence. >>>>>

Heylooo ma dawete ne wisa ?!

Jîrko- 13/09/08-Kurdistan-

Kurdên me ku ji welatê xwe derdikevin, ji xwe adet û ew tiştê ku bav û kal li ser xwedî bûne û millet û dunya li ser dihat kuştin çi namûs çi şeref, her tiştî ji bîr dikin û ti dibê qey ne Kurd in û ne li rojhilata navîn mezin bûne.

   Ev gotina min jî li ser çend kesên Kurdên Sûrî ye ku li başûrê Kurdistanê li bajarê Sulêmanê dijîn. >>>>>

"Kurds must be an independent nation," responds Tataii to CNN question

Steve Tataii - 12/09/08-

U.S. candidate for representative and ethnic Kurd Steve Tataii speaks out

 

   Of all stateless nations, Kurdistan in each four parts, North Kurdistan, East Kurdistan, South Kurdistan, and West Kurdistan, or ideally all four parts combined as Kurdistan, have the strongest case to become four Kurdish nations or states for 1) 3 million ethnic Kurds in Kurdistan of Syria; 2) 6 million Kurds in Kurdistan of the defunct Iraq; 3) 16 million in Kurdistan of Iran; and 4) more than 30 million Kurds in Kurdistan of Turkey, or one Kurdistan (a single Kurdish State, consisting of more than 50 million ethnic Kurds with their 12,000 years of civilization in their homeland of "Kurdistan"). >>>>>

Fatê were civatê-10

Silav xaltîka Fatê

Ez geriyam negeriyam min dermanê derdê xwe nedît xaltîkê. Vêca min nerî go tu dermanê hemi derdan e, îşele tê ji min re jî çarekê peyda biki. Derdê min dikeve kîjan kategoriyê nizanim, tê wê jî çareser biki.

   Ez duxwazim binivîsînim lê sîteyên Kurda bêxwedîya hemi jî xeterin.

   Ez Kurdek serbixwe me û duxwazim wilo jî bimînim, tu dibe çi? Ji ber go ez ne lotikvanim lotikxane jî bi kêrî min nayê  xaltîka delal. Û yên din jî tevde dibêjin “ez mêrê diya we me û ez bavê we me”. >>>>>

GWÎZ - GÛZ

Bavê Jîndar- 06/09/08-

Gwîz dara wê gelek temendrêj e. Tê gotin hinek ji wan temenê wê digehe hezar salan. Heta 25 – 30 m an bilind dibe, stûrbûna xwe jî gelek stûr dibe. Hinek hene çar zilam testê xwe tê dialînin lê destê wan nagihin hev.

   Tê gotin ku gûz her 100 salan carekê wek makîna fotografan an jî kamera di binê wê de çi hebe resma wê dikêşe. Ku ew dar bû mobîlye ew resim têde xuya dike. Di meha gulanê de berî ku belgan bide kulîlkên wê vedibin.Darek  gelek bêrdar û bi bereket e. Heta hebe fêqîyan dide. Mirov ji hemi waran jê faydê dibîne. Wek mobîlya, sotemendî, haletên lawînîyê, herdeverên fêqîya wê û ji sîbera wê... >>>>>

 

Kevokê

 


 

Zoryar Tehlo- 05/09/08-
Kevokê bifir bifir
Li banê dirbêsiyê bifir
Li yara min temaşeke
Gelawêja şeveqe

Dêm û cehre erxweanî
Ji mendehoşên sibhanî
Xunava li ser rîhanî
Paytexta deşta kîkanî
>>>>>

 

Serpêhatîya ava dara bizotkirinê

Bavê Jînê- 30/09/08-  Cemîl ji Yewnîstanê tê serdana Huso Tîmorleng û X. Sergovend. Bi xwe re wek dîyarî darekê tîne. Nîvê wê darê dide H. Tîmorleng, ew bi xwe re dibe Antalya û nîvê din dide X . Sergovend. Li ser tarîfa Cemîlo wê darê dikin nav ava sar, 3- 4 seetan di avê de dimîne, paşê qedehekê ji wê avê vedixwin.

   Çawa wê avê vedixwin, dibin wek bizot û qerasê wan dibe wek repa sibê. Ava sar li serî dadikin nayê xwarê, qulinca wî dişkênin nayê xwarê, dikin qula derî nayê xwarê, nayê xwarê û nayê xwarê..>>>>>

Silavek ji Koma Lawên Kurd

Ev wêne bi minasebeta cejna Remezanê ji alî Koma Lawên Kurd - Zaxo ve ji me re bûye diyarî. Em wek xebatkarên Lotikxanê cejna temamê şênîyên (niştecîh) Zaxoka rengîn pîroz dikin û çavên Koma Lawên Kurd radimîsin. 30/09/08-

Kurd tenê bi jinan karin

Leyla Bamernî- 29/09/08-Zaxo- Jina ku di dîroka Kurdistanê de xwedî rûmet û qedr û rêzek bêhempa bû, îro bûye pîj û kelemê çavê kur, bra, bav û mêrê xwe û bi bahaneyên curbecur tên kujtin.

   Li ser bextê rojnama Rûdawê be, dibêjin îsal jî jin ketine ber xezeba mêrên Kurd û malik li wan şewitîye. Li gora gotinên ser tenûran, dibêjin di salekê de 364 jinên Kurd hatibe kujtin û şewitandin. 364 jin! >>>>>

Guhîjk

B.Jîndar-28/09/08- Guhîşk darek bi stirî ye, bejna wê heta 20 mitrowan jî bilind dibe. Hinek jî wek teraşan mezin nabin. Li ber bedenan, gir an nênîkê avan, xwe bi xwe hêşîn tê. Li dinê 200 cûreyên wê hene. Lê li Kurdistanê 7-10 cûreyên wê çêdibin  Fêqîyek wê wek sêvek qasî nokekê (hinek jî qasê alûcan) mezin û rûbirqok e.

    Rengên wan jî ji hev cuda ne, zerê vekirî, sor, sorê tarî û esmer (reş vekirî). Di nava fêqîya wê de dindik hene. Lê nayên xwarin. Tama fêqîya wê, miz e (tirşîn). Fêqîya wê di payîzê de çêdibe, heta berf bikeve jî pêve dimînin. Kulîlkîn xwe yên spî û peyazî di meha nîsan û gulanê de vedike. >>>>>

Kurdistan çar perçe bû, kirin hezar û 10 perçe

 Dilşewat- 28/09/08- Başûrê Kurdistanê-
Ez wek penabereki bakurê Kurdistanê li başûr jiyan dikim. Li axa  dê û bav û kalên xwe penaber im, tiştê ecêb.

