H.Belê

Nano Lavaş

F.Devliken

Sûretê nemiro

B.Ronahî

Dayka te

L.Şêxo

Şer û Gundî

A.Dûran

Têxe navê

Z.Osman

Siyaseta

kelandinê

S.Acar

Pirsên ji meraqa

Qosarî

Xewn û xeyal

X.Xelîl

Ezê

bêjim

S.Îloz 

Ava dîn

 
lotikxane
Çi kesê ku ruhê netewayetî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike...M.Mistefa Barzanî...            Medya ///   Arşîv

Xaltîka Fatê-28

Dermanxana xweristê

Tendirustî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

 

Bereketa xwedê li demokrasîyê be

 

Firildeq Elî – 27/05/09-Stenbol- Ma ji demokrasî û sîstema „kê kir kê“ xweştir heye gelo? Bawer nakim. De ji xwe re li kerametên demokrasîyê binerin û lê bifikirin.

   Li bajarê Antalyayê, beledîya Kepezê, taxa Kûzeyyakayê, mizgeft û kerxane bûn cîranên hev û destê bratîyê dan hev.

   Dibêjin pirê caran xelkên bajêr serî li beledîyê dane ji bo ku wê quzilqurta Kerxana li ser rêya „Yeşîlirmak“ê ye, rakin û xira bikin. Lê her carê karmendên beledîyê gotine: „Naaaaaa, nabeeee! Demokrasî li vir heye, kî dixe kê, kî ji kê derdixe azad e“ filan û fîstan. >>>>>  

 

Îcar wê têr hevdu balêsin

 

Tecawizcî Coşqûn- 26/05/09- Stenbol- Piştî ku ev moda „Lezbîyenî“ û „Homoseksueltî-qûnektî“ derketiye, nan ji me lotikvanan re nemaye law. Êdî jin bi jinê û mêr bi mêr têr dixwe. Jin jinan dalêsin û zilam jî zilaman diçirînin. Îcar ma ev edalet e qerdeşim?

   Yaw ez hew wêrim xwe nêzîkî jinekê bikim lo. Hew te dît got: „De wêde here, ez lezbîyen im û xiyaran naxwim“ û ez cehimandim. Wille û bille lo, wî! >>>>>

 

Gelo wê kî tirrê ji kê berde?

 

Diyar Baban- 25/05/09-Mahabad- Li ser bext û namûsa Serokê Federasyona Fûtbola Îranê Alî Keffaşîyan be rebbä.

   Dibêjin Alî Keffaşîyan telaqên xwe avêtine û gotiye:”Bi hersê telaqên bê fitû, Federasyona Fûtbola Amerîkayê pêşniyazek ji me re anîye û gotiye “ka em bi hevre maça dostanîyê bilîzin û tirrê ji hev berdin” û em niha li ser vê pêşniyazê difikirin” filan û fîstan.

   Yanî, lotikvanên Amerîka û Îranê dixwazin bi hevre maça fûtbolê bilîzin ji bo têkilîyên navbera herdu welatan germik û nermik bikin. >>>>>

 

 

Yakûtê me îmana meselê teneke kir

 

Serdar Mirad- 23/05/09-Amed- Serokê Diyarbakirsporê Dr.Abdurrahman Yakût, ji rojnama Referansê re çend lotikên bi îman avêtin û îmana meselê teneke kir. Yakût, di derbarê lîztikvanên Kurd, TRT6 û forma Kurdî de kir çirik û virik û tirr ji sporê berda.

    Abdurrahmanê me ji rojnama Referansê re gotiye:“Bi dîn û îman, bi hersê telaqên jinberdanê, heger derfetên me yên bingehîn çêbibin, emê lîztikvanên Kurd zêdetir bikin û bihêlin ku fûtbolcîyên Kurd tirrê ji sporê berdin“ filan û fîstan. >>>>>

 

Sûretê nemiro!

 

F. Devliken- 22/05/09-Mêrdîn Şêxê û Emşê jin û mêrê hev in. Bi gotineke din, Emşê mêrê Şêxê ye û Şêxê jî jîna Emşê...

    Biborin, biborin! Şêxê mêrê Emşê û Emşê jî jîna wî ye lo. Nahlet li çavê şeytanê melhûn bê!

    Şêxê zilamekî qut û qalind, Emşê jî xanimeke çîçilaskî ye; yanî, ji çerm û hestî pêk tê.

   Tê sond bixwe ku brûskê lê xistîye. Gava dimeşe, qûna xwe bi hêlekê dike… >>>>>

 

Navê min jî li ciyekî  binivîse heyatim

 

Pornocî Kemal- 21/05/09- Lotikvana Tirk, doxînsista jihevdeketî manken Bûket Saygi, li Amsterdama Hollandayê xwe neqişand û navê hezkiriyê xwe Murat Koyuncuoglu li ser kelefê qûna xwe deqand.

   Tu dibê qey xanimê ji qelşa navbera herdu telaşan pêve ciyekî din nedît ku navê qirasê hezkiriyê xwe binivîse kuro. Ê qizim, te navê wî li ser memikên xwe binivîsanda, li ser aniya xwe binivîsanda, li ser navka zikê xwe binivîsanda law, ma telaşên qûnê?

   Wey tifûûûûûû li vê kuna teyî reş û gennî be û hew!

   Ê qizim, madem te dest pê kiriye, xêrekê bi xwe bike û navê min jî li nav şeqê xwe binivîse hê, ma nabe?

 

Mirîşka berdêla welatekî

 

Rêwîyê Kal- 20/05/09- Tirkîye-  Kamyonekî yekî Tirk tije sarinc û cilşok berê xwe dide navça Şîrwan ê. Ajovan li ser rê mirîşkekê dipelixîn e. Xwedîyê mirîşka reş,  xalê Zibêr bi hêrs û dibê: “ Wax wax, te çawa mirîşka ku berdêla welatekî ye kuşt oxlim?“

    Ajovan matmayî dimine. Dibê: “ Kardeşim ne çok büyütüyorsun, alti üstü bir tavuk bunun. Neyse parasını vereyim “.

   Li ser gengeşîyê hema kîjan cînar tê, dibên: “ Zibêr bila serê we sax be, heyfa mirîşka berdêla welatekî “ filan û bêvan. >>>>>

 

Lotika wan li wan kirin jehr

 

Çang Çîng Çong- 19/05/09-Pekîn- Çînîyên reben ên herêma bajarê Çongqîngê xwestin ji salan carekê lotikekê bavêjin, lê hikûmeta çînê qûn li wan qetand û pehînek bergîlkî li nav serê wan xist.

