Jun 10, 2014

    Kategorie: Rêwîyê Kal

    TAC NÎNE BELA YE !

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Malbatek tevî zar û zêçan ket firoşgeha xalî û caciman. Pîrekê li xalîyên ser destgeh yeko yeko mêze kir, ji her xalîyê re qisûrek dît û ne eciband. Mêrê wê wek belengazek li dev dora wê fitilî û got: “ Jiyana min, tu destê xwe dirêjî kîjan xalîyê bikî û biecibînî ezê bistînim “ Pîreka […]

    ÎNSANÊ BÊ ESAS NE DIBE TEVIR NE DIBE DAS

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Li gundekî xortekî çavek wî seqet hebû, navê wî kiribûn “ Çavbeloq “. Keç bi Çavbeloq ne qayîl bûn, feqîro azeb mabû. Çavbeloq hewceyîya xwe bi kera re çareser dikir. Demsal zivistan e, mecbûr dimîne berê xwe dide axurê Hesko. Çavbeloq xwe digihîne kerê, bi xiroj şalê xwe berjêr dike, Hesko jî dikeve axur. Bala […]

    NE KAR HEYE NE ZERAR

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Zilamek hebû debara xwe bi dizîyê dikir. Rojekê çû ji gundekî din hespeke kihêl dizî anî malê. Serê sibê ji lawê xwe re got: “ Kurê min ku ez vê hespê bibim bazarê hemû min nas dikin. Tu bibe bifroşe. “ Kurê wî got : “ Temam, bavo ezê bibim bazarê . “Lawik hesp bire […]

    NEWROZA XALÊ CEMÎL !

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Êdî ji vir şûn ve bila Kurd nebêjin “ Newroz cejna me ye. “ Bi sed mishef Newroz ji destê Kurdan çûûûûû ! Newroz çirto virto kirin û ji destê Kurdan hildan, kirin çeqilmast. Newroza pîroz kirin rojek ji rêzê. Nermik û germikên lewate, qûnek û lezbîyen bi rengê xwe di Newrozê de cîh girtin. […]

    KU XELATA XEBATÊ ÇO BE !

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Mirovek hebû derzîyek diçikand, çil gavî jê dûr diket û çil derzî diavêt di qula derzîya daçikandi re derbas dikir. Gundî şaş û metel diman ev çi huner e, ev çito hunermend e. Behsa vî zilamî hat kirin, navê wî û lîstoka wî li her deverê belav bû. Paşayê herêmê bihîst bawer nekir lê gazî […]

    GELO WE BI XWE DE RÎT ?

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Alo Kurdekî Sêwasê ji navçeya Divrîgê ye. Alo mêrxas û jîr bû, gelek jî hişdar bû. Rojek di nav nivîna de ye, xwest him pîrekên malê biceribîne û him jî henekek nesh bike. Bûka wî ya mezin li ber çavê wî ket, got “ Keça min bi bexşîne, min bi xwe de rît, tu dikarî […]

    GÛ GÛ YE, GÛYÊ PAK TUNE

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Xalê Hiseyînê ji  Elbîstanê li qehwexanê rûniştî bû. Tirkekî jê re got “ Hiseyîn, hûn Kurd çito mirovin lo ? “ Xalê Hiseyîn zanibû wê dîsa tiştek nijadperestî bibêje, got “ Çi bû Kurêmin, te xêr e oxlim ? “ Yê Tirk got “ Çi çibû, hûn Kurd wexta dirîn li gûyê xwe mêze dikin […]

    KURDISTAN YA ME YE, BICEHIMIN HERIN

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Xalê Hiseyîn ji Elbîstanê hate Enqerê, wê li wir bi otobusek din biçûya bajarê Bûrsayê. Otobus amade bû, hemû çûn siwar bûn. Xalê Hiseyîn ji sîmsar pirsî: “ Bihayê bilêtê çiqase ? “ Sîmsar got “ Bursa bîst lîre ye.” Xalê Hiseyîn bîst lîre da û çû li paldanka pêşîyê rûnişt. Paşê yekî wek erfît […]

    GELO DÎK KURD E ?

