H.Belê

Tirkî pere

F.Devliken

Ahmedo û

Remzî

B.Ronahî

Ma berdide

L.Şêxo

Xalê Emîn

A.Dûran

Qijik û

Hadîse

B.

Qendîlê

Apê Aram

Qosarî

Leheng

R.Kal

Beytar

S.Îloz 

Tirkîtî

ya

 
Lotikxane
Çi Kurdê ku ruhê netewayetî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike.....M.Mistefa Barzanî....            Medya ///   Arşîv

Xaltîka Fatê-30

Dermanxana xweristê

Tendirustî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

 

Çurukkaya lotikek qirase li cîgerim Ocalan xist

 

Tacdîn Baran- 14/08/09- Alamanya- Li ser bextê çapemenîya Tirk û rojnama Zamanê ya Fethûllah Gulen efendî be rebbî. Dibêjin xwedêgiravî Selîm Çurukkaya abêmiz,  serokê Kurdên sererd û binerd sayin û pir mezin Avdullah Ocalan daye ber şeg û pegan û bi kulm û boksan ketiye ser zikê wî.

    Li ser bext û namûsa rojnama Zamanê û Fethûllan Gulen efendî be, dibêjin Çurukkaya bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku Abdullah Ocalan endamê çeteya Ergenekonê ye û li Îmralîyê dek û dolabên kesanedî li serê Kurd û Tirkan digerîne. Xwedêgiravî Çurukkaya gotiye: >>>>>

 

Ê de here qurban!

 

Gerîllayê Bênav- 13/08/09-Mexmûr- Li ser bextê gotin û paşgotinên jinên ser tenûran be, dibêjin cîgerim Osman Ocalan, ji rojnama Sabahê re behsa çend lotikan kiriye û mesele kelandiye.

    Dibêjin Osmanê me berî hevpeyvîna bi Sabahê re, xwe xemilandiye, çend dilopên parfûm û lewentoyê bi ser xwe dakiriye, çend ta porê ku di serê wî de mane şeh kiriye û dest bi lotikan kiriye.>>>>>

 

 

Ev bêbav "xestelerî de sîkîler" hayhooooo!

 

Tecawizcî Coşqûn- 12/08/09-Stenbol- Sayin û pir piçûk Tirko qerdeşlerimiz insanetî li ber çavê me reş kir û dikin ku em xwezîya xwe bi heywanan bînin.  Law ma oxlimler tiştek nemaye ku xwe lê neceribandine û neherimandine law, pekkkkk li vê qûnektîyê!

   Belkî hûn di çapemenîya wan de dixwînin, roj namîne ku bavek tecawizî keça xwe nake, roj namîne ku xortek zinê bi pîrka xwe re nake, roj namîne ku jinên wan di bin hinekan de neyên girtin û roj namîne ku zilamên wan zinê bi zarokên 4-11 salî re nekin. Yanî, xwezî bi heywanan û ne bi vê insanetîya van zinêkaran wesselam. >>>>>

 

 

Serwer       

     

 Selah Mihemed-

10/08/09-Qamişlo-

Îdî bes e em westiyan

Ji birçîna em zewiyan

Ji ser pişta me peya be

Hatin bişaftin hiliyan

 

Em kirin nala keriyan

Berdane çol û deviyan

Hingî me li jor dinerî

Bi ser hevde dixiliyan >>>>>

 

TRT6 û Mistefa Barzanî

 

 

 

BEYTARÊ ÇORS

 

Rêwîyê Kal-09/08/09- Kurdistan- Beytarekî pir çors hebû. Di civat û rûniştina malbatî û fermî de hema çi dihat devê wî bê sînor digot.

   Hevjina wî Şikrîya ji bo çorsîya mêrê xwe qet hez nedikir ku bi tu kesî re rûnê û suhbetê bike. Her dem ji mêrê xwe re dibê: “ Ma fedî bike, şerm bike, tu pir bêsînor diaxivî, tu ne zarokî ku ez şîretan ki te bikim “ filan û bêvan … lê fêde nake.

    Rojek ber bi êvarê cîranê wan Rûştî û pîreka xwe Zelixa ji nişkêve bê destûr li derîyê beytar dixîn û dikevin malê. >>>>>

 

Îcar wê qiyamet rabe

 

Zugurd Axa- 07/08/09- Tirkiye- Serokwezîr Erdogan û Serokkomar Abdullah Gul, di derbarê pirsa Kurd de lotikek avêtin û rojeva Tirkiyê serûbinê hev kirin. Ê helbet haya Serekerkan Îlker başbûg jî ji vê lotikê heye haaa, yan na ma heddê bavê wan bû behsa çareserîya pirsa Kurd û avêtina hinek gavn bikin, na canim. Hersê alî lihevhatî lotikan davêjin û tirrê ji rojeva Tirkiyê berdidin.

   Werhasil, lotik motik, lê Kasimpaşalî Erdo wê bi van lotikên germik û nermik di hilbijartinên pêşerojê de têra xwe ra û dengan bistîne. Ê helbet nivîskar û rewşenbîrên Tirk jî ketine ber bayê lotikên Erdogan û ha ha li ser mesela Kurd dinivîsin. Meselen lotikvanê Tirk Hincal Ûlûç. Hincal Ûlûç kuro! >>>>>

 

CSI Stone Age: Did Humans Kill Neanderthals?

 

By Eben Harrell / London Friday, Jul. 24, 2009

It is one of the world's oldest cold cases. Sometime between 50,000 and 75,000 years ago, a Neanderthal male known to scientists as Shanidar 3 received a wound to his torso, limped back to his cave in what is now Iraq and died several weeks later.

   When his skeleton was pieced together in the late 1950s and early '60s, scientists were stumped by a rib wound that almost surely killed him, >>>>>

 

 

Hew nemaye bibin kirîvên hev ellawekîl!

 

Av.E.Dîlan- 04/08/09-Enqere- Van herdu rojan navbera DTP û AKP germ bûye, nema av di navbera wan re derbas dibe. Ewqasî li hev germ bûne ku Serokwezîr erdogan wan wek mixattab dibîne û Wezîrê Dewletê M.Alî Şahîn bi coşek mezin serdana wan dike.

    Li ser bextê fitne û fesadên meclîsa Tirkiyê be, dibêjin wê sibê serokwezîr erdogan bi DTP û generalê wê Ehmedê mala Sînan Axa re >>>>>.

 

LOTIKXANE Û SHOW TV

 

Emoyê Qemer-03/08/09-Min roja 3.8.2009, bi saeta Ewrûpayê 18.00 li televizyona SHOW a Tirkleran mêze kir. Saet bû 18.25 min dît got ku „Sedema kujtina wan 44 Kurdên li gundê Kertê dizîya petrola Kurdistanê ye“.

    Min çend roj berê eynî ev mesele di LOTIKXANÊ  de xwendibû. Yaw ma kerametên we hene qerdeşim? Gelo we çawa ev dizî tesbît kiriye? Yan hûn bi cin û pîrebokan re dixebitin? Gelo ev ajanên we yên sererd û binerd çawa ev dizî derxistin holê babam? >>>>>

 

Tê derxin

Gelo Huseyîn Çelîk li çi dinere?

 

02/08/09- Kevnewezîrê Kulturê Huseyîn Çelîk, berî demakê beşdarî merasîma çêkirina peykerekî bûbû û li tiştekî mabû ecêbmayî.

   Îcar pirsa me ev e qurban:

Gelo Huseyîn Çelîk çima û li çi dinere?

   Heçê tê derxe, emê heykelê wî/wê di Lotikxanê de biçikînin û elokek ji elokên Mam Celal jê re bikin qurban.

   De xwedê bi we re be rebbî....