   Li ser bextê serok Mao Zeytûn be, dibêjin şênîyên bajarê Çongqîngê dixwestin ji xwe re „parka seksê“ vekin û çend xiyar û bacanan tê de biçînin. Berî bi vekirina parkê bi çend mehan, rayedaran mîrkutê xwe li nav serê wan xist û got: „NABE! Ma law Çînî û parka seksê oxlim? Yan çavê we lê ye jinên me bên vê parka seksê û li xiyarên we binerin kurên kerê“ filan û fîstan.

    Welhasil, xelkê bajarê Çongqîngê berî ku xiyar û bacanên xwe biçînin û tamekê jê bikin, di ser vî re hatin û hûn sax…

 

Tirr ji mirovan berdan

 

Xalê Guhçem- 18/05/09- Gava yek bêje, heywan jî xwedîtî li heywanan dikin û berpirsyariya wan digirin ser xwe, wê hinek bêjin, li vê sosretê. Va ye Meymûna sor qetik xistiye stuyê seg û wî digerîne, xwarina wî didê û wî dixe koxa wî. Lê mirov çi bi hev dikin?

   Di şûna ku wek vê meymûnê destê biratî û dostanîyê bidin hev, car heye ji bo mirîşkekê, car heye ji bo zevîyekê, car jî heye ji bo lotikekê tirrê ji hev berdidin û hevdu dişînin cehnemê.

    De îcar ka hûn bêjin gelî civatê, kî heywan e?

 

Em amade ne krêdîyê bidin we kaka

 

Mihemed Soran- 18/05/09-Silêmanî- Li ser bextê namûsa Nûrî Malikî be, dibêjin hikûmeta Bexdayê xercên hilbijartinên herêma Kurdistanê nade û bi dek û dolabên bêbavî li paş dixe. Mesrefên hilbijartinê jî 37 milyon dolar e.

  Li gora ku Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinê birêz zikmezin Ferec Heyderî dibêje, Serokxenzîr Nûrî Malikî soz daye ku 37 milyon dolar bide, lê dek û dolaban li hev dizîvirîne, peran nade û dixwaze ku hilbijartin dereng bikeve yan jî neyê çêkirin. >>>>>

  

Ev tirr ji oxlim re nema

 

Hesen Almas- 16/05/09-Amerîka- Kesê ku kompleksa indestî û piçûkbûnê pê re hebe îflah nabe û dawîya dawî wê xwedêteala lotikekê li der qûna wî xe.

   Meselen lotikvanê pop û terp û repê Mîchael Jackson.

   Jackson yekî reşik bû, meşhûr bû û piştî li qûna wî rabû, ji rengê xwe yê reş şerm kir, xwest xwe bişibîne spîçolkên Amerîkî û qaşo xwe têxe dirûvê wan. >>>>>

 

Heywanan heywanek kir qurban

 

Satilmîş Yandançarptî- 15/05/09- Tirkiye- De ji xwe re li vî wêneyî binerin û biryara xwe bidin bê ka kî heywan e.

   Li bajarê Edîrneyê, di minasebeta avêtina hîmê avanîyekê de, golikek bi „vînç“ ê ji lingê xwe hat daleqandin û piştre hat serjêkirin. Yanî, xwedêgiravî ji bo bereket û saxlemîya wê avanîyê golikê reben kirine qurban ha.

   Lê law ma bi vê êşkencê hey min di we kirino! Ma heywan jî wilo tînin serê heywanan oxlim?

   Wîîîîîîî, bi sê telaqan min ji bîra kir gelî xwendevanan. Ma go ew zalim kurê zaliman ne heywan bûna, ev êşkence tanîn serê golikê reben? Na. Naxwe?

    Heywanan heywanek kir qurban û hûn sax….

 

Caferê me tirr ji Ortaco berda

 

Zinar Qelemşûr- 14/05/09- Stenbol-Lotikvan û qamqutê nîvmetro Serdar Ortac, dema ku hunermend Ahmet Kaya sax bû û di xelatên muzîkê yên Lral TV de gotibû “ezê klîpek bi Kurdî çêkim”, hatibû darizandin û qûnekê Ortac çetelek avêtibû Ahmet Kaya.

    Welhasil, tu nabê ev lotik di dilê xortê Kurd Cafer Arat de bûbû kul û gotibû:”Bi sê telaqan, ezê rojekê heyfa Ahmet Kaya ji vî qûnekî hilînim û tirrê jê berdim” û sûnd xwaribû.     

    Axir, dibêjin Serdar Ortacê nîvmetro û pozmezin >>>>>

 

GÜLSÜMÊ PÎROZ KİN

 

Rêwîyê Kal-13/05/09- Tirkîye- De werin  rêxa vê çêleka xweşik û rindik bi hinek kesa nedin xwarinê. Law li ber pozê we simbêl heye lê hûn bi qasî vê çêleka nav“Gülsüm” ne xwedi cesaret in.

   Li bajarê Meletê navça Yeşilyurt’ê gundê Kadiruşaxî, Gülsüm sibê ji axur derdikeve û berê xwe dide dibistanê. Di baxçê dibistanê de giya wek mêrge hêşîn bûye.

   Gülsüm devê xwe diavêje giya, dirûçikîne ku zikê birçî têr bike.Peykerê  Beton Misto deng li Gülsümê dike. Dibê: “Çêleka qûn bi rêx, ji vir derkeve here ev mêrga min e, li vir neçêre gewende” >>>>>

 

Kilîlîlîlîîlî, CD ya AHMEDÎNEJAD derdikeve

 

Mela Yasîn- 12/05/09- Tehran- Li ser bextê xelkê be, dibêjin wê kesekî Kurd xwe ji bo serokkomarîya Îranê amade kiriye û dixwaze dest bi lotik û pehînan bike.

    Kesê ku navê xwe veşartî dihêle û wê di meha pêşîya me de navê xwe eşkere bike, ji niha ve bûye tirsa dilê Farisên qûnreş û bi taybet dibêjin Ahmedînejad ji lotikên evê Kurd pir tirsiyaye.

    Li ser vê, min wek peyamnêrê Lotikxanê li Tehranê dîdarek (hevdîtinek) bi Serokkomarê Îranê Ahmedînejad re kir. >>>>>

 

Mêro telefon jî heram kir

 

Abdullah El Kurdî- 10/05/09-Riyad- Ev Erebên Siûdîyê hew zanin çi fitû û qanûnên bêîman derkin ku qûnê li insanan biqetînin ellawekîl. Hew we dît her serê çend rojan fitû û fetwayek ji nav şeqê xwe derxistin û bi navê şerîetê lotik li insanan xistin.