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Li Elbîstanê ber derê qahwexanê rûniştî bûn, gundîyekî mirîşk di firot. Hat ba wan slav da û got “ Ji we re mirîşk ne hewceye ? Dîkên min hêja ne. “ Gotin “ Na heyran hewceyîya me pê tune “ Zilam mirîşkên xwe hilanî û çû. Yekî lasayîker ( miqelîd) nîjadperestê Tirk zivirî ser xalê […]

    KÎ DIKE KÊ ?

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Li gelek gundên Elbîstanê Kurd û Tirk bi hev re dijîn. Her çiqas cînar bin jî Tirk bi henekan nijadperestîya xwe didomînin. Rojekê Remezanê Tirk tê ba muxtar, muxtar Kurd e. Dibê “ Muxtar pirsgirêkek min heye , tu muxtarî divê tu çareserîyekê ji min re bibînî. “ Muxtar bi dilekî pak dibê “ Xêr […]

    KERAN DÎSA DEST BI ZÎTIRKAN KIR

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Li bajarê Meraşê navçeya Elbîstanê Kurd û Tirk bi hevra dijîn. Gelek gund tevlihev in, nîvî Kurd nîvî Tirk in. Kurd û Tirk bi hev henekan dikin. Henekên wan carna li ser nasnamê bi mebesta nijadî  tê kirin. Rojekê Tirkek ji Kurdekî re dibê “ Were bibe Tirk lo “ Kurd jî dibê “ Law […]

    KEZÎZER BÛN BELA SERÊ SIMBÊLBOQAN

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Gundîyan ji çepgiran re digotin simbêlboq, çima ku simbêlên wan wek simbêlên Stalînê dîktator bûn. Birastî jî simbêlê Kurdan bi piranî qalind e, das nabire. Simbêl di nav Kurdan de  wek  nîşana mêranîyê tê bi nav kirin, ev kevneşopîyek dîrokî ye. Gelek caran bi serê simbêlên xwe sond dixwarin.Yek tiştekî ne baş bike jê re […]

    WE DÎT ÇAPEMENÎYÊ ÇI ANÎ SERÊ KERAN ?

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Demsala zivistanê ji nişka ve bi berf û bahoz hat, çend ker û dehşikêg me li Sêweregê li derve man.  Belengazan li ber dîwarekî xwe spartin hev û cemed girtin. Xelk ji berf û bahozê nikaribû derketa derve, haya wan ji keran tunebû. Rojnamevan û weşanger bi kamera çûn kişandin û weşandin. Gelê me yê […]

    ZAZAKÎ DEVXWARKIRINA KURMANCÎ YE

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 3
    Li gundekî Mûşê gundîyan tv temaşe dikirin, di bernamê de mijara Zaza û Kurmancan gengeşî dikirin. Hinek bêşdaran digotin “ Zaza ne Kurd in, netewek  cuda ne. “ Hinek bêşdaran jî digotin “ Zaza Kurd in û zimanê Zazakî jî wek Kurmancî, wek soranî şaxeke Kurdî ye. “ Gundîyekî got “ Birastî jî Zaza ne […]

    EZ EVQAS ZANIM

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 1
    Hatina serokê netewî birêz Mesûd Barzanî ji gelekan re bû derd. Îcar çito derd, bûye derdê bê derman. Radibin rûdinên dibên “ Çima hat ? “ Tu dibê qey nişadir di qûna wan dane, li vî alî li wî alî dizîvirin û derewan dikin. Buxtanên bêbinî dikin, hêka Kemalîstan germ dikin. Meriv ewqas jî bê […]

    MA HATINA KAK MESÛD BI WE MAYE ?

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Xelkê gundên Dîvrîga Sêwasê bi zora çoyan berhev kirin, birin di rêya trênê de dane xebatê. Yek li ser wan kiribûn çawîş ku kes xwe venedize. Bi varyoz û tevir zinar bi wan didane şikandin û rê vedikirin. Gundî bi hênceta avdetsê carê carek ber bi newalê direvîn û westa xwe datanîn. Yek ji wan […]

    Îcar jî paşûpê li kerê siwar bûn

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Partîya hevkarê çepgirên Kemalîst, partîya Tirkîye perest û ne Kurdistanî, partîya parêzerê sînorên Tirkîyê, partîya hezkirîyê ala Tirkîyê, partîya parêzerê fermandarên Ergenegûyê, partîya Kurd ji Tirkan re kirîye xulam, partîya li ser pişta Kurdan dide lotikan ne bes bû, îcar dev avêtîye nirx û rûmetên Kurdistanîyan. Hûn bawer bikin vê partîyê îcar di golê de […]

    KEVÇÎYAN HILÎNIN; ŞORBE NÎSK AMADEYE !

