Dez 16, 2016

Kategorie: Kadîn

Nêçîrê me çewal xist serê PYD

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Azad Koçer Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî, li Dihokê, di konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” de li ser siyaseta hikûmetê û di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de behsa hinek xalên girîng kir û da lotikan. Bi taybet di derbarê PYD û siyaseta PYD de çavê xwe girt û devê xwe vekir. Nêçîrê […]

Hem li defê dixin, hem li zirnê

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Bi allahwekîl min tiştek ji vê siyaseta PKK û çêlîkên wê fêhm nekir. Di rojên teng de hew we dît mêşinî bûn û dest bi gotinên dostanî, bratî û yekîtîyê kirin. Lê ku cîh li wan fireh bû û têr xwarin, hew we dît dest bi lotik û zîtirkan kirin, dest bi dijminatîya PDK û […]

Em Kurdistanî ne bira!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ahmedê BERAZÎ ahmedeberazi@yahoo.de Wê rojê biraderê min Fuad Alîko mesajek da, bi wê mesajê bi xwe de rît û xwelîya heft gundan li serê xwe bikira baştir bû. Fuad dibêje:  Em bi her tiştê xwe bi biraderê xwe yê kiwalisyona Sûrî re ne. Bi ser û pişt bi zilamê Anes Abdî re ne û ku […]

Bang ji bo malbata Haco

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ahmedê BERAZÎ ahmedeberazi@yahoo.de   Bisimlahilrehmanilrehîm Alahuma selî  ala seydna Muhemedin we alîhî Acmehîn. Ev çend gotin ji bo malbata Haco axa, axayên Eşîra Hevêrkên serxet û binxetê. Hêvîdarim dengê min bigihê vê malbata welatparêz. Pismamên delal, em dizanin ku dîn di nav her malbatê de hene û yekî we jî heye. Em dizanin ku dîn […]

Kemalo bi 4 telaqan soz da

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Pişo Mihemed Serokê Giştî yê Partîya Kemalîstên Tirkîyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû, li Amedê di tazîya bavê Sezgîn Tanrikûlû de pirsên rojnamevanan bersivand û çend lotik û zîtirkên Kemalkî avêtin.. Ji Kemalê me yê çeqilmast pirsîn: -Gelo hûnê çawa pirsa Kurd çareser bikin cîgerim? Gundî Kemal simbêl ba da û got: -Law ma meriv li ser […]

Xwefiroşê navê xwe li jinên şehîdan kir

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Mihemed Soran Xwefiroşa nav garana Tevgera Goran û cêrîya Nûrî Malikî Sirwa Ebdulwehîd, xwelîya heft gundan li serê xwe û tevgera garana xwe kir û êrîşî pêşmergeyên qehreman kir. Sirwa Ebdulwehîd, ku xwefiroş û laşfiroşek kirêt e, pêşniyazek daye hikûmeta Bexdayê da ku lêkolînên fermî di derbarê pêşmergeyên Kurdistanê de bê vekirin. Çima? Xwefiroşa heram […]

Kak Mesûd ji barûteyên Amûdê bahwer kir

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ahmedê BERAZÎ Delêlê baranê baye Yê mirinê taye Yê şerê navxweyî lîstikên zehran û barûtaye. Ev îro çend rojin dengê dahola şerê navxweyî ji ber qeraxên Dîcle tê. Li Berlîn yê topal li zirnê, Siyamend axa jî li daholê dixe û Çend barûte û zihranê Amûdê jî Ala Başûrê Kurdistanê (!) ji irtîzaqa  xwe re […]

Xelkê ji ber wan çêkir, ew ji ber Kurdan

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Firildeq Elî De werin ji xwe re li vê sosreta kesanedî binerin. Di dema xwe de Çînîyan ji ber tirsa êrîşên Tirkên Moxol dîwar li hawîrdora welatê xwe çêkirin û xwe ji wan paraztin. Û îro? Îro jî Tirk ji ber tirsa Kurdan dîwaran li sînorên xwe û Kurdistanê diçikînin û qaşo dixwazin xwe ji […]