   Dibêjin miftîyê Siûdî Erebistanê Şêx Abdulezîz (belkî neçûbe hecê jî ellawekîl) efendî, fetwayek daye û lotikek li keç û jinên Ereb xistiye, kirasê wan li serê wan pêçaye. Şêxê bêderpî gotiye: >>>>>

 

 

Roja keran jî pîroz bikin oxlim!

 

Çêlek Şaban- 08/05/09- Enqere- De werin li vê ecêbê binerin. Zwendevanên Fakulteya Zanyarî ya Zanîngeha Siyasal a Enqerê, hersal “Roja çêlekan” pîroz dikin û wek çêlekan diorin. Di pîrozkirinê de “dua çêlekan” dixwînin, kincên sofî û hecîyan li xwe dikin û piştre derdikevin der, çêlekekê didin pêşîya xwe û didin lotikan.

   Erê kuro, roja çêlekan law! Ûlan oxlim, min di we kirino, li Tirkiyê bi hezaran kerên wek we hene, çima hûn “Roja keran” jî pîroz nakin qerdeşim!

   We çi “Roja mirovan” kir tirr ma dora “Roja çêlekan” heheyyyyy!

 

Tirk ji mejîyê xwe nexweş in

 

Satilmiş Yandançarpti- 07/05/09- Tirkiye- Rêxistina Hevkarîya Aborî û Rabûnê (OECD), raporek li ser tenduristîya aqil belav kir û lotikek xweş avêt.

   Rapora OECD bi navê “Bi awirekê civak” hatiye weşandin. Rapor li ser 21 civakên welatên cuda hatiye kirin û di beşê “Îndeksa tendirustîya Aqil” de lêkolînek li ser hemwelatîyên 21 welatan hatiye kirin. >>>>>

 

Çetel

 

B.Ronahî- 06/05/09- Melkoyê Şengalî xortek çardesalî ye û ji bavê xwe re dibê: “Min bi zewicîne“.  Bavê wî berê qebûl naket û dibê: “ Tu hêjta biçûkî”. Lê Melko dibê: “Yan tuyê min bi zewicînî yan jî ezê terkûdinya bibim”.

  Bavê wî ji neçarî wî dizewicîne.

  Êvara Melko dikeve gerdekê >>>>>

         

METÊ KETÊ

 

Rêwîyê Kal-06/05/09-Tirkîye-  Mixoyê me li Serhedê  li ba axayekî navdar xulam bû. Zewaca Mixo derengî ketibû. Keçê gund bi bejnûbala  Mixo ne razî bûn. Di wî gundî da keça ku Mixo biecibanda tunebû. Temenê Mixo jî zêde bû.

    Axa ji pîreka  xwe re got: “Keçikê gundê me Mixo naecibînin, belengazo ma ezeb, ne zewici. Were em tiştekî din bikin”.

 

Xanima axê go: “Çawa?” >>>>>

 

Dewletê vê carê pê girt

 

Osman Çelebî: Xwestin me bikujin û têxin stuyê terorîstan lê xwedê ji wan re nehişt

 

Cercûro- 05/05/09-Mêrdîn- Birastî ez nizanim çawa bêjim û çi xwelîyê li serê xwe bikim. Doh êvarî hinek qûnekan 44-45 Kurd wek mirîşkan kujtin û nalet li 101 bavê xwe anîn. 45 Kurd law? 45 insan, dê û bav, jin û zarok! Ma îcar ev ne heywantî be, ne kerîtî be, ne wehşet be çiye ji bo xwedê? Hem jî pismamên hev haaa, hem jî yek malbat, yek ezbet û yek xwîn.  

   Wey tifûûûûûûû li serê me Kurdan û hinek adetên me be û hew! Law ma reşikên Efrîkayê jî vî gûyî dixwin wey min di aqilê we kirino! >>>>>

 

Mîrê me tirr ji TRT6ê berda

 

Sofî Brahîm- 03/05/09- Kurdistan- Torinê Şêx Seîd û qirasê zilaman Dengîr Mîr Mehmet Firat, çend lotikên bi îman avêtin TRT6ê û qûş lê qetand. Firat, ji rojnavenava Tirk Buket Aşçi re behsa giringîya zimanê dayikê kir û tofanek ji tofana Nebî Nuh xerabtir rakir bi dîn û îman.

    Axir, Firatê me got:”Bi hersê telaqên jinberdanê, ez bi tirba kalkê xwe Şêx kim, tiştê ku insanan dike insan nasnama wan (zimanê) wan e. Ziman parçeyek ji insana ye, zimanê we tunebe hûn ne insan in. Ma ka heywan karin azadîyê bixwazin? >>>>>

 

Roj TV dawa wê li serê wê pêça

 

Miradê Torî- 02/05/09-Bruksel- Roj TV bûye melkemotê dewleta Tirk û ha ha tirr û fisan ji rayedarên dewletê berdide. Bi roj bûye tirsa dilê wan û bi şev jî bûye kabûs û bêhnê li wan diçikîne.

    Welhasil, li ser bextê qûnek û lezbîyenên Parlamentoya Ewrûpayê be, dibêjin wezîra dewleta Tirk sayin xanimefendî Nîmet Çûbûkçû (yan jî odûncû) beşdarî panêla bi navê „  Tirkîye de awrat“ bûye û piştî panêlê xwestiye di civînek çapemenîyê de çend lotikû zîtirkên Tirkane bavêje. >>>>>

 

 

Emê bi xêra xwe pêsîrên wê piçûk bikin

 

Kurdo Romanov- 27/05/09-Romanya- Tenîsbaza Romenî, lotikvana germik û nermik Sîmona Halep a 17 salî, ji ber mezinbûna pêsîrên xwe nikare baş bi tenîsê bilîze û memikên wê li serê wê bûne bele.

   Li ser bextê memikhezên Romanyayê be, dibêjin memikên Sîmona ji zebeşên Diyarbekrê jî mezintir in û hem jî zebeşên bê dendik in. Hem miz û şîrîn in û hem jî deqdeqî, germ û nerm in. >>>>>

 

Reşo qûş li Şîeyan qetand

 

Abdullah El Kurdî- 26/05/09- Mekke- Dibêjin: “Mêvan ji mêvan aciz e, mazûrvan ji herduwan aciz e”. Îcar ev jî mesela me û reşikê Efrîkî Şêx Adil Kilbanî ye.

   Kilbanî ji BBC re gotiye:”Her heşt jinên min ji min berdayî bin, ez kesekî wek misilman nabînim. Kesê ku rêzê ji Ebûbekir re negre kafir kurê kafira ye. >>>>>

 

Dayka te û xwarzîyê te

 

B.Ronahî- 24/05/09-Sadûn û hevalekî xwe ji gundê Bozan diçin gundê Bêbanê. Di navbera Bêban û Bozan de goristanek dîrokî û pir bi tirs û sahm heye.