 

 

Ne ji gelaca ba wê gur û mî bi hevre biçêryana

 

Bazê Qendîlê- 01/08/09-Kurdistan- Roja hilbijartinên Kurdistanê, birastî rojek dîrokî bû. Ev cara pêşî ye ku li Rojhilata Navîn, di nav dîktator û mafyayên hukumdar de bi vî rengî hilbijartin bi rê ve diçin.

   Rojek xweş bû, bêhna demoqrasiyê jê dihat û di wê kelkela germa Tîrmehê de, xelkên Kurdistanê bi coş û peroş berbi sindoqên dengdanê ve wekî lehya Dicle û Feratê diçûn û bi katjimêran di rêzê de radiwestiyan.

    Birastî tê bigota diçin dawet û dîlanê ellawekîl! Roja me dawî bû û miletê Kurd ji hemî dinyayê re da xuyanîkirin ku ne tenê di şer de, lê belê di aştiyê de jî demoqrat e û bi ser dikeve. >>>>>

 

Bûka baranê

 

B.Jîndar- 30/07/09-Bûka baranê (bûkilok) nebatek gîyayî û bi kulîlk e. Di nava geniman de, li devê rê û bedenan û li nav mêrgan xwebixwe ji alîyê xwezayê ji nava axê dipişkive. Bejna vê li gor cûre û devera lê şîn dibît, 20 – 100 cm tîrane bilind dibe. Navteng û belgên wê hinekî bi pûrt in. Belgên wê kesk in. Kulîlkên wê di serê gupîkên çiqan de vedibe.

  Bi gelemperî rengê wan sorê xwînî (gevez) ne. Lê yên peyazî û ketûmatên spî jî hene. Kulîlkên wê wek sehlikan in û çarper in. Navika wê zer e, di rexên navikê de tozdankên dolkirinê ( bergitinê) hene.>>>>>

 

Çawa be derew belaş in, biçirîneeeeee!

 

Sofî Brahîm- 27/07/09- Kurdistana mezin- Ji ber ku derwe belaş in û kesê derewan jî dike tirr û fisan di ber derewên xwe re nake, hema çi tê ber devê kê dibêje û diçirîne.

   Meselen sermezin û rîhdirêjê Cubbelî Ahmet Hoca. >>>>>

 

Ereb,qûnektî,oralseks û lotikên Vedad Lutah xanim

 

Abdullah El Kurdî- 27/07/09- Dubaî-  Wek aqilmend û şêwirmendên Lotikxanê, me tim digot ku haşa min hizûr “Ereb qûnek in” lê mixabin kesî bawer nedikir. Ê helbet canim, dîtin û kirin nabin wek hev. Heya mero bi çavê serê xwe nebîne meriv bawer nake.

  Werhasil, em bêjin we ji me bawer nekir, ma hûn ji pisporên Ereban bi xwe jî bawer nakin cîgerlerim? Aha kerem bikin ji we re delîl û îspatek qirase.

    Li Yekîtîya Emîratên Erebî jina bi navê Vedad Lutah, di rojhilata navîn û bi taubet jî di nav dewletên Erebî de pirtûka herî bi cesaret nivîsand û qûn li zilamên Ereb qetand. >>>>>

 

Xanimê pênc zilam bi hevre îdare kirine, hayhooooo!

 

Hesen Keleş- 28/07/09-London- Bereketa xwedê li jinên me Kurdan be û hew. Bi ellawekîl, gava ez hinek jinên Ewrûpî dibînim û li lotikên wan dinerim, jinên me Kurdan li ber çavê min dibin wek horîyên bihuştê. Ez behsa xweşikbûn û bedewîyê nakim ha, behsa karakter, orf û adetan dikim kaka.

    De ji xwe re li jina Ingilîz Emîly Horne binerin û ferqa navbera jinên Ewrûpî û jinên me Kurdan bibînin. >>>>>

 

 

 

Ji her malbatek Kurd re 10 hezar dolar!

 

 Tofan Gurxenêq- 24/07/09-Bexda-

Li gor nûçegihanê LOTIKXANÊ yên sererd û binerd, wê her sal ji bo her malbatek Kurd 10.000 dolar bê dayîn. Ev biryar jî ne tenê Hikûmeta Kurdistanê, lê Hikûmeta Îraqa Federal jî daye.

    Dibêjin serokwezîr Malikiyê Şîe gotiye mam Celalê Serokkomarê Îraqa Federal: „Li ser bext û namûsa min be, eger ne Kurd bûna, niha Erebên Sune kutabûn gora heftsed bavên me. Îcar divê em qenciyek mezin bi Kurdan bikin. Me biryar daye ku em ê her sal deh hezar dolar pere ji Nefta Îraqê bidin her malbatek Kurd“. >>>>>

Cîgerlerim dek û dolabên Elî Osman li serê me digerînin

Serdar Mirad- 23/07/09-Amed- Hûn zanin, lîztik, dek û dolabên dewleta Elî Osman pir in. Hew we dît lotikek bêîman li we xistine û doxîn li we sist kirine bêyî ku hûn bi xwe bihesin.

    Axir, hikûmeta Kasimpaşalî Receb xwedêgiravî dixwaze di mesela pirsa Kurd de hinek lotikan bavêje û qaşo dilê Kurdan xweş bike. Lê gava hûn binê wan lotikan dikolin, hûn dibînin ku ew gav wek sêvên kurmî ne. Ji derve xweşik dixuyin lê hundurê wan kurmî ne, gennî û bêhnpêketî ne.   

   Îcar ev jî mesela me û serbestîya axavtina zimanê Kurdî ye. >>>>>

 

Ev pîreka we kîjanî ye?

 

Rêwîyê Kal- 22/07/09- Tîrkîye-  Berê  gelhenameya (pelika zewacê) Kurdên ku li  gundan dijîn tunebû. Gava biçûna leşkerîyê yan jî bo tiştekî fermî diçûn qeyda xwe çêdikirin, gelekan qe heta dawîya emrê xwe jî qeyda xwe çênedikirin û kitim diman.

    Di salên 60 an de dewletê hinek tiştên fermî kir mahne,  ferman derxist ku kes bê pelika zewacê nemînin û qeydên xwe bidin çêkirin. Bi zora fermanê û bi danezana cenderman, gundî çarneçar hatin xwe qeyd bikin. Ne îcar ji bo qeydê jî gerek wêneyê pîrekê û ê mêrê wê jî hebe.>>>>>

 

---------------------

Parêzer beg jî da bin dûvê wan

 

Miradê Torî- 19/07/09- Parîs- Wezîrê Karûbarê Ewrûpa yê Fransayê Pîerre Lelouche, wek berdevkê dewleta Tirkiyê lobî ji wan re dikir û yek ji piştgirê endametîya Tirkiyê bû. Lê xuyaye êdî tirr têde nemane û bi Tirkan beicî ye.

    Pîerre Lelouche, piştî ku dît Tirk zû bi zû nabin Ewrûpî û serê wan ji kevir hişktir e, rabû dîtin û helwesta xwe ya di derbarê Tirkiyê de guhert û got: Êdî bes e!

    Pîerre Lelouche, di derbarê Yekîtîya Ewrûpayê de vê carê li dij endametîya Tirkiyê derket û lotikek bêîman li der qûna wan xist. >>>>>

 

Tirkî Pere Nêkena

 

Hesê Belê- 18/07/09- Amed-  Recebê Mehmedî û Husê Mehmedî, dewa Nêribê Axan de di birayê benî.

Receb, herbê Osmanî û Rusî de esîr kewt bi û zaf tay Tirkî zanaynê. Badê hewt seran ke herb qedîyeno û yeno keye,  maya ey, o nêşinasnena.