   Li sala 90 û 91ê dema şerê xelîc, em li bakur xwedî li Kurdên başûr (birayên xwe) derketin, me loqma devê xwe derxist da wan û em ne poşman in jî.

   Lê niha Kurdin me yê vira li dewsa ku bêjin Kurdistan, dibêjin pereeeee! Li dewsa ku bêjin Kurd, dibêjin dolarrrrrrr! Li dewsa ku bêjin dewlet, dibêjin eurooooooo! Li dewsa ku bêjin netew, dibêjin zêrrrrrrrrr û neft! Li dewsa ku bêjin bratî, dibêjin jehr û ziqûmmmm!

   Werhasilî kelam, tiştê ku dijmin nakin, Kurd dikin ellawekîl. Kurdistan xistin hezar û 10 perçe. >>>>>

Hikûmeta Sava (Zarok-Sebî)

Kevirok- 27/09/08-Hewlêr-
Hindik maye ku temenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihije 18 salan, lê belê heta niha jî her dibên sava (nû pê girtî) ye. Keçên ku di dema damezrandina vê hikûmetê de ji dayik bûne, bawer bikin niha xwedî zarok in û zarokên hinekan ji wan diçin dibistanê.

   Hikûmeta me jî wek jina lê hatiye naxwaze xwe mezin bike, ne ku di mal de bimîne û kes neyê xwazgîniyê. Xwazgîniyê wê jî dibe ku pir bin.

    Ji ber ku di biwarê xizmetguzariyê de kes nagihijiyê. Av e, li bajarên wek Silêmaniyê û gelek ciyên din xelk bi tankêra dikire û bi heyvan serê xwe naşon, di cengê de ne. Elektrîk e, şikeftê çîrokên eshabiyan tên bîra mirov. >>>>>

ERGENEGÛ

Farûqê Devliken-26/09/08-Mêrdîn-

Em bi ergenekonê radibin û bi ergenekonê rûdinên.

Gelo emê bigîhên binî an na?

Wek herkesî, ez jî nizanim bi şerefa kerbodibo...

   Tenê tiştekî zanim, ew jî hûn zanin çiye?

Sîyaset avis bûye û li ber zayînê ye. Pirgûman ewê biteliqe; lê, berê wê yê nêr, mê, nêromê an mêronêr be, ji xilaf ê jor pêve tu kes nizane. Ku tilîya ê jor jî tê de tunebe haa!..

   Nuha hûn ji xwe re dibêjin: “Me nêromê fêmkir, îja mêronêr çiye gidîno” ne wisa?

   Berî ku ew nixtepirs serên we qulqulî bike û mejîyê we bikemirîne ez ji xuşk û birayên xwe re şîrove û heta ta bi derzîyê vekim. >>>>>

 

Lê lê kinê mala minê

 

Kevirok-26/09/08-Hewlêr-
Pir xweş e, pir xweş e zimanê Kurdî pir xweş e lê li çiya nexweş e. Em dibihîzin ku di van rojan de li bakurê Kurdistanê xelk daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî dikin. Lê mixabin bi hezaran kes li çiyayên Kurdistanê bi Tirkî û Virkî perwerdê dibênin. Ma ne heyfe ku biraderekanman le şax be Tirkî lotika bavêjin?

   DTP jî dibê Kurdî nebe neçin xwendingehan û hov bimênin, gellekî baş e. Ma gelo ewên ku dixwazin em hov bimînin zarokên wan li Enqerê û Stenbolê naxwênin? Pa bi xwedê dixwênin û bi Tirkiya eslî jî. Vêca em pey Kina xwe kevin yan pey zimanê xwe! Ziman xweş e lê Kinê jî çavreş bêhn xweş e.

    Hoooowey em ketine nav çi derd û bela, ne xwedê alîkariya me dike û ne lotikxane, ka em çi bikin kaka can. Kurdî, Kurdî û her û her Kurdî. Lê lê Kinê jiyana minê.

Weyla em Kurd bi qurbana gunikên te bin oxlim!

Polat Erdem- 25/09/08-Izmîr- Aha netewperwerî û netewparêzî ev helwest e qerdeşim, heçê li zora xwe bîne minneta wî li çiyayê Araratê.

   Dibêjin qeymeqamê Alîagayê sayin qûnek Emîr Osman Bûlgûrlû rê nedaye ku xwendekara Kurd di „Hefteya Perwerdeya Serete“ de helbestê bixwîne. Çima? Ji bo ku navê wê Rojda ye. Herweha boxê berana sayin Bûlgûr kurê savar, programa seremonîyê jî ji ber xatirê navê Rojdayê daye betalkirin.

   Aha mêranî, netewperwerî, netewparêzî ev e ha Kurdinoooo! Heyla xwelîliserno, ma hûn van bîjîyên wek Bûlgûrlû ji xwe re nakin mînak? Ma pozê we naşewite? Ma xîret bi me re nemaye? Heta kengî emê qûna van bîjîyên Asenayê balêsin ey hewarrrrrrrrrr! Heta kengî emê bi navê bratîya Kurd û Tirk înkara xwe û netewparêzîya xwe bikin tirreknooooooo…..

   Law wille, bille û tille ez ji bêxîretîya me Kurdan beicim brê min, ya starrrrrrr xwezî ez ne Kurd bûma û hew!

Ev xelk çi bêbav in

B.Ronahî- 25/09/08- Ehmedê Hezroyî diçe mala xwe, dilê wî bazdana ser jinê dixwaze. Lê dike nake jina wî nadê û dibê: Ez ketime kincan. Ehmed jî bela xwe ji jina xwe venake. Dawîyê jina wî dibê:Haaaa ji te re 20 milyon, pênc jibo hatin û çûyîna rêza te ya Diyarbekir, panzde jî jibo kerxanê. Here gana xwe bike û were.