    Di derheqa wê goristanê de tiştên gelek bi tirs hatine gotin û dîtin. Lewma kes bi roj jî, bi tenê newêre ji wir derbas bibe. Lê rêya navbera herdû gundan jî ji wir derbas dibe û çi rêyên din jî naçinê. >>>>>

 

Nasname

 

 Selah Mihemed-24/05/09-

Dehê cara diçim û têm

Çimkî nasnamê dixwazim

Sûndê dixwim bi yezdanî

Bi kitêba bi quranê

Bawer nakin,

Lê her ew tim,

Bilî nasnamê naxwazin. >>>>>

 

Aha gunikreşên Lotikxanê ev mêr in ha

 

Zinar Qelemşûr- 23/05/09- Stenbol- Hema bêjin Lotikxane ketiye TRT6ê. Bi ellawekîl hew nemaye ku Lotikxane û TRT6 bibin kirîvên hev û xwînê di dawa hev de birjînin.

  Vê carê Faqûrê me tirr ji tirs û newêrekîyê berda û wek beranê kol got:“Ez nivîskarê Lotikxanê me qerdeşim, heçê qebûl neke ji vî ve“ û wek mêran pesnê Lotikxanê di bernama Guler Işik de da. >>>>>

 

HELIZ

 

B. Jîndar- 22/05/09- Heliz hêşînhatek (nebatek)  ji malbata helizan e. Bejna wê li gor cih û cûre 70- 200 cm bilind dibe. Gîyayek li cihên bilind û biharan hêşîn dibe. Reha wê  15- 20 cm di erdê de ye. Belgên wê kesk, mezin û pirt pirt in.

   Kulîlkên wê zer û li serê gupikên çiqan ve vedibin û dişibihin sîvankan (şemşîyan). Ji Kurdistan heta Qafqasan, nêzîkî 100 cûreyên wê hene.

   Li Kurdistanê bi qasî 10- 15 cûreyên wê tên dîtin. Lê ji wan cûreyan bi tenê 2-3 cûre, di dema biharê de tên xwarin. >>>>>

 

 

Em xwedî dîrok in, xwedî qad in, xwedî ziman in

 

B.Tosin- 22/05/09- Kurdistan- Berî demeke kurt rêjîma Sûriyê ya şoven xelekek nû ji pîlanên xwe yên şoven bi cî kir, heşt mamoste ji bajarê Amûdê û çar ji Qamişlo û hijmarek biçûk ji derên din dûrî karê  mamostetîyê kirin  û ew avêtin dûrî bajarên wan. Wek nimûne yên Amûdê avêtin:

1- Serê Kanyê

2- Til Tamir

3- Hisiça  >>>>>

 

Welatê, kê kir kê, ma jê re

 

Bazê Qendîlê- 21/05/09-Kurdistan- Hilbijartinên perlemana Kurdistanê nêzîk dibin û pêre jî nûçeyên di nava xelkê de, gotinên ser tenûran, fen û dek û dolab germ û gurr dibin. Her yek hawar hawara wî ye, dibêje ez û ne kesekî din…hema bi kurtî bêjim: Dê bi weledê xwe de rîtîye

    Li ser bextê sîxurên lotikxanê be ku dibejin: Ji alîkî de Mele Bextiyar rahiştiye darekî û ketiye nava garanê >>>>>

 

Werin vê ecêba xwedê

 

 

Çang Çîng Çong- 21/05/09- Pekîn- Îcar ev ne elameta qiyametê be naxwe çiye ji bo xwedê. De lê binerin û bifikirin.

Li başûrê Çînê pincar û hêşînahîyek kesanedî hat dîtin û rojeva Çînê serûbinê hev kir.

    Ev pincar bi koka xwe eynen wek kopîya mirovan e û hetta xirr jî pêve heye. Ji xwe Çînî ji xirran hez dikin, îcar piştî ev pincar dîtin, yekcar li wan rabû û xirrê min û we li ber dilê wan şîrîntir bû. >>>>>

 

LOTIKXANE Û TRT 6

 

B.Ronahî- 20/05/09- Ev bûn çend carin nivîskarên Lotikxanê di bernameyên TRT 6 ê de derdikevin. Di 20.05 2009 an de, yanî îro, jî nîvîskarên Lotikxanê Farûqê Devliken derketibû bernameya Guler Işiqê û bi Kurdîya xwe ya paqij, bi mejî û gotinên xwe yên Kurdewarî bûbu hakimê bernamê.

   Ya rastî min heta ew di TRT 6 ê de nedît, min digot qey ew jî mîzahnivîsek e û navê xwe jî danîye “ Farûkê Devliken”.

   Lê dema min ew di TRT 6 ê de dît û temaşe kir, ji kêfan dilê min çarkopal lêxist. Wî bê tirs û xof  digot: “ Ez nîviskarê Lotikxanê me, Lotikxane malperek xalis muxlis bi Kurdî ye. Netewe perwer e,

>>>>>

 

Marê reş lotikek li Ocalan xist

 

Gerîllayê Bênav- 19/05/09-Mexmûr- Serokê Qonseya Rêveberîya KCK Mûrat Marêreş, hevpeyvînek da rojnama Şerq El Ewsedê û lotikên kesanedî virde wêde avêtin. A herî balkêş ev bû ku dibêje: „Ocalan serbest berdin jî em çekên xwe danaynin“.  

   Hella hellaaaaa ya siphan ella!

   Law ev çi mêranî û cesaret e sayin Karayilan? Ma hedê bavê kesî ye ji gotina sayin başqan derkeve qerdeşim?

    Yaw cîgerim, hem hûn dibêjin mixatabê çareserîyê li Îmralîyê ye, hem hûn ji azadîya başqan pêve doza tiştekî din nakin, û hem jî başqan serbest berdin jî hûn çekên xwe danaynin û hesabê wî nakin. Ma ev bû heval?

 

Xanimê bû lotikvana nimro 1

 

Pornoci Kemal- 18/05/09- Kovara Maxim 100 jinên herî seksî û herî agirpêketî pêşkêşî dinya û alemê kir û dil û kezeb li me sot. Li gora kovara Maxîmê, Olîvîa Wîlde bû nimro 1 û qûş li jinên din qetand.

    Piştî ku min Olîvîa Wîlde dît û min tehlîlek baş li ser wê kir, ez gihan wê qeneetê ku xanimê îdare dibe ha. Erê zeîfokî û çilmisonkî ye, lê tê xwarin. Ji tunebûnê çêtire. >>>>>

 

Tê derxin

 

17/05/09-Li eyaleta Hubeî ya Çînê kesê bi navê Wang Dalîn, mêşên hingiv xwedî dike û xwe di nav wan mêşan de şût û rût dike. Îcar pirsa me ev e: 10 mêş ketine pozê Wang Dalîn, gelo çend mêşên hingiv ketine qûna wî?