Şêrwanê me li Hewlêr zik mezin kiriye

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ahmedê BERAZÎ ahmedeberazi@yahoo.de Ger tu bixazî fikrê mirovekî bikire, di serî de pêwiste tu wî birçî nehêle. Ji mîratê zik pîstir tuneye ku birçî bibe. Zik û birçîbûmn bê dîn û bê îmane alah wekîl. Biraderên qedirgiran, ez wê rojê li Hewlêr dimeşiyam û min kak Şêrwan dît. Bi şeş telaqên jinberdanê, zikê wî mitrekê […]

Ev tir ji wî re jî nema

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Fernando Perez Serokê berê yê Kubayê, hevalê tekoşînê yê Che Guevara û serokê şoreşa Kubayê Fîdel Castro, di 90 salîya xwe de virikî bû û ji ber virika malkambax koça dawîyê kir û berê xwe da axreta şoreşger. Fîdoyê ku rîha wî wek pirça qûna min tevlihev bû, di jiyana xwe de tucarî dostanîya Kurdan […]

Bav çi gû be, kur ew rîx e

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
M.Cemîlê Mûşî Bav û kalên me dibêjin: „Gîha li ser koka xwe şîn tê“. Xuyaye ev jî mesela me û hinek zinêkarên dewleta Tirko ye. Vê dawîyê wekîlên hikûmeta AKP xwestin zagonekê derxin û zarokên ku hatine tevawizkirin, bi tecawizkarên wan re bizewicînin. Heke yekî 70 salî destdirêjî û tecawizî keçikek 13 salî kiribe, li […]

Kes ne mecbûr e wek kesî bifikire

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hejarê Şamil (Askerov Gajar) li gorî fikir û nêrîna xwe qala hezar û çarsed sal berê kir; hezar û çarsed kurdên mejiyê wan bi hezar û çarsed hadîs û ayetan bloke bûye, mîna Îsa bi hezar û „çar“sed mîxan ew daliqand… Kurdîtî û Kurdistan di ser hemû ol, bawerî, îdeolojî, rêxistin û partiyan re ye. […]

Ji xwe re li dahol û zurnê xin!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Li gor ku em dibihîsin, dibînin û car-carna di nav de jî dijîn, rewşa Başûr, roj bi roj xerabtir dibe, kêr gihaye hestî û bêzarî jî gihiştiye serê pozên xelkê. Ev bûn (panzde meh) ku xelkê, tenha (du) mûçe (miaş) wergirtine, ew du mûçe jî, bi hezar minet ûxwelîlserî dane xelkê. Serok û Qerasên Başûr […]

Pîşeyê pêşerojê

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Demokratîk Cûmhûrîyeta nankor!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Şah û paşayên Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko (!) dest bi xwarina serê zarokên xwe yên ekolojîk û demokratîk kir. Ew zarokên ku doza Kurd û Kurdistanê kirin bi qurbana Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko û xelkên dolheram, îro yeko yeko ji kar tên dûrxistin, tên girtin û berê wan didin zindanên ekolojîk û demokratîk. Ji hevserokên HDP bigirin, […]

DEWLETA ME

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Şerefxan Cizîrî Kak Mesut Barzanî bi minasebeta şehit Sait Çürükkaya ji birayê wî Selim Çürükkaya re gotiye; li ser axa gundeki dewleta me hebe, gelekî çêtire ku mirov li ser axa welatekî bê dewlet bijî. Ev dîtin hilbet amaje bi rewşa netewa Kurdistan dike. Amaje raste rast bi bêdewletbûna Kurdan dike. Kurd îro di welatê […]

Şivan û gavan rabûn hev

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ehmed Beyan Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoğan hefsarê serê hespê xwe berdaye û dibezîne.Ciwanmêr ne guhdarîya kesekî dike, ne jî hesabê kesekî bi pîvazekê dike. Li gor plan û projeyên xwe dimeşe, xewn û xeyalên Osmanî û berfirehkirina xaka Tirkîyê dike. Ji bo ku Kurdên rojavayê Kurdistanê bi ser nekevin û xwe negihînin Deryaya Spî, […]