    Ehmed 20 milyonan digire, ji malê derdikeve ku biçe Diyarbekir. Di rê de jinika cîrana wan wî dibîne û ji Ehmed pirs dike ka bi kuve diçe. Ehmed jî (yekî pir rû qetandî bûye) hal û hewalên xwe ji jinika cîran re dibêje. >>>>>

Gazinda Kurdekî dilşewat

 Mela Mihemedê Sêrtî- 24/09/08- Stenbol- Bi navê xwedayê mezin û dilovan. Berî her tiştî çavên we lotikvanan radimîsim û keda ku hûn didin pîroz dikim. Kurdîya min a nivîskî baş nîne. Hêvîdarim hûnê nivîsa min sererast bikin û piştre biweşînin.

   Wek gellek Kurdan em jî bi malbatî koçberî bajarê Tirko Stenbola gewrik bûne û nebixêr em ketine pirika van zalimên xwînheram.

    Heyfa min tê li wê heyfê ku zarokên me jî wek zarokên Tirkan beravêtî dibin, dibin wek hespên serxweş û ziman, adet û toreyên xwe ji bîr dikin. Herçiqasî em dixwazin zarokên xwe, urf û adetên xwe biparêzin jî, lê civakê hefsar ji destê me derêxistiye û feleka bêbext em dane ber lotikên Tirkane. Bi taybet zimanê Tirkî û asîmîlasyonê qûn li zarokên me qetandiye û bi saya serê hevalên „nîv Kurd nîv Tirk“ şildim-bildima Tirkî bûye zimanê rojane û dêya me hatiye gan. >>>>>

Silavek û lotikek ji kekê me Mueyed Teyip

 Hevalên hêja
 

Silav û lotik

24/09/08-Di meha heştan de min beşdariya paneleke zimanê kurdî li Cizirê kir. Rojnamevanekî li ser navê Azadiya Welat hevpeyvîneke dûr û dirêj bi min re kir.

   Di hevpeyvîna xwe de min got: Her çend rewşa Kurdistana başur di aliyê ziman û kulturê de her ji destpêkê baştir bû ji rewşa parçeyên din ên Kurdistanê, lê ev rewşa baş ne ji bo hemû kurdên başûr bû, bo nimûne: li Silêmaniyê zimanê kurdî di perwerdê de bi kar hat, lê li devera Behdînan û deverên din ên kurmancîaxêf zimanê kurdî bi kar nehat. Sedema wê jî ew bû ku tirk û îngilîzan li hev kir ku rê nedeyn kurmancî li Başurê Kurdistanê ku kurmancî bête xwendin. Ji bo ku bandoreke welê li bakur û parçeyên din neke. Ev rewş heta sala 1998an jî dom kiriye. >>>>>

Yek li nêl dixe yek li bizmêr dixe, ê de bajooonnnnn!

Sofî Xelef- 23/09/08- Wê rojê xwendevanekî ji Amedê ji me re nivîsandibû û digot: Silav Lotikxane… Birayên hêja û bi rûmet, temaşe bikin ku Kurdên me yên bakur ji bo zimanê xwe lı TC yê fermî bike çalakî, meş û protestoyan dikin, lê Tirkiye disa zimanê me û hebûna me qebul nake. Li başurê Kurdıstanê jî Kurdên me yên kakacan beşa zimanê Tirkî bi fermi di zanîngehên xwe de vekirine. Birastî nizanim çi bêjim. Xwedê aqil bide me hemu Kurdan û hûn sax". Silav û Rêz
Lawikê Amedê
>>>>>

Çima Tevgera Kurdên Demokrat-1

    Ahmet Acar- 23/09/08-Kurdistan-

Çi tevger, çi partî, çi gruûp, çi komel bin ji pêdîvîyan çêdibin û tên damezrandin.Ew çi partî bin, çi tevger bin, li ser pêdivîyen bi pêşnûma, rêbaz û bername çêdibin.

   Lê belê me go dema ku partî û tevger ji pêdivîyan tên damezrandin, gerek pêşnûma, rêbaz û bernameyên van partî û tevgerana bi dudilî (teredüt) û ji bona berjewendîyên milletê Kurd ne  bi rawestanek ne zelalî û bi nefêmbarî werin damezrandin.

   Dema ku ew partî, tevger, li ser dudilî, nezelalî û nefêhmbarîyê hat damezrandin, dikevin nihêrînek bê bingehîn. >>>>>

Şerê aşît û xerbiyan

Kawayê Heskalî-22/09/08- Wek ku tê zanîn, ji sedê salan e ku şer û henek û nukteyên di navbera xerbî û aşîtiyan de  ne sekiniye û çemê Ceqceq nakokiyek mezin li roj avayê Kurdistanê di navbera herdiwan de çêkiriye. Bi her hal bê ku ez serê we bêşînim gelî xerbî û aşîtiyan, Rojekê dîsa me dest bi lotikên xwe kir û em bi hevdu ketin heta me bavê hevdu şewitand.

    Kesî aqildar di nav me de tune bû, xuya bû rojekê duwê şehreza gihîştbûn hev wek heval, yek ji wan xerbî bû û yê di jî aşîtî bû. Biryar dan ku li hevhatinekê di navbera wan de çêkin û dev ji lotikên xwe berdin. >>>>>

Li Ruandayê tirr ji zilaman hat berdan

Reşoyê Ruandî- 21/09/08-Ruanda- Ewrûpî behsa demokrasî û mafê jinan dikin, lê derket holê ku welatek mîna Ruanda paşdemayî ji Ewrûpîyan demokrattir derket. Dibêjin îsal 44 jin ketine meclîsa Ruandayê û tirr ji zilaman berdane. Ji 80 kursîyên meclîsê 44 jê jin in û 36 mêr in. Îcar mêrên meclîsa Ruandayê li çoqên xwe dixin, pirça serê xwe hildikin û dibên:”Heywaxxxxx, îcar malik li me çû mîratê. Îcar wê jinên me zêdetir maf û azadîya jinan bixwazin û me bikin koleyên xwe. Bi ellawekîl li Ruandayê zilamtî mir, tirr di me de bûn fiss û hew” û hêsrên xwe dibarînin.

    Îcar qerdeşim, heger zilamên ku zêde maf û azadîya jinan dixwazin, ji kerema xwe jinên xwe bişînin Ruandayê bila dersên “femînîzmê” bistînin.

Jina berî 200 hezar salî hat dîtin

Arkeologê Lotikxanê- 21/09/08- Piştî ku berî demakê zilamê berî 200 hezar salî hat dîtin û lotikek lê ket, niha jî jin hat dîtin û ew kul jî ji dilê me derket. Pisporên Natîonal Geographîcê, ji lêkolînên li ser hestîyên ku 43 hezar sal in li Almanya hebûn dan rê, û wêneyê jina berî 200 hezar salî derxistin holê. Li ser bextê wan be, dibêjin qaşo jinên wê demê (berî 25-200 salî) hemi dişibiyan vê jina ku navê “Wîlma” lê kirine.