   Heçê tê derxe emê kîlok hingivê Bedlîsê, nîv kîlo hejîrên bejî, 250 gram gûzên Wanê û cûmek benîştê binxetê bidin wan.

   De destê mam Celal li pişta we be rebbî…

 

Hûn Kurdistanê jî li ser nekin canekem

 

Cemîl Cewher-15/05/09- Rojeva Kurd- Bajarê Silêmanî bajarekî modern û bajarê lotikan e. Ne wek Parîsê be jî, lê hema bêjin piştî Parîsê Silêmanî tê ha.

   Welhasil, li ser bextê rojnama Rûdawê û doxînsistên bajarê Silêmanîyê be, dibêjin hingî keçên Silêmanî pantolon û şerwalên teng, ziqziqandî û seksî li xwe dikin, xortên Silêmanî bê eraq serxweş dibin û li kolanên Silêmanîyê wek Komser Kolûmbo dikevin dû wan keçên ku xwe virde wêde dihejînin. >>>>>

 

LI KÊLEKA MIN RÛNÊ

 

B.Tosin

Aso

Di çavên te de

Razaye

Bilbilek tê de 

Dinale                             

Indeko 

Di lêvên te de

Bişkiviye

Di himêza te de

Buharek

Ji nesrîn û zaterê >>>>>

 

Siyaseta kelandina beqbelosa

 

Z.Osman- 13/05/09-Jibo çareserkirna kirîza birçîbûn û buhabûnê li welatên ereboşkan , civata serok wezîrên wan kom bûn ta ku bi hevre  bişêwirin û çarakê ji van kirîzan re bibînin.

 Yekî ji wan got:

Birayên xebatkar, hûn xweş dizanin ku Emerîka, Kurdistan û îsraîl bûne sedema vê kirîza ku em tê re derbas dibin. >>>>>

 

Heta serê mehê

 

B.Ronahî- 13/05/09- Herwekî tê zanîn hinek ji Şengalîyan jî  wek Ereban kirasekî spî û bê derpê li xwe dikin

Lewre gelek caran mêş û mozên Şengalê belayan tînin serê wan. Şêro jî yek ji wan e.

    Şêro yê Şengalî, dizewice lê roja ku wê bikeve gerdekê, xwedê nede kesî belayek tê serê wî. >>>>>

 

Ker di derewînane erê welle

 

Firildeq Elî- 12/05/09- Stenbol- De werin û li vê derew û virrê binerin lo. Lotikvana çiryayî Reyhan Karaca çi bêje başe?

   Reyhan karaca, bi bacana nav şeqê xwe sûnd dixwe û dibêje:”Min di sala 1999an de bi ezmanîyan re (bi Ûfoyîyan re) hevdu nas kir. Ezmanîyan dermanê kanserê (penceşêrê-brîna reş) dan min, lê ji ber em ne amade bûn, dîsa ji min stendin. Min bi Ûfo re çend sanîyan seyrana dinyayê kir. Mirovin pir germ in, bawerîyê didin meriv” filan û quzê kerê. >>>>>

 

BINEVŞ

 

B.Jîndar- 11/05/09- Di destpêka biharê de di binê darên şilî, li nav hej, pej û  li ber dîwaran, li rexên av û mêrgan xwe bixwe hêşîn têt. Tirk jêre dibên “Menekşe” Alman jî dibêjin “Stîfmûtterchen”.

   Belgên wê kesk in û rexên wê xetxet in. Hinek wek dil, hinek wek gûrçik û hinek  jî dişibin serê riman. Ji ber ku binevş nebatek bê navteng e, belgên wê û kulîlkên wê di reha mader (dayîk – esasî) de sererast derdikevin.>>>>>

 

Dolheramo kuta kûçik û pisîkê û bi êşkencê ew kujtin

 

Hesen Almas- 10/05/09-Amerîka- Hawarrrrr û sed carî hawarrrrr! De werin vê sosretê, cê ecêbê vê heywantîyê.

    Xortê Tirk (C.B 21 salî) ji bo xwendinê hatiye eyaleya Kansas a Amerîkayê. Lê dolheramo di şûna ku xwendina xwe bike, tofanek kesanedî anîye serê pisîk û dêlika (kûçika mê) xwe.

   Haşa min hizûr, berê kutaye pisîka xwe û ew bi êşkencê kujtiye. Piştre jî dor hatiye dêlikê, kutaye dêlikê, ew tirrek kiriye û ew jî bi êşkence kujtiye. >>>>>

             

ÇIMA TENÊ

 

Dildar ismail-10/05/09-

 Çima tenê dayikên me hêstira dibarînin

Kul û derda dikşînin.

Çima tenê zarokên me şepirze

Bê omîd û bê rêç.

Çima tenê em dostaniyê dixwazin

Biratî û hevaltî

Çîma tenê em dikin qîr û hawar

Belengaz û birçî >>>>>

 

Ma hema di balafirê de pirsa Kurd tê bîra te qerdeşim?

 

Av.E.Dîlan- 09/05/09-Enqere- Li sewr xêrê be, pîroz û bimbarek be rebbî. Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, dîsa di balafirê de got:“ Wê di mesela çareserkirina pirsa Kurd de tiştên baş bibin“ filan û bêvan.

    Sayin nermik û germik Abdullah Gul, pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka sereke yan Tirkiyê bi nav kir û got:“Bi sê telaqên bê fitû, pirsgirêka me ya herî germ û agirpêketî pirsa Kurd e. Kî qebûl dike yan nake ji xirrê kurê min ve, lê rastî ev e. >>>>>

 

PDK-Bakur tirr ji PDK-Bakur berda

 

Kezebşewityo- 07/05/09- Berî i du-sê rojan bi navê PDK-Bakur daxuyanîyek belav bû û tê de hat gotin ku ewê ji îro û pêde li gora destûr û rêbazê lotikan bavêjin û wê giranîya xwe bidin ser xebata legal a li bakurê Kurdistanê.

    Min berî niha gotibû:“Bi sê telaqan PDK-Bakur bûye wek lîztika zarokan“ filan û fîstan.

    Îcar zêdebûna ser kezebê jî ev e ku îro daxuyanîyek din li ser navê PDK-Bakur belav bû û di daxuyanîyê de tê gotin ku >>>>>

 

Hestên mêran

 

Jîrko- 06/05/09-Kurdistan-

1- Di hezkirinê de

Piştî 6 hefteyan: Hez dikim , hez dikim, hez dikim

Piştî 6 mehan: Erê ez ji te hez dikim

Piştî 6 salan: Ma ku min ji te hez nekiriba, ma min tu tanî?