   Wexto ke berê keyî ra şino zere, ewnêno maya ey bermena û vana “Husê mi, Husê mi”.

Recep Vano:
- Yewna lacê to bibi, qey ti aye rî zî nêbermena? >>>>>

 

Dîkê çê di hêkê de bang dide

 

Cemîl Cewher- 16/07/09- Hewlêr- Bav û kalên me dibêjin:“Dîkê çê di hêkê de bang dide“. Yan jî: „Berxê nêr ji bo kêr“. Ji bo jinan jî: „Jin hene û jinkok hene“. Yan jî: „Jina çê mêrê xwe dike wezîr, jina xirab mêrê xwe dike rezîl“.

   Axir, mesela me ne li ser metelok û gotinên bapîran e. Helbet her metelokek Kurdî bi serê xwe felsefeyek, rê û rêbazek e. Her metelokek serpêhatîyek e û ew serpêhatî jî mirêk û eynika pêşerojê ye.

   Îcar em vegerin ser fêda hêkên qelandî û mehîra bi sîr  >>>>>

 

Ez jê xeyidî me

 

Rêwîyê Kal-15/07/09- Tirkîye- Gelê meyê Kurd pir belengaz in, hişsivik û pak in. Kî ji wan alîkarîyê bixwaze, bê hûrnêrîn amade dibin û destê alîkarîyê dirêkî wan dikin.

    Bêbavekî Tirk, destên xwe di bin milê sakoyê xwe de veşartî, wek seqet dikeve avdestxanê. Wê mîz bike û mirovên hundir raçav dike. Çavê wî xalê Tajdîn dibire, jê re dibê: “Zehmet nebe ka alîkarîyê bike fermûara min veke“ (bi zahmet yardım edip fermuarımı açar mısın). >>>>>

 

 

Sîrwanê me du zanîngeh xelas kirine,

lê tirr ji yekê jî bernedaye

 

Eyşo Meho- 14/07/09- Almanya- Rojbaş lotikvanino. Yaho min îro malpera zilamê me Sîrwan Hecî Berko vekir, min vekir lê ez çi bibînim! Sîrwanê me di www.siruan.de

de çirandiye û çirvirandiye law.

    Di malperê de dibêje ku mêro li zanîngeha Dusseldorfê, Berlînê filan û bêvan xwendiye û qûş li wan zanîngehan qetandiye. Hallla hallaaaaaaa! >>>>>

 

 

Mehmûdo di ser re hat

 

 

Diyar Baban- 10/07/09-Mahabad- Piştî ku serokê Amerîkayê Reşo Barack Obama, li pêşberî kamerayê mêşek şehîd kir û bi derbekê re tirr jê berda, serokê sofîk û mofîkên Îranê Mehmûdo jî xwest tirrê ji minminîkê berde û hunera xwe pêş xelkê bike.

   Lê minminîka şareza bi taktîk û stratejîyên Lotikxanê xwe nexist destê Mehmûdo û tirr jê berda, ew li himber dinya û alemê rezîl û riswa  kir.

   Werhasil, Mehmûdo bi vî girt û di ser re hat. Ma law tu li kuuuuu û girtina minminîkan li ku oxlim? Here ber garana gund û ji xwe re bibe gavan û hew, wîî! ......

 

Mêrik ziravqetandî kir û tirr jê berda

 

Başçawîş- 09/07/09- Anadol-  Haşayî jinên Kurd, berê hinek ehmeqên me digotin:

 „ Aqlê heft jinan di serê mirîşkekê de ye û ew mirîşk jî nikilê xwe li gû dixe“. Xuyaye ev gotin tam ji bo jinên wek Tuba G hatiye gotin ellawekîl. De ji xwe re li lotika Tuba G xanimê binerin.

    Tuba G li bajarê Nîgdeya Tirkiyê mamoste ye. Sayin qûnek Alî Tarik Sari jî „mihendisê kolana“ ye, ango tiral û betal e. Tuba xanim ji bo ku hinekî kirh e ( ne xweşik e) û Alî Tarik Sari jî ji bo ku betal û tiral e, herdu xwe bi hev ve dizeliqînin û çend mehan hevdu dinermijînin, tirrê ji hevdu berdidin. >>>>>

 

 

44 KURD

BÛNE QURBANA NEFTA KURDISTANÊ

 

Çarçav Şûrkêş- 08/07/09-Kurdistan-

Li ser riya di navbera Amed û Mêrdînê de, li kêleka gundê Siltan Şêxmûsê Enzelî malbatek bi navê Malbata Çelebä heye. Ji gundê wan re bi Kurdî dibêjin kertê û bi Tirkî jî dibêjin Bilge Koy.

    Çawa ku medya Kurdî û ya cîhanê jî pê dizane, şeva 4ê Gulana Îsal, 44 kes li salona dawetê hatibûn kuştin û 10 kes jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran piştre 3 kesên din jî miribûn.

    Hinekan got: Alîyek qoricî bûne û aliyê din dest danîne ser zevîyên wan, ji ber hindê ew kuştin derketiye. Hinekan got: >>>>>

 

Aha serhişkî ji vê re tê gotin haaa!

 

Pişo Miheme- 07/07/09- Serhed- Sedemek ji sedemên bindestî û xwelîliserîya me, serhişkîya me ye. Serhişkîya li himber hev xwe bi xwe ha, ne serhişkîya li himber onbaşî yan çawîşekî Tirk.

   Di dema xwe de weke ku em Kurd ji onbaşî, çawîş û başçawîşan ditirsiyan, em ji mar û dûpişkan, ji hirç û keftaran neditirsiyan. Onbaşîkî qûnbicilik karîbû tirrê ji temamî zilamên gundekî berde û yekî jî nikarîbû bigota „kip“. Ewqasî ku xof û tirsa onbaşî, çawîş û başçawîşên qûnbigû li ser me hebû.>>>>>

 

 

Kurd parties have chosen inclusiveness

 

Khaled Salih - Friday, August 14, 2009

On July 25, the people of the Kurdistan region in Iraq for the first time elected a regional president and for the second time a new Parliament.

   The elections took place in accordance with Iraq’s new Constitution, which was approved by popular vote in October 2005 and recognizes the region and its institutions as a federal unit in Iraq. >>>>>

 

Tovjînê me lotikek bêîman li DTP'ê xist

 

Silo Omerî-13/08/09-Qoser-
Yabo heyra weleh ez hesûdiyan dikim îcar. Navê me Omeriya derketiye, lê ev Meşkînî go lotikan davêjin pir xirab dikin. Belasebeb negotine "Meşkîna tirrek berda işkîna".
   Rêzan Tovjîn ê me yê go di her nivîsek xwe de lotikê li derekê dixe, bûye wek qemyona cîranê meyî tat. Eyn wekî mesela "tat û qrawat" jî rahiştiye qelemê. Welhasil qemyona wî li kêxe, nema radibe, heyata wî dişewite. >>>>>

 

KURDAN AZAD BIKIN

 

Guhbel Nixumî- 12/08/09-Engurya-

Îro bi saeta Tirkriyê 13.25 civîneke taybet di navbera Dewlet Baxçeliyê serokê partiya Asenaya Ergenekonê û Deniz Baykalê serokê partiya nijadperest a nijadleşker li dar ket. 

   Naveroka civînê, ne gelşên Tirkiyê bû, lê li ser pirsa Kurdistanê bû. Peyamnêrê Lotikxanê xwe bi nihênî gihandiye avahiya civînê û dengê wan tescîl kiriye. Axaftina wan weha domandiye: >>>>>

 

Cîgerlerim dest bi lotikan kir

 

Ehmed Beyan- 10/08/09-Enqere- Sayin Kasimpaşalî Receb, dest bi lotik û zîtirkên Tirkane kir û wezîrên xwe li dora xwe civandin, bi wan re ket nav mesela gavavêtinên demokratîk û çareserkirina qaşo pirsa Kurd.