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Şivanên gund dev ji karê xwe berda bû şerpeze bibûn, hewcebû ku her kesek bi dor biçe ber pez. Gundî rûniştin ku çareserîyekê peyda bikin. Hisik got “ Bila dor ji taxa jor dest pê bike û li gorî serê deh pezan rojek pez biçêrînin “ Evdo got “ Na ez ne qayîlim, bila bi […]

    ZINÊKARO DIBÊ MEY HERAM E

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 0
    Sê xowarde ji Mûşê li trimpêlê siwar dibin, berê xwe didin Erziromê. Wê demê orispîyên Ecem û Rûsî di otêlan de karê qehpikî dikirin. Li navçeya Gimgimê li ber derê meyfiroşekî sekinîn ku çend bîra (avceh) bikirin. Celo got “ Kuro hûn çi dikin, çima li vir sekinîn ? “ Şemso got “ Emê çend […]

    MA QEY WÊ Dİ QÛNA TE NÎHANA

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Demsala zivistanê çend gundî danê nîvroj li ber dîwarê xênî rûniştî bûn, mijar rewşa Kurdan bû. Remezan got “ Bi qesem dema  çar, Rusîyan welatê me dagirkirin ku derneketina/ venekişîyana, niha Kurd azad bibûn. “ Elî got “ Belê ku Lenînê komunîst şoreş çênekira, Rusî nediçûn û mimkûn bû Kurd bigehiştina mafên xwe . “ […]

    WISA XWEŞ DIXWÎNE MIRÎYAN JI GORÊ RADIKE

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Dema derbeya leşkerî ya 12 Îlonê qewimî, Kenan Evrenê Arnawîd hemû melayên welatparêz yên Kurd sirgûnî bajarên Tirka kir. Yek ji wan melayan jî Mele Resûlê Mûşî bû. Mele Resûl sirgûnêî gundekî bajarê Qeysera Rûm kirin. Mele Resûl deng xweş û ol zana bû. Rojek yekî gundî mir û çû ser dilovanîya xwe, Mele Resûl […]

    KÊ EV KIRIN BELA SERÊ ME ?

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Bobelat ne yek e ne dudu ne, em pêsîra xwe çawa ji destê van xilas bikin gelo? Kê ev herdu sakol kirin bela serê Kurdan nizanim. Mirov nizane çi bêj e, çi nebêje ew jî gelek zore bavo. Mirov tiştek dibêje hinek wek qantiran didin zîtirkan û meriv didin ber pehînan. Em werin ser mesela  […]

    HESP DIZÎVIRE TERSÊ XWE BÊHN DIKE

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 1
    Dewleta Osmanîyan em xapandin û bi kar anîn, bi saya serê Kurdan barbarîya xwe li cîhanê domandin. Kurd ji wan re xulambûn, şervanbûn û aqilbendbûn. Di dawîyê de pehînek zexim (xurt) li qûna Kurdan xistin. Me ji vêya ders hilneda mixabin. Dewleta Tirk wexta hate avakirin dîsa bi dek û dolaban Kurd xapandin, ji xwe […]

    BORÎYEK MEZIN KIRIN QÛNA ERGENEGÛYAN

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • Comments Off
    Her çiqas jê hez nekim jî bi serê mela Îsoyê Topal be, Recebo mêrekî di ser pozê xwe re ye. Serkerên civat û koma rêxistina Ergenegû li Silîvrêya xopan berhev kir û borîyek mezin kire qûna wan. Serkerên Ergenegûyê li xaka Kurdistanê bi lîstikek qirêj û gemar gelek cîwanmêrên me kuştin. Gelê me feqîr û […]

    KU MIROV HAT GAYÎN ÇI NAS ÇI NENAS !?

