H.Belê

Nano Lavaş

F.Devliken

Xwekuştin

B.Ronahî

Dê were

L.Şêxo

Xalê Emîn

A.Dûran

Qijik û

Hadîse

Z.Osman

Siyaseta

kelandinê

B.

Qendîlê

Nav ji

Qosarî

Leheng

R.Kal

Ne ji

gundê

S.Îloz 

Tirkîtî

ya

 
lotikxane
Çi Kurdê ku ruhê netewayetî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike.....M.Mistefa Barzanî....            Medya ///   Arşîv

Xaltîka Fatê-29

Dermanxana xweristê

Tendirustî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

    

Sîrwanê me du zanîngeh xelas kirine,

lê tirr ji yekê jî bernedaye

 

Eyşo Meho- 14/07/09- Almanya- Rojbaş lotikvanino. Yaho min îro malpera zilamê me Sîrwan Hecî Berko vekir, min vekir lê ez çi bibînim! Sîrwanê me di www.siruan.de

de çirandiye û çirvirandiye law.

    Di malperê de dibêje ku mêro li zanîngeha Dusseldorfê, Berlînê filan û bêvan xwendiye û qûş li wan zanîngehan qetandiye. Hallla hallaaaaaaa! >>>>>

 

 

Mehmûdo di ser re hat

 

 

Diyar Baban- 10/07/09-Mahabad- Piştî ku serokê Amerîkayê Reşo Barack Obama, li pêşberî kamerayê mêşek şehîd kir û bi derbekê re tirr jê berda, serokê sofîk û mofîkên Îranê Mehmûdo jî xwest tirrê ji minminîkê berde û hunera xwe pêş xelkê bike.

   Lê minminîka şareza bi taktîk û stratejîyên Lotikxanê xwe nexist destê Mehmûdo û tirr jê berda, ew li himber dinya û alemê rezîl û riswa  kir.

   Werhasil, Mehmûdo bi vî girt û di ser re hat. Ma law tu li kuuuuu û girtina minminîkan li ku oxlim? Here ber garana gund û ji xwe re bibe gavan û hew, wîî! ......

 

Mêrik ziravqetandî kir û tirr jê berda

 

Başçawîş- 09/07/09- Anadol-  Haşayî jinên Kurd, berê hinek ehmeqên me digotin:

 „ Aqlê heft jinan di serê mirîşkekê de ye û ew mirîşk jî nikilê xwe li gû dixe“. Xuyaye ev gotin tam ji bo jinên wek Tuba G hatiye gotin ellawekîl. De ji xwe re li lotika Tuba G xanimê binerin.

    Tuba G li bajarê Nîgdeya Tirkiyê mamoste ye. Sayin qûnek Alî Tarik Sari jî „mihendisê kolana“ ye, ango tiral û betal e. Tuba xanim ji bo ku hinekî kirh e ( ne xweşik e) û Alî Tarik Sari jî ji bo ku betal û tiral e, herdu xwe bi hev ve dizeliqînin û çend mehan hevdu dinermijînin, tirrê ji hevdu berdidin. >>>>>

 

 

44 KURD

BÛNE QURBANA NEFTA KURDISTANÊ

 

Çarçav Şûrkêş- 08/07/09-Kurdistan-

Li ser riya di navbera Amed û Mêrdînê de, li kêleka gundê Siltan Şêxmûsê Enzelî malbatek bi navê Malbata Çelebä heye. Ji gundê wan re bi Kurdî dibêjin kertê û bi Tirkî jî dibêjin Bilge Koy.

    Çawa ku medya Kurdî û ya cîhanê jî pê dizane, şeva 4ê Gulana Îsal, 44 kes li salona dawetê hatibûn kuştin û 10 kes jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran piştre 3 kesên din jî miribûn.

    Hinekan got: Alîyek qoricî bûne û aliyê din dest danîne ser zevîyên wan, ji ber hindê ew kuştin derketiye. Hinekan got: >>>>>

 

Aha serhişkî ji vê re tê gotin haaa!

 

Pişo Miheme- 07/07/09- Serhed- Sedemek ji sedemên bindestî û xwelîliserîya me, serhişkîya me ye. Serhişkîya li himber hev xwe bi xwe ha, ne serhişkîya li himber onbaşî yan çawîşekî Tirk.

   Di dema xwe de weke ku em Kurd ji onbaşî, çawîş û başçawîşan ditirsiyan, em ji mar û dûpişkan, ji hirç û keftaran neditirsiyan. Onbaşîkî qûnbicilik karîbû tirrê ji temamî zilamên gundekî berde û yekî jî nikarîbû bigota „kip“. Ewqasî ku xof û tirsa onbaşî, çawîş û başçawîşên qûnbigû li ser me hebû.>>>>>

 

Govendek nuh derket piyasê

Şorbebastî

 

Cilêtçî Mihê- 06/07/09-Amed- Dinya çirto virto bûye. Hema çi tiştekî ku bi kêrî pîvazekê neyê, hew we dît bû mode û meşhûr bû.

   Niha jî govendek wek govenda ciwange û çêlekên nav garanê bûye mode. Ji lotik û zîtirkan pêve tu huner di vê govendê de tune û hema kî dest û lingê xwe, kî ser û qûna xwe bihejîne, dibe hunermend û govendgêr.

    Werhasil cîgerlerim. Niha govenda dînan bûye mode. Hinek jê re dibêjin: „Kolbastî“. Hinek dibêjin: „Şerwalbastî“.  Û em Lotikxanecî jî jê re dibêjin: „Şorbebastî“. >>>>>

 

Ev ne ji gundê me ye

 

Rêwîyê Kal-05/07/09-TirkîyeLi hêla Tirkan, li gundekî mirovek sibê zû radibe ku biçe mizgeftê nimêjê. Bala xwe didê wa li ser rêya wî “xirek-kîrek” jêkirî heye. Hildide destê xwe û bi “ax û wax” dibe ba melê.

    Dibê: “ Seyda ev çi ecêb e, em cawa bikin qerdeşim? Ma ne pêwîste em vî xirî bi merasîmekê veşêrin gelo ? “

   Mele jî matmayî dimîne, difikire û dibê: “ Zû gazî mixtar bike bila bi lez bê “. >>>>>

 

Gîya û mast, xwarina bi rast

 

Dilcan Îzol- 04/07/09-Antalya- Xalê me Nûrî Oztunç yekê mehê (01.07) 125 salîya xwe pîroz kir û tirr ji jîyanê berda. Tam 125 sal haa!

    Nûrî Oztunç bi xwe ji Beytulşebabê ye û di sala 1885an de ji jîyanê re gotiye merheba.  Niha li bajarê Antalyayê dijî û dilê wî li ser gundê wî dişewite, dixwaze dîsa vegere gundê xwe, li gundê xwe temenê mayî bibihurîne.

    Xalê me Nûrî sedema dirêjîya emrê xwe bi xwarina gîya, mast û goştê sor ve girêdide û dibêje: >>>>>

 

XWEKUŞTİN

 

F.Devliken- 03/07/09- ''Şûr simbêlê wî nabire!''