    Li ser bextê fitne û fesadên meclîsê be, dibêjin Recebê me tam çar seetên qirase ji wezîran re behsa giringîya avêtina gavan kiriye û gotiye:“Êdî bes e! >>>>>

 

 

Arnawût Kenan xwe li ber lotikên me negirt

 

Serxweş Kemal- 06/08/09- Kurdistan- Generalê darbeya eskerî ya 12ê Îlona 1980î Kenen Evren ê Arnawût, ket ber sikrata mirinê û bûye tiretira qûna wî.

   Kenan Evrenê ku destê wî di kujtina û qetilkirina bi hezaran şoreşgerên Kurd û Tirk de heye, bi sedema ku damarên dilê wî xitimîne rakirin nexweşxanê û dibêjin hew tirr û fis xwe têde digrin. >>>>>

 

Mêro xwe wek mixattab nabînin, hella hellaaaaa!

 

Cilêtçî Mihê- 04/08/09- Amed- Min bixwe tiştek ji vê şorbê fêhm nekir gelî lotikvanan.

   Partîyên xelkê dibêjin „xwedo hinek me wek mixattab qebûl bikin“, lê yên me jî paşûpê li kerê siwar dibin û dibêjin na.

   Generalê partîya AKP Kasimpaşalî Receb doh-pêr gotibû „mixattabê me DTP ye û ne Ocalan e“ filan û bêvan. Ji ber vê jî xwest bi DTP re rûnê û tifa xwe balêse. Lê babam, >>>>>

 

Ellawekîl min pê derxist!

 

Eloyê Xamirpêt-03/08/09- Bi neh telaqên jinberdanê min pê derxist ku Hiseynokê me li çi dinere.

   Hiseynê me li vî peykerê qirase dinere ku cûcikê wî weke yê mişkan piçûk e û li yê xwe dinere ku weke şonik e, îcar xwe bi xwe dibêje: >>>>>

 

Mêro şeytanqûnî bûye kuro, hayhooooo!

 

Raca Xan- 01/08/09- Malezya- De werin li vê ecêbê û li vê kerametê binerin law, dibêjin li Malezyayê jinek 18 salî mêrê xwe daye mehkemê û doza berdanê lê kiriye. Çima hûn zanin? Ji ber ku mêrê wê zêde seksê pêre dike û dixwaze her şevê 10 lotikan lêxe.

    Li gora çapemenîya Malezyayê dibêje, dibêjin mêrik şeva pêşî tam 17 carî jina xwe gevizandiye û ew nermijandiye. 17 carî law, erreeeeekkkkk! Piştî vê tofanê jinikê gotiye: >>>>> 

 

Mam Şerafettîn Serok Barzanî pîroz kir

 

>>>>>

 

MA BERDIDE SER TE!

 

B.Ronahî- 30/07/09-Dibêjin camêrek Kurdînas yê Emerîkî jibo alîkarîyê diçe bajarê Silêmanîyê. Li wir di bîroyekê de dixebite. Lê kêmasîyek wî heye. Camêr mêran berdide ser xwe.

    Li bajarê Silêmanîyê jî çend xortên kakacanan berdide ser xwe. Kesek ji yên nêzîkî Mam Celal bi vî tiştî dihese. Diçe ji mam Celal re dibêje: “Evî segbavî xort nehiştin, hemî kêşane ser xwe mamo!. Wê xortên me ji rê derkevin wî, bera wî qûnekî bide bila here welatê xwe kaka” >>>>>

 

New Kurdish Leader Asserts Agenda

 

Sam Dadger- ERBIL, IraqThe president of the semiautonomous Kurdistan region, Massoud Barzani, on Tuesday rejected proposals by the United Nations to resolve Iraq’s explosive internal border disputes, and reiterated his determination to proceed with a contentious local constitution.>>>>>

 

Lotikvanên me galaksîyek nû keşif kirin

 

Zerdeşt Pereşûtvan- 36/07/09- Extera MERÎXÊ- Roja 25ê vê mehê, yanî doh, çawa Başûrê Kurdistanê dest bi hilbijartinê kir, pispor û lêkolînerên LOTIKXANê jî dest bi gera esmanî kirin, xwestin ku çend exterên jîndar bibînin da Kurdistanîyan piştî hilbijartinê bibin tehtîlê û hinekî bîhna xwe berdin.

    Lê dema pisporên Lotikxanê gihane ser Merîxa nehs û bi telesqopan nihêrîn, bavoooo de çi bibînin baş e? >>>>>

 

Xurşîdê me nameyek ji serok Barzanî re şand

 

Xurşîd Xelîl- 25/07/09- îro wê gelê Kurd ne tenê li başurê Kurdistanê, lê belê li her çar parçên welêt û li her şuna ku lê dijîn, wê we ji dil û can wek serokê gelê Kurd hilbijêrin.

   Em xweş dizanin ku barekî pir girane li kekê pêşmerge, ev qedera tenê ku xwedayê gewre em li ser anya te nivîsîne û hûn ji me re kirine bext. Em bi we pir şanazin ku hûn dikarin me ji xap û lîztikên dijmin û gelfiroşan biparêzin. >>>>>

 

 

Kera reben jî ket ber lotika dewletê

 

Zugurd Axa-23/07/09- Tirkiye- Dezgehên dewleta Tirk tu ferqê naxe navbera insan û heywanan. Hema cira xwe li kê xweş kir, hew we dît go „terp“ û lotikek li nav serê wî/wê xist. Vê carê jî kera reben ket ber lotik û zîtirkên dewleta Roma Reş.

    Li Navçeya Aglasûn a bajarê Bûrdûr a Tirkiyê, Îlhan Taştekîn ê cotkarî, kredîyê ji bankê distîne û Muammer Taşan jî dibe kefîlê wî. Piştî ku rebenê Taştekîn nikare deynê bankê bide, kefîlê wî Taşan hecizê tîne ser mala wî û lotikek kerîkî lê dixe. >>>>>

 

Bacanên sor û muzîka Kurdî

 

 

Cemîlê Çargurçik- 21/07/09- Swêd- Gelo partî û dezgehên Kurdî çi erzan nekirine heta ku muzîka Kurdî erzan nekin? Yan bi gotinek din, Kurdan qîmet dane çi heta ku bidin hunermendên xwe û muzîka xwe? Qet.

   Ez karim bi serê Xelo û Celo sûnd bixwim ku li cem me Kurdan qîmetê hunermendekî Kurd û kerekî ji hev tuneye. Qîmetê stranên Kurdî û zirrîna kerê ji hev tuneye. Heger hebûya, wê Kurdan qîmet bidana hunermendên xwe, zimanê xwe, >>>>>

 

Şeytan li şeytanîya xwe poşman bû lê…

 

Hesen Keleş- 19/07/09-London- Hinek insan hetine pêvajoya heywantîyê û nema zanin çi bikin. Hema çi tiştekî ku xwedê û insan jê aciz bin, wê dikin. Meselen Gavîn Paslow ê 43 salî.

   Paslow efendî ji bo ku xwe bişibîne şeytên, tiştek nemaye ku nekiriye. Rabûye ji ciyê ku lê dixebite 7 hezar dolar dizîye, ketiye bin neştersazîya estetîkê û qûneko xwe şibandiye şeytên. 