Îcar ji me gotin û li jinên xwe binerin cîgerlerim. Heger jinên we jî bişibin Wîlma xanima berî 200 hezar salî, bizanin ku malik li we çûye mîratê û xwedê ji we stendiye. Ma Wîlma xanim jî jin e bavo, Pekkkkkk! Hema pozê wê 5 weqî (kîlo) hene, îcar hûn dev ji parçên din berdin.

 

Eman eman Nasnameyê û nivîskarên wê rexne nekin

 

Saboyê kurê Gulîzerê-20/09/08- Almanya

 

Silav Lotikxane,


Serê min di belayeke mezin de ye. Dikim nakim serê min ê reben jê dernakeve. Wekî we jî pêderxist, serê min hinde tûj û dirêj, bela jî qul û kûr e. De êdî we bi nexweşiya şêrpenceyê nexînim û rasterast werim gotinê.
    Hêjano,
>>>>>

Heta ev qûn li ser me Kurdan be emê hê gellek ecêban bibînin

Cemîl Cewher- 19/09/08-Hewlêr- Li ser bext û namûsa xelkê be, dibêjin xwedîyê weşanxana Spîrêzê kekê me Mueyed Teyib di derbarê parçekirina zimanê Kurdî de lotikên xweş avêtine û di malpera Amîda Kurd de gotiye:”Dema Mûsil di 1926an de bû parçeyek ji Iraqê, Ingilîzên bêbav soz dan Tirkan ku zimanê Kurdî bikin piçik û parî da ku yekîtîya zimanê Kurdî çênebe. Ez polîtîka li Silêmanîyê dest pê bû û ji ber vê yekê Kurmancî bi zanîn hat qedexekirin” filan û bêvan. >>>>>

 

Konferans:

‘Proseya Endametiya Turkiyê ji bo YE: rewşa dawî’

 

Di 2 Cotmeh 2008 de senator Geert Lambert bi alîkariya Koma Interparlementeran ji bo Kurdan, Enstituya Kurdî ya Brukselê, Kongreya Neteweyiya Kurdistan û Vrede vzw (Komela Aştiyê) konfeansekê bi nave  ‘Proseya endametiya Turkiyê ji bo YE: rewşa dawîn’ amade dike.

   Divê Turkiye di demeke zû de bibe endamê YE yan baştire ew bibe şirîkê teybetî (ne endamê mîna her dewleteke din lê xwedî teybetmendiyeke cihê) bi YE re? Rola olê (dîn) di minaqeşan de dilîze yan na? Pirraniya Endamên Yekîtiya Ewropa di çi baweriyê de ne? Turk bi xwe bi çi bawerî ne? >>>>>

Ji ankêtê Lotikxane derket

Şîndar Berwarî- 19/09/08- Duhok- Li ser bextê rojnama Rûdawê be, dibêjin li gora rapirsîna ku Peymangeha Kurdistanê li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê çêkiriye, derketiye holê ku ji %58ê Kurdekan ji kar û barên parlamentoyê ne agahdar in, ji %69ê Kurdekan nizanin bê hejmara parlamenteran çend in. Wekî din, ji %15ê Kurdekan  parlamenteran wek nûnerê xwe nabînin û ji %52 an jî parlamentoyê wek nûner û xizmetkarê partîyên siyasî dibînin.

    Axir, piştî rapirsîna Peymangeha Kurdistanê, me jî wek nûnerên Lotikxanê yên li Duhok û Hewlêrê rapirsînek taybet çêkir û ji 1999 Kurdan pirsî: >>>>>

 

Mişkan jî nesîbê xwe ji Erebên qûnreş wergirt

 

Serokê Mişkên Kurdistanê- 18/09/08-Mêrdîn- Em reben û peppûkên mişkan jî ketin ber xezeba kevnemejîyê Erebên qûnreş. Gelo heywan tev ne ji alî xwedê de hatine afirandin?

   Madem beşer û heywan ji alî xwedê de hatine afirandin, çima hinek insan wek dijmin û hinek heywan jî wek “eskerên şeytên” tên gunehbarkirin? Ma haşa xwedêteala dijminê van insan û heywana ye? >>>>>

Diya wî jî qûnde bû

Bavê Ronahî-18/09/08- Li Batmanê gundê Kole (Çardaxlî) bijartina muxtarîyê ye. Gund bixwe jî 40 mal e. Ji bo bijartinan namzetê muxtarîya nû Haşimo û yê kevin Elî Akdax dikevin berberîyê. Dengên wan wek hev derdikevin. Kurek Haşimo çûye Mêrsînê û kes nizane li ku dimîne. Ji bo rey û dengê wî celeba Haşimo li Mêrsînê seferber dibin daku kurê wî peydakin, bê reya xwe bavêje û Haşimo bibe muxtar.

    Axir, ji her derê û kesên nas pirs dikin û dibînin. Hema bi zorê dikevin bin milê wî û  bi teyarê tînin Batmanê. Ji wir jî dibin gund, reya xwe tavêje û Haşimo bi ser dikeve û dibe Mixtar. >>>>>

Operasyona azadîya generalên Ergenekonê dest pê kir

Ehmed Beyan- 17/09/08-Enqere- Piştî ku endamên serekerkanîya artêşa Tirko çû hepsê serdana generalên Ergenekonê, mesele baştir hat fêhmkirin ku serê hefsarê rêxistina Ergenekonê di destê serekerkanîya artêşa Tirk de ye.

   Ji xwe ji berê de jî ev eşkere bû, lê dîsa jî kesî nedixwest bawer bike ku Ergenekon û quzê kerê serekerkanîya artêşa Tirkiyê ye.

Welhasil, >>>>>

Beza bi tifing û pêxîzankê Bîathlon

Cembelîyê Botî- 17/09/08-Gever-

Li Tirkîyê ev bûn du mehe beşek spora millî ya zivistanê vebûye. Ev beşê sporê li Tirkîyê nû ye. Antrenorê wê Necip Yaşar (Kel Mehmûd) sêzde salin spora pêxizankê dike. Şeş salan li Hekarya berpirsê sporê yê fexrî bûye.