Yanî camêro geleki ketîye çav xwe

Yanî camêro tu kesî bi tiştekî nahesibîne

  Êdî ser pozê xwe re ye û di bin Xweda re xwe dibîne

  Ji bilindbûn û mezinbûna pozê wî Xweda jî jê xuya nabe

  Ji rokê jî hez nake, jixwe di bin sîya pozê xwe de dijî

   Tu kîjan kevirî radike ew ji bin derdikeve

Kevirê ji bin derdikevi jî bi ser derdora xwe de gindir dike >>>>>

 

Çewalcî Petro ziravê wan qetand

 

Satilmîş Yandançarptî- 02/07/09- Kayserî- Heger bê bîra we, generalê Amerîkî Org. Davîd Petraeûs, li Iraqê çewal xistibûn serê tîma eskerên Tirk û tirr ji wan berdabû. 

    Piştî vê lotika çewalan, navê generalê Amerîkî wek “Çewalcî Petro” derketibû û pê meşhûr bûbû. Ev lotika çewalan Tirk ewqasî aciz kiribûn, ewqasî ziravê wan qetandibû nayê gotin. Hema ku navê Petraeûs dibihîztin, bi xwe de dirîtin û xwe di qul û kewêran de vedişartin.

   Axir, doh yanî (01ê Tîrmehê lo) Çewalcî Petro serdana Serekerkanê Artêşa Tirk Îlker Başbûg kir û zelzele li Enqerê rabû. >>>>>

 

Şêx Seîd

 

Selîm Keyxusrew-01/07/09-

Hawar bavo hawar

Dengek tê ji bakur

Gelî Kurdno bilezînin

Rabin ji xewn û xeyala

Şêxê me şêxek mezin e

Bi deng û nav Seîd e >>>>>

 

Erebên qûnreş jî bi nexweşîya rengan ketin

 

Ebû Cengo- 30/06/09-QamişloPiştî Tirkên çeqilmast, îcar Erebên qûnreş jî bi nexweşîya rengên kesk, sor û zer ketin û pelûla heft gundan bi serê xwe û 101 bavê xwe dakirin. 

   Niha hûn bi qedrê xwedê kin, kesê ku insan be dibe dijminê rengan yaho? Çima ku xwedêgiravî rengên kesk, sor û zer remza rengên Kurdî ne, Erebên bêderpî radibin van rengan li Kurdan qedexe dikin û Kurdan bera ser nizanim çiyî xwe didin. >>>>>

 

Nêrîyê çal

 

   Rêwîyê Kal – 28/06/09- Tirkîye- Ji ber ku bejna xwe kinik bû, îcar li gund nav pêve kirin, gotin Xilik. Apê Xilik di jîyana xwe de gelek tiştên balkêş kiriye. Tiştên ku hatîne serê apê Xilik neyê serê tu kesî. De werin em guhdarî bikin bê çi qewimîye.

    Demsal payîz e, hewa şevê pir sar e û serma ye. Apê Xilik hê 12 salî ye wî dişeynin ber pez. Heta nîvê şevê pez diçêrîne. Paşê xewa Xilik tê. Pez dike şevînê û ew bi xwe jî dikeve nav kepengê (kulavê şivanîyê). >>>>>

 

 

Qet niyeta generalên Tirk nîne bibin mirov

 

Fûad Sîpan- 27/06/09-Almanya- Rojnama Tarafê di roja 12.06.2009-an de tevdîreke-pilaneke nû ya generalên Tirk bi îmza generalê bi navê Dursun Çiçek derxist holê û ev bû çend roj rojeva Tirkiyê li ser wê pilanê diheje.

    Baweriyeke pir mezin di raya giştî de heye, ku ev plan ne tenê ji aliyê generalekî ve, ji aliyê Genelkurmay-serleşkeriya Tirk ve hatiye amade kirin. >>>>>

 

Ev tirr ji Jackson re jî nema

 

Hesen Almas- 26/06/09-Waşîngton-  Lotikvanê pop ê, reşikê belek belekî, şermezarê rengê xwe Michael Jackson, ji ber zixta dil xatir ji jiyanê xwest û niha li ser pira selatê dimeşe.

    Her çiqasî kes nizane ka ewê here bihuştê yan cehnemê, lê ez dibêjim ewê rasterast here cehnemê çunkî mêro bi derman û estetîkê xwe spî kir û ji rengê xwe yê reş fedî kir.

   Li gora ayet û rêbaza Lotikxanê, kesê ku ji qewmîyeta xwe, ji reng û eslê xwe, ji xwezayîya xwe şerm bike, ciyê wî rasterast cehnema gewrik e. >>>>>

 

Bûka me îcar cot cot tîne bavo

 

Çêlek Şaban- 25/06/09- Stenbol- Bûka me Colemêrgîyan Gulben Ergen xanim vê carê cêwîk anîn û bê dêya 3 kurikan.

    Li ser bextê tombalacîyên Stenbolê be, dibêjin berê hingî Mistefa Erdoganê me bi “Anadolî Ateşî” dilebikî, wek mirîşka gêj hatibû serê wî û tifinga wî baş nediteqand.

   Lê dibêjin piştî ku bêhna xwe berdaye û serê wî rehet bûye, îcar cot cot berik ajotine ber tifingê û tam li hedefê xistiye.

    Ê de pîroz û bimbarek be yabo qurban! >>>>>

 

NE POXTIR!

 

B.Ronahî- 23/06/09- Di navbera bajarê Hekarya û qeza Beytulşebabê de gundek gelek mezin heye, jê re dibêjin Mayînis.

   Dema tevgera Tirkîyê di destê cûnta faşîst de bû,  jibo dawayekê hinek memûr û walîyê Cûlemêrgê diçin Mayînis, mala muxtêr.

    Muxtar ji wan re pezekê ser jê dike, dike kebap, birincekê jî datîne rex. >>>>>

 

 

ZİMANXWEŞÊ

 

F.Devliken- 22/06/09-Mêrdîn- Bi xêra TRT 6 ê em her rojê tarişekî/ê nas dikin.

  Camêr û canik dibêjin; Lawo Devlikeno, ma qey nema dawîya te û van henek û qerfên te tê?

Ma qey nema dawîya te û zimandirêjîya te tê?

    Ma law! Hey we xwelîya ber wan tenûr û tifikan li serê min kirno, heya ev qeşmer û tewtewe hebin, ew ê çawa dawî li zimandirêjîya min, ew ê çawa dawî li qerf û henekên min bê, hii? >>>>>

 

Mehmûdo û lotikek

 

Xerîb Can- 20/06/09-Selahedîn-Kurdistan-  
Bi rastî Lotikxane bûye sîta min ya herî zêde ku ez divekimê û jê hez dikim.
Babetên rojane, siyasî, hunerî, zanistî û h.w.d bi lotikên xweş diwaşîne.
   Ez li zankoya Selahedîn beşa ragihandinê (çapemeniyê) dixwînim.
Min xwest bi rêya vê babeta kurt lotikekê bavêjim û bibim hevalekî Lotikxanê.
   Dibêjin wêneyek berberî hezar gotinî ye. Hezar gotin bi wêneyekî kare bê ziman
. Meselen ev wêneyê qambihust Mehmûd Ehmedînejad.  >>>>>

 

Qirix

 

Cemîlê Çargurçik-18/06/09-Swêd- Hertim siyaset û siyaset nabe qerdeşim. Evê siyasetê nîvê emrê me bir. Carna jî di ber siyasetê re lotikên germik û nermik jî xweş in canim.