   Xelk ji bo xweşikbûnê xwe estetîk dikin, lê Paslow efendî ji bo bişibe şeytên xwe estetîk kiriye. >>>>>

 

Pek li vê ecêbê, xanimê du xiyar bi hevre îdare kirine kuro

 

Pornocî Kemal- 18/07/09-Stenbol- Belkî hûn nizanibin lê ez ji we re bêjim qurçiklerim. Kesên ku gava xwe davêjin nav sînema, huner û sosyeta Tirkan, heta doxîn li wan neçirvire û nebin çarox, meşhûr nabin. Heta çend dozer û qemyon di ser wan re derbas nebin, terfî nakin û nafirin.

    Lotikvana germik û nermik, bedewa seksî û agirpêketî sayin Nûrgul Yeşîlçay xanim, ji çapemenîyê re hinekî behsa jiyana xwe ya taybet kir û çend lotik avêtin derûdorê. >>>>>

 

Aferîn Serok Barzanî!

 

Bazê Qendîlê- 17/07/09-Kurdistan-

Mero bextê xwe xerab neke, gelek caran kekê hêja Mesûd Barzanî lotikên bê-îman li dijminên Kurdan xistiye û 101 bav ji wan çêkiriye. Lê lotika herî bi hêz dema gotiye: Heta ez sax bim ez êdî nahêlim xwîna Kurdan bi destên Kurdan bê rijandin.

    Ma ji vê gotinê xweştir û bi rûmettir heye? Na. Mero ya xwedê bêje, vê carê wî dilê me rehet kir û destên me xist nav avek sarî qerisî. >>>>>

 

Gula hesretê / Sefran / Zehferan

 

B.Jîndar- 16/07/09- Gula hesretê nebatek binik pîvaz e. Bejna wê 10-30 cm tîrane bilind dibe. Belgên wê  dirêj û kesk in. Kulîlkên wê berî belgan li ser gupikên çikan vedike û şeşper in.

    Rengê kûlîlkan binevşî, leylanî anjî peyazî (penbe) ne. Di nava kulîlkan de tozdankên dolgirtinê (bergirtinê ) hene û rengê wan zerê zêrane ye. Di rex wan doldankên zer de 2- 3 lib sinbilên wek  mûyên dirêj ên rengsor derdikevin. >>>>>

 

Kurê kerê bazda ser herdu qîzên xwe

 

Tecawizcî Coşqûn- 14/07/09- Stenbol- Dibêjin: „Filankeso eyba qûna xwe vedişêre û kumê xwe li serê hevalê xwe dike“. Ev Tirk jî eynen wilo tînin serê me Kurdan.

    Çapemenîya Tirko di derbarê Kurdan de „kêçekê dikin deve“ û pê Kurdan diherimînin, zimandirêjîya wan, tore û adetên wan dikin. Lê ku qûnek û dêqehpên wan zîtirkên bêîman davêjin, bazdidin ser qîz, xuşk û dêyên xwe, bi nûçeyek pir piçûk di ser re derbas dibin û eyba qûna xwe vedişêrin. >>>>>

 

Transcript: Iraq's Maliki on the Kurds

 

Iraqi Prime Minister Nouri al Maliki sat down with The Wall Street Journal's Baghdad correspondent, Gina Chon, for an hourlong discussion ahead of his visit later this month to the U.S.

   In this edited transcript of a portion of his interview, he discussed the sometimes-rocky relationship between Baghdad and the semi-autonomous Kurdish Regional Government, as well as his hopes for his American visit.>>>>>

 

Helbestek ji Hozan Vitvito

 

Hozan Vitvito-10/07/09-

Ax şorba nîskê

Min şorbe vexwar sê roj li ser hev

Pê virikî bûm ketim li ser dev

Piştre sênîyek fasûlî li ser

Zik li min bû meşk, wek çêleka zer

    Ax şorba nîskê, ax şorba nîskê

    Pê nepixîm wek, bizin û gîskê

Nîska serbizêr tirr ji min berda

Fasûlîyên hişk agir bi ser da

Herdu gihan hev û li min bûn yek

Fêde nedikir keleşkof û çek

    Ax şorba nîskê, ax şorba nîskê

    Tirr ji min berdan, virik û vîjikê...... 

 

Mêrdîn serê govendê dikşîne

 

Bozan Mêrdînî- 08/07/09-Mêrdîn- Dezgeha Îstatîska Tirkiyê (TUÎK), lêkolînek balkêş di derbarê „hevduberdanê“ de kir û ferqa navbera Kurd û Tirkan derket holê. Ango, qûna reş û spî derket meydanê û yên ku herî kêm jinên xwe berdidin Kurd in.   

   Bi taybet bajarên wek Mêrdîn, Batman, Şirnex Û Sêrt di serê govendê de ne.

    Di lêkolîna TUÎK ê de bajarê ku herî zêde jin û mêr hevdu berdidin, bajarê Izmîrê ye.>>>>>

 

Werin vê ecêbê. 21 salî û 167 flîmên porno

 

Şemal Amedî- 06/07/09- Hollywood- Gellek kes hene bi salan kefteleftê dikin ji bo ku bibin lîztikvan û stêrkên sînema û podyûman. Lê hinek kes jî hene ku xwedê bi elba mezin bi ser wan de diberîne û bi lotikekê meşhûr dibin. Meselen lotikvana çiryayî û jihevdeketî Sasha Grey a 21 salî.

    Sasha Grey 21 salî ye û heta niha tam di 167 flîmên pornoyê de (seksê) de lîztiye. Di van 167 flîman de tenê ew zane bê çend qirase di ser bedena wê re derbas bûne û çend xiyar û tirozîyan xwe lê pêçane. >>>>>

 

Ka xelata Lotikxanê mamo !?

 

Mihemed Soran- 04/07/09-Silêmanî- Li ser bextê PUKmedîayê be rebbî, dibêjin merasîmek taybet ji bo pêşmergeyên kevn yên YNK hatiye lidarxistin û dê weledê xwe avêtiye.

    Di merasîmê de pêşmergeyên kevn yên dema 1976-77an hatine xelat û payedarkirin û rûmeta wan hatiye girtin. Em jî wek sîxurên Lotikxanê vê helwestê pîroz dikin û qedrekî mezin didin keda wan pêşmergeyên kevn >>>>>

 

 

Xanimê çû erş û dîsa hat ber terkê reş

 

Pornocî Kemal- 02/07/09- Xwedêteala her tişt bi pîvan û li gor dilê hev afirandiye. Lê hinek kes xwe radestî nefsa xwe dikin û qaşo dixwazin lotikên bergîlkî virde wêde bavêjin. Meselen lotikvanên wek Melanîe û Becky.

   Ev herdu hurmet lezbîyen in (haşa bi tiliyan hevdu îdare dikin lo) û li Ingiliztanê navdar bûn. Hem jî xaniman manken bûn haaa, ne xanimên hayella bûn. Di dema mankenîyê de hevdu nas kiribûn, li hev bûbûn pizot û piştre jî dest bi alastina hevdu kiribûn. >>>>>

 

 

Yeşîm xanim jî dest bi lotikan kir kurooooo!

 

Esrarkêş Ehmê- 30/06/09- Xançepek- Van heyaman stranên Kurdî bûye mode. Heçê radibe lotikekê davêje û dibê:“Ezê di albûma xwe ya nû de stranek Kurdî bistrêm“ filan û fîstan. Hem jî bi telaqên jinberdanê sûnd dixwin.

   Axir, lotikvana nermik û germik Yeşîm Salkim, bi serdanekê çû bajarê Agirîyê û da zîtirkan. Xanimê di Stadyûma Lutfî Yigenoglû de konserek da û bi Kurdî got: >>>>>

 

 

Sayin Kasimpaşalî vê carê îmana meselê çikand

 

 

Guhdarî bikin

 

Ev çi paşnav e sayin Otuzbîroglû?