   Heta niha sed û bîst madalya wergirtine. Ev bû du mehin jî bûye Antrenorê Bîathlona millî ya Tirkîyê. Hejmara  werzîşvanên wê deh kes in. Du ji wan Geverî ne. Yek keçek Kurdan e û navê wê Şebnem Over e, yek jî xortek Kurd Ayhan Arslan e. >>>>>

Ma kê hestû avêtine ber te Jîrko?

Qurmik-17/09/08- Silêmanî- Jîrko xwedî çîrokeke xweşe hevalno. Ti tirsa qûna xwe û berî ku xelk dest bi wî bikin, ji mala xwe dernakeve û pasewanê jina xwe ye. Mêro ditirse xelk bibezin ser wî, karê wî li Silêmaniyê tune, pereyan ji Yekîtî distîne, tenê bîra û ereqa xwe datîne berxwe û behsa jinê alemê dike.

   Hingî qûna wî dixure nema zane wê çi bike, îcar behsa jinên alemê dike. Nema tiştek ji qûna wî derdikeve îcar dest bi propaganda qirêj û genî wek devê xwe dike. >>>>>

Mullen efendî got:Emê tirrê ji PKK berdin

Av.A.Dîlan- 16/09/08-Enqere- Serekerkanê Artêşa Amerîkayê Oramîral Mîster Mîke Mullen hat Enqerê û serdana Serekerkanê Artêşa Tirko sayin sermezin Îlker Başbûg kir. Piştî ku di odeyên tarî de hevdu birin û anîn, derketin pêşberî kamera û medyayê û dest bi zîtirkên xwe kirin.

   Mîster Mîke Mullen di derbarê PKK de got: „Cîgerlerim, emê tekoşîna li dijî terorîzma PKK bidomînin û tirrê ji PKK berdin“. Wekî din di derbarê pirsa Kerkûkê de jî got: „Bi ellawekîl, li ser bextê min û bavê min be, divê pirsa Kerkûkê di çarçova yekîtîya Iraqê de bi awayekî aştîyane bê helkirin“ filan û fîstan.

   Welhasil, xuyaye ku Kurdên bakur bi agirê PKK tên şewitandin, û Kurdên başûr jî ketine ber xezeb û pirsgirêka bêxwedîka petrola Kerkûkê. Ne xwezî bi wê petrolê û ne xwezî bi vê şerpezetî û rebenîya Kurdan û hûn sax!

Bi dizî gon xwar, eşkere dizê

Miradê Torî- 15/09/08-Parîs- Dibêjin Wezîra Edaletê a Fransayê Raşîda Datî lotikek veşartî li xwe xistiye û zikê wê li ber devê wê ye. Datîya ku misilman e, azib û ne zewicî ye, di devê xelkê Fransayê de bûye qajik û benîşt.

   Hinek dibêjin:“Bi serê Îsa û Mûsa Raşîda ji serok Sarkozî gon xwariye“. Hinek dibêjin:“Na na wîî..Raşîda di xewna xwe de gon xwariye, yan ezraîl yan cebraîl lotikek lêxistiye“.

   Û em jî wek Lotikxane dibêjin:“Me bi xwe lotik lê nexistiye, xanimê bi dizî gon dixwe û eşkere dizê. Lê heger illeh hûn bavekî ji zaroka wê re dixwazin, em amade ne fedakarîyê bikin, lotikek bêîman lêxin û mehra îmamê çaroxî bavêjin ser Raşîda xanimê“.

De tewkelî bi xwedê…..

 

Xwezî bi wê rojê

 

Hesen Almas- 14/09/08- Waşîngton- Dibêjin rojnama Washîngton Post nivîsek di derbarê Kurdekan de nivîsandiye û lotikek li Kurdan xistiye. Xwedêgiravî Kurd hinek deverên Iraqê bi darê tifingê dixin bin desthilatdarîya xwe û xaka xwe berfirehtir dikin.

   Serdarê hêzên Amerîkî General Mark Hertlîng gotiye:”Kurd bi vê helwesta xwe zirarê didin rewşa Iraqê” filan û bêvan.

   Lê a xweştir Abdullah Acil el-Yaver ku serokek ji herêma Sincarê ye û Erebekî qûnreş e, gotiye. Abdullah efendî gotiye:  >>>>>

Sa goştê sa naxwe

Mistefa Kerkûkî- 13/09/08-Kerkûk- Ji berê de bav û kalên me gotine „Sa goştê sa naxwe“. Îcar ev jî mesela me û Erebên qûnreşên Iraqê ye.

   Dibêjin serokwezîrê berê Îyad Ellawî çûye serdana Tirkiyê, bi sermezinên Tirkan re civiyaye, aqil ji wan wergirtiye û gotiye: „Na babam na, ellawekîl nabe! Divê Kerkûk xwedîyê statuyek serbixwe be, bi Bexdayê ve girêdayî be û Kurd destê xwe jê bikşînin. Yan na em qebûl nakin“ filan û fîstan.

  Ê tabî canim, ma kûçik goştê kûçik dixwe? Naaaaa! Ha Ellawî, ha Malikî û ha Saddam, heman gû û heman rîx…..

Luqman Cemîl got OKEYYYY! Sala bê jî wê bêje NOOOOOO!

 

Cejna Remezanê pîroz be!

Mixabin gelê me yê sê parçeyên Kurdistanê, îsal jî nikare cejna Remezanê di nav aramî, aşitî û azadiyê da pîroz bike. Tê zanîn, ku cejna Remezanê wesîleyek e, ji bo dostî, lihevhatin û aşîtiyê û dîsa tê zanîn, ku çeka giringtirîn ya azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê yekîtî ye.

    Em wek navenda KOMKARê, cejna Remezanê ya gelê me yê Musluman pîroz dikin û hêvîdar in, cejna Remezanê ya îsalîn bibe despêkek ji bo hevkarî û yekîtiya hêzên Kurdistanî.

 

Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR - 30/09/08

Mullah Krekar threatens Kurdish author

Norway's least welcome refugee Mullah Krekar made headlines again during the weekend, after sending out a written statement and sound file over the Internet in which he claims that a controversial Kurdish author deserves the death penalty.