   Meselen hûn zanin bê xweşk û dêya Qirix ji ber kîjan nexweşîyê mirine?

   Ez nizanim bê ezê karibim bi qasî Niştî Stêrk bi wê pêkenoka xwe we bidim kenandin, lê bi sê telaqên jinberdanê (ku çend telaq jî hê wek cîgir di bêrîka min de hene) ez dibê ezê jê xweştir bikim ha. >>>>>

 

Mêro bû bizina salê kuro!

 

Polat Erdem- 16/06/09- Izmîr Li bajarê Mûgla ya Tirkiyê her salê festîvalek çêdibe û xelata “Bizina salê” tê dan. Ne nêrî ha, bizin!

   Îsal xelata bizina salê dan rojnamevanê dijminê qewmê Kurd Ugur Dundar. Yanî, tirreko bû bizina salê. Bizina salê kuro!

   Ûlan oxlim, ma zilam û bizin? Niha xelata “Nêrîyê salê” bidana te neyse, lê bizin! Tam jî layiqî wî ye haaaaa! Ma nêrî ji Ugur Dundar derdikeve ji bo xwedê? Bibe bibe, yan dibe bizin, yan dibe mîh û yan jî dibe çêlek ellawekîl.

   Ê de xelata te pîroz be bizinoooooooo!

 

Insanetî nemaye law!

 

Ûstûra Kemal- 16/06/09- Insanetî hêdî hêdî winda dibe û insan ber bi heywanetîyê ve diçin. Erê hinek kes di dirûvê insanan de ne, lê bawer bikin tiştên ku ew dikin çeqel û keftar nakin. Ewqasî ku ji nirxên insanetîyê bi dûr ketine.

Li bajarê Antalyayê şebekeyek “gurçikfiroşan” hat girtin û xirrê lalkê min Hiso ket nizanim çiyî wan. Evê şebekê çi kiribe başe hûn zanin? Gurçikên zarokên feqîra bi nîvê heq kirîne û di internetê de bi buhayek duqat firotine dewlemendan.  >>>>>

 

 

MAYÎN!

 

A. Duran-13/06/09- Ji gund û deverên me bigir heya bi çîya-zozan û gelîyan tev bi mayînan hatine rapêçandin..
   Gelek mirov ji sedemên wan mayînan  jîyana xwe  ji dest dane û seqet mane. Berê herder bi mayînan hatîbû rapêçandin.   

   Rojnamevana Sîwîsrî di dema şerê qirêj de ji sedema tayê evînê û dilketinê, li gel destgirtîyê xwe bi rê dikeve û diçe Kurdîstanê. Demek dûr û dirêj li wê derê cîhwar dibe. >>>>>

 

Sawcîyê Digorê qûn li qanûnan qetand

 

Satilmiş Yandançarptî- 12/06/09-Tirkiye- Ji ber ku DTPî yan di propaganda hilbijartinê de bi Kurdî axivî bûn, doz li wan hatibû vekirin.

   Piştî ku sawcîyê Digorê Omer Tutuncu li dosyayê nerî û fikirî, serê xwe hejand, destê xwe li masê xist û got: Êdî bes e oxlim!

   Werhasil, li ser bextê dîk û mirîşkên Qersê be, dibêjin sawcî Omer Tutuncu gotiye:“Min di we kirine, dewletê TRT6 vekiriye û qîreqîra zimanê Kurdî ye. îcar ev çi doza ku hûn li van rebenên DTPîyan vedikin êşek oxlî êşekler! >>>>>

  

Fîftî fîftî bikin kaka!

 

Azad Zaxoyî- 10/06/09-Zaxo- Wey weledddd bê em zarokê Kurmancan çi reben û xwelîliser in wey weleddd! De binerin.

    Dibêjin birêvebirê giştî yê dîwana wezareta diyaneta herêma Kurdistanê Cemal Xidir, ragihandiye ku ewê hersal 120 milyon dînar bidin ji bo zarokên Kurd hînî xwendin jiberkirina quranê bikin.

    Lê kesî dîtiye ku rayedarekî gotibe “emê 120 milyon dînar bidin ji bo zarokên Kurd hînî xwendin û nivîsandina Kurmancî bibin?”

    Yaw kaka can, quranê jî bidin xwendin û Kurmancî jî bidin xwendin baba, wîî! Yabo em 120 milyon dînar ji bo fêrkirin, xwendin û nivîsandina Kurmancî naxwazin. Hema fîftî fîftî bikin bes e kaka, fîftî fîftîîîîîîî!

 

--------------------

 

   Namzetê me

  M.M.Barzanî ye

===============

Kurê kerê bazda ser herdu qîzên xwe

 

Tecawizcî Coşqûn- 14/07/09- Stenbol- Dibêjin: „Filankeso eyba qûna xwe vedişêre û kumê xwe li serê hevalê xwe dike“. Ev Tirk jî eynen wilo tînin serê me Kurdan.

    Çapemenîya Tirko di derbarê Kurdan de „kêçekê dikin deve“ û pê Kurdan diherimînin, zimandirêjîya wan, tore û adetên wan dikin. Lê ku qûnek û dêqehpên wan zîtirkên bêîman davêjin, bazdidin ser qîz, xuşk û dêyên xwe, bi nûçeyek pir piçûk di ser re derbas dibin û eyba qûna xwe vedişêrin. >>>>>

 

Transcript: Iraq's Maliki on the Kurds

 

Iraqi Prime Minister Nouri al Maliki sat down with The Wall Street Journal's Baghdad correspondent, Gina Chon, for an hourlong discussion ahead of his visit later this month to the U.S.

   In this edited transcript of a portion of his interview, he discussed the sometimes-rocky relationship between Baghdad and the semi-autonomous Kurdish Regional Government, as well as his hopes for his American visit.>>>>>

 

Helbestek ji Hozan Vitvito

 

Hozan Vitvito-10/07/09-

Ax şorba nîskê

Min şorbe vexwar sê roj li ser hev

Pê virikî bûm ketim li ser dev

Piştre sênîyek fasûlî li ser

Zik li min bû meşk, wek çêleka zer

    Ax şorba nîskê, ax şorba nîskê

    Pê nepixîm wek, bizin û gîskê

Nîska serbizêr tirr ji min berda

Fasûlîyên hişk agir bi ser da

Herdu gihan hev û li min bûn yek

Fêde nedikir keleşkof û çek

    Ax şorba nîskê, ax şorba nîskê

    Tirr ji min berdan, virik û vîjikê...... 

 

Mêrdîn serê govendê dikşîne

 

Bozan Mêrdînî- 08/07/09-Mêrdîn- Dezgeha Îstatîska Tirkiyê (TUÎK), lêkolînek balkêş di derbarê „hevduberdanê“ de kir û ferqa navbera Kurd û Tirkan derket holê. Ango, qûna reş û spî derket meydanê û yên ku herî kêm jinên xwe berdidin Kurd in.   

   Bi taybet bajarên wek Mêrdîn, Batman, Şirnex Û Sêrt di serê govendê de ne.