 

Firildeq Elî- 12/08/09-Stenbol- Hûn zanin bê bi Tirkî maneya „ Otuzbir“ çiye gelî xwendevanan? Du maneyên wê hene.

   Yek: „Hejmara 31 ê“.

   Du: „Jixweberdan, yanî bixwexweşanîn - masturbasyon“. Îcar paşnavê kê „Otûzbîroglû“ be başe?

   Serdarê Saha Deryayê Koramîral Mehmet Otûzbîroglû! Yanî, paşnavê wî ev e cîgerlerim: Kurê jixweberdanê! Çi paşnavekî xweş ne wilo gelî xwendevanan?

   Otûzbîroglû kuro! >>>>>

 

Berazan qûş li Ereban qetand

 

Abdullah El Kurdî- 11/08/09-Erebistan- Vîrûsa berazan li seranserê cîhanê belav bûye û malik li xelkê biriye mîratê. A xweş ev e ku Erebên bêderpî jî ketine ber lotikên berazan û qûş li wan qetiyaye.

   Li ser bextê Komela Berazên Dinyayê be, dibêjin Serokê Komela Berazên Dinyayê Berazê Pozmezin, di civîna berazan de destê xwe li masê xistiye û gotiye:“Gelî berazan, brano, ev zêdeyî hezar salî ye ku Erebên bêderpî goştê me li xelkê heram kiriye û em li ber çavê alema îslamê kirine wek tenîya binê beroşê. Ji ber vê sedemê, divê em vîrûsa xwe bişînin nav Ereban û qûnê li wan biqetînin. >>>>>

 

Apê Aram

 

Bazê Qendîlê-10/08/09- Kurdistan-

Hey Apê Aram, Apê me Kurdan

Te berê me kir, paytexta Yûnan

                     Li wir li ser text, dengê te nayê

                     Xewek şêrîn e, dawî lê nayê...!

Bi wî dengê xweş, ji bo me Kurda

Stran te gotin, li Cumbişê da

               Hem li Qamişlo, hem li Yêrîvan

               Xweş hawar te kir, ji bo Kurdistan >>>>>

 

Biratîya Quling û Rovî

 

Satilmiş Kurdqalmiş-09/08/09- Tirkiye-

Biratîya me û van cewrikên Tirkên devşirmevanên Ernewîdan, nola biratiya Guling û Rovî ye.  

Di van ropjan de hema kî ji Enqerê radibe û diçe seferê, dîsa wek kerê berê dike tirretirr û virrevirr. Dibêje: „Em tev bira ne, her çar terefê Tirkiyê bira ne. Em wek neynok û goşt in. Ev hezar sal in, em bi hev ra ne“ filan û jehr û ziqûm.

    Erêêêê lawo, erêêêê! Em bira ne? Min di diya viran e heke em bira ne! Lawo, xwîna Kurdan ERAŞ Pozîtîf e, xwîna Tirkan ERAŞ Negatîf e. Ha vaye Lotikxane û vaye saziya DNAya Lotikxanê!

    Me wek lotikxane, biryar e heke em Kurd û Tirk birastî bira ne, divê Tirkiye van tiştên hanê bike: >>>>>

 

Çend şûşe eraq û ne tiştek bavo!

 

Ehmed Beyan- 07/08/09- Enqere- Serokê me Kurdên bakur birêz û pir mezin Ehmed Turk, ji rojnamevanê Tirk Mûrat Yetkîn re derd û kulên xwe anîn zimên û gazind ji dostê xwe yê kevn Denîz Balkal kir. Wek hûn zanin, Denîz Balkalê sermezin serokê partîya CHP ye û ne tu zilam e, xerabe ye.

    Werhasil lo, Ehmedê me dest bi bîranînên dema 70 û 80î kiriye û behsa xwe û vexwarina eraqa bi Denîz Baykal re dike. Tu nabê Ehmedê me ji Baykal re behsa girtina xwe û zilma li hepsa Diyarbekirê dike, dibêje û dibilîne. Ê tabî ji ber ku Baykal jî bi eraqê bûye leylan û wek hespên Behman Gobadî serxweş bûye, Ehmed çi dibêje ew serê xwe dihejîne û dibê:“Meraqan meke cîgerim >>>>>

 

Flaşşşş û belaşşşşş!

 

Me protokola hevdîtina Erdogan û DTP bi dest xist

 

Firildeq Elî- 06/08/09-Stenbol- Piştî serhişkî û qapanîyek mezin, serokê AKP û Serokwezîr Kasimpaşalî Receb, xwe li ber lotikên Kurdan negirt û mecbûr ma bi serokên DTP re rûnê û destê wan bihejîne.  

   Herçiqasî cîgerim ne wek serokwezîr lê wek serokê AKP bi wan re rûniştibe jî, hêç ferq nake. Ha kum li serî ha serî li kum, eynî gû ye ellawekîl. Yanî, cîgerim Receb ji bo avêtina hinek gavên demokratîk û çikandina çend qûçên Kurdî, DTP wek muxattab qebûl kir ku rastîya wê jî ew e. >>>>>

 

Bê Şirove

 

Li gora we Kurd li pişta kê siwar bûne?

 

Di 2014an de dest bi lotikên Kurdî dikin

 

Satilmîş Yandançarptî-05/08/09- Tirkiye- Cîgerim Tirko qerdeşlerimiz di derbarê Kurdî de dane çargavê û wek hespên bezoke dibezin. Di zanîngehên Tirkiyê de vekirina beşê ziman û edebîyata Kurdî wek lotikek erênî tê nirxandin û ji niha ve gellek zanîngehan vekirina beşê ziman û edebîyata Kurdî xistine bernama xwe. Meselen Zanîngeha Alparslan.

   Li ser bextê Ajansa Anadolûyê be, dibêjin Rektorê Zanîngeha Alparslan Prof.Dr.Nîhat Înanç, ragihandiye ku daxwaza wan a vekirina beşê ziman û edebîyata Kurdî ji alîyê YOK ê ve (Dezgeha Xwendina Bilind) hatiye qebûlkirin û ew bi vê biryarê kêfxweş bûne. >>>>>

 

 

Cîgerim dixwaze qehwakê bi DTP re vexwe

 

Ehmed Beyan- 04/08/09- Enqere- Rojeva Tirkiyê ji ber pirsa Kurd û avêtina hinek gavên partîya AKP germ bûye, bûye wek agirê cehnemê û derûdorê dişewitîne.

    Ji derveyî çend partî û siyasetmedarên sermezinên Tirk, hema piranîya dem û dezgehên Tirkiyê, rewşenbîr û qelemşûrên Tirk piştgirîyê didin AKP û avêtina hinek gavên demokratîk. Gerçî wê AKP û sayin Kasimpaşalî Receb tu gavên wilo mezin navêje. Lê her gavek piçûk jî wê bibe wesîleya gavên mezin û pêşketinek din. 

   Werhasil, mesela me li ser Kasimpaşalî Receb û Ehmedê mala Sînan Axa bû. >>>>>

 

Guro jî dixwaze derkeve serê çiyê law!

 

Zinar Qelemşûr- 02/08/09-Stenbol-  Van rojan pirsa Kurd û qaşo çareserîya vê pirsa qirase bûye benîştê devê sermezinên Tirk û herkes li gora xwe zîtirkên siyasî davêje. 

   Piştî ku partîya AKP û girgirekên dewletê xwestin hinek gavên germik û nermik bavêjin û çavê Kurdan bi hinek lotikan siyasî biseyînin, cewrikên dêlegura Asenayê yên wek Devlet Bahçelî û Denîz Baykal dest bi zirrînê kirin û lotikên Kasimpaşalî Receb ji xwe re kirin benîştê devê xwe.