   Translators hesitate to call Krekar's statement a fatwa, but there's little doubt that it can be interpreted as a threat. >>>>>

Zarokên wan li Enqere û Stenbolê dixwînin, ê me jî serê xwe dişkînin

E.Kurdî- 29/09/08-Mersîn- Em Kurd çi peppûk û reben in wey li min. Qey evî milletê reben çi xwelî li serê xwe kiribû go ket vî halî ya rebbî? J

   i berê de zarokên rêber, axa û şêxên me li metropolên Tirkiyê yan Ewrûpayê, di zanîngehên herî baş de dixwendin. Lê ji me re digotin „xwendin heram û guneh e, zarokên xwe neşînin dibistanê“ filan û fîstan.

   Lê piştre me didît ku zarokên wan wek textor, mihendis, wezîr yan payebilindek dewletê vedigeriyan nav me û dîsa li serê me dibûn mîr û axa. >>>>>

 

Apec û Spîrêz di Fuara Pirtûkan a Göteborgê de

 

28/09/08-Goteborg-Fuara Pirtûkan a Göteborgê di 24 mehê de deriyê xwe ji pirtûkfiroş, pirtûkkirox, nivîskar, hunermend, muzîsyen, semînerdar û mêvanan re vekir. Îsal 24.emin a Fuara Pirtûkan a Göteborgê ye.

   Wek dewlet hevkar û beşdarên Fuara Pirtûkan a Göteborge li gel dewleta Swêdê ev dewlet jî hene û cihên xwe vekirine: Almanya, Avustraliya, Avusturya, Bulgaristan, Çîn, Danîmark, DYA, Fînlandiya, Fransa, Hîndistan, >>>>>

Kerên me ne lê kurtanê Tirkan li wan e

Mîr Ronas- 27/09/08- Êlih- Hûn zanin ez behsa kê dikim gelo? Ez behsa Kemal Kiliçdaroxlîyê (chp î) û Mîr Dengîr Firatê (akp î) dikim. Kemal Kiliçdaroxlî Kurdê elewî ye. Û Mîr Dengîr jî Kurdê sunî ye. 

   Ev herdu şexsîyet ev çend rojin di rojeva rojnamê Tirkan de ne.Yek ji alî Seyid Rizo ye û yek jî ji alî Şêx Seîdê kal e. Ev herdu şexsîyet ji bo D.Baykalê  Kemalîst û Teyib Erdoxanê faşîst xizmetê dikin û qûna wan dalêsin. >>>>>

Is This a 'Victory'?

By Peter W. Galbraith

 

We hear again and again from Washington that we have turned a corner in Iraq and are on the path to victory. If so, it is a strange victory. Shiite religious parties that are Iran's closest allies in the Middle East control Iraq's central government and the country's oil-rich south. A Sunni militia, known as the Awakening, dominates Iraq's Sunni center. . >>>>>

Sunetkirina jinan an qedexekirina şêwezaran?

Ezîz Xemcivîn- 26/09/08-

Hejmara jinên ku ji bo tolhidana namûsê hatine kujtin, li Silêmanî û Hewlêrê ji hemû bajarên Îraqê bêtir bû.

   Li Kurdistana azad û bi taybetî li Hewlêr û (Silêmaniyê bajarê tenê bi modêl û dirûv pêşketî ye) lê bi naverokê mîna Sûdan, Nêcîriya û Tanzanya û Misrê hîna bi ramanên berê ku naxwazin jin mîna zilam ji jiyana zayendî xweşiyê bibîne, an ji bo germa zayendî ligel nemîne, (li gora nerîna wan) da nekeve şaşitiyê, ji lewra jinê sunet dikin. >>>>>

Xoz Pê Selawatan Nêgêrîyeno!

 Hesê Belê- 26/09/08-Amed-

Bawkalê maya mi Ehmê Xal Ehmî dewa Tirmale ra bi. Yew laya çemê Dîcle verê dewa înan ra vîyarena. Coka hêgayê înan awî yê. Zaf kurêk ramenê.

   O waxt welat de xozî zaf bîy. Şarê dewan pê tifingan nobeta hêgayan girewtêne ke xozî zirar nêdê debreyê înan.     Ehmê Xal Ehmî seba ke feqîr bi, nêşaynî xo rê yew tifing bierîno.  Vano, ez o şiro melayê dewa Mehyonî het, go mi rê yew nûşte texteyî ser o binuso, ez o ê texteyî mîyanê hêgayî de biroceno ke xozî ci ra dûrî vindî. >>>>>

Heware Heware…  Bi nawê Yezdan dîsa Heware û Hey Heware…

 Qosarî- 25/09/08-Amed-

   Cigerlerim, bi navê Yezdan dikim min kir qêrin jî tu kesî  dengê min ne bihîst. Bawerkin ez biteqim jî ne xema tu kesane.

    Kekê min, cigerlerim, ronahiya herdû çavên min, weleh û bileh hûn neheqin bavê min. Hûn hem neheqiyê li xwe dikin û hem jî li gelê  me dikin. De ka werin safî bikin.

    Ji bona perwerdeya ziman li Amedê jî çalakiyek hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûne, bi coş û bi eşkq çalakî hatiye destpêkirin. >>>>>

Simît

Bargiran Baran-24/09/08-

Zimanên me wek zimanên kûçikên westîyayî li derve, destên me li ser çongên me û çavên me li çatê rê em sekînîne. Tiştek di me de nemaye, û tîbûnê li mejîyê me herdû ya xistiye.

   Bûye çil û heft deqîqe ne em dimeşin, lê me hîn cihê tevgera va bêîmanan nedîtiye. Va zilamê nehan e ku em jê cih dipirsin, û va cara nehan e ku em kêfxweş dibin û dibêjin ''temam, qedîya em gêhîştinê''.  Herkes rêyekê dide ber me û dişîne alîyekî, lê bigir em tim li cîhê xwe çerx dibin. >>>>>

Galaya Arafê tirr ji Nisêbînîyan berda

Listika Teatra Avesta "Araf/ Di Navbera Du Welatan De" ku ji aliyê Cîhan Şan ve hatiye nivîsîn û ji aliyê Aydin Orak ve tê lîstin, di salvegera kuştina Mûsa Anter de li Nisêbînê bi beşdarbûna bi hezaran kesan hate pêşkêşkirin.