2- Gava derbasî mal dibe

Piştî 6 hefteyan: Dilê min va ez hatim.

Piştî 6 mehan: Silav.

Piştî 6 salan: Firavîn çiye lê?

3- Diyarî >>>>>

 

Xewn û xeyalên hunermendan

 

Qosarî-06/05/09-Mêrdîn-Weyla agir bi mala bavê keto. Hema  rêza seri xwend, destê  xwe da ber ruyê xwe û ket nav xeyalan. De îjar emrê wî jî li dor panzdehan û şazdeh heye. De tê derxin bê wê di nav çi xeyalan de be. Bi navê yezdanê dilovan we derxist.

    Bila ew xort di nav xeyalên xwe de bimîne, emê bên ser xeyalên

hunermendan. >>>>>

 

 

Têxe navê!

A.Dûran- 27/05/09- Têkoşîna netewî wisa ne bi hêsan e. Lê di paşerojê de daxwazên me yên kesanedî bûn êş û bela serê me.Yekîtî Wekhevî-Azadî-Serxwebûn û Sosyalîzm. Ma kê winda kirîye emê bibînîn?  Sosyalîzm?  Çawa ku henekên xwe bi me bikin.

   Ew mîrovên ku ji rabûn û rûniştina wan, ji xwarin û vexwarina wan bigrin heya roja mirine di bin bandora misilmanîyê de bûn, ma wê çawa sosyalîst bin? Hemû sermîyan, galegalê gotinên tûj, dijîtî û pesindayîn. Ji bilî vêya çi heye ew e. Ew demek bû ku me çavgirtî dabu nav! Wek pêşbirkekê bû. Deee bajoon hûn jî bidin nav!

   Werhasil  >>>>>

Ma îcar ev ne kerîtîye?

Kurdê Anadolê- 26/05/09- Konya- Me digot qey tenê di nav me Kurdan de kerîtî û ehmeqî heye. Lê em dibînin ku Tirk ji me jî wêdetir in.  De li vê sosretê binerin û li kerîtîyê bifikirin.

Li bajarê Konya qeza Yûnak ê, kerê bi navê Cafer Yilmaz, ji bo tenekeyek mazot xuşka xwe, bûka xuşka xwe û torinê xuşka xwe kujtin û ew şandin axretê.

    Dibêjin tenekeyek mazota Cafer Yilmaz winda bûye. Rabûye nîqaşa teneka mazotê bi xuşka xwe Unzîle Yilmaz re kiriye û dîn û har bûye. Rabûye hema xuşka xwe, bûk û torinê xuşka xwe daye ber fîşekên çifteyê û tirr ji wan berdaye. Erê em Kurd car caran ehmeqîyan dikin û hevdu li ser erd û zevîyekê dikujin, lê tenekeyek mazot?

   De îcar ka bêjin lo;

   Kî ehmeq in?

Ew ne zevîya min e

Rêwîyê Kal-26/05/09-Tirkîye- Cimo sibê zû ji gund derdikeve diçe şorikê xwê bigre. Mêze dike ji gundê hember jî pirekek bi rê de tê. Cimo xeyal dike “xwezî ev pîrek biba rêhevala min û min miradê xwe lê bikira, çend lotikên germik û nemik lê bida”. Jinebî Seyro jî bala xwe didê ku zilamek ji hember tê, ew jî difikire dibê “ xwezîka ev peya bi min re biketa lotika”.

    Demek şunda tên ba hev. Merhebatî didin hev lê nêta xwe ji hev vedişêrin.  >>>>>

Fêde û hunera îsotên Ruhayê

Hesen Almas- 25/05/09-Amerîka- Karmend û milyarderî nîv Azerî nîv Rûs Telman Îsmaîlov, li bajarê Antalyayê otêlek herî mezin û şandar bi navê „Mardan Palace Otel“ vekir û di vekirina vê otêla qirase de lotikvanên meşhûr yên Amerîkî jî beşdar bûn. Yek ji wan jî lotikvanê germik û nermik Richard Gere bû.

   Ê helbet Îboyê me jî hebû canim, ma ciyê ku pere lê birijin Îbo jê kêm dibe, na.

   Axir, li ser bextê zinêkarên bajarê Antalyayê be, dibêjin gava lehmecûncî Îbo derketiye ser dikê û bi wî dengê xwe yê bilbilî dest bi strana„Wey wey wey  wey tosino, min çirand kirasino, piştî derpî ji min ket, xelas bûn fîşekino“ kiriye, Richard Gere li dengê wî matmayî maye, bêhn lê çikiyaye û gotiye:“Oh my God, wad is this law?“ û heta bi dawî li Îbo guhdarî kiriye. >>>>>

Nano Lavaş

H.Belê-24/05/09-Amed-  Dewa Hêni Nêrib de di birayî benî. Nameyê yewî Ehmo, yê bînî zî Zilfo beno.
Nameyê maya înan zî Hewe bena.

   Dewe de yew hadîse beno, nê her di birayî mehkum benî û newtarenî şirî keye. Mîyanê rezan de hîrê şewî bê engure û awe çîyêk nêwenî.

   Bi a veyşaneya xo yenî keye. A vîsteke de maya înan Hewe nano lavaş pewcena. >>>>>

Cîgerlerim berî mirinekê tên cem hev

Av.E.Dîlan- 23/05/09-Enqere- Serokwezîr sayin sermezin Erdogan û serokê DTP pozdirêj sayin Ahmet Turk, berî mirinekê tên cem hev û wê qewîtîyên xwe li hev bikin.

    Wek hûn zanin, herdu lotikvan û bi taybet jî serokê lotikvanên Tirkiyê Erdogan xwe ji DTPî yan ingirandibû, silav nedida wan û hesabê wan û pîvazek xerabe nedikir.

    Welhasil, li ser bext û wîjdanê Cîhgirê Serokwezîr Bulent Arinç be, dibêjin Arinç gotiye:“Wek hûn zanin cîgerlerim, ev demek e axayê me sayin Ahmet Turk dixwest bi serok Erdogan re qehweyek tehl vexwe û bi dam û satrancê bilîze. >>>>>

 

 

Ji raya giştî re:

Ez jî namzetê serokatîya Kurdistanê me!

 

Sofî Xelef- 21/05/09- Lotikxane- Selamunaleykum gelî civata Lotikxanê, sofî û mirîdên min. Ez têm çavên we û hema yekser dest bi lotika xwe dikim cîgerlerim.

   Dibêjin hilbijartina ji bo serokatîya başûrê Kurdistanê nêzîk bûye û heta niha tenê du namzetan xwe dane pêş. Serok Mesûd Barzanî û Binserok Helo Ibrahîm Ehmed. Ango, brayê xaltîka me Hêro Talabanî. 