    Serokê Partîya Gur û Çeqelên Tirkiyê sayin Devlet Bahçelî û serokê Partîya Çeteya Ergenekonê sayin Denîz Baykal >>>>>

 

 

Gelo Sero Qadir dixwaze 30 milyon Kurmanc bike bi qurbana tîpên Erebî?

 

Cemîl Cewher- 31/07/09- Li ser bextê nivîskarê malpera Nasnamê Cemîl Demîrcan be, dibêjin di serdana başûrê Kurdistanê de heyeta Nasnamê serdana qirasê zilaman û berpirsê weşan û çapemenîyê Sero Qadir kiriye û pêre çend lotik avêtine. Lê tê gotin ku Sero Qadir tirr ji heyeta Nasnamê berdaye û ew pir aciz kiri kiriye.

    Li gora ku kekê me Cemîl Demîrcan dibêje, dibêjin Sero Qadir ji pesindana tîp û alfabeya Erebî pêve tiştekî din neaxivîye û qûş li 30 milyon Kurdên ku bi tîpên latînî dixwînin û dinivîsin qetandiye. Mêro rewşenbîrên Kurdên bakur bi “nezanîna tîpên Erebî” tawanbar kiriye û haşa min hizûr ew kirine şûna cahil û ehmeqan. >>>>> 

 

Xortê egît

 

Rêwîyê Kal-30/07/09- Kurdistan- Xwedê qebûl neke, dagîrker ne bes bûn îca berê begên Kurda hebûn. Begekî bi nav û bi deng bû. Pir jî zalim bû, zordest bû. Bi navê Osmanîyan bêşa wê deverê ji xelkê berhev dikir. Para xwe hildida, ê din jî dida Osmanîyan. Ji bêşa beg ra sînor tunebû. Ji gel ra pir giran dihat. Gundîyan ji beg kerh dikirin lê belê bêçare bûn. Kê bêşa xwe neda yan derengî bixista, wey li wî.

   Beg bi  çoya çermê wî sor dikir hingî lê dixist. Dema bêş berhevkirinê ye, demsal payîz e. Beg û leşkerên xwe berê xwe didin gunda. Diçin gundekî, hemû gundî tên li ber beg li ser çogan rûdinên. >>>>>

 

Hilbijartinên başûr

 

-----------------------

 

Namzetê Lotikxanê dîsa bû serokê Kurdistanê

 

28/07/09- Hewce nake em dubare du gîsinî û sê gîsinî bikin (dubare sêbare di ser re herin, di ser re bajon) dil û gurçikên min, namzetê me Mesûd Mistefa Barzanî dîsa hat hilbijartin û bû serokê Kurdistanê.

   Gerçî me berê jî zanîbû ku ewê bibe serok, lê dîsa jî me dengê xwe nekir û me go de ka emê binerin bê Kurdekan çend ji serok Barzanî hez dikin û lê xwedî derdikevin. Lê xuya bû ku em li ser rastî û heqîyê ne û çi kesên ku rast, Kurdewar û xizmetkarên milletê xwe bin, wê piştgirîyê ji milletê xwe bistînin û wê pişta wan neyê erdê. >>>>>

 

Li Duhokê belê ji bo lîsta Kurdistanî û serok Barzanî

 

Temoyê Simbêlboq- 27/07/09-Duhok-

Li gora ajansa nûçeyên fesad û ewanên kolanên Duhokê, herçendê hevpeymaniya Îslamî-komunîst ( çaksazî û xizmetguzarî ) soz dabû xelkê ku eger dengê xwe bidin me, emê nimêjê ji 5 rikatan daxin 4 rikatan û Remezanê ji were bikin teqsît ku bi 3 teqsîtan hûn dikarin Remezana xwe bigrin.

   Herweha gotibûn ku emê ji were Siplêt       (batezînk) li dojehê danin û ji bo kesên ku mafên wan tune biçine buhuştê, emê rêyek qaçax ji wan re peyda dikin ku pê bighîjin buhuştê. >>>>>

Tahir Zaxoyî û virika xaltîka Fatê

Xaltîka Fatê

25/07/09- Zaxo- Weyla ez bi qurbana doxîn, deling û navrana te bûmê rebbî, keçê tu çawayi peppûkê? Law çavê min li bendî nivîsa te qerimîn hey topa xwedê lê ketê rebbî! Yan dev ji lotikan berde, yan jî binivîse û me bê ayet nehêle, wîî! Te em elimandin zîtirkên xwe, qey îcar çavê te lê ye em xwe „harakîrî“ bikin bavo, waweylê! Binivîse keçko binivîse, ok!

    Werhasil, ez têm wan herdu lêvên te û wan wek libên tirî dimijim. Îcar ezê bêm ser mijar û lotika xwe.

    Tu zani lê, îro li başûrê Kurdistanê hilbijartin e û dê weledê xwe davêje. Min bi xwe raya xwe da Mesûd Barzanî. Lê jina min? Jina min jî xwelîya heft gundan li serê xwe kir û got:“Ez bi serê mam Celal kim, min raya xwe neda hikûmeta Kurdistanê û hew.  >>>>>

 

Ne jinên delal bin rewşenbîrên me nayên heyecanê, peeekkkk!

 

Sofî Xelef- 24/07/09- Xuyaye nivîskar û rewşenbîrên me ne bi jinên delal û ciwan bin hew tên heyecanê û germ nabin. Berî niha sayin û pir mezin kekê me Şukru Gulmuş, bersiva pirsên malpera Avestakurd dabû û gotibû:“Maçkirina qîzekê min bi heyecan dike“. Ê tabî her ku Kurdên me yextîyar dibin û tirr di wan de namîne, dilê xwe bi keç û jinên ciwan xweş dikin, wan tînin ber çavên xwe û zimanê xwe li dora devê xwe dixin.

    Werhasil, niha jî rewşenbîrê me û qirasê zilaman Gunay Aslan, bersiva pirsên Avestakurd daye û tirr ji meselê berdaye.

    Gunayê me di bersiva pirsa: „Çi te bi heyecan dike?“ de dibêje:“Jinek delal û serbixwe“ filan û fîstan. Pekkkkkkk! Hem jinek delal û hem jî serbixwe ha, waxxxxx! >>>>>

 

Xelefê me 10 lotik ji wezîrê me pirsîn

 

Xelefê Torî-24/07/09- Derbarê hilbijartinên başûrê Kurdistanê de Wezîrê Spor û Ciwanan yê ji sedî 12,5ê Kurdistanê kaka can Taha Berwerî di malperên kurdî de (netkurd, avestakurd…) digel wêneyekî xwe yî ciwan dide zanîn ku ew dengê xwe dide Lîsteya Kurdistanî û deh sedemên qerase dihijmêre.

    Em li bendê bûn ku wezîrê spor û gêncan qala rewşa karê wezareta xwe li başûr bike û bi kurtî encamên dema wezîrtiya xwe rêz bike. Lê diyar e karê wî cuda ye. Ew qala her tishtî dike ji bilî spor û gêncan. Weke ku ev jî ne bes be ji sporê re her û her dibê werrrrzîîîş, werrrrzîîîş. Lewra bi vê nameya vekirî ya bi riya Lotikxanê em 10 pirsên xwe ji canekem, dillekem, wezîrekem dikin. >>>>>

Kurê dêlê rebena xuşka xwe çirvirand

Tecawizcî Coşqûn- 23/07/09- Stenbol- Hayhoooo û 101 carî hayhooooo! De werin li vê ecêbê, li vê sosretê û li vê kûçkanîyê binerin. Binerin bê hinek insan çi ker kurê kerê ne û çawa ji insanetîya xwe derketine. Meselen qûnekê bi navê Ç.C.U ê 24 salî.