    Di lêkolîna TUÎK ê de bajarê ku herî zêde jin û mêr hevdu berdidin, bajarê Izmîrê ye.>>>>>

 

Werin vê ecêbê. 21 salî û 167 flîmên porno

 

Şemal Amedî- 06/07/09- Hollywood- Gellek kes hene bi salan kefteleftê dikin ji bo ku bibin lîztikvan û stêrkên sînema û podyûman. Lê hinek kes jî hene ku xwedê bi elba mezin bi ser wan de diberîne û bi lotikekê meşhûr dibin. Meselen lotikvana çiryayî û jihevdeketî Sasha Grey a 21 salî.

    Sasha Grey 21 salî ye û heta niha tam di 167 flîmên pornoyê de (seksê) de lîztiye. Di van 167 flîman de tenê ew zane bê çend qirase di ser bedena wê re derbas bûne û çend xiyar û tirozîyan xwe lê pêçane. >>>>>

 

Ka xelata Lotikxanê mamo !?

 

Mihemed Soran- 04/07/09-Silêmanî- Li ser bextê PUKmedîayê be rebbî, dibêjin merasîmek taybet ji bo pêşmergeyên kevn yên YNK hatiye lidarxistin û dê weledê xwe avêtiye.

    Di merasîmê de pêşmergeyên kevn yên dema 1976-77an hatine xelat û payedarkirin û rûmeta wan hatiye girtin. Em jî wek sîxurên Lotikxanê vê helwestê pîroz dikin û qedrekî mezin didin keda wan pêşmergeyên kevn >>>>>

 

 

Xanimê çû erş û dîsa hat ber terkê reş

 

Pornocî Kemal- 02/07/09- Xwedêteala her tişt bi pîvan û li gor dilê hev afirandiye. Lê hinek kes xwe radestî nefsa xwe dikin û qaşo dixwazin lotikên bergîlkî virde wêde bavêjin. Meselen lotikvanên wek Melanîe û Becky.

   Ev herdu hurmet lezbîyen in (haşa bi tiliyan hevdu îdare dikin lo) û li Ingiliztanê navdar bûn. Hem jî xaniman manken bûn haaa, ne xanimên hayella bûn. Di dema mankenîyê de hevdu nas kiribûn, li hev bûbûn pizot û piştre jî dest bi alastina hevdu kiribûn. >>>>>

 

 

Yeşîm xanim jî dest bi lotikan kir kurooooo!

 

Esrarkêş Ehmê- 30/06/09- Xançepek- Van heyaman stranên Kurdî bûye mode. Heçê radibe lotikekê davêje û dibê:“Ezê di albûma xwe ya nû de stranek Kurdî bistrêm“ filan û fîstan. Hem jî bi telaqên jinberdanê sûnd dixwin.

   Axir, lotikvana nermik û germik Yeşîm Salkim, bi serdanekê çû bajarê Agirîyê û da zîtirkan. Xanimê di Stadyûma Lutfî Yigenoglû de konserek da û bi Kurdî got: >>>>>

 

XIYAR 

 

B.Jîndar- 29/06/09-  Xiyar hêşînhatek ji malbata kulindan e (kundir).Dikakek kalorîya wê kêm e, lewre ne dikakek xwedîker e lê jibo kesên dixwazin jar bibin gelek başe.

    Rehên wê 20-40 cm di erdê de diçin. Makereha wê 5-10 cm dirêj e, navtenga wê stûr û bi girêk e.Gelek çiq û rêşî ji wê rehê derdikevin û aloke ne “ dikarin bi daran bialin”. >>>>>

 

Rûdawê li Ewrûpayê jî dest bi lotikan kir

 

Rojnama Rûdaw, li Ewrûpayê jî wek rojnameyek hefteyî dest bi lotikan dike û dixwaze tirrê ji Kurdan berde, bibe deng û rengê wan. Rûdaw wê bi Kurmancî latînî û Soranî Aramî ji xwendevanên Kurd re bêje merheba. Em wek Lotikxane vê lotika Rûdawê pîroz dikin û hêvîdarin aqûbeta wê nebe wek rojnama Peyama Kurd.

   Navnîşan û emaîla Rûdawê ev e. Kesên bixwazin karin têkilîyê deynin û bibin abone.

Rudaw GmbH

Gutenbergstr. 63a

50823 Koln / Almanya

E-Maîl:

rudawkurmanci@yahoo.com

           

GERA GİP

 

A.Omerî- 25/06/09- Ev serê çend mehan e, devjenîyek li ser mesela TRT 6 ê hevdû dikişkişîne û diçe.Wê ew şêlûbeleyî hetanî kuderê jî here vê gavê ne diyar e.

     Hema bûye çetilxêr û kî radihêje darê pênûse tiştina dinivîse. Ev heta derekê pir baş e û lazim e li ser her meseleyên ku ji bo me balkêşin bi berfirehî, hûr û kûr lê bê kolan.Heger na mesele hilavêtina lotikan be, ev ne nivîskariyek bedew e. >>>>>

 

Qelem

 

 Selah Mihemed- 25/06/09-Qamişlo

Qelemê wa qelemê

Rabe binvîse xemê

Kul û derdê dinyayê

Hevala min û demê

          Diwîda te ji xwînê

          Bû dermanê birînê

          Bû hedana evînê

          Rindikê dil ketimê >>>>>

 

Derbasbûyî be Rojîn xanim!

 

Rojda Aydin- 23/06/09-Stenbol- Meriv bi şexsîyeta xwe, bi qewmîyeta xwe bi xîret û serbilindîya xwe li ser lingan dimîne û dijî.

   Kesên ku kompleks û xwepiçûkdîtina koletîyê di ruhê wan de hebe, ewê tucarî bi ser nekevin, negihên armanca xwe û bi miradê xwe şa nebin.

   Mesela me li ser Rojîna me bû. Yanî, Rojîna keça Ehmed Kurdî. Ehmed Kurdî yê Kurd, Ehmed Kurdî yê ku di dema xwe de Kurdperwerên wek wî kêm bûn û qiraseyekî zilama bû. >>>>>

 

A Chance for Turkish-Kurdish Peace

 

HENRI BARKEY / Wall Street Journal Europe- President Obama's trip to the Middle East has created goodwill for him and the United States in the Islamic world.  

   Much of what he promised in his historic speech in Cairo will take a long time to fulfill. But there is one place where his influence could be used for immediate and important results: resolving the Kurdish question in Turkey and northern Iraq. >>>>>

 

 

Werin li vê ecêbê binêrin !!

 

Du kevnecaş biryara serokê hikûmeta Kurdistanê radiwestînin

 

Temoyê Bargiran- 18/06/09-Kurdistan Ajansa serkaniyê ji devê gotgotkên kolanan radigehîne ku ev dunyaya me gelek ecêb û xerîb bûye, loma jî biryare sala 2012 ev dunya derewîn xirab bibe û wê bela me ji hev vebe.

   Dîsa ajansa navbirî pêve diçe û dibêje: Berî çendekê kesek ji pêşmergên kevin ku bi salan di zîndanên Baasiyan de hatiye êşkence kirin, paşê jî li çiyayên Kurdistanê wek kadirek leşkerî, siyasî û pêşmergeyekî qehreman bi hezaran lotik li dagîrker û caşan xistine >>>>>

 

Azadîya Welat lotikek li Lotikxanê xist

 

Lotikxane-16/06/09- Birastî em nizanin çima em Kurd ewqasî ji hev aciz in û xêra hev naxwazin.