    Lîstika Arafê ku li Navenda Çanda Mîtannî rastî eleqeyeke mezin hat, ji ber ku di salona ku cihê pênsed kesî heye de cî nema, ji ber vê yekê bi riya sînevîzyonê bi hezaran kesan li derve jî temaşekirin. >>>>>

 

Iraqi Kurdish Official on Talks with US Officials

 

Ma'ad Fayad- London, Asharq Al-Awsat - Falah Mustafa, The head of the Kurdish Foreign Relations Department in the local government of the Kurdistan Region in Iraq has stressed that "the Kurdish leadership, including the government of the region, is determined to use dialogue as its method and remind others that today's Iraq is not the Iraq of previous regimes, but a federal, democratic, multilateral country and that the Kurds are major partners in the political process. We have contributed and will continue to contribute to the political process." >>>>>

Zanîngeha Azad dest bi lotikan kir

 Ji raya giştî re

Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî xwezayî ye. Mixabin gelê Kurd ji vî mafê xwe hatiye bêparhiştin. Du sedemên vê kambaxiyê hene:

1-Bav û kalan berpirsiyariyên xwe yên li hemberî zimanê xwe îhmal kirine û ev îhmala wan digel faîzan ve li pişta nifşên nûhatî hatiye barkirin.

2-Dagirkerên welatê Kurdan ji ber sistiya pêşiyan hemû cîhan rakirine dijberî Kurdan û bi vî awayî Kurd ji hemû aliyan ve kirine bin gemaroyê. >>>>>

GÎYABEND

Bavê Jîndar- 21/09/08-

Giyabend zêdetirîn li cihên zuha û bi kevirîn, li çolan xwe bi xwe hêşîn dibe. Bejna wê, 40- 120 cm dirêj dibe. Di meha tîrmeh û tebaxê de kulîlkan vedike. Kulîlkên wê ser bi gupikên wê  wek gulokan û ûşîyan bi qezebê (binik-dûxik) ve dorpêçî û nixûnin (berjêrin). Fêqîya wê wek bangêrek(gundor- lox) biçûk, reng xwelîyê spî an jî zîvîn e.

   Pelên wê rengê xwelîyek spî ye û hinekî bi pirç e.Pelên wê yên binî li ser çiqan 5-15 cm  girovir an jî wek serê riman in. Li rex wan pelan, sê pelên din yên biçûk bêhnxweş, tamtûj û tahl hene. >>>>>

 

A Talk with Kurdistan Security Chief, Masrur Barzani

 


 

Ma'ad Fayad- Arbil, Asharq Al-Awsat- Masrur Barzani, Chief of the Kurdistan Region Protection Agency gives his first ever interview to Asharq Al-Awsat. The following is the full text:

 

[Asharq Al-Awsat] Could you speak to us about the nature of your work in this apparatus? >>>>>

TENÊ

Bavê Tosin-19/09/08-

Tîrêjên  rojê, hember çiyê ,

Serî xwar kirin

Kanyê bi nermayî

Sirûda xwe berdewam kir

Bêdengî him bi him

Winda bû

Çûk û şaxan “siba te xweş”

Ji hevre gotin >>>>>

Zimanê pêşerojê

Zana Xanê-18/09/08- Zimanê ku îro pir mirov pê dipeyivin, zimanê çînê yê bakur e, lê zimanê herî xurt di dinyayê de zimanê ingilîzê ye.

    Berî 15000 sal, hejmara zimanan di dinyayê de,10000 ziman bûn. Îro ew hejmar daketiye tenê 6000an. Jê du hezar ziman li ber mirinê ne û li gora zanyaran 600 ziman tenê karin berdewam bikin. >>>>>

Rexnekirin û Rexnerakirin

Qosarî- 17/09/08-Amed-

     Li gor min ev mevzûyek gelek taybet e, gelekî nazdar e. Ya cigerlerim yê ezîz, rexne can û qewetê dide hêzên siyasetan, ruh dide hunerê. Lê gava mirov tiştek rexne kir ev şertên ku bi tevayî cîhanê ji xwe re kiriye bandor hewceye ku Kurd jî bikin.

   Bila êdî Kurd hew bibin dijminê qewmê xwe .  Bila hew  ji me re were gotin qewmê kew. Hew di zimanê Kurda de gotina “Birakujî” ji lîteratura Kurda derkeve. >>>>>

Reflections On The State of Kurdistan

Namo Abdulla - The Window

Chris Kutschera is a French journalist, researcher, writer, and specialist on the Middle East and the Kurds, who has written several books and published numerous articles in the Monde Diplomatique, Les Cahiers de l’Orient, Al Wasat and The Middle East magazine.

   His books include: “Le Mouvement National Kurde” (Paris, Flammarion 1979), The French reference book on Kurds, “Le défi Kurde, ou le rêve fou de l’indépendance” (Paris, Bayard, 1997), and “Le Kurdistan, guide littéraire, Lausanne” (Favre, 1998). Kutschera has followed the Kurdish question since 1971. >>>>>

Adet û tore jî têk çûn

Tecawizcî Coşqûn- 16/09/08-Stenbol- Civaka Kurd serûbinê hev bû û lotikek lê ket. Berê qedr û qîmet, rêz û hurmet hebû. Lê niha ew tew li ber avê hatin berdan û Kurd bûne wek qantirê. Ne zanin dê û bavê wan kî ye û ne zanin esl û peslê wan kî ye. Destramîsan nîşana rêz û hurmetê bû. Bişûk diçûn destê mezinên xwe û rêz û hurmeta xwe ji mezinên xwe re nîşan didan. Lê niha?

   Wê rojê ez li nava bajêr digeriyam. Şagirtekî ku min pir ked û xwêdan di berde rijandibû û min ji zûde ew nedîtibû pêrgî min hat. Kêfa min pir hat, min destê xwe dirêjî wî kir, wî destê min hejand û çi bêje başe? >>>>>

Flaşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşşş

Zimanê yekgirtî hat dîtin!

 

Tacdîn Baran- 15/09/08-Almanya- Li ser xêrê be û çavê Kurdan ronî be. Êdî pirsgirêka zimanê Kurdî, pirsgirêka zimanê yekgirtî ji holê rabû û çare hat dîtin.

   Dibêjin xuşka me Hatîce Yaşar (Xecê) li bajarê Bonn ê hevpeyvînek bi malpera Avesta re kiriye û lotikên xweş avêtine.  Lê me fêhm nekir ka Siyamend? Ma Xeçê bê Siyamend dibe? Ka Siyamendê Silîvî li ku ye?