   Welhasil, kekê me Helo Ibrahîm Ehmed sedema namzetîya xwe bi vî awayî radixe ber çav. Ji Rûdawê re gotiye: “Ez xwe ji bo serokatîya herêmê dikim reqîb, çunkî hebûna du namzetan ji vê postê re  tê wateya bicîhkirina demokrasîya li Kurdistanê” filan û fîstan.

   Yanî, Helo Ibrahîm Ehmed, ji bo demokrasî bê Kurdistanê dibe namzet û berberê Serok Barzanî ha, we fêhm kir ne wilo?

>>>>>

Silav nedan ji xirrê Mîr Zanyar ve

Esrarkêş Ehmê- 19/05/09-Amed- Belê… Îro 19ê Gulanê û qaşo cejna Komara Tirko qerdeşlerimiz e. Hersal vî çaxî heman lotik û zîtirkan didin xwe û cejna xwe pîroz dikin, têra xwe tirr û fisan dikin.

    Axir canim, cejn cejna wan e, pîroz dikin, pê dimîzin mesela wan e.

    Li ser bextê esrarkêş û eroînfiroşên bajarê Amedê be, dibêjin wek adet şaredarê Amedê serok Osman Baydemîr jî beşdarî cejna 19ê Gulanê bûye û bêdilî xwe be jî ketiye rêzê. Lê dibêjin sermezin û serperityên generalên wek Korgeneral Bekir Kalyoncu û Korgeneral Rasim Arslan, xwe ingirandine, silav nedane Osmanê me û destê wî nehejandine. >>>>>

Ma ev bû mamê Firat?

Ehmed Beyan- 18/05/09- Enqere-Bismillahirrehmanirrehîm. Serokê Kurdên sererd û binerd sayin A. Ocalan, hema bêjin di piranîya hevdîtinên xwe de li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve û xwestina dewletek serbixwe wek paşverûtî û kevneperestî dibîne.

   Pirê caran dibêje:”Wextê netew dewletan derbas bûye” û lotikên bêîman li xewn û xeyalên me Kurdan dixe, hetta tirrê ji me berdide. Me ev fêhm kir, dîtina wî ye, herkes di dîtina xwe de azad e. Çawa be wextekî Çoban Sulo digot:”Demokrasîlerde çare tukenmez – di demokrasîyan de çare xelas nabin”.

   Mesela me ne sayin Ocalan bû, lê mamê me Abdulmelîk Firat bû wesîle ku em behsa wî jî bikin. Welhasil. >>>>>

MHP li Amedê pê girt

Serdar Mirad- 16/05/09-Amed- Partîya faşîst a Tirk, partîya dolheramên Asenayê MHP li Amedê derîyê teşkîlata xwe mifte kir û bi xirrê cilêtçî û esrarkêşên Amedî girt.

    Li ser bextê donercî û şorbecîyên Amedê be, dibêjin ji ber ku serokê MHP Devlet Bahçelî dijminatîya Kurdan dike û naxwaze pirsa Kurd çareser bibe, kesek li Amedê naxwaze bibe serokê teşkîlata MHP û xirrê Bahçelî têxe xwe.

    Êêêêê, ma rehet e meriv serokatîya teşkîlata MHP bike û wek wan bibe dolheram qerdeşim? Na. >>>>>

Biçirîne oxlim biçirîne

Ehmed Kurdî- 15/05/09-Edene- Hewce nake ez bêjim û serê we bêşînim. Bi qasî ku partîya CHP dijminatîya Kurdan dikir û dike, çeqel û keftar nakin. Lê ji bo ku hinek Kurdên ehmeq bidin dûxwe, carna behsa mafê Kurdan dike û kera bera nizanim çiyî xwe dide.

   Axir, dibêjin wekîlê CHP ê qaşo Kurd Kemal Kiliçdaroglû, hatiye bajarê Edenê û çend zîtirk dane xwe. Sayin pozdirêj Kiliçdaroglû, li bajarê Edenê behsa Kurdan kiriye û çend lotikên bergîlkî avêtiye derûdora xwe.

    Kiliçdaroxlûyê Tûncelîlî (heyf e ez bêjim Dêrsimî) gotiye:”Ez bi serê Denîz Baykal kim >>>>>

Laşê min dixure

A.Dûran- 14/05/09- Cerdewan Osman axa rojekê aciz dibe û dixwaze heya demeke dûr û dirêj ji gund dûr here û berê xwe dide rêvîtîya bajêr. Piştî ku dikeve nav kolanên bajêr, tu kes bala xwe nade wî.

   Radibe xwe bi xwe loman dike û dibêje:

„ Ez di ar û namûsa van kolanên bajêr kim, bi kuve diçîm tu kes qûna xwe ji ber min ranake lewra tu qedr û qîmeta axatîyê tuneye, hebûn û tunebûna axan bê giramî wek hev e“

Di wê encamê de gundîyekî belengaz wî dinase û destên wî maç dike.

-Wey Osman axayê min, tu bi xêr hatî..

-Lawo va çi hal e, bi hezaran mîrov meşîyan û derbas bûn, silavek Xwedê jî nedan min kuro..>>>>>

Gulsum xanimê jî lotikek xwar

Çêlek Şaban-12/05/09-Meletê- Ma ji dil we ye tenê insan nefî dibin? Na. Çêlek jî karin têkevin ber lotik û pehînên dewletê û bibin qurbanên kerxanecîyê Selanîkê.

   Welhasil, li bajarê Meletê gundê Kadirûşaxi çêleka bi navê Gulsum, li bexçê dibistanê peykerê bavê Tirkan Atatirk xist erdê, tirr jê berda û şikenand. Li ser vê lotika çêlekê, midurê dibistanê da lotik û zîtirkan û doz li çêlekê vekir.

   Li ser vê sosretê, xwedîyê çêlekê Gul Kilinç, ji tirsa ku wê ceze bixwe, çêleka xwe nefî kir (sirgun kir) gundekî cîran cem merivên xwe û qûş lê qetand. >>>>>

Ev dinya bi pornocî û zinêkaran maye

Şemal Amedî. 10/05/09- Hollywood- Bawer bikin dinya bi pornocî, zinêkar, sextekar, diz û keleşan maye. Dinya ji insanê qenc re teng bûye. Yan divê meriv sextekar be, qehpik be, diz û çeqel be, yan jî meriv hew kare bi qencî û dilpakîya xwe bijî.