    Kerê min di qûnê gao, li bajarê Antalya xuşka xwe ya 14 salî bi xwe re dibe bajarê Ruhayê û li wir namûsa xuşka xwe dike pênc pere, wê ji keçkanî dixe û doxînê li diçirvirîne. Îcar bi ser qebheta xwe de xuşka xwe D.S tehdît dike û dibêje:”Binere dengê xwe neke û ji kesekî re nebêje haaaa, yan na ez bi serê Ibrahîn Helîl kim ezê vê carê paşpaşkî te biçirînim” û naletê li 101 bavê xwe tîne. >>>>>

Ahmedo û Remzî

F.Devliken-22/07/09-Mêrdîn- Ahmedo û Remzî ji binya xetê, ji Efrînê ji ber xizanî û belengazîyê didin rê û berê xwe bi Bûlgarîstanê vedikin.

    Li Sofyayê, li restorantek yekî Kurd dest bi kar dikin. Ahmedo dibe firaxşo, Remzî jî alîkarîya çêkirina xwarinê dike.

    Rojek, du roj, hefteyek, du hefte... hestên wan mejî û dilên wan dîl digre û agir bi navranên wan dikeve.

    Êdî çare nîne û pêwiste aveke cemidî li vî agirî bibe.

    Dibe êvar, karê xwe diqedînin, derdora xwe didin hev û derdikevin sikak û kolanên Sofyayê.

    Tarî ketîye erdê û şênîyên Sofyayê li wan sikak û kolanan pahn bûne. Keç û jinên Bûlgar, weke karxezalan fer bi fer, cot bi cot, vir de û wê de zîz dibin. >>>>>

Divê sînorek ji vê “gûxwarinê” re bête danîn

Kawa Heskalî- 21/07/09- Di gotarek xwe de hunermendê rojava Zibêr Salih, di malpera welatê me de çend lotik avêtine û dîsa zimanê wî bûye bela serê wî. Zibêrê delal gilîyên xwe li kanalên Kurdan dike ji ber stranên Ereb, Tirk û Farisan ji û yên me bêtir derdixin.

    Belê, ya rastî  bila ev deng ne tenê yê hunermendê me yê dilşewtî be, lê bila yê me tevan be. Eger di rojên wisa zehmet û bindestiyê de em nifşê nû hînî kultûra milletên dagîrkerên Kurdistanê bikin, bi nêrîna min wê nifşê niha ne hewce be nifşên li dûv xwe hînî van dersên xirab bike ji ber ku wê ji ber xwe ve fêrbûbin û hunera me li ber ava Çeqceqê Ciwanê Nebî biçe . Îro emê çend kenalên me bikin nimûne. >>>>>

 

-------------------------

Kî dibê evîna rasteqîn tune?

 

Bêrîvan Al- 19/07/09- Dîlok/Entab- Gellek ji me gava serpêhatîya evîna Mem û Zînê, Ferhad û Şîrîn, Siyamend û Xecê, Leyla û Mecnûn di pirtûkan de dixwînin, bawer dikin ku ew evîn tenê çîrok in û di rastîya jîyanê de evîna rastîn tineye.

    Ji ber ku di serdema îro de evîn û evîndarî bûye wek lîztika zarokan û destpêk û xilasoka wê nexuyaye, yekcar kes hew bawerîyê bi hebûna evîna rasteqîn tîne. Lê ev bûyera ku li bajarê Dîlokê qewimî, hebûna evîna rasteqîn carek din raxist ber çavan.      De binerin bê evîn çawaye û keç û kurên ciwamêran ji bo evîna xwe çawa canê xwe didin. >>>>>

Erebên Mêrdînê dest bi îthalata jinên Fasî kir

Reşoyê Darî- 18/07/09- Mêrdîn- Bereketa xwedê li teknolojîyê û înternetê be û hew. Hinek bi xêra înternetê mala xwe dibin mîratê, hevdu berdidin û dikevin rêyên xerab û hinek jî bi xêra înternetê ji xwe re jin û mêran dibînin û nav şeqê xwe germ û nerm dikin. Meselen Erebên Mêrdînê û jinên Fasî yên kezîkur.

    Hele min mesela Erebên Mêrdînê fêhm kir lo. Ew dixwazin ji xwe re çend jinên din bînin û her şev bê lotik nemînin. Lê jinên Fasî? Ew çawa qebûl dikin bên ser hewîyê xiyarekî bi du jinan par vekin? Ya starrrrrr, law ma mêr û xiyar li Fasê qeliyane bavo!

    Axir, dibêjin Erebên Mêrdînê (Mihelmî) bi şev û roj ji înternetkafêyan dernakevin û ha ha li jina nimro-2-3-4-5-6 digerin. Malxeraba tu dibê qey jinek têra wan nake, îcar çav berdidin keç û jinên xelkê jî wey. >>>>>

Ev jî zêdebûna ser kezebê ye

Firildeq Elî- 16/07/09- Stenbol- Civaka Tirkiyê çiryaye û diryaye. Heçê bazdidin se qîzên xwe, heçê doxîna jinên 80-90 salî diçirvirînin, heçê dê û bavên xwe dikujin, heçê zinê bi zarokên 9-12 salî re dikin, hema Tirkiye bûye dewleta zinêkaran lo.

    Berî bi rojek du rojan li bajarê Trabzonê, kurê kerê H.O dest avêtibû herdu keçên xwe û namûsa wan kiribû bexdûnis. Niha jî li bajarê Kocaelîyê, qûnekê bi navê Ekrem E jina xwe S.G xist înternetê û da ber firotinê. De wer û jina xwe di înternetê de bide ber bazarê law, ma ev insanetî ye hey min di te kiro!

    Erê kuro, kurê kerê jina xwe di înternetê de daye ber firotinê law, wey tifûûûûûû li namûsa te be û hew, wîî! >>>>>

 KURD ZENGÎN BÛNE

B.Ronahî- 15/07/09- Di hinek welatên Rojhilata Navîn de ji ber arêşeyên hundur û derva, welat ji wan re bûye dojeh. Xîyala wan jî dibe biheşta direwîn welatên Ewropa, Amerîka û Kanada. Ji boy ku derbasî wê behişta direwîn bibin, gava ewil mecbûrin ji ser hidûdên Sûriye, Iraq û Îranê û bi zora peran derbasî Tirkîyê bibin.

    Bê goman hemû jî welatê Kurdan, Kurdistana parçekirî ye. Kesên ji cehnemê bixwazin derbasî  cinetê bibin, hewcedarî Kurdan in. Kurd jî bi peran rêberîyê ji wan re dikin û ji alîyekî derbasî alîyê din dikin. Ji ber wê sedemê Kurdan li ser xwe pêkenokek çêkiriye. Pêkenok weha ye. >>>>>

Kurê dêlê namûsa mirîşkê kir pênc pere

Çêlek Şaban- 14/07/09- Aha ji we re yekî xalis muxlis Tirk. Hem jî zinêkarekî mirîşkan.

Hûn bi qedrê Îsa û Mûsa kin, kesî dîtiye ku insanek rabe rezaletek ewqas bênamûsî bike ku xwe li rebena mirîşkê biceribîne, qûnê lê biqetîne û rebena mirîşkê bikuje? Va me ew jî dît. Li gora we ji Tirko qerdeşlerimiz pêve kî kare vê rezaleta neinsanî bike?

    Niha em Kurd ji mecbûrî carna rêya xwe şaş dikin, çend fîşekan berdidin keran û xwe li rebenê keran diceribînin, Lê mirîşk? Mirîşk kuro! >>>>>

 

Lotikxane 2006   //       lotikxane@hotmail.com  //  lotikxane@lotikxane.com