   Gelo gava meriv nivîsekê ji malperekê bigre û wek çavkanî wê malperê nîşan bide, eyb û qehket e yan mezinayî ye? Li gora me ne qebhet e, li vajayî wê mezinayî û serbilindî ye. Gerek wilo be.

   Lê mixabin em Kurd hînî piştgirî û destekkirina hev nebûne û ji ber vê jî bêyî ku em çavkanî nîşan bidin, nivîsan ji hev didizin, rêzê ji ked û xwêdana hev re nagrin û lotikên bêîman li hev dixin. >>>>>

 

HEMA WILO

 

Selîm Keyxusrew- 15/06/09

Dîsa bu qîr qîra navê te

Li bax û bexçeyên dilê min

Ez ne xwîyabûm wê demê

Ew ne şeva reş û tarî ye

     Dema tîrêjên tavê ye

     Belê ez ne sax im û ne mirî me

     Wextê digotin ew ne xwîya ye

     Rastîya hezkirina min bû >>>>>

   

Qûnxwaro dîsa bi ser ket kuro

 

Diyar Baban- 14/06/09-Mahabad- Heqê van Farisa ye mero darekî têxe qûna wan û di devê wan re derxe ellawekîl. De werin li vê acêbê binerin lo, qûnekan dîsa raya xwe dan Ehmedînejad û qûna wî alastin kuro, pekk!

   Ehmedînejadê ku hema roj namîne ku mirovan sêdar nake û tirrê ji wan bernade, Ehmedînejadê ku dinya û alem kiriye dijminê xwe, ji alî Îranîyên qûnek ve dîsa hat hilbijartin û bû serokê Îranê. >>>>>

 

Qaşo wezîr e, ne Kurmancî zane ne Sormancî

 

Aram Serhedî- 13/06/09-Stockholm- Li ser bextê çeqel û keftarên bajarê Uppsalayê be, dibêjin wezîrê elektrîka başûrê Kurdistanê kakacan Hişyar Suweîlî, semînerek li Stockholmê li dar xistiye û çend lotikên Sorankî avêtine beşdaran.

   Dibêjin ji ber ku wezîrekan tenê bi Soranî axivîye, beşdarên ku piranîya wan Kurmancekan bûn, gotinek tenê jî jê fêhm nekirine û tênegihiştine ka wezîrekan behsa çi çîrokê kiriye. >>>>>

 

Bû qurbana lotika xwe kuro, waweylêêêêê!

 

Mihemed Soran- 13/06/09-Silêmanî- Hûn bi qedrê xwedê kin lo, kesî dîtiye yekî pêşmerge ku bi salan şer kiriye û bûye pisporê çek û sîlehan, xwe bi çeka xwe mijûl bike û çeka wî bê “gurmmmm” û pê de biteqe? Law ma meriv berê çeka xwe dide xwe û pê mijûl dibe kaka?

    Werhasil, gava meriv berê çeka vala dida yekî, digot:”Kuro meke wî, wê şeytan dagire” û ditirsiya.

   Kuro nebe ku şeytanê melûn çeka Muhsînê me dagirtibe? >>>>>

 

Qeşmera TRT 6 ê Niştîkê!

 

Senger Îloz-11/06/09-  Gulfiroşên TRT 6 ê xebero bi Lotikxanê re hespê xwe dibezînin! Wey li min ev jî ji ku derket lawo!?

   Gotina me ji camêrê stranbêj Mêrdîniyo re tune ye. Lê hevala wî ya pêşkeşvan Nîştîkê bi henek û tinazên xwe keviran bi serê me de dibarîne.

   Niştiya ku zorê dide xwe da ku bibe stêreke Kurd, lixwe eşkere dike ku tenê heta dehan dikare bi Kurdî bijimêre û  >>>>>

 

Gelo artoş herame xaltîka Fatê?

 

Mîr Ronas- 10/06/09-Êlih-  Weyla xwedê topek li nav şeqê te xistê xaltîka Fatê, hew pêjna te tê wî! Te me hînî tirr û fisan kir û te dev ji nivîsandinê berda, ma ev bû porkurê?

   Axir canim, pirsa min ev e xaltîka Fatê:

   Gelo çûna artoşê herame yan na?

   Niha tuyê bêjî “weyla min di devê te de mîzto, îcar artoş çiye” ez zanim. Artoş yanî “Turku bar” lê, “stran bar” ha, te fêhm kir? >>>>>

 

Baxox - Kanêje - Angelok

 

B.Jîndar- 09/06/09- Kanêje di cihên hûnik û di nav geniman de hêşîn dibe. Dema dexil tên çandin, di nav tovê geniman de ew jî tev li axê dibe û di nav genim de çêdibe.

   Bejna wê 20 -90 cm bilind dibe. Belgên wê rimane û kesk in. Li ser belgan pûrtek wek livayê heye. Kulîlka wê di mehên Gulan û Hezîranê, di serê gopîkê de vedibe. Rengê wê gelemperî şîn an jî binevşî ne. Lê yên zer jî hene. >>>>>

 

Bi Kurdî safî kir, îcar ma Tirkî

 

Agiro- 08/06/09-Dizistana Turkiyê

Hîna duh bû me qala karesatên diziya ku Firat Cewerî û romana wî ya bi navê „ Ez ê ji yekî bidizim“ kiribû, îro nûçeya wergera wê ya tirkî hate belavkirin. Wey gidî.!

Bi Xwedê, min sira wergerandinên Muhsin Qizilkaya nas kir.

    Sibhanellah, ev mêrik çiqasî kêfa wî ji wergerandina malê diziyê re tê.  >>>>>

Li stenbolê tofana nûçegihanên ANFê

Qertoyê Misircê-08/06/09-  Heyra êdî mirov nikare li kûçe û cadeyên Stenbolê bimeşe. Li her kûçeyekê nûçegîhanek Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) heye. Ma mirov diwêre têra xwe li Stenbolê lotikan bavêje ?

    Ez diçim keçikek zerik, nermik û germikeke Tirk eyar dikim. Heta ku ez wê dixapînin xwelî li serê xwe û li serê bavê xwe dikim. Lê çi fêde? Ez bi destê wê digirim û wê dibim cadeya îstîklalê. Çi bibînîm baş e? >>>>>

 

Mirad, Mirad, Mirad, Mirad

 

 Jan Alan- 07/06/09- Ciwaneke 90 salî li cem me heye dema ku mirov jê re dibêje "pîrê" aciz dibe û dide qîjan. Berya çend rojan neviyê wê yê bê'ar bezî devê derî û got pîrê, pîrê, pîrê.... heya ku hew çit ji pîrê derket.

    Îcar serok û rêberê malpera me ya sade Kurdî Netkurdê rêhevalê hêja Mirad Ciwan, gotara xwe ya dawî bi navê "Welatê bêedeban" weşandiye û tê de wiha dinivîs e: >>>>>

 

Tirr ji zebrayê berda kuro

 

Kevîn Kurdson- 06/06/09-London Kerên zebra kerin pir tirsonek û cirnexweş in. Hema bêjin kedîkirina wan pir zehmet e. Bêxwedîkan ji lotik û zîtirkan pêve navêjin û kesî nedîye ku mirovekî kerek zebra kedî kiribe û lê siwar bûbe. Lê Bîll Turner qûş li zebrayê qetand û ew kedî kir, kir wek mîhek mêşinî.