    • by Lotikxane
    • 5 Years ago
    • 2
    Haya we gelekan heye, îro gelek keç û jinên Kurd ne bi dilê xwe bi Tirkan re hatine zewicandin. Ji bo peran qewad, pêzeveng û qebraxên Kurd keç û jinebî anîn firotin kal û  keftorên Tirkan. Ev ewil ji qewadên Qersî, paşê ji yê Agirî, niha jî ji yên Rihayî re bûye rêya qezencê. Gund […]

    DAKEVE ÎCAR DORA MİN E

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 1
    Fîlm, rêzefîlmên pornografîk û hebikên seksê mala gelek kesan şewitand û ji rûmetê de xist. Giregirekî Kurd çû bajarê Îzmîrê ba dostê xwe. Dostê wî zikmezin û qiraseyê me bi ezed îkramê pêşwazî kir. Paşê mijara suhbeta wan hate ser doxînsistbûnê werhasil. Dostê wî got “ Dixwazî ez brayê xwe bibim cîhekî, di dawîya emrê […]

    DÎSA NIŞADIR DI QÛNA HİNEKAN DANE

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Hûn hemû zanin û di televizyonan de temaşe dikin, boxeyên ku derdixin arenayê wek gurê har in. Êrîşê matadoran dikin, arenayê li temaşevanan dikin dojeh. Boxe ne ji kêfê wilo dikin, şewata nişadira ku di qûna wan dane wan wilo dîn û har dike. Van rojên dawî dîsa hinek kes wek boxeyên arenayê dikin bore […]

    XWARİNA WE PÎVAZ VEXWARİNA WE GAZ BE !

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Li ser bextê fesad û zindîqên paşverû be, dibên Recebo ferman daye ku gazeke taybet bê çêkirin. Gaza bê çêkirin him helale û him jî pîroze, netirsin ! Formula gazê: Vir û derewên Melîh Gokçek, fisên Bulent Arinç, tayek simbêlê Evilqadirê Aksu, wê bi mîza Huseyîn Çelîk, Ocalan, Sirî Sureya û Silhedînê me  bê sitrandin. […]

    PARKA GEŞTÊ BÊHNA GENÎ JÊ TÊ

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Ev bû hevdeh roje, hezkirîyên xwezayî ji bo parka geştê rabûne pîya. Fersend ev fersendbû kete destê cewrikên ergenegûyan. Xwestin vê berxwedanê bikin bin kontrola xwe û tira li Recebo bikin fis. Hinek Kurdên bê hiş jî bûn lîztikvanên wan, govenda gur û dêleguran geş kirin. Posterên Ocalan û yê Atavirqo li rex hev li […]

    TE ME JI MÊRANÎ DE XIST

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Ji bo serxweşîyekê ez û Wahab, kirîvê wî Basrî û bavê Wahab Îsmaîl em li trimpêlê siwar bûn. Ez û Îsmaîl em li dawîyê rûniştin. Wahab trimpêlê diajo, Basrî jî li rex wî rûniştî bû. Wahab wek brûskê bi rê ket, wexta li çal û korta dixe tekerên trimpêlê ji erdê diqete. Kekê Îsmaîl ji […]

    DE BIMÊJIN

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Kalê Hesen nexweş ket çû ba doktor. Doktor miayene (sehand) kir  tansîyona wî bilinde, şekirê wî zêde bûye. Doktor got “ Kalê Hesen guhê xwe baş bide min, ez çi bibêjim. “ Kalê Hesen got “ Fermo, doktor beg ez li te guhdarim.” Doktor yeko yeko da rêzê : “ Nan qedexeye, xwarina çirb qedexeye, […]

    PÎÎÎ EV APO NE JI ME YE !

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Bi serê seyda Kurdên me gelek hişsivik in. Yan bi nîşanekê yan jî bi peyvek xweş dixapin mixabin. Neco û bûrayê wî Cewdo ji  Mûşê ji bo serdana bûrayê biçûk çûbûn bajarê Samsûnê. Bi trimpêlê çûbûn û egzoza trimpêlê hewcebû bê çakkirin. Xerîb bûn, li pêşesazîya wir hostayê nas tunebûn. Tabelayek bala wan kişand, li […]

    KURDAN XALÊ BEŞIKÇÎ JÎ PÊXWAS HIŞT

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Gelê Kurd dost û dijminên xwe baş dinasin. Kî bi me re dostanî kiriye ew tu car poşman nebûye, kî dijminatî  kiribe ew jî nayê jibîrkirin. Xalê me Beşikçî çû Başûrê Kurdistanê, merqeda serokê nemir Mele Mistefa Barzanî tewaf kir. Serokê netewî Kak Mesûd pêşwazîya Beşîkçî kir û bi nîşana  herî mezin  xelat kir. Xalê […]