Keçelo kumê me li serê te

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Çiqas yekî ku bi kêrî Kurdan neyê û ne di xêra Kurdan de be, wek toqa naletê ketiye stuyê Kurdan û jê re bûye serok û rêber. Kesên ku li ser keda Kurdan, li ser xwîn û xwêhdana Kurdan diçêrin û bi deng û rayên Kurdan bûne wekîl û parlamenter, îro nankorîyê li Kurdan dikin […]

PIŞTÎ ŞEHÎD DOKTOR SILÊMAN…

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Di destpêka nivîsa xwe de ez carek din bi rêzdarî şehîd Doktor Silêman bi bîr tînim, gîyanê wî û ên hemî serxwebûnxwazan şad bibe. Bi gişî sê caran bi doktor re rûniştim û her dema ku ez pê re rûdiniştim ez ji xwe aciz dibûm û min xwebixwe digot „îrfan tu çima bi dimilkî nizane […]

Demokrasî û dadî ji bo herkesî dîvê

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Di dinê de gelek tiştên giring tên guhertin. Carek din Ddinya ji nû ve tê parvekirin û bi rêk û pêk kirin.. Li Kurdîstanê bi hêyî û bîhnpakîyên netewî pêşvebirina sîyasetek regez û vîzyonek pak pewîst e. Tê gotin ku demekê ji nemir M.M.Barzanî pirs dikin: „ Rêzdarê hêja, divê em olperest bin an  sosyalîst?“. […]

Mêrê 3 jinan bû serokê dinyayê

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Namzedê komarxwazênê Amerîkayê Donald Trump, bi piranîya dengan hat hilbijartin û bû Serokê Amerîkayê. Ne tenê Serokê Amerîkayê canim, herweha bû serokê dinyayê jî.  Ji ber ku li jor xweda ye û li jêr jî Amerîka ye, xalê me Donald Trump jî helbet wek serokê dinyayê tê hesibandin. Qeraseyê zilaman û mêrê sê jinan (ji […]

Jiyanek ji bo welatek

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Jiyan Hêlîn Sait Çürükkaya ji Gundê Çilkaniyê yê Bingölê ye û di sala 1989’an de li Zanîngeya Çukurovayê dest ji Fakulteya Tibê berdide û tevlî gerîlayan dibe. Wê dewrê di nava PKK’ê de bi navê Dr. Silêman tê nasîn û peywîrên mezin yên wekî Endamê Komîteya Navendî, Fermandariya eyalet û herêmî pêk tîne. Çürükkaya di […]

Qûnreşê Bexdadî û kerê mûdî

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Dema qûnreşê Bexdadî xîlafeta qûnekan îlan kir, gelek ker û qûnreşan jê re li çepikan dan û bi serê wî sond dixwarin û digotin: „Islama pîroz vegeriya, xîlafeta raşidîn nûjen bû, riya xezewat û talaniyê vebû“. Ne ji bo xwedê bû haaa! Lê ji bo horiyên vê dinyê û wê dinyê bû. Hin şêx û […]

Dinya bi dorê ye qurban

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ehmed Beyan Ji berê de gotine, „Dinya bi dorê ye, ne bi zorê ye“. Xuyaye lotika ku Seloyê me berî niha li Erdogan xistibû, paşûpê lê vegerîya û li nav serê wî ket. Roja go Seloyê me hat lîztika Sirri Sureyya Onder û di meclîsê de bi kurt û Tirkmancî got: „Senî başqan yaptirmayacagiz – […]