   Bîll Turner, di nava du hefteyan de kerek zebra kedî kir, kurtan lê kir, lê siwar bû û pê da çargavê. Turner serpêhatîya xwe û kera zebra wilo dibêje: >>>>>

 

 

Heyecana xortê 14 salî û hûr û rovî

 

Tacdîn Baran- 14/07/09-Almanya- Generalê Avestakurd.net ê Dilbixwîn Dara, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedarên me dane ber lotikên 25 pirsan û dora tenûra wî kîlometroyekê dirêj bûye. Vê carê jî Serekerkanê “Ozgur Mirovler Toplilixî” cîgerim Şukru Gulmuş bersiva pirsên Avestakurd daye.

   Bi dîn û îman, ellahime kîtabime, heta îro tu kesekî wek Şukru Gulmuş a dilê xwe negotiye ellawekîl. Tam ji kezebê gotiye haaaaa! Îcar nizanim ne ji kezeba Fransî yan ji kezeba Kurdî. Lê ez dibêjim sedî sed ji kezeba Kurdî gotiye. 

   Cîgerim Şukru di bersiva pirsa: Çi te bi heyecan dike? de gotiye: Maçkirina qîzekê. >>>>>

 

Tê derxin

Ev eskerê Amerîkî çi dike?

 

12/07/09- Gelo li gora we ev eskerê Amerîkî çi dike?

1- Qûna xwe duxrîne

2- Tiliya xwe dixe qûna xwe

3- Virikî bûye û paçik xistiye devê qûna xwe.

4- Lêkolînê li ser gûyê xwe dike

5- Qûnek e û xiyarek xistiye qûna xwe

6- Tirrek e û dixwaze rê li ber tirrên xwe bigre

7- Qijnikê bi qûna wî girtiye

    Ê de yalla.... Tê derxin û kêf bikin. Heçê tê derxe, emê bilêta çûna ser heyvê (hîvê) bidin wan. Lê em ne kefîlê vegera we ne ha.. Çûn li me û veger li we. Îcar hûn li ser heyvê bilêta vegerê peyde dikin nakin ew mesela we ye qerdeşim....

Bedewê ket tora vîrûsek nenas  

Hesen Almas-11/07/09- Amerîka- Lotikvana germik û nermik, xwedîya xelata Oscarê Charlîze Theron, nexweş ket û ev 4 roj in li nexweşxaneyek bajarê Los Angelesê tedawî dibe.

Li ser bextê kovara National Enquirer be, dibêjin textoran vîrûsek xerîb û nenas di xwîna wê de dîtine, dikin û nakin nikarin bi wê vîrûsê re derkevin serî û wê bikujin.

    Li ser bextê xaltîka me Hîllary Clînton be, dibêjin textorên nexweşxanê ji „vîrûsa Lotikxanê“ ketine şikê û bawer kirine ku, Lotikxanê vîrûsa xwe şandiye Los Angelesê ji bo sîxurîya Charlîze Theron xanimê bike û vîrûsa sîxur bi xeletî di nav doxîna wê re ketiye nav xwîna wê, têde asê maye û hew karre derkeve der. >>>>>

Xalê Emîn û Fotbol

L.Şêxo- 10/07/09- Tistê ku hatiye serê Diyarbakirspor bela neyê serê gurê serê çiya. Ne lîztikvan û ne antrenor hemu jê revîyane û bûye wek denê vala. Berya cendakî heval û dostin li me geryan, ji me xwestin û rice kirin ku em antrenorekî Kurd ji bo Diyarbakirsporê pêde bikin. Me jî rica wan neşikenand û bi hemû derfet û imkanên xwe dest bi pêdekirina antrenorekî Kurd kir.

    Me delêlî berdan nava kolanên gund û bajarên Kurdistanê. Ha li vir û ha li wir, bi şev û bi roj em li antrenorekî Kurd gerîyan.

    Ez serê we neêşînim, dawîya dawî me saloxa yekî girt. Li gora saloxan, digotin ev kes di warê fotbolê de gelek zana, jîr û jêhatî ye. . >>>>>

Nav ji Kurda re, pere ji Bexda re

Bazê Qendîlê- 09/07/09-Kurdistan- Li ser bextê zanayên çol û çiyan be, dibêjin petrol jî wek golên avê, di bin erdê de di nav qulên qûm û keviran de ye.

   Îca her çiqasî ew qulana mezin bin ewqasî xêr û bereket zêde ye. Yanî tersî qula porkura xaltîka me Hillary Klinton e, ku ji Klinton re bûbû derdekî mezin. Lewra xwe bi qula Monica ve zeliqand û li ser wan qulan bû cenga Kûrya!

    Petrol, ku zêrê reş jî jê re dibêjin, bi dirêjayîya melyonên salan di bin erdê de durist bûye. Ev petrol hem bûye xêr û bereket û bi ser hinekan de rijiyaye û hem jî bûye bela, bi qûna hinekan ve zeliqî ye û jê venabe…! >>>>>

Kemalê me jî kirin Tirk kuro!

Pisîk Mihemed- 08/07/09- Kenya- Hûn zanin, Tirkoler mexlûqatek li dinyayê nehiştine ku nekirine Tirk.Û gava hûn li kok û riknê wan dinerin, hûnê bibînin ku ew yan Bûlgar in, yan Arnawût in, Yan Rûm in, Yan Kurd in, yan Laz in, Yan Çerkez in û yan jî cewrikên çeqel û keftar, gur û dêleguran e.

    Werhasil, Kemalê me, ango Kemal Halat Kurdekî Dêrsimê ye. Qiraseyekî zilama ye û gumikreşekî temam e. Niha ew li Kenyayê (ew welatê ku serokê Kurdên sererd û binerd >>>>>

QIJIK ANGO HADÎSE!

A.Dûran- 07/07/09

Bêguman li ser qijikê gelek bêjtin û gotin hene. Lome nebe, li ser Hadîseya Sîvasî jî hin gotin hene. Ku rêberê mirov qijik be, wê nikilê wî jî  di nav gû de be.

   Çêlîka qijikê ji bo wê wek a baz e..Uhwd…

   Rojname û televizyonên Romî ji sedema Eurovision a 2009 an bi wê Şantoza heram radibin û rûdinin..

HADÎSE…

    Hadîse tê wateya bûyerê. >>>>>

Hilbijartinên başûrê Kurdistanê û hinek derewên kakacanan

Bazê Qendîlê- 06/07/09-Kurdistan- Carekê mirovekî xwest çêleka xwe bibe bajêr bifroşe. Ji ber çêleka wî pîr bûbû, şîrekî hindik dida û ji vê jî xerabtir şemûs bû. Mêrkê me çû çêleka xwe xist destê delalekî, ku jê re bifroşe.

   Yê delal li wê sûkê bang kir û pesnê çêlekê da: “Werin vê çêleka ciwan, rojê deh kîlo şîr dide, salê du caran dizê, tu wê li cihekî bihêlî, ew ji cihê xwe nalive, vê çêlekê ji destên xwe bernedin, hûn ne poşman in, ev çêlek ewqas feqîr e, eger zarokek devê xwe di serê guhanê wê xe, hemî şîrê wê bimije qet deng nake, de wernê, wernê, îro heye, sibe tuneye haaa….!”