    HEMÛ XIRABÎ JI RÛYÊ QÛNRÛTAN E

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Firoşgeha du Kurdan li bajarekî Tirkan li tenişta hev e. Yek ji wan Kurdan Hemîd e, yek jî Menaf e. Wexta derfet çêdibe û hewa jî baş be, derdikevin ber derî rûdinên, suhbet dikin. Demsala biharê meha Avrêlê (Nîsan) hewa bi destûr bû, rûdiniştin him suhbet dikirin, him jî çûyîn û hatina papûrê raçav dikirin. […]

    MA CANÊ WE NAXWAZE

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Çend nexweş di nivîngehek nexweşxanê de razayî bûn. Xwarin û vexwarina wan li gor nexweşîya wan dihat dayîn. Pîreka nihêrvan mûz anî da hinek nexweşan û neda yên din. Xalê Mûso got “ Ka mûzekê jî bide min. “ Jinika nihêrvan got “ Mûz li te qedexeye, nikarim bidim.“ Xalê Mûso got “ Dev ji […]

    SALÊ CAREK BES E GELO ?

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Îbo hatibû serdana hevalê xwe Betal, herdu ji gundekî bûn. Wexta hevûdu didîtin bê henek û bê laqirdî ne disekinîn. Betal destê xwe kire kîsikê kaxiz, jê çengek bindeq derxist û dirêjî Îbo kir. Îbo got “ Ev çiye kuro ? Wey mala minê, qey êdî yê te (kîr) ranabe ku te dest avêtîye bindeqan […]

    WE DÎT ÇI GOT ?

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 1
    Xaltîka Perwînê Kurdî wilo kir şorbe ku ez bawerim kesekî ji we fêm nekir başqan çi gotiye. Ezê yeko yeko Kurdîya xaltîka Perwînê wergerînim ku bê fêm kirin. 1-    Dîjle û Ferad kiriye birayê çemê Sakarya û Merîçê. 2-    Ararat û Cûdî kiriye dostê  çîyayê Ercîyas û Qaçkarê. 3-    Govenda me kiriye merivê horon û […]

    EM KETINE DESTÊ NEÇÊYA !

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Kurdên me yên Sêwasî bi piranî karê xalîçe û cacima dikin. Îcar fîrma (karciv) wek xelatê wan dibe geştê. Fîrmayê ew biribûn Rûsyayê. Yek ji wan jî Hiseyîn bû. Wexta çavê Hiseyîn bi rindik û xweşikên Rûsî ket, hişê wî ji serê wî çû. Dev vekirî li wan mêze dikir û kûr kûr diponijî. Êvarê […]

    PIŞKULAN NEXWIN !

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 1
    Zivistan bû, zar û zêç li ber sobê rûniştî bûn. Di quncika odê de bizina ku zû zabû jî hebû. Ji bo  sermayê negire li wir bi cîh kiribûn. Cînar Hemo hat silav da malbatê û rûniştin dest bi suhbetê kirin. Malxoyê malê  Şakiro şeytanî fikirî û ji Hemo re got “ Hemo, kuro tu […]

    Di nav aştîyê de tira bikin

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 0
    Li hêla Serhedê bi demsala biharê re gel zevîyên xwe raçav dikir hela rewşa dexlê çawaye. Her sal mijar dihat ser zevîyên Elî Begê. Digotin “ Dîsa dexlê Elî Begê gelek başe, çima dexlê me wilo nîne ?“ Rojekê gundî kom bûne, Mihemed ji Elî Begê birsî, got “ Elî Beg, erd û  rêba yek […]

    EW TIRK E, FÊM NAKE

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Zeko merûkî kîrtûj bû, ewqas xowarde bû gundîyan di nav xwe de digotin “ Zeko hindî di quza nîhaye, kîrê wî kurmî bûye. “ Zeko rojekê ji Silîva peya bi rê dikeve, dike ku serî li dosta xwe ya Gulê bixe û biçe gund. Di rê de rastî leşkerekî gundîyê xwe tê. Leşker di desta […]