Hûrî dixwestin, li Nûrîyan rast hatin

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Azad Koçer Zinêkarên DAÎŞê gava cîh li wan teng dibe û tirsa mirinê dikeve dilê wan, cil û kincên jinan li xwe dikin da ku ruhê şîrîn rizgar bikin. Zinêkar û dolheramên ku bi çavê heywanan li jinan dinerin û qîmetê pîvazekê bi wan nadin, di rojên teng de xwe dikin jin û çarîya wan […]

Pirça rûvê min jî bikirin oxlim!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hesen Keleş Dinya bûye berdî berdan wesselam. Kesên dewlemend û perên wan hene, hew zanin bê çi bikin, hew zanin bê perên xwe bidin bi çi. Di Mazata Herîtage ya bajarê Dallasê de, baqek porê stranbêjê Grûpa Beatles John Lennon bi 36 hezar dolar hat firotin. Koleksîyonerê Ingilîz Paul Fraser 35 hezar dolar daye baqek […]

Paşnavê wan „Çürük“ e, lê ew bi xwe saxlem im

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Pişo Mihemed Malbata Çurukkaya hem di nava PKK de, hem jî piştî ku ji PKK veqetîyan, xwe ji doza Kurd û Kurdistanê nedan alî, ji ji destê wan hat û tê texsîr nakin. Malbata Çurukkaya li bakurê Kurdistanê du kurên xwe şehîd dan, û niha jî Dr. Seîd Çurukkaya li başûrê Kurdistanê giran brîndar e. […]

Yekî bi namûs ji nav wan derket kuro

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Abdûllah El Kurdî Min digot qey yekî bi namûs ji nav Erebên qûnreş dernakeve. Lê xuyaye bi xeletî be jî derdikeve.. Li Emîratên Erebî, li bajarê Şarîka, kesê bi navê Zikredîn el Mukredin el Hemdillah el Erebî, 26 salî ye, zewicî ye, bavê du zaroka ye û ji jina xwe hez dike. Lê dê û […]

Hertim heman tirşik tê ber wî

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Zinar Qelemşûr Serokê „Vatan Partîsî“ û dostê başqan Ocalan ê berê Dogu Perînçek, derket bernameya Beyaz TV û dîsa weh her carê di nav xwêdanê de ma. Tew hinek dibêjin „ji şerm û fedîyan bi xwe de jî mîztiye“ filan û bêvan. Dogu Perînçek, çi cara ku derdikeve bernameyên televizyonan, dibêje „Partîya ku herî zêde […]

Hasna Matar: Pêşmerge!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Elî Efrînî Xanima Lubnanî ya germik û nermik û xweşik û beşik Hasna Matar, lotikek qerase avêt, li ser pêşmerge û qehremanîya pêşmerge stra û klîpek kişand. Hasna Matar xanim, bi Erebî stranek bi navê „Pêşmerge“ bi dev û lêvên xwe yên şekirî got û pesnê qehremanî û lehengîya pêşmergeyên Kurdistanê da, dilê me xweş […]

Carna surprîz xweş in

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Sebra wî bê pêşmerge nayê

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ne li ser bextê me be, li gor fitne û fesadên bajarê Waşîngtonê dibêjin, dibêjin sebra Serok Reşo Beşo Obama bê pêşmerge nayê û heta wan nebîne xew nakeve çavên wî. Dîsa li ser bextê zinêkarên bajarê Waşîngtonê be, dibêjin sibê, nîvro û êvarî heta Obama di televizyonê de li qehremanîya pêşmerge nenere, ne taştê […]

Bijî tirşika xalê me Salih!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Berî niha berpirsê çapemenîya YPG Polat Can lotikek xweş avêtibû û piştgirî dabû brayên xwe yên pêşmergeyên ku şerê zinêkarên DAÎŞê dikin. Û niha jî Hevserokê PYD xalê me Salih Mislim piştgirî da pêşmerge û got: „Ez bi serê Mûsa, Îsa û Mihemed kim, pêşmerge brayên me û zarokên me ne“ û dilê xwe rehet […]