    Wî bêbavî ewqasî pesnê wê çêlekê da û ewqasî derew kirin ta ku xwediyê wê bi xwe bawerî pê kir û jê re got: >>>>>

Li Nisêbînê DTPî yan tirr ji hev berdan

Bozan Mêrdînî- 05/07/09- Nisêbîn- Rêxistina DTP a şaxê Nisêbînê, duyemîn kongreya xwe li dar xist û toz û dûman bi ser serê xwe xist. Kongre li salona konferansê ya Navenda Çanda Mîtanî çêbû û kesên wek Şîlan Emînoglû, Nazim Kok, Hilmî Oncu, şaredar Ayşe Gokhan, serokên navçeyên herêmê, Cîhan Sincar û gellek tirtireyên din beşdar bûn

    Piştî hilbijartina dîwanê, rêz li şehîdan hat girtin, serokê DTP ê bajêr Oncu axavtinek qirase kir û dest bi lotikan kir. Piştî Oncu, dora lotikan hat ser Şîlan Emînoglû û Hamît Tokay. Van herdu lotikvanan axavtina xwe bi Kurdî kir û dilê me xweş kir. Piştre jî cîgerim Azîz Keskîn rapora kiryar û aborîya desthilatdarîyê xwend û tirr ji meselê berda. >>>>>

 

Mela Cemîlê Mûşî- 04/07/09- Mûş- Dibêjin ji sala 1960î û vir ve, li seranserê Ewrûpayê zêdeyî 3 hezar mizgeftên Tirkan hatine avakirin.

   Di avakirina van mizgeftan de Tirk di serê govendê de ne. Lê mixabin Kurdên me ne di serî û ne jî di binê govendê de ne. Wek her karî, di bawerîya ola we de jî dijminatîya hev dikin û heger 1-2 mizgeft ava kiribin jî, narin mizgeftên hev û hetta silava xwedê jî li hev nakin.

   Ji ber vê nakokî, zikreşî û hesûdîya wan, piranîya Kurdên me diçin mizgeftên Tirkan, li dû wan nimêja xwe dikin û di mizgeftan de têra xwe li propaganda Tirkayetîyê guhdarî dikin. >>>>>

Em wek seqeto jî nayên law!

Hesen Almas- 03/07/09- Amerîka- Dibêjin xwedêgiravî „berxwedan jîyan e“. Kesê ku li ber xwe nede wê qûn lê bibe çarox, yan teslîm bibe û yan jî di encamê de îxanetê li derûdora xwe, li bawerîya xwe bike.

    De ji xwe re li berxwedana Nîck Vujîcîc binerin û bila wîjdanê hinek Kurdên me bijene. Helbet heger wîjdan pêre hebe.

    Vujîcîc bê dest û ling ji dêya xwe bûye. Lê di jîyana xwe de bê hêvî nebûye, li ber xwe daye, hişk bi jîyanê girtiye û bernade. Belkî jî niha ew bi vî halê xwe kesê herî bextewar e. Çima? Ji ber ku li ber xwe dide, dixwaze bi ser keve û naxwaze teslîmî qedera xwe bibe. >>>>>

 

Xwedê da qûnekên Hindistanê

 

Raca Xan- 02/07/09-Hindistan- Li Hindistanê haşa min hizûr, qûnektî qedexe û heram bû. Kesên ku xwe li hev diceribandin û xiyarên xwe li hev rast dikirin, bi 10 sal ceze dihatin mehkûmkirin û qûn li wan diyetiya. Ji ber vî cezê giran, rebenên homoseksuelên Hindistanê mecbûr diman di şikeft û qul û kewêrên xalî de hevdu binermijînin û tirrê ji hev berdin, dilê xwe rehet bikin.

    Axir, Dadgeha Bilind a bajarê Delhî, bi biryarekê perda qedexebûna qûnektîyê çirand û got:: „Ê de hernêêêêêêêêêê, îcar têra xwe hevdu biçirînin ha min di we kirinooooooo“ û dilê hevzayendên Hindistanê xweş kir. >>>>>

------------------

Êêêê, hinek dikin û hinek dixwin cîgerim!

Av.E.Dîlan- 01/07/09-Enqere- Ev gotina bav û bapîrên me ye. Hinek dikin û hinek dixwin. Ango, wê hinek keda xwe bidin, xwîn û xwêdana xwe birjînin, bimrin, bên kujtin û wê hinek jî li ser pişta wan, li ser ked û xwîna wan kabên xwe bavêjin û jiyanek bextewar bibihurînin. Îcar ev jî mesela me û Sakik qerdeşlerimiz e.

   Li ser bextê gardîyan û eskerên hepsa Amedê be, dibêjim cîgerim Şemdîn Sakik, yanî Şemoyê me yê „parmaksiz Zekî lo“, zirnameyek qirase ji serokwezîr Kasimpaşali Receb û Komisyona Mafê Mirovan re şandiye û ta bi derzîyê vekiriye.  Piştî hinek rastîyên berbiçav, Şemoyê me gotin anîye ser brayên xwe û pêre jî lotikek li serokê PKK Abdullah Ocalan daye û ew li erdê xistiye. >>>>>

Çima Kurd festîwala keran çênakin?

Abdullah El Kurdî- 30/06/09- Erebistan- Xerîb e, em Kurd qet bi qedrê kerên xwe nizanin. Halbûkî kerên Kurdistanê cefakar in, welatperwer in, şoreşger in û bargiranên şoreşa Kurdistanê ne.

   Bawer bikin di tekoşîna azadîya gelê Kurd de rola kerên me mezin e. Erê em qedrê wan nizanin, wan wek bêaqil û gêj binav dikin jî, lê piranîya çek û sîlehên ku di şoreşa çekdarî de hatine bikaranîn, bi xêra ker, qantir û bergîlên Kurdistanê gihane destê şerkir, pêşmerge û gerîllayên Kurd.

   Werhasil, mesela me li ser festîwala kerên Marokoyê bû. >>>>>

Azadî ji bo Lazan (!)

 A.Dûran- 29/06/09- Min hin mijarên siyasetmedar û ronakbirên Kurdan yên ku di derheqê Lazan de  hatibun nivisandin, bi dilxemî û dilşikesti xwend. Sersar im…

    Azadî ji bo Lazan!

    Ma ev minasib e..?

Tê gotin: ‘Ew teyrê ku bi perên xwe bifire, ewê dûr here”.

    Ewên ku bawerin û dibêjin: “Madem ku qaz difirin bila Laz ji bifirin” çewtiyek mezin dikin..

     Ez ji bo dûrişm-qeşmerî û xwe piçûkkirina wan gelek aciz im. >>>>>

Haho sayin başqan, tu çi dibêjî?

Jîrko- 27/06/09- Kurdistan-  Serokê Kurdên sererd û binerd sayin Apê me Abdullah Ocelan,  her serê hefteyekê bi ecêbek nû silavê li me dike û lotikekê li me dixe. Vê carê cardin behsa beton Misto kir û got: „ Bi sê telaqan Mistefa Kemal ne dijminê Kurdan bû“ filan û bêvan.