   Welhasil, Xeca me dibêje ku ew li Zankoya Silêmanîyê dersên dîroka sedsala 19an dide. Li ser pirsa: “Bi Soranî lê bi Kurmancî?” Xeçê dibêje: >>>>>

GEZING – GEZGEZOK

Bavê Jîndar-14/09/08-

Gezing an jî gezgezok gîya yan jî pincarek bê ar e.  Xwe bixwe li ber rêyan, ber lêvên coyan li bin dîwaran, binê keviran, cihên xurabe,  xwe bixwe hêşîn dibe.

   Li Kurdistanê jibo xebitandinê du cureyên wê hene “ mezin û biçûk “ lê naverok û têdayîyên wan wek hev in. Ferqîya nava wan bi tenê bilindbûn e. Bejna ya mezin heta 120 cm, a biçûk jî 20 – 60 cm bilind dibe. Belgên wan gurover an jî wek dil in, rexên wan xetxetî wek diranan in.  >>>>>

Eloyo Şiwane û Paşîv

 Hesê Belê-13/09/08-Amed- Eloyo şiwane, kar û îşê ey şiwanetiya şarî bî. Nano wişk û awa gerawe werdê ey bîy. 

Aşma Remezanî yena, Elo duşmîşêno û vano, ez o werza paşîv û zîyafetêko weş biwera.

   Keyeyo ke Elo înan rê şiwanetî keno, na mesela fehmm kenî û Eloyî ra vanê “Elo qurban, ti roce nêgênî, ti çi rê werzenî paşîv û aciz benî?” >>>>>

 

Erê şêrîn serî danî   

 

 

Heysem Bavê Salih- 13/09/08-Qamişlo-                        

Erê şêrîn serî danî bûye zindan tarî xanî, şeref namûs rastî kanî

Ti çû derya li ku war danî, ma rok neda soz pêmanî

Ne berket be li wî zimanî, sed nehlet bi li wî zemanî >>>>>

Nivîsên Remezanê- 1

Hesê Belê-12/09/08-Amed-

Rehmetîyê kalikê (bapîrê) min Mele Ehmed, ji bo kêfa me zarokan bîne, bala me bikşîne ser meha Remezanê û rojîyê, ji me re di derbarê rojîyê de henek dikirin.

    Gava em radibûn sihorê mijara pêşîn li ser niyetê bû. Di nav meraqa niyetanînê de, ji me re; gerek zarok niyetên cuda bînin digot. Çunkî wî zanîbû ku emê nikaribin rojîyê bigrin û bi vî awayî em diparaztin. >>>>>

 

Gelo wê Kurdên ku bi "şildim bildima Tirkî" dipeyivin ji van zarokan fedî bikin?

 

Bê şirove

AIDS û Azadî

Senger Îloz- 11/09/08- Eşkere bû ku li Kurdistana azad ango Başûr her tişt ne azad e! Sînorên azadiyê heta cihekî kakacan! Ji xwe ku li we nexweşiya AIDS’ê peyda bûbe dev ji hewandina nava welêt berdin girtîgeh jî ji we re heram e!

   Rayedarên herêma Kurdistan ji mêvanên welatê xwe re bi zimanekî zelal û delal dibêjin; Ma we ji me pirsî û hûn bi AIDS’ê ketin. Hela hela! Qey dijmin we bi ser me de şandiye, da ku vê nexweşiya xedar li welatiyên me jî belav bikin. Kiş kiş vegerin çavê me we nebîne!’ >>>>>

Hawar yû!

Bargiran Baran-10/09/08-

Bi çavên min ên şeş salî û dilê min ê germik û nermik di nav gund de keçka herî xweşik û gewrik, dotmama min a ji min sêzdeh sala mezintir bû.

   Porê wê yê zeravî, çavên wê yên reş û belek û dest û neynûkên wê yên hinekirî. Du pêçîyên wê yên tim li jor, dengê wê yê zelal û kesk û sor û zereka li ser enîya wê girêdayî. Rûyê wê yê bi ken, destmala wê ya zer û serpeşîya wê ya şên, du gav rast, gavek çep û carek din gavek rast. Şûnê de şûnê de... Mîlîtan, mîlîtan, simbêlqeytan... mîlîtano.. mîlîtano.. Tew tew, ha Ferê ha. Û qêrînek bêwext, ya pîrekê:  ''Ma dengê min nayê we ha, bes bireqisin bes, 'esker tên 'esker''.>>>>>

Kerkukê û Seddamiyên nuhok-3

Z.Osman-09/09/08-

Di vê qonaxê de H.K.B  derbasî zîvirandinek xerab bûye û gelek astengî têde wê li himber netewa Kurd peyda bibin. Neyarên Kurda li Îraqê û dewletên deverê wê  keysa xwe ji van mercên nuh bînin bo ziyaniya bighînin netewa Kurd.

    Bê guman mebesta van neyaran ne xistina madeya 140 î ji desturê Îraqê bi tenha ye. Belê armanca wanî stratîjîk xistina fîderaliya H.K.B e. Ev jî di guhê Kurda de zengilê agahdariyê ye bo şiyar bibin û xwe ji qonaxek herî dijwar re  amade bikin. >>>>>

DARA  ZEYTÛNÊ

 Bavê Tosin-09/09/08-Amûdê-

Evîna me

Lêhatinek bû

Min dilê xwe kola

Jêre kir gor

Lê çavên min

Ahîna bê deng

Bi dizî

Belakirin .

De bela bêje

Dara zeytûnê

Bela bêje >>>>>

Cîgerim dîsa lotikek bêîman li Kurdan xist

Firildeq Elî- 07/09/08-Stenbol-  Belê, serokê Konfederasyona Civakên Kurdistanê (di Kurdistanê de ji xeynî milletê Kurd çend civak hene hê jî min fêhm nekiriye) cîgerim Ocalan dîsa lotikek li netewparêzîya Kurd xist û mafê dewletbûnê li wan heram kir.

    Cîgerim di hevdîtina vê dawîyê de dîsa wek dem û dewranên berê mesele bir û anî û hat li ser netew-dewletbûnê sekinî. Tu dibê qey tu îş û karê wî, tu pirsgirêkên wî nemaye ji xeynî dewletbûna Kurdên başûr pêve û ev jî wek pîjekî di çavê wî de radibe.

 Yaw babam, xwedê bikim Iraq bibe 101 parçe, ji te re çi wîîî! Ma dewletbûn ji xelkê re adet lê ji Kurdên xwelîliser re qebhet e qerdeşim? >>>>>

 

lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006