    DIZÎ HUNEREK E, HER KES NIKARE BİKE

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Emrê Mihemedo bi dizîyê derbas bû, heta ku bû hecî. Mihemedo  dema çû hecê hat dev ji dizîyê berda û îcar behsa dizîyên xwe kir. Mihemedo ewqas diz bû, qereçîyan ji xelkê didizî ewî ji wan didizî; de îcar hûn bihesibînin çito diz bû. Yekî got: “ Kuro weleh Fata qereçî bi dizîyê gelek zêr […]

    EV DIJRABÛNEKE SASUNÎ YE

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    We gelek serhildan û dijrabûn bihîstine û dîtine, lê ez bawerim ji we tu kesekî dijrabûna Sasunîyan nedîtîye û ne bihîstîye. Sebr û temûl kirin jî heta cîyekî ye, carna sînor jê re tune. Ku meriv hezkirîyekî xwe winda bike, ji ber jana wê dijrabûn jî normale. Sasunîyên me jî wilo dikin. Xebera reş gihîşte […]

    ZILAMTÎYA HEVKARÊN ZILÛMKARA

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Mirov li dev û lêvê we mêze dike ji xwe mirov ji zilamtîya we dikeve şikê. Li ber pozê we simbêl tune ku ez bibêjim “ fedî bikin oxlim ! “  We derek nedît îcar hûn hatine li navçeya Midyadê doza “çit, temezî, laçik, dolbend, şarê “ dikin ne ? Ku hinek zilamtî bi we […]

    HÛN KAVIRÊN KÊ NE ?

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Mecît mirovek dewlemend  tucarê pez bû, payîza gund bi gund digerîya kavirên nêr dikirî, berhev dikir û birê kaviran teslîmî şivanê xwe Elhemîd dikir. Elhemîd jî her bir radestî şivanên din dikir. Karê şivanan nerîn û xwedîkirina kavirên Mecît bûn. Elhemîd li goma digerîya, rewşa kaviran raçav dikir, gor zanîna xwe li şivanên din şîret […]

    KÊ BAVÊ ME DİZÎ ?

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Bejin kinik û mirovekî wek zarokek heft salî gewde biçûk bû, Li Almanyayê çû ser dilovanîya xwe. Wesyeta wî hebû, gotibû “ Keça min, ku ez mirim min li vir bin ax nekin, bila gora min li welatê min be. “  Keça wî laşê bavê xwe kire qutîya televizyonê û da ser banê trimpêlê berê […]

    DENG NEKIN BAŞQAN DİAXIVE !

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Mendo zilamek dînomîno bû, wexta fabrîqeya şekir li Mûşê çêbû, ew jî di fabrîqeyê de bû karker. Mendo gor dilê xwe gor kêfa xwe dixebitî, ne serkar ne jî berpirsiyarekî newêribû jê re tiştek bigota. Yekî tiştek bigota Mendo ne dêya wî ne jina wî û ne jî ezbeta wî berdida, bê sînor dida çêra. […]

    MASÎ MIRDAR BÛNE

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Heso xortekî hinek hiş sivik bû. Rojekê çû ber çemê Mûradê, bala xwe dayê waye di golek kêm av de gelek masî hene. Heso kete nav avê, bi destê xwe gelek masîyên gir girt. Masîyên xwe bi çeqelekî dara bîyê vekir, bi çoyê xwe re kir û avêt ser milê  xwe berê xwe da gund. […]

    KEÇA MIN CÎGIRA REKTOR E

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • Comments Off
    Du kesên berê demekê cînarê hevûdu bûne. Li bajêr li qehwexaneyekê tên ba hev. Hal û xatirê hevûdu pirs dikin. Paşê mijar tê ser ferdên malbatê. Cimo dibê “ Hesen  keçika te Neslîxan  çawaye, niha çi karî dike? “ Hesen – Neslîxana  min niha cîgira rektor e. Elî – Waa, çawa bû cîgira rektor? Bi […]

    TU JI BO KÊ DİGIRÎ ?

    • by Lotikxane
    • 6 Years ago
    • 2
    Hinek mirov çûbûn  goristanê, serdana mirîyên xwe dikirin. Dîtin waye mêrek di ser gorekê de wisa digirî, lê yê xwe bikuje ! Bi girîna wî kezeba meriv diperite, parçe parçe dibe. Yekî got “ Bra mirin fermana xweda ye, gunehkar nebe, xwedê bi rihma xwe şa ke. Te xwe kuşt bra  negrî wîî. “ Mêrik […]
    Page 2 of 4«1234 »