    Ma keko yek al, yek ziman û yek millet, ne mutlî Tirkim dîyene, kuştina Şêxê Pîran û hevalên wî di çi serdemê de bû cîgerim? Ma bi hezaran Kurd ne bi fermana kurê Zubeyde xanimê hatin kuştin babam, wey! >>>>>

Tê derxin û têr bixwin

26/06/09- Gelo li gora we evî qûnekî çima serê xwe xistiye qula dîwêr û li çi dinere?

   Heçê tê derxe emê baqek tûzik, baqek pîvazên teze, sê bacan, xiyarekî Mêrdînê, satilek mast û 100 gram xwê bidinê.

   Hûn karin bi van nîmetan zeleteyek xweş û cacîqek nîvtirş jê çêkin û zikê xwe pê têr bikin. Ji xwe di vê germa havînê de zelete û cacîq jî bi dest kesî nakeve haaaaa....!

   Ê de ya alla û ya xwedê! Tê derxin û zikê xwe têr bikin cîgerlerim.....

Tirkîtiya Nû, Weşana Kurdî!

Senger Îloz-25/05/09- Gelî lotikvanên hêja, zîz û xesas, TV ya dewletê her diçe lotikên Tirkî û Tirkîbûnê li kurdan dixe.

   Di belgefîlmên bi navê ‘Anadolu Mayası-Haveynê Anadolê’ de dixwazin bi qeweta îmanê derziya Tirkîtiyê berdin laşê reben û belengazên kurd! Em jî li ser navê ocaxa lotikxanê vê helbesta Melayê Cizîrî bibîr tînin:

   “Li ber çewkan û kaşûyan, Ji derba Turk û Hînduyan, Dibazim her wekî goyan, Dema ew têne meydanê / Bi de’wa tên me yexma kin, Di amê şûr û xewxa kin, Sewaş û fitneyan rakin, >>>>>

Mesela etar û Rojîn

L.Şêxo- 23/06/09- Dema berê etar(çerçî) hebûn. Etara malê xwe li qantir an kerê xwe dikirin û  gund bi bigund digerîyan, malê xwe difrotin.

    Rojekê yekî etar li gunda digere, digihije nêzîkî gundekî, rastî xortekî dibe. Silavê li xort dike, xort jî xêrhahatina wî dike, Etar li ser û binê xort dinêre, dibîne kincê li xort hemû rizyayî û qetiyayî ye. Di dilê xwe de dibê „xuyaye ji zûve etar nehatine vî gundî, balê wê malê min li vî gundî baş bê firotin“ û kêfa wî tê.

    Xort jê dipirse: Xalo, tu çi difroşe, malê te çiye?

    Etar dibê: Xwarzê barê min pertel e (kinc û ber). Xwarzê, ma ez herim gund gelo wê malê min bê firotin? >>>>>

Bav jî çû û qûna bavê jî çû

Cemîlê Çargurçik- 23/06/09-Swêd-  Em Kurd gelek caran diçin heyfa bavê, lê mixabin gelek tiştên din jî li ser dikin. Çi di warê siyasî de be, çi di warê huner û rewşenbîrî de be, dikin û nakin di gelek armancên xwe de bi ser nakevin û lotik li ser lotikan dixwin. Meselen wek serpêhatîya mêrikê torî.

   Mêrikê Torî kurê xwe dizewicîne. Gava wextê çûna nav livînê tê, zava xatir ji mêvanan dixwaze û berê xwe dide odê, dixwaze dest bi lotik û zîtirkên qirase bike. Zava hêdî hêdî dixwaze dest bi lotikan bike, lê tam di wê esnê de bûk ji dil diçe, bêhiş dikeve.   

>>>>>

Palayê me tirr ji wan berda

  Rêwîyê Kal- 22/06/09-Tirkîye- Simbêl qalind xalê Hesko her payîz diçe hêla Tirkan, gund bi gund digere, cacim û xalîça difroşe. Ku simbêl qalinde Tirk jê re digotin PALA. Hemû zar û zêçê wê dewerê pala nas dikirin.

     Pala ku tê naskirin, îcar ew Tirk bi hevre henek û laqirdîya dikin. Pala rojekê diçe gundekî dikeve qehwê, silav dike. Xêrhatînê li Pala dikin. Pala cacimê xwe vedike ku bifroşe. Bala xwe didê Osmanê Tirk rojnamê dixwîne, qe li cacim û xaliça mêze nake. Pala dizîvire ser Osman: “Ma senin  kilîme xaliya  ixtiyacın yox mi, baxmiyorsın!?”

    Osman ji dibê: “ Kurdo, ben gazete okuyorum şimdi bakamam”.

    Pala dibê: “ Waaaa, ma qezeteda  ne yazîî lo?” >>>>>

Sîxurê me "Mêşo" şehîd ket

 

Lotikxane- 20/06/09- Sîxurê me Mêşo, li ser daxwaza Lotikxanê çûbû Qesra Spî û lêkolînek li ser îstîxbaratê çêdikir, delîl û belge kom dikirin. Lê Qehremanê mezin, gerîllayê bêhempa Mêşo, ket ber lotika Barack Obama, di nav destê wî de şehîd ket û rasterast çû bihuştê.

   Em wek malbata Lotikxanê, Barack Obama şermezar dikin û şehîdê xwe Mêşo wek "şehîdê şehîdan" êlan dikin. Em bi serê George Bûşh û bi doxîna xaltîka xwe Hîllary Clînton sûnd dixwin ku emê heyfa şehîdê xwe Mêşo li erdê nehêlin û doza wî berdewam bikin. Şehîd namirin!

Rojîna me dîsa bi xwe de rît

Reşoyê Darî- 18/06/09- Mêrdîn- Birastî ne adeta min e ez zimandirêjîya jina Kurd bikim. Nabe. Lê carna hinek jinên me lotikên wilo beredayî û ne li rê davêjin ku îmana meriv ji serê meriv diçe û meriv pê berşoşkî dibe.

    Rojîna me derket TRT6ê û kêfa me jê re hat. Bi mêrane dest bi lotikên Kurdî kir û me go aferîn. Li ser navê Mêrdînê  ket Şow TV û koroyek amade kir, me go aferîn. Lê go meriv rabe ji Kurdbûna xwe şerm bike û bêje:“Ez aciz dibim gava ez wek hunermendek Kurd têm binavkirin“, sînor ji rêz û hurmetê re namîne û meriv dike go biteqe. >>>>>

Xalê me Jeffrey doza lotikên siyasî û kulturî kir

Cilêtçî Mihê- 17/06/09-Amed- Konsolosê Amerîka yê Enqerê xalê me James F.Jeffrey, serdana Amedê kir û silavek da serok Osman Baydemîr. Piştî vexwarina çay û qehwê, xalê me Jeffrey dest bi lotikên xwe kir û kir qîr û qiyamet.

    Xalê me Jeffrey, bi her sê telaqên jinberdanê sûnd xwar ku pirsa Kurd tenê bi lotikên eskerî çareser nabe û divê sayin Tirkoler dest bi avêtina lotik û zîtirkên aborî, siyasî û kulturî jî bikin. Jeffrey got ku Amed ji berê pêşdetir çûye û hema hema hindik baye xwe bigihîne sewîya Parîsê û got: >>>>>

 

Lotikxane 2006   //       lotikxane@hotmail.com  //  lotikxane@lotikxane.com