    Welhasil, dibêjin lotikvana Amerîkî, Stêra porno û xistin û derxistinê Stormy Danîels, biryar daye ku di hilbijartinên sala 2010an de bibe namzeta senatoya Amerîkayê. Stormy Danîels, dibêje ku >>>>>

Akademîya Kurdî tirr ji herdu humermendan berda

Sîxur 007- 09/05/09-Almanya- Li ser bextê fitne û fesadên nava Mîr Muzîk û Akademîya Kurdî be, dibêjin hunermend Delîl Dilanar û hunermend Xemdar, li hember sîstema ku li van herdu dezgehan tê meşandin derketine û gotine êdî bes e.

   Lê ev helwesta herdu humermendan li xweşîya generalên Mîr Muzîk û Akademîya Kurdî neçûye û rabûne herdu humermend bi lotik û zîtirkan tehdît kirine, gotine: "Binerin oxlim, heger hûn daxuyanîyan bidin rojname, tv û malperan emê tirrê ji we berdin û doxînê li we sist bikin" filan û fîstan. >>>>>

Mêro dixwaze bibe postecîyê Îmralîyê

Zinar Qelemşûr- 08/05/09-Stenbol- Aha nîşanek ji nîşanên qiyametê jî ev e. Ertûgrûl Ozkok û rabe hebûna pirsa Kurd qebûl bike û çareserîyê jê re bixwaze? Law ma rovî û sûk?’

   Welhasil, piştî ku nivîskarê qirase Hasan Cemal çû Qendîlê, bi Murat Karayilan re hevpeyvîn kir û lotikên bêîman avêtin, hinek ji nivîskarên Tirk li qûna xwe zor anîn û li dij wî derketin ku çima çûye Qendîlê ber lingê terorîstan. Lê hinek jî piştgirî dan Hasan Cemal û bi sê telaqên bê fitû qûnd xwarin ku wî karekî baş kiriye.

    Axir, yek ji wan lotikvanên ku piştgirî dane Hasan Cemal jî gerînendeyê giştî yê rojnama Hurrîyetê sayin pozmezin Ertûgrûl Ozkok e. >>>>>

Piştî tirrê kezîkurê

Kezebşewityo- 05/05/09- Bakur- Li ser bextê sîxur û ajanên me yên di nava PDK-Bakur de be, dibêjin civîna meclîsa PDK Bakur bê kuştin xilas bûye û kesek brîndar jî nebûye. Erê destê herkesî li ser demança wan bûye û fîşek di devê demançan de di fitêzê 5an de bûye jî, lê xwedêteala sebir daye endamên meclîsê û herareta wan ji 180  derecî daketiye fîftî fîftî.

    Welhasil, PDK Bakur a ku bûbû wek lîztika zarokan û wek muxtarekî Kurdistanê jî xizmet nedikir, piştî vê civîna qirase behsa rêbaz û destûrê dike û xuyaye nû hişê wê hatiye serê wê (heger ne derew be tabî).

    Ê helbet canim, heta niha zivistan bû, sur û serma bû, ma kê karîbû vê berf û baranê derkeve qadê û siyasetê bike qerdeşim, wîî! Meselen va buhar hat, dinya hêşîn bû, xweş bû, tam dema hêlînên kewa û siyasetê ye haaaaa…. >>>>>

Heta li wan ranebe nayên Hesenkêfê

Şemoyê Dekşûrî- 05/05/09- Hesenkêf- Bakurê Kurdistanê û bi taybet jî herêma Mêrdînê ji hunermened û lotikvanên Tirk re bûye seyrangeh û heta li wan ranebe nayên vanderan. Lê ku tên jî wek eraqvexwiran tê serê wan, bi bedewî û kevneşopîya herêmê serxweş dibin, li wan radibe û doxîna wan şilopilo dibe.

    Axir, vê carê jî lotikvana doxînçiryayî, mankên û modêla ku niha dixwaze doxîna xwe ji qiraseyekî Îtalî re daxe kabokê û pê re bizewice Tugba Ozay, hat Hesenkêfê û çend lotik avêtin. Hesenkêf ewqasî li xweşîya Ozay xanimê çûye ku dibêje:” Înşallah ezê daweta xwe li Hesenkêfê çêkim. Erê xiyarê min ê Îtalî hê vanderan nedîtiye, lê ku hat û dît, ez bawerim wê sedî sed li wî jî rabe û kêfa wî pir ji Hesenkêfê re bê” filan û fîstan. >>>>>

Lotikxane jî ket grêva birçîbûnê

Cilêtçî Mihê- 03/05/09-Amed- Lotikvan, serok û generalên eşîreta DTP li Amedê ketin grêva birçîbûnê û nêzîkî 10 hezar eskerên DTP jî dora wan pêçan û piştgirî dan generalên xwe. Çima birçîbûn? Xwedêgiravî ji ber ku dewleta Tirko êrîşî ser eşîra wan dike, hevalên wan digre û doxînê li wan sist dike.

    Wê çend rojan di birçîbûnê de bimînin? Tenê 2 rojan. Ê tabî canim, ma wê wek Kemal Pîr û Mazlûm Dogan 30 rojî xwe birçî nehêlin, na. Pir pir rojek, du roj, qiyamet rabe sê roj ha, zêdetir zehmet e.

    Axir, ez wek fedaîyê Lotikxanê û berdevkê cilêtçî, pêxwas, ûstûracî, diz, zinêkar, qûnek, esrarkêş, eraqvexwir û doxînsistên taxa Xançepekê, piştgirîya xwe didim DTP û vê lotika wan ya mêrane pîroz dikim qerdeşim. >>>>>

Şaşa we û halê we

Beredayê Mûşê- 02/05/09-Mûş Devlikenê qelemtûj xweş nivîsiye lê kêm nivîsiye. Bila navan bide navan!
    Ka ji Kurdî, Kurdayetî, zimanê Kurdî, pisportiya li ser Kurdî hêsantir tiştek heye? Na bi serê we kim tuneye. Ji sibê heya êvarê ji Kurdî dixwin, lê têr nabin. Yek ji wan Abîdînkê Birqoqo ye. Hema li her derê ye.

   Bi hersê telaqê Sarqozî kim, tiştekî di derbarê wêjeyê û Kurdî de nizane. Lê dibêjin "pişo pişo gûyê te derman e, pişo dibêje na, navê min Evdirhman e".

   Abidînkê hanê daye navê, ji TRT6'ê dixwe. Dibêjin "heft kurê pîrê hebûn, yê baş qûnde bû".
Îro silavê li kesî nake. Perê heram di berîkan de, tu dibêjî qey axê Mûşa me ye.
   Erê Devlikeno, tu jî vê dibêjî, rast e. Lê tu navan bide, em bizanin. Yan jî ez navan bidim te.
>>>>>

Lotikxane 2006          lotikxane@hotmail.com