Rîhê berdin û nemrin

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Gelo rîhberdan baş e? Yan rîhberdan mekroh e û zilam pê kirh (ne xweşik) dibin? Di derbarî rîhê û rîhberdanê de lêkolînek qerase li ser 408 zilaman hatiye çêkirin. Di lêkolînê de hatiye dîtin ku rîhberdan rê li ber mîkrop û bakterîyan digre û xwedêgiravî meriv nexweş nakeve. Li gor zanyar dibêjin, rîhberdan rû û […]

Xweserî dibe xwelîserî

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Bengîn Elegez Serokê Partîya Lîberal Demokrat ê Rûsyayê xalê me Vladîmîr Jîrînovskî, ji televizyona Rûs Rossiya 1ê re axivî û çend lotikên xweserîyê avêtin. Xalê me Jîrînovskî, di dema avêtina lotikan de xwêdan pê ket û got: „Tirkiye ji bo çi li hemberî Kurdan têkoşînek dijwar dimeşîne? Ji ber ditirse ku dewleta Tirko belav bibe […]

800 zarok ji kîrê wî ketine

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hesen Keleş Her tişt ne nîhandin e. Û her zarok jî bi nîhandinê çênabin. Hinek bi lotikên nav livînê çêdibin, hinek jî tenê bi dilopek avik. Lê bêyî ku jin û mêr hevdu biteqînin û di nav xwêdanê de bimînin.. Sîmon Watson 41 salî ye. Oxlim heta niha bûye bavê zêdeyî 800 zarokî. Helbet zarokên […]

Şeraba sor, dermanê kerr û lal û kor

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ji demên berê de şeraba sor wek derman dihat bikaranîn. Kesên ku şeraba sor vedixwarin, zû bi zû nexweş nediketin, ji taqat nediketin, hem bedenî hem jî cinsî wek hespên har xurt û li ser xwe diman. Antîoksîdanên ku di nava tirîyê sor de ye hem bazên bedenê, hem jî xebata dil pêşdetir dixe. Li […]

Aha netewperwerî ev e

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Firildeq Elî Tirk ji piçûkanî de serê zarokên xwe bi netewperwerî û netewperestîyê dadigrin û wan wek dilê xwe mezin dikin, evîna welêt, millet, al û xakê di mejîyê wan de diçînin. Û em Kurd? Em jî xwelîya heft gundên xerabe li serê xwe û 101 bavê xwe dikin û em zarokên xwe bi hişmendîyek […]

McGurk tir ji Kurdên xwelîser berda

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Azad Koçer Kuro ma em Kurd Kurd in? Roja ku cîh li me fireh bû û me ber xwe dît, emê rabin hev û dîsa berberîya hev bikin. Aha gotina Nûnerê Taybet ê Barack Obama Brett McGurk jî ev mesele ye. Nûnerê Taybet ê Barack Obama û qeraseyê zilaman Brett McGurk, di panêlekê de behsa […]

Hem ji dêrê, hem ji mizgeftê

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Başqan piçekî dilê me rehet kir allahwekîl

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Pişo Mihemed Piştî demek dûdirêj, xalê me Mehmet Ocalan serdana kantona Imralîyê kir û bi brayê xwe başqan Ocalan re hevdîtinek kir. Piştî kurtedaxuyanîya li Amedê, naveroka hevdîtina herdu brayan eşkere bû û dê weledê xwe avêt. Li ser bextê xalê me Mehmet Ocalan be, dibêjin di vê hevdîtinê de başqanê me hem gilî û […]

Ji Kurdên bawermend û çepgir re

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Di gel ku hin dîroknas, gelê Kurd ku ji hêla binyad û reh ve Arî û nêviyên Gotî, Kassît, Med û niştecihên-dimatiyên herêma Mezopotamyayê ne, hevdemê Asûr, Sumer û Babil jimartibin jî, lê kurd beriya vê dîrokê li vir bûne. Dibe ku van dîroknasan ev tez ji bo vê yekê gotibin, ango gelê kurd ji […]

Fedakarên her demê, pêşmerge!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Azad Koçer Pêşmerge parêzer û canfedayên Kurdistanê ne. Ew ne tenê jiyana xwe dikin qurban, herweha karin gepa devê xwe bikin du parî û li brayên xwe belav bikin. Pêşmergeyên ku îro li seranserê cîhanê bûne nîşana berxwedana li dijî DAÎŞ û dolheramên mîna wê, di van rojên ku başûrê Kurdistanê di tengasîya aborîyê re […]

Silhedînê me dîsa çû tewafê

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hevserokê HDP, xortê lihevhatî û seksî  Selahattin Demirtaş, tevî şandeyek qerase berê xwe da Hewlêrê û ji alîyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve li ser xalîçeya sor hat pêşwazîkirin. Bi vê serdan û pêşwazîkirina bi xalîçeya sor, hinek Kurd rakirin ser tapana û ji kêfan re dê weledê xwe avêt. Ev serdan ji alî […]

Ji bo xalê me Ehmed mêrê xwe berda, waweylêêê!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Reşoyê Darî Li ser bextê fitne û fesadên Hollywoodê be, dibêjin lotikvana germik û xweşik Angelîna Jolîe û mêrê wê Brad Pîtt hevdu anîne ber berdanê. Li gor jinkok û minkok li ser tenûrên Amerîkayê dikin galegal, dibêjin gava Angelîna Jolîe hatibû bajarê Mêrdînê û serdana xalê me Ahmet Turk kiribû, ne bi dilekî lê […]

Papaxanê ekolojîk û demokratîk

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hesen Almas Min digot qey tenê hinek Kurdên doza ekolojî û demokratîkbûnê dikin. Lê derket holê ku hinek papaxan û teyr û tilûr jî ekolojîkperest û demokratîk in. Papaxana bi navê Rhea, ji çêbûna xwe ve bi nexweşîya perweşandinê ketiye, pirç û perîyên wê dernakevin. Papaxana me li Amerîkayê, li bajarê Bostonê dijî û bi […]

Serbilindîya Kurdan, Nadiya Mûrad!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Kevîn Kurdson Keça Kurd a Êzdî Nadiya Mûrad, li cîhanê serê Kurdan bilind kir û ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek Balyoza Niyazpakîyê hat diyarkirin. Nadiya yek ji keçên Kurd ên Êzdî ye ku karîbû ligel gelek malbatên din ji destê çekdarên DAIŞê xwe rizgar bikin û azad bibin. Nadiya, yekem kesayatîya Kurd e […]

Ev dinya ji wî re jî nema

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Pişo Mihemed Lotikvan û aktorê Tirk Tarik Akan, ji ber nexweşîya pençeşêra kezebê mir û berê xwe da axreta gewrik. Tarik Akan, ku di xortanîya xwe de çeleng bû û dilê keç û jin û pîrên 80 salî diperitand, di 66 salîya xwe de xatir xwest çû û niha li ser pira siratê li bendî […]

Her werin vê govendê!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Bavê Cengo Di dîroka Kurdan de belkî cara yekem tê dîtin ku Kurd li hemberî Kurdan dikevin grêva birçîbûnê. Cara yekem e ku Kurd ji ber zilma Kurdan dikevin grêva birçîbûnê. Cara yekem e ku Kurd ji ber zilma brayên xwe dikevin rojîya birçîbûnê. Niha meriv ji ber zilm û zordestîya dijminên xwe têkeve çalakîyê […]

Bi tir û fisan balafir nakeve

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Abdûllah El Kurdî Mejîyê hinek ji van misilman û oldarên sextekar bûye wek şorba nîskê. Ji her serîyekî dengek derdikeve û herkes ola îslamê ji bo berjewendîya xwe û ji bo kêfa xirrê xwe bi kar tîne. Niha jî mesela balafirê û mizgeftê derketiye holê. Hinek rîhdirêj û şaşikmezinên tarikselat di wê bawerîyê de ne […]
Page 5 of 87« First...«34567 » 102030...Last »